Kanûna pêşîn 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Sextekarîya li derdora Fona Kesk

Bi Fona Kesk re, welatên bakur biryardar in alîkarîyê bidin yên başûr ji bo ku ev welat emîsyonên gaza xwe ya xwedî tesîra serayê bi sînor bikin û karibin xwe ragirin li hemberî xedarbûna tezahurên guherîna avhewayî. Biryara wê di dema Konferansa Kopenhagê ya 2009an de hat dayîn, bi Peymana Parîsê ku hemû welatan îmza xwe danî ser hat piştrastkirin û wekî hedef xwegihandina «100 mîlyar dolar salane ji niha heta 2020î» dihat destnîşankirin. Fon vê gavê gihiştîye nêzî ji deha yekê vê miqdarê.

Di dema muzakereyan de, biryar dihat dayîn ku ev 100 mîlyar dolar wê bibûya destekek «îlawe» ji bo Alîkarîya Gelemperî a Pêşketinê (AGP) a hatî kirin ji alîyê welatên Rêxistina Hevkarî û Pêşketina Aborî (RHPA) ve ji bo yên başûr. Li destpêka salên 1970yî, miqdara AGPê wekî ji sedî 0,7ê hilberîna hundirîn a brut a welatên bexşîner hatibû destnîşankirin. Ji bilî çend welatên xwedî fezîlet (Swêd û Norweç zêdetirî ji sedî yekê didin), piranîya wan tenê nîvê hedefa ku ji bo xwe tesbît kirine didin. Miqdara cîhanî ya giştî ya AGPê gihîşt nêzî 150 mîlyar dolarî, tevî ku pêwist bû ev yek 300 mîlyar bûya.

Mirov dikare bi awayekî mafdar piranîya welatên bakur bi bicihneanîna sozên xwe ji pêncî salan û vir ve di mijara alîkarîya pêşketinê de rexne bike. Wekî din, RHPA hewl dide bide bawerkirin ku endamên wê ji niha ve ji sêyan duduyê miqdara Fona Kesk wekî pêkhateyeke avhewayê ya alîkarîyên xwe yên niha dane.(1) Bi lezeke xapînok a destan, RHPA bi vî awayî îdîa dike ku nêzî 80 mîlyar dolarê AGPê ku kêm zêde girêdaneke wan bi avhewayê re heye, endamên wê dê gihîştibin nêzî hedefa Fona Kesk, tevî ku her du alîkarî di muzakereyên avhewayî de bi temamî ji hev cuda bûn.

F.D.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

___________

1) «Climate Finance Provided and Mobilised by Developed Countries in 2013-17», OCDE, Paris, 2019

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar