Sibat 2022 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Pesnê biçûkbûnê

Ji nû ve zindîbûna aborîya cîhanî bawerîyê dide medya, veberhêner û biryarderan. Lê gelo vegera mezinbûna aborîyê ya doh dikare pêşeroja merivahîyê bi awayekî mayinde misoger bike? Gelek delîl hene ku berevanîya biçûkbûna faktorên herî xeter yên aborîyê dikin; ev nêzîkbûneke meydanxwestinên hawîrdorî, civatî, çandî û demokratîk e, ku gelek caran karîkaturîzekirî dimîne.

Platformek navneteweyî ya gengeşîkirinê ya bikêr niha li dora têgeha biçûkbûnê geş dibe.(1) Ji ber sedemên hawîrdorê yên dîyar, îhtîmala mezinbûneke bêdawî ya li cîhaneke bidawî êdî nema kare merivî bixapîne. Di cîhaneke newekhev de, hilberîner û mezêxerê ku “her dem bêtir” dixwaze digihîje dawîya sînorê xwe. Biçûkbûn, li gorî alîgirên xwe, hêvîyên nû yên dadmendîya civatî, azadbûn û şadîya jîyanê dide meriv.

Li ber çavên wan, mezinbûna ku îro bi zêdebûna salane ya nirxa lêzêdebûyî tê pîvan, ji ber ku ew yekser bi hilberîn û mezaxtinê ve girêdayî ye, xeletîyeke fizîkî pêk tîne. Ew çi sor, çi kesk, çi jî reş dibe, bê parastin an giştgîr, lêgerîna wê ya bêdawî ji wan re tewş, bêwate xuya dike: Salê ji % 3 mezinbûn dibe sedem ku hilberîna me (û mezaxtina me) her ji bîst û çar salan carekê duqat bibe. Bi vê rêjeyê, di sedsalekê de, em ê hijdeh caran ji ya îro zêdetir hilberînê bikin. Eqlê selîm dixwaze ku em dev ji vê lêgerîna ku di warê gumrehîya civakî(2) de feydeyên doh mezaxtîye berdin. Ji ber ku kî dikare îdîa bike ku em bi bitevayî ji berî pêncî salî sê caran bêtir dilşadtir in?

Tevgerek berevajî vê jî dê her weha tewş û bêwate be. Pirsgirêk ne biçûkirin e, lê “bawernekirin”, derketina ji dînê mezinbûnê(3) ye û devjêberdana nêzîkbûneke bi awayekî teng çendanîyî, ku armancên aborîyê li ber çav negre, derbasbûna ramanek kalîteyî ya li ser wateya çalakîyên me û jîyana me ye. Ev yek ji bo ceribandin û pêşxistina awayên din ên lêpirsînê ye. Ji bo ku em bersiva pêdivîyên xwe yên bingehîn bi rengekî maqûl, helbet, lê herweha bi dilşadî û dadmendî jî bidin.

Tevî her tiştî, ev ola mezinbûnê li her derê xwe nîşan dide, him li rastê û him jî li çepê, heta di nav gelek hawîrdorparêzan de jî. Ji bo bersivdana rewşa awarte ya avhewayê, dogma êdî giranîya xwe dide ser şertê veqetandinê: divê em ji alîyekî ve hilberîna mal û xizmetên xwe zêde bikin, ji alîyê din ve bandorên hawîrdorî û derxistina madeyên xam bi hev re û bi awayekî girîng kêm bikin. Tevî vê jî, heke me karibû li vî alî yan li wî alî çavdêrîya veqetyaneke qismî, herêmî, sektorî yan katî bikira jî, veqetandineke cîhanî ya bi qandî dijwarîyan tu carî pêk nehat.(4)

Yek ji mezintirîn dijwarîyên veqetîyaneke weha dê kêmkirineke cidî ya emîsyonên gazên me yên serayê be. Lê, heya ku em zagonên fîzîkê derbas nekin, xuyaye îhtimaleke kêm a ku em karibin li şûna sotemenîyên fosîlî (neft, gaz, komir), ku hîn jî ji % 84ê mezaxtina me temsîl dikin tiştekî din bi kar bînin. Ji ber nebûna hevtayîyên ku bi hêsanî bên hilanîn û veguhastin, tije enerjî û -bi kêmanî heta niha- bi hêsanî bên bi kar anîn, ji bilî kêmkirina mezaxtina enerjîyê çareyeke me ya din tuneye .

Dostanî, xweserî, coşa jîyanê

Tevî veberhênanên pir mezin ên van demên dawîn, hîn ku ba û tav ji % 3yê enerjîya seretayî ya cîhanî temsîl dikin, di heman demê de jixwe di warê peydakirina hin materyalên wekî sifir û herweha di bikaranîna cihan de jî alozîyê çêdikin. Ji ber vê yekê derbasbûna enerjîyên nû bi tenê bi kêmkirina çalakîyên me yên herî zêde enerjîyê dixwin dikare pêk were. Bi vî rengî, ji bo biçûkbûnê, cihbicihkirina çareserîyên cîgir ên fosîlan bitenê di aborîyên rabestî, piştevan, vekirî û ji nû ve herêmîkirî de wateya wê heye.(5)

Di civateke mezinbûnê de, bi tenê meriv zerengîya aborîyî ya nûjenîyê, ku bûye hevwateya pêşkeftina teknîkî di heşê xwe de digre. Biçûkbûn merivan vedixwîne ku em nûjenîya di xizmeta nirxên din ên wekî şênî, xweserî, kêfxweşîya jîyanê, ekofeminîzmê, hevparîyan, dema vala, teknolojîyên kêm, permakultur (parastina xwezayê, mirovî û parvekirina adil), xwe-birêvebirin an hîn jê wêdetir beramberîyê de ji nû ve bifikirin.(6) Gava ku bingeha wê li ser fikreke civatî û çandî be, kesek nikare li dijî nûjenkirina teknîkî derkeve.

Zêdebûna nifûsê bi awayekî bêdawî li ser rûyê erdê, her wekî zêdebûna bêsînor a enerjîyê bêwate û tewş e. Projeya biçûkbûnê armanca dadmendîya civakî ya cîhanî dide pêş û bersiva pirsa navendî ya demografîyê dide. Dîrok fêrî me dike ku gelên digihîjin mercên jîyanê yên layiqî meriv û derfeteke berfireh a perwerdehîyê, ew bi dilê xwe hejmara zarokên xwe kêm dikin. Li nêzîkî sed welatî, bi awayekî pratîk li ser hemî parzemînan, zayokîya nifûsa wan jixwe ji nifşên ku dê cihên wan bigrin kêmtir e. Heke bêtevgerîya dîyardeyên demografîk me di çend dehsalan de bighîne ji deh mîlyar dinyayîyî zêdetir jî, pirsa kontrolkirina nifûsê bitenê li beşek ji Afrîka bin-Saharayî aloz dimîne. Di heman demê de ev mijareke parvekirinê ye jî, nemaze ya xwarin û xwe gîhandina avê ye, ku lêpirsîna şêwazên me yên hilberîn û mezaxtinê jî digre nav xwe.(7) Dijwarîya nifûsên pîrbûyî ji alîyê din ve ferz dike ku em bêtir derfet û dema xwe bidin tendirustîyê, dermankirin û herweha xizmetan û hilberîna xurekên bi kalîte, kêm goştî, ji nû ve herêmîkirî û ji alî bîyocuretî nûvekirinê.

Çiqas pêdivî be jî bila bibe, derketina ji sîstema kapîtalîzmê têrê nake. Pirsgirêk herweha ew e ku meriv dev ji hilberînerîyê, mezêxerîyê berde û êdî civatê di yek prîzmaya aborîyê re nebîne û li gor wê rêk nexe. Divê em rexneyeke radîkal a teknolojîyê li ser vê ramanê, li ser vê bîyanîbûna ku teknolojî dikare her tiştî çareser bike zêde bikin.

Heke piçûkbûn li dora rexneya pêşketinê ji dayik bûye ev yek ne tesaduf e. Modela şaristanîya rojavayî bi şîdetê, pêşî li ser gelên herêmên ku ew lê ji dayik bûye, wekî li Îngîlistanê, di sedsala XVIem(8) de bi dorpeçkirinan û di sedsala XIXem de jî, bi şoreşa pîşesazîyê hate ferzkirin. Di pey re ev yek li seranserê cîhanê bi rîya kolonîkirinê belav bû.

Her çend tu mafê rewa yê rojavayîyan tune be ku nehêlin yên din di warê zaboqa mezaxtinî de bidin ser şopa wan, ew duqat mecbûr in ku berpirsîyarîyên xwe yên di felaketên berdewam û yên di pêşerojê de jî nas bikin û mêtîngerîya welatên başûr rawestînin. Tenê kêmbûneke mezaxtina li bakur dê derfetê bide wan ku ew ji nû ve bixwazin li çarenûsa xwe xwedî derkevin. Ev şertê serekî yê rêlibergirtina mêtingerîya çavkanîyên wan e, ku destdirêjîya sîyasî û aborî jî bi xwe re tîne. Berdewamîya li ser heman rîyê li ser navê mezinbûna “kesk” dê bitenê vê dînamîka mêtîngehkarîyê bidomîne, wekî ku mînakên Kongoyê, ku ji ber hebûna kanên xwe yên kobaltê (ji bo teknolojîya dîjîtal û teknolojîyên nû pêdivî ye) welatekî stratejîk e, yan jî Bolîvyayê, ji ber kanên xwe yên lîtyumê (ji bo baterîyên elektrîkê tê bikaranîn) vê yekê bi bîr tînin.

Xwe gîhandina çînên navîn a awayê jîyana rojavayî ya li çîn, Hindistan an Brezîlyayê, navê ku rexneya pêşketinê û ne jî mezinahîya çewtîyên wê yên li van deverên cîhanê bide jibîrkirin. Berîya her tiştî, çînî yekem mexdûrên qirêjîya ku di encama hilberîna tiştên li welatên rojavayî têne mezaxtinê de pêk tê ne. Ji ber ku bakur jêdera zêdeyî ji % 90ê derxistina gazên serayê(9) ye, em ê karibin ji vê zaboqa ku cîhan bigiştî ketîye navê bi tenê bi rêya gotûbêjê bi başûr û bi welatên ku derketine pêş re û bi naskirina vê berpirsîyarîya xwe ya dîrokî derkevin.

Pirsgirêk êdî ne mezinbûn, lê parvekirin e. Fikirîna li ser piçûkbûnê meriv ber bi eleqedarbûna têgehên hatinîya bingehîn, belaşbûnê û heta bi sîstema veguhastinên herêmî ve diajo. Ev ew tişta ku meriv di ramana bexşîna bê şert û merc a xweserîyê de dibîne ye, ku têkilîyê di navbera hatinîya bingehîn, bidestxistina belaş a xizmetên giştî û malên serekî yên pêdivî de datîne.(10) Ev bexşîn dê ji her kesî re, ji dayikbûnê heya mirinê, wekî takekesî û bêşert û mercên jîyaneke birûmet misoger bike. Ew ê di dîyarkirina mafên li ser çavkanîyan (av, enerjî, erda ji bo hêwirînê an çalakî pêkanînê, xwarin), xwe gîhandina xizmetan (perwerdehî, tendirustî, veguhastin, agahdarî û çand) û di heman demê de bi xwe sipartina pergalên din ên guhastinê yên nespekulatîf, wekî diravên herêmî de bê dayin. Sîstemên demokratîk ên rasterast û bêtir bi beşdarî (birîya mafê dengdanê) dê karibin di dawîyê de pirsên serekî bikin: em dê çi hilberînin, çawa, ji bo çi bi kar bînin?

Digel pêdivîya hatinîyeke berztirîn û ramaneke li ser dabeşkirina mîratê, nîşandeka sereke ya newekhevîyan, ev projeya giştî herweha dixwaze ku venerînên deynî (giştî û taybetî) û fikirîneke li ser rola bankên navendî û afirandina diravî jî pêk were.

Ji nû ve vegera li dilbijîyên xwe

”Nan û Gul” helbesteke ku di sedsala borî de, James Oppenheimî nivîsîye, bûye sirûda gelek tevgerên karkeran. Bê guman, nan her gav pêdivî ye, lê divê xweş û heke mimkin be herêmî be, ji ardê organîk û bi rêbazên hilberînê yên cihêrengîya bîyolojîk nû dikin hatibe çêkirin. Nanê ku em li dora xwarinên xweş parve dikin, wextê distîne. Û sorgul jî, lê ne di bin şert û mercên tirsêner ên civakî û jîngehê de li Afrîkayê mezin bûbin, paşê bi balafirên sarinckirî hawirdekirî bin.(11) Piçûkbûn têkilîya bi demê re, bi axan re, bi yê/ya din re dide ber lêpirsînê; ji bo çalakî, hewcedarî û bikaranînan. Ew giranîya xwe dide projeya ji nû ve xwedîlêderketina daxwazên xwe, him li bakur û him jî li başûr, bi xwe rizgarkirina ji manîpulasyona reklamê, herweha jî ji medyayên ku civateke ji newekhevî û îsrafê teşwîq dikin.

Çalakvana dijglobalîzmê ya malîyî Aminata Traoré gelek caran lezgînbûna veqetyana ji “tecawizkirina xeyalî” ku civata mezinbûnê pêktîne bi bîr dixe, ku em xwe jê rizgar bikin.(12) Bi azwerîya ku li cîhê hejarî lê heye meriv boşayê bîne û li cihê ku îsraf lê pir dibe jî rabesîtîyê (malkirîyê) bîne.(13)

* Endezyar, koordinatorê Kooperatîfa Civakî Cargonomia li Budapêşteyê, hev-nivîskarê (bi Anitra Nelson re) Exploring Degrowth: A Critical Guide, Pluto Press, 2020, û (bi Isabelle Brockman re) La Décroissance, fake or not, Tana Éditions, 2021.

Wergera ji fransî:

Yakûp Karademir

_____

1) Li gotara Rémi Noyon û Sébastien Billard, a bi sernavê «Faut-il avoir peur de la décroissance? / Ma divê em ji piçûkbûnê bitirsin?» binêre, L’Obs, Paris, 13ê gulana 2021ê.

2) Li gotara Timothée Parrique û Giorgos Kallis, a bi sernavê «La décroissance : le socialisme sans la croissance / Mezinbûn: sosyalîzma mezin nebûyî» binêre, Terrestres, 18ê sibata 2021ê, www.terrestres.org

3) Gotara Serge Latouche, a bisernavê «La décroissance ou le sens des limites / Mezinbûn an hesta sînoran» bixwîne, Manuel d’économie critique du Monde diplomatique, 2016.

4) Li gotara Timothée Parrique û hevalên wî., ya bi sernavê «Decoupling debunked: Evidence and arguments against green growth as a sole strategy for sustainability» binêre, Bureau européen de l’environnement, Bruxelles, tîrmeha 2019an.

5) Li gotara Vincent Liegey, Stéphane Madelaine, Christophe Ondet û Anne-Isabelle Veillot, ya bi sernavê «Ni protectionnisme, ni néolibéralisme mais une “relocalisation ouverte”, base d’une nouvelle internationale, / Ne parêzbendî û ne jî lîberalîzm lê ”ji nû ve herêmîkirina vekirî”, bingeha enternasyonaleke nû» binêre, Bastamag, 4ê çirîya paşîn a 2015an, www.bastamag.net

6) Un grand nombre de ces concepts et réflexions sont analysés en profondeur dans la collection «Les précurseurs de la décroissance» aux éditions Le Passager clandestin. / Hejmareke mezin a ji van têgeh û ramanan bi kurahî di berhevoka «Pêşengên mezinbûnê» de hatine şirovekirin û ji hêla Le Passager clandestin ve hatine weşandin.

7) «La bombe humaine. Pression démographique sur la planète / Bombeya mirovî. Zexta nifûsê ya li ser cîhanê» bixwîne, Manière de voir, n°167, çirîya pêşîn û çirîya paşîn a 2019an.

8) Li pirtûka Karl Polanyi, ya bi sernavê «La Grande Transformation. Aux origines politiques et économiques de notre temps / Veguherîna Mezin. Di bingeha sîyasî û aborî ya dema me de» binêre, Gallimard, coll. «Bibliothèque des sciences humaines», Paris, 1983 (1re éd. 1944).

9) Jason Hickel, «Quantifying national responsibility for climate breakdown: an equality-based attribution approach for carbon dioxide emissions in excess of the planetary boundary», The Lancet, vol. 4, n° 9, Londres, 1ê îlona 2020î.

10) Li pirtûka Vincent Liegey, Stéphane Madelaine, Christophe Ondet û Anne-Isabelle Veillot, ya bi sernavê «Un projet de décroissance. Manifeste pour une dotation inconditionnelle d’autonomie / Projeyek piçûkbûnê. Manîfestoya ji bo bexşîna xweserîya bê şert û merc» binêre, Éditions Utopia, Paris, 2013.

11) Gotara Zulma Ramirez û Geoffroy Valadon, a bisernavê «Allons voir si la rose…/ Ka em binêrin bê gul … » bixwîne, Le Monde diplomatique, sibata 2020î.

12) Aminata Traoré, Le Viol de l’imaginaire / Tecawizkirina xeyalê, Fayard – Actes Sud, Paris-Arles, 2002.

13) Li pirtûka Jean-Baptiste de Foucauld, a bi sernavê «L’Abondance frugale. Pour une nouvelle solidarité / Boşayîya rabestî. Ji bo piştgirîyeke nû» binêre, Odile Jacob, Paris, 2010.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
  • Sign Up
Passwordîfreya xwe winda kir? Ji kerema xwe navê bikarhêner an navnîşana e-nameya xwe binivîsin. Hûn ê ji bo afirandina şîfreyek nû bi riya e-nameyê girêdan bistînin.