Tebax-îlon 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

“Têkoşîna Bedirxan Beg li Ser navê Tevgera Neteweyî ya Kurdî çavkanîya îlhamê ye”

Wî di nîvê salên 1960î de li Tirkîyeyê di nava têkoşîna sosyalîst de cih girtîye, ew di salên 1970yî de bûye endamê Partîya Komunîst a Tirkîyeyê, di salên 1980yî de jî bûye endamê Komîteya Navendî. Di salên 1990î de meraqa wî ya der barê jêdera wî ya etnîk de, berê wî daye rêwîtîyeke bi sêhr a rabûrdûya wî. Me bi Ahmet Kardam re li ser serpêhatîya wî sohbet kir, serpêhatîya ku wî xwestîye ji bo dîroka kurdî veguherîne palpiştekê.

Jînda Zekioğlu: Wekî ferdekî malbata Bedirxanîyan, hûn sedema mezinbûna xwe ya dûrî hestên kurdayetîyê û herweha dûrî haymayîna sîyasî ya ji vê rewşê çawa şirove dikin?

Ahmet Kardam: Bi qasî ku min karî tesbît bikim, Malbatên Bedirxanî an jî alîyên bavê min ku bi wan re xizm in, di dawîya salên 1920î de biryarê didin zarokên xwe yên nifşên nû ji koka wan haydar nekin, wan wekî “tirk” mezin bikin.  Bi qasî ez têdigihim, ne tenê malbata me, tevahîya malbatên Bedirxanî yên li Tirkîyeyê dimînin vê biryarê an jî biryareke nêzî vê didin.

Ev yek encameke zexta sîyaseta “tirkandinê”, ango asîmîlasyonê ye. Vê sîyasetê hê li salên pêşî yên avabûna Cumhurîyetê destpê kir. Malbatan dixwest zarokên wan “rihet bibin” û ji bo vê yekê ew “weke tirk” mezin dikirin. Nîhayet, bo nimûne ji nifşê min, ne tenê ez, ji bira û xwişkên min, pismam û dotmamên min tu kesî nizanibû ku ji malbata Bedirxanî ne. Hetta, dîya min jî nizanibû ku mêrê wê (bavê min) Bedirxanî bû. Gava ez fêr bûm ku ez nêvîçîçirkê nifşê pêncemîn ê Berdirxan Beg im, bavê min êdî ne li vê jîyanê bû; gava dîya min ji kurê xwe (ji min) fêr bû ku mêrê wê Bedirxanî bû, şaş û metelmayî ma.

[emember_protected]

Dema dîroka Kurdistan a Malbata Bedirxanî mijara gotinê ye, sekneke we ya bihêz, kokdar heye û pêzanîna we ya ronakbîrî we di vê rêwîtîyê de hinek ecêbmayî bihêle jî, ez we wekî kesekî ji vê kokê tê, pêdaketina we ya ji bo nivîsandina li ser vê mijarê balkêş dibînim. Gava hûn li jêdera xwe dikolin, bêguman hûn rastî berevajîkirinên dîrokî jî hatine. Pirtûka we ya: Cizre-Bohtanê Beyî Bedirhan Direniş ve İsyan Yılları (Begê CIzîr-Botan Bedirxan Salên Berxwedan û Serhildanê) jî wekî ku ji vê jêderê derdikeve rê. Herçendî dîroka fermî vê yekê tune bihesibîne jî, dîyardeya herî zêde tesîr li we kirîye çi ye di rol û girîngîya Berdirxanîyan ên di dîroka kurdan de?

Dema ez bi awayekî tesadufî fêr bûm ku ez nevîçîçirkê nifşê pêncan ê Bedirxan Beg im, salên min ji 50yî derbas bûbûn. Helbet fêrbûna ku mirov ji malbata Bedirxanî ye û têgihîştina ji cih û girîngîya Bedirxanîyan di dîroka kurdan de ne heman tişt in û ne mimkin e jî wisa bin. Kedeke cidî pêwist e ji bo yekî temenê wî ji 50 salî derbasbûyî û bi temamî asîmîlebûyî xwe nas bike, têbigihe ka endamê malbateke çawa ye û dîroka wê malbatê fêr bibe. Axirî, pêvajoya fêrbûna kîbûna xwe û girîngîya vê yekê, di temenê min ê 75 salî de jî îro hê dewam dike. Di vê mijarê de gava pêşî ya min avêt, xebata min a li ser 800 rûpel belgeyên têkildarî Bedirxan Beg e. Ez ketim nava arşîvên Osmanîyan û min ev belge peyde kirin. Agahîya bingehîn a ku vê xebatê fêrî min kir, ew e ku Bedirxan Beg bi hevgirtina li gel begên din ên kurd lê wekî lîderê vê hevgirtinê  ji bo avakirina dewleteke xweser a kurd û federal serî hildaye. Têkildarî cih û girîngîya Bedirxanîyan di dîroka kurdan de dîyardeya pêşî ya herî zêde tesîr li min kir ev bû. Nifşên şûnde yên di têkoşîna sîyasî de cih girtin, wan jî heman hedef danîn ber xwe û domandin. Vê yekê jî tesîreke ewçend mezin li min kir.

Hûn wekî sîyasetvanekî komunîst, pêşî çawa nêzî têkoşîna kalikê xwe Bedirxan Beg bûn, têkoşîna wî ya salên 1840î ya li dijî Osmanîyan a ji bo rêveberîyeke xweser a kurd? Gelo piştre bi lêkolînên we yên arşîvî re fikrên we guherîn? Çi bûn hêmanên ku bûn sedem ku hûn vê têkoşînê mafdar bibînin û bipejirînin?

Dema min dest bi xebata li ser belgeyên arşîvê yên têkildarî Bedirxan Beg kir, der barê cih, berxwedan û serhildana wî de du nêrînên dijberî hev hebûn. Ya yekemîn, ew bû ku Bedirxan Beg bi armanca “Kurdistaneke serbixwe” dest bi tevgerê kiribû; ya duyemîn jî, ew bû ku armanceke wî ya wisa tunebû û li gorî vê îdîayê serhildana wî ya “Begekî fedoal ê kurd a li dijî Tanzîmatê” bû.

Gava min dest bi xebatê kir, ji nasnameya xwe ya komunîst serbixwe, tu pêşhikmeke min tunebû ka ji van her du nêrînan kîjan rast bû.

Lêkolînerên ku nêrîna pêşî diparêzin, pêwist nabînin îspat bikin ku Bedirxan Beg bi armanca Kurdistaneke serbixwe îsyan kiribû; wan efsaneya ku bi dîroka devkî hatîye afirandin wekî dane û rast qebûl dikir.  Kesên ku nêrîna “Serhildana li dijî Tanzîmatê’’ diparêzin jî, wekî ku xwedî palpişteke “zanistî” bin xuya dikirin. Ev nêrîn xwe dispêre şiroveyeke “wezîfeyî” ya çend belgeyên arşîvî ku albayê jandarma yê xanenişîn Nazmî Sevgen ku tevlî hereketa Dêrsimê bûbû, di sala 1968an de di meqaleyên xwe de bi taybetî neqandibûn û bi kar anîbûn. Min tesbît kir ku piştî demekê hin akademîsyen û lêkolîneran li gorî şablona pozîtîvîst-modernîst a di serê xwe de teza Sevgen parastin û ew li gorî şablona xwe weha teorîze kirin: “Ji ber dijberîya xwe ya li hemberî Tanzîmatê, wekî her tevgerê,  ya Bedirxan Beg jî bi awayekî xwezayî tevgereke paşverû bû..”

Yanê ev îdîa jî bi vî awayî di radeyeke mezin de hat pûçkirin…

800 rûpel belgeyên arşîvê yên min lêkolîn kirin, nerastbûna îdîaya Nazmî Sevgen îspat dikin û nîşan didin ku armanca berxwedan û serhildana Bedirxan Beg bi hevgirtina begên kurd sazkirina dewleteke kurd a serbixwe an jî xweser bû. Ez bawer dikim ku min ev rastî bi tevahîya delîlan îspat kir. Yanê min bi hemû delîlan raxist pêş çavan ku efsaneya Berdirxan Beg a di hişê kurdan de hê jî teze ye ji serhildana wî ya li dijî Osmanîyan a ji bo Kurdistaneke serbixwe pêk dihat. Min ev yek ne bi xêra “hişyarbûneke” taybet kir; tişta min xwest bikim ew bû ku wekî nevîçîçirkê ji nifşa pêncan ê Bedirxan Beg vê dîyardeyê ji efsanebûnê derînim û balê bikşînim rastîya wê ya ku xwe dispêre palpiştên zanistî.. Belgeyên arşîvê çi ji min ra vegotibin, min ew nivîsandin. Kurdan bi nirxa ku dan vê keda min, ez rûmetdar kirim. Xelata herî mezin a ku ez ê qet ji bîr nekim jî ji bo xebata min a pênc salan ev rûmetdarkirin e.

Têkoşîna Berdixan Beg, têkoşîna wî ya ji bo Kurdistaneke xweser, cudahîya wê çi ye ji têkoşîna kurdan a îro ya li Tirkîye, Iraq û Sûrîyê?

Bedirxan Beg di tîrmeha 1847an de li keleha Ewrexê teslîmî Osmanîyan bû, di ser vê tarîxê re tam 174 sal derbas bûn.  Yanê nêzî du sed sal. Ji serdema Bedirxan Beg heta niha li seranserî cîhanê, herweha li çar parçeyên Kurdistanê şertên têkoşînê bêhedûhesab bi berfirehî û kûrahî guherîn. Ez li vir tenê dixwazim balê bikşînim ser du cihêrengîyan, ne yên herî girîng bin jî, yên herî zelal. Ya yekemîn, wê demê Kurdistan hê nebûbû çar parçe. Sînorên navbera Osmanî û Îranê jî hê têra xwe nehatibûn destnîşankirin. Em Îranê deynin alîyekî jî, beşên din ên Kurdistanê yên Tirkîye-Iraq û Sûrîyê yekpare bûn -Kurdistana Osmanî bû-. Ya duyemîn, têkoşîna Bedirxan Beg û hevalbendên wî yên ji bo Kurdistaneke serbixwe-xweser, wekî ya îro ne têkoşîneke neteweyî ya li çar parçeyan bû. Milîyetçîtî hingê li Ewropayê jî hê tevgereke nû bû; di şertên wê demê yên Kurdistanê de ne mimkin bû mirov behsa tevgereke kurd a neteweyî bike. Tevgera Bedirxan Beg û hevalbendên wî, bi pêşengîya Bedirxan Beg, di navbera wî û begên din ên kurdan de têkoşîneke hevgirtinê bû. Tevî ku tevgereke wisa bû jî, ew têkoşîn di destpêka sedsala 20em de ji bo hişyarîya neteweyî ya kurdî bû çavkanîyeke xurt a îlhamê.  Bi bawerîya min, tiştê ku wê têkoşîna bi pêşengîya Bedirxan Beg pêk hat bi taybetî girîng dike ev e.

Bêguman tevgereke gel a ku dixwest Bedirxan Beg wekî kirdeyekî (objeyekî) sîyasî bilind bibe hebû. Baş e, wekî îro, ma hingê jî Kurdistan di nava xwe de xwedî muxelefetekê bû? Têkoşîna Bedirxan Beg çima negihîşt serketinê, li gorî we? Gelo di vê yekê de bandora civaka kurd wê çêbûbe?

Tevgereke ku begên kurd pêşengîya wê kirine, ez difikirim ku ne rast e mirov wê wekî “tevgera gel’ bi nav bike. Helbet, muxalîfên Bedirxan Beg hebûn. Ev muxelefet ji hêlekê ve muxelefa berhema têkoşîna ji bo desthilatîyê ya nava malbata Ezîzan a Xanedana Cîzre-Bohtanê bû. Wekî şaxekî têkoşîna deshilatîyê ya navbera Bedirxan Beg û kurapê wî Mîr Sêvdîn, muxelefetên li dijî Berdixan Beg ên kurê Mîr Sêvdîn Yezdanşêr û eqrebayê wî Hacî Behrammîrî Sadî Beg  bi taybetî girîng in. Wekî din, muxelefeta begên li gel Bedirxan tevnegerîyan, ango muxelefeta serokeşîran mijara gotinê bû. Ev muxelefet di têkçûna Bedirxan Beg de bû xwedî roleke girîng. Hêmanên din ên girîng ên bûn sedema vê têkçûnê faalîyetên fermandarên artêşa Osmanî yên sefera 1847an ên ji bo xirakirina hevgirtinên li gel Bedirxanîyan bûn. Lê belê dibe ku ya herî girîng sefera Osmanîyan a bi zexta Îngilistan û Fransayê ya li ser Qesra Osmanî, li dijî Bedirxan Beg pêk hat a herî girîng bû. Êrişên bi rengê qirkirinê yên Bedirxan Beg ên di 1843 û 1846an de li dijî Nastûrîyan pêk hatin, bûn sedemên vê sefera dawî ya Osmanîyan ya bi zexta Îngilistan û Fransayê.

Pirtûkeke we ya din jî ku di Dipnot Yayınları (Weşanên Dîpnotê) de derket, berhema we ya der barê Salên Surgunê yên Bedirxan Beg de ye. Begekî Bohtanê, sîyasetvanekî ku hêza xwe ji dewlemendîya dîrokê, ji xak û jêdera xwe werdigire, têkoşîna wî ya li dijî surgunê û serpêhatîyên wî têra xwe bi bandor in. Bedirxanî wê demê surgunê kuderê hatin kirin? Wan jîyana xwe çawa domand? Endamên vê malbatê îro li kuderê dijîn, têkoşîna wan a ji bo sîyaseta kurdî didome hê jî gelo?

Bi qasî ku min karî tesbît bikim, Bedirxanî tûşî du surgunên mezin bûne. Ya pêşî, surguna piştî têkçûna Bedirxan a 1847an e. Hingê tevahîya malbatê (bi tevahî 54 kes) surgunê girava Gîrîtê hatine kirin. Armanca vê surgunê ew bû ku koka malbata Bedirxanî ji Kurdistanê were qutkirin. Piştî vê surgunê, li Bedirxanîyan vegera Kurdistanê heta sê nifşan hatîye qedexekirin. Surguna duyem a mezin, di 1906an de pêk tê. Wekî berpirsê suîkasta li dijî Şaredarê Stenbolê Rıdvan Paşa, tevahîya Bedirxanîyan û zavayên wan ên li Stenbolê û deverên din ên împeretorîyê, an xistine zindana Trablûsê an jî surgunê deverên din ên Împeretorîyê hatine kirin. Yanê vê surgunê ne tenê jîyana ferdên malbatê, herweha ya kesên din ên bi awayek ji awayan pê re têkildar serûbin kir. Gava Bedirxan Beg dimire, 21 kur û 21 keçên wî hene. Tenê mirov li van hejmaran jî binêre, dikare bibêje ku îro gelek Bedirxanî li deverên cuda yên Tirkîye û cîhanê dijîn. Li gel vê yekê jî, bi qasî min tê derxist, nifşên piştî yên sêyemîn bi lezeke zêdetir asîmîle bûne. Îro nûnera malbatê û wê kevneşopîyê keça Celadet Bedixan Sînemxan e ku li Hewlêrê dijî. Li Tirkieyê jî, ji bilî min, bi qasî ez dizanim kes li nasnameya xwe ya Bedirxanî dernakeve, tevî ku ez zanim gelek Bedirxanî hene li vî welatî.              

Hûn jî, bi derketinên cihêreng, bûn penaberên sîyasî û we êşa surgunê kişand. Dema hûn şibandinekê dikin, hûn der barê vê qedera dîrokî ya malbata xwe de çi difikirin?

Ne tenê Bedirxanî, çi derdorên ku bi armanca sîyasî li ber xwe dane çi jî derdorên li ber xwe nedane, kurd bi tevahî hem di serdema Osmanî, hem jî ya Cumhurîyetê de bi awayekî girseyî neçarî jîyana surgunê hatine kirin. Yanê surgun ne tenê bûye para Bedirxanîyan, ew bûye û dibe enînivîsa (qedera) tevahîya kurdan. Ji bilî kurdan, herweha hemû kesên li vî welatî ji bo mafên mirovan, ji bo demokrasî û ji bo azadîyên xwe têkoşîyane, mixabin, qet nebe nasîna bi zindanan û surgunê re dane ber çavên xwe.

Dersa herî mezin a ku divê ciwanên kurd û sîyasetvan ji jîyana Bedirxan Beg derînin çi ye li gorî we?

Ji bo mirov karibe bibîne ka ew ders çi ye dibe ku têrê bike mirov tenê li çavkanîya hêza Bedirxan Beg û sedemên têkçûna wî binêre. Ez difikirim ku mirov dikare vî dersî li bin sê sernavan li hev kom bike: Xwedîbûna xweşbînîya pêwist ji bo pêkanîna yekîtîya tevgera neteweyî ya kurdî; nasnekirina firset û derfetan ji bo derdorên dijmin ên dixwazin vê yekîtîyê xira bikin; wekî mafên rewa yên neteweyan pejirandin û parastina maf û azadîyên ji bo neteweya kurdî tên xwestin.

Wergera ji tirkî: Baran Nebar

[/emember_protected]

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar