Gulan 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Na-radîkalîzasyon, sedemên fîyaskoyekê

Di serê salê de, li parlementoyê bi projeya qanûna «şidandina prensîbên komarê» di qada giştî de cihê dîn û ayinê careke din kete rojevê. Li vir kêmasîyên polîtîkayên pêşî lê girtina «radîkalîzasyonê» hate binxêzkirin. Wer xuya ye dersên ceribandinên ku di navbera salên 2016 û 2017an de li «navenda na-radîkalîzasyonê» -ku di qada xwe de yekem e- pêk hatin encam negirtîye.

Piştî pênc sal û nîvê ku li ser êrişên Parîsê derbas bûn, pirsa ku qada giştî dagir dikir, îro jî bi heman şiklî di rojevê de ye. Çi dikaribû pêşî li ber şîdeteke bi vî rengî bigre? Gelo meriv çawa dikeve nav rewşeke bêtarîf? «Radîkalîzasyona» tundî di serî de weki mijarek sipartina hêzên ewlehî-polîsîye dihat dîtin. (1) Ev yek, piştî her qetlîamê rê li ber niqaşên bê ser û ber ên di navbera oryantalîstan de ku resterast an neyekser bi motifên polîtîk, dînî-ayinî ve girêdidan vekir.

Ev bûyer, kesên ku «nirxên komarê» didarizînin û ku ji hêla «komunîtarîzma» misilmanan ve têne pirsîyarkirin, xurt dike. Ev yek dê civaka fransî ji hundir de birizîne. Wan ji bo restorasyona yekîtîyê gav bê avêtin, bangawazî dikir. «Rêzgirtina ji nirxên me re» li beşek ciwanan, nemaze ciwanên li taxên populer ku hertim ji nebûna hemwelatîyê guman dikin. Lê komar çawa (ji nû ve) çêdibe? Gelo mirov çawa dikare nirxên ku di bin navê civaka neteweyî de li her zarokî telqîn bike?

Asteng kirin û pêşî lê girtina şîdetê tiştek e, daxwazkirina korpusek fikran tiştek din e. Li hemberî meseleyên çendî aloz û dijwar, sîyasetmedar çareyê, serlêdana rêyên ewlehîyê û nemaze bi rîya qanûnan rasterast an neyekser xuyabûna Îslamê di qada giştî de dikin hedef. Û ev ji vê yekê jî razî ne.

Lê belê, di dema pêla êrişên terorîstî ya di salên 2015-2016an de, hikûmet li hember van bûyerên ku wekî epidemîya «radîkalîzasyonê» dihat nirxandin, neçar bû ku çareserîyek bilez pêş bixe. Plana Çalakîyê ya li dijî Radîkalbûn û Terorê (PART), ku di 9ê gulana 2016an de ji hêla Serokwezîrê wê demê, Manuel Valls ve hate pêşkêşkirin, nemaze li ser bingeha avakirina sazîyên ku li ser «kesên radîkal» hate sekinandin.

Di îlona 2016an de yekem Navenda Pêşîlêgirtin, Entegrasyon û Hemwelatîbûnê (CPIC) ku di qada xwe de tenê ye, li nêzê bajarokê Chinonê, li herêma navendî hate vekirin. Armanca vê navendê, ciwanên «di pêvajoya radîkalbûnê» de ku ji hêla parêzgarî û malbatên wan an jî ji hêla sazîyên ku ji çalakîyên tundî dûr dixin de hatin dîyarkirin bihewîne. Ne eşkerekirina nasnameya wan, ne jî «di bin kontrola dadê» li beşdarvanan hat ferzkirin, divîyabû ev yek di çarçoveya bernameyê de bi dilxwazîya wan pêk bihata. Di vê navendê de, heya ku beşdar bikaribin pîşeyekê bidest bixin, piştgirîya psîkanalîtîk, civakî û zanistî ji wan re hate pêşkêşkirin.

Valls tekez kiribû ku projeya ku divîyabû mîsyona nûvegerandina komarî misoger bike, dekoreke welatparêzî û leşkerî vedihewîne û îlhama xwe ji sazîyên dewletê yên parastinê (Epide) wergirtîye. Divîyabû xwendekarên dibistana leylî tevî unîformayên xwe beşdarî sirûda neteweyî ya Fransî (La Marseillaise) bibin. Di vê navendê de şertên jîyanê îlham ji navendên perwerdehîyê yên girtî (CEF)-alternatîfa girtîgeha vekirî digre. Di jîyana wan a rojane de bernameyên şid, berdewamîya aktîvîteyan, rêzgirtina otorîteyê hene.

Her çendî mijara olî pirseke navendî be jî, ew ji hêla di bin sîya çarçoveya laîk a ku li ser vê sazîya dewletê ve hatî ferzkirin de dimîne. Ji ber vê yekê xwendekarên dibistana leylî bêyî cihekî taybet û nimêja cimaetî tenê dikaribûn li derveyî wextê xebatê, di odeya xwe de, serê sibehê û derengê şevê ibadetên xwe bikirana, ev yek jî ku ihtîmala gelek gelemşeyan dê derxista holê.

Ev proje di demeke kin de ji ber nakokîyên navxweyî hilweşîya. Tiştê ku raya giştî li bendê bû pêk nehat û tenê hejmarek pir hindik li navendê bi cih bûn. (Tenê ji sedî 5ê kesên ku hatine dîyarkirin krîterên ku dihatin xwestin dihewandin.) Di alî din de dilxwazên ku hejmara wan kêm in nedihatin dîtin.

Tu kesî bername heta dawî neşopand. Hin kes ji wan îfşa bûn, hin ji wan ji hêla dadgehê ve hatin girtin û hinên din jî bi tenê mafê xwe yê teqawîdîyê bi kar anîn. Navend, ser vekirina wê de hê şeş meh derbas nebûbû vala bû, di encamê de der dora sîh xebatkarên pispor li nav rastê man.

Her çiqas di asta pratîk de ev yek têkçûneke mezin be jî, di warê sîyasî de cihê xwe girt. Li hemberî hewldanên ku hîn mîna «veqetînxwaz» nayê binavkirin, hikûmetê dixwest bide zanîn ku ew li dijî bersiveke zexme e: ev xortên ku bi avê de diçûn dê  bi şiklekî leşkerî bihatana nav avên girtî yên Komarê. Dihat xwestin ku ev proje deng bide, lê belê ji manîpulasyona sîyasî û medyayî ne ciwan, ne jî xebatkarên navendê feyde girtin.

Hevpeyvîna ku hema bêje bi hemû xebatkarên CPICê (ku ji sih kesan pêk tê) re hate kirin bi me zehmetîyên ku proje pê re rû bi rû maye nemaze nakokîyên ku derbe li xebata kolektîf da radixe pêş çavan.

Hîyerarşîya ku ji sazîya Epidê dihat (Epid: Sazîya ji bo entegrasyona kar) û ku bi rêbazên leşkerî tevdigerîya, di adaptasyona li gel ekîbên ku piranî ji sazîyên alîkarîya sosyal ya ji bo zarokan dihatin zehmetî dikişand.

Karê ku bête kirin, li derveyî xebata civakî dihat dîtin. Pênasekirina wê ya ku hîn flottante ye, di navbera perwerdekarên xwedî tecrûbe ên ku dixwazin li ser bingeha avakirina pêwendîyek empatîk tevbigerin û hîyerarşîya wan a ku têgihînek bêtir otorîter a perwerdehîya ku lê sembolên welatparêzî cihekî navendî digre. Ev pevçûna çandên profesyonelî ya ku di sazîyeke rexnekirî de çêbû ew çend hovane bû ku bû laboratûwarek ji bo çalakîya gelemperî.

Perwerdekaran nexwest bikevin bin barê xebatên ku bi şêwazên leşkerî pêk tên. Li hemberî hîyerarşîyek ku wekî “biserketin “ dihate dîtin, tenê- rastîya hêsan a “komkirina selefîyan li ber alê” (tevî ku ew di dema srûda La Marseillaise dihat xwendin bêdeng diman jî), ekîba perwerdehîyê binê bêkêrîya van rîtuelan xêz dikirin. Ev yek li ber çavên wan wekî «komedîyekê» xuya dikir. Wekî ku yek ji perwerdekarên ku herî xwedî tecrûbe ê navendê dianî zimên “ez girîngîya li ser alê, wateya komarê û hwd. fêhm dikim lê bêyî ku li ser wan were ferzkirin, ev yek ne efsûnî ye” Em nikarin bêjin «ji ber ku tu sirûdê bixwînî tu yê bibî hemwelatîyekî baş»

Wî û hempîşeyên wî, şikleke din a perwerdehîya hemwelatîyê bibandortir didît. Yek ji perwerdekaran dibêje ku «Min qanûnên sereke yên sîyaseta civakî ya li Fransayê di ber çav re derbas kir» Wekî mînak, têkoşîna li dijî vederkirinê, hatinîya li ser navê hevgirtinê, li xwe girtina mesrefên nexweşxaneyê û hwd evana nin yên ku Fransayê li ber çavan şêrîntir dike. Bi ya min bi vî şiklî dikarin ji komarê hez bikin. Lê belê ev yek bala rêvebertîyê nekişand. Ji kadroyên navendê, yekî weha digot: «Fransa têra xwe nake

«Ne axaftina li ser mijarên ku hêrs dikin»

Armanca sereke ya personelên navendê, kû rûniştvanên navendê teşwîqî ramana rexneyî bikin, ev yek dibû sedema gengeşîya: “Tiştê ku min ji serkarê xwe fêmh kir, divê mirov ji mijarên ku wan aciz dike neaxive. Bi ya min ev yek ramana rexneyî pêş ve nabe” Serkarê servîsê yê ku ji sazîyek leşkerî dihat bi me dida zanîn: ” Gelek kes bawer dikin ku bi azadîya ramanê qencîyê bi ciwanan dikin lê li gor min, ji bo van ekstremîstan ne tercîhek di cih de ye”.

Rêveberî, pirsyarkirina perwerdekaran û rîtuelên ku ji hêla beşekî ekîba perwerdehîyê qebûl nekir. Herweha, yek ji berpirsîyaran digot: ”ji helwesta perwerdehî ya perwerdekaran xeyalşikestî bûm

Bi meraq dipirse ”Gelo çima perwerdekarek nikare bibe alîgirê doza fransî? Ji ber ku em ala fransî silav dikin em ne enîya neteweyî ne.”

Di warê nirxan de hinde ji perwerdekarên ku mîna “relativîst” dihatin binavkirin dikaribûn wekî “alîgirên objektîf” yên rûniştvanê pansîyonê werin tarîfkirin. Hîyerarşî, dûreparêzîyên wan kesan wekî serîrakirinek ku ji armanca projeyê dûr didîtin û lihevkirina-nêzikatîya li gel ciwanan mîna qelsîyekê dinirxandin.

Rêveberî, van perwerdekaran bi hevalbendîya wan a li gel çendek rûniştvanên pansîyonê re -di warê fermandayinê de pasîf tevdigerin- tawanbar dikirin. Nemaze ew ji helwesta wan a parvekirina dûreparêzîyên xwe li ser bernameya li dijî hîyerarşîyê, tevgera wan a li gel rûniştvanên pansîyonê gazinên xwe dikirin. Wekî yek ji alîgirên xeta leşkerî ku tîne ziman: ”Ger ku ew bizanibin hin perwerdekar jî wekî wan difikirin gelo em ê çawa van ciwanan bînin rê?” Carinan ew wekî perwerdekaran tevdigerîyan, wekî wan difikirîn”

Van nakokîyên klasîk ên li ser rola otorîteyê di qada perwerdehîyê, di bin sîya alê de formeke din girt. Gelo ev yek di nav civakê de dawîlêanîna ramana rexneyî ye? Her çiqas nîqaşek navendî be jî li hemberî otorîterîzma hîyerarşîyê pir neket rojevê. Li hemberî rewşa awarte, komarîya li ser kar nikaribû pêşî li ber ramana rexnegirîyê bigre.

Ji bo avakirina hevsengîyekê û ji nedîtîhatina cihêtîyan, pîrozandina yekîtîyê divîyabû. Ev tiştê ku artêş mirad dike lê belê pêşî li ber niqaşeke demokratîk digre. Di mehên ewil yên vekirina navendê de bi dehan perwerdekar di nav gengeşîyekê de ji peywirên (wezîfeyên) xwe hatin dûrxistin. Yên mayî jî neçar man bêdeng bimînin. Hatina ser xeta rêveberîyê, devjêberdana ramana rexneyî ji bo wan, mîna ku gelek ji wan dianî ziman ”dawîlêanîna fikr û hizirînê” bû. Di dawîyê de, ew mîna ku alîgirên komareke sosyal ji hêla alîgirên komareke martial (bi rêbazên leşkerî) ve bi şiklekî îslehkirinê hatibe nêrîn. Li paş nîqaşên li ser girîngîya sembol û cihê ramana rexneyî, Komar bixwe gav bi gav piralî û pirwateyî (polîsemîk) tê xuyakirin. Divê ev yek, tevî xetereya ku paşxaneya olî ya yeksan aciz bike dîsa jî ji pîrozahîyê bê girtin? An berevajî vê, gelo divê di dîrokê de karakterê wê ya erênîker bê nîşandan da ku nakokî û toleransa wê baştir raxe ber çavan?

Ev ezmûn me vedixwîne ku em li ser pêvajoya hilgirtina ”nirxên komarê” wekî kelehek li dijî hilweşîna têkilîyên civakî û zêdebûna radîkalîzmê bisekinin. Daxwaza ku wê bikin totemeke ku civaka neteweyî yekîtîya xwe ya wendakirî pîroz dike, ku ”rêzgirtina” wan , bi raberkirina wan, ji jor nîqaşê, bi derxistina wan ji qada rexneyê ve, tê wateya ku ew nîv-ol e. laîk e, bê guman, lê tiştek tune ku jêhatîbûna heretîkan derxîne ku bi ramana olî hesûd be (4).

Yek ji rûniştvanên pansîyonê gava xwest ku ji bo hilbijartina serokatîyê li ser lîsteyên hilbijartinê yên gundê cîran xwe tomar bike da ku bikaribe deng bide, ji hêla meclîsa gund ve bi awayekî qetî tê redkirin. Mînakeke ji vê baştir dê tuneba ji bo nîşandana hevnegirtîyên redkirina daxwaza endamtîyê bêyî ku were naskirin.

*Civaknas, nivîskarên pirtûka Bêîmkanîya xebata li ser na-radîkalîzasyonê, Érès, Toulouse, 2020.

Wergera ji fransî: Mehmet Tayfur

 

_________

1) Bixwîne : Laurent Bonelli û Fabien Carrié, «En finir avec quelques idées reçues sur la radicalisation», Le Monde diplomatique, îlon 2018.

2) Recherche et intervention sur les violences extrémistes (RIVE) et Programme d’accueil individualisé et de réaffiliation sociale (PAIRS). Li ser vê mijarê binêre: Marc Hecker, «Djihadistes un jour, djihadistes toujours? Un programme de déradicalisation vu de l’intérieur», Focus stratégique, hejmar 102, Institut français des relations internationales, Paris, sibat 2021.

3) Devenus «Établissements publics d’insertion dans l’emploi».

4) Binêre: Talal Asad, Wendy Brown, Judith Butler et Saba Mahmood, La critique est-elle laïque? Blasphème, offense et liberté d’expression, Presses universitaires de Lyon, 2015.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
Social media & sharing icons powered by UltimatelySocial