Tebax-îlon 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Vorheriger ArtikelMalbata Dedeoğlu

Rûbirûbûna Şaşîyên Stratejîk

Hunera dîplomasîyê û stratejîyên rast, dikarin qedera milekî biguhêrin û îmkanên nedîtî li pêş wî miletî vekin. Belê stratejîyên şaş malwêranîyê tînin. Gava planek hat kirin, divê bi kêmanî sê-çar alternatîfên cihê, yên bi awayê planên B, C, D û heta yên zêdetir hebin. Divê desthilatîya Başûr, pispor, zana, akademisyen û stratejîstên jîr li dora xwe kom bike û aqilekî kurdan yê kûr û hevpar hebe.

Di roja 25ê Îlona 2017an de, bi biryara Parlamentoya Kurdistanê, li Başûr referandûma serxwebûnê hat çêkirin. Hê berîya ku referandûm bê  lidarxistin,  desthilatîya Başûr, li seranserê dinyayê dest bi xebateke dîplomatîk kir û derbarê  mafdarîya kurdan de xwest ku dewletên Ewropa û Amerîkayê agahdar bike û herweha piştgirîya wan bistîne. Bi heman armancê, di sibata 2015an de Mesûd Barzanî, di Konferansa Munchenê de bi gelek serokên ewropî re peyivî bû û di adara heman salê de, li Amerîkayê bi serok Obama re hevdîtineke girîng pêk anî. Piştî hewldanên girîng, referandûma serxwebûnê çêbû, lêbelê hîn di ser re mehek derbas nebûbû, di 17ê meha dehan de, Kerkûk û deverên ku devjenî li ser dihatin kirin, di şevekê de ji destê kurdan derketin. Eger desthilatîya kurd, pişt re bi  lez û bez bi ser hişê xwe ve nehata û li derên wek Pirdê, di qada şer de bi ser neketa, Kurdên Başûr dikaribûn  cardin her tiştên xwe ji dest bidana û statuya federe ji destê wan biçûya.

Li ser Referandûm 25ê îlonê gelek tişt hatin nivîsîn û gotin. Belê hin xal û mijar hebûn ku tenê kêm kes hay jê hebûn û heta ku ew tişt nehatana zanîn, nirxandineke serwext nikaribû bihata kirin.  Çar sal şûn de, piştî çapkirina kitêba Mesûd Barzanî ya bi navê “Bo Dîrokê,” bi tevahî nebe jî, em êdî ji gelek rûdan û agahdarîyên ku wê demê nixamtî bûn, îro çêtir haydar in. Loma em dikarin, bi awayekî hê objektîf û bi aqilekî stratejîk rûdanên bûyî (bûyer û geşedanên wê rojê) binirxînin. Eger kurd, çerxa dinyayê û rastîya sîyasetê baş analîz nekin û bi hurgilî li hin tiştan nenêrin, leyistik, fen û fûtên dijber û neyarên xwe nebînin, nikaribin hin leyistikên wan pûç bikin û li hember leyistikên wan leyistikên xwe ava bikin, ew ê ji bo wan dîrok cardin xwe dubare bike.

Biryara Referandûma Serxwebûnê û Manewrayên Sîyasî

Piştî xwendina kitêba Mesûd Barzanî, ez gihîştim wê bawerîyê ku kurdan di sala 2017an de, di meseleya referandûma serxwebûnê de şaşîyeke stratejik kirine. Demek berê,  min bi nivîsa xwe ya bi navê “Desthilatîya Joe Biden û Hêvîya Kurdan”cardin bal kişandibû ser vê mijarê (Bnr. Rûdaw, 01.02.2021). Gelo ew şaşîya stratejik çi bû? Çi çêbû û çi qewimî ku kurdan di şevekê de, Kerkûk û Şengal jî li ser, ji % 45ê axa welatê xwe winda kirin? Buhayê bajarê Kerkûkê, giringîya manewî û bedelên ku ji bo wê hatine dayin li hêlekê,  bi awayê madî bi trilyonan dolar bû. Çawa çêbû ku tenê di şevekê de ev bajar ji destê kurdan firîya û çû? Gelo eger aqilekî kurdan ê stratejik hebûya, ev tişt dihat serê wan?

Kerkûk û herêmên ku devjenî li ser dihatin kirin, di 2014an de, di encama êrîşên DAÎŞê de ketibûn destê kurdan. Çawa tê zanîn, li gor xala 140î a makedestûra Iraqê, divîyabû ku herî dereng heta dawîya 2007an, bi referandûmekê biryar bihata dayin, bê ka ewê Kerkûk û herêmên ku devjenî li ser tên kirin,  bi ser Iraqê ve an jî bi ser herêma Kurdistanê ve bên berdan. Belê hikûmetên Iraqê, tu car rê nedan ku ev referandûm çêbibe. Îcar gava di  2014an de ev der, bi awayekî fiîlî ketin destê kurdan, wan jî êdî qala referandûmê nekir. Ji ber ku Iraq jî li ber têkçûneke tevahî bû, kurd jî di wê yekê de bêdeng man an jî bi zanebûn xwe kerr kirin, Çunku, di şerê DAÎŞê de hewcedarîya Iraqê bi hêza Pêşmergeyî hebû.

Iraq hê di şerê DAÎŞê de hesabê wergirtina Kerkûkê dike

Em ji kitêba Mesûd  Barzanî fêm dikin ku hê di destpêka şerê li hemberî DAÎŞê de, dewleta Iraqê û hêzên Heşdê Şabî, hemû planên xwe li ser derxistina pêşmergeyan dikin, da ku pêşmerge vekişe ser sînorê 2003an (r.69). Iraq bi zanebûn, operasyona rizgarkirina Hewîceyê bi paş dixe û pêşîtîyê dide rizgarkirina Mûsilê.  Çunku Hewîce bi qasî 48 kîlometreyan ji Kerkûkê dûr e. Gava ku Iraq ewil Mûsilê rizgar bike û pişt re hemû hêzên xwe bişîne ser Hewîceyê,  hingê wê ew hêz ji bo Kerkûkê li wê derê bimînin. M. Barzanî li ser heman mijarê weha dinivîse: “Em; yên ku bi nîyeteke saf ji vegirtina Mûsilê hemahengî û hevkarî kir, me hîç rengekî bîra wê yekê nedikir ku ew bi vî awayî xîyanetê bikin û peymanan binpê bikin û bi vî rengî reftarê bikin. Me pêşbînî nedikir birayên me yê Şî’î ku li ser pişta me û bi hevkarîya me hatin ser desthilatîyê, dê helwesta wan li hemberî miletê kurd dijminane be”(r.70).

Mixabin rê û rêbazên sîyasî,  fen û fûtên sîyasetê tu car fersendê nadin sîyaseteke îdealîst. Loma li dinyayê pirê caran sîyaseta realîst tê şopandin.   Yek ji nûnerên  teorîya realîzma sedsala 20î Hans J.  Morgenthau,  kêm zêde  bi vî awayî salixê sîyasetê dide: “Sîyaset çalakîyeke otonom e. Gelek caran marksîst dixwazin sîyasetê daxînin aborîyê, belê ev ne rast e.  Peywirên Îmmanuel Kant û Lîberal dixwazin ku sîyasetê daxînin nirxên exlaqî (moral), belê ev jî ne rast e. Serokên dewletan, mecbur in ku bi awayê spartina feresata sîyasî tevbigerin.” Bi kurtî Morgenthau   dibêje ku xebata sîyasî çalakîyeke otonom e û divê mirov wê bi aborî û nîrxên exlaqî re tevlî hev neke. Çunku rê û rêbaza sîyasî û exlaq du warên cihê ne. Em bi nirxên exlaqî nikarin rûdanên sîyasî şîrove bikin. Çunku sîyaset xwedan mercên xweser e û di sîyasetê de gihîştina armancê, ango encam girîng e.

Mesûd Barzanî bi  camêrî û dilsozî, “birayên me yên şî’î” dibêje û dixwaze ku bi wan bawer be û pişta xwe bide wan. Belê di karê sîyaset û rêvebirina dewletê de ev nêrîn wekî bingeh nayê girtin. Eger şî’î bi rastî jî dilsoz bûna, ji sala 2003an heta sala 2014an, bi kêmanî deh caran dikaribûn referandûma Kerkûkê û deverên din çêkirina, belê nekirin.  Bi ser de Mesûd Barzanî, wekî sîyasetmedarekî xwedan tecrûbe, hê ji berîya operasyona Mûsilê hay ji planê şî’îyan heye. Loma weha dinivîse: “Plana wan ew bû Şingalê û deverên din ên xala 140î, ku ev çar sal bûn pêşmergeyan bi xwîna xwe diparast bigirin.” Madem nîyeta dewleta Iraqê weha bû, hingê bo çi pêşmergeyan bi artêşa Iraqê re Mûsil ji destê DAÎŞ’ê derxist? Divê kurd vê pirsê ji xwe bikin û li ser vê pirsê kûr û dûr bifikirin.

Nameya Rex Tîllerson

Di roja 13ê Îlona sala 2017an de, du hefte berîya ku referandûm bê lidarxistin,  li Sihêlanê civîneke dîrokî di navbera Serokatîya kurdî û hêzên navnetewî de pêk tê.  Di civîna Sihêlanê de Nûnerê Taybet yê Amerîkayê McGurck, Nûnerê Taybet yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Yan Kubish, Sersefîrê (ambasador) Amerîkayê yê Iraqê Douglas Silliman û Sersefîrê Brîtanyayê yê li Iraqê Frank Baker beşdar dibin. Di heman civînê de, bi rîya telefonê bi Serokê Fransayê Emmanuel Macron û herweha bi Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Boris Johnson re jî tê peyivîn.

Mijara herî girîng a civînê,  nameya Rex Tillerson e. Di nameya xwe de Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê dîyar dike ku, bila referandûm du salan bê bipaşxistin. Eger danûstandinên di gel Iraqê neçûn serî, hingê bila herêma Kurdistanê referandûma xwe bike û ewê Amerîka “rêzê” li  vê encamê bigire. Li ser vê pêşnîyaza Amerîkayê, Mesûd Barzanî daxwaz dike ku peyveke vê nameyê bê guhartin û ew jî referandûmê bi paş bixin. Guherîna ku Mesûd Barzanî dixwaze ev e: Di şûna peyva “rêzgirtinê” de, gotina “piştgirîyê” bê nivîsandin. Belê nûnerên Amerîkayê dibêjin ku ew nikarin di şûna “rêzgirtinê” de bêjeya “piştgirîyê” binivîsîn. Li ser vê yeke Mesûd Barzanî dibêje: “Heger hûn nikarin yek bêjeyê biguherin, vêca çawa li wê hêvîyê  dimînin ku em bikarin xelkê Kurdistanê qane bikin, da ku referandûmê nekin?”(r.86). Sed heyf û mixabin ku li vir êdî, benê navbera herdu alîyan diqete.

Hunera dîplomasîyê karekî tenik e, carna ta an benek zêde nazik û lawaz e. Xwezî wê rojê Mesûd Barzanî ev pêşnîyaz qebûl kiribûya. Gelo çima? Çunku di zimanê dîplomasîyê de cihêtîyeke mezin di navbera peyvên “rêzgirtin” û “piştgirîyê”(destek)  de tune. Li vir  êdî nîyeta dewletan girîng e. Ji hêla din ve, têkilîyên Amerîkayê bi Tirkîye û Iraqê re jî hene û naxwaze ku navbera xwe ji rûyê kurdan, bi wan re jî xerab bike. Divê kurd jî hay ji vê hesasîyeta Amerîkayê hebin û wê nexin tengahîyê.  Helbet tiştek din jî heye: Heta ku kurd bi rîyên reşahî (axê), deryayî û hewayî bi cîhana hemdem ve tor û girêdanekê pêk neynin, dewleteke serbixwe bin jî li Rojhilata Navîn rûyê rihetîyê nabînin. Çunku dewletek çardora wê pêçayî, çawa jî bike wê serxwebûna wê, serxwebûneke girêbend (dependent) be. Gava ku cîran rîyên reşahî, deryayî û hewayî li ber bigirin, ew ê bikaribin wê di nav xwe de bifetisînin, nehêlin ku hilmê bistîne.

Ez dixwazim li vir bala we bikşînim ser Deklerasyona Balfour a sala 1917an, ku di derbarê kifşkirina qedera miletê Cihû de roleke sereke leyist. Danezana Balfour, di roja 2yê çirîya paşîn a  1917an de, ji alîyê Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê A.J. Balfour ve, wekî nameyekê ji Cihûyê Brîtanyayî, Baron Lionel Walter Rothschild re hatibû şandin. Name bi zimanê îngilîzî tenê ji 67 peyvan pêk dihat.  Bi ser de, Danezana Balfour heta dawîya Şerê Cîhanê yê Pêşîn ji ereban hat veşartin. Danezan bi zimanekî dîplomatîk yê ecêb hatibû nivîsandin û nivîsandina van 67 peyvan bi qasî du salan dem (wext) girtibû. Metna nivîskî di navbera îngilîz û amerîkanîyan de çûbû û hatibû û li ser her peyvekê, devjenîyên dirêj hatibûn kirin û bi dehan caran tê de guhertin hatibû kirin (Bnr. J.M.N. Jeffries, The Balfour Decleration,  Beirut, 1967).

Nexşerê û Sîyaseteke Realîst Pêwîst e

Du sal ji bo qeder û pêşeroja miletekî bi tu awayî ne demeke dirêj e.  Ji niha ve çar sal di ser Referandûma Serxwebûnê re derbas bûye. Eger wê rojê Mesûd Barzanî, qîma xwe bi peyva “rêzgirtinê” bianîya û bêhna xwe piçekî fireh bikira û di hunerê dîplomasîyê de piçekî vekişêr (elastik) bûya, ew sosreta Kerkûkê, dikarbû nehata serê miletê kurd. Helbet sedemên bêsiûdîya Kerkûkê gelek in û qet şik û guman nîne bêsiûdîyeke mezin jî, li Amerîkayê hatina ser kar ya desthilatîya Dunald Trump bû.  Dîsa jî eger wê rojê, Mesûd Barzanî bi şertê, li gor xala 140an a Makedestûra Iraqê, pêkanîna referandûma Kerkûkê derxista pêş û dev ji referandûma serxwebûnê berda, îro kurd gihîştibûn qonaxeke çêtir.

Di mesela biryara Referandûma Serxwebûnê de tiştekî din tê gotin, ku Mesûd Barzanî di kitêba xwe de qet behsa wê yekê nake.  Li gor hin angaştan, Mesûd Barzanî hê ji berê ve hay ji planên Kerkûkê ji kurdan standinê hebû, loma bi saya Referandûma Serxwebûnê xwest ku îspat bike Kerkûk bajarekî kurdan e û şênîyên wê dixwazim girêdayî desthilatîya Kurdistanê bin. Eger Mesûd Barzanî û bi giştî Parlamentoya Kurdistanê, ji bo pûçkirina vê plana ha Referandûma Serxwebûnê li dar xistibin, hingê tişetek baş û li cih kirine. Belê eger di şûna gotina “Referandûma Serxwebûnê” de, “Referandûma Kerkûkê û Deverên Din” bigotana, ez bawar im ew ê hê çêtir ba. Hingê Tirkîye û Îran jî evqas bi tundî li hember dernediketin û dibe ku Amerîkayê jî destûr neda ku bi tankên wê Kerkûk ji Kurdan bê standin. Îcar çawa ku min got, di kitêba Mesûd Barzanî de qala vê yekê nehatîye kirin.

Hunera dîplomasîyê û stratejîyên rast, dikarin qedera milekî biguhêrin û îmkanên nedîtî li pêş wî miletî vekin. Belê stratejîyên şaş malwêranîyê tînin. Gava planek hat kirin, divê bi kêmanî sê-çar alternatîfên cihê, yên bi awayê planên B, C, D û heta yên zêdetir hebin. Divê desthilatîya Başûr, pispor, zana, akademisyen û stratejîstên jîr li dora xwe kom bike û aqilekî kurdan yê kûr û hevpar hebe. Miletekî ku bajarekî wekî Kerkûkê di şevekê de winda kirîye, divê qet nebe ji îro pê ve sermîyaneke baş ji bo stratejîyên rast veqetîne û bala xwe bide ser vê yekê. Helbet  di şevekê de, tenê Kerkûka ku bi awayê madî bi trîlyonan Dolar e ji dest neçû, buhayê milkê kurdan yê di destê wan de jî bi zêdebarî anî xwarê û azadîya wan bi tevahî kir nav xeterê.

Di dema desthilatîya Trump de kurdan gelek tişt winda kirin.  Niha bi Joe Biden re demeke nû dest pê kir. Em ji kitêba  bi navê “Bo Dîrokê” hîn dibin ku J. Biden, di sala 2015an de, hê gava ku cîgirê serok Obama bû ji Mesûd Barzanî re weha dibêje: “Ez û tu, em herdu dê di temenê xwe de bi çavên xwe serxwebûna Kurdistanê bibînin”(r.62). Eger desthilatîya Başûr,  di serdema serokatîya J. Biden de,  bikaribe li gor xala 140an a Makedestûra Iraqê, referandûma Kerkûkê pêk bîne û Kerkûk cardin bizivire ser axa welat, hingê ew ê pêşeroja kurdan bi her awayî çêtir û ronak be.

Gotina dawî: Divê kurd bizanibin bi şaşîyên xwe yên sîyasî re rû bi rû bibin û ji wan ders bigirin, ji ramana azad re vekirî bin û ji rexneyê netirsin.

*Profesor, Zanîngeha Mûşê

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar