Sibat 2022 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Talankirina civata nermnivîsên azad

Dema ku utopyaya dîjîtal a xeyalkirî hê berî sî salan bazarek diwelidand ji 1990î û vir ve, komeke serhişk li dijî her projeyeke girêdayî kokên xwe li ber xwe dida: nermalava azad. Hevparkirî, bidestxistî û îxanetlêkirî ji alîyê dêwên pîşesazîyê ve, dawîya dawî ket rewşeke li ber şikestinê.

Di salên 1990î de, li kevîya pîşesazîya teknolojîyên nû, cîhaneke din a dîjîtal derdikeve holê. Pêşvebirên dilxwaz ên ji alîyê erdnîgarî ve dûr, kom bi kom xwe bi rêxistin dikin ji bo sazkirina bi awayekî hevpar nermnivîsên pêşbazîyê yên teklîfên bi navê «tescîlkirî»: pergala şixulandina Linux, servirê tevna Apache an jî lektora multimédia VLC nimûneyên wan ên nas in. Ne tenê ji ber ku pê dihihisin ji feydeyên ne-diravî (zewq, fêrbûn, îtîbar, pêşnîyarên kar), lê herweha ji ber sebebên sincî, ew dest ji mafên xwe yên taybet ên li ser hilberînê dikşînin: lîsanseke bi navê «copyleft» (wekî Lîsansa gelemperî, GPL) mafên şixulandin, jibergirtin, guherandin û belavkirina kodên înformatîk dide bikarhêneran. Ew herweha parastina van azadîyan di nava hemû versîyonên zêdebûyî ji nermnivîsê (nermalavê) ferz dike.(1) Baş e, tevgera nermalava azad niha di kîjan astê de ye?

Bersiv zêde çakbîn xuya nake: wekî hevpar hat wergirtin, hat entegrekirin û desteserkirin ji alîyê dêwên Silicon Valley, Google, Apple, Facebook, Amazon, Microsoft (Gafam)ê ve. Bi wê çendê ku nermalavên open source (ji bo koda çavkanîya vekirî – gotineke di pîşesazîyê de tê bikaranîn ji bo behskirina ji nermalava azad bêyî behskirina ji… azadîyan!)(2) niha êdî li nava dilê aborîya dîjîtal cih digire. Li gorî sondajeke di 2018an de li nava 1 200 pisporên înformatîkê hat kirin, ji her deh aplîkasyonan di nava nehan de parçeyên bernameyên ji cîhana «azad» hene.(3) Entegrasyon li destpêka salên 2000î li cem IBMê xwe nîşan dide û bi kirîna GitHuba platforma pêşvebirinê ya hevpar ji alîyê Microsoft ve bi berdêla 7,5 mîlyar dolarî di 2018an de bi dawî dibe. Şirket pereyan didin hin pêşvebiran, ji karê belaş ê dilxwazan sûdê werdigrin û ronakbîrên rexnegir, ên di «azad» de amûra rizgarîyê didîtin, li ser hesabê wan in.(4)

Di vê pêvajoya malwergirtinê de, du aktor bi roleke bingehîn a pirê rabûn di navbera cîhana şirketan û ya projeyan de.(5) Pêşî, Github, platforma komkirina xetên koda azad a di 2005an de hat afirandin û bû girêdaneke navendî ya xurt a bi qasî 40 mîlyon bikarhênerî û herweha 190 mîlyon depoyî. Vê navendîkirinê di mijara terkkirina wê de tirs xist nava aktîvîstên «lîbrîst», piştî kirîna ji alîyê Microsoftê ve. Serketina GitHub pala xwe dide modela wê ya hevkar û dîyardeya ku tevkarîyên dilxwaz ên pênasekirî li ser profîlên ferdî yên pêşvebiran, curriculum vitae (CV) ya wan pêk tînin.

Aktora din a kilîd Fondation Linux e. Projeya di 2000î de dest pê kir ji bo misogerkirina karekî serbixwe ji afirînerê amerîkî-fînlandî yê pergala şixulandina azad Linux, M. Linus Torvalds re, divê proje ji her girêdana bi şirketekê ve biparasta. Karûbarê wê ew bû ku bikaranîna Linux hêsan bikira bi hilberandina taybetmendîyên teknîk, kodan û sertîfîkayên pisporîyê. Di asta hiqûqî de, konsorsîyomeke bi armanca qezencê mijara gotinê ye. Ev konsorsîyom berjewendîyên şirketên endam ku piranîya van şirketan ên GAFAMê ne, diparêze. Pêşxistina karûbarê wê bi lezeke sergêjker pêk tê: Linux Foundation ku di 2013an de 10 proje birêve dibirin, 23 mîlyon dolar hatina wê hebû û 39 kes dixebitandin, pênc sal şûn de, radihişt 156 projeyan, qezenca wê digihîşt 81 mîlyon dolarî û êdî 178 kes ji bonê dixebitîn.(6)

Weqif di ragihandina xwe ya boş û berfireh de bi israr e li ser girîngîya belgekirin û ewlekarîyê bi armanca «profesyonelkirina» pêşketinê û dan bawerkirina şirketên ne-teknolojîk ên nermalavên azad bi kar tînin. Ew hewl dide dîmeneke lihevgihandinê derxe pêş: li dema konferansên bi butçeya mezin, destwerdêrên Intelê an jî yên GitHubê dikevin nava parastina «devs» (pêşvebirên) belengaz ên çînî yên ji ber astengîyên rayedaran derxistin pêşîya wan, nekarîn tevlî çavkanîyên hevpar bibin. Bi taybetî weqfa Linux destekê dide fikra ku şirket û projeyên hevkar «civatekê» pêk tînin. Ev têgeha community bi rêkûpêk cih digire li nava pêşkêşkirinên  destwerdêrên şirketên bazirgan ji bo destnîşankirina lihevnêzîkbûna berjewendîyên navbera dilxwazan û meaşgiran bi tevkarîya li nava heman projeyê.(7)

Şirketên ku li ser GitHubê kodan diweşînin di «rêveberîya civatî» ya projeyên wê de israr dikin, çunku her kesek ji bo pişt-rastkirina nivîskarê jêder dikare guherînekê ferz bike -ku ev jî dihêle ku şirketên bazirgan bibin xwedî gotina dawî bi şopandina rêya ber bi asoyê.- Axirî mirov heman vizyona «civateke yekbûyî » peyde dike di maqaleyên medya pisporbûyî de bi nirxandina hilberîna hevpar di navbera şirketên bazirgan û projeyên dilxwaz de.

Hevgirtineke wisa tu caran ne tesadufî ye. Ev berevajîkirina «orwelî» ya wateya hevparîkirî li gel têgehên erênî ên wek. «civat», «hevkarî» û «vekirin» taybetmendîyeke sermayedarîya çavdêrîkirinê ye.(8) Di rastîyê de civatên dilxwaz û fîrmayên talanker nayên cem hev ji bilî rewşên ku yên pêşî bibin mexdûrên talankarîyeke dijîtalî ya ku her diçe tê berfirehkirin ji hêla yên duyemîn ve. GAFAM, bo nimûne, dest datînin ser lêkolînên bi hevkarî hilberandî li nav cîhana akademîk: di navbera 2014 û 2019an de ji sedî 78,3yê 17 405 weşanên karmendên Microsoft bi awayekî hevkar hatine nivîsandin bi lêkolînerên zanîngehan re; di pêvajoya heman serdemê de, şirketê 76 109 patent bi dest xistin ku tenê ji sedî 0,2yê wan hatin parvekirin.(9) Teknîkeke din jî ji bo şirketan ji zêdekirina talebên lêkolîn û pêşvebirinê (R&D) pêk tê li cem ciwanên pêşvebir; dema nûkirin ji alîyê nivîskarên xwe ve carekê hatin eşkerekirin, şirket piran qut dike û guhertoya xwe diafirîne. Beşên R&D yên Alphabetê (mal-dayîka Google), laboratuwarên Google ATAP û X, ji wan qadên xwe yên pisporîyê çê dikin, lê belê Facebook ji wan ne îstîsnayek e.(10)

Çima lîsansên «copyleft» yên wekî GPL cîhana «azad» ji êrişên GAFAMê neparastin? Pêşî, ji ber ku Google ew bi dest xistin -berîya ku wan ji hev bixe-. Şirketa kalîfornîyayî bi rastî jî bi çêkirina ji Linuxê bingeha telefonên Android, serdestîya xwe saz kir. Lê belê, lîsansa gelemperî li ser Googleê ferz dikir ku koda çavkanîya guhertinên ku di vê nermalava azad de pêk dianî eşkere bike. Qet nebe heta ku şirketa ji hêla Larry Page û Serguei Brin ve hat avakirin, pergala xwe ya şixulandinê, Fuchsia’yê bi pêş bixe û wê bi lîsanseke «ne- copyleft» re têkildar bike.

Lîsansa GPL jî zirar lê bû ji ber pêşketina înformatîka di «ewrê» (cloud) de, ango ji ber depokirin û nirxandina daneyên li ser servirên navendîkirî li şûna li ser kompîturên bikarhêneran. Bi rastî jî, piranîya lîsansên copyleft, lîsansa gelemperî ya giştî jî di navê de, ketina navê, guhertin û ji nû ve belavkirina çavkanîya kodê ya nermalavan tenê bi wî şertî misoger dikin eger ew li bikarhênaran hatibin belavkirin, bi gotineke din eger ew hatibin transefkirin û li ser kompîturên wan hatibin bicihkirin. Lê belê, ew naxebitin dema ku nermalav li ser servirên GAFAMê dizîvirin: «copyleft» nayê aktîfkirin, ji ber ku nermalav nayê belavkirin lê tenê ji dûr ve tê bikaranîn. Cîhana « azad» hewl da lîsansên «copyleft» ên bi tesîr li dijî «ewrkirinê» (bi, bo nimûne, lîsansa gelemperîya giştî Affero) biafirîne, lê belê Googleê bi awayekî hovane êrişî wê kir. Eger ew ji alîyê gelek kesan ve hatiba ecibandin, ew lîsan wê Google û yên din neçar bihiştana ku koda çavkanîya nermalavan ku li ser servirên wan dizîvirin, parve bikin, hetta ji bo bikarhênerên ku bi van nermalavên ji dûr ve jî dikevin nava danûstandinan. Cinawirê dêwane yê Silicon Valleyê ji ber vê yekê bikaranîna wê di nava berhemên xwe de bi temamî qedexe kir.(11)

Di mijara nermalava azad de, şirketên teknolojîk ne xwedî helwesteke yekdestî ne. Lêkolînkirina gotinên serfkirî ji alîyê karmendên wan ve di dema sê konferansên mezinên ên open source de balê dikşîne parçebûneke zelal a navbera, ji alîyekî ve, grûbên mezin ên bi tîpa GAFAM û ji alîyekî din ve, şirketên biçûktir. Li hemberî vê modela aborî û xwedî îdîayên civatî yên pêşî, yên duyemîn xwedî bergeheke rexnegir in û zêdetir li ser xweragirtina projeyan hûr bûne. Nûnerên wan bi israr in li ser girîngîya lîsansan û rêzgirîya prensîbên «lîbrîst» gava ku karmendên GAFAM dubare dikin ku pirsgirêk îro êdî zêde ne têkildar e bi berjewendîyên piranîya tevkaran re.

Parvekirin û zelalî du nirxên avakar in ji bo nermalava azad. Eger GAFAM ewçend dem û çavkanîyan vediqetînin ji bo xwedîkirina îluzyona xwuyabûna xwe li nava gerdûna hevkar a xebatkarên dilxwaz, ji ber ku ew zanin ku pozîsyona wan a sincî ne ya parastinê ye. Ji bo têkoşîna li dijî wan, ji ber vê yekê divê ev rastî were dubarekirin: prensîbên avakar ên nermalava azad bi rêkûpêkî û bi tinazkarî ji alîyê van şirketan ve tên binpêkirin. Lê belê divê ev rexne arasteyî kîjan hedefê were kirin? Gelemperîya mezin? Çêkerên nermalavan?

Gelemperîya mezin zêde ne xemxura prensîbên nermalava azad e; ew li gel vê yekê li hemberî pirsgirêkên jîyana taybet û çavdêrîkirinê xwe wekî hesas nîşan dide. Ji bo sosretên ku zirarê didin îtîbara GAFAMan, ew ê peyderpey karibe platform û xizmetên nenavendkirî yên cîhana «azad» biecibîne, eynî wekî «komegiravkirina» ku weqfa Framasoft pêşnîyar dike ji bo sazkirina hevparîyan li navbera sazûmanên xwedî xwezaya cihêreng, ji pîvana vekirî ya Matrîx ji bo ragihandina di dema reel de ewlekirî û nenavendîkirî, an jî ji NextCloudê, çareserîya biserûşûnkirina dosyayan û hevkarîya bi mîmarîya vekirî re.(12) Realîzm, dîsa jî ferz dike ku were qebûlkirin ku ev çareserî, tevî serketinên wan ên destnîşankirî, nikarin, bikevin nava pêşbazîyê li hemberî teklîfa xizmetên hema hema bêdawî ya ji alîyê GAFAMan ve hatîye kirin.

Eger têkoşîn tu caran nehatibe bidengekirin, statuya xebatkarên hin pêşvebirên open source li nava şirketên mezin û vegotina serdest a pênasekirina nûbûnê ya tenê bi gotinên veberhênanên taybet û «start-ups», ew berxwedanê felç dikin. Civatên «lîbrîst» bi awayekî kevneşopî wekî hebûnên kolektîf ji bo bersivdana hewldanên musaîtkirina bernameyan hatine pêkanîn. Rewş ferz dike ku di nava wan de gotûbêjeke berfireh çêbe. Gava Oracle di 2010î de Sun Microsysteman bi dest dixe, vê operasyonê hin projeyên open source ên ji alîyê Sunê ve dihat destekkirin tehdît kir û endamên civatê biryar dan bikevin nava hewldana çêkirina guhertoyeke azad a alternatîf a pergala birêvebirina bingeha daneyên MySQL, ku hingê careke din wê wekî MariaDB bi nav dikin. Bi vî awayî lihevanîna her cure binesazîya dîjîtal a Înternetê ya li ser alavên azad sazkirî (bo nimûne Linux, Kubernetes û bi awayekî giştîtir tevahîya tevna nermalava ku «ewrên» bazirganî xwe dispêrinê) û pê ve girêdayî motorên lêgerînê, tevnên civakî û platformên din ên xizmeta arastekirî ji bo şirketan an jî ji bo gelemperîya mezin, bêyî desteka gelemperîyê hema hema li derveyî îmkanan e.

Berevajîyê çanda du aktoran, niha pevgirêdana azad û dewletê mijara gotinê ye. Li nava çarçoveyeke otomatîzasyon û bêkarîyê yên her zêde dibin, pirsgirêka venasîna tevkarên dilxwaz û ya girêdana navbera pişesazîyên kooperatîfî, dewletî û taybet xwe didin der. Aborîzan Atterrés û Bernard Stiegler bo nimûne guhertoyên «mafên hevpar ên kar» pêşnîyar kirin. Li gorî wan ev guherto wê bibin zemîneke baş ji bo kesên tevkarîyê dikin li komunên berhevkirina mafên derbasbûna nava xizmetên civakî.(13) Lê belê civata nermalava azad gelo wê karibe wekî hebûna sîyasî xwe bigihîne, wêderî nermalavê, tevahîya civakê? Gelo ew dikare li ber xwe bide li hemberî ortodoksên hilberînervan, bi pêşketina bêdawî ya hêza hesabê? Tevahîya rabirdû berevajîyê vê yekê nîşan dide. Serketina wê, dîsa jî, dimîne li ser şertûmercan.

* Profesor li Zanîngeha Canberra, Perwerdekar li Télécom Paris, civakzan li Luxembourg Centre for Contemporary and Digital History, profesor li Télécom Paris.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

 

__________

1) Binêrin li nivîsara Philippe Rivière, «Nermnivîsên azad: û dîsa jî, ew dizîvirînin», Manière de Voir Paris, n° 83, çirîya pêşîn-çirîya paşîn 2005.

2) Evgeni Morozov, «The meme hustler», The Baffler, Cambridge (Massachusetts), nîsan2013.

3) Keenan Szulik, «Open source is everywhere», blog.tidelift.com, 12 nîsan 2018.

4) Binêrin li nivîsara Sébastien Broca, «Çarenûsa xerîb a nermnivîsa azad», Le Monde diplomatique, tîrmeh 2014.

5) Cf. Benjamin Birkinbine, Incorporating the Digital Commons: Corporate Involvement in Free and Open Source Software. University of Westminster Press, 2020, et Arwid Lund et Mariano Zukerfeld, Corporate Capitalism’s Use of Openness: Profit for Free?, Palgrave Macmillan, New York, 2020.

6) Bradford Biddle, Linux Foundation is eating the world. Journal of Open Law, Technology & Society, vol. 11 n° 1, 2019.

7) Mathieu O’Neil, Xiaolan Cai, Laure Muselli, Fred Pailler, Stefano Zacchiroli. The Coproduction of Open Source Software by Volunteers and Big Tech Firms, News and Media Research Centre / Digital Commons Policy Council, Canberra, 2021.

8) Binêrin li nivîsara Soshana Zuboff, «Kapîtalîzmeke çavdêrîyê», Le Monde diplomatique, kanûna paşîn 2019.

9) Cf. Cecilia Rikap et Bengt-Ake Lundvall, «Big Tech, Knowledge Predation and the Implications for Development», Innovation and Development, London, 2020.

10) The Wall Street Journal, New York, 9 tebax 2017; Fortune, New York, 15 hezîran 2016.

11) «AGPL policy», Google open source, https://opensource.google

12) Cf. https://framasoft.org ; https://matrix.org ; https://nextcloud.com

13) Binêrin li nivîsara Calimaq (Lionel Maurel), «Mafên hevpar ên karkeran û mafê li Komunan», https://scinfolex.com, 18 çirîya paşîn 2017

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
+ Hemû gotarên nivîskar
+ Hemû gotarên nivîskar
+ Hemû gotarên nivîskar
  • Sign Up
Passwordîfreya xwe winda kir? Ji kerema xwe navê bikarhêner an navnîşana e-nameya xwe binivîsin. Hûn ê ji bo afirandina şîfreyek nû bi riya e-nameyê girêdan bistînin.