Gulan 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Şînê Prûsê û çivên kûantûmê

Serpêhatîya ku ez ê jê kad bikim, çîroka Apê Mihemed e, du ji wan çîrokan in ku min ji 55 salan bi vir de ye ku ji bîr nekirine. Ez bawer im, ez ê nikaribim tu caran wan ji bîr bikim. Bi a min, van serpêhatîyan parçeyeke girîng ya xîm û bingehên bîr û bawerîya min ava kirine û ne mimkun e ku ez bikaribim ji bîr bikim.

Wergera ji spanî (Şîlî) Robert Amutio

Seuil, Paris, 2020, 224 rûpel, 20 euro

Berhemek bi şiklekî nediyar, mîna çîrokên hezar û yek şevê ku bi zanista modern diherike, bi kulta nazî ya mirinê bi awayekî li paşperdeyê dixuye.

«Ev pirtûk berhemek pevbestîn e ku bingeha xwe ji rastiyê distîne  û mîqdarê pevbestînê bi pêşveçûna çîrokê ve zêde dibe». Lêpirsînek, ji hêla pevbestînê ve hatî neqilkirin. Hemû tişt di sedsala 18em de bi dîroka şînê Pirûsê dest pê dike. Ev hilbera kujer bikaranîna xwe ya curbicur, bi rêk û pêkhateyan, wekî peltek ji felaketên serdema me xuya dike «ew dê ne tenê esmanê ku bi” şevên stêrkî “ya Van Gogh xemilandî be, lê herweha, di unîformayên piyadeyên artêşa Prûsî, mîna di nav struktura kîmyewî ya rengê de ku em nizanin bê kîjan made tundeyê bi bîr tîne, siyek, lekeyeke esasî ku ji azmûnên sêrbaz ve mirat maye» – Dippelê ku bi tesadufî îcad kir.

[emember_protected]

 Şînê Pirûsî, wekî din bi karanînên xwe yên curbicur jî derdikeve pêş me. Ew dema tevlî asîda sulfurîk dibe, veduguhere siyanurê ku ji bo çêkirina Zyklon B-yê ku di kampên qirkirinê de ji hêla naziyan ve hate bikaranîn. Di van lêgerînan de navê kîmyager Fritz Haber dertê pêş me.

 Ew di heman demê de mûcîdê gaza şer e ku di destpêka şerê cîhanê yê yekem de hat bikaranîn, azota ku ji bo randimana erdên çandiniyê di destpêka sedsala 20î de lê herweha çêkirina barûtê di dema şer de û dermanê zîraî û Zyklonê.

 Bi şêwazekî ewçend dîyarkirî ku bi xwerûbûna xwe, ew timûtim digehêje mizaheke zalimane û tije, piştre çîrok ji hev vedibe û xelekên bê dawî, zivirandî çêdike. Lîsteya matematîknas, stêrnas û fîzîknasên binavûdeng ên sedsala 20î, tewer destpêka sedsala 21ê ku bi bandor in, yên ku dê analîza pirsgirêkên cuda yên mekan û demê bikin, ku ji alîyê relatîfîya Albert Einstein û mekanîka kuantûmê ve ketîye rewşeke nedîyarkirî.

Hin kes ji wan seba ku lêkolînên xwe bidin fehmkirin û bawerkirinê, an ew dîn bûn an jî, ev yek bi mirina wan bi dawî bû.  Bi awayekî zelal lê ne bêbedel, Labatut di yekem romana xwe ya piştî çîrokên berhevkirî û ceribandinekê destnîşan dike û bi rêya pevxistina xwe hewl dide qulikên reş ên biyografiya wan dagire.

Carinan wan bi karakterên Docteur Faustê dema ku me bi rastiya îcadên xwe yên xofdar dide lîstin, car carinan ew wan vediguhezîne kesên ku ji nişkê ve bêdengiyê tercîh dikin.

Mîna Alexandre Grothendieckê (1928-2014) -matematîkzanekî razdar û dahiyane, xwediyê madalyaya Fieldsê herweha aştîxwaz û hawîrdorparêz ku xatir ji dinê xwest û çû. Wek dengvedanek ku ji hêla karakterekî din ve jê re bê gotin: “Ew wekî alkolîkên berê bi awayekî nostaljîk ku qala vexwarinê dikin qala matematîkan dike.

Roman hewl dide, tiştên di teoriyên van zaneyan de ku hîn nehatine vegotin, bi hêza helbestvanîya zimanê xwe, mîna devokê rimbaldiens li hev bîne. Herweha, ev nêzikatiya pênasekirina qulika reş «Dikare fezayê mîna perçeyek kaxez biqermiçîne û mîna pêta çirayê pif bike demê.»

 Di dawîyê de, heta vir ne pîvana siyasî ye ku xwe dixe dawîyê, dema cihekî li Şîliyê, siya Pinochétistesên berê di nav xwezaya ku bi “keskek xofdar” ku sernivîsa orjînal ya romanê ye.

Bernard Daguerre

Wergera ji fransî: Mehmet Tayfur

[/emember_protected]

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
Social media & sharing icons powered by UltimatelySocial