Tîrmeh 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

XEYALETÊN ZINDÎ

Mirovên ku li kevnerojan têne hîştin, sirgûnên ku ji heş û bîranînan têne dûrxistin, utopîkên ku ji bultenên fermî têne derxistin û mirovên piçûk yên ku ji bo bîra kolektîf girîngîya wan tinene bi avayekî veşartî di sînorên dîrokê de asê dimînin. Lêbelê digel mirovên wekî Lucien Descaves, Nanni Balestrini û Didier Daeninckx dema ku ew hesas û têkildar dibin, dengên wan dihêle ku xwendevan xwe ji xwendinên fermî xelas bikin.

Descaves, wekî vebêjerê Philémon (1), yekem “romana komun, mişextî û vegerê” ku di sala 1913an de hatîye çapkirin û ji dokumanên curbicur (arşîv, rojname, name û nûçe) hatîye afirandin û germahîya şahidîya (dîroka) devkî dijîne, paşerojê nû ve sererast dike û “pîrên pîran”, herweha ku ji wan re digotin endamên komunê, bi rûmet dike. Ew çîroka yekem car waftîzkirina mêr û jina pîr yên bi navên Philemon û Baucis, di rastîyê de Étienne û Phonsine Colomès, du endamên navneteweyî, komunarên kevnar, mirovên qedexe, karkerên zêrkerîyê û xwedîyê bîreke ku ji milet hatîye dûrxistin û ku tenê wan hezdikir wê parve bikin vedibêje. Di vir de qebû xwestin (meydan xwendin) heye: Di romanê de vegotina dîrokê rê dide ku mirov hîyerarşî û zordestîyên wê biguherîne, rastîyên çûyî û veşartî paş ve vegerîne û dikare tiştên ku hatine “jêbirkirin” ji pozîsyona objeyê (xebatên akademîk û îstatîstîk) derbasî pozîsyona sûbjeyê bike.

Colomès jî dikare hin tiştan bibêje, ew çend rojan fermandarê Kelha Vanvesê bû. Wî “hefteya bi xwîn” li ser barîkatan derbas kir û paşê neçar ma ku biçe sirgûnîyê. Li Cenevreyê wî û hinek mirovên wî, wek komeke qaçax û îlegal hewl didan ku ruhê enternasyonalîzmê biparêzin, Phonsine nas dikin, beşdarî nîqaşan dibin û mîna yên din li benda rêbazekê ne ku ew jî dê di deh salan de pêk bê. Lê vegera bendewar soza xwe bi cih nayne, dem ji xwe xwînê bernade, “egîdên şoreşê yên herî dawî”, di rêzên termçalkirinan de peyder pey wenda bûn. Lê ew bûn wesîle ji bo nifşên rojên bê: beşdarbûna zarokên wan yên sendîkayên şoreşger mizgînîya grevên mezin dide.

Çîroka Balestrini, helbestvan û nivîskar, Les Invisibles (2) (1987), di serdemeke pir xerîb de, di salên 1970yî de li İtalyayê, serpêhatîya Sergio û bi avayekî berfireh ciwanên militan yên “salên bi gule” û tevgerên xweser yên ku ji alîyê Antonio Negri ve hatine teorîzekirin dide pêşîya xwe û vedibêje. Di vir de şahidan bikar nayne. Ew êdî li ser ceribandinê, “li vir û niha” disekine û wan bikar tîne. “Li vir” herêmek ewlehîya wê bilind e ku tê de Sergio wek monologeke bênavber, bêxal hatîye nivîsîn û “niha”, “nifşê ku êrîşê asîmanan dikir”, têkçûyên duhî bûn û ji ber çavan wenda bûn. Ew kronîkên fermî, bi kronîkên samimî ve diguhezîne û çîrokê bi serhildana zîndanê, grevên xwendekaran, çalakîyên êrişkar, vekirinên cîhan û bûyerên berê yên ji alîye wî û rêhevalên wî ve pêk hatine dide qedandin û herweha bi rêbazeke dubendî, “hem dîroka şexsî û hem jî dîroka kolektif”, portreyeke tevlihev ya “Gulana 68an ya ku dê deh salan berdewam bike” xêz dike.

Di encamê de, wek hişyarîyeke gelemperî, «le roman noir de l’histoire», (Romana reş ya dîrokê) ya Daeninckx, ya ku di xwe de heftê û heft çîrokên kurt yên di çil û çar salên dawî de hatine nivîsîn dihewîne, balê dikişine ser sirgûnîya helbestvanekî ya di sala 1855an de dest pê dike ku heya “ herîya fezayê” 2030yî berdewam dike, heya “desten piçûk” yên ku di tarîyê de mabûn, piştî wan bûyeran mijûleyên ronahîyê û hêlînên tekoşînê yên ku Ernesto “che” Guevera xeyal dikir.

(1) Lucien Descaves, Philémon, Vieux de la Vieille, berhem ji aliyê Maxime Jourdan ve hatiye sazkirin, xemilandin û pêşkêşkirin, La Découverte, coll. «  Cahiers libres  », Paris, 2019, 348 rûpel, 22 euro.

(2) Nanni Balestrini, Les Invisibles, werger ji aliyê Chantal Moiroud û Mario Fusco ve hatiye kirin, bi paşgotina Rêheval Ned. ya ku nehatiye weşandin, Éditions Le Monde à l’envers, Grenoble, 2019, 336 rûpel, 18 euros.

(3) Didier Daeninckx, Le Roman noir de l’histoire, bi pêşgotina Patrick Boucheron, Verdier, Lagrasse, 2019, 830 rûpel, 28 euros.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
Social media & sharing icons powered by UltimatelySocial