Gulan 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Sîyaseta Îsraîlê  ya Kurdistana Rojava

Bi Peymana Îbrahîm (Abraham) gelek dewletên erebî biryara naskirina Îsraîlê girtin û biryara bi Îsraîlê re bipêşxistina têkilîyên kulturî û aborî dan. Dê di sîyaseta herêmê de hebûna hewcedarîya Îsraîlê bi kurdan, hebûna hewcedarîya kurdan jî bi Îsraîlê berdewam bike.

Heta van demên dawîyê jî dema behsa têkilîyên Îsraîl û Kurdistanê dihat kirin, tiştê ku dihate îfadekirin, têkilîya bi Îsraîlê re ya tevgera neteweyîya demokratîk a Kurdistana Başûr bû.  Di deh salên dawîn de li herêmê balansên jeopolîtîk veguherîn, di encama vê veguherînê de Kurdistana Rojava jî tevlî vê têkilîyê bû.      

Faktorên bîngehîn ên ku li herêmê bûn sedema veguherîna balansa jeopolîtîkî ev in:  Di 2011an de destpêkirina şerê navxweyî ya Sûrîyeyê, di 2014an de derketina holê ya Daîşê (Dewleta Îslam a Iraq û Şamê) û di 2019an de pêvajoya têkçûyîna Daîşê.  Di vê guhertinê de, rola HSDê (Hêzên Sûrîyeya Demokrat) ku stûna wê ya bingehîn ji YPGê (Yekîneyên Parastina Gel) û PYDê (Partîya Yekîtîya Demokrat) pêk tê, dîyarker bû. Bê guman alîkarîya leşkerî, sîyasî û dîplomatîkî yên DYAyê, hêzên civata navneteweyî û hêzên pêşmerge jî ji bo YPGê di têkoşîna li dijî Daîşê de ji bo vê rola serkevtinê tevkarîyeke mezin û girîng bû.

Têkilîyên YPG û PYDyê yên bi DYAyê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) û pozîsyona wê ya li hemberî Şam, Îran, Tirkîyeyê û bi hêzên girêdayî wan re, li herêmê bi sîyaseta Îsraîlê re, bi taybetî jî sîyaseta Îsraîlê ya li hemberî Îran, Sûrîye û Tirkîyeyê re li hev hat.  Ji bilî vê yekê berxwedana ku gelê Rojava bi hêzên xwe yên jin û mêr û bi wêrekî  li dijî wehşeta Daîşê dida, li Îsraîlê jî ji alîyê cûhîyan ve bi sempatî û heyranîyeke mezin hat pêşwazîkirin. Ev geşepêdan di navbera kurdên Rojava û Îsraîlê de bû sedema piştgirî û têkilîya hestyarî ku nav jî lê nehatibû danîn. Li berevajî vê pêkhatinê Îsraîl û lobîyên cûhî yên dinyayê, alîkarîya sîyasî, aborî û leşkerî yê ku didan kurdên Rojavayê bi awayekî vekirî îfşa nekirin. Alîkarîya xwe bi rêya DYAyê û koalîyona navneteweyî a li dijî Daîşê domandin.

[emember_protected]

Vê bêdengîya Îsraîlê ya di derheqê Kurdistana Rojava de, heta Tirkîye û cîhadparêzên girêdayî wê bi destûra Rûsyayê di kanûna paşîn a 2018an de Efrîn dagir kirin, di dû re jî di çirîya pêşîn a 2019an de bi destûra Donald Trumpî Serêkanî û Girê Spî dagir kirin, berdewam kir.

Bêdengîya Îsraîlê li dû destûra ku Trumpî ji bo dagirkirina Serêkanî û Girê Spîyê da, Erdoğan xera bû. Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li dijî Trumpî bi awayekî ku heta niha raya giştî şahîd nebûbû reaksîyon nîşan da û mixalefet kir.

Netanyahu sîyaseta guherbar a Trumpî ya di derheqê Tirkîye û Sûrîyeyê de rasterast rexne nekir.  Lê bi lidijderketin û helwesteke tûj  dagirkirina herêmên Kurdistanê ya ji alîyê Tirkîyeyê ve protesto kir û daxuyand ku ew amade ye alîkarîyên mirovî bişîne ji kurdên Sûrîyeyê yên bi êrîşên Enqereyê re rû bi rû mane re.

Rojek li dû daxuyanîya  Netanyahu, ji artêşa Îsraîlê 80 leşkerên ku di nav wan de serheng û hevserheng bi dehan serbaz jî hebûn daxwaznameyeke hevpar pêşkêşî parlementoya Îsraîlê Knesset, Wezareta Parastinê û fermandarê giştî yê artêşa Îsraîlê Fermandar Aviv Kochavî kirin. Di vê daxwaznameyê de tiştê ku ji hikûmeta Îsraîlê dihat xwestin ev bû:  divê li dijî dagirkirina Rojava ya ji alîyê dewleta Tirkîyêyê ve, ji bo kurdên Rojava alîkarîya hewcedarîyên bingehîn ên mîrovî, alîkarîya çek, îstîxbarat, zad û xurek û alîkarîya tendirustî bi lezgînî were destpêkirin. (1) 

Di daxwaznameya tê de dihat behskirin ku wekî dewlet ji bo alîkarîya kurdan bike gelek sedemên Îsraîlê hene û êdî dema vê alîkarîyê jî hatîye. Di daxwaznameyê de ev nêrînên jêrîn jî hatin îfadekirin: “Em îsraîlî pir baş dizanin û bi bîr tînin, dema ku welatên dinyayê neteweyeke belangaz terkî qedera xwe bike çi diqewime. Dîsa em bang li serokê DYAyê Trumpî dikin ku dev ji biryara xwe ya destûrdayîna êrişên leşkerên tirkan a li dijî hêzên kurdan berde, lewra li Sûrîyeyê  mutefîkê herî baş yê DYAyê kurd in. ‘’

Ji daxuyanîya Netanyahu nêzîkî mehek şûnde  Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Tzipi Hotovely got ‘’Em zehmetîyên mezin ên kurd dijîn parve dikin û bi rêyên curbicur alîkarîya wan dikin.’’  Medyaya Îsraîlê jî wêneyekî ku rojnamagerê kurd Medenî Duran yê li Almanyayê dijî, li ser hesabê xwe yê Twitterê parvekiribû û tê de alîkarîya Îsraîlê ya ji bo Kurdistana Rojava dihat nîşandan, belav kir.

Wêneyê ku rojnamevan Medeni Duran li ser hesabê xwe yê twitterê belav kirîye. (07.11. 2019)

Di vê pêvajoyê de nûçeyên di derheqê alîkarîya gelek rêxistinên sivîl ên Îsraîlê ji bo kurdên  Rojava di medyaya Îsraîlê de cih girt.  Pirsa di derheqê helwest û pozîsyona Îsraîlê ya ji bo kurdên Rojava divê çawa be, di nava raya giştî ya Îsraîlê de gelek hat gengeşîkirin û di rojevê de cih girt.

Li Parlamentoya Îsraîlê Knessetê civîna di derheqê kurdan de

Parlamentoya Îsraîlê Knesset ji bo gengeşîkirina pêşnîyara ‘’li Sûrîyeyê rewşa kurdan’’ di 6ê çirîya paşîn a 2019an de civînek li dar xist. Hin axaftinên ku di vê civînê de hatine kirin û ketine zabitên meclîsê wisa ne. (2)

Parlamenterê Partîya Berxwedan a Îsraîlê Zvi Hauser: “Li bakurê Sûrîyêyê dahatûya xweserîya kurdan  bi tehlûkeya man û nemanê re rû bi rû ye. Dewleta Îsraîlê hem ji alîyê stratejîya ewlehîyê hem jî ji alîyê însanî ve di mijara tesbîtkirina potansîyela mezin a zerar û tehlûkeyan de serkevtî nebûye. Berdewamîya xweserîya fîîlî (defakto) ya kurdên Sûrîyeyê  bi berjewendîyên Îsraîlê re li hev tê. Lê ji dagirkirina Tirkîyeyê vir ve erdnîgarîya siyasî ya Sûrîyeya bakur li gorî berjewendîyên  Îranê,  di eleyha kurdan, îndîrekt jî eleyha Îsraîlê de guherî.’’

Parlamenterê Partîya Likud a desthiltadar Gideon Saar: “Îsraîl dikare li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di mijara pêşkêşkirina mafên kurdan û têkilîyên bi gel re alîkar bibe. Helbet ev helwest dikare ji bo gelê kurd di têkoşîna bidestxistina mafên neteweyî de roleke girîng bilîze. Îsraîl xwedî hêz e û dikare alîkarîya kurdan bike. Ez bawer dikim dê ev helwest di dahatûyê de jî bi kêr bê û ji ber vê yekê divê em vê mijarê di rojeva Knessetê de zîndî bigrin.’’

Parlamenterê Partîya Niştiman a Îsraîlê Eli Avidar: ‘”Gelê cihû ji alîyê hişmendîya kolektîf de mehkûmê têkçûnê ye û bibîranîna kesên ku alîkarîya me dikin û rêzdarî me ne, ji bîr dike. Li dijî gelê kurd tiştên ku bi serê me de diqewime yekcar ev e. Wezareta karên Derve ya Îsraîlê li ku derê ye? Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Îsrael Katz li ku derê ye? Sînorek şermkirinê heye! Divê dengê Wezîrê Karên Derve bê bihîstin?’’

Li ser navê hikûmetê parlamenterê Partîya Likudê û Cîgirê Wezîrê Karên Derve Tzipi Hotovely, pirsên parlamenteran wisa dibersivîne: “Li bakurê Sûrîyeyê di parastina hêza kurdan û kêmneteweyên din de berjewendîyên Îsraîlê hene.  Kurdên Sûrîyeyê bi tolerans in û piştgirên rojavayê ne. Bi taybetî di şerê li hemberî Daîşê de wan ev yek  gelek caran  îspat kirine.’’

‘’Kurdan di şerê li dijî rêxistina terorîst de bi hezaran şervanên xwe feda kirin. Ji alîyê din ve tê zanîn bêyî têkoşîna kurdan têkçûna Daîşê jî bi guman e. Li bakurê Sûrîyeyê qelsbûna hêza kurdan ji bo Îsraîlê senaryoyeke bi tehlûke û neyînî ye. Ger pêkhatina senaryoyekê wisa bi ser keve,  bê guman û miheqeq ev ê bê wateya herêm dikeve bin serdestîya Îranê û dê di encama vê yekê de jî hêzên ku di hîmayeya Îranê de ne, dê bi hêztir  bin.’’

‘’Îsraîl ji destpêka dagirkirina bakurê Sûrîyeyê ji alîyê Tirkîyeyê ve, di serî de di warê dîplomasî û hewcedarîyên mirovî de gelek alîkarî kir. Em xemgînîya xwe ji bo kuştina bi sedan sivîlan, birîndarbûna bi hezaran û koçberbûna bi sedhezaran sivîlan, bi kurdan re parve dikin û  em bi berdewamî alîkarîya ku bi rêyên curbicur em didin wan didomînin.’’

Cihûyên Îsraîl û dinyayê bi taybetî lobîya cihûya li DYAyê, ji bo ku Trump biryara xwe ya vekişandina leşkeran ji Sûrîyeyê biguherîne, hewl û zexta xwe ya sîyasî û dîplomatîkî zêde kir. Ji sedema zexta hindurîn û derveyî Trump li ser daxwaza Îsraîl û Urdunê, daxuyand ku dê bi 500 leşkerên xwe li Sûrîyeyê bimînin.

Di derheqê Îsraîlê de bêdengîya kurdên Rojava

Dema li Îsraîlê li ser Kurdistana Rojava gengeşî û minaqaşeyên dijwar dihat kirin, berpirsyarên kurdên rojava ji şirovekirina di derheqê vê mijarê de revîyan. Endama lijneya birêveberîya MSDê (Meclîsa Sûrîyeya Demokratîk) ku  şaxê sîyasî yê HSDê ye, Îlham Ahmed, pirsa li ser vê mijarê ya rojnameya Îsraîlê, Haaretzê bi gotina ‘’di derheqê vê mijarê de tu agahdarîyên min tune’’ bersivand.

Wekî tê zanîn rejîma Şamê Îsraîlê wekî dijminê xwe yên esasî dibîne. Bê guman kurdên ku mecbûr in bi rejîma Şamê re mizakereyan bikin,  di vê konjukturê de, ne mimkin e bi awayekî vekirî bibêjin em ji Îsraîlê alîkarîyê digirin. Birêveberên hikûmeta Îsraîlê ev dijwarî û zehmetîya kurdan li ber çavan girtin, bi fêmbarî nêzîkî helwesta wan bûn.

Lê li berevajî vê helwestê di tevgera Kurdistana Rojava de profîlên sîyasî yên ku dibêjin ‘’dema parastina têkilîyên bi Îsraîlê re hatîye’’ jî hene.  Heman demê di nava civata sivîl de jî piştgirên vê helwest û ramanê hene. Wekî mînak, rojnamevanekî ji kurdên Surîyeyê, ku li Hewlêrê dijî,  Tamer Huseyîn Îbrahîm, yek ji wan kesan e ku dibêje, divê Îsraîl û kurdên rojava bi hev re ji aşîkarkirina tevkarî û alîkirina hevûdu netirsin.

Di pêvajoya ku Trump gotibû dê 500 lejkerên DYAyê li Sûrîyeyê bimînin de û di dema ku lêgerîna kurdan a çareserîyê dewam dikir, geşepêdaneke balkêş pêk hat. Li Lubnanê rojnameya el-Exbar a ku piştgirê Hizbullahê ye di nusxeya xwe ya 15ê tirmeha 2019an de cih da nûçeyeke bi sernavê ‘’Nefta rojhilatê Sûrîyeyê di destê Îsraîlê de ye.’’ Di bibîranînê de feyde heye ku ev geşepêdan berîya ku Trump bibêje em ê nefta li herêmên di bin kontrala HSDyê de kontrol bikin, pêk hatîye. (3)

Di nûçeyê de dihat dîyarkirin ku karsazê cihû yê hemwelatîyê DYAyê Moti Kahana bi rêveberîya Rojavayê re ji bo firotina nefta herêmên di bin kontrala HSDê de peyman îmze kirîye.  Gelek sazîyên çapemenî û medyayê bi armanca tesdîqkirina vê nûçeyê bi Moti Kahana re ketin têkilîyê.  Kahana rastîya nûçeyê tesdîq kir. Kahana di hevpeyvîna xwe ya bi Al-Monitorê re çêkiribû de dîyar kir ku di destê wî du peyman hene; ya yekem peymana bi Îlham Ahmed re hatîye îmzekirin, ya duyem jî bi berpirsîyarê Daîrêya Têkilîyên Derve ya Birêveberîya Xweser a Kurdên Sûrîyeyê Cîhad Omer re hatîye îmzekirin. Kahana, dema behsa têkilîyên xwe yên bi kurdan re dike, wisa dibêje: ‘’Yekane neteweyê ku li ser axa Rojhilata Navîn dijî û li ser wê axê tu statû û mafên wê nayê qebûlkirin kurd in. Li gorî bawerîya min mafê wan ê serxwebûnê heye. Helbet ez dikarim wekî karsazekî ji neftê pir pere qezenc bikim, lê armanca min a têkilîdanîna bi kurdên Sûrîyeyê re ew e ku ez bikaribim alîkarîya wan bikim û wan ji rejîm û Îranê bi dûr bixim.’’

Hem Cîhad Omar hem jî Îlham Ahmed, peymana neftê ya ku Kahana îdîa dikir, piştrast nekirin. Berevajî nûnerîya Waşîngtonê ya Meclîsa Demokratîk a Sûrîyeyê di 11ê çirîya pêşîn a 2019an de bi daxuyanîya çapemenîyê, dîyar kir ku ev nûçe ne rast e.

Îlham Ahmed di 23 kanûna paşîn a 2020î de çû DYAyê, di destpêka vê zîyaretê de dema balafira wê li balafirgeha John F. Kenndy a New Yorkê daket, tê îdîakirin ku di nava pêşwazan de Moti Kahana jî hebûye.  Tê gotin ku Kahana di zîyareta Îlham Ahmed de li gel wê bûye û ji bo wê hevditinên gelek girîng organîze kirîye. (4)

Nêzîkî neh meh şûnde şîrketeke enerjîyê ya DYAyê, şîrketa bi navê Delta Crescent Energy LLC daxuyand ku bi destûra Waşîngtonê li Sûrîyeyê ji bo firotina nefta di bin kontrola HSDê de ye û berfirehkirina arazîyên hilberînê bi rêveberîye xweser re payman îmze kirîye.  Di nava şirîkên şîrketê de kesên wekî sefîrê kevn ê DYAyê yê Danîmarkayê James Cain, leşkerê kevn ê hêzên taybet James Reese û birêveberê kevn ê şîrketa îngilîz GulfSands a neftê John P. Dorrier Jr jî hene.

Tê texmîn kirin ku fikir û ramana ji alîyê DYAyê ve parastin, firotin û fînansekirina nefta herêma di bin kontrola HSDyê de ye, aîdê Îsraîlê ye. Tê zanîn ku Qudis bi armanca piştgirîya Kurdistana Başûr jî metod û projeyên heman awayî bi kar anîye.

Ji encama îxtîlaf û lihevnekirinên di navbera Hewlêr û Bexdadê  de rû dabûn, Hikûmeta Federal a Kurdistanê biryara rasterast firotina nefta xwe girtibû.  Dewleta yekem a nefta Kurdistanê stand Îsraîl bû. Bi vî awayî di şerê li dijî Daîşê de, di nav dewletên ku ji bo Hikûmeta Federal a Kurdistanê piştgirîya fînans û aborîyê dikirin de di serî de Îsraîl cih digîrt. Fînacial Times nivisand, ku Îsraîlê bi tenê di mehên gulan û tebaxa 2018an de li miqabilî 1 mîlyar dolarî 19 mîlyon varîl nefta Kurdistanê standîye.

Bi Peymana Îbrahîm (Abraham) gelek dewletên erebî biryara naskirina Îsraîlê girtin û biryara bi Îsraîlê re  bipêşxistina têkilîyên kulturî û aborî dan. Dê di sîyaseta herêmê de hebûna hewcedarîya Îsraîlê bi kurdan, hebûna hewcedarîya kurdan jî bi Îsraîlê berdewam bike. Bi taybetî armanca Îranê ya ji bo jiholêrakirina Îsraîlê, li Bexdadê ji bo bidestxistina dest-hilatdarîyê hewldanên alîgirên Tehranê û li Sûrîyeyê rejîma alîgirê Îranê dibin sedema hevkarî û îtîfaqa bênav a Îsraîl û Kurdan.

Ji tevgerên sîyasî yên Kurdistanê hin partî û rêxistin di tesîra Îranê  de ne û zerarê didin destkeftîyên Kurdistanê. Dê hevkarî û îtîfakeq wisa, di heman demê de vê zerar û zîyanê kêm bike û ji bo tasfîyekirina van hêzan jî geşapêdaneke gelek girîng e.

Piştî  dagirkirina Rojavayê ji alî Tirkîyeyê ve, Îsraîlê piştgirîya xwe ya ji bo kurdan aşkere dîyar kir. Ji bo Kurdistana Başûr ‘’Îsraîla duyem’’ tê gotin, li du vê geşepêdanê ji bo Kurdistana Rojava jî êdî heman nav tê bikaranîn.

Sê pirsên ku divê ji alîyê kurdan ve bên bersivandin hene:

Ya yekem; dewletên herêmî têkilîyên bi Îsraîlê re ji bo xwe maf û meşrû dibînin. Gelo zemîna ku heman têkilî ji bo kurdan wekî ‘lanetî’ û ‘dijmanatî’ bê dîtin hîn jî maye?

Ya duyem; li herêmê balansên jeopolîtîkî vediguherin, gelo êdî dem nehatîye ku kurd têkilîyên xwe yên bi Îsraîlê re aşîkar bikin û bi awayekî fermî bidomînin?

Ya sêyem; Wekî din, gelo kurd dê têkilîyên xwe yên bi Îsraîlê re bi kodên rabirdûyê bidomînin?

Dem dest nîşan dike; divê êdî kurd veguherîna jeopolotîkî bibînin û di mijara têkilîyên bi Îsraîlê re bi wêrekî rûpeleke nû vekin.

Wergera ji tirkî: Nedim Baran

[/emember_protected]

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
Social media & sharing icons powered by UltimatelySocial