Kanûna pêşîn 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Tirkiye / Demên mutewazî yên destanê

Di 1937an de Mustafa Kemal serdanekê dike, ev dibe serdaneke xwedî wateyeke giran a ku herweha pê radigihîne ku herêmên kurd ji nû ve dikevin bin kontrola dewletê. Bi fîgura Dayîka Meryem, «dayîkeke Wêrekîyê» ku wêdetirî hemû cihêrengîyan, zarokên xwe diparêze («hemû zarokên xwe», ango hemû niştecihên kurd), ku-rekî xwe li Kobanê ji dest dide û di êrişeke li dijî xwepêşandaneke aştîyê de li Enqerê ew jî jîyana xwe ji dest dide

Wergera ji tirkî: Sylvain Cavaillès

Weşanên Kontr, Noailly, 2021, 115 r., 18 ewro.

Bi xêzên Selçuk Demirel.

Dîyarbekir an jî bi gotina xel-kê xwecihî, Amed, paytexta ronakbirî, çandî û hîsî ya kurdên Tirkîyeyê ye. Dorpêçkirî bi sûrên bazalta reş, bi baxçeyên xwe yên pir berfireh ên meywe û sebzeyan navûdengdayî û wekî mîraseke mirovahîyê sinifandî, ev bajarê li kevîya Çemê Dîcleyê bicihkirî di salên 2000î de wisa mezin bûye ku hejmara şênîyên wî ji mîlyonekî derbas kirîye. Li gel vê yekê jî, ew di wêjeya hemdem de li paşzemînê, wekî xemleke besît an jî wekî mîteke destlênedayî ya ji bo evîndarên mekanê xuya dike.

Ew dibe hêmaneke navendî ya çîroka Murat Özyasar, yek ji nivîskarên herî bi qabîlîyet ên bi eslê xwe kurd di salên dawî de, ku vê pirsê dike: çi ye çarenûseke kurdî? Li bajarên Rojhilatê welêt ciwanek bi çi re rû bi rû dimîne, çiqas xwedî derfet e ji bo xwe sazkirinê? Li navbera cînayetan, qedexeyan û zordarîyên polîsîye, pêdivî bi mîzaheke pir taybet, xirecirî û ecêb a Özyasar heye ji bo resimandina dîmenê berxwedana bingehîn a tomarkirî li nava civaka herêma kurd. Gava taxek tê dorpêçkirin bi mehan di navbera kanûna paşîn a 2015an û bihara 2016an de, jin, zarok, ixtîyar ên li malên xwe asê mayî û gule û roket di dîwaran re derbas dibin, encam besît û aşîna ye: «hêrsa me li ber fûrînê ye».

Li Dîyarbekir, ji her derê zêdetir, mirov li nava sînema û helbestê mezin dibe. Ji bo bajarekî wisa veqetandî ji navenda welêt, dûrî Stenbol û Enqereyê, trênê demeke dirêj temsîla vekirineke mezin dikir û têketina garê ya trênê di fîlmê Rê-Yol (1982) ê Yilmaz Güney de hê jî dimîne wekî remza afirandina mimkin -lê hertim jî astengkirî-. Li gel vê yekê rêya hesinî ya herweha bajêr dike du parçe, li navbera taxên zengîn û xizan, wekî ya ku têde nivîskar mezin bûye. Ew hê dema nûgihîştîye bi fîlmên Bruce Lee û Jackie Chan, ên li kafeya servekirî (çayxane) ya stasyonê li ser qeydîyên vîdeoyê sînemayê nas dike… Beş bi beş, ev dibe avhewayeke hişî, herweha dîroka hevpar a tê parvekirin.

Di 1937an de Mustafa Kemal serdanekê dike, ev dibe serdaneke xwedî wateyeke giran a ku herweha pê radigihîne ku herêmên kurd ji nû ve dikevin bin kontrola dewletê. Bi fîgura Dayîka Meryem, «dayîkeke Wêrekîyê» ku wêdetirî hemû cihêrengîyan, zarokên xwe diparêze («hemû zarokên xwe», ango hemû niştecihên kurd), ku-rekî xwe li Kobanê ji dest dide û di êrişeke li dijî xwepêşandaneke aştîyê de li Enqerê ew jî jîyana xwe ji dest dide.

Lê belê cihê ku nivîskar lê derdikeve pêş, jîyandina devokên zimanê kurdî û tirkîya şikestî ye (bi vî awayî tirkîya xirab fêrbûyî bi nav dike): «Ez du zimanên linavhevketî diaxivim, zimanekî travmatîk, reş, melez, bêkok û ji ber ku bêkok e, di xwe de hêvîyekê dihewîne». Ew di bîra mirov de dike mayînde, di remzên zindî yên vê hebûna xirab a zimanî de: awareyên (kesên-pê-xwas) ku, ji xwe ve diçin bi merasîmeke zewacê ya li bajarê kevin, hildikişin ser dikê û peyamên azadî û  manûnemanê didin, bi îlhamgirtina ji straneke fîlmê Raj Kapoor (Awaara Hoon) û li vir rewş dibe wekî şopeke ronahîya biriqîner a ku ji Ganjê ber bi Firatê diherike û Şerqê bi xwe ve girê dide.

Vê pirtûka biçûk karîye bi serketinî dîrok û erdnîgarîya bindestên herêma başûr-rojhilatê, civakeke pir êşandî û bênirxkirî şîrove bike. Pirtûka bi navê Sertîkaya hevgirîCertifié conforme dibe portreyekî bajarekî ku yên wekî wî kêm in.

Timour Muhidine

Wergera ji fransî: Baran Nebar

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar