Sibat 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Zordarîya Xêratê

Birêvebirina buhrana tendirustiyê pala xwe dide mecbûrîyeta xweparastina her kesekî û herweha parastina kesên din, nexasim jî, yên «rewşa wan zêdetir hesas». Hikûmet banga fedekarîyê dike û di rewşa îhmalkarîyê de jî dixwaze sîstema cezayê bikeve dewrê. Lê belê fermanên ji bo berpirsîyarîyê gelo navtêdaneke bi fazîlet e an jî hewldaneke ji nû ve pênaskirina welatîyan e?

”Agahdarîya li ser koronavîrusê: em xwe ji hev û din biparêzin». Talîmata ku, hem şîreteke Încilê hem jî slogana şirketa sîgortayê tîne bîra mirov, dişibe rastîyeke zelal a van gotinên aqlê selîm ên qalib ku nabe îtîraz lê were kirin. Wisa xuya dike ku bi rastî jî zehmet e bi pirseke «çima?» a bêsedem ew were pêşwazîkirin. Ma kî dikare dijberîyê bike li vê şîreta dilovan a ku bicihneanîna wê dikare jîyana kesên din bixe nava xetereyê? Li hemberî vê talîmatê, yekane tişta dimîne were kirin, ji bo xweparastina ji hevûdin destnîşankirina rêzikên şopandinê ye: eger li ser filan an jî bêvan amûrê guftûgoyek çêbe jî, talîmata esasî li derveyî vê yekê ye. Lê belê, wekî ku gelek caran ji bo rastîyên zelal dibe mijara gotinê, ev talîmat jî tu alî-yekî wê yê xwezayî tune; ew têkildarî komeke nirxan e û parçeyeke têgihîştina mirovan e..

Bi awayekî berbiçav, ferhengok û pratîkên hikûmetê di rêvebirina buhrana tendirustîyê de hiştin ku «felsefeya Care» ya ku berî demekê Mme. Martine Aubryê(1) teşwîq kiribû, bibe mijara sereke ya rojevê. Têgeha ku heta doh herkesî kenê xwe pê dikir, îro veguherîye dehşetekê. M. Emmanuel Macron têgeha «Care» (Comité analyse recherche et expertise- Komîteya Analîz Lêgerîn û Pisporîyê-), vê dezgeha berpirsîyar ji «rêberîya biryara hikûmetê li qadên dermanî û civakî» wekî pîroz dibîne; wezîrê tendirustîyê Olivier Véran di Journal du dimanche-Rojnameya yekşemê de (16 gulan 2020) wê silav dike û dibêje «ev têgeheke pir nûjen e». Têgeha ingilîzî care tê wateya «hayjêmayîn» û herweha «baldarî» (amatorên fîlmên anglo sakson baş nas dikin vê vegotina navdar «Take care-Hay ji xwe bimîne» ku bi taybetî li dema ji hev xatir xwestineke di nava sergêjahîyê de tê bikaranîn). Ramaneke ji care cara pêşî ji alîyê femînîstên amerîkî felsefevan Carol Gilligan û sîyasetzan Joan Tronto ve hat amadekirin. Ev têgeh, li wêdetirî rehabîlîtasyona meslekên îhtîmamê û kesên ku wezîfedarkirî di vî warî de, bû tiştek-objeyek, bi awayekî radîkaltir, ji bo di sîyasetê de bicihkirina pirsgirêkên sincê-etîkê. Li vir ya mijara gotinê bicihkirina «hesasîyetê li nava dilê sincê ji dêvla nirxên navendî yên weke xweserî, bêalîbûn, wekhevî(2.

Xwendevanên hêja, ji bo ku hun bikaribin berdewamîya
nivîsê bixwînin ji kerema xwe bibin abone.
Bibin Abone

____________

1) b. «Azadî, wekhevî… îhtîmam», Le Monde diplomatique, îlon 2010.

2) Sandra Laugier, makaleya «îhtîmam (lênêrîn)», Encyclopaedia Universalis.

3) Najat Vallaud-Belkacem û Sandra Laugier, Komeleya kesên li ber şikestinê. Dersên femînînst ên buhranekê, Gallimard, coll. « Tracts », Paris, 2020.

4) Joan Tronto, Cîhaneke bêparastin. Ji bo sîyaseteke hayjêmayînê, La Découverte, coll. «Nivîsarên tevkar û destekê – Felsefeya pratîk», Paris, 2009.

5)  Binêrin li nivîsa Clothilde Dozier û Samuel Dumoulin, a bi navê «“xêrat”, sir-veşartoka neqandina civakî li dibistanê», Le Monde diplomatique, îlon 2019.

6)  Flora Santo, «Paris: Manifesto XXI şahiya xwe ya li bin remza xêrxwaziyê û dilovanîyê lidar dixe», Trax, 2 îlon 2020, www.traxmag.com

7Philippe Douroux, «Fabienne Brugère: “Divê em xêrxwazîyê ne tenê di sincê de, herweha di siyasetê de jî bicih bikin ”», Libération, Paris, 5 tebax 2016. Cf. herweha nivîsara din a Fabienne Brugère, Sincê (etîka)hayjêmayînê, Weşanên zanîngehî yên Fransayê, Berhevoka. «Ez çi zanim- Que sais-je?», Paris, 2017.

8)  Fabienne Brugère, «Ji bo teorîyeke gelemperî ya hayjêmayînê», malpera Jiyana ramanan – La Vie des idées, 8 gulan 2009, https://laviedesidees.fr

9) Frédéric Worms, Şaşûgêjbûn û berxwedan. Rûbirûbûna bi bûyerê re (2015–2020), Desclée de Brouwer, Paris, 2020.

10)  Hans Jonas, Prensîba berpirsîyarîyê, Flammarion, coll. « Champs Essais », Paris, 2013.

11)  Anne-Cécile Robert, “Destpêk û dorpêçên” mafê destwerdanê” bixwînin, Le Monde diplomatique, gulan 2011

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
X

Passwort vergessen?

Mitglied werden!

  • Sign Up
Passwordîfreya xwe winda kir? Ji kerema xwe navê bikarhêner an navnîşana e-nameya xwe binivîsin. Hûn ê ji bo afirandina şîfreyek nû bi riya e-nameyê girêdan bistînin.