Adar 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Rûsya li Afrîkayê, vegereke çavxapînok?

Piştî xitimîneke dirêj, Rûsya ji nû ve ciyê xwe li Afrîkayê çê dike, çawa ku desteka wê ya leşkerî ya ji bo Afrîkaya Navîn jî vê yekê nîşan dide. Ev vegera ku ji aliyê Parîsê ve weke manewrayeke qurnaz hat pêşkêşkirin, di rastiyê de dibe nîşaneke bêtaqetbûna hêza rûs. Moskova ku di dîroka xwe de, destek dida dekolonîzasyonê, niha kêfxweş e bi dagirtina deftera xwe ya fermanan û bihêzkirina hevpariyên xwe yên ewlekariyê.

Bi qasî çil serokdewlet di çirîya pêşîn a 2019an de, ji xwe re pîyaseyê dikin li nava kuçeyên her du alî bi dar ên gundekî olîmpî-yatê yê Soçî, bajarê beravî yê li kevîya Deryaya Reş ku di zivistana 2014an de mazûvanîya lîstikên zivistanê kir. Zîrweya pêşî ya Rûsya-Afrîka ku bi înîsîyatîfa serok Vladîmîr Pûtîn pêk hat, bi dîyarkirina hedefên bi îdîa bi dawî bû -Kremlîn dixwaze hecmê bazirganîya navbera alîyan ji niha heta pênc salên din du qat zêde bibe- û soza hevdîtineke nû hat dayîn, ji bo sala 2022an, muhtemelen li Navenda Yekîtîya Afrîkî, li Addis-Abeba (Etîyopya).

Ev girseya mezin a dîplomatîk li welatên rojava wekî hewldaneke mezin a vegera Moskovayê li parzemîna afrîkî, ku tê wateya eleqeyeke nû ji bo herêma ku parçeyek stratejîyeke berfireh e, hat şirovekirin. Li gorî nirxandineke hinekî din kûrtir, vê pêvajoyê di rastîyê de hê berî 15 salan dest pê kirîye. Ji hingê ve, wisa xuya ye pêvajo veguherîye, hem  ji  alîyê  erdnîgarîya welatên têkildar ve hem jî ji alîyê vektorên bandorê yên hatine bikaranîn ve, lê belê bêyî ku nêzîkbûneke hevgirtî li seranserî Afrîkayê derkeve holê.

Topografya bandorê ya Moskovayê li Afrîkayê demeke dirêj li qonaxên dekolonîzasyon û têkoşîna dij-apartheidî bi pêş ket. Eger ev parzemîn hê ji destpêka salên 1920î ve mijûlahîyeke fikrî ya Lenîn bû jî, hê nû di sî salên dawî de ancax, bi saya hilweşîna împeretorîya fransî û brîtanî, dibe meseleyeke sîyaseta derve ya Kremlînê. Piştî teqîna mezin a di buhrana Kanala Suweyşê ya çirîya pêşîn a 1956an de, Yekîtîya Sovyetî desteka mezin a aborî û leşkerî digihîne Misira serok Cemal Abdul Nasir û ji bo gelek tevgerên rizgarîya neteweyî eleqeyeke roj bi roj aktîftir nîşan dide. Çîna maoîst, ku ji nermbûna şoreşgerî ya kekê xwe yê berê yê sovyetî bi gilîûgazinc e, pêl damarê çepê yê Moskovayê dike. Ji 1956an ve, Yekîtîya Komarên Sov-yetên Sosyalîst (YKSS) têkilîyên bi îmtîyaz dihûne li gel Enîya Rizgarîya Neteweyî (FLN) ya cezaîrî. Baregeha rûs a Perevalnoe, ya li Kirimê, şervanên dij-apartheid ên Kongreya Neteweyî ya Afrîkî (ANC) ya Nelson Mandela, yên Yekîtîya Gelê Afrîkî ya Zimbabwe (ZAPU) an jî yên Enîya Rizgarîya Mozambîkê (Frelimo) pêşwazî dike.

[emember_protected]

Bi sedan dîplomatên sovyetî

Ev alîkarîya leşkerî li gel sîyaseteke bandora «nerm» tê meşandin, bo nimûne vekirina di sala 1961ê de li Moskovayê, Zanîngeha Patrice-Lumumba ya dostanîya gelan, ku wê bîst sal şûn de nêzî 26500 xwendekarên ji Asya, Amerîkaya Latîn û Afrîkayê pêşwazî bike(1). Moskova herweha bi şandina hejmareke mezin dîplomatan ji bo welatên afrîkî û welatên din ên cîhana sêyemîn wê derkeve pêş: dema ku welatên nû yên serbixwe li Moskovayê du an jî sê dîpomatan wezîfedar dikin, YKSS bi sedan dîplomatên xwe dişîne cem wan. Li Togoyê di sala 1960î de ji bo her 18 hezar niştecihên welêt dîplometekî sovyetî hebû(2).

Di salên 1970-1980yî de, parzemîna afrîkî dibe dikeke watedar -her çendî li derve be jî- a pevçûna Rojhilat-Rojava. Kremlin hewl dide pîyonên xwe bajo ber bi Somalîyê, dû re jî Etîyopyayê, berîya ku vegere ber bi Afrîkaya başûrî bi saya jihevketina Împeretorîya Portekîzî û destpêkirina têkoşîna li dijî aparteîdê. Angajmana sov-yetî nexasim jî li Angolayê xurt dibe. Moskovayê zêdetirî 10 000 leşker ji 1975an ve ji bo wezîfeyê şandin vî welatî; ew li wir bi roleke dîyarker radibin li tenişt hêzên kubayî- di zivistana 1988an de, li pêvajoya şerê Cuito Cuanavale, ku rêya serxwebûna Namîbî vedike û derbeyeke mezin li rejîma Pretoria dixe.

Lê belê, Afrîka herêmeke wisa ya cîhanê ye ku li wir biryara vekişîna stratejîk a Partîya Komunîst a Sov-yetî herî zû lê tê pêkanîn û herî zêde berbiçav e. Ev biryar dawîya salên 1980yî ji alîyê sekreterê giştî yê dawî yê Partîya Komunîst, M. Mikhaïl Gorbatchev ve, li ser navê normalîzekirina têkilîyên li gel welatên rojava hat dayîn. Ev vekişîn piştî hilweşîna YKSSyê jî dewam dike. Ji bo Borîs Yeltsîn û rêveberên rûs ên demê, Afrîka di rastîyê de hemwateya paşketina aborî û serpêhatîyên ên beyhûde û hilweşîner e. Ji ber vê yekê Rûs-ya ji sala 1992yan ve girtina neh sefaret, çar balyozxane û sêzdeh ji 20 navendên xwe yên çandî radigihîne(3). Ji ber nebûna pere û eleqeya rayedarên nû, piranîya buroyên ajansên çapemenîyê yên Sovyetên berê jî -pir caran ji alîyê servîsên îstîxbarata derve ve di pêvajoya şerê sar de hatin bikaranîn- derîyên xwe digirin. Di sala 1993an de, hecmê danûstandinên bazirganî yên li gel Afrîkayê % 2yê barizganîya derve ya welêt derbas nabe. Di sê mehan de, Rûsya di pratîkê de li Afrîkayê êdî namîne û bi vî awayî keda razemenîya aborî û sîyasî ya dehan salan feda dike. Bi awayekî paradoksal, li demeke ku Afrîka «bi ser xwe ve tê» û gelek aktorên navneteweyî xwe lê bicih dikin, ev vekişîna Rûsyayê pêk tê. Derengmayîna ku Moskova wê neçar bimîne di salên 2000î de dabîn (telafî) bike, wê hê girîngtir be.

Îşaretên pêşî yên eleqeya nûkirî ji bo Afrîkayê xwe di sala 2001ê de didin xuyakirin. Wezîrê berê yê karên derve yê (1996-1998) û serokê hikûmetê (1998-1999) Evguenî Prîmakov, yê ji alîyê M. Pûtîn ve wekî serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazîyê hat tayînkirin, diçe serdana Angola, Namîbî, Tanzan-ya û Afrîkaya Başûr(4). Wê pênc salên din jî derbas bibin berîya ku pêngava pêşî ya rûs a vê sedsalê li parzemînê fêkîyan bigire. Di adara 2006an de M. Pûtîn diçe serdana Cezaîrê û hingê betalkirina deynên wê lê teklîf dike -4,7 mîlyar dolar (3,7 mîlyar ewro)- bi berdêla îmzekirina peymanên biçekbûneke bi qasî 6 mîlyar dolarî (4,7 mîlyar ewro). Ji bo Moskovayê, ya mijara gotinê ew e ku tevnên xwe yên serdema şerê sar zindî bike û hevalbendîyên xwe yên îdeolojîk veguherîne danûstandinên kar ên klasîk.

Ev lênêzîkbûn wê li mişterî-dewleta berê ya YKSSê Lîbyayê jî were ceribandin. Bihara 2008an, tenê çend hefte berîya şûna xwe ya li Kremlînê radestî M. Dmitri Medvedev bike, M. Pûtîn li gel Mûammer Qedafî hevdîtinekê pêk tîne. Moskova sungerê dikşîne ser 4,6 mîlyar dolar (3,12 mîlyar ewro) deynê ku ji alîyê Lîbyayê ve li serdema Yekîtîya Sovyetî soza wê hatibû dayîn. Trablûs jî di berdêla vê yekê de îmza xwe davêje ser peymaneke bi qasî 3 milyar dolarî ji bo kirîna cebilxaneyên leşkerî, bi taybetî jî balafirên şer, tankan û sîstemên dij-êrişên hewayî. Peymaneke têkildarî beşdarkirina Rêyên Hesinî yên Rûsî (RJD) li karûbarê sazkirina xeteke navbera Sîrte û Bîngazîyê jî hat îmzekirin. Serdana Qedafî a Moskovayê di çirîya pêşîn a 2008an de -ya yekemîn ji sala 1986an ve- wê li gel vê yekê zehmetîya bicihanîna van pêşketinan ji bo Kremlînê raxe pêş çavan, li hemberî daxwaza berdewamkirina bazarîyê ya lîderê Lîb-yayê.

Ev qonaxa pêşî ya vegera Rûsyayê li Afrîkayê herweha bi razemenîyên girîng ên komên pîşesazîya taybet jî tê xemilandin. Rusal, hilberînera yekemîn a bafûn di asta cîhanî de, li Gîneyê, welatekî din ê ku danûstandinên wî yên germ hebûn bi «kampa sosyalîst» re konê xwe vedigire. Li pey serdana M. Pûtîn a li Pretoriayê di îlona 2006an de, du komên mezin ên metalurjî û madenvanîyê, Evraz et Renova bi rêzê ji alîyê olîgarkên Roman Abramovitch û Viktor Vekselberg ve dihatin kontrolkirin, Highveld Steel û Vanadium Ltd dikirin û % 49  beşdarîya li paytextê United Manganese of Kalaharî bi dest dixin. Binemaya xurt a madenî ya razemenîyên rûs sala 2010î di pratîkê de jî pêk tê, gava ku ARMZ, şaxê Rosatom, holdînga dewletê  ya  nukleer kana mezin a uranyûmê li Tanzanyayê bi dest dixe. Alrosa, şampîyona neteweyî ya rûs a hilberîna almast û mucewheran, ew jî li Angolayê û pişt re jî, li Zimbabweyê razemenîyê (investissement) dike.

Ber bi dawîya serdema wezîfa M. Medvedev (2008-2012), sîyaseta afrîkî ya Rûsyayê hêdî hêdî biserûber dibe. Di adara 2011an de, serok ji bo hevkarîya bi Afrîkayê re nûnerekî taybet tayîn dike. Tercîha wî M. Mikhaïl Margelov e ku bi erebî dizane û wê demê, serokê Komîsyona Karûbarên Navneteweyî yê Konseya Federasyonê, meclîsa bilind a parlemanê, ye. Ew ê van wezîfeyên xwe heta çirîya pêşîn a 2014an bidomîne. Di kanûna pêşî ya 2011an de ew foruma pêşî ya karsazên rûs û afrîkî organîze dike û dibe tevkarê sazkirina sîyaseta Moskovayê li seranserê parzemînê

Di sala 2011an de têkildarî çar salên hevjîyana ecêb a navbera serokê rûs û serokwezîrê wî, M. Pûtîn yekane şikestina gelemperî rû dide. M. Pûtîn ji M. Medvedev gazinan dike ji ber ku xwe nade ber bikaranîna mafê xwe yê vetoyê li dijî destwerdana leşkerî ya dewletên rojava li dijî Qedafî -biryareke ku hemkarê wî yê fransî Nîkolas Sarkozy xwe avête ser û li hemberî îhtimala guherîna rejîmê li Trablûsê wî hişyar dike. Ev epîzod -li welatên rojava zêde nayê zanîn- dibe werçerxek di lîstikên hêzê ên Moskovayê de. Piştî vegera li Kremlînê, di bihara 2012an de, M. Pûtîn dê şermezarkirina destwerdanên rojavahîyan veguherîne hêmaneke navendî ya gotara xwe ya sîyaseta derve; «emsala Lîb-yayê» û bi awayekî giştî, «bihara ereban» wê wekî kirasên parastinê bên bikaranîn.

Bi awayekî kevneşopî, Rûsya Afrîkaya başûrî ji Sahara û bakurê erebîaxêv ê parzemînê cuda dibîne û li vir giranîyê dide hewldanên xwe yên dîplomatîk û aborî. Ev tandans hêdî hêdî xurt dibe, ji dema «jinûvehevdîtinê» a li gel Misirê ya ji 2013an, piştî derbeya leşkerî ya mareşal Abdul Fettah El Sîsî û ji 2014an ve bi saya xurtbûna têkilîyên li gel Fasê. Firotina çekan û hevkarîya leşkerî yekemîn nîşanên lihevnêzîkbûna bi Qahîrê re ne. Di navbera 2013 û 2017an de artêşa misrî çil û şeş balafirên şer MiG-29M, pergalên balafirşikên Buk-M1-2, S-300VM û çil û şeş balafirên êrişê Ka-52 werdigirin. Keştîyên helîkopter-hilgir Mistral ku pêşî hatibû plankirin ku Fransa wan bifiroşe Rûsyayê, di 2015an de wê bibin para Misirê. Tevî gefên bersivdanê yên amerîkî li dijî Qahîreyê, tê payîn ev pêvajoya bo teslîmata balafirên nêçîrvan ên bombebaranê Su-35an bidome. Fîloyên deryayî yên rûs û misrî di çirîya pêşîn a 2020î de tetqîbatên li Derya Reş bi hev re meşandin. Hêzên wan ên hewayî jî êdî her sal ji bo tetbîqatên hevpar tên cem hev.

Têkçûna leşkerên kirêkirî yên grûba Wagner

Têkilîyên bazirganî yên navbera her du welatan bi awayekî xurt bi pêş ketin, hecma pevguhertinên bazirganî yên alîyan ku 2011an de 2,8 mîlyar dolar bû, di 2018an de gihîşt nêzî 8 mîlyar dolarî. Rûsyayê îxracatên xwe yên zadê pir zêde kirin û berê wan dan Misrê -îtxalatkarê sereke yê cîhanî-, ku di salên 2017-2018an de genimê xwe % 85  ji rûsyayê kirî. Wekî din, li gorî hin xalên peymaneke di 2015an de hat îmzekirin, Rosatom li Al-Dabaa ku li rojavayê Îskenderîyê ye, wê yekemîn navenda nukleer a welêt saz bike. Projeya ku texmînen berdêla wê dê 25 mîlyar dolar be, divê di 2029an de biqede. Bi kredîya ku % 85  ji Rûsyayê hatîye standin tê fînansekirin.

Tengezarîyên bi welatên rojava re ku her mezin dibin li pey buhrana ukraynî û eleqeya Moskovayê ya berdewam zêde dibe ji bo Rojhilata Navîn bi taybetî piştî destpêkirina destwerdana leşkerî ya li Sûrîyê, bûn zemîneke musaît ji bo pêşxistina têkilîyan -heta niha di asteke mutewazî de ne- li gel Fasê. Di adara 2016an de çardeh sal piştî serdana pêşî, qral Mohammed VI, li gel nêzî deh wezîran, li Kremlînê ji alîyê M. Pûtîn ve hat pêşwazîkirin. Fas bû yek ji feydekarên sereke yên dij-ambargoyên Moskovayê yên di tebaxa 2014an de li ser berhemên çandinîyê yên ewropî ketibûn dewrê. Ev welat herweha hêvî dike tûrîstên rûs ber bi xwe ve bikşîne bi saya vebûna xeteke hewayî ya rasterast -Kasablanka berîya şewba cîhanî Kovîd-19, yek ji bajarên nadîr ên afrîkî bû ku bi Moskovayê re girêdana wê çêbû-. Hecma pevguherinên dualî yên bazirganîyê êdî di ne asteke paşguhkirinê de ye, ji ber ku ew di 2018an de gihîşt 1,47 mîlyar dolarî.

Ji demeke nêz û vir ve, têkilîyên rûs û marokî digihîjin asteke girîng a ewlekarîyê. Di kanûna 2016an de sekreterê konseya ewlekarîyê ya neteweyî ya Rûsyayê, M. Nikolaï Patrûçev, serdaneke du rojî li Fasê pêk anî. Vî welatî jî di nîsana heman salê de M. Abdellatif Hammûşî, şefê Midûrîyeta Giştî ya Ewlekarîya Neteweyî (DGSN) û Midûrîyeta Giştî ya Çavdêrîya Niştimanî (DGST), wekî bersiva serdanê şand Moskovayê. Cudahîyên -bi awayekî mutewazî ji raya giştî hatin veşartin- li ser Saharaya xerbî ji ber vê yekê nebûn asteng li pêşîya Rûsya û Qraletîyê da ku têkilîyên pragmatîk û bi îdîa li tevahîya, an jî hema hema waran, bi pêş ve bibin.

Bi awayekî giştîtir, ji sala 2014an ve, bergeha ewlekarî ya sîyaseta Rûsyayê li Afrîkayê giranîya xwe zêde kirîye. Di pêvajoya pênc salên dawî de, wê li gel nêzî bîst welatan peyman îmze kirin, yên dawî li gel Malî (hezîran 2019), Kongo (gulan 2019) û Madagaskar (çirîya pêşîn 2018). Ev peyman bi giştî perwerdekirina sûbayan li Moskovayê, teslîmîyeta cebilxaneyên leşkerî yên nû û an jî venêrîna ekîbmanên leşkerî yên ji mêj ve edilandî, tet-bîqatên hevpar, têkoşîna li dijî terorîzmê û qorsanîya deryayî -ev binema û hêman li gorî rewşa welatan û serêşîyên wan diguherin- didin ber xwe. Beramberî vê yekê, ev, tevî teklîfên bi israr ên hin lîderên herêmê, vekirina baregehên leşkerî yên herdemî, zêde biha û zêde ne operasyonel, ne di rojevê de ye: di serdana xwe ya Moskovayê ya çirîya paşîn a 2017an de, serokê sûdanê Omar Al-Bachir bo nimûne ji mazûvanên xwe xwestibû baregeheke keştîyan li Deryaya Sor saz bikin. Teklîfa ku di sala 2018an de jî hat dubarekirin, nekarî Kremlînê bixe nava livûtevgerê.

Ji bilî nûnerên wezareta parastinê, aktorekî din jî di mijara hevkarîya ewlekarîyê de derdikeve pêş: M. Patrûçev. Bi navgîna wî servîsên îstîxbaratê bi awayekî fermî li gel hemkarên xwe yên afrîkî guftugo dikin, nexasim jî li navberên bêhnvedanê yên konferansa salane ya li ser pirsgirêka ewlekarîyê, ku dibe cihê kombûna nûnerên servîsên îstîxbaratê yên tevahîya cîhanê. Bûyera dawî ku di gulana 2019an de li Ûfa, ku li rojavayê Rûsyayê ye, pêk hat, bû zemîna danûstandinên li gel şefê servîsên îstixbaratê yên namîbî, M. Phîlemon Malîma, herweha li gel nûnerên servîsên îstîxbaratê yên Burundî, Tûnis, Ûganda, Misir û Kongoyê(5). Ewlekarîya sîberî û têkoşîna li dijî «şoreşên rengîn» -mijara serêşîner a ji bo gelek lîderên afrîkî- li nava temayên pirbare yên van guftugoyan cih digirin..

Têkoşîna li dijî terorîzmê û li dijî serhildanan paceyên nîsbeten nû yên vê hevkarîya ewlekarî ne. Ew di çarçoveyeke hevdîtinên duber ên fermî de tên pêkanîn, lê belê herweha bi awayê ne-resmî jî. Hevparîya navbera Rûsya û Nîjeryayê îro berî her tiştî ji bo şerê li dijî koma cîhadî Boko Haramê ye. Artêşa Nîjeryayê ji ber vê yekê gelek leşkerên xwe ji bo bên perwerdekirin şandin Rûsyayê. Di heman demê de buroya rûs ya bi îxrackirina çekan re mijûl dibe di 2016an, dû re jî 2018an de zêdetirî deh helîkopterên êrişê radestî wan kirin (lê belê, agahîyên têkildarî firotina muhtemel a balafirên nêçîrvan ên bombebaranê Su-30 heta niha nehatine piştrastkirin). Di gulana 2017an de, wezîrê rûs ê parastinê Serguey Şoygû li Moskovayê li gel hemkarê xwe yê nîjer-yayî Mansur Mohammed Dan Alî hevdîtineke dirêj pêk anî.

Li Lîbya, Komara Afrîkaya Navîn, Mozambîk, û Sûdanê li muqabilê vê yekê, dewleta rûs -ku ne dixwaze hêzên xwe yên nîzamî ne jî hêzên taybet bikar bîne,  têkoşîna dij-serhildanan radestî şirketên taşeron ên leşkerî dike. Tevî ku ew Parîsê bi kûrahî dixin nava endîşeyê, «şêwirmendên leşkerî» yên taybet ên ji bo destekê bidin rayedarên fermî yên Banguîyê hatine, şer nakin. Beramberî vê yekê, leşkerên kirêkirî yên rûs di dawîya 2018an de li tenişt hêzên ewlekarîyê yên xwecihî wê tevlî tevgera perçiqandina serhildana sûdanî bûbin, tevî ku ev serhildan wê bi têkbirina El Beşîr bi dawî bibûya(6).  Li Mozambîkê -ku serokê wê, M. Filipe Jacinto Nyusi, di payîza 2019an de du caran çû serdana Rûsyayê-, taşeronên leşkerî hatin wezîfedarkirin ji bo şerkirina li dijî komên îslamîst li eyaleta Cabo Delgado, herêma kîlît a stratejîya bi îdîa ya pîşesazîya gazê ya hikûmeta Mapûto(7).

Li ser van qadan gişan, bîlançoya heta niha bi giştî neyînî ye. Şervanên grûba Wagner ên li tenişt mareşal Xelîfa Xefter şer dikin, di dema şerê Trablûsê de nekarîn rê li têkçûna wî bigirin. Gelek windahîyên wan li Mozambîkê jî çêbûn û tê gotin tenê çend hefte piştî bicihbûna li nava refên hêzên mozambîkî, ji qadên şer vekişîyan. Rola ku li Xartûmê pê rabûn, hindik mabû malîyeta wê li ser Kremlînê pir giran bibe, piştî guherîna rejîmê a di çirîya pêşîn a 2019an de. Eger em bên ser Komara Afrîkaya Navîn, wisa xuya ye ku Kremlînê bi vekirina buroya nûnerîya wezareta parastinê li Banguîyê, di heman demê de bir-yar jî daye hevkarîya ewlekarîyê xurt bike. Ev jî dikare were wateya, di demedirêjî de, jinûvesazkirina dengeya hebûna rûsî, her çendî li dijî berjewendîyên şirketên leşkerî yên taybet be jî.

Axirî, serketina herî mezin a Rûsyayê li Afrîkayê başkirina konsepta rol û tesîra xwe ye. Welatên parzemînê ji nû ve Rûsyayê wekî aktorekî li refên pêş û ku qet nebe hevkarîya aborî pêşkêşî wan bike dibînin û li gorî wan, Rûsya êdî dikare bi awayekî bibe nûnera wan a dîplomasîya «rêya sêyem» li navbera rojavahî -bi giştî wekî mudaxelekarên pirsgirêka mafên mirovan tên dîtin- û çînîyan ku ji ber van, gelek kes li herêmê wê bixwaze kontrolê sist bikin. Bi awira Moskovayê, Afrîka herweha rezerveke dengan e jî li Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (ONU) ji bo rûniştinên ku têde mijarên hesas ên wekî Donbas an jî Kirim tên guftugokirin. Bi vî awayî gelek welatên afrîkî (Sûdan, Zîmbabwe) li hemberî biryara meha adara 2014an ku Moskova ji ber îlhaqkirina nîvgiravê şermezar dikir, dengên dijber, an jî (Cezayîr, Afrîkaya Başûr, Malî, Rwanda, Senegal…) jî dengên bêalî bi kar anîn. Pêşwazîkirina bi îhtîmam a ji bo tekstê, sînorê hejmara welatên, ku bi giştî hejmara wan nêzî donzdeh e, li dijî biryarnameyên rojavahîyan derdivin, pir derbas dike. Û tecrîdbûna dîplomatîk a Rûsyayê, Waşîngton û hevalbendên wê yên ewropî dixwestin provoke bikin, ji qasî ku dihat payîn pir kêmtir bi şîdet pêk tê.

Berevajîyê bawerîyeke giştî, Rûsya êdî li Afrîkayê ne «acûc»ekî aborî ye. Di sala 2018an de, hecma bazirganîya wê ya li gel parzemînê ji 20 milyar dolarî derbas bû: reqemeke bêguman kêmtirî yên Çînê (204 mîlyar) an jî Fransayê (51,3 mîlyar ewro), lê nêzî yên Brezîlya an jî Tirkîyeyê ye. Ew hewl dide sazûmana xwe ya pevguhertinên bazirganîyê bi girîngîdayîna sektorên xwedî teknolojîya bilind, cihêreng bike. Ew niha şûna xwe xweş dike ji bo pêngaveke ber bi bazara peyk avêtinê ve, li ser navê Angolayê, di 2017an de, herweha li ser navê Tunisê ji 2020î û şûn ve. Li qada nukleer a sîvîl, Rosatom peymanên xwe yên li gel welatên ku bûne qadên pêşî ên tevnên wê, qat qat zêde kirine, bo nimûne li Zambî, Sûdan an jî welatê ku li gel wî danûstandin pir zêde bûne, bi taybetî ji dema serdana Paul Kagamé ya Moskovayê ya hezîrana 2018an û vir ve. Tedarîkvanê çareserîyên ewlekarîya înformatîk Kaspersky Lab di gulana 2019an de buroyeke nûnerîyê li Kigalîyê vekir û hêvî dike ji vir ber bi tevahîya Afrîkaya Rojhilatî hebûna xwe bi pêş bixe.

Eger Rûsya her diçe zêdetir pala xwe bi awayekî vekirî dide ser hard power-hêza hişk, ew herweha li Afrîkayê bicihkirina amûrên xwedî tesîra demdirêj ji bo civakên xwecihî didomîne. Hin medyayên dewletê (RT, Sputnik) bi zimanên fransî, ingilîzî, lê herweha portugalî, wekî çavkanîyên temaşevanên têra xwe qelebalix li gelek welatan giranîya xwe zêde dikin(8). Xeta wan a weşanê bi israr destnîşan dike ku Rûsya li herêmê ne xwedî rabirdûyeke kolonyal e û balê dikşîne ser desteka Moskovayê ya ji bo têkoşînên li dijî emperyalîstan; bi gotareke xwedî tona carna dij-fransî ku li Malîyê heta cihekî deng vedide, bo nimûne. Rûsya herweha di warê hevkarîya tendirustî de jî pir çalak e. Afrîkaya Başûr berî çendekê tedawîyeke li dijî Kovîd-19 a bi navê Avîfavîr ku ji bo îxracê tê pêşkêşkirin, sîparîşek kir(9). Beramberî vê yekê, Misirê parzaya (vaccin) çînî li şûna Sputnik vê tercîh kir, tevî israrên rayedarên rûsî jî(10). Berî çend salan, wezareta rûs a tendirustîyê û Rusal seferberîyeke parzakirina li dijî vîrusa Ebola li Gîneyê organîze kiribûn.

Lingê din ê hêza rûs soft power («hêza nerm»): perwerde û formasyon. Di 2013an de, hejmara xwendekarên afrîkî yên kurseke zanîngeheke sîvîl dişopand, li gorî texmînan heşt hezar bû(11). Midûrê nû yê ajansa ji bo hevkarîyê, M. Evguéni Primakov -nevîyê şefê berê yê hikûmetê, dixwaze kotaya cihên garantîkirî yên ji bo xwendekarên afrîkî veqetandî, ku hejmara wan a niha li derdora 1800î ye, zêde bike û pergaleke bûrsan wekî parçeyekî hevkarîya li gel şirketên rûs ên li Afrîkayê çalak in, bi pêş bixe(12). Îro, Rûsya hê jî ji alîyê îstîqameta perwerdê ve ji Ewropa û Dewletên Yekbûyî kêmtir populer e, hem ji ber sedemên avhewayê hem jî êrişên nijadperest ên di salên dawî de bûn manşetên çapemenîyê.

Li gel vê yekê jî, «vegera mezin» a Rûsyayê li Afrîkayê nayê wateya meşeke serketinê û hem jî pir dûrî wê ye. Hin îdîayên hatin kirin, tiştek ji wan derneket: di sala 2017an de, Rostec dest kişand ji karûbarê sazkirina rafînerîyeke li Ûgandayê û bi vî awayî bendewarîyên aborî yên rûsî li Afrîkaya Rojhilat qelstir kirin. Yên din, bo nimûne projeyên gazê yên Rosneft ên li wêdetirî Mozambîkê, pêkhatina wan bi derengî dikeve. Bernameya nukleer a sîvîl a Afrîkaya Başûr ku Rosatan hêvîyên mezin jê dikirin, hatîye cemidandin. Veqetîna bi darê zorê ya serok Jacob Zuma – ku wekî berpirsîyarê servîsa îstîxbaratî ya Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê (ANC)ê, têkilîyên wî yên pir germ hebûn bi KGBê re di salên têkoşîna li dijî appartheidê de -rewşa hesas û qels a hin girêdanên rûs ên li seranserî parzemînê raxist pêş çavan. Piştî hilweşîna textê serokê sûdanî El Beşîr û îstîfaya şefê dewleta cezaîrî Ebdilezîz Bûteflîka, her çendî di wê qonaxê de bi awayekî cidî po-zîsyonên Moskovayê li Xartûmê û li Cezaîrê qels nekiribin jî, heman rewş li wir jî bûn mijara gotinê: rûs dikarin xwe bispêrin hejmareke mezin sûbayên artêşê û servîsên ewlekarîyê yên li akademîyên leşkerî û îstîxbaratî tên perwerdekirin ji serdama sovyetî heta niha..

Moskova ne li gorî hîpoteza «stratejîya mezin» a di asta parzemînê de, lê gelek caran li gorî firsetên dikeve destê xwe, tevdigere. Hevkarîya navbera aktorên cuda yên sîyaseta rûs jî jixwe ne zêde baş e. Di encamê de MM. Şûygû û Patrûş xwedî giranîyeke sîyasî ne û ev rewş wan muaf dihêle ji îstîşareyeke li gel alîkarê wezîrê karê derve M. Mikhaïl Bogdanov ku di heman demê de «Monsieur Afrîka» yê nû yê Moskovayê ye. Danûstandina şirketên leşkerî yên taybet û servîsên îstîxbarata leşkerî wisa xuya ye li gorî rewş û qadan reng diguherîne: li Komara Afrîkaya Navîn an jî Lîbyayê vekirî ye û li Sûdanê hê rihettir dibe; ev wekî ku dibe neynika kevîyên vala yên manevraya kesên ku sîyasetzan Tatîyana Stanovaya wan wekî «însîyatîfkarên jeopolîtîk» pênase dike. Gelek caran bi karkirina li ser rêçên van ên dawî, hin şêwirmendên rûs ên xwedî îmaj û stratejîya aktîf ên hilbijartina van salên dawî, -bo nimûne li Madagaskarê- ji ber bi giranî nebûna zanîna wan a li ser heqîqetên xwecihî, ji alîyê encaman ve, stêrka wan zêde nebiriqî(13).

Ji niha û şûn ve, rêçên stratejîk a Rûsyayê li Afrîkayê nayê payîn ku di asteke girîng de zêde bibin. Efekta xwe ji nû ve gihandin û dabînkirina rêçên xirakirî yên salên 1990î wekî ku kêm dibe. Dema ji Mosovayê lê tê mêzekirin, parzemîna afrîkî dimîne wekî şanoyeke li kevîtaxan, ew jixwe maye li binê rêza navên herêmên girîng ku ji alîyê konsepta sîyaseta derve ve di çirîya paşîn a 2016an de hatîye amadekirin. Zîrweya Soçî bêguman hinek lez da livû-tevgera asta herî bilind a çerxa dewletê. Lê belê li kêlîya gumanên pêşî xwe didin der û buhrana aborî çavkanîyên heyî kêm bike jî, hedefa aktorên têkilîyên rûs û afrîkî wê îqnakirina Kremlînê be ji bo israrkirina di razemenîyên xwe yên demedirêj de.

Wergera ji fransî; Baran Nebar

[/emember_protected]

______

1) Joseph L. Nogee û Robert. H. Donaldson, Soviet Foreign Policy Since World War II, Pergamon Press, New York, 1981.

2) bid.

3) Arnaud Dubien, «Rûsya û Afrîka: efsane û heqîqet», Note de l’Observatoire franco-russe, n° 19, Moskova, çirîya pêşîn 2019.

4) Arnaud Kalika, «´Vegera mezin´a Rûsyayê li Afrîkayê?», Russie.Nei.Visions, n° 114, Enstîtûya Fransî ya Têkilîyên Navneteweyî (IFRI), Paris, nîsan 2019.

5) Kommersant, Moskova, 20 hezîran 2019 (bi rûsî).

6) «Russian military firm working with Sudan security service: sources», Sudan Tribune, Paris, 8 kanûna paşîn 2019, https://sudantribune.com

7) Tristan Coloma, «Stratejîya aborî-ewlekarî li Mozambîkê», Notes de l’IFRI, gulan 2020.

8) Kevin Limonier, «Belavkirina agahîyên rûsî li Afrîkayê. Ezmûna xêzkirina nexşeya giştî», Enstîtûya Lêkolîna Stratejîk a Dibistana Leşkerî, Paris, 13.11. 2018.

9) «Russia’s coronavirus drug to be sold in 23 countries», The Moscow Times, 24 îlon 2020.

10) «Why Egypt chose Chinese Covid-19 vaccine over Russian one », Al-Monitor, 17 îlon 2020, www.al-monitor.com

11) Alexandra Arkhangelskaya et Vladimir Shubin, «Russia’s Africa Policy», Occasional Paper, n° 157, South African Institute of International Affairs, Johannesburg, îlon 2013.

12) Kommersant, 9 îlon 2020 (bi rûsî).

13) Michael Schwirtz û Gaelle Borgia, «How Russia meddles abroad for profit: cash, trolls and a cult leader», The New York Times, 11.11. 2019.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
Social media & sharing icons powered by UltimatelySocial