Tebax-îlon 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Utopyaya amazonî

Tevî ku Rojava bi awayekî giștî pir kêm bala xwe dide Amerîkaya Latînî jî, parastina pirrengîya bîyolojîk û gelên xwecihî xwîya ye ku li ber dilê wê pir șêrîn in. Du berhem, Archéologie au féminin / Arkolojîya jinane, ya arkeolog Stéphen Rostain1) û Le Pérou et ses confins amazoniens / Perû û sînorên wê yên amazonî, ya dîroknas Irène Favier2), hîpotezeke ji bo vê îstisnayê rave bike, pêșkêș dikin: Amazon giravokeke berxwedanê ya li dijî hevdemîya rojavayî ye, kana gewherê xam e ku dikare xwe bixwe vejîne. Jixwe, di 1498an de, gava ku Christophe Colomb li devê çemê Orinoco peya dibe, bawer dike ku ew gehiştîye behişta ser rûyê vê dinyayê…

Stéphen Rostain a ku portreyên wan çêdike, bibîrtîne ku Amazonê di sedsala XXan de gelek arkeologên wekî Betty Meggers an jî Anna Roosevelt ber bi xwe ve kişandine û ew hatine wê binîyeta peydekirina delîlan keşif bikin ku fikra pederşahîya «xwezayî» dîsa bikin warê minaqeşeyê. Xebatên wan gelek destkarîyên seramîkî ku jinan bi kar dianîn derxistin ber ronahîya rojê, ku fikra hebûna civatên maderşahî yên dema berî Kolombî didin meriv. Di nav wan de, Venusên piçûk ên sorikî yên binavûdeng ku ji alî Valdivia li Ekwatorê hatibûn çêkirin jî hebûn. Li gor hinek ji van lêkolîneran, ev nîșan dide ku jin bi “peywirên esîl” yên wekî berhevkirin, kiștûkal yan jî çandinîya riwekan ve radibûn. Derxistina van encaman ji alî hevkarên wan ên mêr yên ku tercîha șiroveyeke klîșe ya van Venusan tercîh dikirin ve bi tiștekî nehate hesibandin, ku wekî mînak dixwestin li “kultekî berdarîyê” araste bikin. Ji bo Rostain, “li hemberî pirsgirêkên klîmayî û mîrasî yên rojane, divê dîmenekî realîst ê daristana tropîkal ji nû ve bê avakirin”, ev yek jî, li gor wî, “derxistina fîltreya ewropanavendîbûnê” ji arkolojîyê ferz dike.

Berhema Irène Favier giranîya xwe dide ser lêhûrbûna dîrokî ya Baguazo, pevçûneke dijwar a di navbera hêzên ewlekarîyê û gelê xwecihî de li Bagua, li Marañóna Jorîn pêk hatibû, ku herêmeke li bakurêrojhilatê Perûyê ye û “derîyekî wê li alî Amazonê vedibe wekî ku dixwaze yê șaristanîya bajarvanîyê bigre”. Di 5ê hezîrana 2009an de, di navbera 1500 û 2000 Awajún û Wampis ji bo protestokirina lêpirsîna mafên xwedîtîya giștî ya zevîyên gel piștî îmzekirina lihevkirineke guhastina azad di navbera hikûmetê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de rîyek girtin. Di encamê de 33 kes hatin kuștin û 200 kes (82 ji wan bi guleyan) birîndar bûn. Li gor Favier, vê pevçûna -ku lidijderketineke modêla neoliberal bû- li cîhanê deng veda. Di rastîyê de, vê modêla aborîyî bi fîtkirina jêderên xwezayî yên herêmê û taybetîkirina xaka wan di berjewendîya șîrketên navneteweyî de, di hejarbûna gelên xwecihî de roleke neyînî lîst. Bi vî awayî, “utopyaya amazonî”, wê “reșbînîya hevdem” ronî bikira. Ji ber ku Amazon di “navenda yek ji rîskên herî mezin ên dema me de ye: peydakirina jêderan û erdan di dinyayeke bidawî de, li gor mentiqên komkirinê”, û Baguazo “mercên alternatifeke ku civata perûyî xuya ye li hemberî wê hin caran dudilî dimîne” bi bîr tîne, ew jî li gor wî: “pêșekîdana binerdê yan erdê wekî bingeha pêșketina aborîyî ye”.

Tevî vê jî, ev dudilî dikare merivî bixapîne. Parastina “erdê” û “niștecîhan” gelo ji mecbûrî li dijî modêla aborî ya serdest derdikeve? Gelek caran tê xeyalkirin ku, ev parastin dikare bi tevayî cihê neoliberalizmê hîn bêtir xweș bike. Favier balê dikșîne ser xebatên Jean-Pierre Lavaud û Françoise Lestage3), û ew jî têgeha “çermsorîyê” bi bîr tînin ku bidirêjîya dîrokê gelek caran ji nû ve hatîye ravekirin û dibe sedema “îcadkirina nasnameyên hindî yên hîn guncaw ji bo têrkirina daxwazên ekzotîzma sazîyên navneteweyî ku bersiva pêdivîyên sîyasî yên herêmî bidin”. Wekî mînak, li Perûyê, Favier raçav dike ku “seferberîya etnîsiteyê wekî ku digel bi șûn de kișandina pirsên civatî ji qada gengeșîya giștî pêk tê”. “Utopyaya amazonî” gelo dê ne xeyalek, mirêkeke berevajî ya distopi ango reșbînîyeke dinyayê ya rojavayî be?

Wergera ji fransî: Yaqûp Karademîr

__________

1) Stéphen Rostain, Archéologie au féminin / Arkolojîya jinane, Berlin, Paris, 2020, 352 r.

2) Irène Favier, Le Pérou et ses confins amazoniens. Le cas du Haut Marañón (1946-2009) / Perû û sînorên wê yên bi Amazonê re. Rewșa Marañóna Jorîn (1946-2009), Presses Universitaires de Rennes, 2020, 248 r.

3) Jean-Pierre Lavaud û Françoise Lestage, «Les redéfinitions de l’indianité. Historique, réseaux, discours, effets pervers / Ji nû ve ravekirinên çermsorîyê. Dîrokçe, tor, vegotin, bandorên berevajî», Esprit, Paris, kanûna pașîn a 2006an.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar