Tebax-îlon 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Pêşveçûnek li Fransayê?

Gelo deh mehên pêş me rewşa sîyasî ya fransî dê di bin sîya ji alîkî ve tirsa ewlehî (1) û ji alîkî din ve pêşî lê girtina ekstremîstên rastgir de derbas bibe? Ev yek li ber gel ne qeder e, ji ber ku hilbijartina serokatîyê ya 2022yan ji niha ve ne dîyar e. Du aktorên sereke, Marine Le Pen û Emmanuel Macron, ji hilbijartinên herêmî derbeyek mezin xwarin. Ew li hember vê encama giran matmayî man.

Bêeleqetîya digel hilbijartinên herêmî yên dawîn (ku rêjeya bêlayenîyê derket ji sedî 66,72yan) tê wateya mehkûmkirina dabeşkirinek herêmî ya keyfî û li dij-aqilane.

Lê ev helwesta hilbijêran ji alîkî ve nerazîbûna li dijî kampanyayên sîyasî ku demogojîya ekstremîstan bi bîr tîne. Di van kampanyayan de sê tiştên ku dertên pêş -ewleyî, sûc û koç- ku li derveyî rayeya herêman e, wekî pirsgirêkên sereke yên demê didin nîşandan.   

Tevî ku ji hêla medyayê ve îhtîmala şansekî serkeftinê ya Civîna Neteweyî (Rassemblement National) ya di tûra duyem a ji bo hilbijartinên serokkomarî ya bihara pêş me dihat dayîn, partîya Marine Le Pen ji nîvî zêdetirê dengên ku di sala 2015an de stendibû wenda kir (2 632 000 deng li dij 6 019 000 ên kanûna pêşîn a 2015an). Encamek wisa şahidîyê li ser pêleke faşîst a li Fransayê nake. An na ev yek dikaribû bibe sedem ku hilbijêr li derdora Macron û partîya wî bicivin.

Serneketina-têkçûna manevraya ku Macron xeyal dikir, ji belawela bûna wezîrên wî bêtir deng veda. Hejmara hilbijêrên ku piştgirîyê didin wî (bi navînî ji sedî yanzdeh, ango, ji sedî 3,66ê hilbijêrên giştî yên qeydkirî) wî ber bi fîyaskoyekê ve dibe, nemaze ji bo partîyek ku di Meclîsa Neteweyî de herî zêde xwedîyê kursîyan e.

Serokkomarekî ku dixwaze hemû desthilatîyê di dest xwe de bigre, vê yekê bi awayekî dide nîşandan. Wekî ku ew, ji bo ku temaşevan nîv-fînala tûrnûwaya tenîsê heya dawî temaşe bikin saeta qedexeya derketina kolanan dirêj kir.

Rêjeya bêlayenîyê û hêza bêtevgerîyê ya ku prîmê ji terkaran re dide, kî dibe bila bibe, xuya dibe ku ji hilbijartinê dersên din nehatine girtin. Di heman demê de ev yek bi tunekirina tifaqên bêyî hevahengîya neteweyî jî hat wesifandin.

Di encamê de hemû karên ku divê were kirin li cihê xwe dimîne. Lê belê, ligel vê yekê jî mehkûm nebûna hilbijartina di navbera xerab û ya xerabtir de jî mirov dikare wek pêşveçûnekê bihesibîne.

Wergera ji fransî: Mehmet Tayfur

______

*-Li gorî statîstîkên fermî, li Fransayê di deh salên dawî de hejmara kuştinan, salê di navbera 784 û 866an de diguhere, ev yek rojane teqabulî du û sê kesan dike. Ev yek bi tena serê xwe têra nîşandana felaketa heyî dike.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar