Kanûna pêşîn 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Vorheriger ArtikelKerkûk, jêdera lihevnekirinê
Nächster ArtikelKrîza Belarusî

Şansê nepayî yê sosyal-demokratan

Di îlonê de, Partîya Soyaldemokrat (SPD) di hilbijartinên giştî yên Almanyayê de piştî salên xwe yên hilweşînê bû yekem. Bingeh û bernameya wê ber bi çepê ve ne, tevî ku namzedê wê yê ji bo serokwezîrîyê, M. Olaf Scholz, nûnerîya baskê rastê dike. Ev valahîya ku heta niha dihat paşçavkirin, gelo wê karibe li ber xwe bide li hemberî ceribandina koalîsyoneke hikûmetî ya tê payîn li gel Keskan û Lîberalan pêk were?

Li ber avahîya bi cam a parlementerên Bundestagê, bi şalekî kot, solên sporê û kumekî danîye serê xwe ew rawestîye, cixarê dikişîne. Dû re ew me di korîdorên xalî re derbas dike. Li buroya wê ya ku hê wextî ye, li ser hev kom bûne kupa û çenteyên bi rismên M. Olaf Scholz, namzedê Partîya Soyaldemokrat (SPD) yê hilbijartinên giştî yên alman ên 26ê îlonê. Mme Anna Kassautzkî parlementera hê nû hilbijartî ye. Ew 27 salî ye. «Ez ji baskê çepê yê partîyê me», wisa xwe pênase dike jina ciwan.

SPD ku bi rêjeya ji sedî 25,7ê dengan bû partîya yekemîn di hilbijartinan de, tevî ku li gorî rapirsînan li derdora ji sedî 15 xuya dikir, niha li Parlementoya Federal Bundestagê xwedî 206 kursîyan e (ji 736 kursîyên tevahîya parlemenê). Piranîya parlementerên wê cara pêş dikevin meclîsê. Bi qasî pêncî heb, ên wekî Mme Kassautzki, ku ji beşa ciwanên partîyê Jusos tê, koka wan jî digihîje partîya kevin a demokrasîya civakî ya alman a hildiweşe.

Ev panzdeh sal in dengên wê kêm dibûn: SPD ku di 2005an de ji sedî 34 xurt e, di nava çar salan de ji sedî 11yê dengan winda dike, piştî derketina ji yekemîn koalîsyona mezin li kêleka Mme Angel Merkel û di 2017an de jî rêjeya dengên wê ji sedî 20,5 derbas nabe. Du sal şûn de jî bi rêjeya tenê ji sedî 15,8 di hilbijartinên ewropî de ew dikeve pozîsyona piştî Keskan.  Di heman demê de, hejmara endamên wê kêm dibe, 900 000 endamên di 1990î de sala 2000î dadikevin 730 000î, dû re jî ev hejmar îro daketîye heta 410 000î.(1) Hejmara Jusos’an jî ji 70 000 endamî pêk tê. Di asta herêmê de, dîmen li gorî Land (Eyalet)ê diguhere: SPD, bo nimûne bi rêjeya ji sedî 35 li Rhénanie-Palatinat an jî li Mecklembourg-Poméranîya-Rojava (bi rêjeya zêdetirî ji sedî 39 %) partîya yekemîn e di hilbijartinên dawî de, lê belê li herêma Saksonya an jî Baviera ket bin rizdeya % 10.

«Di 2009, 2013 û 2017an de SPD di hilbijartinên giştî de têkçû, pêşî ji ber ku hilbijêrên wê yên klasîk, karker, yên jin jî di nav de, dengên xwe bi kar neanîn an jî dengên xwe dan partîyên din, bi giranî dan Yekîtîya Xiristîyan Demokrat (CDU, rastgir) û dû re jî dan Alternative für Deutschland (AfD, rasta tundrew)», li gorî analîza M.  Klaus Barthel, parlementerê SPDê yê navbera salên 1994 û 2017an, nûnerê baskê nêzî tevgera sendîkayî. Di 1998an de ji sedî 48ê karkeran û ji sedî 44ê bêkaran dengên xwe dabûn SPDê; di 2017an de, ev rêje ancax gihîşt ji sedî 23 û ji sedî 22.(2) Di vê navberê de, SPDê, ji 1998an heta 2005an du hikûmet bi rê ve birin. Tam jî di vê serdemê de bû ku şansolyeyê sosyal-demokrat Gerhard Schröder wekî koalîsyona li gel Keskan reformên bi navê «Rojeva 2010»  dixe merîyetê: kêmkirina mafên bêkaran, bêrêzikkirina bazara kar, sazkirina pergaleke fireh a kontrolê û ambargoyên li dijî sûdwergirên ji alîkarîya civakî.(3)

Hejmara karkerên rewşa wan ne-ewle zêde dibe û têgeha «Hartz IV» -navê ku wê demê li meaşê herî hindik dihat kirin- vediguhere topeke ku demeke dirêj SPD wê li pey xwe kaş dike. «Di serdema seferberîya hilbijartinên 2009an de, gava ku me afiş didaleqandin xelkê heqaret li me dikir», li gorî şahidîya M.  Sebastian Langer, 33 salî, pizîşk, mîlîtanê partîyê ji 17 salîya xwe ve li bajarê biçûk Parşîmê, li bakur-rojhilatê welêt. Tevlîbûna wî ya nava ciwanên sosyal-demokrat pêşî pala xwe dide vîneke têkoşîna li dijî rasta tundrew. «Lê belê ez li dijî Rojeva 2010î bûm, herweha li dijî ambargoyên li ser bêkaran bûm, ez nerihet bûm bi gumana giştîkirî ya li dijî van derdoran. Jusos her tim li dijî van pêkanînan bûn.»             

Di 2017an de, ciwanên SPDê li dijî hikûmeteke nû ya sosyal-demokratan û kevneparêzan dengê xwe bilind dikin. «Dîruşme ew bû ku pêşnîyarnameyek li dijî koalîsyona mezin li hemû beşên xwecihî were pêşkêşkirin», bibîr dixe M.  Johannes Barsch, ê 27 salî, parêzer, mîlîtanê li heman herêmê, li Greifswaldê xebatan dimeşîne. Li gel beşa xwe, ew dû re Mme Kassautzki li herêma xwe ya hilbijartinê wekî namzed nîşan didin. «Eger bi qasî pêncî Jusos îro li meclîsa federal Bundestagê ne, ev yek ji ber ku li gelek deverên li seranserî welêt, ciwanan ji bo fikrên xwe ragihînin, daxwaza beşeke desthilatîyê kir», li gorî tesbîta M.  Johannes Barsch. Sala şûnde, SPD pêvajoya «nûkirina» bernameyî dide destpêkirin. «Kargeh li her derê hatibûn amadekirin, me dikaribû têde bi awayekî vekirî guftûgo bikin, li derdora heman maseyê, ciwanê 14 salî li gel kesekî 70 salî», bi qasî ku tê bîra Mme Kassautzkî.

Destpêka 2019an, partî radihêje «konsepta xwe ya nû ya ji bo dewleta civakî», ku bi awayekî fermî Hartz IV ji navê davêje, bang dike ku muhleta meaşên bêkarîyê dirêj bibe û heqdestê asgarî jî hilkişe 12 ewroyî ji bo saetê -ev pêşnîyarên li nava bernameyê yên ji bo hilbijartinên îlona borî bûn-. Dû re, SPD serokatîyeke nû ya duserî ya li kêleka wê ya çepê bicihbûyî hildibijêre. Li gel vê yekê jî, piştî çend mehan, M.  Scholz bi xwe dibe namzedê serokwezîrîyê. Zilamê ku ji 2018an heta 2021ê bû wezîrê malîyeyê yê Mme Merkel, di serdema M.  Schröder de herweha bû sekreterê giştî yê SPDê. Wî Reformên Rojeva 2010î jî parastin. Rewşeke din a hevnegirtî: bi bernameyeke ji yên hilbijartinên berê zêdetir çep, SPDê û namzedê xwe îsal bala nêzî du milyon hilbijêrên Yekîtîya Xiristîyan-Demokrat kişandin.

Zêdetirî 800 000 hilbijêrên berê yên partîya çep Die Linke û 700 000 hilbijêrên Keskan jî di hilbijartinên dawî de dengên xwe dan sosyal-demokratan.(4) Şexsê M.  Scholz, tecrubeya wî ya hikûmetê û profîla wî ya navendîgir, bêguman bûn xalên vekişandina hejmareke girîng hilbijêrên Mme Merkel ku ji yên bi rastî jî kevneparêz bêhtir li pey aramîyê ne. Di heman demê de, hêza nû ya civakî ya SPDê karî hilbijêrên kevin ên xeyalşikestî yên serdema Schröder aş bike. Axirî, herçendî ew hejmareke parlementerên pir ciwan dişîne Bundestagê, dîsa jî partî xwe dispêre hilbijêrên bêhtir bi temen:  ji 2017an ve, ew li cem kesên temenê wan zêdetirî 60 salî 9 pûanan qezenc dike, li cem kesên temenê wan di navbere 18-24an de jî ew 3,4 pûanî winda dike. Bi kurtî, serketina sosyal-demokratan ji pêleke guhêrbar bêhtir girêdayî lihevgihandina şertan e.

«Olaf Scholz karî li pey xwe û li pey bernameya me ya hikûmetê, SPDê bigihîne hevgirtinekê», wisa dikeve nava parastinê Mme Ye-One Rhie, a 34 salî, hilbijartî ya di meha îlonê de ji bo herêma hilbijartinê ya Aachenê, li hêla Rojava. «Sîyaseta Rojeva 2010î demeke dirêj em felç kirin. Lê belê divê herweha bergeheke din a parlemena serdema Schröder were bîra me, bergeha reforma qanûna welatîbûnê», wisa li gotinên xwe zêde dike Mme Ye-One Rhie. Hikûmeta sor-kesk li şûna qanûna girêdana xwînê di destpêka salên 2000î de prensîba qanûna girêdana erdî bi cih kiribû û derfet dabû kesên li Almanyayê ji dêûbavên bîyanî hatine dinê mafê welatîbûnê bi dest bixin. Bêyî vê reformê, Mme Ye-One Rhie, ku dêubavê wê di 1986an de ji Koreya-Başûr koçî Almanyayê kirin, wê nikaribûya biketa Parlementoyê.

«Gava parlementerên nû yên komê di destpêka çirîya pêşîn de xwe dan nasîn, gelekan ji me digot “Ez di sala 2000î felan de bûm welatî”. Em ji nifşeke hilbijartîyên cihêreng in, gelek ji me xwedî rabirdûyeke koçber in, em zêdetir li ser tevlîkirinê, li ser mijarên lezbîyenî, homoseksuelî, bîseksuelî, transseksuelî (LGBT) diaxivin û herweha li ser avhewayê ji ber ku ev jî ji bo me mijareke edaletê ye.»

Li alîyê din, ev nifşê nû dawîya dawî pir kêm bîranînên wan hene der barê serokwezîrê berê yê sosyal demokrat de. «Hinek bernameyên mîzahî yên kenê xwe bi Gerhard Schröder dikirin li bîra min mane», wisa dibêje hilbijartîyeke ciwan. «Ji xuyabûnên wî yên di medyayê de, ji komedyenên bi zarî dengê wî dikirin», bi bîr tîne herweha M.  Tom Lüth, xebatkarê li cem Jusos a Rostock. «Gava mirov li sîyaseta [serokwezîrê berê] dinêre, mafê mirov ê rewa ye ku ji xwe bipirse ka SPD bi rastî jî partîyeke çep e an na, li xwe mikur tê zilamê ciwan. Lê belê biryarên di van salên dawî de ji alîyê partîyê ve hatine wergirtin -bi dawîkirina Hartz IV, bilindkirina meaşê asgarî- wê jîyana rojane ya piranîya xelkên welêt di nêzîk de baş bikin. Û ji bo min, ev dilê partîyeke çep e: ku herkes bibe xwedî derfeta jîyaneke baştir li şûna ku tenê çend kes hertim bibin xwedî zêdetir derfetan. Divê dewlet şertên ji bo vê yekê biafirîne û destekê bide kesên ku nikarin bi hêza xwe van derfetan bi dest bixin.»

Kurê perwerdekarekê û yê karkerekî înşaetê li rojhilatê Almanyayê, M.  Lüth perwerdeya bilind li beşa zanistên civakî xwendîye û îro wekî hevkarê hilbijartîyekî SPDê yê parlemana herêmê kar dike. Dîplomaya zanistên civakî an jî hiqûqê, tecrubeya profesyonel li cem hilbijartîyan, li dezgehên partîyê an jî li beşên îdarî… hejmarek ciwanên sosyal-demokrat ên nû ketine parlemena federal hema hema xwedî heman profîlê ne. Lê belê tevahîya parlementerên ciwan ên SPDê daxwaza sosyalîzmê nakin, berevajîyê serokê berê û yê pir medyatîk ê Jusos, M.  Kevin Kühnert -ku ew jî di 26ê îlonê de hat hilbijartin-.

 «Cihgirtina we ya di nava Jusos de nayê wê wateyê ku hûn aîdî baskê çepê ne, li gorî pênaseya Mme Lina Seitzl, a 32 salî, hilbijartîya ji bo herêma Constance, li başûr-rojavayê welêt. Ez, girêdayî sîyaseta xwecihî me, di vê sîyasetê de berî her tiştî helwesteke pragmatîk esas e», wisa îzah dike, perwerdekar-lêgerînera ciwan. Li nava parlementerên SPDê, herweha nexweşnêr, mamosteyên dibistanên seretayî û navîn, elektrîkvan, afirînereke şirketa startup, perwerdekara zarokan, sûbeyek û texmenek ên artêşa hêzên hewayî, polîsek, karmendekî gumrukê û karkerekî agirkujîyê jî cih digirin…

Bi lîberalan re ewê çawa welêt birêve bibe?

Mme Kathrin Michel, 58 salî, ew jî wekî rêvebereke firotinê di şirketeke kîmyayê de dixebitî heta ku ji bo parlemena federal Bundestagê hat hilbijartin. Ew di 2012an de piştî xebitîna di karûbarên sendîkayî de kete nava SPDê. «Demekê, min dît ku tevlîbûn [di vê astê de] êdî ne bes bû. Ji bo min, SPD yekane partî bû ku dikaribû rewşa ji bo karkeran û sîyaseta civakî baş bike.» Li herêma Saksonya, ku ew wekî hevseroka beşê hat wezîfedarkirin, Mme Michel plan dike li gel sendîkayan mil bi mil bixebite. «Em dixwazin şertên herî baş ên xebat û heqdestan, bi taybetî li cem taşeronên me ferz bikin. Girîng e ku li tevahîya Almanyayê û bi taybetî li herêma me, ku saetên kar ên hefteyî hertim ji yên navînî yên Rojava derbas dibin û heqdestên ji bi heman karî hê jî kêmtir in.»

Di herikîna salên dawî de, SPDê hewl da têkilîyan li gel partnerên xwe yên kevneşopî, sendîkayan ji nû ve baş bike. «Em di şirketan de, li gel karkeran, bûn parêzvanên pozîsyonên civakî yên di bernameyên me de cih digirin  û ji bo wan Scholz dest bi seferberîyê jî kir, li gorî îdîaya M.  Klaus Barthel, yek ji dijberên pêşî yên sîyaseta M.  Schröder. Ez bawer nakim ku xetereya sîyaseteke nû ya cureyê Rojeva 2010î îro sedemê wê SPD be. Pirsgirêk ew e ku, ji bo bidestxistina piranîyê, divê em li gel Partîya Demokratên Azad (FDP) koalîsyonekê saz bikin.» Ev partî piştrast dike ku ew alîgira lîberalîzmê ye û ew di warê bikaranîna butçeyê de sîyaseta şidandina kemerê diecibîne. Û bi wergirtina ji 11,5ê dengan di hilbijartinên 26ê îlonê de, bû xwedî pozîsyoneke xurt. Di rastîyê de, encama hêjayî pêkenînê ku partîya çep Die Linke (4,9 %) bi dest xist, pêkanîna piranîyê ya çepan û keskan (Grünen) li derveyî îhtîmalan dihêle.

Sosyal-demokrat, Kesk û FDP ji ber vê yekê ji destpêka çirîya paşîn  ve ji bo sazkirina hikûmetekê bi hev re muzakereyan dimeşînin. «Helwestên FDPê li ser pirsgirêkên civakê bi yên me re hevgirtî ne, lê belê li ser pirsgirêka navendî ya parvekirina dewlemendîyan, li ser bacê, li ser sîyaseta civakî, daxwazên me dijberî hev in», wisa îzah dike M.  Barthel. SPD û FDP, eynî wekî Keskan, dikarin li ser qanûnîkirina esrarê, li ser daxistina temenê hilbijêrîyê ta 16 salî, azadîyên têkildarî dijîtalê li hev bikin. Lê belê FDP her cure zêdekirina bacê ji bo kesên xwedî hatineke bilind red dike, tevî ku ev yek tedbîreke li nava dilê bernameya sosyal-demokrat bicihkirî ye.

 «Ez nikarim xeyal jî bikim ka em ê çawa karibin bernameya xwe li nava koalîsyoneke li gel FDPê bi cih bînin, wisa li xwe mikur tê M.  Johannes Barsch, li Greifswaldê. Ev ê bibe sedemê xeyalşikestinan li cem Jusos’an, ji sedîsed. Ez hêvî dikim ku bawerîya me ya bi Scholz neşikê. Hêvîya me dimîne ku ev meclîsa dema nû ji ya Schröder cuda be bi saya nûbûna koma me ya li Parlemena Federal.» Ji bo hevalê wî Marvin Müller, ku hê jî xwendekar e, îro berî her tiştî ya girîng ew e ku «qadên gotûbêja navxweyî ya di salên dawî de vekirî ne, neyên girtin. Bi xwewindakirina li nava tawîzên fermî û stratejî, em nikarin heman şaşîyên dema borî dubare bikin. An na, em ê careke din nîvê partîyê berhewa bikin. Û hingê jî, bi zimanekî pêkenînî ciwanê 21 salî weha dawî li gotinên xwe tîne, SPD wê karibe bibe klubeke ji rêzê ya xanenişînan.»

* Rojnamevan.

Wergera ji fransî: Baran Nebara

_________

1)  Oskar Niedermayer, «Parteimitglieder in Deutschland: Version 2020», Arbeitshefte aus dem Otto-Stammer-Zentrum, n° 31, Berlin, 2020.

2)  Source: Deutscher Bundestag, «Wahlen zum Deutschen Bundestag, Kapitel 1.11 Stimmabgabe nach Beruf und Konfession – Zweitstimme», 2021.

3) Binêrin li nivîsa Olivier Cyran, «Dojeha mûcîzeya almanî», Le Monde diplomatique, îlon 2017.

4) Florian Diekmann et Marcel Pauly, «An wen die Union besonders viele Stimmen verlor», Der Spiegel, Hambourg, 27 îlon 2021

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar