Tebax-îlon 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Revokîyeke pisporan

Li ser lîsteyên qaçaxçîtîyên navneteweyî, bazirganîya der-qanûnî ya berhemên hunerî di rêza sêyemîn de ye, piştî ya madeyên hişbir û ya çekan. Ew dimîne wekî karekî refahê tevî afirandina yekîneyên lêpirsînerên pispor û hişmendîya têkildarî temsîla wê ji bo welatên talankirî. Li Îtalyayê, ew karûbarên sextekarên pir danaskirî û spîkirina berheman ji alîyê pisporan ve li hev digihîne

Pirsa vegerandina berhemên hatine dizîn li welatên ku berê hatine mêtingehkirin, her wekî ya talakirina niha ya herêmên duçarî nearamîyê bûne, rîskên, bitaybetî sîyasî û sembolî yên revokîya hunerî derxistine ber ronahîya rojê. Lê ev bazirganîya nepenî, di heman demê de bidirêjahîya sedsalan, bêyî her cûre xwînrijandinê, bi saya valahîyên qanûnî, dizane bi bikaranîna lîska pêșkêșî û daxwazê ji bo pereyên girîng tevbigere. Unesco Couriera 9ê çirîya pêşîn a 2020î dîyar dike ku, “Bazirganîya neqanûnî ya milkê çandî di nav kiryarên tawanbarîya navneteweyî de, piştî revokîya tiryak û çekan, di rêza sêyemîn de cihê xwe digre”. Bûyera talankirina mîrata Îtalyayê, ku bi bermahîyên xwe yên Etruskî, Grekî û Romayî dewlemend e, bi giranî ber bi Dewletên Yekbûyî û pênc hezar mûzexaneyên wê ve, bi dirêjîya şêst salan, girîngîya darayî ya vê “bazirganî”yê, rola wê ya di lêgerîna prestîjê de û astengên ku nûnerên sepandina qanûnê duçarî wan dibin, dest nîșan dike.

”Li cem me, dizîna berhemeke hunerî çêtir e ji ya șalekî qot (jeans)”, dozger Paolo Giorgio Ferri, berî mirina xwe ya ku di hezîrana 2020î de pêk hat nebitiștekî ji me re gotibû. Her çend yekîneyek mihafizan a pispor ji bo vê revokîyê di 1969an de pêk hatibe jî, bitenê di sala 1995an de komeke dadgeran çêbû. Ferri ji destpêkê de di nav vî karî de ye. Di tirimbêla serekê Gardes des Finances / polîsên gumrikê û darayî de, di sala 1994an de, ku di qezayekê de li ser otorêyekê mir, cendirmeyan wêneyên berhemên hunerî dîtin û li mala wî jî, belgeyeke bi destnivîsa wî nivîsandî: nexşeya toreke rêxistinî ya revokîya navneteweyî hate dîtin.

Rêxistina navborî bi serokatîya Robert ”Bob” Hecht-ê Amerîkî tê birêvebirin. Navekî ku jixwe ji alî cendirmeyan ve tê zanîn. Di 1972an de, wî kratera (vazoya) nîgarkêşê antîk Euphroniosî firotibû Muzeya Bajarê Mezin a li New Yorkê (MET), bi 1 mîlyon dolarî. Gava ku mîqdara kirînûfrotinê fêrbûn, tombaroli -”talankerên goran (tirb/mezer)”, destên dirêj ên bazirganîya berhemên arkeolojîk, li bejahîyê yan li nav deryayê- hest dikin ku ew hatine xapandin.    Hecht îdîa dike ku wî vazo ji berhevkarekî ermenî yê ku ew li Swîsreyê veșartibû kirîye. Di 1973an de, yek ji şeş zilamên ku vazo ji bin erdê derxistibûn pașê ji New York Timesê (1971) re cîhê kolanê eşkere kiribû, dibêje gorên (mezer) Etruskî yên Cerveterîyî ne, ku li bakurê Romayê dimînin.(1)

Şema Birêz Giacomo Medici wekî cîgirê Hecht nîşan dide. Ew pir li nêzîkî Cerveterîyê dijî û wekî gumanbarê dizîna bîst hezar parçeyî tê hesibandin. “Gava ku  koma  dadgeran di 1995an de hate avakirin, min jixwe lêpirsîn li ser Medici û têkilîya wî bi mala muzadeyê ya Sotheby’sê re dikir,” Ferrîyê ku rojnamevanê Brîtanî, Peter Watson, wekî hevalbendekî guncaw didît got. Lêpirsîna Watson ya li ser Sothebysê(2) bû sedema saxkirineke navxweyî ya mala navdar a firotina zorgirîyê, ku parêzerên wê hatin Romayê da ku katalogên xwe radestî Ferri bikin. Firoşyarên ku ji bo birêz Medici dixebitîn tê de bi rengekî berbiçav derketin pêș: “Muzayede șecereyekê ji berhemên ku ya wan tuneye re çêdike.”, Ferî dibêje. Ew di heman demê de derfetê didin ku bi saya bikirên li ser navê kesekî din bihayan bilind bikin. Ev jî pêşkêşîyan li ser navê heman patronî pir dikin, ku di encamê de ew biryara nirxê tiştan dide. Medici ew disa difirotin muzeyan û digot: ‘Min ew ta ji Sothebyê kirîne, hinekî din jî bidin min’…”

Agahdarîyen ku ji hêla Sothebysê ve hatine dayîn, têkilîya wan bi keșfên ango vedîtinên ku di 1995an de, li bendergeha serbest a Cenevreyê, ku qadeke depokirinê ya negirêdayî xizmeta gumrikê ye, pêk hatine ve heye. Di embara Mîrza Medici de, mihafizên gumrikê şeş hezar eserên ji bin erdê derxistî yan malê dizîyê desteser kirin, ku di nav wan de guldankên Grekî û Etruskî  -ku firotina wan pir hêsan e- parçeyên dîwarên Pompeîyî, û pênc hezar polaroîdên ku ji hêla dizên kevnareyan ve hatine girtin û derfeta berheman bi katalogên Sothebysê yan yên muzeyan re bidin ber hev didin jî hene. Hin eser hatine parçekirin. “Firotina parçeyan derfeta pêșîlêgirtina tawanên gumrikê dide”, Birêz Maurizio Fiorilli, parêzerê dewletê ye doza birêz Medici, bikurtebirî dibêje: “Bazirgan ji vê yekê sûdê werdigirin da ku bitaybetî jî bêtir qezencê ji bikiran bikin. Ew parçeyekî difroșin, di dûv re parçeyekî din, heya ku muzexane amade be ku serwetekê xerc bike da ku ji nû ve berhemê ava bike û wê paşê bi hemî reklamên ku heq dike nîşan bide”.

Li dû van saxkirinên çeperast, Ferri, Hecht û di heman demê de Birêz Marion True, rêvebera Muzeya Gettyê, ku mezintirîn muzeya hunerî ya taybetî ya cîhanê ye, tawanbar kir. Heke têkilîya sazîyên din yên wekî mînak li New York, Princeton, Boston, Cleveland, Toledo … bi vê revokîyê re hebe jî, derfeta yekê ji wan jî bi qandî ya muzexaneya California, ku salê 250 mîlyon dolar e, tunebû. Fiorilli bi bîr tîne ku, milyarder J. Paul Getty jî “xwedîyê graveke nêzîkî Napolîyê bû”, herweha keştîyeke wî ya deryaya balûpal hebû. Dema ku wî parçe ji derqanûnîyên Cerveteri dikirîn, wî ew dianîn giravê û ji wir jî yekser dișandin Dewletên Yekbûyî.”

Li gorî Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya Perwerde, Zanist û Çandê (Unesco), di navbera 400 û 550 de gorên Etruskî, piştî 1945an li Cerveterîyê hatine talankirin. Bihêlin bila bikin bûbû karekî ji rêzê. “Talankerên goran newaleya xwe bi xwe re tanîn ku nîvro firavîna xwe bixwin”, niștecîyekî ji derdorê digot. Tevî ku qanûna îtalyanî ya 1939an dibêje tiștên kevnare tenê bi awayekî “tesadufî” dikarin bêne dîtin û divê demildest bêne daxuyandin… “Muşterîyekî min heye, ku her havîn diçe li pang û xerabe û hilweşîyekê digere ku cêrekî bibîne, parêzerekî Calabriayîyî bêje. Min şîret lê kir ku biçe walîtîyê û bêje, lê xelata dewletê ew qas piçûk e ku ew karê xwe berdewam dike.”

Di 1970yî de, Unesco peymanek, bi armanca “qedexekirin û pêşîlêgirtina hawirde, hinardekirin û veguhestina neqanûnî ya berhemên çandî’’(3) pêk tîne. “Lê piştî firotina kratera Euphroniosê, çalakîya pîşeyî, bû pîşesazîyî”, rojnamevanê Il Messaggero(4) Fabio Isman dibêje. Ji ber vê yekê Unescoyê, di 1995an de, yeke din çêkir: Unidroit, ku ne Fransayê ne jî Dewletên Yekbûyî ew pejirandin…

Piștî deh salan, di 2005an de, birêz Trueya ku bi hêsankirina kirînên biguman ên Muzeya Gettyê hate tawanbarkirin  û derdikeve pêş dadgeheke sizayî ya Romayê. Birêz Fiorilli dewleta Îtalyanî diparêze; Ferri dozger e. Cara yekem li cîhanê tiștekî weha dibe. Di destê dadgerî de qertên baş hene: bi saya beramberîhevkirina Polaroîdên ku li bal birêz Medici hatibûn dîtin bi katalogên mûzeyan re, wî zor da parêzerên Muzeya Gettyê da ku lêpirsîneke navxweyî bikin. Kontrola ku pêşnîyar dike hin belgeyan ji karbidestên transalpîn veşêre, digihîje du nûçegihanên Los Angeles Timesê, Jason Felch û Ralph Frammolino -fînalîstên 2006an ên xelata Pulitzerî ji bo vî karî-, ku eșkere dike nîvê perçeyên kevnareyên herî baş ên muzeyê bi revokîya navneteweyî hatine bidestxistin.(5)

Ji bo xwe biparêze, Xanim True îdîa dike ku sazî “ji hêla hevkaran ve hatîye qirêjkirin”. Ew amaje bi Jiří Frelê ji METya Mûzexaneya Gettyê, di 1974an de, revîyayî dike. Di 1977an de, wî bi 3,8 mîlyon dolarî xelata Biserketîyê Ciwan, a ku ji bo nîgarvanê portreya Îskenderê Mezin, Lysippeyî tê dayin stend. Peykera ku di sala 1964an de ji hêla keștîyeke masîvanan ve li perava Fanoyê, bajarekî qeraxa Adrîyatîkê, ji avê hate derxistin, bûye cihê cazîbeyê yê mûzexaneyê û heta navê “The Getty Bronze” lê danîne. Frelê ku, di 1986an de, ji ber sedemên darayî ji Dewletên Yekbûyî hatibû derkirin, xwe dighîne birêz Gianfranco Becchina, merivekî din ê xas ê “Bob” Hecht, ku li gorî şemayê, li Sîcîlya, li Castelvetranoyê, koza malbata kesê ku dê bibûna xwedêgravî serokê Cosa Nostrayê, birêz Matteo Messina Denaro dijî.

Meriv dikare ji xwe bipirse: bê çawa ’Ndrangheta, Cosa Nostra yan Camorra dikarin çavên xwe ji revokîyekê re bigrin? Ku li gorî texmîna birêz Édouard Plancheyê ku ji 2007an de berpirsîyarê bernameya têkoşîna li dijî revokîya nerewa ya berhemên çandî ye da ku li Unescoyê vegerin, salê 6 ta 15 mîlyar ewro ye. Ferri qebûl dike ku ev “xelatkirin e”. Lêbelê, sektor cihekî pir taybetî ye: pêdivîya bazirganekî hunerî ya navneteweyî bi raporeke pisporîyê heye, lê ya tawana rêkxistî pê tuneye. Berîya aramkirinê: “Belê herêm di bin kontrolê de ne…” Gava ku cendirmeyan, di 2002an de, li bendergeha serbest a Baselê, avêtin ser avahîyên Birêz Becchina, wan dest danîn ser 6 315 berhemên hunerî, 8 000 wêne û 13 000 belgeyan. Wan dizanibû ku wî li Castelvetranoyê qesrek kirîye. Lê “hêzên nehînî yên Îtalyanî nikaribû îspat bikin ku têkilîyên wî bi Mafyayê re hene”, Isman ravedike.

Di 2011an de, birêz Becchina ji revokîya neqanûnî ya kevnareyan siza xwar, dûv re li ser îtîrazê, bi sedema mirûrî zeman hate berdan. Wekî berî bi salekê, ku birêz True jî hatibû berdan. Her mîna Hecht, serekê torê. Ji xeynî birêz Medici, hemî hatin berdan. Ji ber ku ew di 2004an de hatibû darizandin, wî ji qanûna Ciriellîyî sûd wernegirt, lê dema sala piștî wê hate qebûlkirin, maweya mirûrî zeman bi nêvî kir. Ew bi heşt salan hate mehkûmkirin, lê mîna her tawanbarê temenê wî ji 70 salî bêtir ew li malê -bi gotinek din-, li vîllaya xwe ya luks ma. Belê revokîya xwe her berdewam kir. Di 2016an de, mihafizên gumrikê avêtin ser depoyên li Swîsreyê, yên Birêz Robin Symes, brîtanîyê ku digel Hecht, malên ku birêz Medici ji wan re peyda dikir difirotin muzeyên mezin ên Rojavayî yên li Dewletên Yekbûyî, Japonya, Fransa, Qralîyeta Yekbûyî, Îsraîl û hwd. Di vê talanê de 17 000 berhemên hunerî, du lahîtên Etruskî, parçeyên fresk ên Pompeîyî û serekî Apollo yê ji mermer, ku ji sedsala yekê ya berî zayînê maye, hebûn…

Ferri li ser 2 500 kesî lêkolîn kir; hîn bi hezaran kes jî mane. Cendirmeyan ji 1969an ve 800 000 berhem li welêt vegerandine. Lê li gorî birêz Fiorilli, “ji % 80êyê berhemên Etruskî an Romayî yên li bazarê bi destên nepenî hatine pêșkêș kirin”. Birêz Francesco Rutelli, Wezîrê çandê yê hikûmeta Romano Prodi, ya di navbera 2006 û 2008an de, destnîșan dike ku, “Muzeya Gettyê pejirandîye ku hejmareke mezin a berheman li me vegerîne.” Di nav wan de, Aphrodita Morgantina ya bi 18 mîlyon dolarî -bihayê herî bilind ê ku berhemeke kevnare gihîştîyê- hatîye kirîn jî heye. Kratera Asteasê ya ku ji hêla M. Becchina ve hate firotin Muzeya Gettyê, sê sal berî kraterê Euphroniosê, di 2005an de vegerîya Îtalyayê.

Bi tenê ”Getty Bronze” dimîne. Dadgeha Destûra Bingehîn dibêje, her çend ku di avên navneteweyî de hatibe dîtin jî, ji ber ku ji bi keştîyeke îtalyanî hatîye anîn bejahîyê, ew îtalyanî ye. Julie Jaskola ji Getty Trustê dibêje: “Em bi bêsebrî li bendê ne ku ji bo îtirazê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin.” Ji ber ku, di 1968an de, Dadgeha Bilind biryar dabû ku tu delîl tunene ku peyker milkê Îtalyayê be. Çeka Amerîkîyan, dirêjkirina têkoșîna qanûnî ye. Ya Îtalyanîyan: ambargo danîna li ser muzexaneyên ji Atlantîkê wê de ye.

Li cîhên din jî, bazirganî berdewam dikin. Li Parîsê, di hezîrana 2020î de, pisporek, berpirsîyarekî berê yê Louvreê û herweha serokê mala Pierre Bergé û hevparên wî, bi gumana ku dîroka karên dizîya ji 2010î ve li Misrê, li Yemenê, Sûrîyeyê û Lîbyayê serpoș kirine da ku wan bi qanûnî bifroşin, nemaze li Louvre, Abu Dhabi û METê hatin girtin.

* Rojnamevan, nivîskar, bi taybetî jî yê Voyage en italique / Rêwîtîya Îtalyanî, Transboréal, Paris, 2012.

Wergera ji fransî:

Yaqûp Karademîr

__________

1) Nicholas Gage, «Farmhand tells of finding MET’s vase in Italian tomb», The New York Times, 25ê sibata 1973yan.

2) Peter Watson, Sothebys: The Inside Story, Random House, New York, 1997.

3) «Gotara Philippe Baquéyî ya bi sernavê «   Enquête sur le pillage des objets d’art / Lêkolînek li ser talana berhemên hunerî» bixwîne, Le Monde diplomatique, kanûna pașîn a 2005an.

4) Cf. Fabio Isman, I predatori dell’arte perduta. Il saccheggio dell’archeologia in Italia, Skira, Milan, 2009.

5) Ralph Frammolino û Jason Felch, «   The Getty’s troubled goddess», Los Angeles Times, 3yê kanûna pașîn a 2007an.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar