Kanûna pêşîn 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Serketina talîbanan lîstika dîplomatîk a li Asyayê serûbin kir

Veqetîna hêzên amerîkî ji Efxanistanê «Lîstikeke mezin» a nû bi gewde kir li navbera hêzên ku hewld didin li gorî realîteyên jeopolîtîk ên herêmê yên guhêrbar xwe eyar bikin. Ji bo Hindistanê, dijwarîya mijara efxanî didome û ew dibe suxreyeke îlawe li nakokîyên ku giranîya xwe didin ser têkilîyên li gel Pakistan û Çînê, her çendî Nû Delhî hevparîyên xwe yên li Hîndopasîfîk , xurt dike, di serî de jî bi Dewletên Yekbûyî re.

Piştî vekişîna amerîkî û ji nû ve avabûna Emîrata îslamî ya Efxanistanê, serketina talîbanan bi kêrî tiştekî nehat ji bilî zêdetir kûrkirina krîza ku mirov jê êşeke giran dikşîne, xelkê efxan ê ku ji ber şer û pevçûnên çil salan êdî ji hal de ketîye. Di heman demê de gefa şaxekî herêmî yê Rêxistina Dewleta Îslamî (RDÎ an jî DAÎŞ, li gorî nasnava bi erebî): Dewleta Îslamî ya Xorasanê (DI-X) jî êdî eyan û beyan dibe.

Wekî ku dihat payîn, hêzên mezin ji bo xweeyarkirina li gorî realîteyên jeopolîtîk ên herêmê ku hê jî aloz in, di nava livûtevgerê de ne û rejîma nû heta vê saetê jî ji alîyê tu welatî ve nehatîye venasîn.  Eger «Lîstika mezin» a sedsala XIXemîn û destpêka sedsala  XXemîn, li navbera împeretorên brîtanî û rûs, li demeke ku împeretorîya çînî qels dibû dest pê dikir, lê belê ya îro dibîne ku Çîn bûye xwedî hêzeke heta niha nedîtî, tevî ku ev hêz ji bo serdestîya wê ya li cîhanê têrê neke jî. Herçî Hindistan e, vegera talîbanan ew xist nava rewşeke hesas. Dema ku gelek welatan, di nava salan re, nûnerên serhildêran peyderpey pêşwazî dikirin, Nû Delhîyê tercih kiribû ku bide ser xeteke dijber û têkilî tenê bi hikûmetên serdemên serokatîyên Hamîd Karzaî (2004-2014), dû re jî Eşref Xanî (2014-2021) re danîbûn.

Dîroka hîndo-efxanî dirêjî çaxê pir kevin dibe û wê neyê jibîrkirin, her çendî ew dibe sedemê rabûna hêrsa netewperestên hindû yên hertim gazinan dikin ji serdemên ku Hindistana mezin li hemberî nîrê Îslamê serî tewandibû.  Di çaxê hemdem de, her du welat peymaneke dostanîyê ji sala 1950î û şûn ve îmze dikin û vê peymanê di 2011an de dirêj dikin, bi peymaneke din a hevpartîya stratejîk a xwe dispêre ser dîyaloga sîyasî, hevkarîya aborî, çandî, zanistî û têkoşîna li dijî terorê. Îro hê jî zêdetirî deh hezar jê bi bûrs, 130 hezar xwendekarên efxanî li zanîngehên Hindistanê û akademîyên wê yên leşkerî dixwînin.  Delhîya Nû amûrên lojîstîk û ji 2018an û vir ve jî helîkopterên êrişê radestî Kabûlê kirin. Tevî vê yekê, wê tu leşkerên xwe neşandin vî welatî, ji bilî hêzên paramîlîter ên seferatxane, konsolosî û hin tesîsên xwe yên binesazîyê yên li vî welatî diparêzin.

Nûçeya xirab ji bo

Hindistanê

Bi tevahî, ji 2004an heta 2021ê, Hindistanê nêzî 3 mîlyar dolar  (2,6 mîlyar ewro) veberhênan pêk anî li vî welatî ji bo meşandina bi sedan projeyên pêşvebirinê, carna di asta xwecihî de carna jî berhemên sembolîk û mezin ên wekî avahîya parlemanê ku di 2015an de hat vekirin û dotira salê jî bendava hîdrolîk a Salma, li herêma Rojava. Li hemberî ambargoya pakistanî ya  rêya hindî ya ber bi Efxansitanê asê dikir, wê herweha rêya lîmana îranî ya Şabahar vekiribû. Di ser vê lîmanê re rêyeke ku xwe digihand deryayê, dû re jî bejahîyê, vedizelîya heta rêya mezin a bajarên sereke yên efxanî bi hev ve girê dide: Kandahar û Kabûl ber bi rojava, Herat û Kunduz ber bi Bakur -ev derî giş li Asyaya Navîn vedibin-.

Vê yekê firset dida Delhîya Nû ku ji paş ve bi ser cîranê xwe yê pakistanî ve bigire û ji bo Kabûlê jî dibû firset ku qada xwe ya livûtevgerê berfireh bike li hemberî Pakistanê,  ku pê re têkilî, her çendî zêde bûn jî, qeba û bêwate dibûn. Daxuyanîya dawî ya M. Hamdullah Mohib, şewirmendê ewlekarîya neteweyî ya Efxanistanê, a demeke kin berya ketina hikûmetê îspata vê yekê ye: «Îro, cîranê me [Pakistan], ku hedefên wê yên xirab dîyar in li ber çavên efxanan û cîhanê, komeke birçîyê desthilatîyê ji bo karibe careke din Efxanistanê qels bike, bi kar tîne –û ev yek bû sedemê rakirina hêrsa Îslamabadê-. Li gel vê yekê jî, Hindistan êdî wisa difikire ku hatina talîbanan bi kêrî lîstika pakistanî tê û wê wekî nûçeyeke xirab jî dibîne, li tenişt windakirina tesîra xwe li herêmeke  stratejîk. Tirsa wê ya herî mezin ew e ku ji nû ve bikevin nava livûtevgerê ev komên cîhadî yên pakistanî yên Kaşmîrê dikin hedef, ên wekî Leşkerê Tayba û Ceyş el Muhammed, ku demeke dirêj e têkilîyên wan bi efendîyên nû yên Kabûlê re hene.

Delhîya Nû, li gel vê yekê jî, biryar da bi talîbanan re vekirî xeber bide. Di hezîrana 2021ê de, dema ku pêşketina wan êdî berbiçav dibû, têkilî li Dohayê hatin danîn û yekemîn hevdîtina fermî li wir di yekê îlonê de pêk hat. Muxetebê sefîrê hindî yê li Qeterê Şer Muhammed Abbas bû. Ev kes yek ji muzakerevanên Peymana Sibata 2020î ya navbera talîban û amerîkîyan bû û ew ê paşî di 7ê îlonê de bibûya wezîrê karên derve li nava hikûmeta wextî ya Emîrata Îslamî.

Hê berîya vê hevdîtinê, M. Stanekzaî dîyar kiribû ku ew dixwaze «têkilîyên çandî, aborî û bazirganî li gel Hindistanê, eynî wekî demên berê, bidomîne.» Ev vîn paşî di 20ê çirîya paşînê de hat piştrastkirin, li dema civîneke dualî ya alîkar serokwezîrê talîban Abdul Salam Hanafi û rayedarê payebilind ê hindî yê karûbarên derve, berpirsîyarê  maseya herêma Pakistan, Efxanistan, Îran, li navbera rûniştinên konferansa navneteweyî ya li Moskovayê hat organîzekirin.  Her çendî Hindistanê ev muzakere rewa nîşan dan jî bi sazkirina awayê pêwist a alîkarîya mirovî, berî her tiştî derdê wê siberoja Kaşmîrê bû. Talîban misoger dikin ku, wekî prensîb, ew ê dest wernedin karûbarên navxweyî yên welatên din û li nava vê xakê ew ê tevlî cîhadeke li dijî Hindistanê nebin.

Li gorî wan, sûcbarîya wekî tevna bi hêz a Haqqanî -komeke îslamîst a ji hezaran kesan pêk tê- berpirsîyar e ji êrişên li dijî berjewendîyên hindî yên li Efxansitanê û hevkarîyê dike li gel Leşker û Ceyş, tenê progaganda ye. Talîbanên din, berevajî, îdîa dikin ku Emîrat «wê dengê misilmanên Kaşmîrê bide bihîstin», bêyî tevlîkirina wan li nava operasyonên çekdarî. Qet nebe mirov dikare bibêje ku şîlobûnek heye di nava hereketê de. Ji vê jî zêdetir Pakistan a ku bi taybetî ji vegera talîbanan kêfxweş e, sîya xwe ji ser hereketê hê jî venakişîne.

Di rastîyê de, Pakistana Benazir Bhutto (serokwezîra ji 1988 heta 1990î dû re jî ji 1993an heta 1996an) bûbû bavê baptîzê bi hêvîya, ji îdeolojîyê bêhtir jeopolîtîk, aramîkirina Efxanistan, li vir misogerkirina tesîra xwe, bi dijderketina li hemberî ya Hindistanê û vekirina rêyeke ewlekirî ber bi Asyaya Navîn.  Di 1997an de, ew bû yek ji sê welatên ku Emîrata Îslamî nas kir, li gel Erebistana Siûdî û Emîratên Ereb. Piştî ketina rejîmê di çirîya pêşîn a 2001ê de, wê pêşengên talîbanan pêşwazî kirin, paşbaregehek li herêmên eşîran ên li ser sînorê efxanî da şervanên wan. Di demên dawîn de jî, di karûbarê sazkirina dîyaloga li Doha ya navbera talîbanan û amerîkîyan ew bi roleke girîng rabû,  dema ku têkilîyên wê xira bûn hem li gel hikûmeta M.  Xanî Ghani hem jî li gel serokwezîrê hindî Narendra Modî, ku biryar dabû xweserîya Dewleta Jammû-û-Kaşmî di 2019an de ji holê rake.

Lê belê di gotara pakistanî de têra xwe nûans jî hene. Di rewşeke aborî ya tengezar de, dema ku ew deynekî Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) guftûgo dike û welatê wî hê jî li ser lîsteya gewr a Koma Aksîyona Diravî a fînansmana terorîzmê kontrol dike, cih digire, serokwezîr Îmran Xan helwesteke duber tercîh kir. Ji alîyekî ve, ew dikeve ser xeta civata navneteweyî bi bangkirina ji bo talîbanan da ku hikûmeteke ku cih bide hemû alîyan saz bike, rêzê ji mafên mirovan û bi taybetî ji yên jinan re bigire  û nehêle ku ev welat careke din bibe cemsereke terorîzma navneteweyî. Ji alîyê din ve jî, ew bang li welatên rojava dike ku rêjmê îzole nekin, dem jê re nas bikin heta ku ew sozên xwe yên ji bo vekirinê bîne cih û fonên Bankaya Navendî ya Efxanî ên li Dewletên Yekbûyî û Ewropayê blokekirî, herweha krêdîyên li gel hikûmeta Xanî hatibûn guftûgokirin û ji alîyê Bankaya Cîhanî û IMFê ve cemidandî, bên serbestkirin: zêdetirî deh mîlyar dolar bi tevahî. 

Li pişt vê vegotinê, du fikarên mezin hebûn: rewşa efxanan  pêleke nû ya penaberîyê çêneke (Pakistanê di salên 1990î de pêşwazîya 3 mîlyon ji wan kiribû, lê belê niha sînor êdî asêkirî ne); û nexasim talîbanên efxanî birayên xwe yên peştûn ên Tehrîk-e Talîban Pakistan (TTP) asteng dikin. Ya duyemîn, ji 2020î ve, van her duyan, di rastîyê de ji nû ve dest bi êrişên li dijî hêzên pakistanî û hindikahîya şiî kirin û nîşan dan ku wan êdî xwe rizgar kiribûn ji zexta berî pênc salan a ji alîyê Îslamadê ve dihat meşandin. Ji bo aramkirina rewşê, talîbanên efxanî li navbera TTP û qasidên M. Xan navbeynkarîyê dikin,  bi lêgerîna ji bo agirbesteke muhtemel, hetta efûyeke ku li Pakistanê dibe sedemê gelek rexneyan.

Li wêdetirî  TTPê, gefa DI-X ê jî li Îslamabadê cidî tê girtin, tevî ku hêza nû ya efxanî zêde paxaf pê nayê kirin, tevî êrişên wê yên kujer ên li pey hev pêk hatin. Hatina nava Kabûlê ya şefê îstîxbaratên pakistanî, 5ê îlona dawî, du roj berîya ragihandina hikûmetê, têkilîyên zexim ên navbera du alîyan piştrast dike; cihê çêkirî ji bo tevna Haqqanî, nêzî Îslambadê, li nava hikûmeta talîban jî dibe şahidîya vê yekê. Tevî ku hin lîder hez dikin rêveberîya pakistanî hinekî sist bikin, qada livûtevgerê ya Emîrata îslamî dîsa jî teng e vê gavê.

Tirsa ji berfirehbûna terorîzmê

Têgeha «Af-Pak» ku li destpêka salên 2010î ku rêveberîya M. Barack Obama ew di devê xwe de kiribû benişt ji bo destnîşankirina ka Afganistan û Pakistanê çiqas eynî şanoya stratejîk bikar dianîn,  hê jî di dewrê de ye û Îslamabadê karî pozîsyona xwe ya şert, biparêze, ji bo Waşîngtonê jî. Ew dimîne wekî aktorekî neçar, her çendî Amerîka berê xwe dide alîyê Hîndopasîfîk jî ji bo feydeya Hindistanê û ev yek pêşketina têkilîyên pakistanî-amerîkî şîlo dike.

Aktorên sereke yên ji bilî Efxanistanê hedefên wan ên hevgirtî hene li ser tiştê tê payîn ji rejîma nû, lê belê lêkolîna dirêj a navbeynkarîyeke navneteweyî bi ser neket: ne «pêvajoya Stenbolê» ya di 2011an de destpêkirî û wekî «dilê Asyayê» binavkirî, ne jî konferansên li Moskovayê hatin pêkanîn li gel nûnerên talîbanan, nekarîn bibin zemîn ji bo dîyalogeke navber-efxan, ku yek ji taahudên serhildêran bû di peymana Dohayê de.

Herkes bang dike  ji bo sazkirina hikûmeteke berfireh û rêzgirtina ji bo mafên mirovan, lê belê li pişt gotarê, nirxandinên têkildarî ewlekarîyê derdikevin pêş û tirsa berfirehbûna terorîzê hemû aktoran li hev digihîne, li gorî awayên wan ên xweser ên neteweyî: ji bo Rûsyayê û welatên li ser sînorên bakurê Efxanistanê,  ya girîng ew e ku xwe dûr bigirin ji şewba DI-Xorasan a li Asyaya Navîn bi navgîna tevgerên heyî, ku yek ji wan Tevgera Îslamî ya Ozbekisanê ye; ji bo Çînê perçiqandina Partîya Îslamî ya Turkistanê, organa Uygurên veqetînxwaz ku bêhtir li eyaleta efxanî ya Badakşanê bi cih bûne; ji bo Îranê, kêmkirina gefa DI-X û yên radîkalên sunî yên Cundullah ên li eyaleta Sîstan-Belûcistan, li ser sînorê Pakistan û Efxanistanê; ji bo Erebistana Siûdî, Mîrekîyên Ereb ên Yekbûyî û Waşîngtonê, rawestandina xetereya terorîst a DAÎŞê.

Di vê lêgerîna ewlekarîyê de ku herweha têkoşîna li dijî trafîka afyonê û di siberojê de xwegihandina çavkanîyên zengîn ên madenî yên efxanî jî (ku yek jê lîtyûma pir stratejîk e),  dide ber xwe, gelek mîmarî derdikevin holê. Mirov vê yekê li gelek civînên ku di çirîya pêşîn de pêk hatin dikare bibîne. 20ê mehê, Moskovayê konferansek li gel talîbanan, bi beşdarîya herweha nûnerên çînî, pakistanî, îranî, kazax, turkmen û ozbekan pêkanî. Amerîkîyan vexwendina tevlîbûnê red kir, lê belê Hindistan amade bû li civînê û soza pêkanîna desteka mirovî jî da. Tevî vê yekê, ew ji alîyê Tahranê ve nehat vexwendin ji bo hevdîna «cîranên Efxanistanê» (Îran, Çîn, Pakistan, Tacikistan, Turkmenistan, Ozbekistan, wekî din Rûsya).

Çend roj berê, 12ê mehê, bi wesîleya civîna G20 li kombûneke taybet der barê Efxanistanê de wê karî dengê xwe bide bihîstin. M. Modi li wir bang kir ji bo «ferzkirina bersiveke navneteweyî ya yekbûyî» li hemberî zehmetîya ku bi vegera talîbanan re derket holê, bi xwe spartina biryarnameya 2593 ku 30yê tebaxê ji alîyê Konseya Ewlekarîyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ve (bi serokatîya Hindistanê) hatibû pejirandin. Ew mijarên adetî  (redkirina terorîzmê, rêzgirtina ji bo mafên mirovan ) dinirxîne, lê belê giranîya tê dayîn ji bo gefa terorîzmê ku, dema ji Delhîya Nû lê tê mêzekirin, herweha Pakistanê jî dide ber xwe, li hesabê wê tê.

Duserîbûna ku mezin dibe

Li pişt şiroveyên dîplomatîk, her kesek texmîn dike ku Çîn wê bibe xwedî cihê herî baş, gava wext were, ji bo veberhênana li Efxanistanê ku dixwaze berê wê bide ser rêyên hevrîşim, bi navgîna Asyaya Navîn û korîdora aborî ya Çîn-Pakistanê; ew xwedî fonên pêwist e û bala wê li ser zengînîyên madenî yên welêt e. Hê berîya ku Kabûlê bi dest xin, talîbanan xwest bawerîyê bidinê, bi sozdayîna destwernedana karûbarên wê yên navxweyî (meqset Uygûrên Xinjiangê bûn). M. Wang Yî, wezîrê çînî yê karûbarên derve, dawîya tîrmehê Mollah Abdul Ghani Baradar, hevavakarê tevgera talîbanan, dema ku şefê buroya sîyasî bû, qebûl kiribû. Danûstandinan di çirîya pêşîn de dewam kir, li Dohayê, dema ku êdî M. Baradar bûbû alîkarê serokwezîr.

Li wêdetirî Çînê, ku pê re danûstandin tengezar in ji dema rûdana bûyerên xedar ên li ser sînor ên 2020î û vir ve Hindistan li ser pêşketina têkilîyên xwe yên li gel du partnerên xwe jî ji xwe pirsan dike: Rûsya û Îran. Têkilîyên zexim bi Moskovayê re ku bi peymana dostanî û hevkarîyê ya 1971ê hatin honandin, piştî hilweşîna Yekîtîya Komarên Sovyetên Sosyalîst jî qut nebûn. Rûsya ya M. Vladimir Pûtîn, ku têkilîyên dîplomatîk û leşkerî yên berfireh didomîne,  hê jî tedarîkvaneke çekên bingehîn e, her çendî para wê nîsbeten kêm jî bûbe (ji sedî 49ê îtxalatên hindî yên salên 2016- 2020î). Li heman dema ku Delhîya Nû xwe nêzî Waşîngtonê kir, Moskovayê ber bi Îslamabadê ve gav avêt. Li gel vê yekê,  wekî mirî nirxandina partnerîya wan a stratejîk wê mubalexe be: dîyaloga wan a pêşî  ya dualî 2+2 (bergirî, karûbarên derve) hat ragihandin û M. Pûtîn li destpêka meha kanûna pêşînê de diçe serdana paytexta Hindistanê.

Herçî Îran e, pêşvebirina lîmana Şabahar a ji alîyê Hindistanê ve hat fînansekirin, piştî rabûna ambargoyên amerîkî yên li ser vê projeya girîng ji bo Efxanistanê dewam kir. Tevî vê yekê, li ser zexta rêveberîya Trump, Delhîya Nû îtxalatên xwe yên petrol û gazê yên ji Îranê bi awayekî berbiçav kêm kirin. Ji alîyê xwe ve, Tahran bawer dike ku milîyetçîtîya îslamî ya ji alîyê talîbanan ve tê nîşandan xirabîyeke biçûk a qebûlbar e, madem ku ew dikare li dijî cîhada navneteweyî ya DI-Xyê wekî dij-agirek were bikaranîn. Şeklen jî, ew rêzgirtina ji bo hindikahîya şiîyên hazarayê jê dixwaze, lê belê sûîstîmalên li dijî xwe yên li vê an jî wê eyaletê hatine kirin jî paşçav dike.

Ji bo yê mayî, herikbarîya rewşê livûtevgerên sazûmanîyê asteng nake: di adara 2021ê de, Çîn û Îranê îmza xwe danîn bin peymaneke hevkarîya ji bo bîst û pênc salan, a xwedî nirxê partnerîya stratejîk ku pêşî li vî welatî vedike ku berê xwe bide ser rêyên hevrîşîm ên pir hêja ji bo M. Xi Jinping. Ev yek bû asteng li pêşîya serokkomarê îranî Îbrahîm Reîsî, ku çend roj berîya radestbûna Kabûlê dest bi kar kir, ku li cem wezîrê hindî yê karûbarên derve, M. Subrahmanyam Jaishanka, vîna xwe ya pêşvebirina têkilîyên navbera her du welatan bîne ziman û bi rola aramkirina rewşa Efxanistanê rabe. Lê belê li pişt van şîroveyên dîplomatîk, zehmet e were zanîn ka ev yek heta kuderê wê bipêşkeve. 

Ev geometrîya pardarên sereke yên Efxanistanê yên piştî serdema-amerîkî, li dijî berjewendîyên Hindistanê bigewde dibe. Helbet, Quad ango çarber (an jî hevgirtina hîndopasîfîk) bi hêz dibe, nexasim piştî zîrweya 24ê îlona dawî ku li Waşîngtonê rayedarên herî payebilind ên welatên endam anîn cem hev (Dewletên Yekbûyî, Japonya, Hindistan, Avustralya) û bi pejirandina danezaneke hevpar pozîsyonên hevpar ên li Efxanistanê hatin bibîrxistin. Lê belê çarbereke din a hê nefermî, dikare bi gewde bibe di navbera Çîn, Rûsya, Îran û Paskistanê de: ÇRÎP. Yekbûyî li ser dij-amerîkîyê (hinek şîlo ye li cem pakistanîyan), ev çar dewlet herweha dixwazin bibînin welatên rojavayî, IMF û Bankaya Cîhanî perê ku li ser wan ferz e dişînin ser hesabê rejîma nû. Alîyekî wan ê din ê hevpar dijberîya wan a li himberî çêbûna baregehên amerîkî li herûmê ya ji bo têkoşîna li dijî DI-Xyê ye, lê belê herweha endîşeyeke wan a taybet jî heye, nexasim têkildarî Moskovayê, beramberî gefa DAÎŞ û tevgerên îslamîst ên Asyaya Navîn ku li gel hev heta radeyekê bikevin nava hevkarîyê.

Bi daxuyanîyeke hevpar a navbera rûniştinên zîrweya Rêxistina Hevkarîyê ya Şangayê ku 19ê îlonê  pêk hat (û Hindistan jî tevlî dibû), bang hat kirin li «van dewletên ku divê xwe bidin ber ji nû ve avakirina civakî-aborî ya piştî-şerûpevçûnên li Efxanistanê [welatên Rêxistina Peymana Atlantîk-Bakur, NATO, tên destnîşankirin] û bi lezgînî desteka mirovî û aborî a ku Efxanistan li bendê ye, were peydekirin»; wan herweha bi girîngî bal kişand ser «pêwistîya lihevgihandina hewldanên ji bo pêşîgirtina li gefan, nexwazim jî gurrbûna terorîzmê û trafîka madeyên hişber».

Her tişt hê zêdetir li bin guhê hev dikevin bi bangeke, ev êdî fermî ye, di nav çar dewletan, ku Dewletên Yekbûyî, Hindistan, Îsraîl, û Mîrekîyên Ereb ên Yekbûyî li hev digihîne, di 18ê çirîya pêşîn a dawî de: forûmeke aborî, ku herweha ewlekarîya deryayî û «pirsgirêkên kûreyî» jî dide ber xwe, li gorî M. Jaishankar. Dotira rojê, rojnameya pir bi îtîbar a hindî The Hindu, di sernivîsa xwe de ev hişyarî dikir: «Divê Hindistan dîqet bike ku neşemite nava gelek nakokîyên Rojhilata Navîn. Tengezarîyên navbera vê bloka nû û Îranê dijwarîya xwe diparêzin. Hindistan, ku dikeve ser xeta Dewletên Yekbûyî li Hindopasîfîkê, divê karibe pêşîyê bigire li rewşa ne-ewle ya ku her diçe mezin dibe, nexasim jî piştî vekişîna amerîkî ji Efxanistanê. Û divê ew pir ji nêz ve bixebite li gel welatên wekî Îran ji bo ku karibe rê bigire li zehmetîyên ku ji ber rewşa Efxanistan a piştî serdema amerîkî derdikevin holê .»

Rast e ku bi sorbûna tengezarîyên navbera Waşîngton û Pekînê re, eynî mîna yên navbera Waşîngton û Moskovayê, tektonîka jeopolîtîk  wekî ku ronahîyê dide ser duserîtîya ku her mezin dibe li navbera Ewrasya çîno-rûs û Hîndo-pasîfîkeke li bin serokatîya amerîkî. Li Waşîngtonê komarger daxwaza hevalbendîyeke ji dil dikin li gel Delhîya Nû, «yekane partnera ku dikare ji nêz ve çavdêrîya bereya başûrê Çînê bike.» wekî bertek, Pekînê ev tinaz bi wan kir: «Eger Hindistan biketa ser xeta Dewletên Yekbûyî, wê karibûya, tam jî, xwe di rewşa îro ya Fransayê de bidîta» û bi vî awayî bal kişand ser zayîneke bi pirsgirêk a AUKUSê (Avustralya, Qralîyeta Yekbûyî, Dewletên Yekbûyî). Vê gavê, Hindistan ji peymana nû têra xwe tengezar e û naxwaze bi awayekî fermî bibe alîyek li navbera welatên ku giş partnerên hev in.

Piralîbûn paş de gav davêje

Ji bilî pirsên ku Aukus tîne rojevê, rêveberîya Biden têkilîyên xwe yên bi Hindistanê re tevî hin lihevnekirinan jî (bazirganî, çekên rûs) bi pêş dixe; ew hevdîtinên di asta bilind de her tên zêdekirin çi li Waşîngton çi li Delhîya Nû, hem jî bi parastina girêdana xwe ya bi têgeha «partnerî», wekî ku li nava daxuyanîya hevpar a  encama hevdîtina serokê amerîkî û M. Modî, ya meha îlonê jî hatîye destnîşankirin.

Li hemberî van dînamîkên tevlîhev, eva dawî ne bêçare ye. Li wêderî têkilîyên bi Dewletên Yekbûyî re, Hindistan têkilîyekê bi Rûsyayê re jî diparêze, wekî ku tê gotin û bi Asyaya Navîn re jî danûstandinên wê didomin. Di îlonê de, M. Jaishankar danûstandinên xwe yên du alî zêde kirin, li dema zîrweya Rêxistina Hevkarîyê ya Şangayê li Tacikistanê ku li wir Hindistan xwedî baregehên leşkerî ye û li dema Konferansa ji bo Danûstanan û Tedbîrên Ewlehîyê (CICA), li Qazaxistanê. Wî bi vî awayî, li gel hevalên xwe yên ji Asyaya Navîn danûstandin kirin, lê belê herweha bi yên çînî û îranî re jî. Di çirîya pêşîn de li paytexta hindî, yekemîn zîrweya stratejîk li gel Qirxizistanê pêk hat.

Axirî, li Delhîya Nû jî ya sêyemîn «dîyaloga li ser ewlekarîya herêmî», bi taybetî der barê rewşa Efxanistanê de 10ê çirîya pêşînê pêk hat li gel şêwirmendên ewlekarîya neteweyî (an jî hempayeyên wan) yên Rûsya, Îran û pênc komarên Asyaya Navîn. Pakistanê vexwendina tevlîbûnê red kir ji ber sedemên pir fermî yên dij-hindî û Çînê jî pirsgirêkên lihevnehatina demê wekî sedem nîşan da ji bo tevlî nebe. Lê belê Çîn roja duyemîn a dîyalogê nûnerê xwe şand Îslamabadê, ji bo hevdîtina bi formata «Troika plus» (Rûsya, Dewletên Yekbûyî, Çîn û Pakistan -Hindistan li derveyî kombûnê hat hiştin-), herweha ev civîn jî ji bo rewşa Efxanistanê hat terxankirin. Çi tesadufeke bextîyar e ku mollah Amir Khan Muttaqi, wezîrê efxan ê karûbarên derve jî hatibû vexwendin ji bo sê rojan li paytexta pakistanî û ev yek bû zemîn ji bo hevdîtinên gişan ên dualî bi hev re.

Dawîya dawî, Efxanistana talîbanan dişibe neynikeke ku her mezin dibe ya nakokîyên pergala cîhanî. Her yek jê dibe alîgirê (bi radeyên cihêreng ên dilsozîyê) hikûmeteke «berfireh» a aramîya navxweyî misoger bike, lê belê halê hazir ev daxwaz hatîye redkirin ji alîyê Emîrata îslamî ve. Her yek jê herweha gumanê dike ji xetereyên xwenûkirina terorîzmê. Efxanistana piştî serdema amerîkî nayê wê wateyê ku cîhan jî wê gav bavêje serdema piştî amerîkî. Lê belê listîka berjewendîyên neteweyî, tengezarîyên herêmî û arezûyên hêzên mezin, Dewletên Yekbûyî, Çîn û Rûsya di serî de, piştrast dikin ku piralîbûn li ber pirserîbûna reqabetî paş de gav davêje, hem li pêşberî Emîrata îslamî ya Efxanistanê hem jî li pêşberî Hîndopasîfîkê.

* Gerînendeyê lêkolînê yê bi tecrube li Navenda Neteweyî ya Lêkolîna Zanistî (CNRS) û lêgerînerê payebilind li Asia Centre.

Wergera ji fransî:

Baran Nebar

____

1) Datafolha, São Paulo, anketên 29 û 30ê tebaxa 2021ê.

2) Antonio Delfim Netto, «Entre a causa e seu efeito», Valor Econômico, São Paulo, 15ê îlona 2015an.

3) Gotata Renaud Lambert, a bisernivîsa «Le Brésil est-il fasciste? / Brezîlya faşîst e, gelo?» bixwîne, Le Monde diplomatique, çirîya paşîn a 2018an.

4) Gotara Perry Anderson, a bi sernivîsa «Au Brésil, les arcanes d’un coup d’État judiciaire / Li Brezîlyayê, sirên darbeyek dadrêsîyê» bixwîne, Le Monde diplomatique, îlona 2019an.

5) «Uma ponte para o futuro», Fundação Ulysses Guimarães – Partido do Movimento Democrático Brasileiro (PMDB), Brasília, 29ê çirîya pêşîn a 2015an.

6) Gotara Lamia Oualalou, ya bisernivîsa «Les évangélistes à la conquête du Brésil / Evangelîstên ku Brezîlyayê dagir dikin» bixwîne, Le Monde diplomatique, çirîya pêşîn a 2014an.

7) «Dez das maiores empresas da Bolsa veem lucro dobrar no 2º trimestre», Agência Estado, São Paulo, 8ê tebaxa 2021ê.

8) René Ruschel, «O Brasil é refém do Partido Militar, diz coronel», Carta Capital, São Paulo, 30ê gulana 2021ê.

9) Gotata Anne Vigna ya bi sernivîsa «Le Brésil, une démocratie militarisée / Brezîlya, demokrasîyeke leşkerîbûyî» bixwîne, Le Monde diplomatique, hezîrana 2021ê.

10) Gotata André Singer, ya bi sernivîsa «La cavalcade autoritaire de Jair Bolsonaro / Yekîneya siwarî ya otorîter a Jair Bolsonaro» bixwîne, Le Monde diplomatique, tîrmeha 2020î.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar