Adar 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Vorheriger ArtikelCAZÎBEYA JÊ NEFILITÎNÊ
Nächster ArtikelJI NIHA VE!

VÎRUSA KORONAYÊ DINYA RAWESTAND

COVID-19 wekî derbeke mezin li Ewropayê û dewletên dinê xist, bi taybetî li Îtalya, Spanya, Fransa û Almanya. Hemû sîstemên tendirustî ketin bin metirsîyeke mezin, nikarin hewqas nexweşan derman bikin.

Ji meha çileya pêşî ya 2019an vir de li cîhanê zêdeyî 1.5 milyon (08.04.2020) mirov bi vîrusa koronayê (COVID-19) nexweş ketine û her roj hejmar zêdetir dibe (WHO, 2020). Herweha her roj mirina bi COVID-19 zêdetir dibe û ne dîyar e ev nexweşî dê kengî were rawestandin. Heta niha % 2-3kes ji ber COVID-19 dimirin (Wu, 2020). Vîrusa koronayê nexweşîyeke giran û bi lêz ya pişikê ye (Serve Acute Repiratory Syndrom – SARS-CoV-2) û heta niha jî nayê dermankirin (Yu Chen û 2020).

Ev nexweşî ji mirovan derbasî mirovan dibe. Nexweşên COVID-19 bi taybetî pirsgirêkan di cîger û pişikê de derdixe û bi infeksyonên rîyên nefesê tê nasîn. Ev nexweşî zehmetîyên nîv-giran û gelekî giran di sitandina nefes û hewayê de dikşînin û piranîya ku bi virusê dikevin, bê derman sax dibin. Heta niha lêkolîner û doktor dibêjin ku bi taybetî mirovên kalepîr û mirovên ku nexweşîyên wekî dîyabet, dil, tansîyon, penceşêr, pişik û hwd. hebin di nav rîskeke mezin de ne û gelek ji wan dimirin (WHO, 2020).

COVID-19 wekî derbeke mezin li Ewropayê, DYA û dewletên dinê xist, bi taybetî li Îtalya, Spanya, Fransa û Almanya. Hemû sîstemên tendirustî ketin bin metirsîyeke mezin, nikarin hewqas nexweşan derman bikin. Ji alîyêkî doktor kêm in û nivînênn nexweşan ji bo vê rewşa awarte têr nakin. Lewra, hemû dewlet hewl didin bi rêya îzolasyonê; rawestandina şirket, dibîstan, zanîngeh û sazîyên dinê bikaribin li hember vîrusa koronayê tedbîrekê bigrin da ku belav nebe û bikaribin nexweşan derman bikin (Bedford û din, 2020).

Nasîna Vîrusa Koronayê

Li ser vîrusa koronayê gelek spekulasyon derketin û herweha nûçeyên ne rast hatin weşandin. Tiştê tê zanîn û heta îro hatîye îspatkirin ev e ku 7 curêyên vîrusa koronayê hene. Ji wan 4 vîrus ne bi tehlûke ne, mirov bi zekemê dikeve û dîsa sax dibe. Ev 4 vîrusên koronayê gelek hêdî di nav mirovan de belav dibin, ji ber ku gelek mirov li hemberî wan 4 vîrusan bêpergal (immune) in. Lewra jî, pispor ji wan re dibêjin vîrusên epîdemîk.

Epîdemî û Pandemî

Epîdemî behsa pêla nexweşîyekê dike ku demekê, li herêmekê û ligel komekê peyda dibe. Pandemî behsa nexweşîyekê dike ku li hemî cîhanê dikare bi lez belav bibe.

Rêxistina Tendirustîyê ya Navdewletî (WHO) li ser pandemîyê dibêje ku vîruseke nû ji mirovan derbasî mirovekî din dibe û li hêmî cîhanê belav dibe (WHO, 2020).

Ev vîrusên dinê, vîrusa MERS, vîrusa SARS û vîrusa nû, vîrusa koronayê (Sars-CoV-2) bi şiklekî pandemîk belav dibin û nexweşîyên giran yê nefes û pişikê derdixin.

Ji ber ku em wan vîrusan nas nakin, heta niha jî dermankirina vê tune û mirov dijî vê bêpergal (bê immune) e. Lewra jî, mirov zû bi vê vîrusê dikeve û li hemî dinyayê bi lez belav dibe.

Herweha tê zanîn ku Sars-CoV-2 an jî COVID-19 ne vîruseke kevn e wekî wan vîrusê koronayê yên din e. COVID-19 cara yekem di dawîya sala 2019an de ji heywanan derbasî mirovan bûye.

Di sedsala dawî de, ji 1918an heta 1920an, zêdeyî 25 milyon ji ber “zekema spanya“ (Influencavirus, Subtyp A/H1N1) mirin. Ev vîrûs di 3 pêlan de heta sala 2020î domkir. Lewra jî, ne dîyar e ku mirov bi yekcarî bi îzolasyon, dûrketina ji pêwendîyan û tekildarîyê hîjîyen (paqijîyê) karibin ji vîrusa koronayê rizgar bibin (Jefferey û din, 2006). Bi taybetî, bi vê vîrusa spanî mirovên ku temenê wan di navbera 20 û 40 salî de zêdetir dimirin. Navê vê vîrûsê jî bi xeletî di nav literaturê de cihê xwe weha girtîye. Ev vîrûs di sala 1918 an de, ne li Spanya, li DYA peyda bû.

Rastîyên li ser vîrusa koronayê û mirinê

Li gorî Rêxistina Tendirustîyê ya Navdewletî (World Health Organization – WHO) heta niha zêdeyî 1. 500 000 kes bi vîrusa koronayê ketine, heta niha 83. 000 mirov mirine (John Hopkins University, 08.04.2020). Li gor statîstîkan % 2 heta % 3 mirovên ev nexweşî girtibin, dê bimirin. Lê ev statîstîk jî bi temamî ne rast in: hemî kesên bi vê nexweşîyê nayên qeyitkirin, li gelek welatan ji ber sedemên sîyasî agahîyên rast nadin Rêxistina Tendirustîyê ya Navdeweltî û sazîyên lêkolînî wekî Hopkins University. Ancax piştî çar heta heşt hefteyan dê dîyar be ku vîrusa koronayê dê çawa belav bibe û çi derfet hene ku mirovahî ji vê tehlukeyê rizgar be, an jî karibe bike bin kontrola xwe.

Tedbîren Bijîşkî

Hemî sazîyên bijîşkî pêşnîyar dikin ku mirov ji hev dûr bimînin, li hev kom nebin û destên xwe her dem bi sabûnê bişon û ava dezînfeksyonê li gel wan hebe. Mirovên di rîskê de wekî yên kalepîr divê bi taybetî werin parastin. Lê hê jî sedî sed ne dîyar e ku grûpên rîskê tenê yên kalepîr û mirovên bi dîyabet, nexweşîyên dil, penceşêr in. Rêxistina Tendirustîyê ya Navdewletî loma jî hişyarîyê dide ku ev vîrûs ne tenê kesên kalepîr dikuje, kesên xort û ciwan jî dikarin pê bimirin.

Herweha girîng e ku dewlet bi sazîyên xwe û her mirovek hewl bide vê vîrûsê, ku nayê rawestandin, lezbûna wê kêm bike. Çiqas hêdî ev vîrus belav bibe, ji bo tedawîyê hewqas derfet dê hebe, da ku nivînê nexweşxaneyan jî têrî nexweşan bikin. Eger wekî li Îtalyayê zêde nivînê nexweşan tunebin, dê zêdetir mirov bimirin.

Li alîyên dinê jî hemî laboratûwarên cîhanê bi rêk û pêk û lêz li dermanekî digerin, da ku çareyekê ji bo tunekirina vê nexweşîyê were dîtin.

Pirsgirêkên civakî û derûnî

Bi derketina vîrusa koronayê re mirov rûbirûyî gelek zehmetîyan dibe. Tirs û xemgînî, ku mirov bi xwe, an jî neferên malbatê an jî nasek nexweş keve û tendirustî an jî jîyana xwe winda bikin, bandoreke mezin li ser psîkolojîya mirovan dike. Herweha nûçeyên ku her roj mirov dimirin û ev vîrus bi lez û bez belav dibe, mirovan dike nav metirsîyeke mezin wekî ku mirovahî êdî têk diçe. Ji alîyê aborî ku êdî gelek mirov nikarin karê xwe bikin an jî cihê kar hatîye girtin, ditirsin ku nikaribin malbata xwe xwedî bikin. Li kampên penaberan li Kurdistanê û cihên din ji xwe bê çare ne û ev tehlukeya vîrusa koronayê zêdetir wan mirovan xemgîn û bê hêvî dike. Ku li van kampên penaberan wekî li Kurdistanê ev vîrus belav bibe, rawestandin û dermankirina wê dê gelek zor be û bêguman hejmareke mezin dikare bimire. Lewra jî, îro hemî kampên li Kurdistanê di bin kontrolê de ne û çûnûhatin rawestandine.

Rewşa Zarokan

Zarok û ciwan jî van tirsan parve dikin û taybetî ku dayik û bavên xwe bêçare, xemgîn û bi tirs bibînin, ev jî bandoreke mezin li ser zarok û ciwanan dike. Ev zarok û ciwan êdî bi tirs, ji xwe bê bawer, xemgîn dibin û dikarin ji alîyê psîkolojîyê nexweş bikevin. Bi taybetî ku zarok di nav du hefteyan de xemgîn bin, xew nekin, konsentrasyona wan xirab bibe, bê kêf bin, xwe îzole bikin, an jî her dem bi hêrs û agresîf bin, kêm xwarin bixwin, êşên beden wekî serêş zêde bibin, divê mirov bi profesyonelî alikarîya wan bike. Ku ev derfet jî tunebe, divê mirov raste rast, wekî mezinan ligel wan zarokan rûnê û bi wan re li ser COVID-19 û bandora vê biaxive. Zarok hewceyî pêwendî, bawerî û hêvîyê ne. Zarok bi hêz û quwet in, lê divê mirov bi alîkarî vê quwet û hêza navxweyî ya zarokan, di demên karesatan de, ji bo tendirustîyê hişyar bike.

Piştgirîya civakî û tendirustîya civakî

Di demên karesatan de mirov ne tenê travmatîze dibin, mirov herweha nêzîkî hev dibin û hestên piştgirîyê ji bo jîyaneke bi hev re hişyar dibin. Îro dermanê herî baş û bi bandor mirovatî bi alîkarîya li hev bê sînor e. Lê çiqas ev epîdemî dom bike, dewlet û kom dê ji bo parastina xwe û xwedî derketina çavkanîyên enerjî û xwarînî dê li dijî hev derkevin û mirovên belangaz û bê derfet dê bibin qurban, wekî her car di dîroka cîhanê de hatîye îspatkirin. Dewletên wekî Almanya û DYA niha jî planên “alternatîf“ amade kirine, ku li dijî vê vîrusê di demeke kin de sernekevin. Mînak, Almanya planên “worst szenario“ amade kirîye ku zêdeyî yek milyon mirov dikarin tenê li Almanyayê ji ber vîrusa koronayê jîyana xwe winda bikin. Herweha tu misogerî tune ku piştî salekê an du salan ev vîrus dikare dîsa belav bibe û mirovan bikuje. Lewra jî, çiqas zû û bi lêz dermanek dijî COVID-19 were dîtin, rûyê mirovan û dewletan yê hovane, şidet û egoîst dê dernekeve pêş.

Encam

Niha ne dîyar e ku COVID-19 dê çiqas zerarê bigihîne vê cîhanê û ev karesat heta kengê dê dom bike. Bi derketina COVID-19 cîhan rawestîya û piştî derbasbûna vê pandemîya giran cîhan dê ne wekî berê be. Gelek tiştên pêwîst yên şexsî, malbatî, sazî û dewletî wateyên xwe winda kirin. Virûsa koronayê ne dewlet, milet, rêxistin û dewlemendan nas dike, ne jî belengaz, jin, mêr, kal û pîran nas dike. Ev pandemî dijiminatîya mirovahîyê bi giştî ye. Çekên giran heta yên atomî, dewletên dîktator û kapîtalistên mezin nikarin wekî herkesî xwe biparêzin. Cîhan ji bo vê karesatê ne amade bû. Cîhaneke ku qaşo hewqas pêşketî ye, bi vê pandemîyê ket nav şokeke mezin û heta niha bê çareser e. Herweha jî, eşkere bû ku ji bilî hewqas teknîkên pêşketî li cîhanê, mirovatî, rehm, pîştgirî û lihevxwedîderketin bingehên jîyanê û lijîyanêmayinê ne. Bi hev re û yekrêz mirovatî bi pêşnîyarên lêkolîner û karê xebatkarên tendirustîyê dikarin bi ser kevin.

Di dawîyê de ji alîyê filozofî, exlaq û etîk de gengeşîyek dê çêbibe ka berhemdarî, şixulê fabrîkeyan ji bo berhemên aboriyê, da ku piranîya milet xwedîxwarin û dirav bin ji mirana çend hezar heta milyonan mirovan pêwisttir e an na.

Çavkanî

-Bedford J,  Enria D Giesecke J. COVID-19: towards controlling of a pandemic. Lancet. 2020; (published online March 17.)https://doi.org/10.1016/S0140-6736(20)30673-5
-Jefferey K. Taubenberger, David M. Morens: 1918 Influenza, the Mother of All Pandemics. In: Emerging Infectious Diseases. Band 12, Nr. 1, 2006, S. 15–22, ISSN 1080-6040
-Remuzzi A, Remuzzi G COVID-19 and Italy: what next?. Lancet. 2020; (published online March 13.) https://doi.org/10.1016/S0140-6736(20)30627-9
-WHO statement on cases of COVID-19 surpassing 100 000.   https://www.who.int/news-room/detail/07-03-2020-who-statement-on-cases-of-covid-19-surpassing-100-000
-WHO. Virtual press conference on COVID-19—11 March 2020.
https://www.who.int/docs/default-source/coronaviruse/transcripts/who-audio-emergencies-coronavirus-press-conference-full-and-final-11mar2020.pdf?sfvrsn=cb432bb3_2
-Wu Z, McGoogan JM, Characteristics of and important lessons from the coronavirus disease 2019 (COVID-19) outbreak in China: summary of a report of 72 314 cases from the Chinese Center for Disease Control and Prevention. JAMA. 2020
-Yu Chen, Lanjuan Li, SARS-CoV-2: virus dynamics and host response, www.thelancet.com/infection Published online March 23, 2020 https://doi.org/10.1016/S1473-3099(20)30235-8

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
Social media & sharing icons powered by UltimatelySocial