Tebax-îlon 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Tatîlên ji bo herkesî, xweşxeyaleke ku dûr dibe

Karantîna û xweragirtinên li malê yên ji ber şewba cîhanî pêdivî zêde kir ji bo hewaya paqij, ku jê re dibin bersiv, pêşkêşîyên bazirganî yên mezin ên ji bo mişterîyên bi îmtîyaz. Lê belê beşek mezin a civakê di rewşa tecrîdê de ye. Çerxên ji bo teşwîqkirina hejmara herî mezin ji bo çûna tatîlê qels bûne, eynî wekî faalîyetên civakî û çandî yên komîteyên kar, ku bi qadên bazirganîyê hatine xeritandin.

Heta rizgarîyê, di nava haletî rûhîya baviksalarî [pederşahî] de, «karûbarên civakî» yên şirketan diman li ser wijdana karbidestan. Afirandina komîteyên kar (CE), di navbera 1945 û 1946an de, bû zemîn ji bo spartina li dezgeheke hilbijartî ji alîyê xebatkarên çalakîyên civakî, werzîşî an jî çandên fînansekirî ve bi navgîna beşek-kotaya girseya xwedî meaş li nava şirketên xwedî zêdetir ji pêncî karmendî. Derya, çîya: bi mîlyonan fransî bi saya van sazûmanên teşwîqkirinê li destpêka gelemperîkirina şirketên mezin, karîn biçin tatîlê.

Ji bilî rola wan a dij-desthilatî li nava rêveberîyê û bazara şirketê, qanûn «faalîyetên ji bo başkirina şertûmercên refahê, faalîyetên werzişî, an jî yên ji bo bikaranîna wextê vala, û her tiştê têkildarî çandê(1)» dispêre komîteyan. Ji bo ku her yek ji wan karibe ji tatîlê bitamije, dayîna iznên bi pere têrê nedikir. Pêwist bû li gel vê yekê sefer û gerûgeşên kesên diçûn tatîlê bi fîyetên maqûl jî bihatana organîzekirin. «Heşt mîlyon fransî di 1951ê de diçin tatîlê, beramberî bîst mîlyon kesî di 1967an de û nêzî sî mîlyon kesî di 1979an de», li gorî ku dîrokzan Sylvian Pattieu radigihîne(2).

Nêzî Konfedarasyona Giştî ya Kar (CGT), ku gelek komîteyên kar kontrol dikirin û herweha nêzî Partîya Komunîst a Fransî, Komeleya Gerûgeştê û Kar di destpêka salên 1980yî de bi qasî sê mîlyon endamên wê hebûn. Dema pêşketina sendîkavanîyê di salên 1960î de, gelek dezgehên ji sendîkayên din zêde bûbûn, (Invac, Cecorel, PromTour) zemîna teklîfên gerûgeşta civakî xurt dikirin. Ji bo telafîkirina valahîya sazûmanîya pêşwazîkirinê bi malîyeteke nizim, gelek ji wan xwedî mêvanxane ne: malên zûçêkirî, kampîng, gundên tatîlê, û hwd. Di pêvajoya «sî muhteşeman de», hejmareke mezin şaredarî, nexasim jî şaredarîyên xwedî «kembera sor» ên Parîsê, xanî û avahîyên muhteşem ên tatîlê yên ji bo pêşwazîkirina kesên ji sinifên kedkar û xizan, kirîn.

Mijûlahîyên wextê vala, pirsgirêkeke sîyasî

Vegera çepgiran li deshilatîyê, di 1981ê de, dibe xala werçerxeke dudilî. Ji alîyekî ve, kedkar dibin xwedî mafên nû yên xwe îfadekirinê bi qanûnên Auroux û bingeha fînansmanê ya komîteyên kar (0,2 % yê meaşê giştî). Alîkarîyên ji bo veqetîna ji bo iznê hatin zêdekirin li gel çêkirina çekên tatîlê ji alîyê wezîrê «dema vala», M. André Henry, di 1982yan de. Ev derfetên madî yên ji alîyê CE û fonên malbatî ve hatin dayîn, berî herkesî arasteyî kesên xwedî hatinên herî mutewazî tên kirin. Lê belê, ev amûr, ku îro 4,6 mîlyon karmend û herweha karkerên serbixwe jê sûdê werdigrin, ji bo personalîzekirina alîkarîyên qezencên sektora bazirgan jî tê terxankirin. Di heman demê de, fînansmanên ji bo venêrîn û venûkirina mîrasa avahîya CEyê tê kêmkirin, dema ku normên rêveberîya ewlekarîyê an jî tendirustîya dezgehan ên ji gel re vekirî, bê navber tên hişkirin, bi veberhênanên mezin ferz dikin.

«Veguherînên bazirganî yên sektorê bi dengvedanên ku zêde dezgehî tên hesibandin, bi feydeya gerûgeşta piştevan, dibin sedemê jêpirsîna têgeha gerûgeşta civakî», li gorî çavdêrîya Pattieu. Dîrokzan herweha balê dikşîne ser xizmetên ji alîyê gerûgeşt û kar ve tên pêşnîyarkirin. Endam qabîlîyetên xwe ji bo bernameyên zindî yên kêfûşahîyê pêşkêş dikin. Ew dikarin xwe bigihînin hêmanên çandî ku bi giştî ji bo kesên bijarte hatine veqetandin (sînemaya nivîskaran, şano, pêşangeh…), dema ku di şevan de mijarên civakî an jî dîrokî yên wekî Rezîstansê an jî bûyera Dreyfus guftûgo dikin.  Wextên vala hingê ji alîyê partîyan û tevgerên çep ve wekî pirsgirêkeke sîyasî tên dîtin; divê ew bi destê bazarê ve neyên berdan.

Komeleya Gerûgeşt û Kar ku di 1985an de ji hev hat xistin, paşê ji alîyê du yekîneyên têkildar ve şûna wê hat dagirtin: Komeleya Hevkarîya Komeleyên Gundên Tahtîlê (Ancav), ku navendên tahtîlê, û Touristra (Sodistour), operatora ku gundan bikar tîne. CGT bi vî awayî di salên baş de dikare amûra ku îro jî têra xwe çalak e bi 200 000 şevandinî- nuitées- (li Fransa û welatên din) rizgar bike. Invac û Cecorel jî ji alîyê xwe ve ber bi lojîka bazirganîyê ve guherîn. Konfederasyona Fransî ya Demokratîk a Kar (CFDT) ji helwesta xwe ya xwebirêvebirinê ya tahtîla gerûgeşta wextê vala (LVT) dûr dikeve, gava ku sekreterê wê yê giştî yê berê, Edmond Maire, serokê Gundên Tahtîla Malbatî (VVF) yê ji 1989 heta 1999an, xwe dide ber zirarê wan ê bingeha aktîvîstî, ji nû ve sazkirinên wan û firotina gelek navendan ji bo sektora taybet.

Di payîza 2017an de, reçeteyên Macron CEyê ji holê radikin, bi têkilkirina wê  û dezgehên din ên nûnerîyên personel li nava komîteya civakî û aborî (CSE), ku berê xwe gihandîye heta şirketên xwedî zêdetirî deh karmendî, lê belê bi butçeyeke qûtê nemir. Çalakîyên civakî û çandî ji niha û şûn ve êdî di nava peymana şirketê de cih digirin. Ji nêzî sî hezar CSEyî, tenê pênc hezar komîteyên aksîyon an jî karûbarên civakî hene. Şirketên nû, yên ji pêncî kedkaran kêmtir dixegbitînin û yên ti fînansan nedidan heta 1ê kanûna paşîn jî, tu mecbûrîyet li ser wan tine ku ji bo vê yekê butçeyekê veqetînin.

Îro, hilbijartîyên komîteyan asê mane li navbera venêrîna her diçe zehmet dibe ya mîrateyên xwe û pêwistîya tetmînkirina karmendên ku her tim ne dilxwaz in bi komî seferê bikin û tatîlê jî bi hevalê xwe yên kar re derbas bikin. Wekî din, gel jî êdî veguherîye: «Berî sî salan, li dema Gerûgeşt û kar, gelek komîteyan ji bo kesên ji sinifa xizan sefer organîze dikirin. Ji sedî 80yê wan karker bûn. Îro, ji sedî 80 rayedar û teknîsyen in», li gorî tesbîta M. Pierre Touchet, serokê Touristra.

CSE ku ji alîyê CGTê ve tên kontrolkirin, dixwazin milkên di destê xwe de biparêzin, dema ku evên li bin serwerîya Yekîtîya Neteweyî  ya Sendîkayên Xweser (UNSA) an jî CFDT bi giştî çekekî tahtîlê tercîh dikin, li gel taybetmendîyên cuda û nuansên taybet ên ji bo her kesekî. Li gorî lêkolîna dawî, di 2014an de, ji sedî 14yê fransîyan çekên tatîlê tercîh kiribûn; ji sedî 10ê wan alîkarîyek ji karsazên xwe an jî ji komîteya kar werdigirin, ji sedî 5ê wan ji fona alîkarîya malbatî, ji sedî yekê wan ji şaredarîyên xwe û ji sedî yekê din dîsa ji dezgeheke din sûd werdigirtin.(3) Dîrektorê Ancavê, M. Arnaud Hennebert rewşê wiha îzah dike: «Ji bo me, çekê tatîlê bi feyde ye ji bo CSE ku tu aktîvîteyên wan ên civakî û mîrateya wan tune. Lê belê gava em zanin ku çil û çar gundên me pêdivîya wan bi 100 mîlyon ewroyên xebatê heye, em nikarin wan bi ser halê wan de bihêlin.»

«Rast e ku çekê tahtîlê diçe ber bi hêla ferdîkirina aksîyona civakî; veguherîna civakê berê me dide vê yekê, wisa dinirxîne M. Alain Schmitt, midûrê giştî yê Ajansa neteweyî ji bo çekên tahtîlê (ANCV), sazîyeke gelemperî ya girêdayî wezareta aborîyê. CSE xwe nû dikin û didin pey meylên civakê. Hin ji wan mîrateyên wan ên birêve bibin hene, lê belê karmend carna dixwazin zêdetir tercîh, zêdetir cihêrengî li ber wan hebin.» Zêdebûna formulan (çekên tahtîlê, çekên derbaskirina wextên kêf û şahîyê û kartên Kadéos…) dibe sedemê teserûfên her diçe bêeleqe li gel  armancên destpêkê yên demokratîzekirina tahtîlan û rizgarbûna bi xêra wextê vala. Çekên tahtîlê ku, hin deverên mezin ên xwarina bi lez lê tên çêkirin jî di navê de, dikarin li zêdetirî 124 000 noqteyên firotinê bên bikaranîn, ji armanca xwe dûr dikevin. Prensîba pêşbazîya serbest bergehên zêdetir tund qedexe dike. Li hêla ANCVê jî, tê îdîakirin ku zêdegavîyên rêveberîyê (26 mîlyon di 2019an de) derfetê didin fînansekirina 280 000 hîsedarên civakî û 85 000 hîsedarên bernameya «senyor li tatîlê» ji bo ku karibin seferê li hewayeke vekirî bikin.

«Divê sendîka bînin bîra xwe ku roleke wan jî ew e ku hilbijartîyan tam bidin ji bo teşwîqkirina karmendan li ser bingeha xerckirineke berpirsîyar: “xwe bi xwarina baş xwedîkirin”, “baş gerûgeştkirin”», li gorî Jean-Michel Blanc, berpirsîyarê perwerdeya li Enstitûya Lêkolîn û Lêgerînê ya Bilind a Gerûgeştê, li zanîngeha Sorbonne. Bo nimûne rewşa CSEyên berê û girîng, wekî ya Michelin, ku ji çareserîyên derfetê yên pêşkêşkirî bi navgîna çekên tahtîlê, berê xwe zîvirand. Ev bi qasî deh sal in, ew ji nû ve girîngîyê dide mîrateya «malê». Ekîbeke nû tercîh kir ku navenda girava Yeu, li Vendée nû bike, bi tamdana zêdetir nava jîyana xwecihî bi vekirina hewûzê ji bo şênîyên giravê û bikaranîna zêdetir berhemên xwecihî. Wekî din, CSE hewl da seferên geştê yên kurt li derdorên nêz çê bike bi parka xwezayî ya herêmî Livradois-Forez. «Girîng bû were nîşandan ku livûtevgera ji cihê xwe û xweza ne tenê ji sefera ber bi alîyê din ê cîhanê pêk tên, ne jî tenê mafên beşeke bijarte ya civakê ne, wisa rewşê rave dike Maxence Cordonnier, lêgerîner û berpirsîyarê lêkolînê li CSE Michelin. Bi subvansîyoneke baş, ji bo ji sedî 70yê malbatan, em derfetê didin karkeran ku li nêzî mala xwe çavkanîyên xwe peyde bikin.»

«Zivistanê, em bi VVF Villages, VTF Vacances re dixebitin û bernameyên wan subvanse dikin. Bêyî CSE û karûbarên civakî, xwegihandina çîya û werzîşa şematokê ji bo çîna karker wê hema hema ne mimkin bûya», wisa destîşan dike M. Jean-Jacques Henry, alîkar-serokê komeleya karûbarên civakî, çandî, werzîşî û wextên vala yê wezareta çandinîyê. Pêşenga xwedî giranî, fona navenda karûbarên civakî (CCAS), ku karûbarên civakî yên enerjîyê temsîl dike -Elektrîka Fransayê (EDF), Engie, Enedis, Tevna veguhestina elektrîkê (RTE)- li ber zingilên hişyarîyê yên gerûgeşta bazirganîyê êdî zêdetir serî natewîne. Ew hertim hewl dide gerûgeştên li «xwezayê»  yên xwegihandina wê mimkin e pêşkêş bike ji bo 650 000 kesan, bi xwespartina li zêdetirî sê sed gundên tatîlê û cihên kampê, ku bi qasî pêncî heb ji wan rasterast tên bikaranîn. CCASyê herweha li gel operatorên gerûgeşta civakî ji bo tatîlê, an jî li gel hevkaran, dezgehên hevpar ava kirine.

Tevî vê yekê, hêza xeyalê ya kesên rewşa wan hesas jî di navê de, zehmet e reva ji modela serdest, li gorî Mme Louise Fénelon, midûra Dezgeha Tatîlên Gerûgeşta ji bo wextên vala (VVL), ku ji bo ciwanan û malbatên kembera Parîsê seyahetan organîze dike: «Me xwest navendên li nava gundewarîyê ji parastina vê têkilîya zarokan bi xwezayê re di destê xwe de bigirin, lê belê, ji bo nûgihîştîyan û ciwanan, tahtîl, berî her tiştî kevîya deryayê, hewiz, û eger pêwist be, hotel in. Hertim ne hêsan e jiholêrakirina vê îdealê.» «Dilbijîya mişterîyên fransî ji bo xwezayê veguherîye yekparebûneke pir nakok, li gorî şiroveya M. Touchet. Tatîlvan dixwaze kesên nû nas bike û bi wan re parve bike, lê belê naxwaze êdî neçarî bernameyeke ferzkirî be. Wekî din, ajansên seyahetê yên li ser înternetê jîyana me têra xwe tevlîhev dikin. Ew promosyonên wisa dikin ku hin karmendên CSEyê dikarin li cem wan hin fîyetên ji yên erzantir peyde bikin. Heman ajansên ku alîkarîyê didin me di dagirtina navendan de, ji bo CSEyên me rewşa reqabetê diafirînin …»

Yekîtîya neteweyî ya komeleyên gerûgeştê û hewaya vekirî (UNAT) li ser serê tevna dezgeha gerûgeşta civakî û piştevan e û bi awayekî rêkûpêk bang li rayedarên gelemperî dike ji bo bîne bîra wan ku bo nimûne, di 2019an de jî tenê ji sedî 63yê fransîyan çûna tahtîlê(4). «Îro û hê zêdetir li nava konteksta krîza tendirustîyê, dewlet nikare pirsgirêka gayrîmenkulan paşçav bike, an na, sibe, îstîqamet wê êdî ne vekirî bin, vê hişyarîyê dike M. Simon Thirot, delegeyê giştî yê UNATê. Li himberî livûtevgereke giştî ber bi jor ve li bazarê, operatorên me, ku berê xwe didin malbatên herî rewş hesas, hewl didin berhemên ku her kes dikare xwe bigihîne wan biparêzin, bi pêşwazîkirina amûrên destekê li destpêkê û ji bo hin kesan, bi pêkanîna tarîfeke guhêrbar li gorî rêjeya malbatî. Lê belê CSE jî li vir bi roleke pir girîng radibin; ji ber vê yekê destnekişandina ji karûbarên tahtîlê tiştekî esasî ye.»

Pirsa têkildarî sîyaseteke gelemperî ya dihêle ku bi hejmara herî zêde xelkê re li xwezayê ji nû ve danûstandin çêdibe hê jî bêbersiv e. «Di wextekî dîyar de, dewletê wisa hesab kir ku gerûgeşta civakî warekî sendîkayî ye, qadeke ku pê re ne têkildar e, li gorî analîza M. Touchet. Lê belê divê ew jî pêşengîyê bike. Berdêleke vê heye; komîteyên kar nikarin bi tena serê xwe bikevin bin barê gerûgeşta civakî …»

Di bîst salan de, hejmareke mezin amûr hatin afirandin ji bo destekkirina vê mîrateya «sî muheşeman» û ji bo ku wisa bikin ku gerûgeşta civakî bi temamî ji alîyê gerûgeşta bazirganîyê ve neyê daqurtandin(5). Plana «Siberoj çîya» ya hikûmetê ku di gulana dawî de hat ragihandin, dayîna «kredîyeke ji bo operatorên gerûgeşta civakî» dide ber xwe. «Plana ragihandî têra xwe berfireh û ji bo gelek mijaran e. Di nava van mijaran de gayrîmenkul û “nivînên sar” jî hene [avahîyên bi taybetî nadîr an jî yên nehatine bikaranîn], li gorî şîroveya M. Thirot. Li gel vê yekê wê baştir be ku were dîtin ka taahut wê çi be, nexasim jî ya diravî, ku wê pê re hemaheng be û  herwiha pêkanîna berbiçav zelal bibe.» Di notekî Weqfa Jean-Jaurès de û li himberî berdewamîya veqetînên civakî yên kûr di xwegihandina cihên tahtîlê de, UNATê di 2019an de pêşnîyar dikir ku hejmara kesên ji çekên tatîlê sûdê werdigirin were zêdekirin û herweha dixwest ku «amûrên CSEyê bi awayekî hiqûqî bên parastin û destekkirin bi destnîşankirina rêjeyeke asgarî ya butçeya ji bo alîkarîyên civakî û çandî hatîye veqetandin».(6)

Nîşaneke deman: wezareta aborîyê û fînansê jî bi pirsgirêka rêvebirina mîrateya xwe ya ji bo wextên vala yên karmend û xanenişînên xwe re rû bi rû ye. Nozdeh avahîyên li kevîya behrê an jî li çîyê, ne dûrî xetereya firotinê ne.

*Rojnamevan

Wergera ji fransî: Baran Nebar

__________

1)  Binêre li nivîsara Akram Belkaïd, «Cezayîr, pesindayîn û darê zorê», Horizons arabes, 30 îlon 2020, https://blog.mondediplo.net

2)  «Rapora 2020/21: Rewşa mafên mirovan li cîhanê», Amnesty International, 7 nîsan 2021, www.amnesty.org

3)  Binêrin li nivîsa «Li Fasê, “wekî kêzika bi te re muamele dikin” », Le Monde diplomatique, nîsan 2020.

4)   Binêrin li nivîsa Larbi Chouikha, «Medya, reforma temamnebûyî», di «serêşîya tunisî» de, Manière de voir, n° 160, tebax-îlon 2018.

5) Cf. Thameur Mekki, «Dosya: Nessma, vegera ser pênc salên bêcazbûna medya der-qanûnî », Nawaat, 26 nîsan 2019, https://nawaat.org

6)  «Tunis: Tengezarîya nû li nava nakokîya ku berê serokomar û serokwezîr dide hev», RFI, 23 sibat 2021, www.rfi.fr

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar