Tîrmeh 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Vorheriger ArtikelSerhildana olan
Nächster ArtikelXebatên plansazîya ziman

Projeya Yekîtîya Ewropî ji bo bipêşxistina dîyaloga di navbera nifşên koçberên kurd de

Tewazûna zehmet a di navbera întegrasyon û nasnameyê de

Pirsgirêka herî mezin ji bo bi mîlyonan kurdên ku ji dehsalan û vir ve koçberî welatên Yekîtîya Ewropî bûne, yan jî li vir ji dayik bûne, bi întegrasyonê re di heman demê de parastina nasnameya xwe di nav çandeke bi tevahî guhertî de ye. Li vir peydakirina tewazûna rast gelek koçberên kurd bi pirsgirêkên gelekî mezin û di navbera endamên nifşan de gelekî ji hev cihê re rûbirû hiştin.

Çar sazîyên kurd ên li Ewropayê di projeyeke bi navê “Tevahîya Jîyanê Hînbûn/Grundvig” de ku Yekîtîya Ewropî destek dayê, du salan xebitin. Armanca projeya “serhatîyên (dapîr) dayîk û (bapîrê) bavê min” ew bû ku bi palpiştîyeke dîyaloga di navbera nifşên cihê yên koçberên kurd de pêvajoyeke hînbûnê bide dest pê kirin ku wê bi kêrî xurtkirina întegrasyonê were û di heman demê de jî bi kêrî parastina nasnameya etno-çandî were. Encama xebata sazîyên “Koerdisch Institutuut VZW” li Belçîkayê, “Internationaler Verein für Frieden und Gerechtigkeit – Pro Humanitate e.V.” li Almanyayê, “Institut für Kurdologie” li Awusturyayê û “Kurdiska Institutet” li Swêdê êdî amade ne.

Bi awayekî ji hev serbixwe van sazîyan li ser bingehê vê sêwirandinê qederê 60 hevpeyvînan bi malbatên koçber ên kurd re kirin. “Institut für Kurdologie” [Înstîtuya ji bo Kurdolojîyê] ya li Eichgraben a nêzî Vîyanayê ya ku Prof. Dr. Celîlê Celîl wê bi rê ve dibe di dema hevpeyvînan de giranîya xwe nexasim da ser serhatîyên nifşên pîrtir ji gencîneya wan a dewlemend a bibîranînên ciwanîya wan ên li welatê wan, nêrîna li dinyayê ya dê û bav, û dapîr û bapîran –heta di nav wan de dê û bavên dapîr û bapîran jî hene –, rêûresmên ku wan dayî nifşên li pey xwe û bicihkirina van ezmûnên jîyanê di nav qewmîna dîrokê ya wan serdeman de û di nav çarenûsa gelê kurd de. Li mînakan hat gerîn mînakên ku ji bo destekkirina têgihiştina nifşê ciwan ê kurd bi kêr werin û ew mînak hatin dîtin , lê belê herweha ya hevwelatîyên nû yên ewropî li rabuhurîya zehmet û tevlîhev a kurdan, mînakên li hemberî klîşe û pêşhukmên welatên wan ên li dijî kurdan bitesîr bin jî hatin dîtin.

Bi vî awayî di hevpeyvînan de mînakên kesên ji Kurdistana Iraqê [Başûrê Kurdistanê; têbînîya wergêr] hatin tesbît kirin ên ku bi rêûresmên xwe û nasnameya xwe serfiraz bûn, dilsaf  û lîberal bûn, û hê berîya bi sed salan çi maf ji bo perwerde û xwegihandinê dan zarokên xwe ew maf dane keçên xwe jî – ev jî di serdemekê de kirine ku helwêsteke bi vî rengî li Ewropayê û bi giştî li Rojava jî ne tiştekî asayî û xwezayî bû. Hin kurdên ji Tirkiyeyê nasnameya xwe ya kurdî hê nû li Ewropayê nas kirin û li wir dest pê kirin zimanê xwe yê dayikê yê li welatê wan qedexekirî fêr bibin, ji bo çanda xwe û ji bo çarenûsa gelê xwe yê li welatê xwe tê tepisandin, angaje bibin, û hê nû li Ewropayê fêm kirin bê ka malbatên wan li welêt di bin zexteke çiqasî giran de bûn.

Mînakên tesîrker ên întegrasyonê hatin tesbît kirin, weke ya kurdekî Îranê yê ku weke pêşmerge li dijî serokê şoreşê yê îranî Xumeynî sala 1979ê şer kir, bi giranî brîndar bû, lê ji ber ku hewara tibî ya bikêr hê nû piştî çend rojan pê ve gihişt, lingekî wî neçar di bin çongê re hat birîn. Ew tevî hin kesên din ên bi giranî birîndarbûyî hat Awusturyayê da ku derman bibe. Wî li Awusturyayê malbatek damezirand û niha sê zarokên wî hene. Bi awayekî ku hêja ye bibe mînak wî trajedîya xwe veguherand alîkarîya kesên din. Wî xwe perwerde kir û bû bisporê protezan û bi tevahîya alîkarî û piştgirîyê ew palpiştîya wan kesan dike ku çarenûsa wî û wan wekhev e, da ku jîyanê li wan hêsantir bike. Ev alîkarîya ku ew hêza ji bo wê pêwîst ji tecrûbeya xwe ya zehmet û tahl digire, maneya jîyana wî ya li welatê wî yê nû Ewropayê ye.

Kurdên ciwan ên li Ewropayê ji dayik bûyî, an jî dema ku hê pitik bûn bi dêûbavê xwe re koçberî Ewropayê bûyî yên ku di ewlekarî û azadîyê de mezin bûyî jî gotin, ew ji ber êş û azara dêûbavên xwe û xizmên xwe trawmatîze bûne. Vê zehmetîya derûnî ya van ciwanan bi awayekî bibandor nîşan da ku tesîra trawmayên gelê kurd ji nifşekî dibihure nifşên din û dewam dike.

Kurdeke 28 salî ya ji Tirkîyeyê behsa tirsên xwe yên giran ên destpêka zarokatîya xwe ya li Kurdistana Tirkîyeyê [Bakurê Kurdistanê; têbînîya wergêr] kir, behsa endîşeya xwe ya ji bo bavê xwe dikir ew bavê ku weke gelek bavên din ên kurd ên li derdorê li ser hev timî dihat girtin, lewra wî parêzvanîya mafên kurdan li Tirkîyeyê dikir û ji ber vê jî navê “terorîst” li wan dikirin. Jina ciwan wisa dibêje “ji ber vê jî kîneke mezin bi mirovî re peyda dibe (mirov hê neh salî jî be), lewra mirov pê dizane ku ne terorîst e, lê belê (dewlet) zorê dide mirovî ku statuya terorîstîyê qebûl bike”. Bêzarî û bêgavî mezintir bû dema ku bavê wê bi awayekî nexweş, û bi êş û azarên encama êşkenceyê ji girtîgehê hat berdan, vegerîya malê. Bi vî awayî keça ciwan hê dema zarok bû biryar da huqûqê bixwîne da ku rojekê bikaribe parêzerîya bavê xwe bike. Îro ew li şaredarîya welatê xwe yê nû yê ewropî li dijî her şewazê cihêkarîyê dixebite.

Dayikên kurd ji îzolasyona bi salan dirêj a li xerîbîyê gazinan dikin, cihê ku lê tatêl û endîşeyên ji bo malbata wan a pirendamî mecal ji wan re nedihişt ku fêrî zimanê nû bibin. Dayikekê got, tirseke dewamî ya ji bo zarokên wê “yên ku bi çandên cihê mezin dibin, îro” dilê wê dax dide. Ew dibêje “me bi tenê dizanî bi çanda xwe roja xwe birêkûpêk bikin”, li gor wê der barê jîyana zarokan a ‘li derve” de dêûbav bi tenê bi kêm tiştan dizanin û heke tiştik were serê wan nikarin piştgirîya zarokên xwe bikin. Dayika pênc zarokan weha dewam dike “tirsa min a mezin bixwe ew e ku zarokên min bibin xerîbên çanda xwe û pê re jî ji me sil bibin”. Û derdora ewropî gelek caran van tirsan tevan nabîne.

Di nav kurdên li Awusturyayê mezin bûyî de mirov meyleke hevbeş a hêjayî dîtinê tesbît dike: Di rexnegirîya xwe ya li hemberî dêûbavên xwe de pirî caran didan der ku wan awayê fikirînê yê derdora xwe ya ewropî kiriye ya xwe. Tevahîya ciwanên hevpeyvîn bi wan re hatî kirin îşaret pê kirin ku wan hez dikir biçin serdana malbata mezin a li Kurdistanê mayî û li Ewropayê gelek caran bêrîya jidilbûn û dilgermîya wan kiriye, lê belê jîyaneke li welatê dêûbavê wan ji bo wan ne mumkin e. Gelek koçberên kurd ji ber kêmbûna hisa aîdîyetê êş û azarê dikişînin û ne xwe weke beşeke welatê xwe yê nû û ne jî  weke beşeke civaka dêûbavê xwe his dikin.

Nifşê yekem ê koçberan li gor daxuyanîya nûnereke xwe “li welatê xwe yê nû” bi piranî pir razî ye “lewma li welêt ya hatî serê me cehenem bû, û dema ku mirov wê yekê dide ber  pirsgirêkên li welatê em hewandî bêqîmet xuya dikirin”, lê belê li hemberî vê, nifşê duyem yê li vir [Awusturya] hatî dinê bi tevahî întegre bûne, xwe weke ku “cihê” bin his nakin û “nerazîbûna xwe bi piranî bi awayekî gelekî hestiyar nîşanî bûyerên herî piçûk jî didin ku dikin ku întîbaya ku ew xerîb in peyda bibe”.

Mînakên zivêrker ên dijmînatîya li dijî xerîban di tevahîya hevpeyvînan de hene. Nexasim jî zarokên diçin Volksschule [li Awusturyayê dibistana destpêkê; têbînîya wergêr] mexdûrên vê dijminatîyê ne, yên ku –îro êdî ciwanên nûgihayî ne– behsa ezmûnên li bîra xwe yên nijadperestîya zarokên hevsalên xwe dikin, yên ku mirovan metelmayî dihêlin. Keçeke kurd a 16 salî, sala pêşî çûyî dibistanê tîne bîra xwe, hingê zarokên dibistanê yên pê re dixwendin jê xwestiye destê xwe dirêj bike, piştre wan destên xwe li ber yê wê dirêj kirine û bi xelandina dilê xwe bi qêrîn gotine: “binêre tu çiqasî esmer î.” Dema ku zarokên şeş salî fikrên wisa yên ji derdora xwe ya malbatî belav dikirin, mamosteyan wan berê xwe diguherand û nedixwest bibînin. Bûyerên mîna vê yên ku hinavên mirovan birîn dikirin, hatin serê gelek kesên hevpeyvîn bi wan re hat çêkirin.

Pirî caran mêrên kurd, nexasim ên ji Iraqê di hewldana întegrasyona li Ewropayê de bi ser nakevin. Ew kar peyda nakin û pê re jî xwedîtin û têgihiştina wan a weke bavê malê [malxê] derbeke xedar dixwe. Dê bi xwe hêsanîtir ji heqê jidestdana bingeha hebûnê derdikevin, lewra qada wan a sereke ya erkan – miqatebûna li malbat û zarokan– li koçberîyê jî ji bilî mijarên pratîkî di prensîpê de naguhere, weke xwe dimîne. Para bêhtir ên ku rojane pirsgirêkên bi sazî û dezgehên fermî û bi zarokên li dibistanê re çareser dikin ew in, bi vê jî ew li welatê nû çêtir xwe întegre dikin. Bav bixwe li hemberî vê, bêrîya rola xwe ya ji rêûresmê û erkên xwe yên berê dikin û ji ber vê jî gelek kurdên ji Iraqê vedigerin Kurdistanê ku êdî serdema zor û zilma dijwar rabihurîye, lê belê zarokên wan bixwe dixwazin li Ewropayê bimînin, dayik jî biryara li cem zarokên xwe bimînin didin. Bi vî awayî jin û mêr dev ji hev berdidin.

Tevî ku gelek caran hewldanên pir tijî û xurt ên dê û bavan ji bo ku nasnameya kurd bidin zarokên xwe bi ser nakevin jî, mirov dikare gelek mînakên kurdên ciwan tesbît bike, ciwanên ku bi çanda xwe ya kurdî serfiraz in û vê çandê diparêzin. Nexasim ewên ku malbatên wan ji Tirkîyeyê ne pir caran ji zehmetîyên giran gazinan dikin ên ku nahêlin ew zimanê xwe yê dayikê fêr bibin û li derdora xwe ya kurdî de pratîze bikin. Derket holê ku mêvandarîyên armanca wan fêrbûna zimên e, yên li cem xizmên li Tirkîyeyê bi tevahî bêkêr in, lewma tevî sistkirina qedexeyên li ser zimên jî ew hê jî newêrin bi kurdî bipeyivin, an jî kurdî fêrî nifşê ciwantir ê li Tirkîyeyê bikin. Lewra hê jî ew meyla bi tenê peyivîna bi tirkî û veşartina nasnameya kurdî xurt e, da ku li dibistanê, zanîngehê, yan jî di kar de “pirsgirêkên” wan çênebin. Li welatê nû yê ewropî bixwe pirî caran koçberan dikarî hînî zimanê dêûbavê xwe bibin, lê belê gelek caran ew derfeta wan nîne ku vî zimanî nexasim jî di nivîsê de bi kar bînin. Bi pirsa “bi vî awayî em çawa dikarin paşê zimanê xwe yê dayikê fêrî zarokên xwe bikin?” ev fikara kurdên ciwan ên di warê nasnameya xwe de bîrewertir in, di gelek hevpeyvînan de xwe da der.

Birgit Cerha: Rojnamevan, pispora Rojhilatê Navîn

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
Social media & sharing icons powered by UltimatelySocial