Sibat 2022 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Çiqas giştgir, çiqas nijadperest?

Îdîaya ku “tirkîtî” ne xwedî wateyeke nîjadî ye û her kesê di nava xwe de dihewîne, ku ev gotin di nava vegotina komarparêzîyê de bi qîmet e, ne di qada neteweyî ne jî ya navneteweyî de bawerî û muteberîyeke xwe nîne.

1.Destpêk

Angaşta îdeolojîya fermî ew e ku neteweparêzîya Atatürk ne xwedî wateyeke nîjadî ye û gotina “milet/neteweya tirk” ne nîjadekê lê pêwendîyeke hiqûqî temsîl dike. Li gorî vê têgehiştinê, gotina “miletê tirk” ya ku di serî de makeqanûn, di her qada destûra hiqûqê de belav bûyî, teqabilî nasnameyeke nîjadî nake; beravajê wê ew navê nasnameyeke raser e ku ji hemû aîdîyetên çandî û nîjadî yên civakê azade ye. Yên bi “nasnameya tirkîtîyê” tên parastin ne tenê tirk, nasnameya wan a nîjadî çi be bila ew be, hemû hemwelatî ne. Lewra dihat gotin ku,  “îtiraza kesên xwedîyên nasnameyên din ên nîjadî ya li hemberî tirkîtîyê ne durist e”. Rastî ne weha ye, rastî ew e ku, yek ji nasnameyên nîjadî (tirkîtî) bi darê zorê bi yên din (bo nimûne kurd, yên ne-misilman) didan qebûlkirin. (Coşkun, 2008)

  1. Rastîya ku di vegotin, tedbîq, mewzûat, biryarên dadgehê de heyî

Rastîya ku, tirkîtî ne nasnameyeke raser e, yên din nas dike, diparêze û derfeta xwepêşvebirinê dide wan, bi delîlên ji gotinên elîtên damezrîner, tedbîqên wan, mewzûat û biryarên dadgehê, dikare bê îspatkirin:

2.1. Rastîyên di vegotinan de tê dîtin

Projeya modernbûna komarê, di esasê xwe de armanca avakirina netewedewletekê hebû. Zîra elîtên burokrat yên avakarên komarê, “pirayî” û “cudahî” wekî sedemên qelsîyê dixwendin, ruxseta hizûr û hêzdarîya welatekî di “yekbûn” û “yekîtî”yê de didîtin. Bi vê egerê, avakarên komarê, ji bo ku dewleta wan ava kirî careke din rastî parçebûnekê neyê, hemû nîjadên cuda berteref kirin û polîtîkaya “neteweyeke nû” ya bi nasnameya “tirk” bi rê ve birin.

Yek ji gotinên herî eşkere yên vê polîtîkayê ji layê Wezîrê Dadê yê wê demê, Mahmut Esat Bozkurt ve, di sala 1930yî de, di wextê Serhildana Agirîyê de, li Ödemîşê ji bo dengdêran hatibû kirin ku wî bi awayekî eşkere dîyar dikir ka xwedîyê rasteqîn û tekane yê welatî kî ye: “Em li welatê herî azad yê cîhanê, yê bi navê Tirkîyeyê dijîn. Ji bo ku mebûsê we ji dil behsa bawerîyên xwe bike nedikarî cihekî ji vir guncavtir peyda bike. Lewra ez ê hisên xwe veneşêrim. Tirk tekane efendîyê vî welatî, tekane xwedîyê wî ye. Kesên ne ji xwîna pak ya vî nîjadî tenê xwedîyê mafekî ne; mafê xizmetkarîyê, mafê koletîyê. Dost û dijmin, heta bila çîya jî vê heqîqetê wiha bizanin.”  (Cumhuriyet, 19.09.1930)

Şefê cûntaya 27ê gulanê Serokkomar Cemal Gürsel,  di wê bawerîyê de ye ku kurd, tirk in: “Li ser rûyê cîhanê qewmekî xweser yê bi navê ‘kurd’ nîne. Ev ew tirkên rojhilatî ne yên ku bi propagandayên derewîn xapîyane, welhasil rêya xwe şaş kirine.”

Lewra, di nezera erkdarên rêveberîyê de, li vî welatî tenê nasnameya nîjadî ya tirkan hakim û muteber bû; çi nasnameyek din li hemberî nasnameya tirkan, ne xwedî nirxekê bû. Ev lîste dikare dirêjtir be, gelek nimûne lê bên zêdekirin.

2.2.Rastîyên di tedbîqê de tên dîtin

Wextê li pratîka hemwelatîyê ya rêveberîya komarê bê nêrîn du nêzîkatî derdikevin pêş. Ya yekem; hebûna nasnameyên derveyî tirkîtîyê ya di nava raya giştî de, hindî mimkin be bila kêm bibe, heta eger mimkin be ji holê rabe. Ya duyem, damezrandina wan sazîyan yên ku derbareyê nasnameya tirkîtîyê de xebatan dikin, fînasekirina wan a bi çavkanîyên dewletê.

  1. a) Bi qasî mimkin be, kêmkirina xuyabûna nasnameyên derveyî tirkîtîyê di raya giştî de:

Bi tertîbkirina kampanyayên “hemwelatî bi tirkî biaxive”, li sûkê-bazarê kesên bi tirkî neaxivin -bo nimûne kesên bi kurdî diaxivin- divê bi dana pereyî bên cizakirin. (1933, ew sal e ku piştî 5 salan xwendekarên zanîngehê bi diruşmên “hemwelatî bi tirkî biaxive” kesên ne tirk ji nû ve terorîze kirin.)

Bûyerên Trakyayê (1934), Baca Samanê (1942) û Bûyerên 5-6ê Îlonê,  dawî li rola kêmîneyên ne-misilman ya di ticaretê de tîne û ew mecbûrî terka welatî dibin;

Bi çêkirina hiqûqên sosret yên mîna “zimanê bi qanûnê hatî qedexekirin” bi milyonan mirov ji zimanê xwe yê dayîkê hatin dûrxistin;

Dayîkên kurd yên ku peyvek jî tirkî nedizanîn mecbûr man li girtîgehan bi zarokên xwe re, bi zimanê îşarkî biaxivin, an jî terkî bêzimanîyeke ebedî bibin, ev hin ji wan nimûneyan in.

  1. b) Damezrandina wan sazîyan yên ku derbareyê nasnameya nîjadî ya tirkî de xebatan dikin, fînansekirina wan a bi çavkanîyên dewletê:

Tekane peywira sazîyên wekî Sazîya Zimanê Tirkî û Sazîya Tarîxa Tirkî, xebatên wisa ne ku pîrozîyê li taybetîyên nasnameya tirkî bar bikin, çalakîyên îdeolojîya fermî meşrû bikin û wan biparêzin. Tezên zanistî! yên mîna “Teorîya Zimanê Rojê” û “Teza Tarîxa Tirkan” û sekna li hemberî tehcîra ermenan, rengvedana têgihiştina vê peywirê ye. (Ev şêwazeke şantajê ye jî hin caran; bo nimûne, dê bi kêrî bê ku mirov gotina serokê berê yê STTyê Halaçoğlu bi bîr bîne, ku digot, “di destê min de lîsteya wan ermenan heye yên ku bûne misilman”).

Taybetîyên Nîjadê Alpîn: Sazîya Zimanê Tirkî û Sazîya Tarîxa Tirkî

Di Kongreya Yekemîn a Tarîxê ya di navbera 2-11 tîrmeha 1932yan de, ku tê de Teza Tarîxa Tirkan dihat nîqaşkirin, ya ku îdîa dikir hemû şaristanîyên cîhanê ji layê tirkan ve hatine damezrandin, ‘nîjada raser ya tirk’ ji layê Reşit Galip ve weha hat pênasekirin: “Nîjada Alpîn ya bejindirêj, spî, bi sîma, bi pozekî dûz yan jî zirav û bikember, lêvên muntazam, zêdetir çavşîn û ne çavşûjin lê ber bi asoyê ve (…) bi taybetîyên mîna grûba xwînê ya A’yê ya uzvî (organîk); bi xisletên civakî yên mîna medenîyet, qehremanî, şîyana hunerê tê pênasekirin.” Di kongreyê de antropolog Prof. Sevket Aziz (Kansu), jin û mêrekî gundî yên kej û zarokên xwe wekî nimûneyên nîjadê tirk pêşkêş kiribûn, berê xwe dabû Gazi, xwe wekî pêşewayê nîjadê mutekamil (pêşketî) teqdîm kiribû û çepikek xurt stendibû.

Bikaranîna antropojîyê

Di Konreya Duyemîn ya Tarîxê de ku di navbera 20-25î îlona 1937an de kom bû, serenavê pêşkêşîya Sadri Maksudi Arsal “Di Tarîxa Beşerîyetê de Rola Nîjada Tirk di Mefhûma Dewlet û Hiqûq û di Damezrandina Sazîyên wê de”; ya teblîxa Hasan Reşit Tankut “Têkîlîyên Ziman û Nîjadê”, û ya teblîxa Dr. Nurettin Onur “Etudek Derbarê Ji Layê Grûbên Xwînê ve Binyada Nîjada Tirk” bûn. Di vê kongreyê de, ku careke din rastîya Teza Tarîxa Tirk dihat piştrastkirin, teorîsyenê navdar yê nîjadperest Pittard jî teblîxek pêşkêş kiribû. Mecmûaya Antropolojîya Tirk, ya ku di navbera salên 1925-1939an de çap bûyî û Wekîlên Maarîfê “serokatîya faxrî” bo wê kirî, di wê serdemê de wekî rêbazeke zanistî antropolojîyê bi kar tîne û ji bo îsbata mezinahîya nîjada tirk gelek nimûneyên têr û tijî dide, yên ku nîşan didin ka ji bo vê meseleyê wan çiqas serê xwe êşandine.

Ji bo ku em bibînin nîjadperestî di asta teorîk de nemaye, em du nimûneyan bidin û vê beşê xilas bikin: Di îlaneke Rojnameya Cumhurîyetê ya 14ê tîrmeha 1937an de, yek ji pîvanên bo hilbijartina xwendekarîya Mekteba Baytarîya Leşkerî ya Enqereyê “bûna ji nîjada tirk” bû. Di îlaneke din a Rojnameya Cumhurîyetê ya 6î îlona 1938an de, ya derbareyê qebûla mamosteyên teyareyê yên Dîrektorîya Çûka Tirk [Türk Kuşu] de, şertê “bûna ji nesebê tirk” dihat xwestin.

Heya vir me hewl da bi awayekî serencama nîjadperestîya tirkan ya heya 1938an nîşan bidin. Lê serencama nîjadperestîya piştî 1938an jî balkêş e, girêdayî ew tiştên heya niha me gotî, nêrîn û gotinên nîjadperest, em dibînin ku proseyeke “avakirinê” heye ya ku ji salên ewil yên komarê dest pê dike û heya roja me bênavber dewam dike. Ev dikare bi kurtî wekî rengvedana şaşîtîyeke hizrî ya “pêbawerîya ku nasnameya tirk raserî nasnameyên din e”, bê gotin.

2.3. Rastîyên di metnên hiqûqî de tên dîtin

Dikare di metnên hiqûqî de jî bê dîtin ku gotinên “tirk/tirkîtî” her pêkhateya nîjadî ya li vî welatî di nava xwe de nahewîne, beravajê wê ew gotinek wisa ye ku li hemberî nîjadên din raserîya tirk/tirkîtîyê vedibêje.

Li gorî madeya 4emîn ya Qanûna Perwerdehîya Bilind; armanca perwerdehîya bilind ew e ku, “xwendekarên xwe wekî kesên ku “nirxên neteweyî, exlaqî, insanî, manewî û çandî yên neteweya tirk radigire, şeref û bextewarîya tirkbûnê hîs dike” bigehîne.

Madeya 2emîn ya Qanûna Bingehîn ya Perwerdehîya Millî, dibêje ku, armanca bingehîn ya perwerdehîya millî ya tirk ew e ku, hemû kesên neteweya tirk bibin “…kesên nirxên millî, exlaqî, insanî, manewî û çandî yên milletê tirk qebûl dikin, wan diparêzin û bi pêş ve dibin”

Di Qanûna Îskanê de milet rastî cudakarîyeke weha hat, “yên ji nîjada tirk û yên ne ji wê”. Hem ji bo çareserkirina ‘Meseleya Kurdan’ hem jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên mihacirên misilman yên ku pêl bi pêl dihatin Tirkîyeyê, bi Qanûna Îskanê ku di hezîrana 1934an de hat derxistin, Tirkîye bi bikaranîna termên wekî “neseb”, “nîjad”, “hars” dabeşî sê herêman bû. Bi zimanê qanûnê, “Mintiqeyên derece 1: Ew cihên ku tekasufa (zêdebûna) nufûsa bi çanda tirkî lê tê xwestin. Mintiqeyên derece 2: Ew cihên ku temsîla çanda tirkan lê tê xwestin û ji bo îskan û neqla wê hatine veqetandin. Mintiqeyên derece 3: Ew cihên ku bi sedemên cih, sihet, îktisat, çand, sîyaset, leşkerî û înzibat, tê xwestin ku bên valakirin û ji bo îskan û îqametê bên qedexekirin.” Bi vî rengî careke din baştir tê fêmkirin ku bi gotina “tirk îtlaq dibe” ya madeya 88ê ya Makeqanûna 1924an çi tê daxwazkirin.

Di Qanûna Paşnavî de ji bo hemwelatîyan hilgirtina paşnavekî tirkî hat ferzkirin;

Bi Qanûna Nufûsê, hemwelatî tenê dikarin navên tirkî li zarokên xwe bikin û ev hatîye tomarkirin, bi Qanûna Bajaran, navê hemû yekîneyên cografîk dibin tirkî.

2.4. Rastîyên di biryarên dadgehan de tên dîtin

Di biryarên dadgehan de sekna cudakar ya li hemberî hemwelatîyên ne-misilman ji layê dadgehan ve jî tê qebûlkirin û dadgeh xwe wekî parêzvanên nasnameya tirkî tenê dibînin.

Biryara 1974an ya Dadgeha Bilind ya ku hemwelatîyên ne-misilman wekî “bîyanî” pênase dike, nimûneyeke sosret ya vê meseleyê ye. Wextê li vî welatî li kurd û ermenan ji layê rayedarên herî jor yên dewletê ve heqaretên cur bi cur (kurdê bi dûvik, dolê ermenî) tên kirin, ew endamên darêzgerîyê yên bêdeng dimînin, gava mesele tê ser nasnameya tirk bi hesasîyeteke zêde tevdigerin û heta ji cihên nedîtî-nebînayî heqaretan derdixin. (binêrin, Doza Hrant Dink)

Encam

Encama ji van hemûyan derdikeve ev e: “Netewe/miletê tirk” ne gotineke wisa ye ku cudahîyên nîjadî, dînî û çandî yên civaka Tirkîyeyê nas bike, yekîtîyê pêk bîne û wan hembêz bike. Beravajî wê ev têgeh bi temamî nasnameya nîjada tirk temsîl dike, fonksîyona mezinbûna wê ya li hemberî yên din heye û tenê wê diparêze. Lewra, îdîaya ku “tirkîtî” ne xwedî wateyeke nîjadî ye û her kesê di nava xwe de dihewîne, ku ev gotin di nava vegotina komarparêzîyê de bi qîmet e, ne di qada neteweyî ne jî ya navneteweyî de bawerî û muteberîyeke xwe nîne.

Wergera ji tirkî: Cumhur Ölmez

ahmet.ozer@toros.edu.tr

Çavkanî

Atatürk’ün Söylev ve Demeçleri, Atatürk Araştırma Merkezi, 2006;

Ahmet Yıldız, “Ne Mutlu Türküm Diyebilene” Türk Ulusal Kimliğinin Etno Seküler Sınırları     (1919-1938), İletişim, 2001.

Ayşe Hür, Nihal Atsız, Reha Oğuz Türkkan ve Turancılar Davası, Taraf, 10.02.2013

Ayşe Hür, “Ne mutlu ‘Türküm diyene’ mı? Ne mutlu ‘Türk olana’ mı?”, Taraf, 03.02.2013, İst

David McDowall, Modern Kürt Tarihi, Doruk, Ank, 2004.

Nazan Maksudyan, Türklügü Ölçmek, (Bilimkurgusal Antropoloji ve Türk Millîyetçiliğinin Irkçı Çehresi), Metis, 2005.

Suavi Aydın, “Cumhurîyet’in İdeolojik Şekillenmesinde Antropolojinin Rolü: Irkçı Paradigmanın Yükselişi ve Düşüşü”, Modern Türkiye’de Sîyasi Düşünce, Kemalizm, C.2, İletişim, 2001.

Uluğ İğdemir, Cumhuriyetin 50. Yilinda Türk Tarih Kurumu, TTK, 1973.

Afet İnan, Medeni Bilgiler ve M. Kemal Atatürk’ün El Yazıları, TTK, 1969.

Naci Kutlay, “Ismet Paşa’da Dönemsel Irkçı Anlayışlar”, Özgür Politika, 9-12 Kasıim 2003.

Şeref GözübüyükZekai Sezgin, 1924 Anayasası Hakkındaki Meclis Görüşmeleri

Taha Akyol, Atatürk’ün İhtilal Hukuku, Doğan Kitap, 2012.

Vahap Çoşkun, “Türklük Nedir?”, Taraf, 23.11.2008, İstanbul.

Cumhuriyet Gazetesi, 19.09.1930

Milliyet Gazetesi, 31.08.1930

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar