Tebax-îlon 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Waşîngton tovê pevçûnê direşîne bazara ewropî ya gazê

Di dema seredana xwe ya Qesra Sipî de, di tîrmeha 2018an de, birêz Jean-Claude Junckerê ku wê demê serokê Komîsyona Ewropî bû, bi serok Donald Trump re li hev kir. Her du serokan bi hev re ragihandin û gotin:“Me îro biryara bihêzkirina hevkarîya xwe ya stratejîk a di warê enerjîyê de da. Yekîtîya Ewropî dixwaze bêtir gaza xwezayî ya avîkirî ji Dewletên Yekbûyî hawirde bike ku peydekirina xwe cihêreng bike.”(1) Ev yek ne sir bû: berhênerên bakurê Emerîkayê yên gazê li bazarê digerin û Yekîtîya Ewropî ya ku yekem hawirdekera cîhanî ye, ji bo wan bikireke îdeal e.

Nakokîya di navbera Rusya û Ûkraynayê de, pirsa xeta borîya gazê ya Nord Stream 2yê, alozîyên li Deryaya Navîn ên li dora kanên petrolê yên Qibrisê hilberîna gaza xwezayî û peydekirina wê, di demeke ku rîskên hawîrdorî her ku diçe bêtir dewletan mijûl dikin de, bi navenda lîstikên jeopolîtîk de dahf dan. Bê guman gaz jî ne çavkanîyeke venûker e, lê ji petrolê yan -nemaze- ji komirê kêmtir qirêjker e. Di heman demê de ew derfeta hilberîneke elektirîkê ya erzan dide ku li gor sedsala paşîn veguhastina wê jî hîn hêsantir e.

Bi derketina holê ya gaza xwezayî ya avîkirî (LNG) re, ku ji hêla tankerên metanê ve tê veguhastin, sektora ku berê yekcar herêmî bû, êdî navneteweyî dike û xwe ji girêdana yekûdu ya di navbera hinardevan û hawirdekarî de azad dike, ku heta niha lûleyên gazê li ser wan ferz dikir.(2) Tevî vê jî, pêvajo bi sadebûna xwe ve dernakeve pêş: gaza ku tê derxistin pêşî bi sarkirinê heya asta -161°C dibe av, bi keștîyê tê veguhastin, paşê ji nû ve dikin gaz. Di nav Yekîtîya Ewropayê de, li dora sih termînalî derfeta van karan didin (li nexşeyê binêre). Her çend ku piranîya hinartina cîhanê bi borîyê pêk bê jî (li hemberî ji % 37ê bi deryayê, ji % 63), navber teng dibe (li hemberî ji % 22yê di 2005an de, ji % 78).

LNGya ku ji gaza bejayî guncawtir e, kelecanê dide alîgirên serbestkirina sektorê. Di gel vê, operator li ser bihayên bazarên cihê cihê (Ewropî, Atlantîk û Pasîfîk) dilîzin û her ku diçe peymanên demkurt, ên ku wekî ”spot” têne zanîn girêdidin, ku derfeta danûstandin rojane bêne kirin didin. Berevajî vê yekê, peymanên bi rîya xeta lûleyê -û herweha beșek ji yên ku LNGyê eleqedar dikin- gelek caran li ser bîst an heta sih salan pêk tên.(3) Lêbelê, xetên lûleyên gazê bi nisbet LNGyê xwedî avantajek mezin a teknîkî ne: bi rîya lûleyan, wendakirina enerjîyê bi ji % 4 an ji % 5an ve tê bisînorkirin, dema ku ew bi gemîyê tê veguhastin, divê em gelek qonaxên veguherînê jî bidin ber çavan (avîkirin, veguhastin, ji nû ve gazkirin, piştra șandina dawîn… bi rîya xeta gazê), ev zîyan dighê heta ji % 10, an jî ji % 15an.

Hilberînerê yekemîn ê gazê yê cîhanê Dewletên Yekbûyî, bi nisbet berî niha bi pazdeh salan, hilberîna xwe ji % 88ê bêtir kirîye, tevî ku Rûsya ya xwe rawestandîye û Ewropayê jî ya xwe daxistîye nêvî. Sedem? Di destpêka salên 2000î de, vedîtina gaza ”nepeymanî”, ku ji bin erdê bi teknîka pir qirêj a şikandina hîdrolîkê(4) tê kișandinê ye. Ji 2008an ve, îstismara wê ya xurt bi ”daxwaza serxwebûna enerjîyê ya hikûmeta federal”, ku nemaze bi ”prosedura hiqûqî ya lêgerîn-hilberînê, li Dewletên Yekbûyî ku destûrê dide xwedîyê erdî di heman demê de bibe yê jêrzemînê”(5) hatîye hêsankirin. Bi gotineke din, xwedîyê erdekî ji bo bikaranîna jêrzemîna erdê xwe ne hewceyî destûreke dewletê ye.

Herçend ku Dewletên Yekbûyî piranîya hilberîna xwe xerc dike, kara xwe jî her ku diçe zêde dike. Ji nav sê bazarên mezintirîn ên cîhanê, ya Ewropî wekî ya herî bidohn xuya dike. Waşîngton ji bo kêmkirina bandora Rusyayê ya ji bo dabînkirina gaza Ewropayê zextên curbicur li Brukselê dike. Di tîrmeha 2017an de, birêz Trump veberhênanê li Înisîyatîfa Sê Deryayan (ITM) dike. Di vê forûma ku di sala 2016an de cara yekem civîya, her sal duwanzdeh(6) welatên ku di navbera Deryaya Baltik, Deryaya Reş û Adrîyatîkê de cih digirin digihîne hev da ku “hevkarîya ji bo pêşxistina binesazîyê di sektorên enerjî, veguhastin û dîjitalî(7) de pêşve bibin”. Serokê Amerîkî armanca xwe venaşêre: di bin lezandina Polonyayê de û li dijî nêrîna Almanyayê, xurtkirina dabînkirina bakur-başûrê Ewropayê bi șandina gazê ji termînala LNG li Świnoujście (Polonya) ber bi Ewropaya navîn(8) a mayî de û bi vî rengî xetên gazê yên Rûsî ku ji Rojhilat tên dixin pêșbazîyê.

 

Di navbera 2005 û 2011an de, dema ku gaz neşand ber bi Ewropayê ve, Dewletên Yekbûyî li dijî çêkirina xeta gazê ya Nord Stream 1-ê ku di navbera Rûsya û Almanya de çêbû çi bigre qet derneket. Ya Nord Stream 2-yê ew muselet kirin ku her tiştî bikin da ku pêşî lê were girtin. Lê skandala navneteweyî ya li dor vê borîyê qadeke din a şerê gazê di tarîyê de dihêle. Rûsyaya ku dixwaze di ser Ûkraynayê re, cîrana wê ya ku ji 2014an de, pê re nakokîyên wê hene, derbas bibe, qîma xwe bi tenê bi derbasbûna Nord Streamê nîne. Di 8ê kanûna pașîn a 2020î de, birêz Vladimir Putin bi serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdoğanî re xeta gazê ya Streama Tirkî vekir, ku armanca wê dabînkirina Ewropayê ji başûr de, bi rîya Tirkîyeyê ye. Beşeke din, ku jê re Tesla tê gotin, divê di wexta xwe de pêdivîya Sirbistan, Macaristan, Bulgaristan û Avusturyayê re bi rêvekirina gazê di ser Yûnanistan û Makedonyaya Bakur re, ku jixwe bikir in, tedarik bike.(9) Vê dirêjkirinê dê projeyeke kevnar a Rûsî South Stream, ku xwedî rotayeke weha bû û Moskovayê, di 2014an de, ji ber zexta Bruksel li endamên Yekîtîyê yên hevparê projeyê(10) bûn dev jê berdabû, dîsa bianîya rojevê. Moskovaya ku rûbirûyî astengên bazara Ewropî dibe û dijminahîya rojava ya li hemberî lûleyên Rûsî mezin dibe, kapasîteyên xwe yên hinardekirina LNG pêşve dixe û li Rojhilat vedigere: tuba Hêza Sibîryayê, ku di Kanûna paşîn a 2019an de hate vekirin, dê salê 38 mîlyar m3 bi dirêjîya sîh salî ji Çînê re bişîne.

Li ser Parzemîna Kevn, Dewletên Yekbûyî dizane ku ew dikare li ser hevalbendeke ji Polonyayê jî saxlemtir hesabê xwe bike: ku ew jî dogmatîzma lîberal a Brukselê ye. Bi vebûna sektora pêşbazîyê re, rêveberîya lûleyên gazê êdî ji hêla șîrketên serbixwe ve yên kargêrên xwecihî ve tê kirin, da ku yên dawîyê gaza șîrketekê ya xwe, di rewşeke weha de dernexin pêș. Bi vî awayî, șîrketa rûsî Gazprom, ku gazê çêdike û belav dike û borîyên gazê birêve dibe, ketîye xefika nivîsarên ji hêla Komîsyona Ewropî ve tên amadekirin ku Waşîngton jî piştgirîya wan dike. Bi rastî, çend meh piştî peymana di navbera MM. Juncker û Trumpî de, ji bo dabînkirina gaza amerîkî hate mohrkirin, Parlamentoya Ewropayê bi lezgînî, di 17ê nîsana 2019an de, talîmata gazê ya di sêyemîn pakêta ku Avhewa Enerjîyê de heye, û talîmata gazê ya sala 2009an bi neșterê di ber çav re derbas dike qebûl kir.

Komîsyona Rêkûpêkirina Enerjîyê ya Fransayê dîyar dike ku; “Armanca vê guhertinê, sepandina prensîbên qanûnî yên bingehîn ên Yekîtîyê yên di warê enerjîyê de (xwe gihandina torê ya alîyê sêyemîn, rêzikên bihayî, cihêkirina avahîyên xwedîtîyê, zelalbûn) ne, ku di çarçoveya sînorên xaka Yekîtîyê de, ta bi hemî borîyên gazê ku diçin welatên sêyemîn û ji wan tên bigre nav xwe ye.”(11) Wekî ku şêwirmend Philippe Sébille-Lopez destnîșan dike,”Ev nivîs bi zelalî piştgirîya projeyên îtxalata gazê yên LNGyê, ji Dewletên Yekbûyî yan ji devereke din dike, ku ji vê tevlihevîya burokrasî û rêziknameyîya civatî xilas bibe, ku meriv nikare hemî encamên wê texmîn bike”.(12)

Heta ku ew nikaribe hêvî bike, ku di çarçoveya mezinahîya xwe de, wê li hember pêşbazên xwe yên Rûsî û Norwêcî karibe di berxwe bide, beşdarîya nû ya Amerîkaya Bakur ê nû dê ji qaîdeyên nû yên ji alî Komîsyona Ewropî ve hatine destnîşankirin sûdê werbigirin: ji bo ku “hevkarîya transatlantîk”ê bidome, divê “astengên nepêdivî yên li pêș dayîna lîsansên LNG li Dewletên Yekbûyî bên rakirin da ku hinardekirina amerîkî zû bibe” û bitaybetî jî “șêwirmendîyeke nîzamî pêk bê û çalakîyên danasînê yên rêkûpêk digel kargêrên bazarê bibin ku Dewletên Yekbûyî bibe dabînkerê serekî yê gazê li Ewropayê”.(13)

Ev azwerîya ku ji hêla welatên Ewropaya Navîn ve eșkere tê nîşandan û Bruksel jî piștgirîya wê dike, dîsa jî dikare tûșî hin xefikan bibe. Ji alîyekî ve, îhtimaleke mezin Moskova dê li bendî nemîne heya ku lîstik pêk bên da ku ew jî tevbigere. Heke bihayê LNGya Amerîkî ji yê gaza Rûsî kêmtir (bi ji % 22 cûdahîya ji bo performansa enerjîyê ya wekhev) bê bazarkirin, pêvajoyên avîkirin, veguhastin û ji nû ve gazkirinê yên li pey hev wê șansê wê yê pêșbazîyê kêmtir bikin. Ji bo wê Gazproma ku di dîyarkirina bihayên xwe de bêtir serbest e, ji bo bihêzkirina pozîsyona xwe ya serdest a heyî, “dikare bi taybetî ji bikirên xwe yên Ewropî re bihayên peymanê yên girêdayî bihayê petrolê hinekî kêm bike û ji hin bendên girêdanê dûr bikeve”.(14)

Ji alîyê din ve, daxwaza Ewropî ya curbicurkirina çavkanîyên hawirdeya gazê piştrast dike ku welatên endam dê bi berdewamî gazê dabîn bikin. Lêbelê, Yekîtî divê heya 2030î ji % 20ê emîsyona xwe ya gaza serayê kêm bike û heya 2050 xwe bighîne notirkirina karbonê. Ev armanc veguherînek ber bi enerjîyên, hîdrolîk an nukleerî yên karibin xwe nû bikin ve pêk tîne. Lê, ji qezaya santrala Fukushimayê ya li Japonyayê ya ji 2011an û vir ve, atom nema wekî berê populer e.

Ji ber vê yekê enerjîyên venûker dimînin. Kelecana ku li gel hilperîna wan derdikeve holê carinan bi meriv didin jibîrkirin ku derxistina wan naçar, dibe sedema qirêjkirinê,(15) madenên (kobalt, lîtyûm, zinc, nîkel, aluminyum …) ku bitenê li çend welatan hene (Bolîvya, Brezîlya, Çîn, Kongo Mozambîk…), bi vî rengî bindestîyeke nû diafirîne. Ji ber vê yekê piranîya aborîyê divê di encamê de li ser elektrîkê be, ku ev jî zêdekirina santralên bayê, santralên enerjîyê, xetên voltaja bilind, transformator, kondensator, kilîtên elektrikê û șalterên otomotik ferz dike. Lêbelê, însolatora elektrîkê ya sereke ku niha tê bikaranîn, hekzaflorura kewkurdê (SF6), bandorek serayê 22,800 carî ji karbondîoksîtê bihêztir çêdike. Bikaranîna wê divê ji niha heta sala 2030î ji % 75 zêde bibe(16)

Heke pirbûna çavkanîyên venûker û kêmkirina çavkanîyên enerjîyê yên ku herî zêde gazên serayê derdixin çareserîya herî mantiqî xuya be jî, hevkêşeya ekolojîk bêyî ku meriv li ser daxwazê bilîze dê neyê çareserkirin: ji binî ve guhartina zincîrên hilberîn û mezaxtinê bi enerjîyeke hindik, ji nû ve herêmîkirina hilberîna fabrîkayî û bi dij-warî kêmkirineke piranîya veguhastinê.

* Ekonomist.

Wergera ji fransî:

Yaqûp Karademîr

__________

1) “Déclaration conjointe UE – États-Unis à la suite de la visite du président Juncker à la Maison Blanche / Daxwîyanîya hemdem a YE – Dewletên Yekbûyî piştî seredana Qesra Sipî ya serok Juncker”, Komisyona Ewropî, Bruksel, 25ê tîrmeha 2018an.

2) Gotara “L’Europe énergétique entre concurrence et dépendance / Di navbera girêdayîbûn û pêşbazîyê de enerjîya Ewropayê”, Le Monde diplomatique, çileya pêşîn a 2008an.

3) Mathilde Godard,’’Le GNL : l’énergie fossile de demain? / GNL: enerjîya fosîlî ya pêşeroj’’, Forbes, 23 hezîran 2020, www.forbes.fr

4) Gotara Maxime Robin “Au Dakota du Nord, les vaches perdent leur queue / Li Dakotaya Bakur, mange terîyên xwe winda dikin”, Le Monde diplomatique, tebaxa 2013an.

5) Jean-Pierre Hansen et Jacques Percebois, Énergie. Économie et politiques / Enerjî, Aborî û sîyasetvan, çapa sêyem, De Boeck, Paris, 2019.

6) Awisturya, Bulgaristan, Xirvatistan, Estonîya, Macaristan, Letonya, Lîtwanya, Polonya, Komara Çekî, Slovakya, Slovenîya û Romanya.

7) www.3seas.eu

8) Reuters, 4ê tîrmeha 2017an.

9) “Rencontre Erdoğan-Poutine: nouveau gazoduc, Libye et Syrie sur la table / Hevdîtina Erdoğan-Pûtîn: li ser masê xeta gazê ya nû, Libya û Sûrîye”, Le Figaro (di gel AFP), Paris, 8êkanûna paşîn a 2020î.

10) Jean-Michel Bezat, “Gazoduc South Stream: pourquoi la Russie a décidé de jeter l’éponge / Xeta gazê ya South Stream: çima Rûsyayê biryar da ku destmalê bavêje”, Le Monde, 2yê kanûna pêşîn a 2014an.

11) “Gaz et électricité. Cadre législatif européen / Gaz û elektrik. Çarçoveya qanûnî ya ewropî, Komisyona rêkûpêkirina enerjîyê, 29ê nîsana 2020î, www.cre.fr

12) Philippe Sébille-Lopez, “Le gaz naturel en Europe : quels enjeux énergétiques et géopolitiques? Première partie / Gaza xwezayî li Ewropayê: çi rîskên enerjîyî û sîyasî hene?, Diploweb, 25ê çirîya pêşîn a 2020î, www.diploweb.com

13) Ji alî Philippe Sébille-Lopez ve hatîye veguhastin, “Le gaz naturel en Europe / Gaza xwezayî li Ewropayê, op. cit.

14) Philippe A. Charlez, “Le gaz naturel liquéfié américain pourra-t‑   il concurrencer à terme les marchés gaziers russes? / Gaza xwezayî ya avîkirî ya amerîkî gelo dikare demeke dirêj li bazarên gaza rûsî pêşbazîyê bike?”, La Revue de l’énergie, n° 633, Paris, îlon-çirîya paşîn a 2016an.

15) Lorène Lavocat, “Les minerais : le très noir tableau des énergies vertes / Mîneral: tabloya pir tarî ya enerjîyên kesk”, Reporterre, 29ê çirîya pêşîn a 2020î, https://reporterre.net

16) Hubert Mary, “Quelles alternatives à l’hexafluorure de soufre, le plus puissant gaz à effet de serre utilisé dans l’industrie? / Alternatifên hekzaflorur a kewkurdê, gaza herî bihêz ya serayê ku di pîşesazîyê de bikar tê çi ne?”, L’Usine nouvelle, Antony, 25ê tîrmeha  2020î.

 

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar