Hezîran 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Xebata kêmtir ji bo qirêjkirina hindiktir

Kêmkirina saetên kar di bernameyên rêxistinên pêşverû de bi awayekî berbiçav xuya dike. Misogerîya rizgarker a parvekirineke baştir a kar û dewlemendîyê, wê herweha bibe zemîna kêmkirina emîsyona gaza sera. Lê belê ev bergeha zêde wêrek a siberojê, bi tesîra vekişandina pêşnîyara hefteyê bîst û heşt saet kar bi navgîna peymana welatîyan, hê jî ditirsîne.

 

“Dema em rêzê ji edaleta civakî re digirin em çawa dikarin emîsyonên gaza sera ji niha heta sala 2030î herî hindik daxin ji sedî 40ê asta wê ya sala 1990î?» Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, peymana welatîbûnê ya avhewayê (CCC) ji bo qonaxa pêşî kêmkirineke dema kar a heta bîst û heşt saetan di hefteyê de danîbû ber xwe. Lê belê di hezîrana 2020î de vê fikrê cih negirt li nava 149 pêşnîyarên radestî serokkomar hatin kirin, pêşnîyarên ku dû re ji alîyê hikûmet û parlementoyê ve bi radeyeke mezin hatin qelskirin. Li dema dengdayînê ji sedî 65ê endamên CCCyê -bi awayê peşkê- ew red kirin ji tirsa destpêkirina gotûbêjeke civakî û ji ber şika wan a ji tesîrên rasterast ên li ser emîsyonên gaza sera: «Ev ji emîsyonên gaza sera bêhtir pirsgirêkeke halxweşîya li kar û guherîna civakî ye», bi şiroveya Mme Mélanie Blanchetot, endama CCCyê.

Li gel vê yekê, pirsgirêk hêjayî ponijîneke cidî ye, wekî ku gelek xebat vê yekê nîşan didin. Analîzeke berî demeke nêz a lêkolînên li ser mijarê nîşan didin ku di navbera wextê me yê kar û şopa me ya ekolojîk de girêdaneke xurt heye. Analîst dîsa jî texmîn dikin ku kêmbûna daneyan û hejmareke mezin faktorên din ên pêwist e li ber çavan bên girtin, li pêşîya dîyarkirina reqemên zelal asteng in.(1) Di 2007an de, du aborîzanên amerîkî jixwe tesbît kiribûn ku, eger Dewletên Yekbûyî derbasê wextê xebata navîn a Yekîtîya Ewropî bibûna (panzdeh welat di wê serdemê de), wê ji sedî 18 ji lêçûna enerjîyê teserûf bikirana. Di rewşa berevajî de, eger Yekîtîya Ewropî xwe bida ber rîtma Dewletên Yekbûyî, lêçûna wê dê ji sedî 25 zêde bibûya.(2) Di 2018an de, lêkolîneke din nîşan dida ku, li DYAyê, ji sedî yekê wextê kar ê zêde dibû sedemê zêdebûna ji sedî 0,65 heta 0,67 emîsyonên gaza sera.(3) Lêkolîn gihîşt encama rastbûna xebatên swêdî yên li gorî wan kêmkirina ji sedî yek wextê kar, wê bi xwe re bi navgîna karên malê ji sedî 0,80 emîsyon kêm bikirana.(4)

Evên herî hindik dixebitin û xwedî hatineke herî hindik in, xwedî şopa herî qels a karbonê ne. Gelo ev tê wateya ku pêdivî bi xizanîyeke global heye? «Eger mirov xwediyê zêdetir wextî bin, tndîya hawîrdorî ya berxwarinê wê qelstir bibe. Bi hilberîna hindiktir di berdêla wextê zêdetir de, mirov bi awayekî din refahê ji nû ve diafirîne», li gorî nirxandina François-Xavier Devetter, aborîzanê li zanîngeha Lille. Wextê serbestkirî destûrê dide cureyekî din ê zengînbûnê bi navgîna gelek faalîyetên ku mirov dikare bi xwe pêk bîne li şûna ku xizmetekê bike: xwarin çêkirin, xebatên nava malê, dîrûtin, karkirina li baxçe, tamîrkirina erebe an jî bîsîklêta xwe û hwd.

Bivênevê eger em dixwazin rê li pêşîya tofaneke avhewayê bigirin,(5) kêmkirina emîsyonên gaza sera hertim dertê hemberî girêdankeke xurt a navbera van û hilberîna mal û xizmetan, bi serfkirina enerjîya ku têde heye. Guheztina enerjîyên jêdera fosîl bi yên din re, herweha başkirina hilberîna enerjîyê, wê bi qasî pêwist tesîra aborîyên pîşesazîyê li ser hawîrdorê kêm nekin û jihevqetîna navbera mezinbûna aborî û emîsyonên gaza sera wekî efsaneyek mîtolojîk wê hebûna xwe bidomîne. Beramberî vê yekê, girêdanka navbera zêdebûna refahê û ya hilberînê -wekî ku îro tê pîvandin– dikare bişkê.

Çavkanîya her dewlemendîyeke birra, xebat levyeya bingehîn a veguherînên mijara gotinê pêk tîne. Ew neynika rêxistinên civaka me ye û herweha nirxê ku em didin tiştên em hildiberînin jî -ji alîyê madî û civakî ve- dîsa ew e. Gelek aborîzan, ên wekî Jean Gadrey îdîa dikin ku, fikirîna li civakeke piştî mezinbûnê, ku têde nîşandêr wê êdî ne girêdayî hecma hilberînê, lê belê girêdayî pêwistîyên civakên têrbûyî bin.(6) «Pejirandina nîşandêrên din dîsa bi bicihkirina hilberînê li nava sînorên bi taybetî hawîrdorî, dihêle ku li şûna dîktatorîya mezinbûnê tetmînbûna pêdivîyên civakî di çarçoveya rêzgirtina mîrasa xwezayî û ahenga civakî de cih bigire», wisa dinivîse civakzan Dominique Méda.(7) Pirsgirêk ew e ka kîjan hilberîn divê werin kêmkirin, heta ji holê werin rakirin û kîjan divê bên ragirtin. Girîngîya mezin a ferzkirina tercîhan li civakê jî ji vir tê.

Kêmkirina saetên xebatê di dîroka hemdem de wekî yek ji pêşketinên herî mezin ên mirovahîyê tê destnîşankirin.  Remza têkoşînên karkeran, fetha sîyasî û sendîkayî ya dema serbest wekî gengaz û realîst derdikeve pêşîya me. Li Fransayê, hejmara saetên kar ji destpêka serdema pîşesazîyî ve di pratîkê de nîva-nîv daketîye: di 1831î de ku kêmzêde 3041 saet bû di 2019an de daketîye 1613 saetî(8) Welatên din, ên wekî Almanya, Hollanda an jî Norweçê ev hejmar hê jî kêmtir kirine.

Sererastkirina pêşî ya neteweyî, qanûna 1841 xebata zarokên li bin 8 salî qedexe dike û ya yên li bin 13 salî bi sînor dike. Dûre hêdî hêdî, di sala 1959an de xebata kesên heta 16 salî qedexe dibe gava ku dibistan dibe mecbûrî. Roja xebatê di 1848an de bi dwanzdeh saetan sabîtkirî ye, dûre di 1900î de dadikeve yanzdeh, di 1919an de jî dibe heşt saet. Di 1900î de, hefteya qanûnî ji 70 saetî pêk tê, dû re ew bi rêkûpêkî kêm dibe heta ku dikeve çil saetî bi Enîya Gel re, paşî jî dibe sî û neh saet li pey hilbijartina François Mitterrand di 1981ê de û dawîya dawî jî di sala 2000î de xebata sî û pênc saet dikeve dewrê. Piştî ku di 1906an de roja pêşî ya bêhnevedanê tê bidestxistin, rojên tahtîla bi pere hatin qezenckirin, heta ku êdî di 1982yan de ev wext gihîşt pênc hefteyî.

Îro, sendîkayên pêşverû, partîyên çep û hawîrparêz di bernameyên xwe de kêmkirina nû ya wextê kar diparêzin. Di gulana 2020î de, bi qasî bîst rêxistinên kedkaran û komeleyên hawîrparêz bi pêşengîya Komeleya ji bo Başkirina Karûbarên Fînansî û Aksîyona Welatîyan (Attac), Konfederasyona Gelemperî ya Kedê (CGT) û Greenpeacê «plana derketina ji krîzê» weşand. Ev plan «kêmkirin û parvekirina dema xebatê», bi wextê referansa «di hefteyê de sî û du saet, bêyî kêmkirina ji maeş û nermkirina hilberînê» dide ber xwe. Parvekirina kar tê wateya awayekî têkoşîna li dijî bêkarîyê, lê belê herweha li dijî îstîxdama nemisoger. Ji ber ku, bi awayekî fiîlî û bêyî ku bê gotin, hin karsaz jî hertim bi xwestina zêdekirina nermbûnê, nexasim jî ji bo ferzkirina karê nîv dem an jî ji kar avêtina xebatkarên bi temen, bi şêwaza xwe kêmkirina saetên kar organîze dikin.

Bi armanca pêşîgirtina li xitimîna aborîyê ya girêdayî krîza tendirustîyê û herweha ji bo veguherandina li qezenca vê rewşa dihat payîn, pirsgirêka parvekirnê dîsa tê rojevê. Ji ber ku, eger demajoya qanûnî ya kar bi sî û pênc saetan sabîtkirî be jî, piranîya fransîyan hê jî ji vî wextî zêdetir kar dikin. Di 2018an de, xebatkarên bi dema tam kar dikirin, wextê wan ê xebatê hefteyê 40,5 saet bû. Ev wext tenê ji bo karmendan hefteyê 39,1 saet bû.(9) Baş e îca rêveber ên ku nêzî nîvê wan di nava «paketên rojane» de ne, bi xebata 46,6 saet di heftîyê de?(10) Ev îşaret na ya têkçûna sî û pênc saetan, lê ya xebatkarîya wan a qels e. (binêrin li nivîsa çarçovekirî ya li hember).

Bi dehan sal e, dijberîya îdeolojîk a li hemberî parvekirina kar li realîteyeke bêhempa diqelibe: hejmara kedkaran ji hejmara karê guncaw zûtir mezin dibe. Pêvajoya serdema 1980-1989, hecma giştî ya saetên xebitandî 38,5 mîlyar bû salane, bi 24,7 mîlyon kesên aktîf ên xebatê. Ji 2010î heta 2019an, hejmara saetên xebitandî digihîşt 41,9 mîlyarî salane, ango zêdebûneke ji sedî 7,9 mijara gotinê bû beramberî hilkişîna heta ji sedî 29,4 a kesên dixebitîn, ango mezinbûneke ji sedî 15,7.11 Yanê em li nava civakeke ku têde kar pir xirab tê parvekirin dijîn. Hejmar her kêm dibe ya xebatkaran, bi xwe re hejmara saetên kar û ya bêkaran zêde dike.

Eger kêmkirina saetên xebatê dikaribe bibe bersivek ji bo bêserûberbûna avhewayê, ev yek wê zirarê nede îstîxdamê. Berevajî! Li gorî encamên gelek lêkolînên hatine kirin, veguherîna civakên me di çarçoveya veguherîna enerjîyê de wê bihêle hejmareke mezin kar bên afirandin(12): du milyon kes li gorî Jean Gadrey, ku meslekên têkildarî refaha civakê jî tevlî lêkolînê dike.(13) Lê belê, senaryo çi dibe bila bibe, ev yek wê têra dagirtina valahîya heyî neke. Bi tevlîkirina kategorîyên A, B, C, D (kesên bê kar an jî yên xebatên wan hatine kêmkirin, yên di lêgerînê de ne an jî na), bi qasî 5,7 mîlyon bêkar hene û di nava van hejmaran de kesên ji kar hatine dûrxistin nehatine hesibandin. Baştir parvekirina kar û nirxê ku diafirîne wê hertim pêwist be.

Eger em dixwazin hilberînê kêm bikin, nexasim dema ew gaza sera zêde çê dike, divê em giranîyê bidin hilberînerîya saetî ya xebatkaran. Kêmkirina saetên kar hema hema hertim dibe sedemê başbûna hilberînerîyê, ku ev jî eleqeya ji bo bersivandina pirsa avhewayê kêm dike û ji ber vê yekê, jixwe ne pêwist e were behskirin ji têrtijebûna xebatê ku gelek kes bi salane tûşî wê tên. Piranîya rêveberên şirketan ên saetên kar an jî hejmara rojên xebatê kêm kirin, xwe dîsa li wir dibînin û vê yekê bi giranî ji bo tengasîyên aborî dikin.

Şirketa Yprema ya di veanîna kelûpelan a karûbarên gelemperî de pisporbûyî, di 1997an de ev tercîha han kir, gava qanûna Robien a têkildarî sererastkirina saetên kar, a salek berê pêşkêşî dengdanê hat kirin, pêkanîna peymanên têkildarî kêmkirineke destekê pêşnîyar kir. Sekretera giştî ya Ypremayê Mme Susana Mendes weha behsa wê demê dike: «Ev firsetek bû ji bo destpêkirinê. Ji ber vê yekê, ji bo em sî û pênc saetan çêkin me vebijarka çar roj tercîh kir. Vebijarka din xistina kar a ji sedî 10ê hêza xebatê bû. Em 42 karmend bûn û di pêvajoya sala 1998an de, em gihîştin 50yî. Ji bo têkoşîna li dijî zehmetîyan, me hêvî dikir ku karmend hindiktir biwestin, bi bêhnvedana sê rojan ji bo çar rojên xebatê, lê belê herweha me hêvî dikir makîne jî zehftir bixebitin. Vê yekê hişt ku em demeke dirêjtir vekirî bin û heftîyê ji sî û neh saetan derbasî çil û sê saetên hilberînê bibin. Me hilberînerîya xwe bi giştî zêde kir».

Heman tesbît bi ceribandinên ji alîyê Microsoftê ve li Japonyayê an jî ji alîyê Perpetual Guardianê ve li Zelanda Nû mijara gotinê ne. «Hedefa me pîvandina performansa ne ya li ser demê», lê li ser hilbarînê ye, wisa îfade dike M. Nick Bangs, serokê Unilever a li Zelanda Nû, ku di kanûna paşîn a 2020î de derbasî hefteya çar rojên kar   bûye.(14) Li Fransayê, 25ê kanûna paşîn a 2021ê, li dijî her bendewarîyeke di çarçoveya krîza tendirustî û bangên gelek wezîran ên ji bo karkirina zêdetir de, karmendên şirketa LDLCê derbasî sî û du saetên li ser çar rojan bûn, bêyî kêmbûna meaş. Avakarê grûpa bazirganîya kelûpelên înformatîk M. Laurent de la Clergerie ku pêşengîya vê yekê kir, tercîha xwe weha îzah dike: «Ji bilî deverên ku em lê nikarin leza xwe zêde bikin, bo nimûne gava divê paket werin amadekirin, ez difikirim ku gelek kar hene ku li ser wan mimkin e heman tişt di demeke kintir de were çêkirin, bêyî wergirtina karkerên nû. Min hesabên xwe kirin; ez îqna bûm ku ez ê bi ser kevim. Gava karmendek bextîyar be, mişterî jî zêdetir bextîyar e». Mme Mathilde Pommier, wezîfedara têkilîyên «kirînê» li cem LDLCê, lêkolînên li ser mijarê piştrast dike: «Dema mirov zêdetir bêhna xwe vedidin, baştir jî dixebitin».

Ji şoreşa pîşesazîyî û vir ve, hilberînerîya saetî ya fransîyan bê navber zêde bû. Veguherîna herî awarte di serdema 1949-1973an de pêk tê, bi % 5  mezinbûna salane. Leza mezinbûna ji salên 1990î ve dadikeve û niha êdî nadîren % 1,5 derbas dibe. Lê belê, ma hilberînerî dikare heta hetayî bênavber bidome? Û gelo ev yek nabe rîskek ji bo zêdekirina têrtijebûna xebatê jî? Gelek pêşnîyar ji bo çareserkirina van her du pirsgirêkan tên kirin. «Bi karên baştir parvekirî, demajoyên kintir û muhtemelen têrtijebûneke kar a qelstir, mirov dikare bibe xwedî hecmeke kar a hem baştir were parvekirin hem jî kêmtir zirarê bide hawîrdor]», li gorî texmîna Devetter. Hedef wê ew be ku mirov refahê bi dest bixe û êdî nirxê pîyaseyê yê hilberînê li ber çavan negire. Ev rê wê bihêle ku bi rastî jî kêmkirineke hilberîna madî pêk were bêyî zirardayîna refaha civakê. Lê belê ji bo vê yekê pêwistî bi tercîheke birra ya civakê û gotûbêjeke kolektîf heye.

«Eger wextê min hebe, ezê herim seferê …», bi van gotinan dijberîya xwe dianî ziman endamekî CCCê di dema gotûbêja li ser fikrê derbasbûna bîst û heşt saetî de. Gelek kes bi rastî ditirsin ku, bi dema îlawe û heman meaşî re, mirov zêdetir mesrefê bikin û ji ber vê yekê jî avhewayê gemarî bikin. Li vir rîskeke pîvandina wê zehmet mijara gotinê ye. Rapirsînên civaknasî ên piştî derbasbûna sî û pênc saetan ji bo Darcs pêk hatin, nîşan didan ku wextê qezenckirî bi giştî bi kêrî mijûlbûna bi zarokan ve dihat, bo nimûne wext ji dêûbavên zarokan re dima di dersê wan ê malê de alîkarîyê bi wan re bikin an jî bi mamosteyên wan re hevdîtinan bikin. Wekî din, yên herî zêde avhewayê qirêj dikin, kesên herî zengîn in. Li gorî lêkolîneke di 2020î de hat weşandin, ji sedî 10ê herî zengîn ji sedî 10ê herî xizan 2,2 heta 2,8 caran zêdetir gaza sera belav dikin.(15) Lê belê modela me ya civakî vê îsrafa zêde, vê hesta têrkirina hemû dilbijîyên xwe, wekî îspata serketinê dertîne pêş. Ji ber vê yekê, guherîna çandî ye ya ku pêwist xuya dike ji bo serketina bi hev re a hilberîna hindiktir, li gorî Devetter: «Divê ji alîyekî ve saetên kar bên daxistin ji bo başkirina parvekirinê û ji alîyê din ve mezinbûn were normalîzekirin, heta zêdekirina hilberînê ji holê were rakirin, bi veguhezandina wê ya ne wekî meaş lê wekî wextê serbest. Û ev giş dikarin werin qebûlkirin eger em baş balê bikşînin ser tiştê em qezenc dikin -dem- nîsbet bi tiştên em winda dikin: îsrafeke ku ewçend jî ne hemwateya kêfê û bextîyarîyê ye».

«Du fezîletên kêmkirina wextê kar hene, ku tu ji endamê aborîzanên bi fikar Jean-Marie Harribey bipirsî.(16) Ya pêşî: îstîxdamkirina gelek bêkaran bêyî xwegirtina li mezinbûneke sergêjker. Û ya duyem jî, bi awayekî potansîyel: vekirina hêzeke din a xeyala refaha mirovî. Gelo divê mirov hertim bixebite ji bo îsrafkirina zêdetir, an jî kêmtir bixebite ji bo ku hemû kes karibin bixebitin -hemû kesên ku dixwazin- û tiştekî din bike?» Kêmkirina wextê kar dibe gava pêşî ya dihêle sînorê îsrafê û hilberînê bigihîje asteke dikare were qebûlkirin. Ev dikare bibe levyeyek ji bo guherîneke zihnîyetê û civakê, bi tevkarîya veguhezandina enerjîyê û herweha destekdayîna parvekirina kar.

Li gel vê yekê, li Fransayê, kêmkirina saetên xebatê hê jî mijareke pêşhikim û pêkenokan e. Îcar, hefteya bîst û heşt saet a ji alîyê CCCê ve pêşnîyarkirî? Di hezîrana 2020î de serokê alîkar ê Tevgera şirketên Fransayê (Medef), M. Patrick Martin li ser mijarê ev nirxandin dikir: «Ew potikekî sor, xwekujîyeke aborî û civakî bû. Ew hat tahlîyekirin». Wezîrê aborîyê Bruno Le Maire jî li ser RMCê roja 4ê kanûna pêşîn a 2020î hêrsa xwe weha dianî ziman: «Ji bo min, sî û pênc saet şaşîyek bû. () Pirsgirêka birra ya stratejîk a fransî, hecma me ya giştî ya kar e, ji ber vê yekê ew e zengînîya em diafirînin, ew e refaha me gişan. Divê herkes zêdetir bixebite (), [divê] hilberîne bi awayekî kolektîf û zêdetir». Di raporeke Enstîtûya Montaigne a di gulana 2020î de weşandî, aborîzan Bertrand Martinot jî weha dinivîsand: «Xwezaya kûr a krîzê () herweha wergirtina tedbîrên zexim ên desteka ji bo erzê ferz dike. Bi gotineke din, karkirina zêdetir û mezinkirina hecma hilberînerîya giştî divê bibin hedefên navendî yên sîyaseta aborî ya salên bên». Ji her alîyî ve bayê lîberal dîsa zingînîyê dike.

Endamekî din ê aborîzanên bi kar Michel Husson jî vê analîzê dike: «Ev argumana îro ye: “Me ji sedî 10ê faalîyetan winda kir, ne wextê kêmkirina saetên kar e”. Lê belê, wextê kar ê navînî hersal kêm dibe. Kêmkirin an di asta ferdî an jî ya giştî de pêk tê». Beşeke mezin a karsazan jî ne li pey kêmkirina wextê kar, lê belê li pey parçekirina wî ne. Para karê qismî di pratîkê de ji 1980î ve hema hema du qat zêde bûye û di 2019an de tesîr li ji sedî 18,4ê karmendan kirîye,(17) tevî ku afirandina statuyên bêewle, bo nimûne meslekên serbest, dihêle ku bêyî berpirsîyarî ji derve xizmet bên wergirtin. Encam: newekhevîyên zêde bûne, zemîneke mukemel a hilberînê ji bo sorkirina tirsa bêkarîyê û muzakerekirina ji bo kêmkirina tevahîya mafên xebatkaran.

Almanya û hê zêdetir jî Hollanda ji bo daxistina rêjeya bêkarîyê gelek serî li xebata nîvdemî didin. Bi rêzê, ev welat ji sedî 22 û ji sedî 37 bi xebata nîvdemî radibin û rêjeya bêkarîyê li cem wan du caran li ya Fransayê kêmtir e. Lê belê encamên xerab ên van pratîkan li ser kedkaran gelek caran xwe nîşan didin û dibin sedemê kûrbûna newekhevîyên navbera jinan û mêran, jixwe ku ev yek li Almanyayê bi hatina «mînîjoban-karên biçûçik» û zêdebûna xizanîyê re jî hat dîtin.(18)

Kêmkirina saetên kar dibe sedemê hin tirsan jî: evê malîyeta kedê bilind bike, hilberînerîyê kêm bike, «nirxê kedê» tune bike… Bêserûberî û devjêberdanên derbasbûna sî û pênc saetan şop li pey xwe hiştin û bûn sedemê vebûna qulûqewareke ku têde rasta sîyasî û gelek şîrovekarên nêzî karsazan bicih bûn. «Hêsankar» li gel Missions gelemperî û navbeynkar li nava CCCyê, M. Erwan Dagorne jî vê nirxandinê dike: «Ev tedbîr ew e ku bûye sedemê windakirina wextê herî zêde, bi gotûbêja li gel 150 kesî [yanê tevahîya CCCê]. Her cara ku mijar bi awayekî kolektîf bi 30 an jî heta bigihîje 150 kesî re dihat gotûbêjkirin di dema dengdanê de, nêrînên pir xurt derdiketin holê. Hin ji wan germ dibûn bi bîranîna sî û pênc saetan û bicihanîna wan. Ew difikirîn ku ev mijareke “xefik û xapînok” bû û wê derbasbûna wê ya nava civakê pir zehmet be. Bi awayekî stratejîk, wan nedixwest bêbawerîyekê biafirînin li hemberî peymanê bi derxistina wê ber bi pêş ve». Endamê grûpa «hilberîn û xebatkirinê» û pêşengê tedbîrê, M. Rémy D. jî heman tirs dest nîşan kirin: «Tiştê pêşî ku mirov ditirsandin, bîranîna sî û pênc saetan bû. Frênê duyem jî ev bû: “wê berteka mirovan çi be eger wextê wan ê serbest zêde be? Gelo ewê avhewayê zêdetir qirêj nekin?” Lê belê ji bo min, ew tedbîr a herî zêde guherîn û edaleta civakî lêbarkirî bû».

Şewba cîhanê Covid-19 rîskên kêmbûna pêşbînîyê raxistin pêş çavan. Ji bo xwedûrgirtina ji tesîrên nebaş ên xirabûna avhewayê, wext e ku çareserîyên bi feyde ên het ji dest bê zêde werin destnîşankirin. Fikirîna di çarçoveya dîrokî ya bîst û heşt saetan de -pêşnîyareke şokê ji bo hejandina hişan- dihêle ku mirov bi awayekî din hûr bibe li ser tevngirêdan û parvekirina kar, li ser nirxandina têkilîya me ya bi hilberînê re û herweha eşkerekirina sirên mezinbûnê re. Zarûrîyeta kêmkirina gaza sera bi xwe re wekî din bi awayê lezgîn pirseke birra ya civakê tîne: gelo em amade ne ji bo karkirin, hilberîn û kêmtir îsrafkirinê da ku em karibin bi hevre bi awayekî adiltir bijîn?

* Rojnamevan.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

__________

1) Miklós Antal et al., «Is working less really good for the environment? A systematic review of the empirical evidence for resource use, greenhouse gas emissions and the ecological footprint», Environmental Research Letters, vol. 16, n° 1, Bristol, kanûna paşîn 2021.

2) David Rosnick et Mark Weisbrot, «Are shorter work hours good for the environment ? A comparison of US and European energy consumption», International Journal of Health Services, vol. 37, n° 3, Newbury Park (Californie), tîrmeh 2007.

3) Jared B. Fitzgerald, Juliet B. Schor et Andrew K. Jorgenson, «Working hours and carbon dioxide emissions in the United States, 2007-2013», Social Forces, vol. 96, n° 4, Oxford, hezîran 2018.

4) Jonas Nässén et Jörgen Larsson, «Would shorter working time reduce greenhouse gas emissions? An analysis of time use and consumption in Swedish households», Environment and Planning C: Government and Policy, vol. 33, n° 4, Thousand Oaks (Californie), tebax 2015.

5) Binêrin li dosyaya me ya «Mirov çawa dikare pêşî li kaosa avhewayî bigire?», Le Monde diplomatique, çirîya paşîn 2015.

6) Lire Jean Gadrey, «Ramanên wergirtî: “Mezinbûn, refah e”», Pirtûkoka aborîya krîtîk, hejmara taybetî ya Le Monde diplomatique, 2016.

7) Dominique Méda, «Îstîxdam û kar di serdemeke piştî geşedanê de», di bernameya Isabelle Cassiers, Kevin Maréchal û Dominique Méda de (li bin rêveberîya), Ber bi civakeke piştî geşedanê. Entegrekirina reqabetên avhewayî, aborî û civakî, L’Aube, La Tour d’Aigues, 2017.

8) Olivier Marchand û Claude Thélot, Kar, li Fransayê, 1800-2000, Nathan, coll. «Ceribandin û Lêkolîn», Paris, 1997; rapirsînên «Îstîxdama berdewam», Ensîtûya Neteweyî ya Statîstîk û Vekolînên Aborî (Insee), Paris.

9)Rapirsînên salane yên li ser «Îstîxdamê», 1990-2002, û «Îstîxdama berdewam», Insee.

10) «Xebatkarên li gorî rêjeya sabît a salane bi yewmîye kar dikin», Dares Analyses, n° 48, Paris, tîrmeh 2015. «Paketa rojane» xwe dispêre hesabê dema kar li ser hejmara rojên di salekê de (herî zêde 218), li şûna saetên di hefteyekê de. Meaş ne girêdayî hejmara saetên dagirtî ye.

11) Hesapkirina li gorî statîstîka neteweyî, Insee, 2020

12) Philippe Quirion, «Tesîra net a îstîhdama tranzîsyona enerjîyê li Fransayê: analîzeke ketin-derketina senaryoya négaWatt», belgeya kar n°46-2013, Navenda navneteweyî ya lêkoînên li ser hawîrdor û pêşketinê, Paris, nîsan 2013; «Milyonek îstîxdam ji bo avhewayê», platforma îstîxdam-avhewa ya kolektîfeke komeleya (Greenpeace, Attac, Alternatiba, etc.), kanûna pêşîn 2016.

13) Jean Gadrey, «Mirov dikare bi milyonan karên bi feyde bi bergeheke xweragir biafirîne», Rabin ser xwe!, 25 çirîya paşîn 2014, https://blogs.alternatives-economiques.fr

14) Olivier Bénis, «Li Zellandaya Nû, Unilever wê hefteyê, çar rojên kar biceribîne (bi heman meaşî)», France Inter, 2 kanûna pêşîn 2020, www.franceinter.fr

15) Antonin Pottier et al., «Kî CO2 belav dike? Panorama rexneyî ya neyeksanîyên ekolojîk li Fransayê», Revue de l’OFCE, n°169, Paris, çirîya paşîn 2020.

16) Cf. Jean-Marie Harribey, Qula reş a sermayedarîyê, Le Bord de l’eau, Lormont, 2020.

17) Rapirsîna «Îstîhdamê», Insee, 2019.

18) Lire Olivier Cyran, «Dojeha mûcîzeya alman», Le Monde diplomatique, îlon 2017.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
Social media & sharing icons powered by UltimatelySocial