Sibat 2022 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Vorheriger ArtikelCudakarîyeke erênî ya neheq?
Nächster ArtikelPesnê biçûkbûnê

Stratejîya tengezarîyê li Brezîlyayê

Rewş giş nîşan dide ku M. Jair Bolsonaro 2022an di dawîya wextê wezîfeya xwe de bi navgîna sindoqan wê ji desthilatîyê were qewirandin. Ew kesê ku soz dida wê dawî li gendelîyê bîne, niha êdî ketîye nava karûbarên bazirganîyê û zêdegavîyên wî sektora taybet nerihet dikin. Kaptanê berê niha ketîye nava lêgerîna peydekirina rêyên din, ên kêmtir demokratîk ji bo xweragirtina li desthilatîyê. Vê yekê bi berdêla xetereya destwerdana girseyeke radîkalbûyî dike.

Brezîlya ku ketîye nav şewbeke ku bûye wekî kabûsekî, xuya ye êşa serdema xwe ya herî demokratîk dikşîne. Ev serê çend mehan e, hevpeymanîyeke hêzên bi serokatîya Jair Bolsonaroyê ku di sala 2018an de hate hilbijartin, ji pozîsyona xwe ya bi hêz îstifade dike ku êrîşî Parlemento û dadwerîyê bike. Ev xebata hilweşandina sazîyên Brezîlyayê ye, ku her serketina wê bingeheke tûjkirinê pek tîne. Li gor texmînên lêkolînên cihêreng ev tûjbûn teqabulî ji % 12ê nifûsa Brezîlyayê dike(1), ku ew jî nêzîkê 25 mîlyon kesan dike. Demokrasîya herî mezin a Amerîkaya Latîn çawa gihîşt vê merheleyê?

Di navenda salên 2010î de, îhtimala ku Partîya Karkeran (PT: Parti des Travailleurs), piştî çar serketinên serokomarîyê yên li pey hev (ji 2002 heya 2014an) li ser desthilatê bimîne bû sedema ku elît destûra 1988an hilweşînin. Bi piştgirîya Dewletên Yekbûyî, bi behaneya gendelîyeke ku tu carî pêk nehatîye, wan rêya darbeya parlementerîyê û jikardûrxistina serok Dilma Rousseff di sala 2016an de hilbijart. “Polîtîkayên civakî nakevin çarçoveya budçeya federal”, şêwirmendê wan, birêz Antônio Delfim Netto(2), ku yek ji wezîrên aborî yên dîktatorîyê (1964-1984) ye piştrast dike. Ji ber vê yekê, li ber çavê darbekeran, tu cûdahî di navbera vekolîna çavkanîyên dewletê ji bo xwe dewlemendkirinê û cihbicihkirina bernameyên civakî yên rizgarkirina xelkê ji xizanîyê tuneye.(3)

”Em ê ji vî nijadî xilas bibin û xwe bi kêmî ve sih salê din azad bikin,” Senatorê Partîya Bereya Lîberal (PFL, ku di 2007an de bû “Demokrat”) Jorge Bornhausen di 2006an de got û amaje pêkir ku fikra derbeyekê ji niha ve hinekan serxweş dike. Piştî deh salan, bi piştgirîya hevalbendîyeke sektora taybetî, hin pêkhatên mihafezekar, leşker, dêrên evanjelîk û medyayên taybetî, ku ji alî pênc malbatên herî dewlemend ve têne kontrolkirin proje birastîyê gerîya. Waşîngton di heman demê de, bi rêya Ajansa Ewlehîya Neteweyî / NSA-yê, ku em êdî pê dizanin wê ji operasyona mezin a li “dijî gendelîyê” ya bi nasnavê Lava Jato îlham girtîye, dixwaze PTyê (Parti des Travailleurs) bêîtibar bike û di dûv re pêşîyê li berendamtîya birêz Luis Inácio Lula da Silva bigre. Yê dawîn bi navê “Lula” tê nasîn, ku di hilbijartinên serokatîyê yên 2020î de dikira bi ser keta.(4)

Gava ku Xanim Rousseff ji kar hat dûr xistin, efendîyên nû yên welêt çivaneka ku ew ji zû de li bendê bûn rêk dixistin. Wan pişta xwe bi “Pira ber bi pêşerojê”(5) ve, ku belgeyeke stratejîk a di 2015an de ji hêla pêkhata serokê nû Michel Temer ve hatîye weşandin girêdidan. Vê belgeyê stendina hemî tevdîrên ji bo “nûjenkirina” Brezîlyayê û zêdekirina qezenca şîrketan bi kitekit radixist ber çavan: wekî reforma qanûna kar, sererastkirina pergala xanenişînîyê, taybetîkirin, rakirina mafên civakî… Em dikarin gelek rexneyan li neolîberalan bikin, lê em nikarin bêjin ku azwerîya wan tuneye. Ji kanûna pêşîn a 2016an ve, birêz Temer guhertina destûra 95ê qebûl kir, ku zêdebûna lêçûnên civakî bi asta enflasyona sala borî ve sînordar dikir: vê tevdîrê li gor zêdebûna nifûsê welat mehkûmî kêmkirina parastina civatî bi bernameyekê dikir.

Yekîtîya rewşê

Gel li ber xwe dide û bi nêzîkbûna hilbijartina serokatîyê ya 2018an re perspektîfên rastgirên gerdişî tarî dibin. Bi îlhamgirtina ji paşeroja xwe ya kolonyalîst û bi rêberîya exlaqekî mihafezekar, ew refleksên xwe yên kevnar û otorîter ji nû ve peyda dike û xwe dispêre sertîpekî kevn ê ku ji ber “komplo” û “terorîzmê” ji artêştê hatibû avêtin… Torên Evanjelîk, ên ku li Brezîlyayê(6) bi hêz in, vê yekîtîya bi şert, a bi sozê tayînkirina wezareta aborîyê ya birêz Paulo Guedes, pereparêzê mîlîtan pîroz dikin. Gava ku hate ser kar, wî bernameya “Pira ber bi Pêşerojê” bi sedeqet hembêz kir. Ne bêyî hin serketinên ji bo sektora taybetî, ku ew misogerê piştgirîya wê ye: reqemên çaryeka duyemîn a 2021ê nîşan didin ku qezencên deh şîrketên herî mezin ên ku li ser borsaya Brezîlyayê hatine tomar kirin di salekê de deh qat zêde bûne.(7)

Daxuyanîyeke vê dawîyê ya Serheng Marcelo Pimentel analîzeke din -ne pêdivîye ku li hev neke- ya hatina ser desthilatê ya birêz Bolsonaro pêşnîyar dike. Rexneya serokê niha, yê leşker, balê dikişîne ser rola tiştê ku ew jê re dibêje Partîya Leşkerî: “Komeke bihevebestî, hîyerarşîk, bi dîsîplîn, bi taybetmendîyên otorîter û îdîayên eşkere ji bo desthilata sîyasî, ku ji hêla komek generalên di salên 1970yî de, li Akademîya Leşkerî ya Agulhas Negras perwerde bûne ve tê birêvebirin, ku beşek ji fermandarîya bilind a artêşê bûn an hîn jî leşker in. Parastina wan a îdeolojîyekê, awayê fikirîna wan dibe sedema ku taybetmendîyên bi partîyên sîyasî yên fermî ve peywendîdar in li cem wan peyda bibin. Rêveberên wê û [Bolsonaro] ji sala 1973yê(8) vir de heval û hevkarên hev ên nêzîk in.” Li gorî wî, namzedîya birêz Bolsonaro di nav vê komê de derket holê.

Pirsa hebûna fermî ya vê ”Partîya Leşkerî” vekirî dimîne, lê ya zêdebûna tevlîbûna artêşê di jîyana sîyasî ya Brezîlyayê de bêguman eşkere ye.(9) Û tu nîşanek tuneye ku ew gişt bixwazin vegerin baregeha xwe û dev ji cihên ku îro tê de ne berdin.

Manîpulekirina raya giştî ji hêla tîma Bolsonaro ve di dema kampanyaya hilbijartinê ya 2018an de, bi piştgirîyeke mezin a nûçeyên derewîn, êdî bi berfirehî hatîye îsbatkirin. Dadgeha Hilbijartinê ya Bilind (TSE) lêpirsînek da destpêkirin ku dikare bigihê heta betalkirina serokatîya birêz Bolsonaro û cîgirê wî, birêz Hamilton Mourão. Rapora TSE ya li ser belavkirina agahdarîyên derewîn û hebûna milîsên dîjîtal ên rastgirên tûj ji Dadgeha Bilind re hate şandin. Lêpirsîn ji alî dadger Alexandre de Moraes ve hat birêvebirin, ku ji bo vê ew jî bû yek ji armancên sereke yên alîgirên serok.

Ji ber ku ”qebîla Bolsonaro” -çi bigre bi qandî PTyê ji medyayan nefret dike- xwedan avasazîyeke ragihandinê ya bi hêz a li ser bingeha medyaya civakî ye. Ew li ser bingeha tişta ku xelk wê êdî bi navê “kabîneya nefretê” nas dike ava bûye, ku di dilê qesra serokatîyê de bi cîh bûye û ji hêla birêz Carlos Bolsonaro, yek ji kurên serokî ve tê birêvebirin. Karê fîrmayê? Pêşkêşkirina nûçeyên derewîn e, ku li dor sed malperên din bi dorê wan li ser tora înternetê belav dikin û pê agirê hêrsa Bolsonarîstan gur dikin.

Mînak: Fikra ku pergala dengdana elektronîkî, ku ji sala 1996an vir ve bê girift tê bikaranîn, dê rê bide dijberên serok ku wî ji serkeftineke, tevî ku hemî anket nîşan didin ku ew ê wenda bike, lê ew wê di dema hilbijartina serokatîyê ya 2022an de misoger dibîne bêpar bikin. Sedema ku birêz Bolsonaro daxwaza vegera dengdana bi pisûleya kaxezî kir ev bû. Bi awayekî xwezayî, serok, rêz li vê yekê negirtina kongreyê wekî delîlê ku sextekarîya hilbijartinê dom dike şirove kir. Ev teorî bû sedema darizandina cezayî ya duyê li dijî wî.

Zêdeyî 130 dozên ji kar derxistinê hatine destpêkirin. Alîgirên birêz Bolsonaro yên ku di meqamên girîng de kar dikin, dîsa jî rê li ber dozan digirin ku pêşve neçin: Dozgerê Giştî yê Komarê, birêz Antônio Aras, wekî mînak; lê herweha Serokê Meclîsa Neteweyî, birêz Arthur Lira jî yek ji wan e. Bêyî em bahs bikin ku serok -bi rêya guhertinên parlamentoyê ku terxankirina çavkanîyên (tên beralîkirin) ji wargehên xwe yên hilbijartinê re misoger dike- wekîl û senatoran ji komek partîyên ku xwe difroşin pêşkêşvanê bihayê herî bilind dide û ji wan re centrão (“navend”) tê gotin hildibijêre. Ev teşebus ji serokê dewletê re, bingeheke parlementoyê ya ku karibe pêvajoyan asteng bike misoger dike.

Demek dirêj, populerbûna birêz Bolsonaro xuya nedikir ku ji van astengîyan zirarê dibîne. Lê pandemîya Covid-19ê bû xala yekem a werçerxê ji bo serokê dewletê yê ku wekî berpirsê zêdetirî 585,000 mirinên girêdayî Sars-Cov2yê hate dîtin. Derzîya duyem a ku di şilteya pejirandinê ya ku piştgirî da qebîleya li ser desthilatê hate rakirin, bû dawîya pakêta alîkarîya lezgîn a ku birêz Bolsonaro karîbû li ser wezîrê xwe yê aborîyê bide ferzkirin (berî ku kongre miqdarê wê duqat bike) û di neh mehên pêşîn ên pandemîyê de li ji sisîyan yekê nifûsê belav bike.(10) Di 2021ê de, bêtir ji 125 mîlyon brezîlyayî, ku ji % 58ê nifûsê dike, xwe di rewşeke neewle ya kêm xurekîyê de dibînin û 20 mîlyon jî bi birçîbûnê re rû bi rû bûye. Hindik ji van dixwazin dengê xwe bidin Bolsonaro.

Ji xeynî refên alîgirên sertîpî yên ku hîn jî piştgirîya wî dikin, hêrs li ser eşkerekirinên komîsyona lêpirsînê ya meclîsa Senatoyê ya di bin kontrola rikeberîyê de zêde dibe. Ew xemsarîya hikûmeta federal a beramberî pandemîyê û herweha çarçoveya gendelîya ku serok û malbata wî û herweha şeş hezar personelê leşkerî yên teqawidbûyî an çalak ên ku wezîfeyên sereke digirin jê sûdê werdigrin belge dikin: aborîyek talankirinê ku ji alî wezaretan ve dikeve dewrê, dest danîna ser axê, bikaranîna kanên madenê bi awayekî neqanûnî, revokîya daran, birrîna daristanan, hwd hêsantir dike.

Hin alîyên leşkerî, yên ku weî prensîp li dijî tevlîbûna artêşê ya hikûmetê bûn û di destpêkê de bi soza birêz Bolsonaro ya qedandina gendelîyê xapîya bûn, mîna endamên çînên navîn, xwe ji serok dûr dikin. Gava ku tengbûna bingeha wî ya civatî bû sedema ku sertîp axaftina xwe tûj bike û bê guman, dema av kete keştîya wî, hin nûnerên desthilata dadwerî û parlementoyê ku doh nêzîkî sertîpî bûn dîtin ku ew dewleta dadwerîyê tehdît dike û ji bo vê berê xwe dan rikeberîyê. Ji alîyê xwe ve, patronên mezin li hemberî gefa darbeyê enîya xwe diqermiçînin: Bêîstiqrarîya sîyasî ji bo karsazîyê qet jî ne baş e. Di rewşeke weha de, çu wateya ku piştgirîya xwe ya ji bo rêveberekî ku êdî hemî kapasîteya xwe ya kûrkirina “reforma” welatî winda kirîye bidomînin tuneye.

Ber bi «bolsonarîzma bê Bolsonaro»?

Heya niha, li hember ji % 24ê ji bo Birêz Bolsonaroyî, rapirsî ji % 40ê dengên di tûra yekem de didin Lula. Beşek ji çînên qatên bilind weha difikirin ku çareserîya duh veguherîye bûye pirsgirêk û mercên ji bo vekirina rêya sêyem a di navbera leşkerê berê û sendîkavanê berê de neguncaw in. Lula, di çavên wan de, vebijarka çêtirîn a aramkirina welatî temsîl dike, bi şertê ku ew qebûl bike rêveberîyê bike, ne ku bixwaze tişta ku ji darbeya 2016an vir ve hilweşandî ava bike … Hinên din jî bawer dikin ku divê bilez birêz Bolsonaro ji kar were avêtin da ku rê li ber namzetîyeke rastgir a “rêzdar” bê xweşkirin. Pirsgirêka bi tenê ev e, ku tu nav xwe bi awayekî zelal ferz nake û qîrîna “her tişt lê Bolsonaro netê” bilind dibe.

Çarçoveya sîyasî û dadwerî serokê niha ber bi tûjbûnê ve dikişîne: bi tenê desthilat dê derfetê bide ku ew ji zindanê rizgar bibe û îhtîmala ku ew xwe têde bibîne ji ber tawanbarî û daweyên wî dikevin ser hev zêde dibe. Heke ew biryar bide ku rewşa dorpêçê rabigihîne da ku maseyê biqulipîne, ew dikare hesabê xwe li ser piştgirîya hêzên polîsî, hin beşên hêzên artêşê, herweha milîsên bi çekên giran techîzkirî bike.

Di 7ê îlona bûrî, Roja Serxwebûnê de, birêz Bolsonaro hewl da ku hêza xwe nîşan bide: “seferberîyeke mezin” li ser meydana wezaretên Brasíliayê pêk anî, ku rola “ne-demokratîk” a TSEyê, kongre û dadwerîyê şermezar bike. Lê bûyer ne di asta hêvîyên serokê dewletê de bû. Girseyên mezin li gelek bajarên mezin ên welatî kom bûn, lê ev yek nebû sedema guhastina ku serokê dewletê hêvî dikir.

Dotira rojê, serok soz da ku dê rêzê li encamên hilbijartina 2022yan û sazîyên welatî bigire, lê tîmên wî yên komandoyî di heman demê de hewl didan ku Wezareta Tendirustîyê û Dadgeha Bilind a Federal dagîr bikin. Şofêrên kamyonan rîyên şazde dewletan ji çûn û hatinê re girtin, ji kar derxistina endamên TSEyê daxwaz kirin. Gelo ev hemleyeke germkirinê bû? Ne mimkin bû ku serok dev ji binkeyên ku wî beleheq germ kiribûn berde: birêz Bolsonaroyê ku ji ber tirsa wendakirina bingeha xwe ya li Kongreyê tengav bû, bilez banga belavkirina ajokarên kamyonan kir, ku ji ber vê, alîgirên wî nasnavê “tirsonek” lê kirin. Bi vî rengî, îhtimala derketina “Bolsonarîzmeke bêyî Bolsonaro” derdikeve holê, ku serokê pêşerojê kî dibe bila bibe, divê hisabê wê jî bike.

* Rêveberê çapa brezîlyayî ya Le Monde diplomatiqueê.

Wergera ji fransî:

Yakûp Karademir

____

1) Datafolha, São Paulo, anketên 29 û 30ê tebaxa 2021ê.

2) Antonio Delfim Netto, «Entre a causa e seu efeito», Valor Econômico, São Paulo, 15ê îlona 2015an.

3) Gotata Renaud Lambert, a bisernivîsa «Le Brésil est-il fasciste? / Brezîlya faşîst e, gelo?» bixwîne, Le Monde diplomatique, çirîya paşîn a 2018an.

4) Gotara Perry Anderson, a bi sernivîsa «Au Brésil, les arcanes d’un coup d’État judiciaire / Li Brezîlyayê, sirên darbeyek dadrêsîyê» bixwîne, Le Monde diplomatique, îlona 2019an.

5) «Uma ponte para o futuro», Fundação Ulysses Guimarães – Partido do Movimento Democrático Brasileiro (PMDB), Brasília, 29ê çirîya pêşîn a 2015an.

6) Gotara Lamia Oualalou, ya bisernivîsa «Les évangélistes à la conquête du Brésil / Evangelîstên ku Brezîlyayê dagir dikin» bixwîne, Le Monde diplomatique, çirîya pêşîn a 2014an.

7) «Dez das maiores empresas da Bolsa veem lucro dobrar no 2º trimestre», Agência Estado, São Paulo, 8ê tebaxa 2021ê.

8) René Ruschel, «O Brasil é refém do Partido Militar, diz coronel», Carta Capital, São Paulo, 30ê gulana 2021ê.

9) Gotata Anne Vigna ya bi sernivîsa «Le Brésil, une démocratie militarisée / Brezîlya, demokrasîyeke leşkerîbûyî» bixwîne, Le Monde diplomatique, hezîrana 2021ê.

10) Gotata André Singer, ya bi sernivîsa «La cavalcade autoritaire de Jair Bolsonaro / Yekîneya siwarî ya otorîter a Jair Bolsonaro» bixwîne, Le Monde diplomatique, tîrmeha 2020î.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
  • Sign Up
Passwordîfreya xwe winda kir? Ji kerema xwe navê bikarhêner an navnîşana e-nameya xwe binivîsin. Hûn ê ji bo afirandina şîfreyek nû bi riya e-nameyê girêdan bistînin.