Tebax-îlon 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

“Tirkîyeyîbûn û Kurdistanîbûn ne têgehên dijberî hev in”

"Ez xwe ji pozîsyonên nûnerî yên ku hatime hilbijartin gelek dûr dibînim. Ya rastî peyvirên wekî parlementerî û hevserokatî ne li gorî nasname û terzê min in. Min vê yekê, bi serpêhatîyên xwe hîn baştir fêm kir. Di nav gel de meşandina sîyaset û têkoşînê bi rastî jî li gorî terz û vegotina min a jîyanê guncantir e. Ji ber vê sedemê ji nûnerîya meqamên sîyasî zêdetir ez xwe nêzîkê edebîyat, muzîk û parêzvanê mafên mirovan hîs dikim."

Em ji sîyaseta rojane dest pê bikin. Îdîayên Sedat Peker tiştên ku mixalefeta Tirkîyeyê pê nizane nînin. Lêbelê  di hevkarîya AKP û MHPê de, hem rêxistinên partîyan hem jî dabeşkirina erkên mewcûd têne guhertin. Bahçelî jî ji MHPyê cuda bi Erdoğanî re dest bi berdewama hevkarîyê dike. Hûn di derheqê vê rewşê de çi dibêjin? Gelo Sedat Peker dê dubendîyê kûrtir bike? An jî ew li ser maseyê li benda ‘’kekê’’ xwe ye?

 

AKP ji demeke mêj ve ye ji partîyeke sîyasîbûnê derketîye. Ev êdî veguherîye koalîsyona  çeteyan, komên berjewendîyê û grûbên mafyayê. Bi daxuyanîyên Sedat Pekerî ev rewş bi awayekî hîn vekirîtir tê dîtin. Ji bo me ne rewşeke ecêb e ku meriv pê bikeve şokê. Ger gotina wê caîz be, ji demeke dirêj ve ye, me jixwe malê xwe nas dikir. Lê belê  ji derve jî dîtina belavbûna AKPyê girîng e. Wisa xuya dike ku ev rewşa nû, dê belavbûna AKPê leztirîn bike û   roja ku hilbijartinê wenda bikin jî, dê wekî nokên ku li keviran keve, ew ê bela wela bibin.

Di derheqê we de gelek doz tên vekirin, berî ku yek biqede dozek din tê vekirin. Niha doza Kobanîyê jî li van dozan hat zêdekirin. Hûn di heman demê de hiqûqnas in. Hem wekî hiqûknasekî hem wekî sîyasetvanekî û hem jî wekî hemwelatîyekî li gorî we armanca bingehîn a vekirina van dozan çi ye? Hûn di parastinên xwe de, car caran peyamên li derveyî van dozan jî didin. Wekî daxuyanîya we ya 128 mîlyar li ku derê ye? Gelo li gorî we armanca van dozan ev helwesta we ya dijber (mixalif) e?

Armanca bingehîn a van dozan tasfîyekirina sîyaseta demokratîk a kurdî ye. Ev doz hemî li derveyî hiqûqê ne û bi armanc û mebesta sîyasî hatine vekirin. Jixwe Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî ev yek tesdîq kir. Ji ber vê yekê, divê xweparastinên min jî li gorî çarçoveya van dozên sîyasî be. Ez jî hewl dikim ku helwesta xwe wisa nîşan bidim. Armanca van dozan ne tenê ez im. Belkî kesê ku tê ditîn ez im, lê di rastîyê de armanca van dozan bi hezaran HDPyî yên li sirgunê û di zîndanan de ne.

Biryarên DMMEyê (Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê) tu car ewqas nehatibû şêlikirin. Demîrtaş wekî rehînekî tê ditîn û ji Ewropayê re bi awayekî devkî ne be jî, bi fiîlî û vekirî peyama ‘’biryarên DMMEyê ji bo me ne darbasdar in’’ tê dayin. Hûn di derheqê vê mijarê de helwesta Ewropayê çawa dinirxînin? Li gorî we divê Ewropa bi awayekî vekirî ji bo Tirkîyeyê mueyedeyan bisepîne?

Ewropa û Yekitîya Ewropayê di derheqê mijara mafên mirovan de teqez durû û pragmatîst in. Bi kêmasî helwesta piranîya hikûmetan wisa ye. Endîşeya wan a ji bo aborî û ewlehîyê, her dem li pêş nirxên mafên mirovan e.

Belê, em hewl didin ku hemî derfetên hiqûq û dîplomasîya navneteweyî heta dawîyê bi kar bînin, lê em realîst in û pir baş dizanin ku têkilîyên navneteweyî bi hevsengîya (balansa) berjewendî û hêzê ve rasterast girêdayî ye. Ji ber vê sedemê, em her dem hewl didin ku bi gelê xwe bawer bin, pişta xwe bidin gelê xwe û têkoşînê di vê çarçoveyê de xurt û bihêz bikin. Ger hêza me tune be, dê tu kes li mafên me nefikire. Realîte ev e. Em ê negirîn û sîtem nekin. Em ji tu kesî parsekîya merhemetê jî nakin. Em ê mafên xwe bi berxwedanê bi dest bixin. Em bi vê hêza xwe hewl didin ku zorê bidin Yekitîya Ewropayê da ku ji mafên me re rêzdar bin. Ji bo vê armancê jî em bi îhtîmam hewl didin ku bi hemî hêzên demokrasîyê yên Ewropayê re di nav piştgirî, hevkarî û têkilîye de bin.

Hûn jî di nav de, niha sîyaseta kurdî hepskirî ye. Hûn tesîra vê yekê ya li têkoşîna derve û valahîya mixalefetê çawa dibînin? Li gorî we vegotina sîyasî ya HDPê ji bo dagirtina vê valahîyê têr dike?

Ger HDP li beramberî vê şîdet û zextê hîn jî dikare li ser pîya bimîne, ev bi saya ked, hewl û fedakarîyê ye. Ger meriv vê yekê nebîne dê neheqî be. Heke di vegotinê de kêmasîyek hebe jî, divê meriv rewşa awarte ya vê demê berbiçav bigre û vê kêmasîyê bi xweşbînî tolore bike. Ji alîyê exleqî ve helwesteke dijber dê ji bo HDPyê û bi deh hezaran kedkarên wê neheqî be. Di nav van mercan de jî HDPyeke ku hewl dide ya herî baş bike heye.

Meriv dikare kêmasîyên HDPê bi dostane û hevalbendî rexne bike, lê wezîfeya exlaqî ya her demokrat û her kurdî ew e, ku bi HDPê re piştgirîyeke bê sînor nîşan bide. Ji ber ku qet ne hêsan e ku meriv karibe partîyeke wisa li ser piya bihêle. Berxwedan, bawerî û fedakarîyeke mezin û bêhempa heye. Bêguman HDP dê rojên hîn baştir û çêtir jî bibîne.

Bi taybetî bi destpêkirina şerê li dû 7ê hezîranê di civata kurdî de şikestinek çêbû. Di vê pêvajoyê de beşek sîyasetvanên ku ne girêdayî partîyan in, hinek bê hêvî ne û çareserîyê di ‘’yekitîya neteweyî’’ de dibînin, ev sîyasetvan HDPê jî rexne dikin. Gelo li gorî we rastîya van rexneyan tuneye? Bêyî ku welatparêzî û nijadperestî bê tevlîhevkirin, divê daxwazên civakî çawa bê nirxandin?

Mixabin gelek têgeh di encama gengeşî û nirxandinên xelet de, şêlo bûn an jî  ji naveroka xwe dûr ketin.

Ango, yekîtîya neteweyî ya gelê kurd û tirkîyeyîbûn an jî kurdistanîbûn ne têgehên dijberî hev in. Gelê kurd dixwaze li cografyaya Kurdistanê ku parçeyek ji welatê bingehîn e û li seranserî Tirkîyeyê bi nasname, ziman û rêxistinbûyina xwe hem di desthilatdarîya navendî hem jî di desthilatdarîya herêmî de cih bigre.

Kurd êdî ji Edîrneyê heta Hekarîyê li 81 bajaran dijîn. Li van deran wekî koçber jî namînin. Xanî ava kirine, bûne sazkar û bi cih bûne. Li ser hemî Tirkîyeyê maf û para hemî kurdan heye. Tirkîye tenê ne yê tirkan e. Ji alîyê tarîxî ve jî di damezrandina Tirkîyeyê de, gelê kurd xwedîyê gotin, çalakî û biryarê ye. Ji ber vê yekê jî mafê wê heye ku wekî kurd beşdar û hevkarê desthilatîyê be.

Ji bo vê sedemê jî [gelê kurd] dixwaze pirsgirêkên Tirkîyeyê çareser bike û desthilatdarîyê bike. Dema vê yekê dike jî dê dev ji ziman, kultur û nasnameya xwe bernede. Tirkîye dewletek û cografyayeke tenê aîdê nasnameyeke etnîkî nîn e, ew welatê hevpar yê herkesî/ê ye ku li vê cografyayê dijî. Ji ber ku îdeolojîya fermî vê rastîyê qebûl nake, em jî ne mecbûr in îdeolojîya fermî wekî rastî qebûl bikin.

Perînçekê ku ji sedî 0.01 deng distîne, xwe wekî xwedîyê welat û dewletê dibîne. Çima 25 mîlyon kurdên ku li her çar alîyê welat dijîn xwe wekî mêvan qebûl bikin? Ji ber vê yekê em dibêjin; Tirkîye di heman demê de ya me ye jî û em ê wê bikin welatekî demokratîk da ku ew me jî bi nasnameya me qebûl bike. Bi kurt û kurmancî tirkîyeyîbûn ev e. Nexêr entegrebûna bi teza dewletê ya fermî nîne. Ji bo vê armancê jî em hewl didin ku bi hemî gelan re di çarçoveya prensîbên demokratîk de hevkarî û piştgirîyê li dar bixin. Lewra ev tez ne bi zorê, tenê bi dilxwazîya hevbeş dikare pêk were. Hilbijartinên hezîrana 2015an destpêka vê yekê bû, lê geşepêdanên ne li bendê û awarte rû dan. Lê dîsa jî meşa me ya ji bo vê armancê berdewam dike.

Kurdên bakur, ji rojeva kurdên parçeyên din û ji yên dîyasporayê cudatir, hîn zêde bi rojeva Tirkîyeyê ve dijîn. Li gorî we ev têgihîştin, bi taybetî di serî de rewşa ziman, li geşepêdana xebatên kulturî tesîreke çawa dike? Ji bo zimanê kurdî hebûna xwe biparêze, hewcedarî bi helwesta sîyasî ya bi çi rengî heye? Divê di serî de sîyasetvan helwesteke çawa nîşan bidin?

Heta ku mafê perwerdeya zimanê zikmakî, xizmet girtin, jîyana sosyalî, kêşeyên jîyana giştî ya kurdan ji alîyê dewletê ve neyê qebûlkirin û di ewlehîyê de nebe, çareserkirina mayînde jî ne mimkin e. Sîyseta tirkîyeyîbûnê ya ku min demek berê behs kir, van xalan di nav xwe de dihewîne. Ger ev dewlet dê bibe dewleta me jî, divê bi demokrasîyê bê îdarekirin û hemî mafên neteweyî yên kurdan di bin ewlehî û garantîya kanûna bingehîn de be. Ger ev yek pêk were, wê demê em ê bi dilrehetî bibin hemwelatîyên azad ên welatê hevbeş, dewleta hevbeş û em ê bikaribin nasnameya xwe biparêzin; di nav aştîyê de û bi wekhevî, bi hev re bijîn. Çareserkirna herî maqûl a ji bo berjewendîyên gelê tirk jî derbasdar ev e; li her derê Tirkîyeyê û di sazîyên dewletê de  hebûna gelê kurd a bi nasnameya xwe û bi desthiltdarîyên bihêz ên herêmî li herêman jî bikaranîna demokrasîyê ye.

‘’Dirûşmeya em ê rê nedin te bikin serok’’ berbiçav û bitesîr bû. Lêbelê Erdoğan bû serok. Li gorî anketên rayagiştî di hilbijartineke demokratîk de wekî îhtimaleke lawaz bê xuyakirin jî, dikare di hilbijartinên pêş me de carek din jî bibe serok. Hûn îro bixwazin vê hevokê ji nû ve bêjin, gelo we dê bi heman rengî bigota? An jî bi nêrîneke ne li gorî şexsan, bi çarçoveya nêrîna li sîstemê, perspektîfa we ya rexnekirinê veguherîye?

‘’Em ê destûr nedin te bikin serok’’ dirûşmeyeke destpêkirina kampanyaya hilbijartinê bû. Helwesteke li dijî şexsê Erdoğanî nebû. Ew destnîşankirina dirûşmeyî ya li dijî diktatorîya yek şexsî ye. Û li dû kiryarên dîktatorîyê bi awayekî zelaltir hat dîtin ku dirûşmeyeke ne çewt e.

Herweha Erdoğan hê jî nebûye serok jî. Lewra herçiqas dengên beşek ji civatê girtibe jî, nikaribûye razîbûna beşên mayî yê civatê bigire. Serokatî tenê bi piştgirîya alîgirên xwe nayê bidestxistin. Di rastîyê de serokatî bi razibûna kesên mixalif û dijber tê bidestxistin û ancax wê demê meriv dibe serokê civakê.

Me bi wê dirûşmeyê daxuyand ku razîbûn û destûra me ji serokatîya Erdoğanî ya bi awa û şêwaza tirkî tune. Ji xwe li gor anketan ev nerazîbûna li hember wî  gehiştiye % 65an.

Min ji Erdoğanî re negot tu nikarî bibî dîktator, min got tu nikarî bibî serok û ew nebû serok jî. Yekser wekî Trump. Wî % 50yê dengan wergirt, lê ji ber ku razîbûna % 50yê mayî negirt. Erê  li ser text rûnişt, lê ji bo rojekê be jî nikaribû bibe serok. Lêbelê Obama roja ku hatibû hilbijartin bûbû serok jî. Çunku razîbûna kesên mixalîf û dijber jî wergirtibû.

Dirûşmeya ‘’Em ê destûr nedin te bikin serok’’ danezana nerazîbûnê ye û li ser navê bi mîlyonan kesan hatîye îfadekirin. Rast e û mafdar e.

Demirtaş ji bo me dost e, hevalê sifreyê ye, evîn e, hevalê zaroktîyê ye, germîya malbatê ye û mîzah e. Bi mîlyonan heyranê dilsozîya we û heyranê dilê we yê paqij hene. Ev rewş ji bûyina figurekî sîyasî wêdetir, berpirsîyarîyeke çawa bar dike ser milê meriv? Bi awayekî vekirî hûn bi çi awayî ketin nav van kar û baran? Hûn poşman in?

Ez xwe ji pozîsyonên nûnerî yên ku hatime hilbijartin gelek dûr dibînim. Ya rastî kar û wezîfeyên wekî parlamenterî û hevserokatî  ne li gorî nasname û terzên min in. Min ev yek, bi serpêhatîyên xwe hîn baştir fêm kir. Di nav gel de meşandina sîyaset û têkoşînê bi rastî jî li gorî terz û vegotina min a jîyanê guncantir e. Ji ber vê sedemê, ji nûnerîya meqamên sîyasî zêdetir ez xwe nêzîkê edebîyat, muzîk û parêzvanê mafên mirovan hîs dikim.

Min ji bo ku ez bibim parlamenter û hevserok bi qasî misqalekê be jî hewl neda. Min ev kar wekî wezîfe li pêşîya xwe dîtin. Her cara ku min xwest ez dev ji van kar û wezîfeyan berdim, bi daxwaz û piştgirîya gel min ev wezîfe  meşandin. Bê guman gelê me bi şeref û rûmeteke mezin xelat da min. Lê belê ev wezîfe ji bo min ne pile, meqam û desthilatî bû; berpirsîyarîyeke exlaqî bû. Min jî hemî hêz û keda xwe bi kar anî da ku ez layiqî vê xelatê bim.

Min bi rastî û ji dil û can ji gelê xwe hez kir, gelê me jî vê hezkirinê bê bersiv nehişt, gel jî ji min hez kir. Hemî ewqas e. Li holê mucîzeyek tuneye, rewşeke normal wekî ku divê hebe, heye. Ez ne qehreman an jî efsane me. Ez ewladê gelê kurd im ku bi ked, têkoşîn û tecrûbeya gelê xwe hatime mezinkirin. Gelek qehramanên bênav di bin axê de ne, di rewşeke wisa de xwe wekî qehreman nîşankirin dê helwesteke gelek erzan û xav be.

Jîyaneke min a sade û mutewazî heye. Û tu nîyeta min tuneye vê yekê biguherînim jî. Belkî jî gelê me ji vê taybetmendîya min, ji sadebûna min, ji dirustbûyîna min hez kir. Ez ji vê helwestê gelek şanaz û bi rûmet im.

Divê hin derdor jî ji hezkirin û evîna gelê kurd a bo min nekevîn endîşeyê. Ez ê vê hezkirin û evînê hilnegirim û nebim ciheke din. Ez ê bi hemî hêza xwe vê hezkirinê ji bo gelê xwe bi kar bînim. Jixwe ez helwesteke berevajî bikim dê ev hezkirin û evîn jî biqede. Ji ber vê yekê hewce nake tu kes li ser navê xwe ji min bi fikar û bi endîşe be. Ez ewladê bi mîlyonan dayikên kurd im û ez ê wisa jî bimînim.

Wergera ji tirkî: Nedim Baran

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar