Tebax-îlon 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Talankirinên nasyonalîstan li Derry

Şemî 3 nîsan 2021, Londonderry. Navê vî bajarê Îrlandaya Bakur têde şeş herfên lal hene ji bo katolîkên li wir dijîn: şeş herfên pêşî. Divê em bibêjin ku li vir em ji Londonê pir hez nakin.

Ev çend roj in, bi nêzîkbûna dawîya heftê ya Paskalyayê re, al malên taxa katolîk, Bogsideyê dixemilînin. Sêreng, bi rengên Komarê, an jî li ser zemîna kesk bi herfên zêrîn û spî peyvên «Komara Îrlandî» neqişandî. Hebûna wan tê wateya bîranîna Easter Rising-Serhildana Paskalyayê. Li dema vê serhildana çekdar a li Dublinê, di Paskalyaya 1916an de, serxwebûn-xwazên îrlandî rizgarbûna giravê îlan dikir. Tevî teslîmbûna wan a bê şertûmerc piştî çend rojan, bûyer wekî belgeya jidayîkbûyînê ya «Îrlandaya azad» tê qebûlkirin.

Li destêka piştî nîvro, taveke geş şûna mija serê sibê girt. Bi qasî pêncî kes tên cem hev li pêşberî Free Derry Corner, ku dibe sînorê herêma ku niştecihên wê di nav-bera 1968 û 1972yan de xweserî îlan kir. Grûba biçûk a mîlîtanên Saoradh, partîyeke komarger a çepê radîkal a li dijî peymana Îna Pîroz (Good Friday Agreement, GFA), ku di 1998an de dawî li şerê çekdarî anî, li hev kom dike. Saoradh ku di 2016an de hat avakirin, hevalbendek e ji bo Irish Repub-lican Prisoner Welfare Association (IRPWA)yê, ku tê alîkarîya girtîyên komarger û ji bo Artêşa Nû ya komarger a îrlandî («New IRA»), dijbera depoya çekan. «L’IRPWA her meh kombûneke biçûk organîze dike, li vir li Free Derry Corner, ji bo hişyarî dayîna li ser rewşa girtîyan», çawa ku Joe yê 28 salî dibêje.1 «Gelek kes hê jî nizanin ku bi qasî sî komarger ji ber bîrûbawerîyên xwe girtî ne», wisa heyfa xwe tîne Declanê 24 salî. Du pankart hatine hilawistin li dirêjahîya rê, kûmbereyek dirêjî otomobîlîstan tê kirin. Piranîya wan bi xemsarî rêya xwe didomînin. «Gelo tu têyî bîranîna roja duşemê? Ji me dipirse di dawîyê de Dannyyê 22 salî. Randevû saet li 14an li goristana Creggan e.»

Duşem 5 nîsan, Derry. Paskal-ya. Dema em ji Bogside ber bi taxa Creggan hildikişin, dîwar bi graffîtîyan vegirtî ne: «Bimirin Brîtanî», «Bijî Paul McIntyre»2, «Bêedaletîya brîtanî ne edalet e!». Bi nêzîkbûna goristanê re, afîşên banga merasîmê dikirin hê jî bi stûnan, qutîyên çopê an jî trafoyên elektrîkê ve hilawistî ne.

Endamê buroya neteweyî ya Saoradh, Sean, 33 salî, sosineke komarger bi bestûka kapûtê xwe ve dike, dûre meşa xwe didomîne li ser rêya navendî ya ber bi navenda komarger «Roll of Honour», navê şervanên xwecihî yên IRAyê yên ji bo dozê jîyana xwe ji dest dane. Mîkrofonek û maseyeke xemilandî bi baqek kulîlkên kesk, spî û porteqalî, bi vê wesîleyê hatine bicihkirin. Li pêşberî girseyeke bi qasî sed kesî û dehan rojnamevanî, bîranîn li bin ba û xilîlokê dest pê dike. Ciwanekî li derdora bîst salî danezana serxwebûnê ya 1916an dixwîne. Tommy, girtîyekî berê yê sîyasî yê 47 salî, danezana komargerên li Qralîyeta Yekbûyî û Îrlandayê girtî ne, dixwîne. Axirî, Sean li ser lezgînîya têkoşîna şoreşger a ji alîyê Saoradht ve tê birêvebirin û pêwistîya sazkirina komareke sosyalîst a îrlandî ya ji nû ve yekbûyî axaftinekê dike. Ew balê dikşîne pêwistîya hêvîya veguhestina «agirê komarger» ji bo nifşên siberojê, zext û sansura mîlîtanên Saoradth lê rast hatine. Ew herweha piştgirîya tevgera xwe ji bo Filistînê dest nîşan dike. Sirûda îrlandî deng vedide; girse ji hev belav dibe.

«Dîwarên aştîyê» yên bi sac û caxên hesinî bilindkirî

Helîkoptereke polîsan di ser taxê re difire. «Çar şevên serhildanê li Waterside û ew helîkopterekê ji bo bîranînê dertînin», wisa tinazê xwe dike, Tommy, dema ji goristanê vediqete. Ev çend roj in alîgirên Qralîyeta Yekbûyî di nava xirecirê de ne. Her tiştî 30yê adarê li Waterside, li alîyê din ê bajarê Derry, dest pê kir, berîya ku berbelavî Belfast, Carrickfergus an jî Newtownabbeyê bibe. Li ser bingeha nerazîbûna girêdayî Breksîtê, çirûsk bi biryareke dadgerîyê pê ket: neşopandina rêveberên Sinn Féinê (partîya sereke ya komarger, bi awayekî dîrokî girêdayî IRAyê) ku guh nedabûn rêzikên tendirustîyê bi wesîleya veşartina cenazeyê fermandarekî berê yê IRAyê di hezîrana 2020î de, dema ku herêm hê di karantînaya şewbê de bû. Bi giştî, lîderên paramîlîter û pisporên xizmeta civakî tevlî hewldanên nermkirina tengezarîyan dibin. Bi hestên ku ji ber Breksîtê îxanet li wan hatîye kirin, wan vê carê xwe neda ber banga ji bo pêkhatina aramîyê.

Li dema pevçûnên şevek berê, qralîyetgiran karî yek ji derîyan bişkênin û bikevin nava taxa katolîk, û ev yek bû sedemê şerûpevçûnên çekdar û molotofkokteylan di navbera qralîyetgiran û komargeran de. Piştî heftîyeke serhildanên qralîyetgiran li dijî polis, dijberî ji nû ve veguherîn pevçûnên navxweyî, ku piştî deh salan cara pêşî pêk hatin. Vê êvarê, ciwan ji bo êrişeke nû nîyeta xwe xira dikin.

Pêncşem 8 nîsan, Belfast, saet li derdora 19. Berî saetekê bû ku mînubuseke polisan hat pêşberî ciwanên qralîyetgiran li taxa protestan Shankillê. Li ber tofana şûşe û keviran, minibus hêdîka bi paş ve dikişe. Li pey polîsan, li dawîya kolanê, hedefa qralîyetgiran: du derîyên ji hesin ên bi blokeke beton ve bi hev ve kirî. Ew taxê ji ya cîran katolîk vediqetîne. Polîs bi giştî derîyan bi şev saet li derdora 22 û 30 digire. Lê belê ji ber tengezarîyên demên dawî ew ji niha ve hatine girtin. Li ser derîyan, rayedarên gelemperî peyamên lihevhatinê ku wisa xuya ye serhildêran aş nakin, nivîsandine: «Tu caran şerekî baş an jî aştîyeke xirab tune», «Mirov çiqas ji bo aştîyê xweydan bide, di şer de ewçend kêmtir xwîn dirije».

Belavbûyî li nava girseyê, gelek kesên rûpoşkirî sohbetê dikin û bi awayekî sakîn bîraya xwe dadiqurtînin, dema ku yekî din bi hejandina aleke îngilîz ji xwe re digere. Piştî nîv saeta din, bi qasî deh erebeyên polîsan wekî teqwîya tên. Polîsên bi teçhîzatên dij-serhildanê edilandî, ji erebeyan dertên. Bang bi hoparloran tê ragihandin. Bi heqaretan bersiv tên dayîn. Polîs ji bo hinek berê xwe fireh bikin wekî berekan li çekan siwar dikin tevdigerin. Polîs çopên pêşveçûna wesaîtên wan asteng dikin ji ser rê didin alîyekî, dû re vedigerin nav wesaîtên xwe. Ev koreografî ji alîyê her kesî ve êdî nas e. Çawa ku ciwan zêde nêzî xeta zirxkirî dibin, polîs ji erebeyên xwe dertên, ji keviran paqij dikin, dû re careke din li erebeyên xwe siwar dibin û rewş herwisa dubare dibe.

Taxa Springfield, alîyê din ê derîyên ji hesin. Ji bo xwegihandina vir, pêwist bû em di navenda bajêr re di rêyeke fitlonek re bizîvirin. Bi qasî sî endamên Sinn Féinê -hilbijartîyên xwecihî, mîlîtanên ji rêzê an jî xebatkarên civakî- li hev kom bûne ji bo pêşîgirtina li her teşqeleyeke komargeran a hizûra raya giştî xira bike û hişyarkirina ciwanên katolîk ji bo bi qralîyetgiran re nekevin nava pevçûnekê. Ji bo wan, ev îspateke kontrola civakî ye ku ji alîyê komargeran ve li taxên nasyonalîstan tê pêkanîn û yekîtîgir vê yekê nakin. Li vir, rewş hê jî aram e. Lê belê ji vir û wêdetir…

Em hildikişin sikaka ku li kêleka yek ji gelek «dîwarên aştîyê» yên bajêr dirêj dibe: Xetên veqetandinê yên bi sac û caxên hesînî yên xwedî bilindahîyeke zêdetir ji yên navbera Îsraîl û Filistînê li pêşîya me ne. Avakirî ji alîyê artêşa brîtanî ve li destpêka salên 1970yî li dijî serhildanan, ev dîwarên ku civatên olî ji hev cuda dikin niha êdî bi awayekî bêqusur entegreyî sîyaseta xwecihî û rêveberîya nîzama ewlekarîyê bûne. Piştî bi sedan metreyên din, girse her diçe qelebalixtir dibe û trafîk êdî xitimîye. Li rêza pêşî ya girseyê ciwanên komarger bi polîsan re pev diçin. Ji alîyekî ve, bi qasî bîst kesên rûpoşkirî şûşeyan, keviran û fişekên hawayî davêjin; li alîyê din, erebeyeke ku ava bi şid dipijiqîne û ji alîyê du xetên zirxkirî ve tê parastin serhildêran dûr dixe. Ev makîne piştî şeş salan cara pêşî ji neftalînê hat derxistin.

Lêgerîna ji bo livûtevgerên «dij-civakî»

Pevçûn dişibe ya ku me berî çendekê li cem qralîyetgiran dît û di nava yeksanîyekê de pêk tê. Ciwanek ber bi erebeyên polîsan dibeze û fişekeke hewayî davêje, berîya ku bi ava şidandî were qewirandin. Erebeyek -muhtemelen hatîye dizîn, ev yek ji qula mezin a di cama wê ya paş de tê texmînkirin- her diçe û tê. Li hundir, gelek kesên bi rûpoş li ber muzîkeke tekno dans dikin gava ku ajovan bi awayekî bi kontrol li ber rizdeyên polîsan erebeya xwe dişemitîne. Piştî wextekî, sê ciwan bi molotof kokteylan tên. Hewl didin wan pêxin. Gava axirî wan davêjin, fitîl dîsa baş naşewitin: ji ber kêmbûna wext û derfetan, ew bi kaxizên tuwaletê hatine çêkirin.

Şemî 10 nîsan. Belfast, Saet 22. Patrick girtîyekî berê yê ji Irish National Liberation Army-Artêşa Rizgarîya Neteweyî ya Îrlandî (INLA)yê ye, niha jî bûye mîlîtanê Irish Republican Socialist Party – Partîya Sosyalîst a Komarger a Îrlandî (IRSP), rêxistina komarger a marksîst a li dijî peymana Îna Pîroz. Dema ji malê dertê, li erebeya ku têde Richard, Steven û Kevin li benda wî ne, siwar dibe. Em di Shankillê re derbas dibin ji bo xwe bigihînin taxa katolîk Fallsê. Patrick bi telefona xwe dilîze gava ku di heman demê de bi awayekî xweber rêya dê were şopandin nîşan dide. Ew ji bîr dike ku, di vê saeta şevê de, derîyên hesin taxên civatan ji hev vediqetînin girtî ne. Du caran me berebaş dide zîvirandin, dû re bi me dide qebûlkirin ku em di navenda bajêr re bizîvirin.

Piştî bîst deqîqeyan, em li ber malekê radiwestin. Dema ku yên din çixareyekê pê dixin, Patrick li derî dixe, dikeve hundir û piştî çend deqîqeyan dîsa dertê, di destê wî de bi dehan torbeyên plastîk ên bi qutîyên konserveyan, dexil û berhemên din ên xwarinê dagirtî. Bi şewba Covid-19 re, komkirin û belavkirina berhemên xwarinê bi pêş dikevin li nava tevnên komarger, eynî wekî pêşketina çêkirina amûrên parastinê yên ji bo personelê tendirustîyê. Ev faalîyet jixwe parçeyekî kevneşopîya demdirêj a komarger a ji bo tevngirêdanê ne li nav xaka neteweyî, bi navgîna îdareya çareserîya pirsgirêkên rojane yên gel û telafîkirina kêmasîyên dewletê.

Îdareya New Lodge, taxeke populer û nasyonalîst a Belfastê. Rojek berê, di navbera ciwanên vê taxê û yên Tiger Bayê de şerûpevçûnan rû da. Li derdora saet 23 û 30, hin endamên din ên IRSPê jî digihîjin me. Bi stûpêçên heta ser pozê wan hildikişin û kapuşon, kum an jî kaskên wan ên şidandî ji bo berxwedana li dijî seqema şevê, mirov ji bilî çavên wan tu dereke wan nabîne..

Mîlîtan, ku bi qasî deh heb in, li derîyê malekê didin. Patrick dixwaze pevçûneke rojek berê li gel vî zilamê li vir dijî rû daye, çareser bike. Dema Patrick hewl dida «sûcdarekî, xildekî pîs» ê guman jê tê kirin ku ji bo polîs sîxurîyê dike ji taxê biqewitîne, kesê li vê malê dijî ew wekî «provie-alîgirê jîyanê» pênase kir. Ji bo Patrick û rêhevalên wî yên IRSPê, ev heqareteke giran e. Ev heqaret wî dadixe asta endamên berê yên IRA yên derbasî Sinn Féinê bûne û wekî kesên têkoşîna şoreşger û refên gel terk kirine tên sûcbarkirin bi kurtî, xîyanet li dozê kirin. Ji ber vê yekê hem ji bo rizgarkirina rûmeta Patrick hem jî bibîrxistina ji gel re ferqa navbera Sinn Féin û IRSPê îzahek pêwist e. Patrick dixwaze derhal jê lêborîn were xwestin. Zilam serî li ber ditewîne «Ev e tiştê ez dikim gava pirsgirêkek rû dide. Ez ciwanan dişopînim heta ku ew vedigerin malê, ji bo zanibim ew li ku dimînin, dûre ez li gel rêhevalên IRSPê dadigerim», wisa îzah dike Patrick dema vedigere erebeyê.

Bi pîyasekirina bêserûber li kuçeyan, grûp li New Lodge dewrîyê dike. Ew dixwaze piştrast bibe ji nebûna lihevkombûnan, îşaretên destpêka serhildanan, an jî,  livûtevgerên «dij-civakî», ku ew jî dibe bangeke nedîyar a ji bo çalakîyên wekî xirûcira bi zirar a deng an jî trafîka madeyên hişber dema bi erebeyek ku dizîne pêşbazîyê dikin. 

Saet li duduyê sibê, talankarî bi dawî dibe, lê belê çalakîyên mîlîtanî yên Patrick didomin. Ew beşa mayî ya roja xwe vediqetîne ji bo birina alîkarîya îdarî ji bo xelkên taxê, çi li ser daxwazên xelkên li xanîyên sosyalê dijîn, çi jî li ser gilîyê têkildarî jihevxistina hin malên stargeh ên xelkên taxê. Ew ê herweha bibe navbeynkar li nav-bera komên paramîlîter ku ciwanên nasyonalîst ên sûcdar ji ber filan an jî bêvan sûcan bi cezayan tehdît dikin. Cezayê herî giştî yê di rewşên wisa de kneecapping-li ser çokê rûniştandin, an jî jihevxistina qapaxê çokê bi guleyeke ku li çokê tê xistin.

*Lêkolîner.       

Wergera ji fransî: Baran Nebar

_________

1) Hemû nav hatine guherandin.

2) Mîlîtanê komarger ê tê sûcbarkirin bi kuştina rojnamevan Lyra McKee, di nîsana 2019an de.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar