Kanûna pêşîn 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Vorheriger ArtikelPesnê biçûkbûnê
Nächster ArtikelMijareke berxwedanê

«Tu min ji azadîya min mehrûm dikî, lê tu yê min ji mirina min mehrûm nekî»

Bi dehan sal in, bêparmayîna li ser dilxwazîyê ya ji qût û avê a xwe dispêre stratejîyeke daxwazên sîyasî yên girtîyên çepê tirk an jî yên rêxistinên serxwebûnxwaz ên kurd. Li himberî van protestoyan, carna kujer ji bo yên pêşî, Enqere rêya herî dijwar tercîh dike. Avahîyên nû yên cezakirinê ji bo pêşîgirtina vê tevgera kolektîf hatine avakirin.

 « Ez dizanim ku ez mafdar im û ku min tiştekî şaş nekirîye. Bi berxwedanê, mirov xwe bi hêztir hîs dike»: Parêzera Tirk Ebru Timtik di havîna 2019an de bi vê hevokê, ji hempîşeya xwe ya Belçîkî ya ku li zindana Silivri -ya nêzî Stenbolê- hatibû serdana wê xatir dixwest. Ev hevdîtina wan a dawî bû,  xatir xwestinek dawî.

Parêzera 42 salî ku bi “hinceta endamtîya rêxistinek terorîstî “-Enîya ji bo Rizgarîya Gel (DHKP-C)-, rêxistina çekdarî a çep a ekstrem ku di sala 1978an de bi navê Devrimci Sol (Dev Sol, Çepa şoreşger) ava bû, sêzdeh sal ceza xwar. Wê doza darizandinek adîlane dikir.

Ji bo ku ew di daxwaza xwe de bi ser keve, wê dest bi «rojîya mirinê» kir. «Rojîya mirinê» bi rengekî mîstîk ku pirî caran bi mirinê encam dibe, ji hêla rayedaran ve heta bersivek erênî neyê dayin berdewam dike.

Sê meh piştî mirina parêzer, bi sedan girtîyên sîyasî yên girêdayî tevgera neteweyî ya kurd (1) ku nêzikî li pêncî zîndanan belav bûne, ji bo demeke ne dîyar dest bi greva birçîbûnê ya «dorveger» kirin.

Ew banga dawîlêanîna tecrîda li ser damezrênerê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK), Abdullah Ocalanê ku bîst û du sal e li girava Îmralîyê girtî ye dikin û herweha ew li dijî zêdebûna binpêkirina mafên wan ên li girtîgehên Tirkîyeyê protesto dikin.

Çalakvanên greva birçîbûnê bi kom têne avakirin û bi dor vê çalakîya xwe berdewam dikin. Di tevgera neteweyî ya kurdî de «rojîya mirinê» nîne, li şûna wê ew serî li greva birçîbûnê didin. Sêzdeh çalakvanên nêzî PKKê yên ku li girtîgeha Elezîzê girtî bûn, di tîrmeha 2021ê de, tevlî vê tevgera greva birçîbûnê ya bi dor bûn.

Wekî Bobby Sands    

Greva birçîbûnê, di nav çalakvanên tevgera rizgarîya neteweyî ya kurdî û di nav çalakvanên çepên şoreşger ên tirk de bi heman şiklî encam nade. Di nav çil salan de ji ber grevên birçîbûnê ji tevgera neteweyî ya kurdî şeş kesan jîyana xwe ji dest dane, di heman heyamê de ji çepgirên şoreşger ku piranîya wan ji DHKP-Cyê pêktê nêzîkî 150 kes jîyana xwe ji dest dane.

Lêbelê, di destpêka 1980yî de, grevên birçîbûnê yên kolektîf di navbera PKK û beşek girîng a komên çepgir ên ekstrem ku li hemberî dewletê tekoşîna çekdarî dimeşandin de xalek hevpar ava kir. Cûntaya leşkerî ya 12ê îlona 1980yî bû sedema bi hezaran binçavkirinên ku di bin şert û mercên dijwar de derbas dibû.

Ali Gürgözê (2) kurd û endamê Kawayê, di sala 1981ê de 18 salî bû. Kawa, rêxistinek ku navê xwe ji Kawayê Hesinker ku di mîtolojîya Kurd-Farisan de li dijî padîşahê despot Dehak derketibû îlham girtîye. Gürgözê ku bi xwe jî di zîndana Dîyarbekirê nimra 5an de razaye, wan rojan weha tîne ziman:  «Yekem greva birçîbûnê ya kolektîf ji hêla endamên komîteya navendî ya Partîya Karkerên Kurdistanê ya ku nû ava bûbû û ku kêm dihat naskirin ve hat destpêkirin.(3) Wekî wan, sê mehan ez jî ketibûm hucreya yek kesî; di wan hucreyan de dest û nigên me zincîr dikirin, mîna heywanên ku xwarina xwe bixwin û li heman cihî pedivîyên xwe yên tiwaletê bibînin, me jî bi heman şiklî di cihekî metre û nîv de jîyana xwe berdewam dikir»

Tevfik Eskiizmirliler mîlîtanekî Dev Yolê (Rêya şoreşgerî) bû. Dev Yol rêxistinek girseyî ya 1970yî ku di sala 1978an de bû Dev Sol û herî dawî navê DHKP-Cyê li xwe kir. Ew li bajarên Îzmîrê û Stenbolê tê girtin, îşkencekirin û tê zindankirin. Vê yekê weha bi bîr tîne : grevên birçîbûnê yên ku ji hêla endamên Artêşa Komarxwaz a Îrlandî (IRA) ve pêk dihatin nemaze mirina Bobby Sandê ku piştî şêst û şeş rojên greva xwe ya birçîbûnê di 5ê gulana 1982an de li girtîgeha Mazeê jîyana xwe ji dest dabû li ser wî û hevalên wî bandorek mezin çêkiribû.  «Bi Bobby Sand re nêzîkatîyek me ya felsefî a hevbeş hebû”. Çar endamên PKKê Hayri Durmuş, Kemal Pir, Ali Çiçek û Akif Yılmaz di 14ê tîrmeha 1982an de li zindana Dîyarbekirê dest bi rojîya mirinê kirine. “Berxwedana şehîdan” a li zîndana Dîyarbekirê, girêdana gel a bi partîyê ve xurttir dike.

Wêneyekî navdayî greva kolektîf a nîsana 1984an nîşan dide. Ew wêne li dadgeha Metrisê di dema doza bi navê “serpel” -karmendên berê ku bi beşdarbûna çepa şoreşger dihatin tewanbarkirin hatîye girtin-. Em wan tevî bincilê wan li pêşberî dadgeran rêzkirî dibînin. Kelepçe ji destê wan hat derxistin, ew bê unîforma derdi-ketin pêşberî dadgeran. Doktora zanistên sîyasî Sarah Caunes’a ku teza xwe bi sernavê di navbera salên 1980 û 2000î de seferberîya girtîyên sîyasî yên tirk (4) nivîsîye vê rewşê weha dinirxîne: “Greva birçîbûnê, nerazîbûnek li dij rêziknameyên leşkerî yên ku li ser wan hatî ferzkirin û hewildana ji nû ve perwerdehîya sîyasî ya ku ji hêla dewletê ve hatî dest pê kirin bû.” PKK di vê tevgerê de nîne, lêbelê çalakîyek din a di heman salê de, li zindana Dîyarbekirê pêk hat, çepgirên şoreşger û tevgera rizgarî-xwazîya neteweyî ya kurd bi hev re ketin greva birçîbûnê.

Di salên 1990î de, şerê di navbera dewlet û PKKê derket asta herî bilind. Ji bo çalakvanan qona-xeke dijwar bû. Dadgehên taybet bi boneya cudaxwazîya wan an jî xetereya li dijî ewlehîya dewletê cezayên pir giran li wan dibirîn. Grevên birçîbûnê hingê ”Dewletê ji mafê kuştinê, jê dûrxistina hemû amûrên zext û zordarîyê, ji bo bidestxistina mafê li ser laşê xwe, ji bo xwekuştinê, mehrûm dike” destnîşan dike.  Peyama van çalakvanan ji dewleta Tirk re ev bû: ”Tu min ji azadîya min mehrûm dikî, lê tu yê min ji mirina min mehrûm nekî

 Dîrokzan û polîtolog Hamit Bozarslan tîne ziman. Endamên DHKP-C yên ku hatin tepisandin û bêzar kirin, di ”rojîyên mirinê” de hewl dan ku dengê xwe bigihînin derveyî dîwarên zîndanan.

Lê di dawîya vê dehsalê de, stratejî ji hev cihê dibin. PKKya di bin rêveberîya Ocalan de rewabûna xwe li derveyî girtîgehan esas digire. Ew berîya her tiştî ji bo Kurdistaneke serbixwe pêşanîyê didin têkoşîna çekdarî. Her çiqas greva birçîbûnê mîna amûreke têkoşînê bibînin jî, divê ev nebe sedema mirinan. Ji wê demê ve, dê qelşên di navbera PKK û çepgirîya şoreşgerî de dewam bikin. Rêveberîya girtîgehê ji bo pêşî li hevbandorîya îdeolojîk, stratejîk û taktîkî ya di nav girtî-yan de bigre qawîşên ji hev cihê dike. Sarah Caunes van qawîşan weha dîyar dike: Ev qawîş ”ji hêla partî an rêxistinan ve wekî mîkro-civakek ku bi zagon, rêzikname, hîyerarşîya xwe û herweha bi al û sembolên xwe qadeke berxwedanê ava dikin. Girtîgeh bi taybetî ji bo çalakvanên ciwan dibe cîhekî sosyalîzasyonê û herweha ji bo qanîkirina wan a di warê sîyasî de dibe qadek.

Aytekin Yilmazê ku endamekî berê yê PKKê bû, neh sal û nîvan di zindanê de dimîne. Ew di nav PKK û DHKP-Cyê de avhewa-yeke paranoîd û hesabpirsînên navxweyî li hember endamên wan ên ku bi sîxurîyê, ji ber rexnekirina xeta partîyê herweha dema ku îtirafên yekî/yekê dibe sedema girtina yekî din tîne ziman. Li gor wî ”di navbera salên 1990 û 2000î de, herî kêm çil girtîyên sîyasî ji hêla hevalên xwe yên girtîgehê hatine înfazkirin û dibe ku ev hejmar zêdetir be jî.”

Kombûna girtîgehî    

Di nîveka salên 1990î de, dewleta Tirk dixwest ku dawî li çepgirîya radîkal a li qawişan bîne. Di vê çarçoveyê de, dewlet, ji bo avakirina girtîgehên nû yên bi hucreyên takekesî pilaneke berfireh amade kir. Dersên hevpar têne rakirin. Di destpêkê de, li Eskişehir a bakur-rojavayê Tirkîyeyê, prototîpek hat çêkirin. Di encama li dijderketina vê biryarê, di sala 1996an de, DHKP-C karsazê tirk Ozdemir Sabancı li Stenbolê dikuje û çend êrîşan li dijî hedefên leşker û polîsan pêk tîne û gelek komên şoreşger ên çepgir mobîlîze dike. Bi giştî 2500 girtî dikevin greva birçîbûnê, ji vana 355 kes di ”rojîya mirinê” de ne.

Li yek ji qawîşên DHKP-Cê vîdeoyek tê kişandin û dûvre bi awayekî veşartî tê belavkirin. Em li wir, yek ji kadroyên partîyê li ser maseyekê dirêjkirî, xwe li mirîtîyê danîye dibînin. Wêne, tevlihevîya dîsîplîna leşkerî, hîyerarşî û atmosfera nîv-olî ku di merasîma ku ji bo rêzgirtina ”şehîdê”kî re hatî organîzekirin dide nîşandan. Ew paçekî sor ku yek ji sembola endametîya ya DHKP-Cyê dest nîşan dike li enîya xwe dipêçe herweha ev paçe dîyar dike ku ew elewî ye(5), wekî gelek endamên vê partîya şoreşger.

Bi pêşengîya Necmetîn Erbakanê îslamîst, hikûmeta koalîsyonê komek nav-beynkar tayîn kir da ku hewl bidin girtîyan qanî bikin û ku dawî li greva xwe ya birçîbûnê bînin. Piştî 69 roj û 12 mirinan, projeya veguhestina girtîyên sîyasî bo girtîgeha Eskişehirê di dawîyê de tê betalkirin û di heman demê de sazîya ”pîlot” jî tê girtin. Hikûmetê gav paşde avêt. Bi dehan girtî ji girtîgehan bo nexweşxaneyan têne veguhastin. Ji ber kêmbûna vîtamîna B1ê Sendroma Wernicke-Korsakoffê li çalakvanên greva birçîbûnê peyda dibe, ev yek bi piranîya wan re mayinde dimîne.

Herweha wekî ku Ahmet Vuralê têkoşerê Lîga Komunîst a şoreşger a Tirkîyeyê (TIKB, Marksîst-Lenînîst hoxhaïste – Hoxhaïste: navê rêberê komunîstê albanî Enwer Xoca ye, ku ji sala 1945î heta 1981î li ser desthilatdarîyê maye) ku du sal şûnda tê girtin û di girtîgeha Umranîye ya Stenbolê de  dimîne, tîne ziman ku sîstema qawîşan dijwartir dibe. Vural weha pê de diçe: qata yekem a girtîgehê ji bo girtîyên TIKBê û ya duyem jî ji bo Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKP / ML, Marksîst-Lenînîst-Maoîst) hatibû veqetandin.

Me qata jêrîn ji bo xwarinçêkirin û serîşuştinê bi kar dianî. Li hemberî me avahîyeke din a ji du qatan pêk dihat hebû, têde komên din ên şoreşger diman. Di hewşa me ya hevpar de, ji şeşê sibê heya nîvê şevê her kes bi dorê, top dilîst, werzîşê dikir û şevên muzîkê ên bi tembûr organîze dikir, dibêje Ahmet Vural. Ji xeynî karên hundurîn, serê sibehan bi gelemperî ji bo semîner û qursên îdeolojîk re dihatin veqetandin. Piştî nîvro xweştir e, bo lîstikên: wekî kişik, tewle û herweha bi xwendina name,  rojnameyên populer û tewra rojnameyên şoreşgerî yên ku mêvanan ji me re dianîn derbas dibû

Dema mirov guhdarîya Vural dike, mirov paradoksê dibîne. Danasîna wî ya li ser jîyana girtîyên sîyasî ji Express Midnightê zêdetir dişibe falansterê. Lêkolîner Sarah Caunes li hember vê yekê ecêpmayî namîne. Wê jî ev celeb şahidîyên ”erênî” yên ku bi rastîyê têne şirovekirin berhev kirîye, ew dibêje, ku li ber çavên girtîyên sî-yasî yên berê ev destkeftî encama serketinên kolektîf ên li ser pergala girtîgehê bûn. Herweha, tiştên ku Vural tîne ziman tiştên ku girtîyan piştî ”rojîya mirinê” ya 1996î bi dest xistine ye, wekî mînak: xwarinpêjîya bi malzemeyên ku ji hêla malbatên wan ve dihatin, lêgerînên ji mehê du caran a qawîşan li şûna leşkeran ji alîyê gardîyanan ve; vemirîna lampeyan di saetek ku me dixwest de.”

Piştî vê yekê, rêxistinên çepên radîkal her diçin baştir koordîne dibin. Girtî ji bo ku bi rêveberîya girtîgehê re têkilî li darxin di nav xwe de nûneran hildibijêrin. Her çiqas ne qanûnî be jî ew girêdayî Komîteya Navendî ya Girtî-yan (CMK) ya ku navenda wê li girtîgeha Bayrampaşayê ye ne. Ev komîte di carekê de dikare li hemû girtîgehên seranserê welêt banga greva birçîbûnê bike. Wexta ku civaka sivîl li derva derdikeve holê, li girtîgehê ”enîyek din a têkoşînê ku polîtîkaya girtîgehê ya dewleta Tirk têk dibe tê avakirin. Heya nîvê salên 1990î, piranîya seferberîyên girtîyên sîyasî serketî bûn” tîne ziman Sarah Caunes. Ev rewş di bîst salên pêş de bi şiklekî din dimeşe.

Necmettîn Erbakanê mamosteyê îslamîst ê Erdogan, bi darbeya leşkerî ya ”post-modern” a 1997an ji serokwezîrtîyê tê avêtin. Koalîsyona ji hêla sosyal demokrat Bulent Ecevit ve bi rê ve diçû û ku cihê Erbakan girtibû, dest bi avakirina girtîgehên tecrîdê ku jê re “ Tîpa F “ tê gotin dike. Wezîrê Dadê Hîkmet Samî Türk ku dixwaze desthilatdarîya dewletê di zindanan de saz bike, hewcedarî bi parastina çalakvanên ciwan ya ji zextên komên şoreşger dibîne.

Lêbelê di civakeke ku jîyana kolektîf serdest de, tecrît ji bo girtî û malbatê wan nayê kişandin. “Me nedixwest em di hicreyên yek kesî (Tîpa Fyê) bimînin. Tenê hiştin û îzolekirina hevalekî di heman demê de xwestina aqil avêtin û mirina wî ye. ” Yildiz Uygun -çalakvana gireva birçîbûnê ya wê demê-, tîne ziman.

Di 20ê çirîya pêşîn a 2000î de, nêzikî hezar girtîyên ku ji gelek rêxistinên çep ên şoreşger pêk dihatin, beşdarî greva birçîbûnê dibin. Vural di hinda xwe de vê yekê weha tîne ziman: ”Di nav TIKBê, em dikaribûn beşdarî greva birçîbûnê nebûna; lê ev yek di nav partîyê de dê biba sedema windakirina bawerdêrî û berpirsîyarîya me. Li DHKP-Cê, ev yek radîkaltir bû: mafê te yê red kirinê hema bêje nîn bû, ger we red bikira, hûn dihatin îzolekirin û we nema dikaribî bi yên din re biaxivin. ” Mehek piştî destpêkirina greva birçîbûnê, 110 aktîvîstên DHKP-Cyê greva xwe bi ”rojîya mirinê” berdewam dikin, li derve jî gelek xizmên girtîyan piştgirîyê didin wan û tevlî vê çalakîya wan dibin.

Tenêhiştina girtîyan              

Xanîyek piçûk a kolît (şevdanî) li Armutlu ya Stenbolê, di navbera dewlet û DHKP-Cyê de dibe sembolek. Li wir, sê jinên ciwan, paçikên sor li enîya wan girêdayî; piştgirîyê didan vê çalakîyê. Yek ji wan, Şenay Hanoğlu ya ku ji bo hevserê xwe yê girtî beşdar dibû. Li ber serî, kurê wê yê piçûk ê 10 salî deqe bi deqe şahidîya li êşa dîya xwe dike. Mirovek, bi ava şekir, çay û vîtamînan, dikare zêdetirî 300 rojan ber xwe bide. Êşa wan her diçe zêde dibe, lê ev yek protestoya girtîyan bêtir dixe rojevê. Nivîskar û rojnamevan hewl didin, wekî sala 1996an, di navbera girtî, malbat û hikûmetê de wekî navbeynkar tevbigerin da ku dewlet dev ji projeya hucreya yekkesî berde. Vê carê bi ser neketin.

Di 19ê kanûna pêşîn ya 2000î de, hikûmetê dest bi operasyona bi navê “Vegera Jî-yanê” kir. Komandoyên leşkerî yên ku bi çekên giran, helîkopter û bi buldozeran avêtin ser bîst girtîgehan û xwestin girtîyan bi darê zorê veguhezînin girtîgehên Tîpa Fyê.

Vural wan rojan weha bi bîr tîne: ”Li Girtîgeha Umranî-yeyê, hevalên me yên nobedarê şevê destpêkirina operasyonê bi me didin zanîn.” Her kes şîyar dibe û piştî civîneke bilez a CMKyê biryara avakirina barîkatan tê stendin. Em beşek ji dîwarê ku di nav me û hevalên me yên din ên girtî de hildiweşînin da ku em xwe bigihînin hev. Di wê kêlîyê de em nivîn, sarinc, televîzyon, mase, ango, alavên ku ketina leşkeran a hundir dikare asteng bike kom dikin. Me li dijî gaza ku ji helîkopterê dihat avêtin çar rojan maske çêkir. Leşkeran bi tivingan guleyan dibarandin ser me û ceyranê li me qut kiribûn Xwedê kir ji bîr kiribûn ku avê bibirin! Di van çar rojan de, pênc rêhevalên me bi gulebarankirinê jîyana xwe ji dest dan.”

Hemû girtîgeh bi hev ketin, operasyona ”vegera jîyanê” wekî komkujîyekê bû, sih û du girtî bi şewat an jî bi gulebarankirinê jîyana xwe ji dest dan. Di encamê de du cendirme hatin kuştin. PKK piranî jê dûr ma, milîtanên wê bêyî protesto veguhestin girtîgehên tîpa Fyê. Ocalanê ku salek berê hatibû girtin, hewl dida xwe bigihîne Enqereyê.

Hikûmeta ku ji sala 2002î û vir ve ji hêla Partîya Dad û Geşepêdanê ya îslamo-muhafezekar (AKP) ve tê birêvebirin sîyaseta tecrîdê berdewam dike. Enqere nêzîkbûna li gel Yekîtîya Ewropî (YE) ve xwe mafdar derdixe. ”Di prensîbê de, reforma girtîgehê ji hêla Yekîtîya Ewropî ve hate pêjirandin,” tîne ziman Élise Massicard, lêkolîner li Navenda Lêkolînên Navneteweyî (CERI) li Parîsê. Di perspektîfeke humanîst de, hucreyên yekkesî ji hêla jîyana taybet ve ji qawîşan bêtir rewa tê dîtin. Lêbelê, banga sivikkirina tecrîda li ser girtîyan li Komîteya Pêşîlêgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê [ku bi Konseya Ewropayê ve girêdayî ye] hat kirin.”

Rakirina sîstema qawişan, bandora xwe tavilê nîşan da, hêza rêxistinên sîyasî êdî ne wekî berê bû; serhildan, barîkat û dîlgirtina gardîyanan hema bêje bi tevahî ji holê rabûbûn. Tenê grevên birçîbûnê berdewam bûn. Ev yek ji hêla DHKP-Cyê li girtîgehê û li derveyî wê heya kanûna paşîn a 2007an berdewam kir. Hikûmet dûvre di hefteyekê de deh saet destûra civîna komên ji deh girtîyan pêk dihat da, ev destûr ji bo girtîyên ku cezayê disîplînê li wan hatibû birîn jî derbasdar bû. Ev yek ji bo rêxistina çep a radîkal serketinek piçûk e.

Lê belê, grevên birçîbûnê yên kolektîf yên tevgera neteweyî ya kurdî di asta bandorkerîyê de ji yên DHKP-Cyê vediqetin. Di sala 2012an de çalakvan bi hinceta ji nû ve destpêkirina hevdîtinên ji bo aşitîyê ku di sala 2009an de hatibûn destpêkirin û herweha qebûlkirina parastina bi zimanê kurdî ya li dadgeha dest bi gireva birçîbûnê kirin. Di çirîya pêşîn a 2018an de, Leyla Güven, parlementera kurd a HDPê tevî hevalên xwe yên parlementer û şaredarên ji heman partîyê ku ji wezîfeya xwe hatibûn dûrxistin dest bi gireva birçîbûnê kirin. Dûvre 3 235 girtîyên PKKê û parlementerên HDPê yên girtî û yên li derve jî beşdarî çalakîya greva birçîbûnê bûn. Piştre, ji girtîyan sih kes biryara “rojîya mirinê” dan. Grev, piştî hevdîtina parezeran bi Ocalan re li ser banga wî çalakîya greva birçîbûnê bi dawî bû. Leyla Güven jî guh da vê bangê û dawî li çalakîya xwe anî.

DHKP-C, ji 2007an heya 2017an, operasyonên pir tundî pêk anî: di nav de; kuştina polîs û firoşkarên narkotîkê, êrişên çekdarî û teqînên xwekujî li dijî avahîyên dewletê, qereqolên polîs an operasyonên xwekuj li ber Sefaretxaneya Dew-letên Yekbûyî hebûn. Lê piştî darbeya leşkerî ya 2016an, sîyaseta ku li ser girtîgehan dihat meşandin ket qonaxeke nû. (6) Li seranserî Tirkîyê, avakirina 131 girtîgehên nû hat destpêkirin û li gel vê ya tê de kompleksek mezin a li Bursayê ku dikare 15,000 mehkûman bihewîne bi giştî 100 avahîyên din tê plankirin. Bi vê yekê re hejmara girtîyan ji 180,000 derdikeve 300,000 ango ji hejmara girtîyên 47 welatên girêdayî Konseya Ewropayê ya di 2020î de zêdetir e. Ji ber rewşa awarte zext û zorda-rî duqat zêde bû. DHKP-C, li ser navê sedemên berjewendîya giştî (vegerîna ser kar ya akademîs-yenên ji kar hatin dûrxistin, darizandinên dadmend, destûrdayina konserên gelêrî), dest bi grevên birçîbûnê û rojîyên mirinê kir.

Ev yek di nav Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Sektora Giştî (KESK)ê de bû sedema niqaşan.

Em herweha di qada sendîkayî de vê dabeşîya taktîkî û îdeolojîk a di navbera tevgera neteweyî ya kurd ku gelek endamê KESKê di nav xwe de dihewîne û DHKP-Cyê dibînin. Sendîkavanekî ku naxwaze navê xwe eşkere bike weha dibêje: “Li pişt vê pevçûnê rastîyek heye, ew jî ev e ku li Sûrîyê kurd [PKK-PYD] bi Amerîkîyan re hevalbendî kirine, li hember vê yekê DHKP-C, ji ber ku piranîya wê ji elewîyan pêk tê xwe nêzî rejîma Esad dibîne.” Sendîkayî weha pêde diçe :”Em hin daxwazên DHKP-C fêhm dikin, rewa dibînin lê em çanda şehîdîyê ku hemû ciwanan dişîne miri-nê û ku wekî çalakîya herî şoreşgerî ya herî paye bilind tê dîtin bi awayekî kategorîk red dikin.

Van grevên birçîbûnê ku bi gelemperî wekî însîyatîfên şexsî têne pêşkêşkirin, di rastîya xwe de, di nav DHKP-Cyê de tên niqaşkirin û dûvre biryarek tê dayîn. Li gor şahidî û vebêjan, divê her “berendam” ji bo motîvasyona xwe dîyar bike nameyekê binivîse. Dûvre berendam berî ku komîteya navendî biryarê bide “tê azmûnandin”. “Hilbijartin”a ji hêla partîyê ve wekî îmtîyazek tê dîtin. Di dawîyê de, dema ku greva birçîbûnê vediguhere “rojîya mirinê”, ew çax, stratejîyek rastîn a danûstendin û seferberîya sîyasî tê lidarxistin.

Li taxên şevdanî (kolît) ya Armutlu, Gazi û herweha li banlîyoyên Stenbolê ên xizan ku DHKP-C lê baş bi cih bûye, em gelek çîrokan li ser ciwanên ku dev ji  “rojîya mirinê” berdane dixwînin. Di nav de, tif kirina ser ruyê wan, ji wan re dayina xeberan, belavokên ji bo lînç kirina wan hene, ew bi îxaneta li hember rêhevalên xwe tên tewarbarkirin. Yek ji van jinên ciwan, wekî hevalên xwe yê din, ji bo canê xwe xilas bike, neçarî sirgûnê dibe û li Swîsreyê bi cih dibe. Ya rastî, tiştên ku pê tên tewanbarkirin ew e ku, îmaja şoreşgerî ya partîyê xira dikin. Di vî warî de Hamit Bozarslan weha dibêje: “Di teheyûla sîyasî ya van çalakvanan de, ya esasî ew e ku ew serwerîya xwe ya exlaqî nîşan bidin û hem wekî partî hem jî wek takekes qelsîya xwe veşêrin.”

Bîrbirineke xwefedakirinê

Di 2020î de çar endamên DHKP-Cyê(7) ku di «rojîya mirinê» de bûn gelo dikaribûn ji mirinê bihatina xilaskirin? Ev yek du sal berê ji bo akademîsyen Nurîye Gülmen û mamoste Semih Özakça pêk hat. Ew ji wezîfeya xwe hatin dûrxistin û ji mafê xwe yê ger û geştê bêpar man, xwesteka wan ew e ku ji nû ve vegerin ser karên xwe. Dawîya dawîn, Komisyona Rewşa Awarte serlêdana wan qebûl dike. Di encamê de ew venegerîyan ser karê xwe; lêbelê piştî 324 rojan wan dawî li greva xwe ya birçîbûnê anîn û dest bi xwarin û vexwarinê kirin.

Nexwe, hem ji hêla hikûmetê hem jî ji hêla çalakvanan hin gav dikaribûn bihatina avêtin. Hiqûqnasê navdar, parlementerê Partîya Komarî ya Gel (CHP, Muxalefeta Kemalîst) Ibrahim Kaboğlu, li ser daxwaza dêûbavên rojîgiran gelek caran hewl daye ku navbeynkarîyê li gel hikûmetê bike. Lê wexta ku me devê xwe vedikir ji me re digotin terorîst.  Ew heyfa xwe pê tîne ku partîya wî ji bo piştgirîya çalakvanan bike sîyasetek sîstematîk nemeşand. Bi ya min, ne endamtîya wan a DHKP-Cyê ye ku divê bandorê li ser me bike, ew rêzgirtina qanûnê ye.

Di vir de, armanca DHKP-Cyê ew e ku mijarê têxe rojeva navneteweyî. Bi vî awayî, doza Ebru Timtik û çend hevkarên wî yên ji Komeleya Hiqûqnasên Pêşverû, di heman demê de endamên Parêzerên Gel (nêzîkî DHKP-C) ji hêla baroyên Ewropî ve deng veda. Parêzer Ruşen Aytacê ku li Parîsê dijî, ji sala 2013an û vir ve doza wan dişopîne: “Em bi awayekî eşkere dibînin ku pîşeya wan a parêzerî tê krîmînalîzekirin herweha awayê ku ew vî karî dikin

Wekî ku wekîlê CHPyê û parêzer Ibrahim Kaboğlu û Gioe, parêzera Belçîkî ya ku li girtîgeha Siliv-rîyê çûbûn serdana Ebru Timtik, li gor wan, aîdîyeta sîyasî ya van «çalakvanên rojîya mirinê» ne mijareke sereke ye. «Me bi wan re nîqaşa ka gelo ew xwe aîdî DHKP-Cyê dibînin an na nekir; ev yek dê bi kêrî hikûmeta tirk bihata. Ya ku girîng e darizandinek dadmend û liberçavgirtina mafê parastinê ye.»

Gelo grevên birçîbûnê û «rojîya mirinê» li hember bêtawîzîya îslamo-neteweperest, zordarî û ji holê rakirina serwerîya qanûnê, dikarin bibin amûreke tekoşînê? Ya qethî ev e ku PKK vê amûrê ji DHKP-Cyê stratejîtir û kêmtir mîstîkî bi kar tîne. Tevî ku DHKP-C ji PKKê bîst û pênc carî zêdetir xwedî mirin û bi hezaran seqetan e jî wer xuya ye ku di dîtina fedaîyan de kêmasî nakişîne.

Di rastîya xwe de, «rojîya mirinê» di nav DHKP-Cyê de kirasekî olî li xwe kirîye. Ew ji niha û pêde şehîdên xwe, kodên xwe û efsaneyên xwe hesab dikin. Cihên wan ên bîranînê, li goristanan e. Semboleke ku rayedarên tirk naxwazin. Çend sal berê, me dîmena gora çalakvanekî DHKP-Cyê ku di «rojîya mirinê» de mir kişand. Di wê kêlîyê de nêzikî bîst leşker avêtin ser goristanê, berê tivingên xwe dan alîyê me ku di nav de dê û bavê ciwanê jîyana xwe ji dest dayî û gundîyên ji anatolîyê ku hatibûn ser gora zarokên xwe hebûn.

*Rojnamevan

Wergera ji fransî: Mehmet Tayfur

________

1) Di çarçoveya têgeha tevgera neteweyî ya kurdî, em Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK), ku li Tirkîyê neqanûnî ye, Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) û Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ku li Parlementoya Tirkîyê de cih digre herweha komele, rêxistin û sendîkayên ku bi van partîyan ve girêdayî ne û ji bo xweserîyek xurtkirî ya kurdan li Tirkîyeyê daxwaz dikin di heman çarçoveyê de dinirxînin.

2) Ali Gürgözê penaberekî li Swisreyê, nivîskarê La nuit de Dîyarbakir. Être kurde en Turquie Şeva Dîyarbekirê, li Tirkîyê kurdbûn, L’Harmattan, Parîs, 1997.

3) Heya ku bi awayekî din neyê dîyarkirin, hemî jêgirtin ji hêla nivîskar ve hatine berhevkirin.

4) Sarah Caunes, «La bataille des prisons. Organisations et mobilisations des prisonnier.es politiques dans l’espace carcéral turc entre 1980 et 2000», teza zanistên sîyasî di 18ê îlona 2020î de li Zanîngeha Paris 8, di bin rêberîya Laurent Jeanpierre de hatîye parastin.

5) Elewî derdora ji sedî panzdehê nifûsa Tirkîyeyê ne. Rîtuelên wan ên bawerîyê ji çanda heterodoks û senkretîk a ji Îslama şîa, mîstîsîzm û îlhamên olî yên cihêreng ên nêzî Zerdeştî û Xirîstîyanîyê girtine.

6) Cf. Noah Blaser, «“We Fell Off the Face of the Earth”: Opposition politicians are disappearing into Turkey’s massive new prison system», Foreign Policy, Washington, 8 tebax 2021, https://foreignpolicy.com

7) Hunermendên koma Grup Yorum Helin Bölek û Ibrahim Gökçek (komek populer, bi girêdana DHKP-Cyê re tê tawanbarkirin), parêzer Ebru Timtik û çalakvan Mustafa Kokçak.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar