Tebax-îlon 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Vorheriger ArtikelMehmet Masum Süer
Nächster ArtikelŞerê li ser fîyetan

Pêşverûtî… bi pîvan

Avakara Foruma Jinan ji bo Aborî û Civakê (Women’s Forum for the Economy and Society: WF), Mme Aude de Thuin, handana (teşwîqkirina) rayedarên jin ên şirketan ji bo xwe kir doza şexsî û ji jîyana xwe jî çîrokeke serketinê pêk anî. Di berhemeke di 2012an de hat weşandin, «Jinan, eger we biwêrîya» (Robert Laffont), karsazeke jin dibêje zaroktîyeke wê ya «biriqîner û bi coş» hebû. Tam «wekî lawan» bûye, wê yê xeyalên dîya xwe şikandibin, dîya wê ya ku wê bixwesta ew bibe «karmend». Lê belê karsazî «bi rastî jî çîroka [wê ya] jîyanê!» bû. Pirtûk behsa wê kesê dike ku ketîye pey psîkanalîzê ji bo başkirina birînên ku nebûna evîna dayîka wê bûne sedem. Ji vê pratîkê, wê ev encam derxistîye: «bawerîya bi xwe ji bo serketina di jîyanê de pir girîng e».

Li berbanga salên 2000î, Mme de Thuin wekî avakara kovaran û pêşangehan ên têkildarî baxçe û hobîyên afirîner, xwe nîşan dide. Salona wê ya afirînerî û qabîlîyetan, li dergehê Versailles, li Parîsê, beşeke wê ya taybet jî heye ji bo zilaman: «bareke pir xweşik, boyaxvanê solan, terzîyek û televîzyoneke ku weşana maçên fûtbol û rûgbyê jî dike».

Wê demê, tevî serketinên wê -û guncawbûna wê ya ji bo kirîna bilêteke biha yê ketina hundir- ew dibîne ku xwegihandina wê ya nava Foruma Aborî ya Cîhanî (FEM) ya Davosê tê redkirin, ji ber ku ew jin e û karbidesta şirketeke biçûk an jî navînî ye (PME), li gorî wê: «Wan çaxan, Davosê ji sedî 4ê jinan tenê pêşwazî dikir, bi qasî ku ew dizane. Min ev yek wekî bêedaletîyeke mezin didît.» Di 2003yan de, midûrê berê yê FEMê, M. Claude Smadja, alîyê wê dike ji bo bibe mêvan li forumeke din a aborî ya cîhanî ya li ser mijara «jinên xwedî tesîr». Weşana wê ya pêşî di 2005an de pêk tê. Bi destnîşankirina «axaftevanên» ji tevahîya cîhanê (ji bo bi taybetî tevlîbûna konferansên weqfa Mme Hillary Clinton), ew ji alîyê jinên sinifa bilind ve tê dorpêçkirin: Seroka desteya rêveber a Areva Anne Lauvergeon, Mme Véronique Morali, ku hingê rêveber bû li navenda Fimalac, holdînga milyarder Marc Ladreit de Lacharrière û wekî din Mme Laurence Parisot, seroka berê ya Enstîtûya Fransî ya Raya giştî (IFOP) û Tevgera şirketên Fransayê (Medef), yekemîn sendîkaya karsazên fransî, rêveberên rêza pêşî yên WFê bûn.

[emember_protected]

«Femînîstbûna min a pragmatîk pir feyde da Women’s Forum a ku bi saya vê yekê tu caran bi kîndarî an jî radîkalî nehat sûcbarkirin», li gorî nirxandina ku di berhema xwe de dike. Xwe qeydkirina li nava vîzyoneke wekhevîgir a têkilîyên navbera cinsan ne mijara gotinê ye: «Temamkerîya navbera mêran û jinan [dimîne] esasî, hem di sîyasetê de hem jî di cîhana aborîyê de.» Xemxura pêkneanîna «seksîzma serberjêr», Mme de Thuin pir dixwaze bibîr bîne ku rêjeya axaftevanên mêr ên forumê ji sedî 20 bû di dema serokatîya wê de. Ji ber ku jin «ne dikevin pey fethê ne jî pêşbazîyê», ew dixwaze bawer bike ku jin «faktoreke girîng a guherandinê ne, ji bo sazkirina cîhaneke ehlaqîtir û rêzgirtir li hemberî kesên din».

Eger piranîya pêşengên WFê xwe dane alîyê kampa lîberal (bo nimûne Mme Mercedes Erra, seroka ajansa danasînê BETC, ku di 2017an de destek da M. Emmanuel Macron û xwe wekî «sosyal-lîberal» pênase dike), hinan jî xwe nêzîkî rasta konservatîf kirîye. Di 2014an de, Mme de Thuin şûna xwe dide Mme Clara Gaymard, seroka berê ya General Electric France, ku bû xwedî roleke sereke di karûbarê kirîna Alsomê ji alîyê şirketa amerîkî ve. Bêyî veşartina bîrûbawerîyên xwe yên olî, ew di 1996an de bû beşdareke avakirina Weqfa Jérôme-Lejeune, ku bûye hilgirê navê bavê xwe yê profesorê tibê û mîlîtanê katolîk li dijî destwerdana dilxwaz a li jinên ducanî.

Yek ji pêşengên Women’s Forumê, Mme Anne Méaux jî di ciwanîya xwe de li nava rasta tundrew, nexasim jî li nava Koma Yekîtîya Parastinê (Groupe union défense: GUD) mîlîtanî kirîye. Ew wê demê bi MM. Alain Madelin û Gérard Longuet re radibe û rûdinê. Ev ên dawî dij-komunîstên sondxwarî bûn û piştî çend salan xwe nêzî serokomar Valéry Giscard d’Estaing kirin. Léa Salamé hevpeyvînek çêkir li gel wê, ji bo pirtûka xwe ya bi navê Jinên bi hêz, berhema ku ji roportajên gelek kesayetîyên jin, «hevpeyvînên herî dilrakêş» ên pêşkêşvana radyoyê, pêk hatîye. Mme Méaux ku bi saya «hêza hundirîn» û «tesîra xwe ya li nava civakê», hatîye tercîhkirin, hema hema qet li ser rabirdûya xwe ya neofaşîst ranaweste, bi awayekî mutewazî serdema xwe ya ciwanîyê wekî têkoşîna li dijî «totalîtarîzmê û binpêkirinên azadîyan»[1] (1) tarîf dike. Mme Méaux ku niha êdî xwe wekî keseke ji «rasta lîberal» dide nasîn, di 2017an de, bi navgîna şirketa xwe ya ragihandinê Image 7, bû şêwirmena M. François Fillon, ku hingê namzedê serokatîyê bû.

Ji veqetîna Mme Gaymard a sala 2017an ve, WF êdî bê serok e. Ji hingê ve midûra wê ya giştî Chiara Corazza wê birêve dibe. Ew ji alîyê Mme Gaymard ve hat hilbijartin. Wê li nava sektora razemenîyên navneteweyî pê re hevaltî dikir, lê herweha zarokên wan jî hevalên hev ên dibistanê bûn li lîseya bi prestîj û taybet Stanislas, li Parîsê. Ji dema ku ew hatîye heta niha, WF wekî din bûye xwedî komîteyeke stratejîk ku Axa, Bayer, Microsoft û BNP Paribas jî di nav de heft grûbên mezin li hev kom dike. Ew bi vî awayî pisporîya xwe dixin nava livûtevgerê ji bo tevkarîya li guftugoyên fikrî. Mme Corazza jî mêran û jinan wekî «temamker» dinirxîne (Les Échos, 21.11.2019). «Ez tenê dixwazim jin bibin xwedî heman firsendên sazkirina siberojê.»

  1. de. R. û M. K.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

[/emember_protected]

[1]) Léa Salamé, Jinên bi hêzFemmes puissantes, Les Arènes – France Inter, Paris, 2020.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
+ Hemû gotarên nivîskar