Tîrmeh 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Pêşveçûna ber bi cîhana berê ve

Serdema piştî şewba cîhanê wê bişibe rewşeke çawa? Sîyasetên ji bo pêşwazîkirina buhrana tendirustîyê hatin ceribandin, bûn sedemê bilezbûna livûtevgerên kûr ên li civakan belav dibûn û şênî dixistin nava fikaran: şîlobûn, bêewlehî, makîneyên dadiqurtînin, xirabûna têkilîyên mirovî. Bi piranî, ev qonaxa derbasbûna ber bi sermayedarîya dijîtal wê ji alîyê dewletan ve hatibe birêvebirin..

Rabûna pêla yekem a vîrusê û xistina hefsa malê ya nêvîyê merivayetîyê di navbera kanûna pêșîn û hezîrana 2020î de olaneke nedîtî dan tahtîl û bêhnvedanên nihênî -ku pirî caran belav, kêm caran biryardar, gelek caran têk çûbûn- yên beșeke civatê ku armanca wan avakirina “cîhaneke pêșerojê” bû, ku dê kul û derdên berê nekișanda û heta dê hinekî dilpakî jî lê hebûna. Dinyayeke ku tê de muzîsyen li ber pencereyan bûna, li ezmanan kêm balafir hebûna, ordek li ser rêyên derdoran bikêfa xwe bigerîyana, dewreyên kurt ên ku tîșa navbera bajar û gundan ji nû ve bidrûtana hebûna. Cîhaneke ku tê de pîșeyên bi parvekirina kapîtalîst a karî parçe bûne, merivên her êvar li ser balkonên xwe lûsîyane, herkesê mehaneya wan dê li gor standardan bibe ji bo karê civatî yê bi roj -û bi șev jî- temamkirî hev pîroz dikin. Cîhaneke ku lê hewa hîn paktir be û lê hebûn êdî cihê merivî negire û kenê qasedarê êdî lê ne bi zorê be. Dema ji hefsa malê derketinê, piştî wê pêla duyem a virusê, jixwe îsbat kirin ku gelek tişt hatine xwestin. Hêvîya vegera jîyaneke “normal” zû cihê yê din girt û ji bo kesên ku dê bi berdewamî bedelê giran ê hilweşîyana aborîyî bidana, ev “vegera jîyana normal” jixwe dê ji niha dijwartir bûna.

Gelo ev tê wateya ku zivistan hat, ji wan bêhnvedanên xweș -ku carinan dibûn kiryar- bi șûn de tiștek nemaye, ku bikêmanî derfet bidin, meriv bikefteleft, diltengîyên hefsa malê ya yekem nerm bike? Di pêșerojê de, gelo meriv nikare hesab bike, ku wekî observatuwara civat û mezaxtinê rîska, ku krîzek hertim “bandoreke bihêz a lezandina meylên ku meriv çavdêrîya wan dike berîya dest pê bike” bi xwe re tîne digre? “Weha xuya ye, ku ev șewb di encamê de, di wateya katî de lê herweha di ya kîmyayî de jî, li vê tansîyona ku baș tê zanîn wekî [Antonio] Gramsci jî rave dike di navbera dinyayeke kevnar a berê ku naxwaze bimre û ya nû ku têkoșîna zayînê dide ‘dilezîne’, çavdêrxane bihûrgilî dibêje. Gramsci me șîyar dike, ku navbereke hemî xeterên ku karibin “bûyerên merezî yên herî cihê” derînin heye. (1) Mixabin, cîhana nû ya ku di berxwe dide ku ji dîya xwe bibe hîn serê xwe dernexistîye û tu misogerîya ku ew ê nû be, heta ku tê xwestin jî tuneye. Dinyayeke din a nemimkin hîn jî mimkin e.

Ji ber ku hîn nedîyar e, ku em ê karibin ji vê navbera bi zorê ya derbasbûnê hin dersan bigrin an na. Ev vîrusa ku me li ser soza merivayetîyeke hevpar dabû, gelo bi rastî jî merivên ji her dera dinyayê, di lehê yekbûna me ya di warê vê êșa cîhanî de nêzîkî hev kirin? Ev hemî jin û mêrên di heman demê de ji heman nexweşîyê nexweş, ji Hindê heta Guadeloupê, ji Tourcoingê ta Capê, ji Vesoul ta Los Angelesê aya destûra ku ji nû ve bi awayekî mucîzeyî bi hezaran nivînên nexweşxaneyan û pizîşk ji Bakur ber bi Başûr de û ji Rojava ber bi Rojhilat de bên belavkirin? Tevger bi berdewamî bi awayekî berevajî bi alîyê ters de dom dike pêş dikeve. Qiralîyeta Yekbûyî, Elmanya, Fransa, Belçîka yan jî Îtalya pizîşkên li welatên Rojhilatê Ewropa yan jî li welatên başûrê Derya sipî perwerde bûne wekî sîfon dikşînin. Bi vî awayî, “Romanya, di navbera 2009 û 2015an de, ji % 50yê pizîşkên xwe wenda kirin û korew bi ji %  10ê pizîşkên wê yên ku salane welêt bicih dihêlin berdewam e. Slovakya, ji 2004an bi vir de, ji % 25ê personelên xwe yê nojdarîyê wenda kir. (…) Ev rekora xemgîn a yekem hinardekera pizîşkan Romanya tengav kir, ku nikaribe bi daxwaza dermankirina nifûseke pîr a her ku diçe zêde dibe re derxe serî, û krîza şewba Covid-19ê jî rewş bi taybetî aloztir kir” (2) ku ew defa hawarê lê bide. Heman tiştî li Tûnisê jî rû da, ku pizîşk lê her xewna çûyinê dibînin. Li gor Sendîkaya Giştî ya Pizîşkên Tûnisî, (3) her salê li dor heysed kesî welatê xwe bicîh dihêlin.

Şewba mezin em nêzîkî hev nekirin. Heta dema ku balafir difirîyan jî, ma em qet nêzîkî hev nebûn? Piştî ku nema ji erdê rabûn jî, gelo hayê me jê çêbû ku bi taybetî destûr dan çend heban ji wan ku “firar bikin”? Di çarçaveyeke pir teng de, weha xuya ye ku hîn vê krîzê “cîhana çandî” û “dinya akademîk” -ev hunermendên din ên pêşandana zindî, her wekî yên yekem li malê hatin hefskirin, bikêmanî wekî wan bitundî, wekî xwendekarên xwe, naçar bûn berhemên xwe ji dûr ve, li pêş tabûtên mirîyan ên ku li ser seansa Zooma wan dîyar dibûn belav bikin, ev kêlikên birêz û stûnên herfên sipî li ser zemîna reş, çi bigre wekî bîranîn, navên (Lulu 24, Isham cirdonê çîyan, Manona kanîyan) nemimkin tomarkirî bûn. Wekî din, kê dê bîra nêzîkîhevkirineke van hemî valahîyên qirêjî bibirana?

Teqîna nirxên teknolojîk

Wekî ku serokomar Emmanuel Macronî di axavtina xwe ya “ji fransizan re”, di 13ê nîsana 2020î de em vexwendin, vîrusê divîya herweha alîkarîya me bikira ku me qencîyên birêxistinbûnê jî ji nû ve keșif bikirana: “Gava ku xwe ji nû ve birêxistinkirina me mijara lêkolînê be, di dema ku ji me hatîye xwestin de, em ê hemî encaman bixwe jê derxin.” Wê dema ji fetîșîzma teknolojîk û bazirganîyê derketina civatên me yên ku tê de asê bibûn bi rastî jî baș bihata hilbijartin, ev jî tê wateya ku ji bo her alozîya dûçarbûyî çareserîya lê bihata gerîyan dê bazirganî û teknîk bûna. Heta niha, em bi bersivdaneke rêkxistî ya bi tenê, di têkoșîna li dijî vîrusê de bi ser ketin û me bêguman rê li ber bi sedhezaran mirinan girt. Axavtina wî ya 13ê nîsanê êvarî, bi kurtayî weha bû: “Divê em stratejîyeke ku em tê de demeke dirêj a ku derfeta plankirina kêmkirina karbonê, rêlibergirtin û jinavêbirina wê bide ku bi tenê ew dikarin derfetê bidin da ku em bi krîzên pêșerojê re derxistina serî.” Axavtina 12ê adarê ya ku em wê demê kelecanî kiribûn: “Tiștê ku vê șewbê derxistîye holê, ew e ku mal û xizmetên ku divê li dervî qanûnên bazarê bên hiștin hene. Sipartina xurekên xwe, parastina xwe, kapasîteya xwe ya dermankirinê, çarçoveya jîyana xwe spartina kesekî din, di bingeha xwe de dînîtîyek e. Divê em kontrola wan dîsa bigrin destê xwe …”

“Dînîtîyek”, bi rastî weha ye gelo? Aya me biryara ku divê em lîsteyeke pêncî berhemên pîșesazîyî ku meriv nikaribe bifikire li welatê xwe neafirîne çêkin (ji xeynî mask û parasetamolê), hem ji bo pirsa bêkarîyê, hem jî ji bo fêrkirina stratejîk a tedarikê xwe kirinê û endîșeyên hawîrnasîyî daye? Lîsteyeke pêncî berhemên ku heta ji % 50yê nirxê wan ê lêzêdebûyî bi awayekî herêmî neyê afirandin ji bo firotinê neyên pêșkêșkirin, wekî wadekî pêșengî yê nîzameke nû ya bazirganîya navneteweyî, bazirganîyeke li ser bingeha beramberîya di nav neteweyan de, ku her yek ji wan karibe tê de hisabê xwe bibîne û êdî qet ji çavbirçîtîya bi tenê ya “kargeheke mezin” ku hisabên xwe tijekirine re neyê pêșkêșkirin?

Helbet, qet tiștek ji van jî pêk nehat. Heta niha, tu hêzeke rizgarker jixweber nehat dinyaya nû ber bi hêleke ji ya berê baștir de dahf neda. “Bûyerên bi nexweșî” yên niha, nahêlin ku bi serê çavan jî be em bișkuvîna zevîyeke bûkikan li ser erda krîzê bibînin.

Ji bo “kargehên mezin”, ku bi tevayî piștgirîya wan bi komekên gelemperî û kêmkirina bihayê hêzakarî -ku li wan hêzakarî dixin bêkarîyê, wekî li Amerîkayê, yan jî tedbîrên bêkarîya qismî ku herêm xwe didin ber malîyeta wê, wekî li Fransayê, bi hewara wan de tên-, weha xuya ye ku saeta dawîn hîn lê nedaye. Nîșandera Dow Jonesê, ya ku nirxê borsayê yê sîh șîrketên herî girîng ên amerîkî digelhev nîșan dide, di adara 2020î de ji % 40 daket (wekî ku dawîya dinyayê hat); ji wê demê heta niha pișta xwe baș rast kirin, heta ku di kanûna pêșîn de rekorên dîrokî șikandin, di pênc salan de ji % 70+ pêșketina xwe bi hêz kirin.

Helbet, aktorên dravî, di derbarê kara deh salên dahatî ya șîrketên ku senedên wan ên pardarîyê dikirin pêkbînin de hertim texmînên mentiqî nakin, berîya ku bankeya veberhênanê ya Lehman Brothers îflasa xwe, di 15 îlona 2008an de rabigihêne bi sê rojan, hîseya wê hîn jî 3,65 $ dikir! Lê, heke em ji vê bigihên encama ku pîlotên Tîtanîka diravî bi kêmanî ji mîleke deryayî ve çîyayê qeșayê A-68A yê ku rê li ber tengava Cebelîtariqê girtibû dê nebînin, dibe ku çend badekên perwaneyê hebin.

Tevî hefsa malê jî, di vê qumarxaneya ku bi roj û șev vekirî ye de, nirxên teknolojîk hefsarê wê digrin. Nîșandeka Nasdaqê di duwazdeh mehên dawîn de ji % 43 zêde bû. Hêjayî zahmetîyê ye, ku meriv hîn jî navenda vê goga belorî hîn tengtir bike ku “cîhana pêșerojê” ya ku soz daye me bibîne. Bi dirêjîya sala 2020î, hîseyên Googleê ji % 32, ên Facebookê ji % 36, ên Amazonê ji % 79, ên Appleê ji % 82, ên Zoomê ji % 515 (tevî ji % 30 kêmbûna piștî ragihandina serketinên testên li ser projeyên vaksînê) biha bûn. Di 10ê çirîya pașîn a 2020î de, hiseya AirbnB, ku bi zorê xwe gîhande bihayê 68 dolaran û kete Borsayê, firîya 144 dolaran (ku ji % 113+ dike), Boeing jî, bêguman wekî delîla pêdivîya me ya “nêzîkîhevbûnê”, bi çûnûhatinên navbajêr ên nav malên niștecîyan (ew bi xwe çû bi karê xwe mijûl bibe), dê li hemberî vîrusê serî daneyne. Berî bi rojekê, ketina Borsayê ya hiseya DoorDashê, ku șîrketeke pispor a belavkirina xwarin û alavan li nav malan bû, li heman asansorê siwar bû (ji % 86+). Deliverooya ku me dê bi dilekî rihet jê bawer bikira ku ew ê serketinên xwe yên di Borsayê de bi radestkerên xwe re par ve ke, ew vexwendin ku sîngên ordekan ên teze biraștî bighînin ber sekoyên malên serbixwe yên perê bajêr (bijî tevgerên kurt!) li derketina rêya hawîrdorê, berîya ku biçin xurekên xwe bixwe ji xwaringeha alîkarîyê -Deliveroo bigrin-, ji bo vê jî ji nîveka çileya pașîn a 2020î de, hatinîya xwe ji % 76+ kirîye.

Çi bigre wê dilê me bi hisedarên Pfizerê bișewitîya, ku xweșikî ji ragihandina rêjeya bi bandorbûna vaksîna xwe ya li dijî vîrusê fêde nedîtin: seneda hîseyê ji 25ê çirîya pașîn de bi tenê ji % 10 bihayê xwe zêde kir. Pfizer, șîrketeke pîșesazîyî ye ku di sedsala XIXê de ji dîya xwe bûye, ku bi kargehên xwe û jêrxaneya xwe ya salên berê zindî maye (çil û neh sîteyên wê yên berhênanê li cîhanê belav bûne), karkerên wê, lêkolînerên wê, sarincokên wê yên ku heta -70 °C sar dikin hene…, qencîya gotûbêjkirina bihayên xwe bi desthilata gelemperî re dike. Weke ku ajansa Business Insider Franceê ji bo me dike, șîrketeke dinya berê, ku serketina wê dê ji xeynî ronîkirina meydana lîskê ya cîhana piștî vê pê ve bi kêrî tiștekî nehata. Piștî daxuyanîyên Pfizerê, “Bihayên seneda hiseya amerîkî zêde bûn. Pîșesazîyên ji vîrusê herî zirar dîtibûn, bi taybetî jî șîrketên rêyên hewayî, xwedîyên otêlan û keștîyên gerê, hemûyan dîtin ku hiseyên wan di danûstendinên Wall Streetê de firîyane. Berevajîya vê, șîrketên ku bi saya hefsa malê û bi karên heta malê dirêjbûyî pêșketinê derbek xwarine. Dema ku DocuSign, Peloton û Wayfair gîhaștin Zoom û șîrketên din di nav gêrbûnê de bûn, veberdêrên wan li ser vegera cîhana berê bi șert dilîstin. Ev noqbûna bin avê ya hiseyên “stay-at-home / li mala xwe bimîne” piștî belavkirina agahdarîyên erênî li ser vaksînan ji nû ve șemayeke ku jixwe çavdêrîya wê hatibû kirin hate afirandin” (4)

Divê em baș zanibin ku yek bi tenê pirsa kuneke hewayê ye. Bi dirêjîya krîza tenirustîyê, șîrketa “tout numérique” bi awayekî giștî ji zêdebûneke pir mezin sûd wergirt, ku bi bandora wê ya talî dê jê re bibûna textê hilpekînê. Ji bo van șîrketên mezin ku jixwe -hîn pir berî telexebatê- jîyana me ji hev dûr kiribû, ku wexta me ji me stendibû, daneyên me yên șexsî, pereyê me, qada me ya malê, xweserîya me, gîșevanên me, seredanên me yên pizîșkî, mamosteyên me, xwaringehên me û hwd. xistina bin zeftûreftê bi tevayî ya “jîyanên me yên bêtemas” ji zû de bidest xistibû. Êdî tercîheke me ya din nemabû. (5)

Li vê dinyaya pêșerojê ku ji niha ve amade bû, hiseyên “li mala xwe bimîne” -heta em li bendî eyarkirina nîșandeka borsaya “pepûk”a nirxên yamyam û talankeran bin ev têgeh pir pratîk e- bitenê beșekî van “nirxên” ku jîyanên me yên cihêkirî rêkdixin û jêderên wê tecrîda me ye, ku bi saya civata mezaxtinê (ku wê em bi tenê bi mal re rû bi rû hiştine) em berê hîn bûne, hêdî hêdî têkdana çalakîyên aborî yên cîhana berê û guhastina derîyên ketina mala me, mexazeyên me, dibistanên me, miayenexane û dermanxaneyên me, rêveberîyên me, pirtûkxaneyên me, rojnameyên me, salonên konserên me û hwd., ber bi “dergehên” nû yên bi dirêjîya mailên ku her diçin kurt dibin ên torên platformên Internetê ve tên belavkirin.

Hawar e, ortodoksî vedigere

Li ser qada lîskê ya rast a pêşbirka cîhanî ya “azad û berevajînekirî”, her kes dê ne di heman rewşê de be. Tevî hewldanên hikûmetên welatên herî dewlemend, ji bo ku mezinbûnê bisînor bikin, rê li ber têkçûna bazirganîya biçûk, xwaringeh, salonên pêșandanê, teșebusên piçûk ên bi piștgirîya çalakîyên tûrîstîk, çalakîyên çandî, sektora rûdawî û ragîhandinê û hwd. ku xwe radighîne bigrin, dê hertim dom nekin. Ji bo 3500 “taksîyên reș” ên Londrayî yên di meha hezîranê de bajar bi cih hiștin ku xwe bighînin “goristana taksîyan” a li perê bajêr û di nav dirî û wêraneyan de kom bibin, herweha ji bo șofêrên wan ên ku tiștekî wan ê heqê polîçeyên xwe bidin șîrketên taybetî yên ku erebeyên xwe heftê bi 300 euroyî didin bi kirê, nemaye, çûn dê bêguman bê veger be. Koronavîrus, li gel uberîzasyona ku berê ew baș lawaz kiribûn, îflasa wan dê zûtir bike. (6)

Fona Neteweyên Yekbûyî ya ji bo zarokan (Unicef) û ya zarokan rizgar bikin hisab kirin ku, bi dirêjîya sala 2020î, jimara zarokên ku li cîhanê di malbatên hejar (li gor pîvana ku her welatêkî dîyar kirîye) de dijîn ji 142 milyonî derketîye 715 milyonan (ku dike ji % 38,4ê zarokên cîhanê). (7) Firîyana hejarîyê, her wekî ku bi taybetî jî welatên herî neewle tehdît dike, welatên dewlemend jî dike. Li Fransayê, birêz Louis Cantuel, berpirsê têkilîyên navneteweyî yê Restos du Coeur / Xurekên alîkarîyê, texmîn dike ku daxwaza alîkarîya xurekî “wexta hefsa malê li bajarên mezin ji % 30 (…)” pêşketîye. “Em ketine rewşeke weha, ku ev yek ew ê piştî krîza tendirustîyê jî dom bike”, ev dikare bibe nîşana“daketineke berdewan a mêzînê bi alî ketina nav hejarîyeke mayinde de jî” . (8)

Cîhana berê qet jî naxwaze bimre, û ji hergav bêtir birînên xwe nîşanî çavên ya nû dide, ku ew ne ew çend jî birîndar e. Lê krîza tendirustîyê mirêkeke mezinker dide ber wan birînan. Li hemberî van xeterên, ku piranîya wan hîn li pêş me ne, gotinên “bihayê wan çi dibe bila bibe” ya birêz Macron xuya ye ji niha ve ji pêş topên ortodoksîya budceyî wenda bûne: di 17ê çirîya paşîn de, Meclîsa Neteweyî ji bo qanûneke dravî ku pêşbînîya vegereke bin baraja ji % 3yê kêmîya budçeya giştî heta 2025an di 2021ê de qebûl kir. Ji bo wê jî soza ku dê bac zêde nebin da. Di encama wê de, “Vegereke rewşa normal” pêk hat.

* Ekonomîst, profesor li Zanîngeha Lilleê.

Wergera ji fransî:

Yaqûp Karademir

_________

1) Antonio Gramsci, Cahiers de prison / Defterên Zindanê, Gallimard, coll. «Bibliothèque de philosophie», Paris, 1983 (1re éd. : 1948).

2) Clotilde Armand, «Le passage à l’Ouest de médecins est-européens / Derbasbûna bijişkên rojhilatê Ewropayê ber bi rojava», Libération, Paris, 14ê îlona 2020î.

3) Maryline Dumas, «En Tunisie, le ras-le-bol des blouses blanches / Li Tûnisê, acizîya berdilkên sipî», Le Figaro, Paris, 9ê kanûna pêşîn a 2020î.

4) «Les actions Zoom et Netflix s’effondrent à la Bourse après la bonne nouvelle autour du vaccin Pfizer / Piştî mizgînîya di derbarê parzaya Pfizerê de, hiseyên Zoom û Netflixê li Borsayê helîyan», Business Insider France, 9ê çirîya paşîn a 2020î.

5) Gotara Julien Brygo, «Travail, famille, Wi-Fi / Xebat, malbat, Wi-Fi» bixwîne, Le Monde diplomatique, hezîrana 2020î.

6) Mark Landler, «“Field of broken dreams”: London’s growing taxi graveyards», The New York Times, 3yê kanûna pêşîn a 2020î.

7) «Children in monetary poor households and Covid-19», Unicef, New York, 11ê çileya pêşîn a 2020î.

8) France Info, 6ê çirîya paşîn a 2020î.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
Social media & sharing icons powered by UltimatelySocial