Tebax-îlon 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Vorheriger ArtikelRêya Kabûlê
Nächster ArtikelMalbata Dedeoğlu

Seredanên Mela Mistefa Barzanî yên Îsraîlê

Di serdema ambargoya Bexdayê ya li ser Erbîlê de, ji sedê 70yê petrola Kurdistanê ji layê Îsraîlê ve hat kirîn. Tekane dewleta ku piştgirîya referanduma serxwebûnê kir Îsraîl bû. Dîsa Îsraîl bû ku li hemberî dagirkirina qismî ya Rojavayê Kurdistanê ya ji layê Tirkîyeyê ve û vekêşana leşkerên DYAyê ji Rojava, bi biryara Trump, derket. Lobîya Yahûdîyan ji bo parastin, pêşvebirin û mayîndekirina destkeftên Rojavayê Kurdistanê hewleke zêde dide.

Di çavkanîyên Îsraîl û Rojavayî de tê nivîsîn ku pêşewayê tevgera Başûrê Kurdistanê Mela Mistefa Barzanî, di salên 1968 û 1973an de du caran bi awayekî fermî çûye seredana Îsraîlê. Di nava çavkanîyên kurdî de derbarê seredanên Barzanî yên Îsraîlê kêm agahî hene. Ji bo tevgerên polîtîk û sîyasetmedarên ji Başûrê Kurdistanê, têkilîyên sîyasî, dîplomatîk, ekonomîk û leşkerî yên ligel Îsraîlê di roja evro de hê jî nepenîya xwe didomîne.

Mesûd Barzanî, di kitêba xwe Barzanî û Tevgera Neteweyî ya Kurdan de, ku nêzîkî hezar û du sed rûpel e û ji du bergan pêk tê, behsa têkoşîna tevgera demokratîk ya neteweyî ya li Başûrê Kurdistanê dike û di kitêbê de derbarê têkilîyên ligel Îsraîlê de tenê du rûpel û nîv hene. Derbarê seredanên Mela Mistefa Barzanî yên Îsraîlê di kitêbê de qet agahîyek, îmayek û şopek nîne.

Beşa aîdî vê serdemê ya arşîva Partîya Demokrat a Kurdistanê a Iraqê (PDK) “nepenî” û mohrkirî ye. Wextê ji layê têkilîyên kurd û ereban ve konjonktur û mercên serdemê li ber nezerê bêne girtin, ev çend dikare bê fahmkirin. Konjonktura sîyasî ya herêmî ya roja me, têkilîyên jeopolîtîk û hevsengîyên nû, heke li ber nezerê bêne girtin, wê demê “nepenîbûna” heyî divê bê nîqaşkirin.

Mafên federal yên Kurdistana Başûr di nava Iraqê de bi dest xistî, referandûma serxwebûnê û destkeftina Rojavayê Kurdistanê, bûn sedem ku Îsraîl di çarçoveya sîyaseta herêmî de polîtîkaya xwe ya derbarê kurd û Kurdistanê de ji nû ve zindî bike û revîze bike.

Geşedanên navborî bûn wesîle ku Îsraîl ji bo raya xwe ya giştî, medya xwe û parlamentoya xwe derbarê têkilîyên xwe yên tarîxî yên ligel Kurdistana Başûr, zêdetir zanyarîyan parve bike û qismî jî be, arşîvên xwe veke.

Guftûgoyên ligel dîplomatên Îsraîlî yên derbarê Kurdistanê de kitêb nivîsî, rojnameger û endamên îstîxbaratê yên teqawidbûyî yên ku demekê li herêmê kar kirî, di nava raya giştî ya Îsraîlê de bandoreke mezin çêkir. Yahûdîyên Nifşê Nû yên Cîhanê, ji bo parastin, pêşvebirin û mayîndekirina destkeftên her çar parçeyên Kurdistanê, bi taybet ji bo Rojavayê Kurdistanê, dest bi çalakîyên lobîyên girîng yên sîyasî, dîplomatîk, ekonomîk û leşkerî kirin.

Têkilîyên Başûrê Kurdistanê û Îsraîlê, di sala 1963yan de li ser navê polîtburoya PDKê bi Kamuran Bedirxan û Celal Talabanî li Parîsê, ligel yek ji alîkarên Wezareta Parastinê yê wê serdemê Simon Perez, ku paşê bû serokkomar jî, bi awayekî nepenî dest pê kir. Piştî vê hevdîtinê bi serokatîya Îbrahîm Ehmed ku xezûrê Celal Talabanî ye, heyetekê ku tê de Omer Mistefa Debabe û Seyîd Ezîz Şemzînî hene, li ser navê PDKyê seredana Îsraîlê kirin. (1)

Li ser navê hikûmeta Îsraîlê jî endamê bi tecrûbe yê serwîsa nepenî ya Îsraîlê MOSSADê, David Kimche, di sala 1965an de seredaneke fermî bo Kurdistanê dike. Armanca seredana Kimche ew bû ku derfeta çalakîyên leşkerî û îstîxbaratî ya Îsraîlê ya li herêmê vekole.

Kimche, di bin bandora seredana Kurdistanê de dimîne û wisa vedigere Îsraîlê. Di rapora xwe de ku pêşkêşî MOSSADê dike, dîyar dike ku, şerê kurdan yê li hemberî Bexdayê ji bo ewlehîya Îsraîlê muhim e divê piştgirî bo tevgera kurdan bê dayîn. Pirsa sereke jî ew e ka Îran di vê babetê de çawa bê qanihkirin. (2)

Pêşnîyaza Kimche ligel “Doktrîna Derdorê” ya David Ben-Gurion digunce ku ew yek ji lîderên avakar yên Îsraîlê bû. Ev doktrin îdîa dike ku, aştîya ligel dewletên ‘Ereb yên li derdora Îsraîlê ne mimkin e. Ji bo Îsraîlê ya lazim ew e ku, Îsraîl di serî de Îran (Serdema Şah), ligel dewletên Tirkîye û Etîyopyayê, kurd û xrîstîyanên libnanî yên ne ji neteweya ‘ereb, li herêmê tifaqan pêk bîne.

Îsraîl, pêşnîyaza, li hember Bexdayê, piştgirîya tevgera demokratîk a neteweyî ya Kurdistanê, dibe Îranê. Îran, di serî de ji ber daxwaza bidestxistina Şatt’ul ‘Erebê ku di sala 1937an de bi destê Iraqê ve berdabû û ji ber plana lîderê Misrê û neteweperestê ereb Cemal Abdulnasir ku dixwest Iraq û Misrê bike yek, ji bo her pêşnîyaz û çalakîyê vekirî bû Iraq û cihana ereb pê zeîf bibin.

Şah Riza Pehlewî, pêşnîyaza Îsraîlê qebûl dike. Lê, bi wî şertî ku ji bo operasyonên dê di wê serdemê de bêne kirin, tevgera îstîxbaratî ya Îranê SAVAK bê agahdarkirin.

Rehenda piştgirîya Îsraîlê bo kurdan: Parvekirina îstîxbaratê di çarçoveya menfaetên hevpar de, ji bo pêşmergeyan sîleh, muhimat û peydakirina teknîkeran; Li Kurdistan, Îsraîl û Îranê perwerdehîya leşkerî ya pêşmergeyan, ji bo çalakîyên lobîya sîyasî piştgirîya kurdan ya li DYA û Ewropayê.

Bi sedemên cuda Îsraîl û Îranê piştgirî dane tevgera demokratîk a neteweyî ya Başûrê Kurdistanê. Îranê di serî de plana stendina Şatt’ul ‘Erebê, ji bo rêlibergirtina hewlên yekîtîya Misir, Iraq û Sûrîyeyê piştgirî da tevgera Başûrê Kurdistanê. Dîsa, Îranê ji bo tepeserkirina kêşeya kurdan ya di nava xwe de ev piştgirî bi kar anî.

Peymana Otonomîyê ya 1970yî ya ku Başûrê Kurdistanê ligel Bexdayê îmze kirî, Tehranê aciz dike. Şahî tu carî nedixwest kurd bi tena serê xwe ligel Bexdayê li hev bikin. Lewra, întîqama Peymana Otonomîyê ya 1970yî, bi Peymana Cezaîrê ya 1975an, ya di navbera Iraq û Îranê de, li kurdan vegerîya û tevgera demokratîk a neteweyî ya Kurdistanê têk birin.

Her çiqas Mesûd Barzanî Îsraîlê bi nîyetxirabîyê sûcdar bike jî, ku haya wan ji komploya Cezaîrê hebû û ew agahdar nekirin, Îsraîlê her tim li hemberî Bexdayê destkeftên Kurdistanê parastîye. Hewl daye kurd mafên xwe yên neteweyî û demokratîk bi dest bixin û bibin dewleteke xweser. Armanca Îsraîlê, di çarçoveya “Doktrîna Derdorê” ya navborî de ew bû ku, Iraqa parçebûyî dê ji bo Îsraîlê kêmtir bi talûke be. Li alîyê din, divê em wê çendê jî lê zêde bikin ku, piştî ku dewleta Îsraîlê ava dibe, birina bi awayekî ewle ya Yahûdîyên kurd û

ereb ji herêmên Başûrê Kurdistanê û Iraqê, bi piştgirîya operasyonel ya tevgera neteweyî ya Başûrê Kurdistanê çêdibe.

Mela Mistefa Barzanî li Îsraîlê ye.

Di bihara sala 1968an de balafireke aîdî Hêzên Hewayî yên Îsraîlê, piştî ku barê xwe li Îranê vala dike, du rêvingên bi nasnameyên nepenî hildide û bilind dibe. Yek ji van her du rêvingên nepenî Mela Mistefa Barzanî ye, yê din jî Dr. Mehmûd Osman e. (3)

Barzanî û Dr. Mehmûd Osman li Tel Avîvê, ligel Serokkomarê Îsraîlê wê demê Zalman Shazar, Wezîrê Karên Derve Abba Eban, Wezîrê Parastinê, Serokê MOSSADê Tumgeneral Meir Amit û ligel rayedarên din ên Îsraîlê civîyan. Hevdîtin ji bo çapemenîyê girtî bûn.

Her çiqas bêhtir civînên merasimî bin jî, fokûsa hevdîtinên Barzanî yên ligel MOSSADê li ser wê çendê bû, ka dê têkilîyên ligel Îsraîlê çawa bihêztir bibin û rewşa piştgirîya ji bo tevgera demokratîk a neteweya Kurdistanê çawa be. Ji bo ku Barzanî asta serkeftina Îsraîlê ya li hemberî ereban bibîne, wî dibin Sînayê. Dîsa, wekî nîşaneya dostanîya Îsraîl û Kurdistanê rutbeya “General”îyê didin Mela Mistefa Barzanî. (Bnr. Wêne.)

Ji Kurdistanê bo Îsraîlê du dîyarî têne şandin. Yek ji wan hirçeke boz e ya ku li çîyayên Kurdistanê ligel pêşmergeyan jîyaye. Hirça boz bi operasyoneke taybet di sala 1966an de dibin Îsraîlê û ji bo Baxçeyê Heywanan ya Tel Avîvê tê dîyarîkirin. (Bnr. Wêne.)

Xelata din jî gerdenîyeke zêrîn bû ku ji layê Mela Mistefa Barzanî ve, ji bo Naomîya jina endamê îstîxbarî yê MOSSADê David Bechor hatibû şandin ku li Kurdistanê kar kiribû û bi wê egerê bi mehan ji malbata xwe dûr mabû. (Bnr. Wêne.)

Di maweya vê proseyê de, di operasyonên pêşmergeyan yên li hemberî artêşa Iraqê de guherîneke berbiçav tê ferqkirin. Wezîrê Karên Derve yê Iraqê yê wê serdemê Najî Talib, di cîvîna salane ya Civana Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de, ji Wezîrê Karên Derve yê DYAyê yê wê serdemê Dean Rusk daxwaz dike ku; “Hin hêzên nepenî alîkarîyê didin kurdan û ji bo erzaqî, sîleh û techîzatê kurd ji kê alîkarîyê distînin” bila bê vekolan.

Rusk dibêje ku; “DYA rasterast yan ne-rasterast piştgirî nedaye tevgera kurdan”. Dîsa dibêje ku; “Ji xeynî parastina serxwebûna Iraqê, yekîtîya wê û refaha wê tu menfaeteke DYAyê nîne”. Rusk sozê dide Wezîrê Karên Derve yê Iraqê ku dê vekolînê li ser wê bike ka kê alîkarî daye kurdan.

Rayedarên DYAyê di maweyeke kurt de bi hûrgilîyên rola Îran û Îsraîlê ya li Iraqê dihesin. DYA, ji Îran û Îsraîlê dixwaze ku piştgirîya xwe ya bo tevgera Başûrê Kurdistanê bi dawî bîne. Sedemê vê, ew rîsk e ya ku Iraqê biavêje koşa Yekîtîya Sovyetê. Îsraîl û Îran bi awayekî eşkere li hemberî daxwaza DYAyê radibin.

DYA ji bo kêşeya Şatt’ul ‘Ereb, ya di navbera Iraq û Îranê de, navbeynkarîyê dike. Li miqabilî birîna piştgirîya Tehranê ya bo kurdan ligel Bexdayê Peymana Cezaîrê tê îmzekirin. Ev çend tevgera kurdan heyîrî dihêle û tevger têk diçe û dikeve rewşa penaberîyê.

Di babeta têkilîyên Îsraîl-Kurdistanê de ma wextê hilweşandina tarîxa bêdeng nehatîye?

Rayedarên Îsraîlî dîyar dikin ku di pêkhatina têkilîyan de nepenîbûn, daxwaza kurdan e. Serokwezîrê wê serdemê yê Îsraîlê Menachem Begin, di 29î Îlona 1980yî de bi awayekî fermî beyan kir ku, “Îsraîlê di navbera salê 1965-75an de piştgirî daye kurdan ku li hemberî Iraqê serî rakirine”.

Mesûd Barzanî, di sala 2006an de, di maweya seredana bo Kuveytê de dîyar kir ku, “Têkilîyên ligel Îsraîlê ne sûc e. Heke Bexda ligel Îsraîlê têkilîyên dîplomatîk pêk bîne, Erbîl jî dikare konsolxaneyê veke”. Serokkomarê Iraqê yê wê serdemê û lîderê Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Talabanî, di sala 2008an de, di konferanseke li Yûnanistanê destê Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê yê wê serdemê, Ehud Barak girt û ev mesele bû sedema nîqaşên tund. Ji ber vê çendê, ew mecbûr ma ku beje, ew li ser navê YNKê tevlî civînê bûye. (4)

Di serdema ambargoya Bexdayê ya li ser Erbîlê de, ji sedê 70yê petrola Kurdistanê ji layê Îsraîlê ve hat kirîn. Tekane dewleta ku piştgirîya referanduma serxwebûnê kir Îsraîl bû. Dîsa Îsraîl bû ku li hemberî dagirkirina qismî ya Rojavayê Kurdistanê ya ji layê Tirkîyeyê ve û vekêşana leşkerên DYAyê ji Rojava, bi biryara Trump, derket. Lobîya Yahûdîyan ji bo parastin, pêşvebirin û mayîndekirina destkeftên Rojavayê Kurdistanê hewleke zêde dide.

Mesûd Barzanî di kitêba xwe ya dawîyê, Bo Dîrokê de, bi hûrgilî behsa referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê ya 25ê Îlona 2017an dike. Ew îradeya cesareta referandûma serxwebûnê nîşan dayî, li hemberî parastin û piştgirîya serxwebûna Kurdistanê ya ji layê Îsraîlê, divê qet nebe spasî li Îsraîlê kiriba. Mixabin di kitêba navborî de derbarê vê sekna bi rûmet û tarîxî ya Îsraîlê de hîç malûmatek nîne. Bêguman, her çiqas bi rêyên cuda ev spasî hatibe kirin jî, di nezera raya giştî de, nekirina vê spasîyê kêmasîyeke mezin e.

Di gotara xwe ya meha kanûna paşîn ya borî de ya bi navê “Sîyaseta Îsraîlê ya Rojava” min dîyar kiribû ku, derbarê têkilîyên Îsraîl-Kurdistanê de sê pirs hene ku divê bêne bersivandin.

Yekemin; gelo bingeha wê nêrînê maye ku, dewletên li herêmê têkilîyên ligel Îsraîlê ji bo xwe heq û rewa qebûl bikin, lê ji bo kurdan “lehnetî” û “dijminane” qebûl bikin?

Duyemîn; Peymana Îbrahîm ya ku Îsraîlê ligel Yekîtîya Mîrektîyên Ereb îmze kirî, têkilîyên wê yên dîplomatîk yên ligel Sûdan û Fasê, li herêmê hevsengîyên jeopolîtîk guhertine. Ma ji bo kurdan wextê eşkerekirina têkilîyên ligel Îsraîlê nehatîye?

Sêyemîn: Heger ne, kurd dê niha jî bi kodên berê berdewamîyê li têkilîyên xwe yên ligel Îsraîlê bikin?

Wext, guherîna jeopolîtîk ya kurdan dibîne û vekirina rûpeleke bi cesaret û bisteh nîşan dide.

Di salên dawîyê de em gotina “Êdî kurd bi xwe tarîxa kurdan û Kurdistanê dinivîsin”, zêde dibihîzin. Bêguman ev rûdaneke erênî ye û hêjayî pesnê ye. Lê mixabin kurd nikarin tarîxa têkilîyên Îsraîl û kurdan binivîsîn.

Fişara entelijansîyaya dewletên Tirk, Ereb û Faris, di vê babetê de sazîyên sîyasî û kesayetên xwedî agahî û belge tûşî otosansurê dikin. Divê ji vê fişar û nêzîkahîyê xwe bidin paş.

Heger ne, nivîsîna vê serdema bêdeng ya tarîxa Kurdistanê, dê bi texrîbad û pêşdarazîyên îdeolojîk, ji layê kesên din ve be nivisandin.

Wergera ji tirkî:

Cumhur Ölmez

Yên di wêneyî de; ji alîyê rastê ber bi çepê ve, Serokê MOSSADê Tumgeneral Meir Amit, Serokê PDKê Mela Misstefa Barzanî, Serokkomar Zalman Shazar, Albay Arieh Raz, David Karon û yek ji du kurdan Dr. Mehmûd Osman.

Tumgeneral Meir Amit û temsîlkarê Tehranê yê MOSSADê Maki Evron, seredana Mela Mistefa Barzanî dikin li baregeha wî, 1966

Barzanî ligel Tumgeneral Modi Hodi seredana fîloyek Hêzên Hewayî yên Îsraîlê dike.

Hirça boz ya ji layê Kurdistanê ve wekî dîyarî bo bexçeyê Heywanan yê li Tel Avîvê hatî dayîn û kêlîya ku ew ligel Serokê MOSSADê Tumgeneral Meir Amit dileyîze.

Rutbeya Generalîyê ya ku Îsaraîlê daye Mela Mistefa Barzanî.

Serokê MOSSADê Tumgeneral Meir Amit û Tumgeneral Rehavam Zeevi (Gandhi) li çîyayên Kurdistanê.

Nexweşxaneya Sahrayê ya ji alîyê Îsraîlê ve li Kurdistanê hatîye avakirin. Li gel doktorên îsraîlî General Zeevi, Serokê PDKê Mela Mistefa Barzanî, General Har Even û pêşmerge.

Wêne:

Navenda Mîrat û Bîranînê ya Îstîxbarata Îsraîlê.

https://www.intelligence.org.il/?module=articles&item_id=16&article_id=22&art_category_id=5

Çavkanî:

1)Mesud Barzani, Barzani ve Kürt Ulusal Özgürlük Hareketi, Cilt-II-, Doz yayınları, Sibat 2005, r. 371-373

2) Johnson and the Arab nationalsits, https://ebrary.net/67046/political_science/israeli_connection

3) Berhema navborî

4)https://raseef22.net/article/1083421-kurdishisraeli-relations-the-historical-facts-of-a-big-hoax

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar