Sibat 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Serdema fînansa otorîter

«Dînîtî», «şaşî», «tevgera tesadufî»… Ji referandûma 2016an ve, Breksît pir caran wekÎ fêkiyê pêkhateyeke şertûmercên xirab hat pêşkeşkirin. Li gel vê yekê jî ew tam bersivê dide bendewariyên sînorekî fînansê, ku sererastkirina ewropî -herçendî ditirse xwedî hêzan himbêz bike- zêdetir nerihet dike.

24ê hezîrana 2016an, serê sibê, cîhan keşif dike ku, ji bo pirsa: «Divê Qralîyeta Yekbûyî  (Brîtanya) wekî endama Yekîtîya Ewropî bimîne an jî jê derkeve?», % 51,9  beşdaran ev bersiv dane: «leave» (bila jê derkeve»). Ji bo gelek kesan, ev encam surprîzek e: Bajarê bi hêz, ku desthilatên li Londonê gişan ew biheyran û qurban delalî dikir, wekîe ku bi yekdengîyê alîgirên «Remain» («mayîn»ê bûn). Baş e çi qewimîbû? Gelo karsazên fînansê yên herî bi hêz ên Ewropayê derfeta wan têrê nedikir dengê xwe bidin bihîstin li ser pirseke ku wê tesîr li paşeroja wan bikira?

Seferberîya bi heytehol û xirecir a ku Bajêr ji bo «Remain»ê bi rêve dibir dîsa jî di nava xwe de yeke din vedişart, yeke serwexttir, lê belê jê pir girseyîtir. Em şopên wê li nava daneyên ku ji alîyê komîsyona hilbijartina brîtanî ve hatin dîyarkirin dibînin. Ji van daneyan sê çavdêrî dikarin werin binxêzkirin. Ya pêşî, sektora fînansê ji sêyan duduyê veberanîna xwe xist nava referandûmê ji bo destekdayîna «Leave», dema ku, ji alîyê xwe ve, sektorên pîşesazîyê pir kêmtirî nîvê sermayeya xwe xistin navê. Li hemberî ji sedî 57ê hatinên seferberîya ji bo «Leave» ku çavkankîya wan sektora fînansê bûn, yên alîgirên «Remain»ê tenê ji sedî 36 bûn ev jî tê wê wateyê ku ya herî «fînansîyer» a du seferberîyan ne ew a ku tê bawerkirin bû-. Ya dawî jî, du komên karsazên finansê bûn xwedî helwestên ji hev cuda.

Ji hêlekê ve, nûnerên «fînansîkirina yekem» -banka, sîgorta, şirketên şêwirmendîyê, ragihandin û agahdarîyên fînansî, navbeynkarî, pevguhertin, veberanîna dezgehî (fonên xanenişînîyê jî di navê de)-, ku xwe dispêre awayê teserûfa bi bangeke gelemperî a ji bo feîza demekurtî li nava hîseyên li pîyaseyên borsayê tê razandin. Ev awayê zengînbûnê nayê wateya dewrkirina şirketan li karsazên xwedî fînans: Ev ên dawî bi giştî xwedî awayekî rêvebirina pasîf in û venêrîna şirketan radestî menajeran dikin. Ji hêla din ve, endamên «fînansîkirina duyemîn»: sektorên rêvebirina alternatîf a malûmilk, sermaye-veberanînê û hedge funds (fonên parastina ji rîskê). Ev ên han bang li dezgehên taybet dikin ku ji bo di demeke navîn de pereyên xwe razînin nav aktîfên derveyî bazarên li bin kontrola xwe. Awayê rêvebirina wan alternatîf e gava ku ew nîsbeten ne girêdayî pîyaseyên fînansê be, çi bi veberhênana xwe ya nelîstekirî, çi jî bi neguncavbûna xwe li gel sektorên pir bi rîsk ên pîyaseyên borsayê. Daneyên fînansmanê yên du seferberîyan îşaret bi rewşeke zelal dikin: ya alîgirîya «Remain»ê bi radeyeke mezin ji alîyê aktorên fînansîkirina yekem ve û ya alîgirîya «Leave»ê jî ji alîyê yên duyem ve (heta bigihîje ji sedî 94ê tevahîyê) hatin fînansekirin.

«Singapûr li ser Thamesê»

Tevî ku sererastkirina ewropî gelek caran ji alîyê lêgerînerên rexnegir ve wekî formeke destûrnameyî ya ber bi neolîberalîzmê, wekî hewldaneke desteserkirina serwerîya gelan ji bo feydeya fînansê, bi gotineke din wekî operasyoneke pir baş a dezgehî ji bo sektorên fînansî yên ewropî hatibe pênaskirin jî, di çavên aktorên duyem ên fînansîkirinê de ew hê jî têra xwe nelihevker e. Bi veqetîna ji Yekîtîyê, ew hêvî dikin hevsar bikeve destê wan ji bo veberanîneke li gorî dilê wan, rizgarbûyî ji venêrîna brukselî ya ku ew zêde asteng dikirin.

Aborîzan Savvas Savourî, yê ji fona Toscafund Asset Management, weha tîne ziman ji bo hejmara Le Monde a 14ê gulana 2016an «acizîya xwe ya ji retorîka dij-Breksîtî» ya ku bû benîştê devê herkesî di dema seferberîya referandûmê de. M. Savourî gotinên xwe weha didomîne: «Ev gef giş wekî ku di guhê min de zingînîyê dikin. Me du û nîv milyar sterlîn xist karê avahîyan û şirketên brîtanî. Eger em bi fikar bûna ji encamên aborî yên ji veqetîneke Brîtanyayê, me yê bigota. Berevajî, tiştekî wisa wê bibûya firseteke zêrîn ji bo mezinbûna welêt.» Li gorî nêrîna wî, di demedirêjîyê de rîska herî mezin a fînansî ya veqetîna ji Yekîtîya Ewropayê jî bi qasî ya asêmayîbûna li hundir ne mezin e.

M.Roger Bootle, avakarê Capital Economics, şirketa serbixwe ya şêwirmendîya makroaborî, û qunciknîvîsarê heftenameya rojnameya Daily Telegraph, vê analîza xwe parve dike: «Derketina ji Yekîtîya Ewropayê wê were wateya vebûna li cîhanê. Ka bala xwe bidin van encamên aborî yên felaketî yên Ewropayê dema ku bi yên me, yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê an jî deverên din ên cîhanê re tên muqeyesekirin.» Endamê koma aborîzanên serbixwe, Economists for Free Trade (ku berê wekî Economists for Brexit dihat binavkirin) M. Bootle, ku fîyet û kêmkirinên ji alîyê Brukselê ve hatine ferzkirin rexne dike û li gorî wî Breksît ji bo Qralîyeta Yekbûyî şertê berdewamîya sivikkirina rêzikên fînansî ye.

Projeya fînansorên alîgirên Breksîtê bi vî awayî derdikeve holê: veguherandina Bajêr li cureyekî platforma offshore. Bankavanê veberanînê û trader (bazirgan)ê berê Marc Fiorentino vê îzahê dike: «fînansor xeyal dikin ku London bibe Sîngapûr a di asta cîhanî de û bibe herêmeke bi temamî berîkirî ji her cure asêkirinên rêzikan ên ewropî, ku li wir hemû hêzên aborî û fînansî karibin bi serbestî karên xwe bimeşînin, bi awayê hindik lê rindik, ango cîhaneke fireh a stara bacî.» Projeyeke ji alîyê çapemenîya brîtanî navê «Sîngapût-li ser-  Tamîzê» lêkirî.

Wekî nîşana deman, patronên duyemîn fînansîkirinê bi hatina M. Boris Johnson a numera 10 Downing Street re di 2019an de dest bi bicihbûna li taxên xwe yên Westminster dikin. Nûnerên sektorên fînansî yên kevneşopî ku derîyên ku nêzî sî sal e di destê xwe de digirin, ên wekî Mme Andrea Leadsom, bankavana veberanînê li cem Barclays û sekretera karûbarên dewletê di mijarên enerjî û stratejîya pîşesazîyê de, an jî M. Sajid Javid, bankavanê veberanînê li Deutsche Bank û şansolîyeyê Échiquier (wezîrê fînansan) heta sibata 2020î diparêzin. Lê belê ew niha bi megafonên fînansa nû bi hev re di nava reqabetê de ne.

L.Richard Tice, gerînendeyê fonên avahîyan, bi vî awayî di sala 2019an de wekî parlamenterê ewropî hat hilbijartin. Rêveberê dîrokî yê koma Leave Means Leave, ew dû re jî ji alîyê M. Nigel Farage ve wekî serokê salê yê Brexit Party hat tayînkirin. Hevavakarê hedge fund Somerset Capital Management, M. Jacob Rees-Mogg xwe digihîne asta wezîrê têkilîyên li gel Parlamentoyê. Herî dawî jî, M. Rishi Sunak, gerînendeyê hedge fund The Children’s Investment Fund Management, dibe şandolyeyê Malîyeyê li şûna M. Javid di sibata 2020î de.

Projeya Breksîtê bi qasî ku ji îdeolojîya lîbertarîyen îlhamê werdigire, ji ya ramanên neolîberal ên xwe dispêrin avabûna ewropî îlhamê wernagire. Lîbertarîyanîzm dikare wekî doktrîneke aborî ya ku sînorkirina her awayê destwerdana dewletî li derveyî garantîya malûmilkê taybet û li dijî kolektîvîzmê ji xwe re dike hedef, were pênasekirin. Ev îdeolojî herweha bi pêwendîyên navbera dewletan re jî têkildar e. Ew ji alîgirên xwe dixwaze bibin xwedî helwestên îzolasyonîst, lê belê nekevin pozîsyona parêzvanîyê. Reda sererastkirna dewletî dibe bersiva dijberîya her sazîbûneke têkilîyên navberdewletî, ku forma wê maye li ser teqdîra tenê partîyên ku îmza xwe datînin bin peymanên bazirganî yên bi berjewendîyên wan ên aborî re diguncin.

Libertarîyanîzm, wekî yekane pergala civakî ya pala xwe dide venasîn û parastina mafên takekesî, kapîtalîzma bi temamî li derveyî rêzik û qaydeyan diparêze, û bi vê yekê re, wekî tercîha sîyasî jî her cure destewerdanên li têkilîyên civakî qedexe dike. Ew ji xwe re dike armanc ku civakîbûnê li ser yekane serwerîya sincî, sîyasî û aborî ya takekesan saz bike. Chris Hattingh, analîstê Free Market Foundation, think tankeke libertarien a di 1975an de avabûyî, di kanûna 2019an de weha dinivîse: «Bexişandina azadîya bazirganîkirinê li mirovan mafekî radîkal e. Destûrdayîna sazkirina şirketên nû, yên berîkirî ji her cure rêzikan, radîkal e. Venasîna mirovan wekî takekesên cihrêreng ên xwedî kabîlîyeta lêkolînkirina li ser bextîyarîya xwe bi awayekî ku ew bi xwe wê pênase dikin, radîkal e(1).» Wekî ku Gilles Dostaler dinivîse, libertarîyen di mijara kêmkirina rola dewletê de wê ji neolîberalan pir dûrtir herin, «ji ber ku ne tenê perwerde û hilberîna hin binesazîyan ên wekî sîstema veguhestinê, lê herweha fonksîyonên serwerîyê jî divê ji destê dewletê werin derxistin. David Friedman, kur] Milton, taybetîkirina hêza polîs, ya edalet û parastinê jî pêşnîyar dike. Tevgera anarşo-kapîtalîst jinavbirina tevahîya dewletê li gel taybetîkirina hemû fonksîyonên wê, yên ku Adem Smith jê re vediqetandin jî di navê de, ji xwe re dike hedef: artêş, polîs, dadgerî(2)».

Libertarîyanîzm pevekirina (artikulasyona) sîstematîk di navbera kiryarên takekesî û formeke başîya hevpar de pêşnîyar nake. Liberalîzma smithîyen berjewendîya giştî wekî berhevoka berjewendîyên takekesî difikirî. Li gorî wî qanûnên xwe dispêrin dengdayînên demokratîk ji hêla takekesên serwer ve, wan berjewendîyên takekesî çarçove dikin. Neolîberalîzma Friedman, Friedrich Hayek an jî ya Ludwig von Mises başîya hevpar ji nû ve anî qada aborî, lê belê berdewam dîsa jê asoyekî doktrîna aborî saz kir. Parastina radîkal a malê taybet û azadîya divîyabû refaha giştî bi xwe re bîne û ji ber vê yekê jî bibe sedemê pêşketina civakî. Lîbertarîyanîzm, berevajî, helwesteke etîk a azadîyê bêyî hesabkirina tesîrên wê yên li ser başîya hevpar diparêze: encamên wê çi dibin bila bibin, berî her tiştî pêşxistina azadîyê rast û xwezîya dil e.

Palpişta wê ya ji bo kapîtalîzma ‘bihêle-bila çêkin’ xwe dispêre fikra ku li gorî wê tenê sîstemeke aborî ya bi sinca lîbertarîyen re li hev digunce mijara gotinê ye û pala xwe nade bawerîya serdestîya kapîtalîzma dikare ji her awayekî din ê hilberînê zêdetir zengînîyê bigewde bike. Cudatir ji lîberal û neolîberalan, ku helwesta encamgir a azadîyê dipejirînin, lîberterîyen xwedî helwesteke deontolojîk in: azadîya berhevkirinê dibe rewşa mafdarkirina xwe bi xwe.

Ev tevn ne tenê brîtanî ye: Tufton Street dikeve nava nexşa wêdetirî atlantîkê ya Atlas Network («Tevna Atlasê»). Ev çar sed rêxistinên galaksîyeke sîyaseten hevgirtî pêk tînin, bi lîbertarîyanîzma xwe û girêdanên xwe yên li gel «rasta alternatîf» (alt-right) a amerîkî û li gel kevneparêzên ku alîgirîya Breksîta Qralîyeta Yekbûyî dikin. Ew komek fikrên ku projeya sîyasî ya fînansîkirina duyem pêk tînin berhev dikin û li hev digihînin: lîbertarîyanîzm, şopandina xebata thatcherî, gumanbarîya ji Ewropayê, atlantîzm, otoîtarîzm û gumanbarîya avhewayî.

Lîbertarîyen ji alîyê aborî ve, rejîma sîyasî ya berhevkirina soza wê ji alîyê fînansîkirina duyem ve hatîye dayîn jî, sîyaseten otorîter e. Wekî dijmina her çerxa ji nû ve belavker a şertên bingehîn ên hebûnê (tendirustî, perwerde, lêxwedîderketin) ji bo nifûsê misoger dike, ew bi zexta tevgerên civakî û ya kêmkirina azadîyên gelemperî, bi taybetî bi xurtkirina kontrola veguhestin û xweîfaderkirinê, rêbazeke bijarte ya afirandina nîzameke civakî saz dike. Ev yek tenê wekî dîmen bi îdeolojîya lîbertarîyen re lihevhatî ye. Eger ew ne beşa bingehîn a prensîbên wê be jî, encama wê ya pratîk e. Li rewşa nebûna rejîmeke mafdarkirina sîstematîk û amûrên darayî yên dabînkirina (telafîkirina) newekhevîyan û xizanbûna beşeke nifûsê, tenê dimîne bikaranîna hêzê wekî awayê sererastkirina jîyana civakî. Azadî tên fedakirin ji bo xatirê parastina ya esasî ji nav yên xwe: ya xwedîbûn û berhevkirinê.

Di herikîna salên 2010î de, ev fikir bi taybetî bi navgîna rêzek dezgehên hilberîna ramanê yên bi giştî li bin navê «Tufton Street» bi referansa kolana Westminster, a Londonê ku navnîşana gişan jî li vê derê bû, dihatin belavkirin. Di navbera numereyên 55 û 57 ên kolanê de, Adam Smith Institute (Ensîtûya Adam Smith), TaxPayers’ Alliance (Hevgirtina kesên bacê didin), Leave Means Leave (Veqetîn terkkirin e), Global Warming Policy Foundation (Weqfa Sîyaseta Germkirina Cîhanî), Centre for Policy Studies (Navenda ji bo Lêkolînên Sîyasî) û Institute for Economic Affairs (Enstîtûya Karûbarên Aborî) jî cih digirin. Ev dezgehên hilberîna ramanê bi piranî ji alîyê sektorên fînansîkirina duyem û herweha sektorên din ên aborî yên hevalbend (ên wekî karûbarên avakirinê yên gelemperî, pişesazîyên enerjîya fosîl û titûnê) ve tên fînansekirin.

Sinifeke ne li bin gefa tu tiştî

Ji bo birêvebirinê, wekî ku destekvanên fînansîkirina duyemîn pêdivî bi demokrasîyê tune. Ew dijber in li hemberî fikra marksîst a dibêje komara demokratîk wê forma hikûmeta herî guncav a serdestîya burjuwazîyê be. Ev yek bi taybetî xwe dispêre sebeba ku ev serdestên nû, di bikaranîna hêzê de, ji alîyê bijarteyeke din a raqîp ve nayên tehdîtkirin. Li destpêka sedsala XIXemîn, li hemberî berjewendîyên komên din ên feodal û arîstokratan ku hê jî pir populer bûn li nava beşeke gundewarîyê, ji bo burjûwazîya bilind dibû, bidestxistina rewabûneke li derveyî qanûnan, xwedî girîngîyeke jîyanî bû. Li dijî reforma muhtemel a koaolîsyona berjewendîyan a navbera arîstokrasîya axê û çînên gundî, ku bi qasî hezar salan serdest bû, burjûwazî neçar ma têkoşînê bimeşîne. Di vê kontekstê de, îcada nû ya demokratîk a xwe dispêre fikrê gelekî serwer destek dida şoreşa burjûwa. Lê belê, vê gavê, li dijî burjûwazîyê çîneke din a namzeda desthilatîyê ne di nava reqabetê de ye. Îca, di rewşa nebûna tehdîda monaşîk an jî sosyalîst de, gelo hê jî tu berjewendîyeke burjûwazîyê di demokrasîyê de heye?

* Her du jî civakzan, nivîskarên berhema Fînansa otorîter. Ber bi dawîya neolîberalîzmê (Raisons d’agir), 2021, ku ev nivîs jê hatîye wergirtin.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

__________

1) Chris Hatting, «Kapîtalîzm, yekane çareserî ji bo rizgarbûna ji xizanîyê û azadbûn», Contrepoints, 30 kanûna pêşîn 2019, www.contrepoints.org

2) Gilles Dostaler, «Kapîtalîzm û lîberalîzma aborî», li Renaud Chartoire (dir.), Deh pirsên li ser kapîtalîzma îro, Éditions Sciences humaines, Auxerre, 2014.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
X

Passwort vergessen?

Mitglied werden!

  • Sign Up
Passwordîfreya xwe winda kir? Ji kerema xwe navê bikarhêner an navnîşana e-nameya xwe binivîsin. Hûn ê ji bo afirandina şîfreyek nû bi riya e-nameyê girêdan bistînin.