Di van demên dawîyê de li ser sînemaya kurdan û subjektîvîya postkolonyal a sînemayê gelek gengeşî tên kirin. Sînemavan Soner Sert bi pirtûka xwe ya bi navê ‘Sînemaya Neteweyeke Bê Dewlet’ (Devletsiz Bir Ulusun Sineması) di vê wateyê de çavkanîyeke gelek girîng pêşkêşî me kir.
Bi salan li sînemaya tirkan hebûna kurdan bi figurên wekî, emele, kujer, paqijkar hat nîşandan. Kolonyalîzm kiryarên xwe yên ku di jîyana rojane de bi kar dianî, di sînemayê de jî dest nîşan dikir. Soner Sert ev têkilîya ezmûna kolonyalîzmê ya bi ‘bêdewletbûnê’ re bi awayekî berfireh û ji her alîyê ve nirxandîye.
Me bi wî re di derheqê aqîbeta sînemaya kurdî, sînemavanîya kurdî ya Yilmaz Güney, ferqa sinemaya bidewlet û ya bêdewlet, rabirdû û dahatûya sînemaya kurdî de sohbet kir.
Gelo çima em ne 30 sal berê, lê niha di derheqê sînemaya kurdî de dipeyivin? Li gorî we sedem çi ye?
Li gorî min sedema herî objektîf a vê muqayesekirinê sîyaset e. Di hevpeyvînekê de ku li Ewropayê bi Yılmaz Güney re hatibû kirin, bersiva pirsa gelo te çima filma kerî ‘Sürü’ bi kurdî çênekir, wisa bersivandibû; ‘’Ger min bi kurdî çêkiribûya dê hemû lîstikvan biketana hepsê’’. Ev bersiv û di pêvajoya berdewamîya wê de, ne tenê li Tirkîyeyê, li hemû cografyaya ku kurd lê dijîn çêkirina fîlmên kurdî, têkilaya hunerê ya bi sîyasetê re rasterast dest nîşan dike. Helbet ez nafikirim ku di navbeyna huner û sîyasetê de sîstemeke bi kast heye û bi talîmatên sîyasetê huner tê afirandin. Lê dema dîtbarîya sîyasetê derdikeve pêş, meşrûbûna gotinê zêdetir tê têgihiştin/hîskirin, hem ji alîyê kantîte û hem jî ji alîyê kalîteyê ve di zêdebûna berhemên hunerî de paralelîyek heye.
Hemû gotarên nivîskar
-
LMDKhttps://lemonde-kurdi.net/author/le-monde/1. Juli 2018
-
LMDKhttps://lemonde-kurdi.net/author/le-monde/3. Januar 2020
-
LMDKhttps://lemonde-kurdi.net/author/le-monde/