Tebax-îlon 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Serpêhatîyek bi Apê Mihemed re

Serpêhatîya ku ez ê jê kad bikim, çîroka Apê Mihemed e, du ji wan çîrokan in ku min ji 55 salan bi vir de ye ku ji bîr nekirine. Ez bawer im, ez ê nikaribim tu caran wan ji bîr bikim. Bi a min, van serpêhatîyan parçeyeke girîng ya xîm û bingehên bîr û bawerîya min ava kirine û ne mimkun e ku ez bikaribim ji bîr bikim.

Van rê li ber min xweş kir ku ez bi çavekî rexnegirî bal û dîna xwe bidime dîroka gelê xwe. Tu caran neheqîya wî kirî, pê qayîl nebim, înkar nekim. Li hember yên zêrandî, tedaxwarî, êşandî bêdeng nemînim. Bibim alîgirên wan, pişt bidim wan û yên ku bûne sedem bidim ber rexneyan. Bibim pişt ji bo yên zêrandî û zulmdîtî.

Ez tu caran nikarim bibêjim ku me, wekî gelê kurd, êş nedaye zarokên xelq û gelekî din û me neheqî li wan nekirîye. Çima em, ji ber ku piranîya şênîyên Kurdistanê em bûn, em kurd bûn. Ma mezinên me negotine ”piranî, dibe zora mêranî”?

Vêca, Apê Mihemed yekî me yî celalî bû, ew jî wekî me ji bereka sakîyan bû. Min jê re Apê Mihemed digot. Lê qerekoseyîyan jê re navê wî yê rast, Mihemedê ’Evdil’eyarkê yê Sakî digot. Ew bi vî navî dihat nasîn û nav dabû. Mirovekî taylan û bejnbilind, zeîf û qemer, hestî gir û navkêl teng, serûçav bi her rengî sazkar bû. Ji ber ’emrê pêşdeçûyî piçekî pişt lê xûz bûbû. Ji zû de ji gund daketibû Qerekilîsê, û li bajêr, li Taxa Teyareyê rûdinişt. Sedemê hatina wî ya bajêr, danxwendina zarokên xwe bû. Kurê wî yê mezin xwendibû û bûbû balafirvan. Lê paşê vî kurikî nankorî li bavê xwe kir, ji mala xwe û ji dêûbavê xwe re xwedî derneket. Terka bajarê xwe da, çû û nema pêjnek jê hat. Heçî bavè min bû, ku dostekî wî yê jidil û qayîm bû, qet nediket nav van tiştên taybet, nedixwast dilê Apê Mihemed biêşîne, bitengijîne yan jî bêhna wî teng bike.

[emember_protected]

Ji bo peydakirina abora malê wî dest bi kasibkarîyeke sivik kiribû. Bi piranî bi firotina qamîşan ve mijûl dibû. Xelqê qamîş di avakirina xanûmanan de bi kar dianî. Diavêtin ser kêran û mertekên xanîyan, bi xweşikî li ser wan radixistin. Ji jêr ve esrexeke ciwan dida nîşandan. Dewlemend û halxweşan jî xanûmanên xwe weha ava dikirin. Êdî texteyên taybetî ji bo binban û esrexan ne pêdivî bû. Wî qamîş ji alîyê nemaze Bazîdê, ji Sazlixê, yan jî gund û deverên din dida anîn. Li Qerekilîsê, li Meydana Heywanan, ku ji du alîyan pêk dihat: alîyê dewarfirotinê û alîyê pezfirotinê. Cihê wî li perava Çemê Mûradê ya li hêla meydana pezfirotinê bû.

Qamîşên ku dida anîn, bi awayên du cureyan berpêş dikirin. Partek ji wan gurz bi gurz li erdê raxistî, partek jî gurz bi gurz çikandî dida ber hev û bi rengê çadirekê, bi bendan ve girê dida û vê dîmeneke spehî dida wê deverê. Paşê jî kursîyê xwe dida ber û li ber qamîşan li benda bikiran disekinî. Timî li ber sîberka  qamîşan rûdinişt. Dema ku hewa ne xweş bû, baran dibarî, dihat dikana me ya darfirotinê. Bi bavo re rûdinişt, çay vedixwar û dikete nav tiştên dîrokî, şer û meseleyên eşîran, qewmandin û bûyerên serdemên berê. Ez jî li pişt wan rûdiniştim û min pir bi baldarî guhê xwe dida xeberdana wî. Kêfa min gelekî bi kurdîya wî û meseleyên wî dihat. Bîr û hafizayeke wî ya kûr, xurt û tûj hebû. Nemaze li ser qira êrmenîyan, şerê cihanê yê yekemîn û duhemîn, binemalên eşîrên kurdan, pêkhatina eşîrên serhedê yên devera Erdexan, Qers, Qerekilîs, Erzerom, Mûş û Wanê, herweha eşîrên kurdên Rewan, Xoy, Mako, Selmasê zanyarîyeke wî ya bêhed û kûr hebû. Carina li dikana me ji radyoya Rewanê kilam û stran guhdarî dikirin, gava kilamek dihat gotin û bêjer ku navê kilambêj digot, wî qala wî kilambêjî û malbat, êl û eşîra wî dikir û yek bi yek vedigêra. Çîroka kilamê wisan bi hûrgilî dianî ziman, ku mirov jê re hişmekar dima.

Jîyê (’emrê) wî gelekî pêşde çûbû, ango salxwirde û kal bû. Lê di gel wê jî gelekî pît û liserxwe bû. Wî bi xwe jî tam nedizanî ku çendsalî ye. Hîngê bi texmîn, li derûdora 75-80 salî bû. Bi tenê qisûrek li ba hebû ku di wan salên dawîn de bi nexweşîya lerzê ango parkînsonê ketibû. Ji ber vê jî di xwarin û vexwarinê de, nemaze cigarepêçenê de gelekî zehmetî dikişand. Gava ku bi bavê min re bû, ku dixwast cigarê bikişîne, bavo ji titûna xwe ya Mûşê ya kamoş, jê re cigareyek dipêça û bi destê xwe pir bi hurmet didayê û jê re vedixist. Wî jî hilmeke kûr ji wê cigareyê dikêşa û duadarîya xwe ji bavo re digot. Gelek caran bavo çend cigareyên din jê re dipêça û dixist qutîka wî ya titûnê. Evî tiştî dilê wî gelekî şa dikir û kêfa xwe ji kiryara bavo re dianî.

Rojek ji rojên salên 1967-68an bû. Dinya havîn û bi têra xwe germ bû. Apê Mihemed hat dikanê, pirsa bavê min kir û got: ”ka Şêx ne li vir e?” Min bersiv dayê û got ku ”na apo, şuxulekî wî derket çû cihekî, dê niha ware”. Li min vegerand û got: ”De baş e, ka ji min re çayekê bixwaze û paşê jî ware li ba apê xwe rûne, dixwazim meseleyekê ji te re bibêjim.”

Ez çûm çayxaneyê, min jê re çay xwast û vegerîyam, hatim cem û rûniştim. Min jê re got: ”De apo kerem bike meseleya xwe ji min re bibêje.”

Apê Mihemed dest pê kir got: ”Kurê min, de maşellah tu êdî bîrbir î, bi aqil î û hişê te ji her tiştî dibire. Xwende û fehman î jî. Tu carina tiştên gelek baş dibêjî. De me’lûm e te Stenbol û Enqere jî dîtîye. Niha tu mirovên bi curbicur re rûniştîyî û te ji wan gelek tişt bihîstine ku me nebihîstîye. Tu timî behsa kurdan dikî, dibêjî mafê me jî heye ku em bibin xwedan tac û text, dewlet û hikûmet. Divê em kurd xwe bi xwe îdare bikin û filan… Kurê min ka ez niha ji te re meseleyekê bibêjim ku ez bi xwe bûme biçavdîtî û şahidê vê qewmandinê. Ka qenc guhê xwe bide ser apê xwe. Sala 1918ê bû. Rojekê gotin ku şerê cihanê nemaye, şer sekinîye. Rûsan biryar daye ku ji van erdên me vekişin. Rabûn gazî kurdan kirin, ev kurmancên te hatin û li filan derê (navê deverê nayê bîra min), li meydaneke fireh kom bûn. Qumandarekî rûsan derket ser kevirekî mezin û tercumanê wî li rex, dest bi xeberdanê kir. Wî bi zimanê rûsî digot, tercumanê wî jî ew werdigerande kurdî da em fehm bikin. Qumandar sedemê vekişînê got, bi me da fehm kirin ku li Rûsistanê şoreşa Oktoberê bûye, demûdezgeheke nû li Rûsistanê hatîye damezrandin. Dewleta karker û gundîyan hatîye ava kirin. Dewleta me li hember şer e, wê şer bi temamî daye rawestandin. Ev cihên ku me vegirtine, biryar e ku em jê vekişin, bispêrin xelqê wan deran. Aha ji ber vê, em dixwazin spasî cînarîya we bikin. Me bi dirêjahîya mayîna xwe ya li van deran, ji we mazûvanî û qedir û qîmeteke giranbiha dît. Loma em niha dixwazin ev erzaqên me yên di embarên me de mayî ji we re bihêlin. Herwekî ku hûn dizanin, salên şer, salên giran bûn. Niha jî birçîbûn û xelayê serî rakirîye, rojê ji we bi sedan kes ji birçîbûnê telef dibin. Me biryar daye ku em van erzaqan ji we re bihêlin. Hûn jî wan bi dadmendî li hev pare vebikin. Ji we daxwaza me, bila herkes bibe xwedî parekê ji van erzaqan. Me ji we qencî dît, hûn jî ji me çêyî û qencîyê bibînin. Ji kerema xwe re binihêrin, va ye me ew li wir rêz kirine.

“Qumandarê rûs bi tilîya xwe ew erzaqên wekî axtepeya rêya trênê qûç û rêzkirî nîşan da. Kurê min, bawerîya te ji Xwedê hebe, ew qûça erzaqan, ji jora Qaqizmanê bigire, mihtemel heta bi Qulpê (Tuzluca) bi dirêjahîyê hatibû rêz kirin.

“Dinya êdî bihar bû. Koça ber bi zozanan dest pê kiribû. Piranîya koçerên alîyên me diçûn Zozanên Sînegê (1), warên wan li wir bûn. Di gel vê jî, gelek kes, bi hezaran kes, li wê meydanê civîya bûn. Bi dû xeberdana qumandarê rûs, wî xatirê xwe xwast, rabû berê xwe da ber bi leşkerê xwe. Gihîşte wan, bi hev re dane rê, ber bi Rûsistanê çûn. Vêca dizanî kurmancên te çi kirin, ketin çi sosretê? Rawestîyan, heta ku leşkerê rûs li ber çavan winda bibe, hingê rabûn ketin nav erzaqan ku bizanibin çi tê de hene. Ma çi tune bû: şekir, çay, rûnê xwarinê, ard, xwê, neft (qazyaxî), ceh, ka, betanî û hp.. Ji nav wan erzaqan tenekeyên neftê derxistin, devên wan vekirin, bû qareqar û barebara wan û gotin ”kuro ev malên gawiran e, malên kafiran e, malên sarîmoskofê ne. Heram e, kî ku bixwe yan jî bibe mala xwe, ew ê here cehenemê. Di agirê cehenemê de herûher bişewite. Xwedê dê tu caran li wan nebuhore, wan efû neke”. Dest pê kirin û ew neft li ser erzaqan reşandin û agir berdanê. Hindekên aqilmend derketin, LAVA KIRIN, kirin hawar û gazî, kirin qar û bar ku erzaqan neşewitînin. Birçîbûn e, xela ye, qîyamet e, zar û zêç herroj bi sedan dimirin. Debare ji wan re hewce ye. Lê çi feyde, yên li hember wan kerên Xwedê, bêhed zêde bûn. Mêjî di qotê serên wan de tune bû. Ev kerên Xwedê li bendê man heta ku her tişt bişewite û bibe arî.

“Piştî wextekî hinek bi xwe hesîyan ku bi çi bêaqilîyê rabûne. Lê çi feyde, her ku diçû mirî zêdetir dibûn. Gava ku ew çend kesên aqilmend rastî bêaqilên xwedîyên mirîyan dihatin, da ku tevgera ew pê rabûne bidin bîra wan, serxweşî nedidan wan. Nedigotin “serê te sax!”, “bila yên mayî sax!”. Heta hinekan digot “bila serê te ne sax!”.

”Piştî vê felaket û karesatê, xelqê ji ber birçîbûnê baz da, berê xwe dane dîyarên din û terka welatê xwe dan.

”Baş e kurê min, niha dixwazim bi kurt û kurmancî ji te bipirsim. Gelo miletekî weha bêaqil, nezan û cahil heq dike ku bibe xwedî dewlet? Ma ne heyfa wê dewletê ye ku van têxe bin baskên xwe?”

Ez bi rastî di cihê xwe de mabûm cemidî. Min nedizanî ez ê jê re çi bibêjim. Heta niha jî bersiveke têrnaverok li ba min peyda nebûye û pir zehmet e ku ez vê bûyerê ji bîr bikim.

Bûyereke din ya gelekî dilêş û diltezîn jî li ser qira êrmenîyan bû.

Rojekê, Apê Mihemed dîsan hatibû dikanê, cem min. Bi kurmancîya xwe ya delal dest pê kir: ”Kurê min, sala qira êrmenîyan bû, meydan meydana van Hemîdîyeyên kurdan bû. Hemîdîyeyî gelek caran nemaze li hember filehan (êrmenîyan) pir xedar bûn, zalim û zorker, çavbirçî û talanker, bêwijdan û nedilovan bûn.

”Fileh miletekî gelekî xebatkar bûn, hunermend û senaetkar bûn. Ji me re gelekî qenc bûn. Çavên wan ne li malên xelqê bûn. Cîrantî û kirîvtîya wan pir rind bû. Me tu ferqek nedixiste navbera xwe û wan. Tu li vê aqilmendîyê binihêre, gava ku dikirin heywanekî ser jê bikin, wan ew heywan dianîn cem me ku em serî jê bikin. Ji ber ku yên misliman destkuja fileh û êzîdîyan naxwin, bi me didan ser jê kirin da ku mêvanên wan yên misilman xwarina wan ya bi goşt bi dilrehetî bixwin. Hertim li hember dîn û ayînên me hurmetkar bûn, dihatin eydanîya me, mal bi mal digerîyan û cejna me ya dînî pîroz dikirin. Me jî rêzdarî û hurmeta xwe li hember dîn û ayînên wan nîşan dida. Em jî diçûn eydanîya wan, şîn û şahîyên wan. Heta me jî di cejna wan ya hêkesorê de cejn digirt, hêkên xwe direngandin û pê dilîst û dixwar. Dihatin dawet û dîlanên me, em diçûn yên wan. Bi tenê me keç ji hev nedistand…

“Çi hat serê me, ya rastî ji rûyê Alayîyên Hemîdîyeyê hat. Ji mîr, beg û paşayên Hemîdîyeyê hatin serê me. Xelqê feqîr û belengaz ji xwe nezan bû. Lê serekên wan ji wan hê nezantir bûn. Kurmancên reş ku bûbûn siwarî, cilûbergên rengrengî tevî polik û bişkokên birqînok yên li ber tîrêjên tavê diîsîyan li xwe dikirin, xwe berdidan nav refên xelqê û fortekî dikirin. Bi ser de jî van tûtûrûtan ji dewletê mûçe werdigirtin, li gor kêfa xwe diavêtin ser gundan, nemaze gundên filehan ku piranîya caran ji yên kurdan dewlemendtir bûn, talan dikirin. Ji xwe siltanê osmanîyan her cure destûr dabûn wan. Herçendî hindek şêxên me kurdan fetwa dabûn û qira ermenîyan qetil hesibandibûn, talankirina malûmilkên wan heram kiribûn jî, kesekî nedikarî ji wan re tiştek bigota.

“Di rojeke ji wan salên qira êrmenîyan de, yek ji van alayîyan diavêje ser gundekî êrmenîyan. Gundekî navincî, ne mezin û ne piçûk, lê dewlemend. Hemû xanî, gom , tewle û axurên gund dikevin ber xezeba Hemîdîyan. Xanîyan tep dikin, hildiweşînin û dişewitînin. Zulmeke nedîtî, zarezara zar û zêçan, kal û pîran, jin û mêran diçû wî perê asîmanan. Dengên wan perdeya guhên mirov qul dikir, wisan ku dilê tu qûl û ebdekî Xwedê nedikarîbû teyax bikira. Hinek ji êrmenîyan digot, eman gidî mekin, eva hîleya dewletê ye, ew îro me bi we didin kuştin. Qenc bizanin dê sibehî jî dor ware we. Lê hingê êdî dibe dereng…

“Di vê navê de, dengê bûkeke nû ji bin kelefê (kavilê) xanîyekî têt. Yek ji siwarîyên Hemîdîyan nêzîkî wî xanîyî dibe, destekî bûkê di bin kelefê xanî de dibîne. Hê ruh tê de heye û belengaza Xwedê dinale, bi nalîn hawar dike. Dixwaze hinek alîkarîya wê bikin û wê ji bin kelef derxînin, wê rizgar bikin. Çavên vî siwarîyê Hemîdî li bazin û hingulîska zêr yên di destê bûkê de dikeve. Dixwaze wan ji xwe re ji destê bûkê derxîne. Lê ji ber ku destê wê demeke dirêj e ku di bin kelef de maye, werimîye. Ji ber perçifînê ne gustîl û ne jî bazin ji dest û tilîyê dernakevin. Necamêr dixwaze destê bûkê jê bike ku wan derxîne. Bûka belengaz bi nalîn lava dike, bi kurdî ji bêwijdan re dibêje, bira ka min ji vir rizgar bike, soz ez wan û hinekên din jî bidime te. Necamêr guh nade bûkê, xencera xwe derdixîne, destê bûkê jê dike. Qarîn bi feqîrê dikeve û piştî xêlekê hew deng jê têt. Bûka belengaz ruhê xwe teslîm dike…

”De kurê min, ka tu ji vê qewmandinê re çi dibêjî? Erê tu Xwedê hebînî, heqê miletekî wekî me bê wijdan heye ku em bibin xwedî tiştek?”

Min dizanîbû ku Apê Mihemed dixwaze çi bibêje, lê ez li hember vê qewmandinê mabûm zendegirtî. Zimanê min nedigerîya ku tiştekî bibêjim…

Min Apê Mihemed cara dawîn di dawîya meha tebaxa 1969an de, gava ku ez di betlaneya havînê de çûbûm Qerekilîsê, ew dît. Feqîro her wekî berê bû. Piştre ez ji welêt derketim, min ji mihacirîyê ew bi awayekî da pirsîn, zanî ku di destpêka salên 1980yî de çûye ber dilovanîya Xwedê. Bila rehma Xwedê lê be, cihê wî behişt be.

[/emember_protected]

__________

1) Di kurdîya Serhedê de hindek peyvên rûsî hene, ku di serdema desthilata rûsan de derbasî zimanê kurdî bûne. Ev peyv, hem peyvên rojane ne û hem jî navên deveran e. Navê Zozanên Sînegê jî yek ji van peyvan e. “Sîneg” ne ku “sinek”a (=mêş) tirkî ye. Lê “Снег (=snêg)”a rûsî ye ku bi maneya ”berf /befr”ê ye. “Vazgal” niha li Bazîdê taxek e ku berê gara/ îstgeha trênê bû. Lê hindek peyv jî hene ku di axaftina rojane de tên bi kar anîn. Bo nimûne: kartol =kartoşka, bamîdor (şamik, frengî) =pamîdor, spîçke (kirbît) =spîçka, îskan/ îstekan (qedeh) =stakan, rêzîn (lastîk) =rêzînka, manat (lîre) =manat, kapîk (qûrûş) =kapîk, stûl (kursî) =stûl,  stol (mase) =stol, matoşqe =matroşka, semawer =samovar, çaynik =çaynîk, şkol (dibistan) =şkola, vêdro(k) (dewil) = vêdro û hp…

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar