Tebax-îlon 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Xebata qels a sî û pênc saetan

Piştî serketina «çepa piranî» di hilbijartinên giştî yên 1997an de, derbasbûna sî û pênc saetan di gelek qonaxan de pêk hat. 3yê hezîrana 1998an, qanûna çarçove ya Aubry I demdirêjîya qanûnî ya hefteyî ya xebata sî û pênc saetan dîyar dike. Ew şirketan teşwîq dike ku peymanên şaxan muzakere bikin ji bo rêxistinkirina vê kêmkirinê û ji bo şirketên ku bi qasî ji sedî 6ê hêza xwe ya kar kesan wergirin kar sivikkirina kotayeke civakî pêşnîyar dike. Ev qanûn yeke duyemîn jî ferz dike. Ew jî ji bicihanîna rêbazên ji bo tevahîya xebatkaran pêk tê. Ev mecbûrîyeta ji alîyê Partîya Sosyalîst ve hat pêşnîyarkirin û ji alîyê serokwezîr Lionel Jospin ve hat ragihandin, mirovan dixe nava şermê. Jean Gandois, serokê Konseya Neteweyî ya Karsazên Fransî (CNPF), dû re M. Ernest-Antoine Seillière de Laborde, serokê Tevgera Şirketên Fransayê (Medef) -ku di 1998an de şûna CNPFê girt-, bi serhişkî li dij derdikevin.

Sendîkayên karsazan hingê dikevin nava hewldana bicihanîna peymanên şaxan û şirketan ên tesîra qanûnê li ser afirandina kar kêm dikin bi vekirina rêya salanekirina saetên xebatê û tundkirina kar . Qanûna Aubry II bi sedan peymanên di navbera salên 1998 û 2000î de îmzekirî, yên kêmkirina qelsbûyî ya saetên xebatê sererast dikin (RTT), bêî şertê wergirtina kar û bi hesabkirineke nebaş ji bo xebatkaran, dixe merîyetê. «Qanûna Aubry II pîvana xebatê ya di 1998an de dîyarkirî -demajoyeke qanûnî ya salane 1 600 saetan- piştrast dike, lê belê awayê hesabkirina wê diguherîne. Kêmkirina saetên kar êdî ne li gorî awayê hesabkirina wextê karê sabît tê pêkanîn: ji ber vê yekê bêhnvedan an demên gerûgeştê an jî yên lixwekirina kincan ku berê dihatin hesibandin, wê êdî ji saetên kar werin daxistin, ev jî çapa kêmkirinê hindik dike. () Wekî din, sivikkirina sazûmanîyî ya destekên civakî ji bo hemû şirketên ku wextê wan ê kolektîf ne zêdetirî sî û pênc saet e, tê tedarîkkirin», li gorî analîzên Pierre Larrouturou û Dominique Méda.(1) Ji bilî vê, gelek şirket pêvajoya kêm zêde hijdeh mehan, meaşan dicemidînin û piranîya rayedaran bi afirandina «paketên rojane» re yekser ji sîstemê derketin. Ev manewra gelek zehmetîyên di wextê xwe de bûn bela serê xebatkaran û herweha hêrsa ji ber dijberîya li hemberî vê veguherîna bingehîn a civakê peyde bû, têra xwe îzah dikin.

Bi tevahî, di vê navberê de, derbasbûna sî û pênc saetan hişt ku bi qasî 350 000 kar bên afirandin. «Qanûnên Aubry salane bûn sedemê lêçûneke bi qasî 2 mîlyar ewro li ser şirketan û 2,5 mîlyar ewro jî li ser rêveberîyên gelemperî, ango hinek zêdetirî 12800 ewro ji bo her karê afirandî, nîsbet bi tazmînata net a navînî ya bêkarekî, ku di 2011an de salane wê bigihîşta heta 12744 ewroyî. Ev sîyaseta ji salên 1970yî ve hatîye birêvebirin, ji bo îstîhdamê ya herî bi tesîr û herî erzan e», wisa dest nîşan dikin her du parlementer Thierry Benoît û Barbara Romagnan di raporeke rapirsîna parlementerîyê ya têkildarî tesîra global a kêmkirina tedrîcî ya saetên kar de.(2)

Tevî gelek kemûkurîyên xwe, qanûnên Aubry bi awayekî giştî rewşa xebatkaran û nexasim jî ya jinan baş kirîye. Ji ber ku wan hişt ku zilam karibin zêdetir bi karûbarên rojane ve mijûl bibin, bo nimûne bi zarokan ve. Rapirsîneke li dawîya serdema serokezîrîya M. Jospin pêk hat, herweha nîşan dide ku kesên ji RTTê sûd wergirtin di çarçoveya qanûna pêşî ya Aubry de piranîya wan memnûn bûn û di çawanîya jîyana xwe de başbûnek didîtin.(3) Tu lêkolînek li gel vê yekê derfetê nade ku mirov bizane ka çiqas bû tesîra van tedbîran li ser emîsyonên gaza serayê, ku hingê pir kêm dibûn sedemê endîşeyan.

Hem di asta welêt hem jî ya şirketan de, dengeya hêzê di navbera sendîkayan û karsazan de ji alîyê huqûqa kar ve hertim bûye sedemê livûtevgereke hem ber bi pêş hem jî ber bi baş ve. Bi nimûneya Rexroth, hilberînera pompeyên motoran ku, di 1998an de, derbasî ne sî û pênc lê sî û du saetan bû: «Em yekane sendîka bûn bi rêjeya sendîkabûna zêdetirî ji sedî 40î, bi van gotinan şahidîyê dike M. Alain Goudjil, hevserokê CGT Bosch Rexroth Vénissieux. Me bi vî awayî sûd wergirt ji qanûna Aubry I û vê derfeta muzakereya derbasbûna sî û neh saetên ku sî û du saetên wê bi pere bûn. Li hemberî vê yekê, pêvajoya sê salan meaş nehatin zêdekirin. Vê yekê hişt ku li nêzî şeş sed xebatkaran bi qasî çil kesên nû werin zêdekirin, bi giştî jî di qada hilberînê de. Li servîsên destekê (lojîstîk, kalîte, û hwd.), ku xebatkarên nû nehatin zêdekirin, barê kar hinek giran bû. Beramberî vê yekê, rêveber û teknîsyenên di karên paketên rojane de karîn heta bîst û sê rojên RTTê bi dest bixin. Bi saya sî û du saetan, ji bo xebatkaran me asteke rihetîyê pêk anî. Patron jî biçûkên xwe ji nû ve li vir peyde kirin; wî got ku ev yek ji bo wî bi qezenc e».

Lê belê şirketa ku ji 2001ê ve ketîye nava grûpa Bosch ku şaxekî Medefê ye, li ser pirsgirêkê hema hema tu agahîyan ranagihîne: «Sî û pênc saet dimînin weki mijareke hasas, behsa wê jî nayê kirin, weki ku M. Goudjil dibêje. Karbidest li benda firsetê ne, firseta kêmbûna falîyetan an jî krîzekê, eynî mîna 2008an, ji bo li ser mijarê biaxivin. Veguherîna muwzûata kar wisa kirîye ku dengeya hêzan êdî ne di lehê xebatkaran de be. Li cem Rexrothê, em hê jî dikarin giranîyekê çêkin. Lê belê, li deverên din, ev yek pir zehmet e. Berê, gava sendîkayan digot “na”, karsaz nikaribû peymanên xwe bicih bianîyana. Ji 2008an ve, ji bo qanûnên têkildarî temsîlkarîyê, El-Khomri, Macron I û II…, xebatkar bibêjin “erê”, “na” an bêalî jî dimînin, ev yek tiştekî naguherîne. Karsaz dikare bi awayekî yekalî biryaran bide».

C.L.

Wergera jı fransi: Baran Nebar

__________

1)  Pierre Larrouturou û Dominique Méda, Einstein mafdar bû. Divê saetên kar bên kêmkirin, Les Éditions de l’Atelier, Ivry-sur-Seine, 2016.

2)  Barbara Romagnan û Thierry Benoît, « Rapora li ser navê komîsyona rapirsîna li ser tesîra civakî, aborî û diravî ya kêmkirina hêdî hêdî saetên kar», Meclîsa neteweyî, Parîs, 9 kanûna pêşîn 2014.

3) Marc-Antoine Estrade, Dominique Méda û Renaud Orain, «Encamên sereke yên rapirsîna RTT û awayên jîyanê», belgeya lêkolînê, Rêveberîya zindîkirina lêgerîn, lêkolîn û statîstîkan, Paris, gulan 2002.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar