Tebax-îlon 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Talîbanan çawa qezenç kir?

Sazîyên bîyanî yên bi sazkirina ji nû ve ya dewletê ve hatine wezîfedarkirin, li şûna ku sazîyên afxanî xurt bikin, bi awayekî sîstematîk ew ji hev xistin. Bi destûrnameya 2003an, lîderên amerîkî rejîmeke serokatîyê ya ku parlemento û partîyên sîyasî xistin rêza talî, ferz kirin. Şansolyeyên rojavayî carna qanûnên ku paşî ji alîyê serok ve dihatin eşkerekirin, didan çêkirin. Wan ev yek bi saya madeyeke destûrnameyê ya têkildarî çêkirina qanûnan di dema betlaneya parlamenê de, pêk dianî.

Çawa talîbanên têkçûyî di nava çend mehên payîza 2001ê de, bi nêrîna pêşî di pevçûneke ewçend bêdeng de, li hemberî Dewletên Yekbûyî bi ser ketin? Têkçûna rojavayî deyndara vîzyoneke şaş a der barê Afxanistanê de ye. Ev vîzyon berhemeke zevîya pisporan e ku têde think tanks-sazîyên hilberîna ramanê, rêveberî, zanîngeh rêxistinên der-hikûmetî (ONG) yên navneteweyî an jî afxan û şirketên taybet li hev kom dibin. Ev şîrove xwe dispêre antropolojîyeke xeyalî ya ku civaka afxan wekî xwecihgira di çarçoveya berjewendîyên xwe de û xwedûrgira ji her forma hebûna dewletî tarîf kir. Tevî ku nakokîya xwe ya li gel dîroknivîsîya nêz jî,(1) ev vîzyona dijberîya çandî li Kabûlê xwe dubare dike li nava rapor, gotar û berhemên têkildarî destwerdanê û heta di gotarên herî fermî de jî ev vîzyon derdikeve pêşîya me.

Rojek berîya were tayînkirin ji bo fermandarîya hêzên rojavayî, general Stanley McChystal di 2009an de, ev daxuyanî dida: «Gilîyên dîrokî têkilîyên li gel nasnameya eşîrî an jî qewmî xurt dikin û dikarin cazîbeya dewleteke navendî kêm bikin.»(2) Piranîya pisporan dijberî dikirin li hemberî dewleteke «dûr», «nerewa» û axirî, «çêkirî-sûnî» li asta xwecihî ya «nêz», «rewa» û «xwezayî». Nêzîkbûn wê bibûya misogerîya navberxweşîyê û têkilîyên ferdî, berevajîyê avên qerisî yên hişê burokratîk.

Wekî artêşê, sazîyên bi «pêşvebirinê» wezîfedarkirî jî, ev kilîşeya ku dihişt dewlet li qadê were bitesîrkirin, gelek caran xistin dewrê. Pesindayîna pergala xwecihî nebûna koordînasyona li gel desthilatîya afxan li ser navê rewabûna meclîsên xwecihî (jirga, şura) mafdar derxist. Ev ên ku wekî orf û adet pêşkêşkirî, di rastîyê de ji alîyê rêxistinên ku desteka navneteweyî dixistin dewrê ve hatine afirandin: bo nimûne şurayên gundan ji bo bernameya neteweyî ya piştevanîya Bankaya Cîhanî. Vê obsesyona ji bo pergala xwecihî herweha ji qewmîkirina sîyasetên gelemperî re jî rê vekir. Kevneşopîyên peştûn ji bo beralîkirina hiqûqa pozîtîf, bo nimûne di mijara mîras û zewacê de hatin bikaranîn û qadeke ji bo daxwazên qewmî-neteweyî ya şirketên ozbek, hazar an jî tacîk hat afirandin -ku vê yekê jî hişt ew hin meqaman bi dest bixin û pê dewlemend bibin.

Herî dawî, Afxanistan wekî welatekî eşîran hat nasandin- bergeheke oryantalîst a xwe dispêre ji nû ve xwendina nivîsarên etnografîk ên serdema kolonyal. Antropolojîyeke sexte kirin bin xizmeta şer: «Divê sazûmanîyên ewlekarîya neteweyî bi antropolojîyê,  dîsîplîneke ji bo destekkirina şerên li herêmên eşîrî afirandî, werin xwedîkirin.» Montgomery McFate, ku ev tişt di 2006an de digotin,(3) bû şewirmenda zanistî li ba komîteya şefên serfermandarîya navber-artêşan. Di vê çarçoveyê de, ew bû pêşenga sazkirina Human Terrain System, pergala ku entegrekirina atropologan (di rastîyê de, xwedîyên dereceyên lîsansekê an jî mastereke zanistên civakî) di nava yekîneyên amerîkî de dida ber xwe. Ew herweha bû tevkara redaksîyona pirtûka destan a dij-serhildanê FM. 3.24, ku wekî fêrkerek dihat dîtin ji bo tevlîkirina leşkerên amerîkî ya nava pevçûnên civakî bi armanca sazkirina hevalbendîyan û komkirina îstîxbaratê: «Herin ber bi alîyê gelê xwecihî, ne ber bi alîyê dijber. Pêşî bawerîya çend gundan bi dest bixin, dû re li gel kesên ku ew bazirganîyê dikin, dizewicin an jî karûbaran dimeşînin, bixebitin. Ev taktîk dihêle ku hûn karibin bibin hevalbendên kesên xwecihî, civaka bilivûtevger û tevnên pêbawerîyê.»(4)

Subayekî amerîkî, major Jim Gant, vedibêje ka wî çawa alîkarî daye zilamekî zalim têkildarî pevçûna li ser arazîyekê dema ku wî beşek ji hêzên taybet li eyaleta Kunan di 2003yan de bi rê ve dibir: «Xelkên çîyayî dest danîbû ser erdekî xelkên deştê û ji xwe re ew diçandin. Malik [şef] ji min re got ku “qralê Afxanistanê” berî demeke pir pir dirêj ew erd dabûyê û ew ê belgeyên vê yekê jî nîşanî min bide. Min jê re got ku tiştekî wisa ne pêwist bû: gotina wî têra min dikir. (…) Min biryar da destekê bidimê. “Malik, ez li gel we me. zilamên min û ez em ê biçin cem xelkên çîyayî û bi wan re biaxivin. Eger ew vî erdî li we venegerînin, em ê li tenişt we li dijî wan şer bikin”» Major Gant venabêje ka ev serpêhatî çawa bi dawî bûye; tenê bi kurtebirî dibêje «li vir bes e ku were gotin ku pirsgirêk hat çareserkirin» û tîne ziman ku wî destek daye «dostê» xwe ji bo bigihîje erdê xwe yê mijara pevçûnê.(5)

Tevgereke navendîkirî, îdeolojîyeke sazûmankirî

Di rastîyê de, eleqeya îlankirî ji bo «çanda afxanî», dibû perdeya nixumandina paxaf-nekirina bi lêkolînên (cidî) yên antropolojîk ên ji 1980yî ve destpêkirî, ku der-eşîrîkirin û sînorên xwendineke qewmî ya civakê radixin pêş çavan.(6) Alerjîya beramberî dewleta «qralîyeta xirabîyê»(7) bû temayek ji ber ku wê zêdetir bahane didîtin ji bo têkçûnên roj bi roj veşartina wan ji «civaka navneteweyî» zehmettir dibû. Bi pereyê hat xerckirin, şirketa state-building (avakirina dewletê) bû yek ji yên herî bi îdîa ji dema dagirkerîya amerîkî li Japonya û Almanayê û vir ve piştî şerê duyemîn ê cîhanê. Di salên 2000î de, tevahîya butçeya hikûmeta afxan ji pereyên alîkarîyê pêk dihat; îro, rêjeya vê alîkarîyê ji sedî 75ê butçeyê ye. Li van pereyan, bi deh hezaran milyar dolarên din jî tên zêdekirin bi veberhênana fînansekirina polîs, dadgerî, artêş û lêkirina dibistan, nexweşxane, binesazîyên rêyan û avahîyên gelemperî.

Ev alîkarî bi sîloyên sîstematîk ên navbera bernameyan û rêvebirineke xirab a gelemperî hatîye honandin. Taşeronîya zincirî ya projeyan bi peymanên sîstematîk ên dabeşkirina bazaran û bidestxistina fonan, berî her tiştî li gorî berjewendîyên şirketên rojavayî bi gewde bû. Bi wergirtina nimûneya edaletê, M. Ronald Neumann, sefîrê berê yê amerîkî li Afxanistanê (2003-2005), li xwe mikur tê: «Xweavêtina me ya nava desteka dadgerîyê rewşeke aloz bû. Usaid [Ajansa Dewletên Yekbûyî ji bo pêşketina navneteweyî] hin bername bi navgîna şirketên taybet bi rê ve birin. Wezareta karûbarên derve projeyên xwe hebûn, lê belê wê herweha pere didan gelek tedarîkvanên xwedî tecrube yên ji wezareta dadê veqetîyayî yên wekî ku bi awayekî serbixwe tevdigerîyan. Artêşa amerîkî jî ji alîyê xwe ve lêçûnên hin bernameyan didan, lê belê ne me, ne jî wan, me nizanibû ka yê din çi dikir. Koordînas-yona navbera pêkhateyên me qels bû û têkilî jî tengezar bûn.» (8)

Wekî din, personelên bîyanî ku kêm kes ji wan bi zimanên xwecihî diaxivîn, li qadên dûrî şênîyên afxanîyan dijîyan. Li Kabûlê, pratîkên tevna alîkarîya însanî -ku ji alîyê çend hezar bîyanîyên li paytext dijîn ve tên meşandin- bûn zemîneke xurt ji bo bêqîmetkirina hebûna rojavayî. Îtîbara «French doctors-bijîşkên fransî», ku di salên 1980yî bi zehmetî hatibû bidestxistin, bi vî awayî hat hebakirin ji alîyê nifşekî nû yê derwelatîkirîyên ku li noqteya ku busiennes û alîkarîya mirovî li hev rast tên, dixebitin.

Dîsa, sazîyên bîyanî yên bi sazkirina ji nû ve ya dewletê ve hatine wezîfedarkirin, li şûna ku sazîyên afxanî xurt bikin, bi awayekî sîstematîk ew ji hev xistin. Bi destûrnameya 2003an, lîderên amerîkî rejîmeke serokatîyê ya ku parlemento û partîyên sîyasî xistin rêza talî, ferz kirin. Şansolyeyên rojavayî carna qanûnên ku paşî ji alîyê serok ve dihatin eşkerekirin, didan çêkirin. Wan ev yek bi saya madeyeke destûrnameyê ya têkildarî çêkirina qanûnan di dema betlaneya parlamenê de, pêk dianî.

Di qada ewlekarîyê de, Dewletên Yekbûyî cot-pergalek tercîh kir. Ji bilî organên fermî yên afxanî (artêş, îstîxbarat, polîs), wan herweha pala xwe da komên çekdar ên cihêreng: mîlîsên li bin otorîteya rasterast a Ajansa Îstîxbarata Navendî (CIA), mucahidînên berê yên li dijî walîyên ji alîyê Sovyetan ve wezîfedarkirî şer kiribûn, û hwd. Van pêşî wekî alîkar ên artêşa amerîkî di nêçîra mîlîtanên El Qaîdeyê de xizmet kir, dûre jî bûn tevkarên têkoşîna li dijî talîbanan bi tedarîkirina wergêran û rehberên ji bo operasyonên hêzên taybet û êrişên dronan. Ew bûn xwedî pozîsyona beralîkirina leşkerên amerîkî -ku zimanên afxanî nediaxivîn, kevneşopî û hesasîyetên xwecihî nas nedkirin- ji bo berterefkirina raqîbên xwe bi pêşkêşkirina wan wekî endamên serhildanê (binêrin li nivîsa çarçovekirî xx). Ji 2011an ve, li dema qonaxa ku Waşîngtonê vekişîn amade dikir, formasyona mîlîsan bû hêmaneke navendî ya stratejîya sistkirina pêşketina serhildanê, nexasim li eyaletên Kunduz Wardak, Kandahar û Loya Paktia. Paşçavkirinên wan û bêserûberîya ku ew bûn sedem (pevçûnên nav-bera civatan, eşqîyatî) bi awayekî berdewam sazîyên dewletî qels kirin û hikûmet jî di çavê gel de xistin rewşeke nerewa.

Bi awayekî balkêş, koalîsyonê tu caran raqîbê xwe bi şêweyekî rast newezinandîye. Di çirîya paşîn a 2008an de, fermandarê hêzên rojavayî, general David McKiernan, li ser mijarê weha diaxivî: «Li navbera van komên serhildêr di asta operasyonel û stratejîk de ez tu ahengekê nabînim. Ez serhildaneke ku bi radeyeke berfireh xwecihîbûyî, herêmîbûyî dibînim. Ev serhildan carna hevkarîyê dike li gel serhildana ku berê têdikoşîya û niha nayê destekkirin (…) ji alîyê gelê afxan ve.»(9) Dij-serhildan bi vî awayî hat birêvebirin, bi pêşhisabê ku tevgera talîban dibû pêşenga komkirina bi dehan komên ku ji ber sedemên eşîrî, qewmî an jî aborî şer dikirin. Bo nimûne, fikra ku şervan mehê 300 dolar distandin, -çendeyeke pir mezin e ji bo afxanan- bêyî ku were îspatkirin hat pejirandin. Heta, pispor demeke dirêj wisa difikirîn ku «tevna Haqanî» ji talîbanan serbixwe bû, tevî ku tu tiştî ev îdîa piştrast nedikir, berevajî: M. Siracedîn Haqanî bi xwe wekî alîkarê lîderên wan tê nasandin di maqaleyeke bi navê «Tiştê ku em, talîban, dixwazin»(10) de ku ji alîyê New York Timesê ve hat weşandin.

Di rastîyê de, ev tevger bûye navendî û xwedî îdeolojîyeke sazûmankar. Kadroyên wê yên bingehîn jêdera wan medreseyên Deobandî(11) yên Pakistanê ne ku ji wan bi awayekî rêkûpêk şagirt ji bo şer ber bi Afxanistanê ve tên şandin. Ev tevna dibistanên olî dibe cihê perwerdekirina ûlemayên ku vîzyoneke radîkal parve dikin û xwedî gîyaneke sazûmanî û kabîlîyetên pêwist in ji bo sazkirina bingeha burokrasîyekê.

Rotasyona bi rêkûpêk ya kadroyên wîlayetekê ji bo yeke din û koordînasyona koman, bêdudilî îşaret bi rêxistina hîyerarşîzebûyî û nîsbeten bi tesîr dike -li gel sînorên ku xwe dispêrin neqandinên hedefkirî yên kadroyên tevgerê ji holê rakirin-. Eger fermandar xwedî otorîteyeke taktîk bin jî, ji gişan tê xwestin rêzê bigirin ji bo hîyerarşîya xwe û gelek şefên leşkerî ji ber kêmbûna dîsîplînê ji erkên xwe bêpar hatine hiştin. Ji 2006an û vir ve, talîbanan li şervanên xwe kodeke awayê jîyanê belav kir. Di vê kodê de hêmanên hiqûqa îslamî cih digirin û di versîyona wê ya nû ya 2009an de, hin prensîbên hiqûqa însanî ya navneteweyî jî cih digirin. Bi awayekî fermî, dizî, pêkanîna şîdetê li dijî sîvîlan, înfazkirina sîxuran bê mehkeme qedexe ne, tevî ku ev yek nabe asteng ku sûcên şer bi awayekî rêkûpêk bên kirin. Ya rastî, berevajîyê Rêxistina Dewleta Îslamî (RDÎ – DAÎŞ), ku li êrişên mezin ên li dijî hedefên sîvîl xwedî derdikeve (Êrişeke li dijî zarokên pêşdibistana seretayî di gulana 2020î de û êrişa li dijî dibistaneke keçan di gulana 2021ê de), talîban bi taybetî serî li cînayetên sîyasî dide.

Sazkirina dadgehên «sîyê»

Li alîyê din, xelefên hatin ser serê tevgerê û ahenga pozîsyonan di dema muzakereyan de îstîqrara rêxistinê piştrast dikin. Bi vî awayî, gava servîsên îstîxbaratî yên afxanî di 2015an de dîyar kirin ku Mela Omar ji 2013an ve mirîye û ev mirin hatibû veşartin, muxalif ketine rewşeke marjînal. Gava şûngirê wî, Mela Axtar Mansûr, salek şûnde li Pakistanê bi dronekê hat kuştin, M. Heybetullah Axûnzade bê zehmetî hat ser serê rêxistinê. Ev xelefî hev nagirin li gel sê hilbijartinên dawî yên afxanî, ji ber ku ji wan du namzedên tûra duyemîn serketina xwe ragihandin. Bi awayekî xwecihî, serhildanê şûna kadroyên xwe bê pirsgirêk dagirt, dema ku jiholêrakirina walîyekî gelek caran dengeya sîyasî ya eyaletekê serûbin kir.

Herî dawî, talîbanan hejmara kesên tevlî nava rêxistinê bûn gihandin asteke mezin. Tevlîbûnên ku pêşî bêhtir ji herêma başûr a peştûyan pêk dihat, berê wan fireh bû û êdî ji bakur û rojava jî gelek kes tevlî rêxistinê bûn. Li van her du herêman kesên tevlî bûn, ji jêderên curbicur ên civakî bûn û endamên rêxistinê êdî li her derê welêt belav bûn, ji bilî gelîyê Panşîr û Hazaraja, herêma şiî ya navendî. Di 2016an de, organa bilind, konseya fermandarîyê, ji dwanzde endamên wê yek jî tacîk, yek ozbek û yek jî tirkmen bû. Her çendî giranî dîsa li alîyê peştûna bû jî (kêm zêde ji sedî 40ê nifûsê). Bi redkirina her gotara qewmî, bi terzeke pir cuda ji partîyên ku li Kabûlê, faalîyet dimeşandin, roj bi roj zêdetir xwe dispartin vê bingehê. Tevgerê pala xwe da şampîyonîya netewperestîya afxanî. Sîyasetên manîpulasyona civatî, nexasim yên hêzên rojavayî, dawîya dawî reaksîyoneke alîgir ji bo talîbanan afirandin. Li Kunduzê van karî zêdebûna mîlîsên xwedî karaktera qewmî û eşîrî yên ji alîyê leşkerên alman, dû re jî amerîkî ve hatibûn komkirin, bi kar bînin. Wê ev yek hem ji bo ber bi xwe ve kişandina peştûyan, hem jî ozbek, tacîk û turkmenan bi kar anî û du caran bajar xist destê xwe di 2015 û 2016an de.

Stratejîya serhildanê bû zemîna ji holêrakirina kêmasîyên hikûmeta navendî, bi bersivdana bi vî awayî ji bo daxwazên gel ji xizmetên gelemperî re. Talîban ketin nava seferberîyan bi bicihkirina hikûmeteke sîberî li gel walîyan, dadgeran, berpirsîyarên pirsên dibistanî (kontrola bernameyan, avêtina ji dibistanan keçên ji 12 salan mezintir) û tendirustî û her-weha rayedarên ji têkilîyên li gel Rêxistinên Derhikûmetî berpirsîyar. Eynî wekî salên desthilatîya emîrata îslamî (1996-2001), dema tevgerê îtîbara xwe li ser vegera nîzamê ava kiribû, dadgeh bûn demûdezgehên bingehîn ên rêveberîya wan. Ji 2005an û vir ve, wan li deverên ku ew lê bicih bûbûn dadger wezîfedar kirin. Ew êdî di pratîkê de li hemû navçeyan hene.

Ji alîyê madî ve dema li wan tê mêzekirin, ev dadgeh dibin neynika rewşa giştî. Dadger, bi kincên xwe yên bê îşaretên dîyar, li mizgeftên gundan, li malên taybet an jî li bin sîya daran bicih dibin. «Dadgehên talîbanan li ser çerxeke besît dizîvirin, li gorî yek ji şahidan. Dadgerê talîban pê re rûdinê, li ber wî, tasek çaya kesk a ku dû re sar dibe, heye. Ew bi xwe gilîname û daxwaznameyan werdigire. Dû re ew gazî yek ji endamên tevgerê dike û jê re dibêje bila here ji kesên ku li dijî wan gilî hatîye kirin bixwaze ku rojek şûnde were.»(12) Dadger îfadeya şahidan digirin, belgeyên ku alîyên dozdar tînin di ber çavan re derbas dikin û bi giştî piştî çend rojan biryarê didin -ji bo dozên hesas jî biryarê di nava çend mehan de didin-. Piranîya daweyan têkildarî lihevnekirinên li ser erdan an jî pirsgirêkên têkildarî zewacê ne, lê belê dadger herweha li dizî, kuştin û zinayan jî cezayan dibirin û carna ev ceza pir giran in (înfaz, jêkirina endamekî laş, kuştina bi keviran).

Ev çerxa ku pir besît xuya dike, di nava xwe de pergaleke sofîstîke ya dadgerîyê dihewîne. Bi berdewamkirina li gel a emîrata îslamî ya 2001ê hilweşîya, eva dawî xwedî sê astên dadgerîyê ye: dadgehên herêmî, dadgehên temyîzê yên li her eyaletê û dadgeha bilind. Dadgerên li medreseyekê perwerdekirî, divê li îmtîhana ku zanîna wan a hiqûqa îslamî dipîve bi serkevin. Yên dest bi kar dikin, dû re tayîna wan dertê devereke derveyî eyaletên ku lê hatine dinê û mezin bûne. Armanca pergala rotasyonê misogerkirina bêalîbûna wan e, beramberî xelkê û şervanên xwecihî. Wekî ku yek ji wan îzah dike, «ji bo pêşîgirtina li her bûyereke ne xweş. Carna, gava hûn demeke dirêj li dest-hilatîyê dimînin, hûn dielimin her tiştî, hûn dikarin mirovan baş nas bikin, lê belê ji alîyê din ve, hûn dibin zordar û heye ku hûn xwe bi destê xirabûnê ve berdin. Ji ber vê yekê talîbanan pergaleke wisa amade kir ku piştî wexteke dîyar karibe herkesî veguhezîne, da ku îhtîmala vê xirabûnê nemîne». Tevger herweha mufetişan dişîne ser serê wan da ku dirustîya dadgeran bipîvin û gelek ji wan ji ber wergirtina bertîlê, wekî pere an jî bexşîş, hatin cezakirin.

Bicihanîna hiqûqê li hemberî pergaleke rizîyayî

Bêalîbûna bi giştî venaskirî ya dadgeran ew li derdorên gundewar jî binavûdeng kirin: «Eger ez zengîn bûma, min ê gilî li cem dadgerên hikûmetê bikira: tenê pere bide wan, tu yê qezenc bikî. Lê belê gava mirov xizan be, talîban yekane çareserî ne», li gorî şahidîya dawedarekî ji eyaleta Logar. Ew hatibû dozê ji ber ku jina ku wê bibûya xesûya wî înkar dikir ku wî qelenê pêwist ji bo zewacê dabûyê. Meqbûza buroya Western Union a li Îngilîstanê, ku bi salan li wir xebitîbû, bi kêrî wî hat ji bo dozê qezenc bike.

Li cem nêzekî M. Faizal Akbar jî, ku di salên navbera 2002 û 2005an de walîyê eyaleta Kunar bû, tu dîsa heman motîvasyonê dibînî. Tevî dijberîya wî ya sîyasî beramberî talîbanan, ew neçar maye ji bo dozeke dizîya sewalan serî li wan bide, çunku dadgerên rejîmê «rizîyayî» bûn, lêçûnên virde wirde yên ji bo gilîkirina li cem polîs an jî dozvekirineke fermî wê ji nirxê sewalên hatibûn dizîn zêdetir bûya. Bi eslê xwe gundîyek e, lê belê bi giştî li Kabûlê dijî, ew bi awayekî zelal balê dikşîne ser dijberîya nav-bera gundewaran, ku dadgerên talîban diecibînin û bajaran, ku vê çerxa edaletê qebûl nakin.

Rast e ku, li gundewarîyê, karektera zûtir xwegihandin û herweha zêdetir samîmî ya van dadgehan bi cazîbe ye. Di çend deh salên dawî de, gelekan per-werdeya xwe ya dibistana seretayî li medreseyê dît û xwedî hin zanînên hiqûqa îslamî ne. Berevajîyê vê, hiqûqa dewletê şîlo xuya dike li nava civakeke ku ji sêyan duduyê wê xwendin û nivîsandinê nizane. Di asta herî hindik de jî serwerîya kod û normên îslamî dihêle ku kesên ji herêmên gundewar aheng û bêalîbûna biryarê binirxînin. Doza di çarçoveya rêzikan de tê birêvebirin -kesên di dema rûniştina dozê de amade ne, dikarin li dij derkevin jî-, di eslê xwe de pir zehmet e biryarên wê bên îtîrazkirin. Ev pergal li dijî jinan feydê digihîne zilaman, lê belê ev lidervehiştina nîvê civakê, ku pir kêm derfetên wê hene dijberîya adetan bike û serdestîya ku pê re rû bi rû dimîne, dîsa jî zirarê nade serhildanê. Nexasim li derdora peştûyan ku, (hê jî) zêdetir zextkar e li dijî jinan. Hiqûqa ku xwe dispêre şerîatê, eynî wekî ku di dersan de tê şîrovekirin, dibe sedemê xwezayîbûna bi tesîr a pergala baviksalarî [pederşahî] û vegotinên femînîst, heta yên herî nerm jî, êdî hema hema nayên bihîstin ji ber ku van vegotinan dişibînin yên li welatên rojavayî.

Li hemberî destwerdana bîyanî ya ku dezgehên ku ava dikirin li derve dihiştin û herweha li pêşberî pergaleke dewletî ya roj bi roj zêdetir rizîyayî, talîbanan karî hiqûqê di çavê gelek afxanan de veguherîne tiştekî berbiçav. Bi awayekî îronîk, wan zanî -ji koalîsyonê zêdetir- li jinûveavakirina dewletê bifikirin. Ev muhtemelen cezayê herî dijwar e ku mirov dikare bide destwerdana bîst salan.

* Bi rêzê, lêkolînênerê li Navenda Neteweyî ya Lêgerîna Zanistî – Navenda Lêgerînên Navneteweyî (CNRS-CERI), nivîskarê Şerê bi navgîna hiqûqê. Dadgehên talîban ên li Afxanistanê, Weşanên CNRS, Paris, 2021; û lêgerînerê Navenda Ewrûpî ya Civaknasî û Zanista Sîyasî (CESSP), Zanîngeha Paris-1, nivîskarê berhema Hikûmeta wêdetirî neteweyî ya Afxanistanê. Têkçûneke wisa texmînkirî, Karthala, coll. «Lêgerînên navneteweyî», Paris, 2021.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

Sînorên etnolînguîstîk û sînorên siyasî yên ku ji Împeratorya Brîtanyayê mîras mane, li Afganistanê li hev nakin. Girêdanên ku gelên li ser sînor (Tacik, Ozbek û di serî de Peştûn) yek dike, koçberkirina nifûsa heyî dike. Ev welatên cîran dixe fikaran: Pakistanê li piraniya sînorê xwe bariyeran çêkirine; Iranê beriya niha bi taybet ji bo têkoşîna li dijî bazirganiya narkotîkê xendek kolabûn.

 

1) Cf. Gilles Dorronsoro, Hukûmeta wêdetirî neteweyî ya Afxanistanê. Têkçûneke wisa ya texmînkirî, Karthala, coll. «Lêgerînên navneteweyî», Paris, 2011.

2) Stanley McChrystal, «Comisaf Initial Assessment (Unclassified)», beşa bergirîyê, Waşîngton, DC, 21 îlon 2009. Belgeya weşandî li ser malpera Waşîngton Post.

3) Montgomery McFate, «The military utility of understanding adversary culture», Office of Naval Research, Arlington (Virginie), 2005.

4) The United States Army and Marine Corps, The US Army/Marine Corps Counterinsurgency Field Manual, University of Chicago Press, 2007.

5) Jim Gant, One Tribe at a Time: A Strategy for Success in Afghanistan, Nine Sisters Imports, Los Angeles, 2009.

6) Bernt Glatzer, «The Pashtun tribal system», li nava Georg Pfeffer û Deepak Kumar Behera (li bin rêveberîya), Contemporary Society: Concept of Tribal Society, Concept Publishers, New Delhi, 2002.

7) Michael Barry, Qralîyeta sînornenas. Afxanistan 1504-2011, Flammarion, coll. «Di herikîna dîrokê de», Paris, 2011 (Yekemîn weşan: 2002).

8) Ronald E. Neumann, The Other War: Winning and Losing in Afghanistan, Potomac Books, Lincoln (Nebraska), 2011.

9) Transcript: General David McKiernan speaks at Council’s Commanders Series», Atlantic Council, Waşîngton, DC, 19.11. 2008, www.atlanticcouncil.org

10) Sirajuddin Haqqani, «What we, the Taliban, want», The New York Times, 20 sibat 2020.

11) Pêla venûker a îslamê, medreseya Deoband (Hindistan) di 1867an de wekî berteka li hemberî kolonyalîzma brîtanî hat avakirin.

12) Gotinên ku didomin ji Adam Baczko hatine wergirtin, Şerê bi navgîna hiqûqê. Dadgehên talîban ên li Afxanistanê, Paris, CNRS Éditions, 2021.

Pêncî salên şer

17-07- 1973: Darbeya leşkerî ya general Muhemmed Dawid Xan, ku dawî li qralîyetê anî.
27-04-1978: Darbeya leşkerî ya Nûr Muhemmed Tarakî û partîya wî ya bi navê Partîya Demokratîk a Gel a Afxanistanê (PDGA, marksîst-lenînîst).
14-09-1979: Serokwezîr Hefzillah Amîn serokkomar Tarakî dikuje û dikeve şûna wî.
24/25-12-1979: Destwerdana artêşa sovyetî, ji ber ku Moskova ditirse Amîn nêzî Waşîngtonê bibe. Destpêka şer li gel mucahîdînan ku ji alîyê Dewletên Yekbûyî û welatên rojava ve tên destekkirin. Babrak Karmal tê şûna Amîn.
30-09-1987: Muhemmed Necîbulah (PDGA) wekî serokkomar tê hilbijartin.
14-04-1988: Peymana vekişîna hêzên sovyetî, di 15-02-1989an de pêk tê. Destpêka şerê navxweyî di navbera hêzên hikûmetê û mucahidînan de.
Nîsan 1992: Hilweşîna rejîmê.
26/27-09-1996: Talîban, li desthilatîyê, Emîrata îslamî ya Afxanistanê ku xwe dispêre pêkanîneke dijwar a Şerîetê, saz dikin.
09-09-2001: Qetilkirina fermandarê Hevpeymana Bakur, Ahmet Şah Mesûd, ji alîyê du endamên El Qaîdeyê ve.
07-10-2001: Destwerdana leşkerî ya amerîkî.
05-12-2001: Peymana li Bonnê îmzekirî û mohrkirî bi yekdengîyê ji alîyê Konseya Ewlekarîyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (RNY) ve: M. Hamid Karzaî, hevkarê berê yê CIA’yê, dibe serokkomarê wextî. Destwerdana Hêza Navneteweyî ya Desteka Ewlekarîyê, a di bin fermandarîya NATO’yê de.
04-01-2004: Pejirandina destûrnameyeke nû ku Komara îslamî saz dike. M. Karzaî wekî serokkomar tê hilbijartin.
22-06-2011: Destpêka vekişîna hêzên fransî yên NATOyê ku wê di dawîya 2014an de pêk were.
05-04-2014: Aborîzanê berê yê Bankaya Cîhanî Eşref Xanî wekî serokkomar tê hilbijartin. Şer didome.
Sibat 2016: Vebûna pêvajoya aştîya piralî li Moskovayê.
Sibat 2018: Vebûna dîyaloga navbera Waşîngton û talîbanan li Dohayê (Qatar).
Adar 2020: M. Xanî û M. Abdullah Abdullah her du jî xwe wekî serkeftîyên hilbijartina serokkomarîyê îlan dikin. Axirî, M. Abdullah dibe şefê birêvebirin û serokê Konseya Bilind ji bo ji nû ve lihevkirinê û bi hevdîtinên li gel talîbanan tê wezîfedarkirin.
29-02-2020: Peymana navbera Dewletên Yekbûyî û talîbanan li Dohayê. Serok Donald Trump vekişîna hêzên amerîkî radigihîne (û ev ji ber vê yekê yên NATOyê) ji bo gulana 2021.
10-03-2020: Konseya Ewlekarîyê ya RNY’ê bi yekdengî biryara 2513, a têkildarî ji nû ve destpêkirina hevdîtinên peymanê li Dohayê, dipejirîne.
2021: Serokê nû yê amerîkî Joe Biden vekişîna hêzên amerîkî ji bo 11 îlonê piştrast dike.
Wergera ji fransî: Baran Nebar

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
+ Hemû gotarên nivîskar