Kanûna pêşîn 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Vorheriger ArtikelKrîza Belarusî

Şîyarbûna Rêxistina Dewleta Îslamî

Bi sûdwergirtina ji valahîyeke ewlekarîyê li nava herêmên mijara guftûgoyê di navbera dewleta navendî ya iraqî û Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê de, wekî din ji rewşa civakî-aborî ya pir jihevketî û kînên tevdayî ji alîyê hêza serdest a mîlîsên şiî ve, Rêxistina Dewleta Îslamî ji nava arîya xwe ji nû ve bi ser xwe ve tê û şerê gerîla li navenda Iraqê gurr dibe.

Li dûrahîya çend kîlometre li başûr-rojavayê bajarê Kerkûkê, li nava baregeheke leşkerî ku 5emîn yekîneya polîsê federal ê îraqî dihewîne, rêzek erebe li pey hev rawestîyane, berê lûleyên tivingên otomatîk li hewayê ne. General Heyder Yûsif ê 69 salî, amadekarîya seferekê dike. Sûbayê ku li baxçeyê keleha baregehê rûniştî wekî ku di nava hizûreke bêkêmasî de be. Ev, qet nebe, wêneyê ku dixwaze bide xuyakirin e, wekî ku bi şanazî bi bîr dixe wan serketinên yekîneyên xwe li dijî «vemahîyên» Rêxistina Dewleta Îslamî (RDÎ, ku herweha bi nasnavê xwe yê erebî «DAÎŞ» jî tê destnîşankirin). Li ser serê operasyonên ewlekarîyê li wilayeta Kerkûkê, ew têkildarî windahîyên demên dawî yên hêzên xwe zêde tiştekî nabêje.

Derdora ku ew xwe amade dike li gel karwanê xwe yê leşkerî bikeve navê, tevî vê yekê yek ji deverên herî xetere ye. Em dikevin nava beşa rojava ku êdî li Iraqê wekî «sêgoşeya nû ya mirinê» tê binavkirin. Li dirêjahîya salên 2000î, bi vê gotinê keleha sunî ya serhildêr a li bakur û rojavayê Bexdayê dihat destnîşankirin, nexasim jî li bajarên Felûca, Tîkrît, Ramadî û Baquba; îro, ew êdî tê wateya herêma bêîstiqrarîya kûr û alozî, hespê xwe di salên dawî de li van her sê wilayetan dibezîne: ya Kerkûk li bakur, ya Dîyala li başûr-rojhilat û ya Selahedîn li başûr-rojava.

Li vê deverê, hema hema hertim bi şev, komên ku xwe wekî DAÎŞ bi nav dikirin, rojane êrişan dibin ser çeperên hêzên ewlekarîya iraqî û sivîlan, an jî ser binesazîyên petrolê yan jî elektrîkê. Stratejîyeke bizdandinê ku gihîşt asteke nû ji destpêka sala 2021ê ve. «Ji 995 êrişên hesabkirî di navbera yekê kanûna paşîn û 20ê çirîya pêşîn a 2021ê de li seranserî iraqê, 655 heb jê li sêgoşeya Kerkûk-Selahedîn-Dîyalayê pêk hatin, li gorî sîyasetzanê franko-iraqî Hardy Mède. Rêxistina Dewleta Îslamî wisa xuya ye ku ji niha û şûn ve êdî xwedî hêza bi destxistina bajarekî ye. Qonaxeke nû bi vî awayî li pey xwe dihêle, ji qonaxa êrişên bi hedef derbasî ya kontrolkirina xakekê dibe.»

DAÎŞ di sala 2017an de bi awayekî fermî li Iraqê têk çû, lê belê wê bi lez û bez li gorî qonaxa piştî serdestbûna li xakê, xwe komî ser hev kir, ji bajarên mezin vekişîya û li herêmên derbajarî yên asê bi cih bû. Xwekomîserhevkirina wê adeta hat hêsankirin bi valahîya ewlekarîyê ya berdewam li herêmên mijara guftûgoyê ên navbera dewleta iraqî û Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê (HHK).(1) Ev qada bi qasî 40 000 kîlometre çargoşe, ku hêzên kurd di îlona 2017an de li ser zexta Bexdayê jê vekişîyan(2), bi awayekî hemwext bû şahida hatina çend aktorên mîlîtarîzebûyî yên iraqî -bi taybetî ya mîlîsên şiî yên Yekîneyên Livbar ên Gelêrî (Haşdî Şabî)-. Tevî vê yekê, ji ber lihevnekirina sîyasî ya navbera Hewlêr û Bexdayê, yek ji van hêzan bi tenê jî nikare li vê qadê bibe serdest. Vê xirecirê derfet da DAÎŞê ku xwe ji nû ve saz bike, rêveber û şervanên xwe veguhezîne nava kembera ku ji sînorê Sûrîyê heta yê Îranê dirêj dibe.

Li ser rêya otobana 24 a ber bi başûr-rojava li ser rêgeha Tikrîtê, tesîsên leşkerî tevahîya dîmenê dadigirin. Pir zehmet e ku mirov bawer bike ku li vê herêma derbajarî ya pir zêde mîlîtarîzekirî, pirsgirêka ewlekarîyê heye. Li gel vê yekê jî ev rastîyek e. Ev der bi xwe ye ku şevên 4 û 5ê îlona dawî, DAÎŞê êrişeke pir dijwar lê pêk anî û 13 polîsên federal di kemînekê de kuştin.

Li kevîya rê, dîmenê jihevketî ê hêjayî dîtinê

Rêzeçîyayên Hemrîn -ku dibin nîşana sînorê başûrî yên xakên mijara guftûgoyê- li aso xuya dikin. «Ha ji vê derê bi xwe dizên beşeke girîng pirsgirêkên me», wisa dibêje albay Basam Kazim. Ev sûbayê ji general Yûsif zêdetir bi galegal û wisa xuya ye ku windahîyên dawî yên canî pir tesîr lê kirine, behsa devereke ji bo DAÎŞîyan «pîroz» dike û texsîr nake ji bo ku bibêje ev herêm heta îro «devera herî xetere ya Iraqê ye.» Devereke ji mêj ve bêîstîqrar a ku di salên 2000î de jî ji bo rêxistina El Qaîde stargehek bû.

Quntarê çik û pir asê yê Hemrînê, herweha hêlîna tevneke pir fireh a çavî û tunelan e jî ku di demeke pir dirêj de li nava dilê şikeftên xwezayî û herweha yên çêkirî hatine kolan. Bi taybetî ji vê baregeha livûtevgerê -ku li gorî artêşa iraqî, navenda gelek cebilxaneyan e jî- şervanên DAÎŞê hejmareke mezin a êrişên xwe yên li herêmê bi rê ve dibirin. «Me gelek stargehên wan ji holê rakirin, wisa gotinên xwe didomîne albay Kazim. Têde çenteyên razanê, qût û erzaq hebûn. Lê belê me nizanibû ku cîhadî herweha li gundên derdorê jî tên pêşwazîkirin û hewandin. Şênîyên vê herêmê me wekî dijmin dibînin, divê em livûtevgerên xwe bi dizî di nava ewlekarîyê de pêk bînin.»

Şervanên DAÎŞê yên ji desteka gelê sûnî yê sê wîlayetan sûdê werdigirin, li wêdetirî Hemrînê jî, bi taybetî li başûrê xakên mijara guftûgoyê tevnên xwe girê dane. Hêzên artêşa iraqî yên jihevketî êdî tenê agir ber didin dahl û devîyên ku li deştan ji bo cîhadîyan dibin stargeh. Li kevîya rêyan, dîmenên deverên hilweşandî gelek tiştan ji mirov re dibêjin. Eger, li vê kêlîya ku hejmar tên dayîn, rayedarên leşkerî yên iraqî îşaret bi «sedan» şervanan dikin, di rastîyê de rêxistina cîhadî xwe dispêre bingeheke pir girîngtir. Di bihara 2020î de, çend hefte berîya were kuştin, lêkolînerê iraqî Hişam El Haşemî -pisporê tevgerên cîhadî, ku bûbû sedema protestoyên gel ên li dijî destwerdana Tehranê li ser Iraqê- bal dikişand ser hîpoteza «1200 endamên çalak» û «85 heta 200 gundên terkkirî li sêgoşeyê. DAÎŞîyan ev gund desteser kirine û ew veguherandine kampan, depoyan an jî biryargehan.»(3) Salek şûnde, hin kesên din ên ku li Bexdayê me bi wan re xeber da, balê dikşînin ser îhtîmala ku bi hezaran kes ji bo livûtevgerê amade ne, senaryoyeke bawerîdêr dema mirov li zêdebûna êrişên mehên dawî dinêre.

Li noqteya kontrolê ya wilayetên Kerkûk û Selahedînê ji hev vediqetîne, leşkerên li pişt dîwarên stûr ên betonî bicihbûyî çûnûhatinên erebeyan kontrol dikin. Di awirên rêwîyan de carcaran tirs carcaran jî gef tên dîtin. Lê belê rewş dîyar e: li vir, hêzên ewlekarîyê yên iraqî li xakeke kesên dijber in. Ev qereqola li ser girekî asê yê Hemrînê bicihkirî, dişibe xeteke enîya şer, noqteyeke germ ku li ser, hin nobedar nikarin tirsa xwe ya beramberî tehdîda mezin a herdemî veşêrin.

Gelo profîla van şervanan çawa ye? M. Adel Tahman, ku li ser hesabê îstîxbarata polîsê federal dixebite, weha behsa wan dike: «Piranîya cîhadîyên li herêmê temenê wan li raserî 30 salî ye û gazîyên ‘‘DAÎŞ’’ê ne, wan ji bo vê rêxistinê di navbera 2014 û 2017an de şer kirîye. Ew nehatine girtin, lê belê gelek ji wan tên nasîn û em dîrokçeya wan zanin. Ji bilî van, şervanên hê ciwantir jî yên tevlî şerê berê nebûne hene.» Gene-ral Yûsif piştrast dike ku nifşekî nû yê leşkerên DAÎŞê derketîye holê û balê bi taybetî dikşîne ser wê yekê ku ew jî li ser rêya «heman îdeolojîya» mezinên xwe ne. Rewş zelal e: Rêxistina Dewleta Îslamî, herçendî têk jî çû, li herêmên ku kes nikare lê bijî xwe ji nû ve komî ser hev kirin û ev ne tenê bi saya kesên ji şerê berê sax filitîn pêk hat: ew niha ketîye nava pêvajoya mezinkirina refên xwe.

Her çendî polîsê federal îdîa dike ku li qadê «çavkanîyên wan ên pêbawer» hene, wisa xuya ye ku hêzên zindî yên DAÎŞê jî xwe dispêrin muxbîrên taybet. Encam: gelek destwerdanên polîsîye têk diçin, dema derfetên muazam ên carcaran seferberkirî li ber çavan tên girtin, giş vediguherin operasyonên ragihandinê, lê herweha dibin mijara pêkenokî di nava xelkê herêmê de..

«DAÎŞ qet zehmetîyê nakşîne ji nava van şênîyên xizan û bêpaşeroj leşkeran ji xwe re peyde bike, bi taybetî, ji 2003an ve [tarîxa vegirtina amerîkî, NDLR], têkilîya her kesî çêbû ji nêz an jî ji dûr ve li gel serhildana li vê herêmê», li gorî tesbîta lêkolîner Arthur Quesnay, nivîskarê berhema li ser nakokîyên li wilayeta Kerkûkê.(4) Sîvîl man li bin cot tehdîda cîhadîyên ku bêdudilî şantajê li wan dikin, fîdye ji wan dixwazin an jî wan qetil dikin û hêzên ewlekarîyê ku qîyametê radikin di dema her destwerdanê de, ew jî bi şantajê lê herweha bi tolhildanê piştî her êrişên ku lê rast tên. Li van cot tehdîdan wekî din jihevhesap pirsîn û şerên hevcezakirinê yên navbera sîvîlan jî zêde dibin. 26ê çirîya paşîn, DAÎŞê li gundekî şiî yê herêma Dîyala komkujîyek kir (15 mirî). Dotira rojê, eşîra ku bûbû hedefa êrişê, wekî bersiv êriş bir ser gundekî sunî bi îdîaya ku hevkarî kiribû (11 mirî).

Welat ketîye nava pençeyê zehmetîyên sotîner

Zêdebûna elemanên çekdar li xakên mijara guftûgoyê -polîs, leşker, endamên hêzên taybet, mîlîsên şiî- faktorek e ku rewşa ewlekarîya giştî dixe nava xetereyê: nebûna hevkarîyê û pevçûnên berdewam li navbera pêkhateyên cuda nahêlin pêbawerî ji nû ve saz bibe. Gendelî û karûbarên sextekarîyê bi taybetî yên têkildarî mîlîsên şiî bêbawerîyê zêde dikin li vê herêma piranîya wê sunî ya bi çavekî xirab li zêdebûna komên paramîlîter ên girêdayî Tehranê mêze dikin.

Gelo em ber bi şerekî nû yê navneteweyî yê li dijî DAÎŞê ve diçin? Ji bo vê gavê, Iraq ku heta 2017an ji alîyê koalîsyona zêdetirî şêst welatan ve hat destekkirin, li nava vî şerê nû xwe ji nû ve pir bi tenê hîs dike. Pere nema tê û «hevkar»ê amerîkî ket nava qonaxa vekişînê. Li Bexdayê, bi awayekî ecêb, ji nû ve zindîbûna DAÎŞê wekî ku zêde paxav pê nayê kirin. Ji ber ku welat ketîye nava dijwarîyên wisa mezin ku her yek jê ji yên din sotînertir e: nêzî ji sisêyan yekê çil mîlyon iraqîyî di nava xizanîyê de dijîn, rêjeya bêkarîyê di sala 2020î de gihîşt ji sedî 13,74an -hejmara herî bilind a bîst salên dawî- û tirsên ji şer û pevçûnên navbera civakan hê jî têra xwe gurr in. Li Bexdayê, mirov ditirse ku mîlîsên raqîb ên şiî werin bi şer û qirênê pirsgirêkan çareser bikin, dema ku li Kurdistanê jî, xeyaleta şerê navxweyî, ku di salên 1990î de Yekîtîya Niştimanî Kurdistan (YNK) û Partîya Demokrat a Kurdistan (PDK) anîbin pêşberî hev, ji nû ve xuya dike.

Hilbijartina pêşwext a 10ê çirîya pêşîn tengezarî hê zêdetir kir, gelek aktoran, ku yek ji wan mîlîsên şiî bûn, bi redkirina encama ji sindoqan derket, alozî gurr kirin. 7ê çirîya paşîn, avahîya serokwezîrê Iraqê Mustafa El Kazimî bû hedefa êrişeke dronê. Ev êriş jî beşek ji tofana piştî hilbijartinê bû. «Hêzên sîyasî yên iraqî yên welêt li ser rojeva xwe hûr dibin û wekî ku tu girîngîyê nadin wergirtina tedbîrên li dijî xetereya ji nû ve bi ser xwe ve hatina Rêxistina Dewleta Îslamî», bi gazin tîne ziman civaknasê franko-iraqî Adel Bakawan, ku berî çendekê berhemek li ser dîroka bi êş a Iraq nivîsand.(5)

Li wêdetirî pevçûnên navxweyî yên li Bexda û Hewlêrê, vegera hêzê ya DAÎŞê êdî wekî dîyardeyek xuya dike. Li qadê, muxatabên me yên li nava polîsên federal li xwe mikur tên ku bi hefteyan e ew «nema dikarin bi pêş bikevin di şerê xwe yê li dijî “DAÎŞ”ê de» û bi awayekî şermoke balê dikşînin ser «pirsgirêkên sîyasî yên rewşê dixitimînin.» Hêza êrişê ya DAÎŞê ji niha û şûn ve êdî gihîştîye asta ku dikarin êrişan bibin ser deverên pir dûrî baregehên xwe jî: bo nimûne 30yê çirîya paşîn a dawî, dema du pêşmergeyên kurd li zêdetirî pêncî kîlometre dûrî bakurê Kerkûkê hatin kuştin. Ev yek niha dibe mijara guftûgoya li ser hevkarîya ewlekarîyê di navbera hêzên kurd û iraqî de.

Vegera muhtemel a hêzên kurd li xakên mijara guftûgoyê, yek ji gelek pirsgirêkên nerasterast ên vê ji nû ve xuyabûna DAÎŞê be jî, tu îşaret tune ku ev yek wê pêşî li xitimînê bigire û rewşa ewlekarîyê ber bi başîyê ve bibe. Ji ber ku eger DAÎŞ ji nava têkçûna xwe ya leşkerî ya 2017an ji nû ve derket holê û xwe komî ser hev kir, ev yek tê wê wateyê ku şer û operasyonên li dijî terorîzmê bi tena serê xwe tu tiştî çareser nakin. Di dema nebûna vîneke rastî ya sîyasî ya rihetkirina herêmê û çareserkirina gelek pirsgirêkên civakî-aborî de, dîrok wekî ku bivênevê xwe dubare dike. Ji ber ku ev rastîyek e ku qanûna tolhildanê ya ji alîyê çerxa ewlekarîyê ya iraqî ve hat pêkanîn, hêrsa van gelan zêdetir dike. Ji ber ku van gelên ev nêzî 20 sal e, tenê dagirkerî û marjînalbûn nas kirine. Tam di nava vê valahîya sîyasî, ewlekarî û civakî-aborî de ye ku Rêxistina Dewleta Îslamî ji xwe re hertim rêyên pêşketinê dibîne.

* Rojnamevan

Wergera ji fransî: Baran Nebar

(Foto: LAURENT PERPIGNA IBAN. – Albayê iraqî yê balê dikşîne ser pozîsyonên Rêxistina Dewleta Îslamî li wîlayetên Kerkûk û Selahedînê, Kerkûk, 2021)

____________

1) Binêrin li nivîsa Shahinez Dawood, «Kerkûka mijara guftûgoyê», in «Têkoşîna kurd», Manière de voir, 1920-2020, sibat-adar 2020.

2) Binêrin li nivîsa bi navê «Referandûmeke ji bo ne tiştî?», in «Têkoşîna kurd», op. cit.

3) ISIS Thrives in Iraq’s “Money and Death” Triangle», Newsline Institute, Waşîngton, 11 tebax 2020, https://newlinesinstitute.org/

4)  Şerê navxweyî yê iraqî. Sazûmanên partîzanan û sîyasetên nasnameyî li Kerkûkê (2003-2020), Karthala Éditions, Paris, 2021.

5)  Iraq, sedsaleke îflasê. Ji 1921an heta roja me, Tallandier, Paris, 2021.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar