Tebax-îlon 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Popa latînî û bazar

Di du bûyerên ku di saleka dijwar li Dewletên Yekbûyî derketine pêş, Super Bowl (lîga Amerîkî ya futbolê) di sibata 2020î de û hatina ser kar a serokwezîr Joseph Biden di kanûna paşîn ya borî de, derketina ser dikê ya stêrka popê Jennifer Lopez -ku ji dêûbavek bi eslên xwe Porto Rîkayî ne û li Bronxa Newyorkê mezin bûye-, ji bo Amerîkaya Latînî bû serbilindîyek. Di dewra yekem ya fînala şampîyonayê ya futbola amerîkî de bi tevlîbûna Shakira ya Kolombî, J. Balvinê Kolombî û Bad Bunny yê Porto Rîkayî bi strana  Born in the USA (Dayîkbûna li Amerîkayê) ya Bruce Springsteenê de Jennifer Lopez ala Porto Rîko li ba kir. Ev yek di demeke ku Donald Trump axaftinên xwe yên zenofobîk zêde dikir de pêk dihat.

Salek şûnde, li ser nêrdewanên Capîtolê ku du hefte berî dawî li serokatîya Trump were ji alîyê alîgirên wî ve hatibû dagirkirin, vêca Jennifer Lopez li heman cihî peyama «Una nación bajo Dios, indivisible, con libertad y justicia para todos» («Neteweyek di bin desthilatdarîya Xwedê de, nayê dabeşkirin, bi azadî û dada ji bo her kesî») da. Dûvre, wê sirûda Woody Guthrie This Land Is Your Land (“Ev erd welatê te ye, ev erd axa me ye”) xwend. Van her du pêşandanan bandora civaka spanîaxêv li Dewletên Yekbûyî ku ji sedî 18yê nifûsa wê temsîl dike radixe ber çavan. Ev yek di skaleka ku populerîtîya popa latînî ku bingeha xwe ji anglo-saksonî digre, pêktê.

Jennifer Lopeza pêncî salî, di şexsê ciwantîyê de, ji hêla Bad Bunnyê 27 salî ve tê temsîlkirin. Di dawîya sala 2020î de, Bad Bunnyê Portorîkî albuma xwe ya bi navê El Último Tour Del Mundo (1) derxist, yekem albûma ku bi tevahî bi spanî tê gotin ketîye nav lîsteya kovara Billboard 200î ku klasmana albumên li Dewletên Yekbûyî, albûmên ku herî zêde tên firotin dîyar dike. Sansasyonelek di nav muzîka popê ku bi piranî anglofon e tevî pêşkeftinên K-popa (Kore) û J-popa (Japon), Bad Bunny, digel hevpîşeyên xwe Daddy Yankee, J. Balvin û Karol G, yek ji referansên niha yên reggaetonê têne hesibandin.

 Ev celeba muzîkî ku di 1990î de li Porto Rîkoyê derket holê û ku ji hêla syncope torridekê de bi tevlihevkirina dancehall, calypso û hip-hop, îro li studyoyên Medellín an Miamîyê berdewam dike. Serkeftina wê ya navneteweyî ji 2017an ve, dema ku Despacito ya Luis Fonsi (digel Daddy Yankeeyê dibêje) Fransa û Dewletên Yekbûyî jî di nav de li çil û pênc welatan deng vedide. Ew ji Macarena di 1996an û vir ve, bû strana yekem a spanî ku di nav lîsteya Billboard 100î de cihê xwe digre.

Dengvedana hîtên latînî û asyayî di îlona 2020î de bandora xwe li ser derketina kovara Billboard Globalê kir. Billboard Global, klasmanek li ser bingeha firotina singlên ku li zêdeyî du sed welatan ji bo ku globalbûnek ku ji hêla streaming ve derket holê çêtir bide nîşandan ava bû. Di nav klasmana platforma Spotify de, stranên bi spanî îro serî bi yên îngilîzî re dikişînin.

 Ji nika û pê de, stranbêjên pop an rapê ên amerîkî Camila Cabello ya ku li Kubayê ji dayik bûyî, Cardi B ya ji bavekî domînîkî û dayikek trînîdadî, Kali Uchis a li Kolombîyayê ji dayik bûyî û Selena Gomeza nevîya meksîkî bi zimanên xwe yên dayîkê mohra xwe li ser rîtmên wekî reggaeton, cumbia, bachata dixin ku pirî caran bi taybetmendîyên muzîka bajarî ya Amerîkaya Bakûr re bi hostayî li hev tînin.

Hunermendên mîna Gloria Estefan, Ricky Martin û Enrique Iglesiasê ku di salên 1990î de bi stirîna du zimanî diketin nav pîyasayê, nivşên nû yên spanîaxêv desthilatdarîyê digirin dest, ev yek tê asteka wisa ku eleqeya sitranbêjên navdar ên mîna Justin Bieber ku bi Luis Fonsi re, Beyoncé bi J. Balvin re (2), Drake bi Bad Bunny re an Madonna  bi Maluma re hevkarîyê dike.

Strana Lo vas a olvidar (Qey hûnê wê ji bîr bikin?), bi harmonîzekirina flamenco û R&Byê, ciwana amerîkî Billie Eilish û Rosalía ya spanî tîne cem hev. Di sala 2020î de, Billie Eilish, di kategorîya “Hunermendê nû yê herî baş” de bû yekem stranbêja spanîaxêv a bi xelata Grammy ve hate xelatkirin. (3)  Bazara navneteweyî ya plak û weşana muzîkê (Midem) di nava meha adarê de forûmek onlayin ku bi taybetî ji bo muzîka latînî hatî veqetandin li dar xist. Ev yekem car e em dibînin ku hegemonya ya îngilîzî ya li ser popa cîhanê dikeve nav xetereyê.

Wergera ji fransî: Mehmet Tayfur

______

1- Bad Bunny, El Último Tour Del Mundo, Rimas Entertainment LLC, 2020.

2- J. Balvin, Vibras, Universal Music Latin Entertainment, 2018.

3- Rosalía, El Mal Querer, Sony Music, 2018.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar