Tebax-îlon 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Rêya Kabûlê

Artêşeke rojavayî nayê têkbirin. «Sîyasetvanên» bê movikên piştê û alîkarên xwecihî yên ji şer direvin sedemên têkçûna wê ne.1 Zêdetirî sedsalekê ye, ev efsaneya «derba xencerê ya li piştê ve» dîruşmeyên ji bo şandina şer û daxwaza tolhildanê xwedî kirin. Ji holêrakirina astengîyekê tê wateya amadekirina astengeyeke din a li pey hatî. Ji bo jêbirina «sendroma Vîetnamê» û danjibîrkirina «biçûkketina» bi gerewgirtinê (rehîngirtinê) li balyozxaneya Dewletên Yekbûyî ya li Tehranê, serok Ronald Reagan di 1983yan de Grenada dagir kir; heft sal şûnde, piştî ku hevalbendê wî yê kuveytî hat dagirkirin, ew dikeve şerê Kendavê. Baş e piştî dîmenên balafirgeha Kabûlê, yên biçûkxer ji bo Dewletên Yekbûyî, bi tirs û xof ji bo kesên jê re xizmet kirin, wê çi bibe?

«Ji dema avabûna xwe ve ev dibe fîyaskoya herî mezin a NATOyê», li gorî nirxandina M. Armin Laschet, zilamê ku Mme Angela Merkel wê bixwesta bibe xelefê wê di şansolyetîya alman de. Şerê Afxanistanê di rastîyê de bû temsîla yekemîn destwerdana Hevpeymana Atlantîk li gorî madeya 5 a rêvebernameya wê ya avabûnê: Dewleteke endam bûbû mexdûra êrişa 11ê îlona 2001ê (lê belê ne ji alîyê afxanan ve); îmzedanerên din ên hevpeymanê hingê bi hawara wê ve bezîyan. Ev tecrube wê bibe hêjayê bibîr-xistina dema ku Waşîngton û Pentagon operasyoneke leşkerî li dar dixin, hevalbendên wan wekî xulamên ku efendîyê wan mafê şerkirinê -û mirinê-, dide wan, ne mafê şêwirmendîya têkildarî rawestandina dijminatîyan. Heta Londona ku elimîbû biçûkketinên wisa, li hemberî vê heqaretê îsyan kir. Niha  divê  em  hêvî  bikin  ku  fîyaskoya afxan nebe sedem ku Hevpeyman refên xwe yên jihevketî komî ser hev bike û xurt bike bi şopandina Dewletên Yekbûyî ji bo serpêhatîyên nû. Bo nimûne, bi sazkirina enî û çeperan li Taywan an jî Kirimê li dijî Çîn an jî Rûsyayê …

Ev xetere her ku diçe tirsnaktir dibe dema ku felaketên ku neomuhafazakar li Iraq, Lîbya û Afxanistanê bûne sedem, kêmtir zirarê li wan dikin. Çawa be, zerarên mirovî li kesên din dibin, ne li wan: li welatên rojavayî, şer her diçe zêdetir bi destê çînên karker tên meşandin. Piranîya amerîkîyên li Afxanistanê şer kirin, ji herêmên gundewar ên Amerîkaya kûr tên, herêmên pir dûrî navendên ku lê biryarên şer tên dayîn û seredîtorên şerxwaz şer wekî tiştekî pir baş pęnase dikin. Îro, kîjan xwendekar, kîjan rojnamevan, kîjan lîderê sîyasî bi xwe leşkerên mirî an jî yên di şer de ne, nas dike? Leşkerîya mecbûrî qet nebe nirxekî wê hebû, nirxê tevlîkirina tevahîya neteweyê li nava pevçûnên ku nûnerên wê dabûn destpêkirin.

Gava ew dengê xwe didin… Ji îlona 2001ê ve, serokê Dewletên Yekbûyî, bêyî pêş tesdîqa Kongreyê, dikare her operasyoneke leşkerî ya ku ew dixwaze, bi bahaneya «têkoşîna li dijî terorîzmê» bide destpêkirin. Dijmin ne dîyar e, qada erdnîgarî û dirêjahîya wextê mîsyonê jî herwisa. Berî çar salan, senatorên amerîkî, tenê ji ber ku çar leşkerên wan li Nîjerê mirin, tê derxistin ku li vî welatî heşt sed leşkerên wan hebûn. Komek parlementerên du  partîyan, bi lihevkirina li gel M. Joe Biden, ketin nava hewldana betalkirina çeka vekirî ku ji rêveberîyê re hatibû naskirin. Divê şer nemîne li ser biryara mîrzayekî, nexasim jî gava tê îdîakirin ku ew li ser navê nirxên demokratîk tê meşandin.

Ev yek ji bo welatekî wekî Fransa jî ku artêşa wê li Afrîkayê şer dike lê ye. Her tişt xwe ferz dike ku jeopolîtîk, hevalbendî û stratejîya paşerojê bi serwextî were guftûgokirin. Nemaze piştî Afxanistanê. Lê belê eger pêwist be bi şîroveyên dawî yên gelek namzedên hilbijartina bê ya serokatîyê were nirxandin, rewş wê ne wisa be. M. Emmanuel Macron reva afxanan ji zordarîya talîbanan wekî «herikîna koçberîya têra xwe bêrêkûpêk» pênase kir û bi vî awayî ji nû ve rengekî zindî da gengeşîya têkildarî ewlekarîyê. Wisa hêvî dike ku eger ew koçberên dîktatorîyekê wekî terorîstên muhtemel bihesibîne, hilbijêrên muhafazakar wê destekê bidinê. Her du namzedên rastê, M. Xavier Bertrand û Mme Valérie Pécresse, bêguman di vî warî de pêşengî kirin, bi îdîaya ku «beşek azadîya cîhanê» wê li Kabûlê bibe mijara gotinê. Her çi şaredara sosyalîst a Parîsê, Mme Anne Hidalgo ye, wê jî bi hevokeke tirsnak dest bi pêşgotina analîza xwe ya li ser şikestina welatên rojava kir: «Wekî gelek caran di mijara Afxanistanê de, dîsa Bernard-Henri Lévy ez hişyar kirim»… Ji vê jî, bêguman, ew digihîje vê encamê: «Bi awayek ji awayan ji bo me pêwist e em ji nû ve berê xwe bidin ser rêya Kabûlê».(2)

Di vê rewşê de tiştê ji Mmes Hidalgo û Pécresse re dimîne ew e ku ew ji Rûsyayê û Hevpeymana atlantîk dahatinên meşa wan a dawîn a serkeftî ya li paytexta afxan bixwazin.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

1) Di rastîyê de, artêşa afxanî tûşî windahîyên bîst û heft caran bilindtir (66 000 leşkerên kuştî) hat nîsbet bi artêşa amerîkî (2 443 mirî), ku ev yek dîsa jî nebû asteng li pêşîya muzakerekirina rasterast a Waşîngtonê li gel talîbanan, sala dawî, bêyî ku ji bo hikûmeta afxan xeman bixwin..

2) Anne Hidalgo, «Divê zihnîyeta Mesûd ji holê ranebe», Le Monde, 16 tebax 2021.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar