Gulan 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

«Tenê durûyên sextekar û xwefiroş dixwazin xwe nêzî te bikin»

Kuçeyên teng, peyarêkên xwarovîçko, xanîyên her bilind dibin, bazareke li kolana sereke ku tu esnafekî wê neqeydkirî ye, qereqoleke polîsan a dora wê bendûrizdekirî ji deh salan berê ve, gava ku dengeya hêzan a navbera xelkên sîvîl û hêzên ewlekarîyê guherî: Kabbarîya, ku nêzî ji sedî 10ê nifûsa Tûnisê lê dijî, herêma populer a ku dikeve hêla herî başûrê «kembera xizanîyê» ya derdora paytext. 14ê kanüna paşîn a 2011an, şênîyên wê yên ciwan ji bo tevlîbûnê berê xwe dabûn xwepêşandanên li navenda bajêr, li pêşîya wezareta karê hundir ên ji bo wergerandina serok Zeynel Abidîn Bîn Elî dihatin lidarxistin.

Bi fûrîna hêrsa dehan salên biçûkxistin, lêdan, keyfîyeta polîsan, gendela rêveberîyê, wekî din bi zengînbûna bi heytehol a qebîleyên malbatî yên nêzî serokê berê, van herêmên navenda welêt, dû re jî bajarên li peravan û bi taybetî jî kevîtaxên Tûnisê, ji bo edaleta civakî, lê herweha berî hertiştî ji bo jinûve bidestxistina kerema (rûmeta) xwe serî hildabûn.

Rojên piştî reva serokê wergerdandî, ya ber bi Erebistana Siûdî, niştecihên Kabbarîya jî, wekî li her derê welêt, ji bo pêkanîna ewlekarîyê komîteyên taxê ava kiribûn, ji ber ku polîsan ji bilî pêkneanîna wezîfa xwe, herweha hinan ji wan ji bo afirandina tevlîhevîyê êrişî xelkê jî dikirin. «Me dest werda sî û neh ajanên yekîneyeke veşarî ya polîs a ji bo tevdana rewşê hatibû û me ew radestî artêşê kirin», bi van gotinan şahidîya wan rojan dike, M. Adel, yek ji ciwanên Kabbarîyayê, ku dixwaze herweha balê bikşîne ser rola dîyarker a artêşê, ku red kiribû guleyan li xwepêşandêran bireşîne.

[emember_protected]

Deh sal şûnde, leza pêşketina vê şoreşê daket. Xizanî niha hê berbiçavtir bûye, gendelî zêdetir berbelav bûye, dewlet tune li holê, çîna sîyasî bêîtîbar bûye, tax jî adeta wekî bêyom hatîye deqkirin. Jixwe awirekî kurt ê li gotinên têkildarî Kabbarîya ya di medyayê de, tevî ku pir kêm caran behsê dike, der barê îtîbara wê de fikrekê dide mirovî: jineke binçavkirî bi sûcbarîya firotina esrarê, erebeyeke daqurtandî li ser rêyeke qelişî ji ber rojeke şilî, sextekar bi ambûlansan peyayan dişelînin… Tu kesekî ji derve wê sebebek nebîne ji bo biçe wê derê, û ji bilî xebatkarên fabrîkayên derdorê an jî rêveberan, tu şênîyek sebebeke derketina ji wir nabîne. Ciwanên ji alîyê polîs ve li navenda bajêr an jî li taxeke zengîn a bakur tên kontrolkirin û derhal guman ji wan tê kirin, bi rêkûpêkî rastî van pêkanîn û tecrubeyan tên.

Rêgeha Kabbarîyayê bûye remza hewldana pêşketina civakî ya ji alîyê dewletekê ve hatîye birêvebirin û ev têkçûn bûye sedemê şoreşa 2011an. Ev çiqlê paytextli herêmeke ku bi darên kabarî yên navê xwe li taxê kirine, dagirtî ye- di 1955an de hat çêkirin, hema çend meh berîya serxwebûnê, ji bo bicihkirina «kesên nayên xwestin», ango gundî û bedewîyên qewirandî ji gundewarîyê ji ber zilma kolonîyal û buhrana tirsnak a aborî û zîraî yên salên 1930yî. Şênîyekî ji sinifên civakî derkirî û sefîl ku li wargehên bi navên «gourbis» li ser hev komkirî, li derdora bajarê kevin berbelav dibû. Piştî serxwebûnê, di 1956an de, wargeh ji bo lêbicihkirina karmendan hat bipêşxistin. Bi armanca misogerkirina şertûmercên jîyana çîneke navîn a ku bingeha xwe ya civakî saz dikir, rejîma Hebîb Bûrgîba ji dawîya salên 1960î bernameyên xwegihandina xwedî malbûnê xistin dewrê.

Lê belê wekî ku bajarzan Morched Chabbî jî çavdêrîya rewşê kir, «dewletê di vê sîyseta nû ya xanîyan de hesabê sinifên karker nekir(1)». Ev sinif demeke dirêj tenê xwedî derfeta xwegihandina bazareke erazîyan bûn û ev erazî jî ketibûn destê operatorên arizî û der-dewletî. Li Kabbarîyayê, «kesên tehlîyekirî», ên neçarhiştî ji bo terkkirina gourbisên xwe, karîn di salên 1960î de lojmanên pir caran besît û hema hema bi awayekî qaçax ji alîyê kesên nêzî rejîmê ve çêkirî, bikirin. Di heman demê de, omdayekî (şefê îdarî yê navçeyê) sextekar lê herweha pir baş parastî mafê erdekî ku ji alîyê eşîreke koçer ve dagirkirî, tevî kon û hêştirên wan «difirot» penaberên navxweyî. Ev der îro bûye cihekî ku lê avahîyên anarşîk li tenişt hev hatine rêzkirin. Hêla herî başûrê patchworka Kabbarîyayê ku navê Hay Nûr lê hatîye kirin («wargeha ronahîyê»), ev nav ji taxeke Kaserîn wergirtîye ji ber ku şênîyên wê bi eslê xwe ji vê derê koçî wir kirine. Cîhaneke xweser, mohra qaçaxbûna orjînal lêkirî û polîs nikare gav bavêje nav, berê xwe fireh dike bi saya bertîlan û desteka di nava rêveberîyê de.

 

«Perwerdeya zarokan bi kêr nehat»

 

Kabbarîyayê dikaribû di warê civakî de ji alîyê malbatên karmendan ve, bi girêdana xwe ya Tûnisê, -helbet bi derengî, di 2008an de, bi navgîna du xetên metroyê-, bi desteka derdorên endustrîyel ên navçeyên cîran, ber bi jor ve bihata kişandin… Lê belê, berevajî, ev herêm her diçe zêdetir bi kûrahî dikeve nava buhranê.. Modela aborîya lîberal a ji salên 1970yî ve hatîye pejirandin, dû re «ahenga sazûmanî», li nîvê salên 1980yî, li gel endustrîalîzasyona gihîştîye zîrweyê, îstîxdam bi sînor kirine(2). «Perwerdeya zarokan bikêr nehat, wan nekarî kar peyde bikin, wekî ku bi awayekî kurt rewşê tîne ziman, M. Abid Bouhrizi, karmendekî berê yê polîs ku li taxê dijî ji dawîya salên 1960î ve. Edaleta civakî tunebû: ji bo peydekirina karekî, pêdivî bi têkilîyan, bi desteka li nava partîya desthilatdar hebû. Bi Ben Alî û klîka wî re gendelî û qaçaxçîtîya madeyên hişber a li bin kontrola birayê wî Monsef Ben Alî, li herêmê berbelav bûn.»

Weki encama xwezahî ya bêkarî û bêkêrbûna aborîyê, qaçaxçîtîya esrarê ji salên 1980î û vir ve bi pêş ket. Girîngîya esrarfiroşên biçûk zêde bû, lê belê serketina wan herî zêde bi saya parastina polîsan ku şîdeta wan dikaribû herkesek ji xwe re bikira hedef, pêk hat. Girtinên kêfî, xeracxurî, îşkenceya bêwijdan a sirf ji bo zeximkirina serdestîya polîsan û pê re jî ya dewletê li ser civakê, dihat kirin, hê jî di bîra mirovan de teze ne. Carina, ciwanan bersiv dida wan, gava êdî di van pêkanînan de tu sînor nas nedkirin: lêdana mirovekî astengdar û biçûkxistina wî ya li ber çavan, binpêkirina sînorekî xakî,… Li wêdetirî têkoşîna li dijî sûckarîyê, ev şerekî xakî ye ku tê lîstin û kontrola qaçaxçîtîyê yek ji qada vî şerî bû. Di dema serhildana kanûna paşîn a 2011an de, şefê qereqola polîsan bi caxên barîyereke rê ve hat daleqandin: şîdeteke tolhildanê ya serketina sembolîk a herêmê li dijî polîsên wekî dijmin dihatin dîtin û herweha li dijî rejîma ku polîs diparastin.

Ji dema terabûna (ketina) Ben Ali û vir ve, şîdeta polîs bi awayekî zêdetir neqandî tê meşandin, lê belê tengezarîya têkilîyan didome, wekî ku strana Seventh Life, a koma rap a xwecih’ 7×7 Unity destnîşan dike: «Tax bi hêza sîrenan reş e. () Hevalên min wekî talîbanan e. Berxwedana mîna felagan (şervanê partîzan ên serxwebûna Cezaîrê! () Tenê sextekar û firotî hene ku dixwazin dest li te bidin. () Ev tenê bertîl û talan e. Ji dil bêje ji min re kî te dehf dide navê? () Em şûran dertînin, şer wê bi dawî nebe, herçendî hertişt berhewa jî bibe.» Çalakîyên çandî û kursên xweparastinê ji bo jinan gotinên stranê bûn sedem ku yek ji stranbêjên komê di mijdara 2020î de bi jêpirsîneke kurt re rû bi rû bimîne.

Şoreşê feraseta dewletê veneguherand. Encamên lêkolîneke di 2020î de li gel heşt sed ciwanên herêmên sinifên kedkar ên Tûnisê re hat pêkanîn, ku yek ji wan jî Kabbarîya ye, pir balkêş in: ji sedî 83,6ê wan civakê «neadil» dinirxînin; ji sedî 70,2 yê wan difikirin ku «dewlet ne dilovan e». Ji bo beşdarên din ên lêkolînê, «newekhevî ne tenê têkildarî rewşa aborî û civakî ye. Ew herweha wekî bêedaletîyeke sîyasî, sembolîk û sincî jî tê dîtin; ji sedî 74,6ê wan difikirin ku dengê wan nayê bihîstin, ji sedî 55,3 yê wan jî bawer dikin ku rêz ji wan re nayê girtin»(3).

Li Kabbarîyayê, hê jî ne navenda ciwanan, ne jî navenda çandî heye û hema hema ji avahîyên tendirustîyê bêpar e. Di 2017an de, dewletê 120 000 dînar (36 000 ewro) veqetand ji bo sererastkirina qadeke werzişê. Ew pere berhewa bû û niha li qada werzişê tenê du qaleyên futbolê hene ku li ser meydaneke xîçikan hatine çikandin. Di pêvajoya deh salên dawî de, fîyeta tiştan bûn alavên agir, rêjeya bêkarîyê gihîşt %27, dizî û şelandin zêdetir bûne. Piranîya malbatan tenê bi saya aborîyeke gewr (grî) debara xwe dikin, tevî ku ev aborîya gewr bi temamî li bin radara dewletê re derbas dibe, bêyî sîgortaya civakî, ne jî bac (aborîya neqeydkirî ji sedî 53yê hilberîna hundurîn a brut [PIB] a tûnisî pêk tîne, li gorî Bankaya cîhanî). Rayedar çavên xwe digirin.

Pereyê vê aborîya debara ji bo vemayîna li jîyanê bi pareke mezin ji alîyê rêxistina Enda Tamweel ve tê peydakirin. Ev rêxistina mîkrokredî a li her derê Tûnisê, li Kabbarîyê jî ne kêmî pênc hezar mişterîyên wê hene. Kredîyên wê yên di navbera 500 heta 40 000 dînarî de, ku bi têkilîyeke ewlehîyê tên misogerkirin, derfetê didin xelkê bêparhiştî ji kredîyên ban-kayan, ji xwe re her cure projeyên biçûk saz bikin.

Li pêlpêloka herî binî ya silmeyê: berbechas, ango kesên bi çîruskên pêşî yên tavê re derdikevin ji bo komkirina şûşeyên plastîk ên li kuçeyan û li ser sergoyên taxên halxweş û kîloya wan bi 300 mîlîmî (8 sentên ewroyê) bifiroşin berhevkarên li taxa Hay Nûr. An jî dikanên biçûk ên li pişt derîyekî hatine bicihkirin, xwaringehên li nava barakayeke li quncikê kuçeyekî sazkirî…

Heta 2011an, gelek dayîkan bi tedarîkirina pêwistîyên rojane (kinc, amûrên metbexê, ûhwd.) li ser sînorên lîbyayî ji bo ji nû ve firotina wan, «bazirganîya bi valêzan» dikir. Şerê li welatên cîran ev tevna bazirganîyê ji hev xist û ev çavkanîya debarê zûwa kir. Rêya bazirganîya derî qeydê ji nû ve berê xwe da alîyê Tirkîyeyê, lê belê pêvajoyên karantînayê û testên şewba Kovîd-19 derbeke mezin li qezenca van gerûgeştan jî da.

Jinebîyeke karmendekî hikûmetê, Mme Fatûma C. niha li bazara xwecihî nevresîman dikire ji bo wan ji nû ve bi deyn bifiroşe şênîyên taxê yên ku derfeta wan tune bi perê pêşîn lihêfek an jî balîvekê bikirin. Yek ji kurên wê sala 2011an di deryayê de windabû, dema dixwest xwe bigihîne Îtalyayê ku li wir zarokekî wê yê din ji ber qaçaxçîtîya narkotîkê deh sal cezayê girtîgehê lê hatîye birîn.

Çûna Îtalyayê hema hema xeyala herkesî ye. Ne tenê ji bo xwe rizgarkirina ji hîsê ragirtîbûnê û pêkanîna tiştê wekî mafê gerûgeştê tê binavkirin ku ji alîyê ewropîyan ve bi wekhevî jê tê sûdwergirtin, lê belê herweha bi taybetî ji bo berhevkirina sermayeyekê û vegera ji bo sazkirina karekî biçûk bi armanca destekdayîna debara malbata xwe. Ji bo kesên rewşa wan pir lezgîn, qaçaxçîtîya narkotîkê derfeta herî bilez a qezenckirina têr pereyan e. Jixwe, tam li hemberî dibistana pêşî ya taxa Hay Nûr, kafeyeke nûjen û nipînû ya bi vî awayê qezencikirina pereyan tê nasîn, nimûneyeke serketina madî ya mimkin pêşkêşî şagirtan dike.

Çalakîyên çandî û kursên xweparastinê ji bo jinan

Di 2012an de, asoyeke din vedibû ji bo watedarkirina jîyana nifşekî ciwanan ê bi bêfeydebûna civakî ketine nava buhranê: cîhad. Du mizgeftên sereke yên herêmê ji alîyê selefîstan ve tên kontrolkirin. Ixtîyarên dîndar wan wekî «ciwanên qurre û nezan» pênase dikin. Piştî serketina hilbijartinî ya partîya îslamîst Ennahda, di çirîya pêşîn a 2011an de, Tûnisê derîyên xwe vekirin ji bo waizên radîkal ên ji Misirê an jî Kendavê hatibûn, û beşeke civakê guh dida gotinên wan piştî qedexeya bi dehan salan dewletê danîbû ser waazên olî. Sazîyên alîkarîyê peyman pêşnîyarî Tirkîye an jî Lîbyayê dikirin ji bo biçin li nava rêxistinên şer dikirin xizmetê bikin. Her kesek li Kabbarîyayê kesekî ku çûye Sûrîyeyê şer û ekserîyet, lê mirîye, dinase. Ji 2014an ve ji nû ve destpêkirina kontrola li mizgeftan, girtina komeleyên enîyên şer, çavdêrîya nêz a polîsan li ser hemû kesên bi komên selefîst re didin û distînin, û nexasim jî fîyaskoya tecrubeya xelîfetîya ragihandî ji alîyê Rêxistina Dewleta Îslamî cazîbeya «maceraya» cîhadîst heta radeyeke mezin kêm kir.

Li hêla din, koçberî ji hemû deman zêdetir dibe yekane asoya revê. Zêdetir asêkirina sînorên ewropî jî li pêşîya revê nabe asteng : «Civak xeyalên ciwanan hildiweşîne. Yekane awayê binirxkirina potansîyela xwe, veqetîna ji mal û warê xwe ye. Peydakirina karekî maqûl hema hema li derî îmkanan e. Bi muqayesekirina 100 000 dînar [30 000 ewro] ji bo avakirina xanîyekî, 15 000 dînar [4 500 ewro] ji bo zewacekê, derbasbûneke misoger a di navbera 12 000 û 24 000 dînarî de [ji 3 600 heta 7 200 ewro] dibe veberhênaneke aqilane», li gorî M. Ahmed Sassî yê 34 salî, mamosteyê felsefeyê û yek ji avakarên Nifşê Dij-Marjînalîzasonê (GAM).

Ev komeleya di 2013an de avakirî, hewl dide çavkanîyên Kabbarîyayê têxe nava seferberîyê bi navgîna çalakîya li sehayê ku hikûmeta demokratîk nekarî heman tiştî di nava deh salan de bi ser bixe. «Ji 2011an ve, rêveberên me tenê bi pêlên li pey hev bersiv dan pirsgirêkan: kar, parçebûna herêmî, terorîzm, gendelî… rêveberên adeta felçbûyî di nava lêgerîna lihevhatinekê de, bêyî ku karibin hefsêr bixin destê xwe û bêpar ji stratejîyekê», bi van gotinan gazinan dike, M. Sassî, ji lihevkirinên navbera partîyên ne oldar û Ennahda(4).

Endamekî din ê komeleyê, M. Îbrahîm Ferşîşî, di kanûna paşîn a 2018an de, hêrsa xwe ya li hemberî vê rewşê weha tîne ziman: «Em tenê di dema hilbjartinan de têne bîra sîyasetvanan. Wan şoreş ji bo berjewendîyên xwe bi kar anîn, partî giş rizîyan». Hema piştî şoreşê, «Lîgeke parastina şoreşê», ya nêzî Ennahda, sermayeya xwe razandibû taxa berê ya Lihevkombûna Destûrnameya Demokratîk (RCD), partîya Ben Alî, ya di adara 2011an de hat jihevxistin û hewl dabû di belavkirina alîkarîyên xêratê de bi rola wê rabe, lê belê ev lîg jî ji 2014an ve ji holê windabû. Tevî hertiştî jî M. Bouhrizî dibêje, «eger hûn nêzî Ennahda bin, ji ber ku ew şaredarîyê di destê xwe de radigire, teqez hûn ê karekî peyda bikin».

GAM, bêzarbûyî ji çalakîyên partîzan, bi gîyaneke xweser a nifşê nû yê mîlîtan tevdigere. M. Sassî endamê Partîya Komunîst a Karkerên Tûnîsî (PCOT) bû û di 2012an de jê veqetîya. «Partî di mijara mafê çalakîya sîyasî de xitimîbû, li gorî ku ew îzah dike û tiştekî wê yê ku li ser pirsgirêkên aborî û civakî bibêje tunebû ji bilî çend dîruşmeyan. Nifşê çep ê salên 1970yî wisa bawer dike ku ji bo guherandina zihnîyetên kevneperest hejîn û şok pêwist in, lê belê wan danûstandina bi civakê re qut kir. Divê em li gel mirovên ku em dixwazin şertên jîyana wan biguherin kar bikin û di nava demê re wan bixin nava livûtevgerê.»

GAMê jî tercîh kir ku nekeve pey fînansmana derve ya ku ji 2011an ve Tûnis xeritand(5)û xwe bispêre piştevanîyeke civakî. «Perê zêde wê li gel şênîyên taxê qutbûnek pêk bianîya», li gorî M. Sassî. Berpirsîyara projeyên komeleyê Mme Menel Chlîbî jî vê îzahê dike: «Eger em li gorî şertûmercên bexşîneran tevbigerin, emê hew bibînin ku em ketine nava projeyên beredayî û bêfeyde. Wekî perwerdeyên ji bo deh kesan ku serwetek pere pêşkêşî perwerdekarên wan hat kirin!»

Van «zarokên taxê» hurmeta civakê bi dest ve anî, nexasim jî bi dayîna dersên destekê yên belaş, (li demeke ku bazareke bi qezenc hebû ji bo perwerdekarên ku dixwestin debara xwe bikin) û zêdekirina çalakîyên çandî (nîşandana fîlman, pêşandana lîstikên şanoyê, kursên dansê, gotûbêjên wêjeyî) û afirandina qadeke biçûk a kesk… GAM herweha kursên li ser qanûna nû ya têkildarî binçavkirinê, ku amadebûna parêzerekî misoger dike, li dar dixe. «Me heta ciwanên ber bayê cazîbeya cîhadê ketibûn, di mijarên jeopolîtîk de hestîyar kirin, ji bo ku têbigihin ku mejîyê wan tê şûştin», bibîr dixe M. Sassî. Komeleyê berî çendekê kursên xweparastinê da jinên ciwan. «GAM yekane cihê taxê ye ku lê keç dikarin li gel kuran bimînin, li deverên girtî û derengîya êvarê», bi van gotinan kêfxweşîya xwe tîne ziman Mme Maryem Jenîtî.

Di dema dorpêçbûna ji ber şewbê, di navbera adar û gulana 2020î de, komeleyê îmza xwe danî bin sazkirina «Metbexa piştevanîyê», berhevkirineke xwarin û qûtê xwecihî bi desteka bazirganan, modeleke ku paşê li tevahîya welêt bû emsal. «Em naxwazin xwe têxin şûna dewletê, ku berpirsîyarîyên wê hene beramberî welatîyan, lê belê dewlet nikare şûna civakeke çalak bigire, li gorî nirxandina M. Sassî. Li gel şoreşê, me qadek bi dest xist ji bo vegerandina li civakê kapasîteya wê ya rêxistinkirinê û hêza wê ya livûtevgerê ku di dema dîktatorîyê de ji wan bêpar hatibû hiştin.»

*Rojnamevan, Tûnis.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

[/emember_protected]

_______

1)  Morched Chabbi, «Focus. Çawa Tûnis xirab hat bicihkirin», Regards sur la Terre 2010, Presses de Sciences Po, Paris, 2010.

2)  Bixwîne :Larbi Chouikha û Kamel Labidi, «Tûnis, bêtevn, li nava lîstika lîberalîzasyona aborî», Le Monde diplomatique, tîrmeh 1993.

3) Rim Ben Ismail et al., «Ramana civakî û dengvedanên bi tundrewîya şîdetî», Foruma tûnisî ji bo mafên aborî û civakî û Parêzerên Sînornenas, Tûnis, çirîya paşîn 2020.

4Binêrin «Hevgirtina kevnegir li bin sîya gefa cîhadîst», Le Monde diplomatique, kanûna paşîn 2016.

5)  Cf. Hèla Yousfi, «Gelo divê em pesnê “civaka sîvîl ” a li Tûnisê bidin?»  Orient XXI, 24 janvier 2017, https://orientxxi.info

 

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
Social media & sharing icons powered by UltimatelySocial