Tîrmeh 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Serhildana olan

Serhildana dînan ji bo ku bêhtir mafan di sîyaset, civak û aborîyê de bi dest bixin bandoreke nû û nikare were pêşdîtin li civatan dike û ev jî wê di siberoja nêzîk de ji bo dinyayê girîng be. Hem bi rêya globalbûnê û hem jî bi rêya bûyerên li Rojhilatê Nêzîk û Navîn ên weke şerê li Efxanîstanê, li Iraqê, “bihara erebî” û şerê li Sûrîyeyê tevî rizgarîya gelan ji dîktatorên kevnekolonyal-împeryal, berê dînamîkê dide ji nû ve bi îdeolojî kirineke dînên pirranîyan û yên hindikahîyan. Bi vê re jî ne bi tenê Îslam e ya ku dest pê dike di sîyaset û civakê de xurttir cihê xwe bigire. Komên dînî yên mîna elewîyên li Sûrîyeyê û Tirkîyeyê, Xirîstîyanên li Iraq, Sûrîyeyê, Libnan û Misirê, Yarsanî û Bahaîyên li Îranê, Êzîdî, komên xirîstîyan û şîîyên li Iraq û sûrîyeyê û gelek komên din ên dînî têdikoşin, ne bi tenê ji bo mafên xwe yên rewa yên tetbîqa azad a dînê xwe û qebûla bi awayekî fermî weke koma dînî ji alîyê dewletê ve, belê ew herweha ji bo bandora sîyasî, bigewdekirin û xwedîparbûna di dewletê de têdikoşin (Kizilhan 2004).

Di nîqaşa zanistên civakî de di nava gelekên din de zanyarên mîna Huntington yan jî Tibi (Huntington 1996; Tibi 2005) ji mêj ve dîn di siyaseta dinyayê de weke hêzên xwedî bandor ên xweser, pêre jî weke sedemên alozîyê û guherbarên serbixwe di alozîyên bi şîddet de dîtin. Li gorî vê ji dawîya şerê sar û vir ve hevgirtin serê pêşî ne li ser hîmê berjewendîyên siyasî-îdeolojîk an jî aborî pêk tên, belê li ser xeta alozîyan a çandî û dînî pêk tên ku li gorî Huntington dikarin rê li ber şerekî çandan – “clash of civilizations [şerê şaristanîyan]” vekin. Heke em li dînî weke hêmaneke xweser û ji hêmanên din ên çandê qut binêrin, hingê em dikarin li Rojhilatê Nêzîk û Navîn behsa “clash of religions and statesystems” bikin.

Alozîyên di navbera “şaristanîyan” de piştî Şerê Cîhanê yê Duyem bi rêya şerên ji wan re yên taşeron tê gotin ên ji dema şerê sar mayî, weke amûreke “balance of power” ji bo parastina siyaseta hêzê dihatin bikaranîn. Tirsandina bi vî rengî dikare li Rojhilatê Nêzîk û Navîn jî berdêlên ji bo serhildanên bi şîddet zêde bike. Di vê siyasetê de divê serdestîya alîyê mirovî bi xwe qabilîyeta siyasî ya tevgera alîyê din sînordar bike û amadebûna wan a dana berdêlan a heyî telafî bike. Weke mînak ji vê siyasetê re mirov dikare behsa siyaseta dij-terorê ya DYAyê ya hukûmeta Bush bike (Rittberger und Hasenclever 2000).

Li hemberî vê hin zanyarên din ên weke Senghaas (1998) kêm caran dînan bi tena serê xwe weke sedema alozîyên siyasî û civakî dibînin. Li gorî vê fikrê, dîn weke encama krîzên aborî û siyasî bi qesd – ji alîyê elîtan ve – ji bo armancên siyasî tê bikaranîn. Lewma jî bipêşketina aborî û demokratîk a welatekî bi armanca dabeşkirina wekhev a şansên jîyanê tê pêşnîyazkirin da ku ev dîn ji bo armancên siyasî neyên bikaranîn. Seferberkirin û piştgirîya stratejîyên bi şîddet wê bi vî awayî were lawazkirin.

Bi vî rengî weke mînak gelek şer diqewimin li erdên di warê çandî û dînî de nisbî homojen yên weke şerê eşîran li Somalîyê, Şerê li Cezaîrê yan jî Şerê PKKê ji bo mafên siyasî û civakî li Tirkîyeyê.

Perspektîveke sêyem a konstruktîvîzmê wisa qebûl dike ku aktor di nava avahîyên intersubjektîf de bicihbûyî ne (Tishkov 1997; Hopf 1998). Bi vî awayî fikr, pîvan, nirx, îdeolojî herweha neteweperestî, etnîsîte û dîn jî dîyarker bûne di bigewdekirina fikra mirovî li ser xwe û fikra xelkê li ser mirovî de. Li gorî ka alîyên alozîyê bi çi çavî li hev dinêrin, alozî dikare mezin yan jî piçûk bibe. Heke dîn ne bi tenê weke bawerîyê lê belê weke nasnameyê were dîtin û di jîyanê de xwedî cihekî wisa be, hingê alozîya bi dînên din û dewleta xwedî zêhnîyeteke din a nasname û dîn re wê mezintir bibe. Ji bo ku rê li ber alozîyê were girtin yan jî dijwarîya wê were kêmkirin, ev fikr bi dîyalog, rohnîkirin û ji bo bawerîbihevanîna zêde dibe ya dualî qanihkirinê pişta xwe rast dike (Rittberger und Hasenclever, 2000).

Di hersê nêzîkatîyên teorîk de qebûla elaqedarîya dînan bi jîyan û alozîyan re heye. Li ser mijara qebûla tesîra dijwarker û aramker a dîn di taybetîya empîrîk de di warê analîtîk de ji hev cihê ne (Galtung, 1996; Huntington, 1996; Tibi, 2005).

Rola nû ya ku dîn li Rojhilatê Nêzîk û Navîn pê radibe wisa dîyar e, ne bi tenê ji bo Îslamê ber bi awayekî xurttir ê pêkanîna îdeolojîyê ve dibe. Ew dikare weke bersiveke li hemberî bêhêvîmana beramber bi tehlûkeya li ser nasnameyê û Integrasyonê, ku qeyranên dewletên netewe yên li Rojhilatê Nêzîk û Navîn û pêvajoya pirrî caran ji nişka ve ya globalbûnê were şîrovekirin. (Rittberger und Hasenclever, 2000; Kizilhan, 2012).

Bawerîya bi dewleta netewe lawaz dibe, lewra dîyar e elît hindikahîyên dînî û etnîk ditepisînin û/yan jî ji bo berjewendîyên xwe bi kar tînin. Şewazê tepisandinê êdî nayê qebûlkirin. Her diçe bêhtir komên dînî bi hêza xwe dihisin û doza ewlekarîya sîyasî, aborî û civakî dikin; bi alîkarîya nêrîna xwe ya dînî-siyasî dixwazin reng bidin civakê.

Dînên Rojhilatê Nêzîk û Navîn wisa dîyar e ne bi tenê nêzîkatîyên bawerîyê bi pêş dixin, ew herweha awayekî nû yê îdeolojîyan jî bi pêş dixin. Dema ev tê kirin ji bilî hîndarîyên dînî, yên siyasî, aborî û civakî jî tên bipêşxistin, yên ku li dora pîvaneke îzafî ya weke “azadî û pardarîyê” pergaleke sihê û tam a fikran ava dikin, a ku divê bi awayekî manedar organîzekirina jiyaneke civakî ya tevahîya mirovan mumkin bike. Ev îdeolojîyên dînî nêrîneke li dinyayê ya îdealîst û jîyana piştre pêşkêş dikin, rengê wê ku diviya bigire, rengê wê yê ku wê bigire. Piştre ev bi awayekî pirr zelal û berçav bi qaîdeyan tê dîyarkirin ku herkes li gorî wan divê yan jî mecbûr e bijî.

Dema ku mirov ji elewî, êzdîyên li Tirkîyeyê yan jî ji sûnîyên li Iraq û Sûrîyê, durzîyên li Libnanê bipirse, hingê ew dibêjin ew di serdema krîzeke dijwar de dijîn, lewma desthilatdarî û tepisandina çandî ya dînê pirranî yan jî nirxên van dewletên netewe ew ji dînên wan dûr kirine (Kizilhan, 2012). Ev silbûna çandî li gorî wan bi tenê bi vegera li prensîpên dînê wan û eyarkirina tevger û kirinan li gorî fermanên herî girîng dikare li paş were hiştin.

Alîgirên îdeolojîyên bi vî rengî di dînekî de halê hazir hê têra xwe bi rêxistin nebûne, belê meyla birêxistinbûnê her ber bi jor ve diçe. Ew di navbera xwe û mirovên “adetî” yên ku bi tenê seresere bi dînê xwe ve girêdayî ne, sînor datînin, lewra li gorî wan ew dînê xwe li gorî şeweyê wî yê otantîk û berfireh tênagihêjin û li gorî vê najîn.

Li Rojhilatê Nêzîk û Navîn îro nexasim îslamîzm şêweyekî serwer ê siyasî ye û mestereyên wê yên fikr êdî li seranserê dinyayê hema hema li tevahîya civakên misilman heye. Bi pirranî komên muxalif û ferdên muxalif nûnerîya îslamîzmê dikin lê belê carinan hin rejîm jî propagandaya wê dikin, çawa ku li Erebîstana Suûdî, li Îran, Sûdan û Efxanîstana dema Talîbanan û bi awayekî nermtir partîya hukûmetê ya hilbijartî AKP (Partîya Dad û Geşedanê) li Tirkiyeyê dikin. Êdî hema hema tevahîya serok û birêveberên herêmê qet nebe li hinekan ji dozên wî xwedî derdikevin, bi zarê wî dikin. Weke mijar rahiştina Îslamê di çapemenîyê de li Rojava jî pirr bi dîqet tê kirin.

Dema ku mirov li ber komên îslamî ango sunî û şîî bigire, li asteke pirr nizm û lawaz mirov dikare çavdêrîya rêxistinên neteweyî û navneteweyî, û girêdanên tevnên dînî yên komên weke elewîyan, xirîstîyanan, bahaîyan, zerdeştîyan û êzdîyan dûrî cîhûwarên xwe yên eslî bike, belê bêgoman ev rêxistin hîna di pêvajoya xwe ya destpêkê de ne. Ew di heman demê de reaksîyonek e li dijî îslamîzma li Rojhilatê Nêzîk û Navîn her diçe xurt dibe. Weha dîyar e ku ew di heman demê de şûna bereyên sîyasî yên heta niha heyî ango “rast û çepê” digirin.

Îro bi rêya hilbirandineke zêde ya pirtûk, kovar, belavokên dînî, di weşanên radyoyê û rojnameyan de, li televizyonên cihî, herêmî û bernameyên bi satelîtan li seranserê dinyayê weşanê dikin, li ser tevna înternetê, li xwepêşandanan û protestoyan, li îbadetxaneyan û avahîyên partîyan, li konferansan û semîneran, lê belê herweha li odeyên chatê yên înternetê, li qadên malbatî û qadên din ên taybet bi awayekî tijî, zêde û dijberhev nîqaş tên kirin, ka dîn û bawerîya dînî roja me ya îro xwedî maneyeke çawa ne, ka ew çawa bi nasnameya etnîk re li hev dike yan jî nake û ka divê mirov dîn û nasnameya dînî bi çi rengî pêk bîne. Dema ev diqewime sînorên di navbera dîndarîya rojane û dînê siyasî de bi rengekî mirov pê bihese zelûl dibin û dikevin nav hev.

Di asta neteweyî de carinan komên dînî li dijî dagirkerîya bîyanî dikevin nava tevgerê yan jî li dijî komên din ên dînî û etnîk li welatê xwe bi xwe yên ku rejîmê dixin ber lêpirsînê yan jî dixwazin wê bi reforman biguherin. Ev komên weke ya li dora Fethullah Gulen, li nava alîgirên xwe tevdigerin û hewl didin bersivê bidin pêdivîyên xelkê welêt da ku wî çêtir bi rêxistin bikin û sîstemekê di nava pergala dewletê de damezrînin. Ne li gorî berjewendîya wan e ku alozîyeke eskerî ya ji hed û hudûdên xwe derkeve bide der, lewra ev yek dikare ji bo cemaeta wan rê li ber tehlûkeyan veke ku mirov nikare hesabê wan bike.

Alîgir û elîtên “tevgera Fethullah Gulen” hestyar in li beramberî rewşa hissî ya xelkê, û di warê xwe li şert û mercên nû anînê de pragmatîzma xwe piştrast kirine. Komên amade ne şiddetê bi kar bînin ên ku di asta neteweyî de çalak in, ev cemaet wan weke mînak vediguherîne tevgerên nerm, reformxwaz, dema ku alternatîfên bawerî bi wan were anîn ên din ên ji bo tevgerîyanê, mesela weke partî di hibijartinan cih bigirin,  pêşnîyazî wan werin kirin. Partî û tevgerên pragmatîk ên îslamî di vê navê de li gelek civatên Rojhilatê Nêzîk xwe bi cih kirin.

Ev tevger, komên îslamî û neîslamî wê bivênevê siberojê bêhtir weke hêzên sîyasî werin fêmkirin û qebûlkirin yên ku mirov wê hevditînan li ser pirsgirêkan bi wan re bike û çareserîyên hevpar bi pêş bixe.

Lê dema ev diqewime, ew bi xwe tabi’ê pêvajoyeke fêrbûn û adaptasyona li şert û mercên herêmî ne, vê yekê ji niha ve li cem hinan kir ku çerxeke pragmatîk bidin xwe, rêbaz û armancên xwe bipîvan û nerm bikin. Pirranîya van koman xwe disipêrin siyasetê, tesîra li ser civakê û aborîyê. Li alîyê din mirov nabîne ku meyla komên dînî yên ne-îslamî hebe ji bo pêkanîn û danqebûlkirina berjewendîyên xwe şîddetê bi kar bînin, û bi tenê hindikahîyeke piçûk a komên îslamî çalakîyên çekdarî û terorîstî bi kar anîn. Ew dixwazin bi şiddetê û terorê bandorê li gel bikin (Kizilhan, 2004).

Ev komên hewl didin dînên xwe bikin îdeolojî, ser rastîya pêkhatina dîrokî û civakî ya nirxên modern û nazikî û hesasîyeta bipêşketina şaristanîya xwe digirin. Ew hukûmetên weke ya AKPyê li Tirkîyeyê, hevberpirsîyarîya siyaseta desthilatdarîyê ya rojavayî di paşvemayîn û şiddeta li Rojhilatê Nêzîk û Navîn nabînin. Lewma alozîya Rojhilatê Nêzîk ya li ser Kurdistanê û Filistînê, şerên parvekirinê yên ji bo maddeyên xam ên mîna petrolê herêm sedsala 20ê kirin yek ji navendên siyaseta dinyayê.

Ya ku nexasim bipirsgirêk ew e ku hevdû lidervehiştina dualî ya îdeolojîk rojane dibe, lewma şervanên amerîkî-ewropî û şervanên misilman û misliman û elewîyên weke mînak ji Tirkîyeyê û misliman û elewîyên ji Sûrîyeyê di bereyên şer de li hember hev in. Mirov dikare çavdêrîya senaryoyên bi vî rengî li Iraq û Efxanîstanê jî bike.

Li gorî min “relîjîyonîzm [weke tevgereke siyasî dînperestî; nota wergêr]” bersiva li krîza avahîyê ya bingehîn û veguherînên civakî yên sereke yên li Rojhilatê Nêzîk û Navîn e. Ew nexasim jî bersivê dide krîza siyasî ya dewleta netewe li herêmê û qebqebûyên globalbûna aborî. Sedema vê krîzê guherîna civakî-aborî ya bi lez a dehsalên bihurî û tepisandina komên dînî û etnîk ji bêhtirî 500 salan û vir ve ye. Dewletên Netewe yên weke Sûrîye, Iraq, Lîbya, Lubnan û heta radeyekê Îran û Tirkîyeyê dema mijar avakirina sazî û dezgehên întegreker ên mirov dikare bawerîyê bi wan bîne ye bi bin ketin, lewra van sazîyan wê  ji bo tevahîya welatîyên etnîk û dînî gihiştina şans û çavkanîyên dewletê û civakê mumkin bikira. Soza xwe ya ku serxwebûna azadî, bipêşketin û tevlîbûnê bidine tevahîya kom û ferdên dînî û etnîk bi cih neanîn.

Ji sala 1990î ve piştî ku Yekîtîya Sovyetî rûxîya û şerê sar bi dawî bû û vir ve, şemitîn û cihguhertina desthilatdarî û hêzê di sîyaseta dinyayê de pêvajoya îdeolojîbûna dînan bi leztir kir. Komên dînî xwe li cem Kapîtalîzm, Sosyalîzm û Demokrasîyê weke “rêyeke sêyem” hêza serdest dibînin.

 

Çavkanî

  • Appleby, R. Scott (2000): The Ambivalence of the Sacred. Religion, Violence, and Reconciliation (Hevnegirtina ya Pîroz. Dîn, Şîdet, û Lihevhatin). Lanham: Rowman Littlefield.
  • Fox, Jonathan/Sandler, Shmuel (2006): Bringing Religion into International Relations (Xistina Dîn a nav Têkilîyên Navneteweyî). New York: Palgrave.
  • Galtung, Johan (1996): Peace by Peaceful Means. Peace and Conflict, Development and Civilization (Aştî bi navgînên aştîyane. Aştî û Alozî, Bipêşketin û Şaristanî). London: Sage.
  • Hopf, Ted (1998): The Promise of Constructivism in International Relations Theory (Soza Konstruktîvîzmê di Teorîya Têkilîyên Navneteweyî de). In: International Security, 23: 1, 171–200.
  • Huntington, Samuel P. (1996): The Clash of Civilizations and the Remaking of World Order (Şerê Şaristanîyan û Jinûve Çêkirina Nîzama Dinyayê). New York: Simon & Schuster.
  • Kizilhan, J. (2004): Sozialisation im Krieg (Civakîbûna di Şer de). In: Sommer und Fuchs (ed.). Handbuch der Kriegs- und Friedenspsychologie (Pirtûka destan a psîkolojîya şer û aştîyê). Weinheim: Beltz Verlag (S. 357-368).
  • Kizilhan J. (2012): Oral History of the Yezidis – Recollecting and Forgetting (Dîroka Devkî ya Êzdîyan – Ji nû ve berhevkirin û jibîrkirin). In: P. Kreyenbroeck, C. Allison (Hrsg), Rembering the Past in Iranian Societies (Bibîranîna rabihurîyê di civakên îranî de), Göttinger Orientforschung: Iranica, Horrowitz.
  • Philpott, Daniel (2007): Explaining the Political Ambivalence of Religion. In: American Political
  • Science Review, 101: 3, 505–525.
  • Rittberger, Volker; Hasenclever, Andreas (2000): Religionen in Konflikten – Religiöser Glaube
  • als Quelle von Gewalt und Frieden (Dîn di nava alozîyan de – Bawerîya Dînî weke Çavkanîya Şîddet û Aştîyê). In: Deutsche Gesellschaft zur Erforschung des Politischen
  • Denkens (2000): 35–60.
  • Senghaas, Dieter (1998): Zivilisierung wider Willen (Li dijî şaristanîbûnê). Frankfurt a. M.: Suhrkamp.
  • Steinweg, Reiner (Hrsg.) (1980): Der gerechte Krieg. Christentum, Islam, Marxismus (Şerê adil. Xiristîyanî, Îslam û Marksîzm). Frankfurt
  • a. M.: Suhrkamp.
  • Tibi, Bassam (2005): Krieg der Zivilisationen. Politik und Religion zwischen Vernunft und Fundamentalismus (Sîyaset û Dîn di navbera aqlê selîm û tundrawîyê de). Hamburg: Hoffmann und Campe.
  • Tishkov, Valery (1997): Ethnicity, Nationalism and Conflicts in and after the Soviet Union: The
  • Mind Aflame (Etnîsîte, Neteweperestî û Şer di dema Yekîtîya Sovyetê de û piştî wê: TheMind Aflame). London: Sage.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
Social media & sharing icons powered by UltimatelySocial