Tebax-îlon 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Xebatên plansazîya ziman

Tewazûna zehmet a di navbera întegrasyon û nasnameyê de

Komîsyona kurmancîyê û Grûba Xebatê ya Vateyî

Li welatê kurdan ji ber pest û pêkutîya li ser ziman, xebatên plansazîya ziman ji salên 1980ê heta 2000ê pirtir li dîya sporayê hatin meşandin. Plansazîya ziman a herî berbiçav û bikêr a ku rewşenbîr, lêkoler û zimanzanan bêyî piştgirîya hikûmetê pêk anî, xebatên Komîsyona kurmancî û Grûba Xebatê ya Vateyî ne. (1) Ji ber xebatên van koman ên li Ewropayê, kurmancî û kurmancî gihîştin standartên ziman ên îro û berhemên edebî dan.

Civakên koçber û dîyasporayê, ji bo lêkoleran di mijarên duzimanî, di nav nifşên koçber de, di windabûna zimên û asîmîlasyona çandî de derfeta lêkolînê raberî wan kir, van komên xebatê nîşan dan ku dîyaspora di heman demê de dikare ji bo parastina zimanê hindikahîyan alîkarîyê bike.

Em dixwazin li ser “mebesta plansazîya zimên” a Moshe Nadir (2000) ku di dinyayê de pir hindik mînakên wekî wê hene, di warê teorîk binirxînin. Piştî ku me avakirin û birêveçûna her du sazîyan pêşkêş kir, em ê li ser xebatên wan ên li ser zimên rawestin (pêkanîna genca ziman, arşîvkirina biwêjên heyî, stratejîya dariştina biwêjên nû, hdw.).

1. Rewşa kurmancî û zazakî ya li Tirkiyeyê

Wekî tê zanîn, li gelek bajarên Rojhilat û Başûr-Rojhilatê Anadoluyê piranîya welatîyan, bi kurmancî û kurmancî diaxivin. Siyaseta asîmîlasyon û qedexeyê yê 80 salan, nehiştiye ku ev zarava pêşve biçin, bêne bi kar anîn û ji nifşekî derbasî yê pêş xwe bibe. kurmancî û kurmancîya ku li xwendegehan nehat hîn kirin, li sazîyên cemawerîyê hate qedexe kirin, ji piştgirîya dewletê bêpar hatin hiştin, di heman demê de prestîja xwe ya civakî jî winda kirin. Ev kiryarên neyînî gihîştin asteke wisa êdî, UNESCOyê, di rapora xwe ya 21ê Sibat Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de, kurmancî wek “zimanê di bin xetereyê de” îlan kir. Rewşa kurmancîyê gelek ji kurmancîyê baştir nîne. Girseya bi kurmancî diaxive her çend li beramberî ya bi kurmancî qise dike zêdetir be jî, her roj zarokên kurmancî wekî zimanê dayikê hîn dibin kêm dibin, hejmara kesên vê zaravayê di xebatên siyasî û civakî de jî bi kar tînin kêm dibe. Kurdîya ku ji mîsogerîya Destûra Bingehîn û piştgirîyê bêpar e, di heman demê de ji fonksîyonên aborî û ticarî jî bêpişt e. Ligel ku TRT 6 û radio û TVên dîtir ên taybet hinekî prestîja civakî ya van zaravayan geş kiribe jî, kurmancî û zazakîya ku ji sîstema perwerde-hîndekarîyê û cemawerîyê tê vederkirin, naxin nav statûya resmî û nebe zimanê bazarê, rewşa wan a sosyo-polîtîk a li Tirkiyeyê ji standartên civaka pirçandî û pirzimanî dûr e û têra xwe metirsîdar e.

2. Komîsyona kurmancî û Grûba Xebatê ya Vateyî

Komîsyona kurmancî (ji niha pê de KK) komisyoneke Enstîtûya Kurdî ya Parîsê ye ku sala 1983ê li Parîsê hatiye avakirin û ev komîsyon sala 1987ê li xwe zêde kiriye. Grûba Xebatê ya Vateyî (ji niha pê de GXV), sala 1996ê li paytexta Swêdê Stockholmê ji alîyê lêkoler, zimanzan û nivîskarên kurmancîaxêv ve hate ava kirin. (2) KK, di çarçoveya mîsyona pêşvebirin û parastina zimanê kurdî ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê de xwedî avabûneke rêxistinî ye, lê GXV, bi qewlê Roşan Lezgîn ji alîyê komeke “îdealîstên dildar” ve ku li Stockholmê bi xebata xwe ya dayîna dersa zirmancî (kurmancî) hate ava kirin. Her du komên xebatê jî, îlhama xwe ji Bedirxanîyên Bira ku salên 1930-1940ê li Sûriyeya bin destê Fransayê de hewl dida kurmancî modern bikin, girtiye.

Wekî tê zanîn, reforma herî mezin a Bedirxanîyên Bira, elfabaya latînî ye ku ji bo kurmancî di kovara Hawar de bi kar anîn û îro jî bo vê zaravayê wek referans tê qebûlkirin.

2.1. Endam û bandora dîyasporayê

Endamên her du grupan jî endamên Dîyasporaya kurd a li Ewropayê, li Swêdê dimînin. Bi awayekî rêkûpêk 16 endam beşdarî xebatên KKê dibin, yên GXVê jî ev hejmar 14 ye. Endamên KKê ji kurdên Ermenistan, Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê ku bi kurmancî diaxivin pêk tên. Endamên GXVê kurdên zazakîaxêv ên Tirkiyeyê ne. Endam piranî mamoste, rojnamevan, nivîskar, zimanzan û aktîvîstên ziman in ên ku kurmancî û zazakî baş dikarin biaxivin û pê binivîsin. Piranîya endaman, ligel zimanên xwe yên dayikê û yê welatên lê, du-sê zimanên bîyanî jî dipeyivin.

Pirsa otorîteya exlaqî ya endaman helbet cihê nîqaşê ye. Endamên civateka li derveyî welat dijîn, dê çawa bikaribin bi kêrî pêşveçûna zimanê xwe bibin? Bo nimûne, Enstîtuya Kurdî, ligel ku gelek rewşenbîrên kurd ên li Ewropayê dijîn vedihewîne jî, endamên KKê bi tu awayî nehatine hilbijartin. Ji alîyê din, divê em bînin bîra xwe ku ev sazî bi awayekî neteweyî nav nedaye. Piranîya endamên ku berê wan dane sirgûnê, ji bo nasîna ziman û çanda kurdî xebitîn. Xebata gelek ji van ya siyasî ya li welatê xwe, li dîyasporayê dagerîya xebata parastina zimanê xwe. Raborîya wan a milîtanî dê bandorê li ser zimanê wan jî bike. Helbet ziman, bo avakirina neteweyekî xwedî roleke gelekî girîng e. Lê ziman li dîyasporayê dibe teselî û meremeke dilxweşkerîyê: Endamên ku nekarîn mafên xwe yên siyasî bi dest bixin, qenebe bi parastina zimanê xwe karîn ji pûçbûnê xwe rizgar bikin.

2.2. Organîzasyona civînan

KKê civîna xwe ya ewil li Katalonyayê, bi piştgirîya Hikûmeta Katalonyayê di sala 1987ê de pêk anî. GXVê jî civîna xwe ya destpêkê sala 1996ê li Stockholmê li dar xist. KKê civîna xwe ya 46ê par li Stockholmê kir. GXVê civîna xwe ya 18ê meha tebaxê li Dersîmê çêkir. Her du grub jî salê carekê du civînên bi mudehê hefteyekê li dar dixin. Di her civînê de, endam li ser mijar û babetên ku berê tên dîyar kirin û biryar e, vedikolin. Piştre encamên xebatê, di kovarên Kurmancî û Vate de têne weşandin. Endamên ku bi dilxwazî dixebitin tu piştgirîya madî nastînin û ji bo beşdarî civînan bibin, sale du hefteyan tatîlên xwe di vê oxirê de didin.

2.3. Armanc û hedef

Armancên KKê em dikarin di ekstreyeke ku di Kurmancîyê de hatiye weşandin wiha dest nîşan bikin:

«Kurmancîya ku zimanê rojane yê piranîya kurdên ku li dîyasporayê dijîn e, ewa ku li Tirkiyeyê hatiye qedexe kirin û li Sûriye, Îran û Iraqê ji pergala perwerdeyê hatiye veder kirin, dawîya vê sedsala 20ê pêdivî bi standardizasyoneke girîng heye: Diviya gencîneya wê ya peyvan bê stabîlîze kirin, rênivîs û rêzimana wê bê standard kirin, di jîyana rojane de di serî de di medya û perwerdeyê de, divê riya derbirînê li ber bê vekirin.

Neteweyên xwedî dewlet mîsyoneke wiha girîng ji alîyê Akademîya Ziman ve tê bi rê ve birin. Kurdên ku demeke dirêj e bê dewlet in, peywireke wiha ancax dîyasporaya demokratîk a li Ewropayê dikare pêk bîne» (kurmancî, 1999)

Bi heman awayî GXVê di pêşgotina Ferhenga Kirmanckî (zazakî)-Tirkî ku sala 2009ê de weşand, mebesta vê grupê wiha tê vegotin:

«Zaravaya kurdî kirmancî, li gor deverê bi navên cuda cuda yên wekî kirmanckî, kirdkî, zazakî û dimilî tê binavkirin. kirmancî heta îro kêm pê hatiye nivîsîn û zimanê wê yê nivîsê pêşve neçûye. Van salên dawîn nivîsandin bi vê zaravayê herçend hinekî zêde bûbe jî, ev bi kirmancîya bi deverê heta ya gundê xwe tê kirin. Lê zimanê nivîsê ew e ku her ku diçe formên hevpar têne bikaranîn û dem bo demê dive bi vî awayî ber bi standartbûnekê ve biçe. Ev yek ancax dê bi xebatên cidî yên demdirêj mimkûn be. Civînên kirmancî ku sala 1996ê li Swêdê ji alîyê grupeke kirmanc ve hate destpêkirin, li Almanya û Dîyarbekirê hate domandin, li ser rênivîs û termonolojîya vê zaravayê xebat kirin û di vî warî de gavên girîng hatin avêtin.»

Wekî tê dîtin, gelek armanc û hedefên her du grupan hene: Gencîneya ziman, standardkirina rênivîs û rêzimanê û ji bo xwende-nivîskarîya modern a kurdî bête pêk anîn, kodên nivîskî bêne çêkirin.

3. Analîz

Ev armanc û hedef dikarin li gor modela analîza M. Nahir bêne nirxandin:

3.1. Parzinandina ziman

Parzinandina ziman dabeşî du kategoryan dibe, xwedî hedefên derve û hundir e. Parzinandina derve, “zelalîya ziman” diparêze û ji bo ji kartêkerîyên derve biparêze, bikaranîneke belî ferz dike. Parzinandina navxwe jî, ew e ku koda wek standart hatiye qebûl kirin, ji bikaranîna ne normatîf a xelet biparêze. (Nahir 2000: 426-427). Bo nimûne, Nahir behsa hinek Akademîyên Dewletê (Israîl, Urdin, Kanada, Quebes û Îzlanda) dike ku wan xebat ji bo zelalkirina zimên, hêsankirina gramerê û xebatên duristkirina ferhengan pêk anîne.

Li welatên kurdî lê tê axaftin, tê zanîn ku bandora erebî, farisî, tirkî, li Ewropayê jî fransizî, almanî, îngilîzî li ser heye (Akın, 2007). Di warê zanistî, hiqûqî, tibbî, siyasî û aborî de pêdivîya kurdî bi peyvên nû heye û ji ber temasa zimên, kurdî dê peyvên nû ji van zimanan bistîne. Her du grupan jî di van waran de peyv çêkirine, dixwazin peyvên bingehê wan kurdî li şûna yên bîyanî bêne bi kar anîn. Bo nimûne, kurmancî di termonolojîya komputerê de encameke wisa nîşan dide: binmişk (fare altığı), bişkok (düğme), nimander (kürsör), nîşanker (imleç). Bo zazakî em dikarin van mînakan bidin: keyepel (ana sayfa), binmerre (fare altlığı), torre (şebeke), tiknayene (tıklamak).

Parzinandina navxweyî di xebatên KKê de xwe dan pêş, ji ber ku hemû têgihên ji devokên cihê têne bi kar anîn paxav pê tê kirin. Bo nimûne, têgihên xizmanîyê ku li gor devokan diguherin wiha ne: kal, kalik, bapîr (dede), pîr, pîrik, dapîr (nine), xweh, xwişk, xweng, xwehîng (kız kardeş).

KK, van têgihan yek ji wan jî wek “a rast” an jî “a standart” empoze nake. Mebesta wê ew e ku têgihên heyî bide hev, arşîv bike û hemû têgihên ku behsa tiştekî dikin pêşnîyar dike. GXV ligel ku heman metodê bi kar tîne, dîsa jî tercîha xwe jî dide pêş. Bo nimûne, di zazakî de gelek navên mêwîjê hene: eskici, eskiji, eskize, eşkice, eşkici, eşkiji, eskije, eşkuçi, işkij, işkiji, sikucî, sikûcî, skucî, skûcî . Ev têgihên ku jê re dibêjin Formê bînî , di civîna grupê ya “meylê kombîyayîşî” de tercîh bo “ eskije ” tê kirin.

3.2. Zindîkirina ziman

Zindîkirina ziman, zimanê mirî an jî pir kêm pê tê axaftin ew e ku mirov wî zimanî dîsa di nav civakê de bixe zimanê têkilîyê (Nahir, 2000: 428). Zindîkirina ziman her çend mînakên wê gelekî kêm bin jî, bo nimûne îbranî dikare bête dayîn. Ji bo zindîkirina zimanekî pêdivî bi kartêkerên sosyokulturî yên neteweyî, siyasî, dînî û perwerdeyê heye. Rewşa kurmancî û zazakî kêm be jî, tê zanîn ku di nav civakê de hê jî her du têne bi kar anîn.

3.3. Reforma ziman

Li gor Nahir, reforma ziman, mebesta wê ew e ku bikaranîna ziman bê hêsan kirin (Nahir, 2000, 429). Hêsankirina bikaranîna ziman her çend wek motîvasyona herî girîng derketibe holê jî, reform pirtir bandor ji helkeftên îdeolojîk, polîtîk û dînî digire. Di vî warî de xebata Bedirxanîyên Bira ku elfabaya latînî adapteyî dengê kurdî kir , dikare wek reform bête dîtin (Akın, 2006). Di xebata her du grupan de jî hewldaneke ku mirov bibêje ev reform e bi ber çav nabe.

3.4. Standardîzasyona ziman

Li gor Wa rdhaugh (2006), standardîzasyona ziman, pêvajoya bi awayekî belî ya kodlêdanîna zimanekî ye. Ev pêvajo, piranî wek pêşveçûna pirtûkên ferheng, rênivîs, gramerê û pêkhatina edebiyateke nivîskî ye. Xebatên GXVê yên li ser rênivîsa zazakî dikare wekî xebata herî girîng a standardîzasyonê bên dîtin. Di berhemên nivîskî yên hevdem de jî, nivîsa zazakî, ji ber cudahîya devokên herêmî ferq û cudahî dikevê. Yek ji hewldana herî girîng a GXVê ew e ku van nivîsandinên cuda bigihîne hev û kodên nivîsîneke standart peyda bike. Di vî warî de, di encama xebatên grupê de sala 2005ê li Stenbolê bi navê Rastnuştişê Kimanckî (zazakî) rêbernameyek hate weşandin, di serî de elfabe, navê roj, meh, dîn, mezheb, kesayet, cînavk, bernav, daçek, gihanek û lêker li gor daxwaza GXVê hatine dest nîşan kirin. Li dora 7000 peyvên di Vateyê de jî gihîştin formeke standart.

3.5. Belavkirina Ziman

Belavkirina ziman, wek hewldana zêdekirina kesên ku bi ziman diaxivin hatiye bi nav kirin. Ji bo belavkirina zimanekî, pêdivî bi navgînên sazûmanî yên wekî xwendegeh, medya, hwd heye. Wekî em ê bibînin, ev grub dixwazin bi awayên cur bi cur encamên xebatên xwe belav bikin lê ev yek ka çawa hejmara kurmancîaxêv û zazakîaxêvan zêde dike, cihê pirs û gumanê ye.

3.6. Modernîzasyona peyvan

Modernîzasyona peyvan, ew xebat e ku ji bo axêvkerên wî zimanî peyvên nû bêne çêkirin da ku ziman pê geş bibe û bi pêş ve biçe. Her du grupan, xebatên xwe li ser vê yekê şidandine, ji ber vê em dixwazin li ser vê rawestin. Modernîzasyona peyvan mirov dikare di çar kategoryan de binirxîne.

 Ji bo çêkirina gencîneya ziman û ferhengeke tematîk a giştî, peyvên zimanê heyî bêne berhev kirin, nirxandin û arşîv kirin : Ev her du grup, ji jêderkên destpêkê yên nivîskî û deqên kevin gotinan kom dikin û wan dîsa raberî axêvkerên ziman dikin. Bo vê yekê, Nûbara Piçûkan a helbestkar û nivîskarê navdar ê kurd Ehmedê Xanî 1680ê nivîsandî; Mewlûda Bateyî ya şair û dîndar Mela Husênê Bateyî ku di sedsala 15ê de nivîsandiye, Dîwana Melayê Cizîrî ku di sedsala 16ê de nivîsiye; Mewlidî Kirdî ya Ehmedê Xasî ku sala 1899ê li Dîyarbekirê nivîsiye rahiştine û peyv jê hatine kom kirin.

Bi jêderên nivîskî re jêderên devkî û folklorîk jî ji bo van grupan mijara vekolînê ne. Peyvên di ware anatomîyên mirov û ajalan, çandinî, botanîk, aborî, hiqûqî, eskerî de jî tên berhev kirin û arşîvkirin.

 Ji ser kokên heyî dariştina peyvên nû : Ji ber ku kurmancî û zazakî di hin waran de pêdivî peyvên nû ne, ji ber vê ev komên han, gava pêwîst bû peyvên nû çêdikin. Metoda wê jî, ew e ji peyvên zimanê heyî, piranî peyvên hevedudanî yên nû têne çêkirin. Bo nimûne, peyvên bo trafîkê: korerê , kor û rê. Ji peyva kor û  hate dariştin. Peyarek, peya û  . Bi heman awayî derbasgeh ; derbas û geh. Peyva qeşaşit (dondurma), qeşa (bûz) û şit (şîr).

 Ji zimanê bîyanî peyvan standin û wan li gor fonetîka kurdî adapte kirin : Heke ne mimkûn be peyveke nû pê bê dariştin, ji jêderên bîyanî sûdê werdigirin. Bi vê rêbazê, peyva ku jixwe axêvkerên wî zimanî di jîyana rojane de lê fêr bûne û bi kar tînin dê statûyeke “resmî” lê bê kirin û rêzikên wê yên nivîsê bêne dîyar kirin. Bo nimûne peyva taxim (takım) ji Tirkî tê, peyvên şampîyon, garaj, villa bi awayê champion, garage û villa ji fransî tên. Bi heman awayî peyvên économie, démocratie, démocrate bi awayê ekonomî, demokrasî, demokrat ji fransî derbas bûne.

 Werger an jî texlîda peyvan : Bi vê rêbazê, peyvên ji zimanên dîtir hatine heçko li kurdî têne wergerandin, an jî li gor binemayê van peyvan peyveka nû tê çêkirin. Di vî warî de bê hejmar mînak hene, ev jî nîşana wê ye ku bi vê rêbazê gelek peyv têne dariştin: bota binawe (denizaltı), asayîşo peroyî (genel asayiş), wezaretê perwerdeyî (eğitim bakanlığı), ê-name (e-posta), ê-pirtûk (e-kitap), nîvmeydan (yarım saha), meydana lîstîkê (oyun alanı), devera golê (gol alanı).

3.7. Lêkdana termînolojîk

Lêkdana termînolojîk, bi taybetî di ware teknolojîk û zanistî de ji bo nedîyarîya têkilîyê kêm bike, ji pêkanîna lîsteyên peyvên pêkhatî ye. Di xebatên KKê de, pêkanîneka ku em dikarin bêjinê lîsteya peyvên pêkhatî, nehate dîtin. Wekî tê zanîn, ji ber cudahîya devokên herêmî û nebûna sazîyên standardîzasyona neteweyî, ji bo heman tiştî bibêjin dibe ku gelek peyv bi dest bikevin. Bo nimûne, di kurmancîyê de bo “şevreşkê” nêzî 30 nav hene wek ( şevşevok, şevşevik, şevrevîng, şibşibênek, çemçemok, çekçekûle, çeqçeqole, çilîçilî, pelşimok, pirçimok, perçemek, pirçemek, bacemok, baçimêlk, balçimok, berçemik , hwd). Wekî me li jor jî got KK, ji van navan yekê dernaxe pêş. Di xebatên GXVê de mirov dikare lêkdana termînolojîk bibîne. Bo nimîne, di zazakîyê de ji bo “mislimanîyê” peyvên “ misilmanê, mislumanê, muslumanê, muslumonê, muslumûnê, bisilmûnê ” têne bi kar anîn. Lê GXVê di civîna meylê kombîyayîşî de biryar daye ku ew “ muslumanî ” bi kar bînin.

3.8. Zelalkirina stîlê

Zelalkirina stîlê, ji bo kêmkirina nedîyarîya têkilîya di navbera profesyonel, burokrat û xelkê de, armanca wê ye ku gencîneya peyvan, rêziman û pîvanên bikaranîna stîlê hêsan bike. Li gor Kaplan û Baldauf, zelalkirina ziman, peymanên sazîyên dewletê alî wan in û zimanê kontratê yê demên din ji bo baş bê fêm kirin, tê kirin (1997: 73-74). Wekî tê dîtin, avabûna van grupan, armanc û hêza wan ya kirinê ji ber ku kêm e, ne mimkûn e ku hewldaneke zelalkirina stilê bidine ber xwe.

3.9. Têkilîya nav zaravayan

Têkilîya nav zaravayan, xebatên hêsankirina têkilî û danûstandina di navbera kesên devok û zaravayên cuda yên heman zimanê bi kar tînin, li xwe digire (Nahir, 2000: 436). Wekî aşkere bû, ji bo heman tişt û konseptê bînin ziman, dive peyvên devok û zaravayên cihê bêne berhev kirin û bi serûber kirin. Ev dibe ku wek hêsankirina têkilîya navbera zaravayan bê bi nav kirin.

3.10. Parastina bikaranîna ziman

Parastina bikaranîna ziman, gava ku zimanek ji ber sedemên civakî, aborî, perwerdeyê û siyasî, an jî ji ber gef û gurê bikaranîna wî zimanî wek sembola civakekê û nîşana nasnameya neteweyî kêm bête bi kar anîn, xebatên ji bo parastina wê li xwe digire. (Nahir, 2000, 439). Her çend derfetên her du grupan jî ji bo parastina ziman tunebe jî, xebat û hewldanên wan dikare wek hewldana parastina kurmancî û zazakîyê bêne nirxandin.

3.11. Standardîzasyona Kodên-alîkar

Nahir, vê armancê, wekî zimanê ker û lalan (zimanê îşaretan), navên deveran, rêgezên transkripsîyonê û standartbûn, an jî guhartina elemanên dîtir bi nav dike (2000:441). Xebatên grupê qismek dikare di vê kategoryê de bêne nirxandin. Bo nimûne, standartkirina navên welat û bajaran. Ev grup, dikarin formên standart ên van navan belav bikin: Afxanistan, Swêd, Swîs, Brîtanya Mezin, Norwej (KK). GXV jî hewl dide navên bajaran jî standardize bike: Bidlîs, Çewlîg, Dêrsim, Mamekîye, Dîyarbekir, Riha, Semsûr, Xarpêt , hwd.

4. Weşandina encamên xebatê

KK, encam û berê her civîna xwe di kovara bi navê kurmancî (salê 2 hejmar) de diweşîne. Hemû hejmarên kovarê ji malpera Enstîtuya Kurdî ya Parîsê dikare bê daxistin. Ji alîyê din ve ferhengeka online, wergera kurmancî, tirkî, fransî û îngilîzî di nav xebatên wê de ne. Hejmarên destpêkê yên kovarê heta hejmara 20ê (1987-1996) sala 1999ê wek cildekî hate weşandin û 40 hejmarên destpêkê yên kovarê îsal meha gulanê li Stenbolê ji Weşanên Avestayê hate çap kirin. Ji alîyê din ve, ferhengeka kurmancî-fransî ku berhema KKê ye û 65 000 peyvan li xwe digire, li Parîsê li ber çapê ye.

Bi heman awayî, GXV, encam û berê xwe di kovara VATE de diweşîne. Kovara VATE ku 33 hejmar hatine çap kirin, berê li Stockholmê, ji hejmara 20ê şûnde li Stenbolê tê weşandin. Hemû hejmarên VATEyê dikarin ji ser www.vateonline.se û www.zazaki.net bêne daxistin. Ji alîyê din ve, GXVê, Ferhengê Tirkî-Kirmanckî (zazakî) a 34000 peyv, (238 rûpel) û 34000 peyv Ferhengê Kirmanckî (zazakî)-Tirkî (624 rûpel) bi çapa sêyem sala 2009ê ji weşanên Vate ya li Stenbolê derxist.

Girseya ku her du grupan ji xwe re kiriye armanc, serî pêşîn bispor û aktîvistên ziman, rojnamevan, werger in. Sinifa duyê ya girseya wan, kesên bi riya zimanê profesyonel xwe gihandine wan û bi vî awayî kesên di xebatên koma xwe de bi zimanekî basît bi kar tînin ku ew xwe digihînin wan.

(1) Ev nivîs cara pêşin wek gotarek di Yekemîn Sempozyuma Tunceli-Dersîm (4-6 Çirîya Paşîn 2010) de hatiye pêşkeş kirin.

(2) http://www.zazaki.net/haber/toplumsal-kurt-gruplarindan-zazalara-genel-bir-bakis-291.htm

Bîblîyografya

Akin S. (2007), Intégration graphique des emprunts en langue kurde, in Actes du colloque Ecritures en contact , Université de Paris III-Sorbonne, pp.27-42

Akin S. (2006), L’alphabet kurde adapté aux caractères latins, in L’orthographe en questions Collection DYALANG (sous la dir. R. Honvault-Ducrocq), PURH, pp.321-333

Calvet, L.-J. (1988). Linguistique et colonialisme Paris: Payot. 248

Kaplan, R. B. & Baldauf, R. B. Jr. (1997). Language Planning, from practice to theory , Multilingual Matters, 394 p.

Lezgin R. (2009): “ Toplumsal Kürt Gruplarından Zazalara Genel Bir Bakış”, http://www.zazaki.net/haber/toplumsal-kurt-guruplarindan-zazalara-genel-bir-bakis-292.htm

Matras Y. & Reershemius G. (1991). Standardization beyond the State: the cases if Yiddish, Kurdish and Romani, Standardization of National Languages, Symposium on Language Standardization , Unesco Institute for Education, Hambourg

Nahir, M. (2000). Language planning goals: A classification. Language Problems & Language Planning, 8 (3), 294-327.

Skutnabb-Kangas, Tove & Bucak, Serhat (1994). Killing a mother tongue ? How the Kurds are deprived of linguistic human rights.” In eds, T. Skutnabb-Kangas and R. Phillipson. 347-370

Wardhaugh, R. (2006). An introduction to sociolinguistics . Malden, MA: Blackwell Publishing.

Doç. Dr. Salih Akin: Unîvêrsîteya Rouenê / Fransa

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar