Adar 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Qada Tahrîr, semboleke dorpêçkirî

Navenda, berî deh salan, şoreşa misrî, qada Tahrîr, li Qahîreyê, tam dibû navenda pevçûnan û livûtevgerên ku 11ê sibata 2011an gihîştin asta daxistina ji kar a serok Husnî Mubarek. Ji dema derbeya leşkerî ya 3yê tîrmeha 2013an ve, rejîmê ji nû ve dest danîye ser vê qadê û wê ji her cure şopên serhildana gelêrî xalî dike.

Her cara ku M. Nader Fahmi(1) li navenda Qahîreyê, di qada Tahrirê re derbas dibe, dilê wî zûtir lê dide. Ev ne heyecan, ne hestê bêrîkirina şoreşa 2011an, ne jî coşa wê ye ku dibin sedemê vê bertekîyê, lê belê tirs e. Yek ji têkoşerên mafên mirovan rewşa dawî weha tîne ziman: «Eger polîs gazî min bikin û ji min bixwazim ez telofona xwe ji wan re vekim, dibe ku ez werim girtin». Di 2011an de, gava hê di salên xwe yên sîhî de bû, bûbû beşdarê xwepêşandanên gelêrî yên 25ê kanûna paşîn destpê kiribûn û 11ê sibatê bûbûn sedemê îstîfakirina serokê demê Husnî Mubarek. Baş tê bîra wî ew meşên mil bi mil ên xwepêşandêrên hevgir, sloganên bilind dibûn heta erşê, ên wekî «El-cha’ab yourid isqat el-nizam» («gel hilweşîna rejîmê dixwaze») an jî «Irhal !» («Bicehime!»), û gotûbêjên sîyasî yên xweber bi pêş diketin li nava kombûnên ku li qadê pêk dihatin. Îro, ew zane ku di gumana herî biçûk de jî ew ê xwe li zindanê bibîne, li tenişt girtîyên fikrî ku li gorî Enstîtûya Qahîreyê ji bo lêkolîna mafên mirovan hejmara van girtîyan îro di navbera 60 000 û 100 000î de ye.

Ji dema ku xwepêşandanên li dijî serok Abdel Fattah Al-Sîssî -desthilatdar ji 2014an ve, piştî pêkanîna derbeyeke leşkerî li dijî serokê îslamîst Muhamed Mursî salek berê- li dilê paytexta misirî û deverên din ên welêt ketin nava livûtevgerê, di îlona 2019an de, kontrolên kêfî li kevîyên Tahrîrê tên gelemperîkirin. Rejîm tehamulê tu xwepêşandanekê nake, 900 jê li Qahîreyê, zêdetirî 4 400 kes hatibûn girtin li nava panzdeh rojên ku dabûn pey vê hilpekîna hêrsê(2). Qad, ew jî, veguherî «devereke ku dişibe biryargeha leşkerî ya ku ji alîyê polîsên sîvîl ve tê kontrolkirin», li gorî M. Fahmi. «Hejmara polîsên sîvîl zêdetir e ji ya kesên di qadê re derbas dibin. Ji timtêl û livûtevgera wan, ji simbêl û solên wan ên cîlakirî em wan nas dikin. Hewldana wan a çavtirsandinê bênavber didome.»

[emember_protected]

Ev dorpêçkirina li ser navê «têkoşîna li dijî terorîzmê» û «parastina aramîyê» tê pêkanîn, ji çirîya pêşîn a 2019an ve gihîşt asta guherandina rûçikên deveran jî. Ev çaryana sembolîk a xwedî mezinahîya 7,5 hektar (du caran li qada République ya Parîsê) veguherîye muzeyeke servekirî û ji bo Misira fîrewnî hatîye veqetandin, li gorî xwezîyên hikûmeta ku li xebatên ji bo vê yekê 8 milyon ewro xerc kirin. Kevirê çikandî yê hivdeh metre bilind ji niha û şûn ve li navenda vê girêka bajêr a bi erebeyan dagirtî, balê dikşîne. Çend nêrîyên ji perestgeha Karnak hatin veguhezandin, vê sutûna ji Ramsès II. mîrasmayî, dorpêç dikin. Li ser kevirekî pahn ê li ber lingên abîdeyê, dîroka nûjen a vî cihê wekî çar şoreşan tê vegotin: ya ji alîyê Saad Zaxlûl ve ji bo serxwebûnê di 1919an de hat birêvebirin; derbeya leşkerî ya Sûbayên azad, ku di 1952an de, komarek ava kir; şoreşa 25ê kanûna paşîn a 2011an, a ku mohra xwe li destpêka dawîya Mûbarek anî; û herî dawî jî ya 30ê hezîrana 2013an, tarîxa, bi destê artêşê, wergerandina Mursî, yekemîn serokê sîvîl ê bi awayekî demokratîk li Misirê hatibû hilbijartin. Tê destnîşankirin ku vê bûyera dawî qada Tahrîr, veguherand «semboleke azadîya misirîyan».

Qedexekirina xwepêşandanên ne fermî

Ev «azadîya» nexşkirî li ser jêra kevirê çikandî, ne mimkin e fotoyê wê ji alîyê kesên derbas dibin ve were kişandin. Ev kes herweha ne dikarin nêzî wê bibin, ne jî rûnin li ser bankên berî demeke nêz li wir hatine bicihkirin. Di meha gulanê de, rayedaran şirketa ewlekarîyê Falcon bi parastina sîteyê wezîfedar kir. Vê koma girêdayî servîsên îstîxbarata leşkerî(3) 2014an îhaleya «ewlekirina» bi qasî deh zanîngehên gelemperî bi dest xist, hem jî tam li demeke ku ev dezgeh bûbûn qadên gelek livûtevgerên li dijî rejîmê. «Tahrîr bûye wekî qadeke pir xurt di şerekî navbera du alîyan de. Alîyê ku wê bi dest dixe û lê dibe serdest, bi ser dikeve», li gorî analîza Galila El-Kadi. Mîmara plansazîya bajêr û lêkolînera zîrek li Enstîtûya Lêkolîna ji bo Pêşvebirinê (IRD), di van pêşketinên dawî de ji dema şoreşê heta niha ve cara pêşî îtîrafa «obsesyona» desthilatîyê dibîne: misirî li wir ji nû ve kom dibin.

Pir pir berîya sala 2011an, girîngîya sîyasî ya deverê digihîje destpêka sedsala XXe. Wê demê navê deverê «qada Ismaïlia » bû. Ji 1930yî ve, bi pêşengîya partîya serxwebûnxwaz Wafd, bi zirarê çaryanên din ên paytext be jî, ev dever wekî «cihekî hêrsê, azadîyê û guherînê»(4) xwe ferz dike.

Lê belê ji 1952an ve, ango ji tarîxa ku navê wê yê niha qada Tahrîr («qada rizgarîyê») lê hatîye kirin û vir ve, tenê ji bo hin kombûnên ji alîyê rejîmê ve destekkirî hatibû bikaranîn. Helbet hin xwepêşandanên îstîsna jî rû dabûn, bo nimûne xwepêşandanên xwendekaran ên 1972 û «serhildanên li dijî xizanîyê» yên 1977an. Bi vî awayî, pêvajoya salên berîya şoreşa 2011an, xwepêşandanên tevgera Kefaya («Bes e êdî»), ji bo demokratîzekirina welêt, li qadên talî ên navenda bajêr hatin lidarxistin. Mme Elham Aidaros, mîlîtana sîyasî ya perwerdekar a rabirdûya wê digîje Hevgirtina gel a sosyalîst, dotira roja 25ê kanûna paşîn, li ser tiştên rû dan, bi kurtî weha diaxive: «Şoreş êdî hat û me Tahrîr rizgar kir».

Misirîyan tundî û coşa vê serdemê ji bîr nekir. Li serdema serhildana hijdeh rojên berîya daxistina Mûbarek, li hemberî êrişkarîya polîs, birînên xwepêşandêrên li qadê û derdorê, ku li ser tevnên medya civakî hatin belavkirin, bûn xwedî tesîreke xurt li «şikandina îmaja pir xurt a hêzên polîs(5)», bo nimûne, gava mirovekî hewl da bi hêza milên xwe erebeyeke bi zirx dehf bide, an jî gava ciwanên xwepêşandêr gelek êrişên baltaguîyas (serserî) yên ji alîyê rejîmê ve dihatin birêvebirin şikandin.

Li hemberî hêza leşkerî ku dû re bû pêşenga transîzyonê û li gel Birayên Misilman li pêvajoya hilbijartina îtîrazkirî li hev kirin, qada Tahrîr ji bo hêzên şoreşger dibe herêmeke divê di dest de were ragirtin da ku livûtevger were dirêjkirin.(6) «Ewder warekî sîyasî yê rezervekirî bû ji bo protestoyên li dijî rêveberan, çi dema ku konseya bilind a hêzên artêşê çi jî dûre, dema hêzên Muhamed Morsî [di hezîrana 2012an de hilbijartî]» mijara gotinê bûn, li gorî nêrîna Mme Aidaros.

Li gel vê yekê, ev çeprastbûna rehên mezin û dagirkirina welatîyan li hev nediguncîyan. El-Kadî hingê xeyal dike ku ezmûna şoreşgerî ya vê qada gelemperî bi veguherandina şeklî bidomîne. Li ber lingên avahîyên wê yên heterojen, «bi dahfdana erebeyan ber bi kevîyan ve ew peyarêkirinê» pêşnîyar dike. Li şûna vê yekê, avakirina garajeke binerdê, bi şoreşê re rawestîyabû, bi hatina serkar El Sîssî re hat temamkirin. Çavîyên fireh ên hewadarkirinê ku hema hema nîvê qadê pêk tînin, ji niha û şûn ve şeklûşemalê qadê xira dikin û berdewamîya her cure lihevkombûnê qut dikin.

Şewirmenda li cem walîyê Qahîreyê hema dotira rojê ya şoreşê û heta 2017an, mîmarê dikaribû tesbît bike ku biryarên biserûberkirina qadê li derveyî erka vê dezgehê bûn. Ew biryar di asta bilindtir a desthilatîyê, li meqamê têkildarî «karê dewletî» hatine wergirtin. Çend roj berîya hilweşandina desthilatîya Mursî, tam jî li vê qadê bû ku artêşê tercih dikir rewabûna nîyetên xwe raxe pêş çavan. 30ê hezîrana 2013an, bi milyonan kes ên bi tankên artêşê dorpêçkirî û bi dîruşmeyên li dijî serokatîya Mursî, diherikîn ber bi Tahrîrê(7).

Ev stratejîya dagirkirinê di cotmeha 2013an de didome. Li ser platforma mezin a raserî qadê, festîvalên fermî yên «serketina» misrî li dema şerê îsraîlo-ereb ê 1973an pêşandaneke «jibergirtî-pêvekirî ya pîrozbahîyên dema Mubarak pêşkêş dikin, bi qasî tê bîra Mme Aidaros. Dîkatorîyeke nû bicih dibû, bi serokatîya El Sîssî û mareşal [Mohamed Hussein] Tantawy, rêveberê Konseye bilind a hêzên artêşê. Deshilatîyê wekî îşareta kontrola qada gelemperî bi tevahî, bi vî awayî Tahrîr dagir kir».

Di nava mehekê de xwepêşandanên ne fermî hatin qedexekirin. Di çirîya paşîn a 2013an de, li ser vê qada dorpêçkirî bi xwe, çend rayedar merasîma vekirina abîdeyeke «şehîdên du şoreşan», ku tenê di nava çend rojan de hatibû çêkirin, li dar dixin. Çend kîlometre ber bi rojhilat ve, li qada Raba El-Adaûya, tu ferşekî pahn cih nade nivîsên têkildarî bîranîna sedan mirîyên (1 200, li gorî bîlançoyeke ne fermî) ji ber zexta li dijî partîzanên Mursî, di 14ê tebaxa 2013an de hat meşandi.

Rêveberî ji navenda paytext dûr dikevin

Ji bo El Kadî, abîdeya Tahrir tenê «avahîyeke ucûbe ye». Amar Ebû Bekr jî ew bi durûtîyê sûcbar dikir. Ev hunermend li nava yek ji afirînerên nexşên fresk ên navdar ên kolana Mohamed-Mahmoud, a li tenişt qadê, cih digire. Wî li wir rojane şoreş xêz dikir û sûretên «şehîdan» çêdikirin, sûretên bi sedan xwepêşandêrên ku hatin kuştin û hê jî edaleta li pey digerîyan pêk nehatîye. Ji bo protestokirina xwedîderketina bîranînê ya rejîmê, wî ji nû ve «dîwarê şehîdan» bi tewek boyaxa dişibe kamûflaja leşkerî vekir..

Li dawîya mijdara 2013an, şoreşger abîdeya komployê talan dikin. Lê belê di sêyemîn salvegera şoreşê de sembola Tahrîr qet’îyen nebû hedefa wan. 25ê kanûna paşîn a 2014an qelebalixeke ku bi baldarî hatîye neqandin û ji alîyê artêşê ve dorpêçkirî hem salvegera şoreşê hem jî jî cejna polîsan pîroz kirin(8). Sala da dû, tenê bi qasî deh mîlîtanên Hevgirtina gel a sosyalîst hewl didin bûyerê li cih bibîr bînin. Di dema vê meşê de, polîsek êrişî Şayma Sabax dike û guleyek li stûyê vê hunermenda ku endama vê partîyê ye dixe. «Wê nekarî xwe bigihîne Tahrîrê, li gorî şahidîya Mme Aidaros. Peyama rejîmê pir vekirî bû: divê tu kes nêzî Tahrîrîê nebûya, ne jî hewl bida xwepêşandanekê pêk banîya. Lîstik êdî bi dawî bû.»

Mehek piştî vê cînayetê, stûneke bilind a ala misirî, li navenda qadê tê çikandin. Bi gotinên îronîk ên mubtelayên berê yên Tahrîrê ew di cih de wekî «pal de la révolution» tê binavkirin. Di îlonê de Zanîngeha Amerîkî ya Qahîreyê, a li devereke pir nêz, yek ji dîwarên xwe yên derve hilweşand û bi vê yekê re hema hema tevahîya freskên bi destê Ebû Bekir li kolana Muhamed-Mahmud hatibûn çêkirin, parçe parçe kirin. Bi vî awayî, bermahîyên serhildanê yek bi yek ji holê hatin rakirin, eynî wekî blokên beton ên xwegihandina ser qadê asteng dikin û ji holê rakirina wêneyên di dema serhildanan de hatibûn çêkirin(9).

Ev jêbirin bi dîyardeya ku reveberîyên dewletê navenda paytext terk dikin, hê zêdetir beloq dibe. Di 2016an de, wezareta pir tirsnak a karê hundir a li tenişt qadê, bi vî awayî ber bi kevîya bajêr cih veguhezt. Di 2021ê de hin rêveberîyên din divê bidin pey vê tevgerê ji bo xwegihandina paytexta nû, projeya-sereke ya serok El Sîssî, ku niha li rojhilatê Qahîreyê di rewşa înşaetê de ye. Li pêşberî qesra paşerojê ya serokatîyê, desthilatîyê dest avêtîye avakirina qadeke nû, ya veşûştî ji her cure sembolên şoreşgerî. «Ev “qada gel” wê merasîmên cenaze yên leşkerî pêşwazî bike», bi van gotinan pesnê projeyê dide M. Hicham Naguib, berpirsîyarê ragihandina paytexta nû. Navenda bajêr a dîrokî ew jî wê were «valakirin ji wateya xwe, bi bêparmayîna ji çalakîyên rêûresmî», li gorî tesbîta El-Kadi. Ev ew in û herweha bicihkirina Zanîngeha Qahîre li ser kevîya hember a Nîlê ye, ku şeklûşemalek didan Tahrîrê, li navenda qada protestoyan, li destpêka sedsala XXe heta şoreşê.

Ebû Bekir li ber windabûna freskan nakeve: «Ew beşeke dînamîkekê bûn. Eger herikîna vê were astengkirin, tu sedemeke wan tune ku ev rewşa wan were parastin.» Hin mîlîtanên din qet nebe wisa bawer dikin ku divê hişê cihan were parastin. Nêzî heşt sed û pênc û heşt saet vîdeo yên ji alîyê collectîf Mosireen ve di navbera 2011 û 2014an de tomarkirî, bi vî awayî wekî «arşîva berxwedanê(10)» li ser înternetê hatine barkirin. Yek ji endamên collectîfê dibêje: «Ev ne tenê pirgirêka parastinê ye, lê belê herweha derfetên peydekekirinê ye. Ev ne tenê arşîvek e; ev cebilxaneyek e ».

Herçendî hêdî hêdî ji bîrewerîya xwe ya sîyasî û şoreşger hat dûrxistin jî, Tahrîr hê jî dimîne wekî şanoya çalakîyên nadîr ên sembolîk, bo nimûne bûyera mijara 2020î, gava ku zilamekî fîlmê xwe dikişand li kêlîya çalakîya xwe şewitandinê ya ji bo protestokirina gendelîya rejîmê. Tevî obsesyona hêza jêbirina dîroka vê qadê jî, nasnameya wê ya dijber wê bidome.

* Rojnamevan.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

[/emember_protected]

_____

1) Ji ber sedemên ewlekarîyê, muxetebê me xwest ku navê wî were guherandin.

2) Rapport bi erebî li ser malpera ragihandina misrî ji bo mafên mirovan û azadîyan heye, www.ec-rf.net

3) Yezid Sayigh, «Owners of the Republic: An anatomy of Egypt’s military economy», Carnegie Middle East Center, Beyrouth, 18.10.2019.

4) Galila El-Kadi, «Qadên hêrsê û guhertinê» (bi erebî), Amkenah, n° 11, Alexandrie, çirîya pêşîn 2014.

5) Leyla Dakhli (dir.), «Bêminetkirina desthilatdarîyê. Mirovê li dijî erebeyên bi zirx», Gîyana serhildanê. Arşîv û nûçeyên şoreşên erebî,, Seuil, Paris, 2020.

6) Mona Abaza, «Post January Revolution Cairo : Urban wars and the reshaping of public space», Theory, Culture and Society, vol. 31, n° 7-8, Londres, 30 septembre 2014.

7) Binêrin li nivîsa Alain Gresh, «Li Misirê, şoreşa li bin sîya leşkeran», Le Monde diplomatique, tebax 2013.

8) Céline Lebrun, «Şoreşa misrî li prîzmaya bîranînên wê de (2011-2016)», li bin çavdêrîya Assia Boutaleb û Choukri Hmed, Université Paris 1 Panthéon-Sorbonne, hezîran 2017.

9) Laura Monfleur, «Bi palpişta dîwaran. Ewlekarin û xebatên sîyasî li navenda bajarê Qahîreya piştî şoreşê (2014-2015)», Misir -Cîhana erebî-Monde arabe, n° 16, Qahîre, 15.10. 2017.

10) Vidéo li vê navnîşanê dikarin bên peydekirin: https://858.ma

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
Social media & sharing icons powered by UltimatelySocial