Çirîya paşîn 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Perwerdehîyeke mecbûrî heta 18 salan?

Piştî gelek revîzyonên ber bi jor di nîvê yekem ê sedsala XXem de, di 1959an de, Fransayê dibistan heya 16 salî mecbûrî kir. Ev sekû ji hingê ve neguherîye. Hin sendîka û rêxistinên sîyasî banga pêșdebirina gaveke din a dibistanê dikin. Projeyek weha dîsa jî reformeke berfireh a perwerdeyê dixwaze da ku hemî sozên xwe yên azadkirinê bicih bîne.

Di sala 1947an de, plana Langevin-Wallon pêşnîyar kir ku dibistan heya 18 salîyê mecbûrî be. Ev tedbîr, wekî vê bernameya mezin a reforma pergala perwerdeya fransizî ku ji hêla komîsyona wezîran a biserokatîya fîzîknas Paul Langevin, pașê, li pey mirina wî, ji alî psîkolog Henri Wallon (ku her du jî endamên Partîya Komunîst a Fransayê – PCFê bûn) ve hate rêvebirin, wekî nameyeke mirî ma.

Çi bigre heftê û pênc sal derbas bûn, ma dema ku em vê paşxistina perwerdehîya mecbûrî rawestînin û wê qebûl bikin nehatîye? Ew di 1947an de azwerîyek bû, lê niha xuya ye ku destê meriv digihêjê. Neh ji deh ciwanan niha jî bi kêmanî heya ku mezin dibin perwerdehîya xwe didomînin. Û pêdivîyên bi jîrîtîya zanistî û teknîkî ku her diçin zêde dibin ber vî alîyî de ne. Daxwaza lêkolînên dûr û dirêj tu carî ew hinde belav nebûbû. Bi eslê xwe ji kîjan derdorê bin bila bibin, gava ku ji dê û bavan tê pirsîn kengî zarokên wan dikevin pola şeşem, ji heşt ta neh kesî li ser dehan hêvî dikin ku wan bikêmanî heta 20 salî li ser sekoyên dibistanê bibînin.(1)

Lêbelê, dîsa jî piranîya rêxistinên sîyasî û sendîkayî zêdebûneke weha red dikin. Mecbûrîyeta perwerdeya ji 16 ta 18 salî ku di îlona 2020î de kete merîyetê, armanca wê ne ew e ku dawîyê li kurtkirina dibistanên xwendekarên di tengasîyeke mezin de ne bîne, lê pêșnîyarîya “piştgirîyeke li gor rewşa her kesekî” ber bi bazara kar de, ji bo ciwanên peyvendîdar, piştî veqetîna wan a ji sazîya perwerdehîyê ya ku guh lê nedikirin dike. Di dawîyê de, bi tenê çepê guhastinê (Partîya Komunist a Fransayê – PCF, La France insoumise / Fransaya serî danîne, Konfederasyona Giştî ya Rencê, Federasyona Sendikayî ya Yekgirtî, Başûr) vê armancê bi zelalî destnîşan dike, lê her gav bêyî ku awayê xwe gîhandina wê dîyar bike.

Perwerdeya mecbûrî ya ku ta 13 salan bi qanûnên Ferry yên di 1880yî de hatibû sabîtkirin, di 1936an de, ji alî Enîya Gel ve salekeke din hate dirêjkirin. Di 1959an de, bi biryarnameyeke wezîr Jean Berthoin, di çarçoveya guhertina çapbûyî ya sîyaseta perwerde ya rejima Gaulîst de, ew ji 14 salan derxis 16 salan. Wê gavê mesele ev e ku meriv bi saya başkirina perwerdehîya destpêkê ya nifşên nû, ku qonaxa dîrokî ye, ji ber ku ew rê li ber yekbûna her du torên perwerdehîyê yên dema Komara Sêyemîn bi hev re dijîyan (seretayî ji bo çînên gelêrî û navîn ji bo derdorên halxweș), han bide berfirehbûna aborîyê bidomîne. Di navenda salên 1970yî de, pir xwendekar ketin hîndekarîya navîn. Dirêjbûna dema perwerdehîyê dê heta îro jî berdewam bikira.

Ma zêdebûna dema xwendinê perwerdehîyek çêtir diafirîne? Ev yek ne dîyar e. Di sala 1989an de, me hîn jî karibû, bi civaknasên wekî Christian Baudelot û Roger Establet re binirxanda ku performansa ciwanan, ji ya mezinên wan çêtir e.(2) Ew qonax derbas bû. Lê, ev sîh sal e, di warê hînbûnê kêmkirineke berdewam heye. Li gorî servîsa statîstîkî ya wezaretê, piranîya şagirtên ku di 2017an de ketine pola şeşem di warê arîtmetîkê de encamên ji pileya navîn a şagirtên sala 1987an kêmtir girtine. Di zimanê fransizî de, jîrîtîya di warê nivîsandin û rêzimanê de bi awayekî eșkere paș dikeve, ev jî kêmkirineke xemgîn di têkilîya bi zimanê nivîskî re di gel lawazbûna xwendin û têgihîștinê nîșan dide. Heke ev yek ji bo derdorên gelêrî pir bihêztir be jî, kêmkirina astê hemî xwendekaran eleqedar dike.(3)

Qismek karbidestên ku beşdarî kiryarên Ajansa Neteweyî ya Têkoşîna li dijî nexwendewarîyê dibin, xuya ye ji xwendewarîyeke çêtir bi fikar in, lê hewesa wan a ku qatên jorîn ên pergala dibistanê bêtir tije bikin jî tuneye. Mesele ew e ku “her kes dê nebe beşek ji aborîya nû. (…) Hîn jî pêşeroja karên piçûk heye”, wezîrên perwerdehîyê yên Rêxistina Hevkarî û Pêşkeftina Aborîyê (OECD)(4), ev rewș di 2001an de, destnîșan kirin. Li gorî raporên vê rêxistinê û yên Yekîtîya Ewropî -bi rîya yên wezîrên fransî yên li pey hev-, dibistan divê di heman demê de hînkirina xwe li dora bikêrhatina pîşeyî bi hêz bike, perwerdehîya elîtan baştir bike û ji bo yên mayîn jî, bidestxistina karebûnên serekî bike armanc ku bi kêrî kar bên. Bi navê tekoşîna li dijî pêşbazîyeke bêmentiq a dîplomayan (her ku diçe jimara wan zêde dibe û nirxê wan kêm dibe) an jî pêdivîya dagirtina karên nekalîfîye, ev pisporên (ku ew bixwe pir xwendî ne) îhtîmala dirêjkirina maweyê perwerdeyê ji bo herkesî red dikin.

Pirsgirêka naskirina kalîfîyekirina rastîn a karan, ew, tê paşguhkirin. Ma nifşên ciwan bi rastî jî “zêde perwerde” bûne? Xebatkarên ku hatinexistin bin nîrê pêdivîyên hilberînê û piralîtîya ku zêde dibe, ma ew ji yên ku karsazên wan amade ne qebûl bikin bêtir zîrekîyan seferber nakin?

Bi partî û sendîkayên navenda çep jî mîrata Federasyona Perwerdehîya Neteweyî (FEN) zahmet tê.(5) Wan her tim dirêjkirina perwerdehîya mecbûrî ya 18 salan red kirine û bi navê ”dibistana bingehîn” berdewamîyeke dibistana navendî heya 16 salan tercîh kirine. Bi bawerîya ku beșek ji ciwanan nikare xwendina xwe ji vê astê dirêjtir bike û ku di her halûkarî de, pêdivî bi merivên ku karên kêm kalîfîye bikin jî heye, ev rêxistin berê xwe didin sîyaseta ”bingeha hevbeş a zanînê”. Ew kêmtirîn bagaja ku divê hemî şagirt di dawîya dibistana navîn de bidest bixin ravedikin û ji ber vê bi taybetî jî berê xwe didin kesên ku dê neçin heta bakaloryayê. Rast di qanûna Fillon a 2005an de ev prensîb tomar kirîye; di sala 2012an de, ew bi dirêjîya pênc salên erka birêz François Hollande jî, ji hêla wezîrê perwerde Vincent Peillon ve hate nûkirin, ku wî bi kêmanî li ser derfeta domandina xwendinê ji sînorê heyî wêdetir israr dikir. Lêbelê, cudayîyên di navbera “bingehên” Fillon û Peillon de têra xwe mutewazî bûn.

Tevî vê jî, bilindkirina xwendina mecbûrî heya 18 salan bi qasî ku tê xwestin ew çend jî pêdivî ye. Raman bi awayekî xwezayî ji hilberîna bilez a zanînên zanistî diherike. Ji xeynî vê, bilindkirina asta gelemperî ya jêhatîbûnan bi tenê dikare beșdarî guhertinên kûr ên awayên me yên hilberîn û mezaxtinê yên ku bitenê ji bo saxîtîya mirovahîyê pêdivî ne bibe. Ew ê her weha avantaja vekolana bingehên desthilata pisporan, bi saya pêşxistina kapasîteya fikirîna li ser cîhanê, devjenîkirina pêşeroja xwe bide her kesî. Û li hemberî şoreşeke computerê ku ketîye xizmeta uberîzekirina xebatê, ew ê ji nû ve navendîkirineke midaxeleya mirovî ya hostetîya algorîtmayan teşwîq bike.

Bernameyeke weha dîsa jî rastî îtirazekê tê: meriv çawa dikare ciwanên biserneketî, carinan ji qursa amadeyî (CP) de, li dibistanê bigre, ku ji bo wan, li dibistana navîn, çarçoveyeke dibistanê ya bêwate nayê tehmûlkirin? Ji bo ku meriv bersivê texmîn bike, tenê pirskirin têr dike: bêyî ku reformek di pergala me ya perwerdeyî de çêbibe ku bi awayekî giștî derfeta sînordarkirina biserneketin û newekhevîyan bide, bêyî nirxandinek berfireh a sazîyî bigiștî, naveroka wê ya hînkirinê û rêbazên we yên veguheztina zanînê çêbibe, derxistina 18 salan a perwerdeya mecbûrî dê nerealist be.(6)

Bi navgînîya sêberîya nirxandin-dabeşkirin-beralîkirinê, pergala heyî pêşbazîyeke ji bo notên çêtirîn, polên çêtirîn, dersên çêtirîn ferz dike. Li ser encama vê têkoșîna ji bo cihan ji serî de biryar hatîye dayin, ew hinde ku, li kozên xwe yên di destpêkê de, “mîratgir” dê karibin bi rê de feydeyên di pozîsyona xweya civakî de jî zêde bikin: sazîyên bêtir rêzdar û bêtir xwedî îmkan, mamosteyên tecrûbeya wan bêtir, hînkirina bi azwerîyeke bêtir, alîkarîya dê û bavan û ji dervî dibistanê, hwd. Di van şert û mercan de, em ê çawa li mezinbûna newekhevîyên civatî yên ku ji salên 1960î ta 1990î dom kirine û ji wê hingê ve hîn zêdetir mezin bûne ecêbmayî bimînin?

Bitenê, ji navê rakirina pêşbazîyê ne dermanê sêhrbaz ê biserneketina li dibistanê ye, lê ew şertê pêşîn e. Helbet, ji navê rakirina pêşbazîyê, ji navê rakirina yê ku wê rêkdixe, ango rakirina notan e jî -ji ber ku meriv bêyî notan bide yan tesnîfekê bike jî, dikare pir baş binirxîne- herweha rîyên cihêreng, nemaze li lîseyê jî hene, ku qursên pîşeyî lê wekî warên sizayê dûrkirinê dimînin. Ji ber vê yekê, pirs ev e ku em li șûna sazîya heyî dibistaneke hevbeş, ku li dora parkureke bitenê, ji serekî heta lîseyê bê avakirin, ku prensîbê wê hemî xwendekaran bi çandeke hevbeş ta 18 salî perwerde bike be.

Bi şertê ku ew pișta xwe bide reformek kûrûdûr a pergalê, dirêjkirina perwerdehîya mecbûrî heya 18 salîyê rê li ber nêrînên hîn radîkaltir ên ji paşvexistina wê ya ji bo 16an vedike. Bi vî awayî dê derfeta hemî ciwanan hebe ku xwe bigihînin zanîna zanîngehê; ev derfet niha bi tenê ji bo beşekê ji wan heye, nemaze ji bo yên ku bekelorîya perwerdeyîya giștî digirin.(7) Di encama vê de girseyîbûna xwendina bilind, dê mevcûda artêşa îhtîyatê ya nemezûnan, ku li ser wan îstîsmara aborî ya renca kêm kalîfîye geş dibe, kêm bike. Herweha ew meyla dijberîya xebatkarên ku difikirin û kontrol dikin (têgihîștin) û karmendên ku rêz digrin (pêkanîn), ku di aborîyên pêşketî de çerxa bingehîn a komkirina sermîyanî ne, lawaz dike.

Em dixwazin çi ji nifşên nû re bihêlin? Danasîna bagajeke çandî ya hevpar gotûbêjeke berfireh dixwaze. Ka em çend rêçikan bidin ber xwe. Divê ku naveroka wê qada derfetan veke, da ku meriv di 18 salîya xwe de karibe di navbera perwerdehîyeke kurt a li dibistaneke pîşeyî ya bilind an jî xwendineke dirêj li zanîngehê de tercîhekê bike. Bi nêrîneke weha, pêdivî ye ku meriv zanîna teknîkî û teknolojîk ji dibistana seretayî de bide destpêkirin, ku îro beșeke mezin a ciwanan jê mehrûm in. Prensîba duyem: perwerde divê bêferq û temenî veguheztina zanyarîyan û perwerdeya hevwelatîyan ji xwe re bike armanc, ango çavkanîyan ji bo ku meriv bixwe bifikire biafirîne. Dibistan, heke em tercîh bikin, divê fêr bike bê ka meriv çawa bifikire, ne ku tiștê divê em bifikirin. Ev yek ji bo hemî dîsîplînan derbas dibe, lê ji bo hinan ji yên din zêdetir. Bi vî rengî felsefeya, ku hînkirineke adaptekirî dikare di kursê(8) de zûtir dest pê bike, an jî zanistên merivî û civatî, yên ku şagirt dikarin di destpêka xwendina seretayî de dest pê bikin ev e. Banandineke bi helwesta lêpirsînê bê guman hêjayî her dersek exlaqî ye…

Qada sêyemîn a lêpirsînê: awayê hînkirinê ye. Ruhê pedagojîkî yê ku di salên 1970 û 1980yî de serdest bû li rîya bihêzkirina motîvasyona xwedêgiravî şewişî ya xwendekaran digerîya. Di lehê parkurên keşfê yên ji zanînên xwedêgiravî naskirî yên zarokî dest pê dikin da ku wî bi nermî wî ber bi zanînan ve bibin, dev ji xwe nezîkirina ji pêş ve ya zanînê hate berdan. Ev pedagojîya şahînet, dilovan û bitaybetî, hîn jî sergirtî bandora xwe li ser reforma dibistana navîn ya 2015an dike. Ji ber encamên wê yên kêm iqnaker, ew ji nû ve nirxandinê heq dike. Li vir du tesbît derdikevin pêș: dijwarîya rewşenbîrî nayê paşguhkirin, divê meriv pê re rû bi rû bibe; hemî mirov -heta yên ji çînên gelerî jî- wekî jîndarên zimanî, xwedî kapasîteya razberkirinê, ramana şewqvedêr û muhakemeya mantiqî ne. Ji bo mamoste, mesele ew e ku meriv hewl bide van çavkanîyan seferber bike, ne ku ji bo “kêmasîyên civatî û çandî” xemgîn bibe, da ku hemî astengên fêrbûnê derbas bikin -rîya bitenê ji bo dibistanê ew e ku ji xwendekaran re tiştên ku di malbata xwe de nabînin peyda bike-.(9)

Ji ber ku zêdekirina perwerdeya mecbûrî heta 18 salan, ji sererastkirineke giştî ya pergala me ya perwerdeyê nayê cudakirin, ne armancek piçûk e. Daxwaza sepandina wê bi malîyeteke hîn biçûktir dê tenê meyla li kar a xebatê ya ji dawîya salên 1980yî de xirabtir bike, ku dirêjkirina dema dibistanan û xirabbûna destketîyên vezaneyî dike yek. Û hewla kêmkirina bihayê wê tenê dê çareserkirina gelek pirsgirêkên ku îro civata me rû bi rû dibe paş de bixe.

* Civaknas, endamê Koma Lêkolînê ya Demokratîzekirina Dibistanê (GRDS)

Wergera ji fransî:

Yaqûp Karademîr

__________

1) Tristan Poullaouec, «Regrets d’école. Le report des aspirations scolaires dans les milieux populaires / Poşmanîyên dibistanê. Bi derengîxistinên daxwazên perwerde yên derdorên gelêrî», Sociétés contemporaines, n°114, Paris, 2019.

2) Christian Baudelot û Roger Establet, Le niveau monte. Réfutation d’une vieille idée concernant la prétendue décadence de nos écoles / Ast bilind dibe. Pûçkirina fikreke kevn a di derbarê îdiaya paşketina dibistanên me de, Seuil, coll. «L’épreuve des faits», Paris, 1989.

3) Cf. «La tolérance à l’ignorance dans l’institution scolaire / Toleransa nezanîyê di sazîya perwerdeyî de», Groupe de recherche sur la démocratisation scolaire / Koma lêkolînê ya li ser demokratîzekirina dibistanê, 23yê gulana 2020î, www.democratisation-scolaire.fr

4) «What future for our schools?», «Education Policy Analysis 2001», OCDE, Paris, 2001; «Investing in competencies for all», communiqué de la réunion des ministres de l’éducation / teblixa civîna wezîrên perwerdeyê, OCDE, nîsana 2001ê.

5) La Fédération de l’éducation nationale, dominée par le Parti socialiste depuis 1947, est devenue l’UNSA (pour «Union nationale des syndicats autonomes») Éducation en 2000. / Federasyona Perwerdeya Neteweyî, ku ji sala 1947an vir ve di bin serdestîya Partîya Sosyalîst de bû, bû UNSA («Yekîtîya Neteweyî ya Sendîkayên Karkerên Xweser») Education di 2000î de.

6) Les observations qui suivent prennent notamment appui sur les travaux accumulés depuis 2008 par le Groupe de recherches sur la démocratisation scolaire (GRDS). / Çavdêrîyên jêrîn bi taybetî xwe dispêrin xebata ku ji 2008an vir ve ji hêla Koma Lêkolînê ya Demokrasîya Dibistanan (GRDS) ve hatîye berhevkirin.

7) Obtiendront un diplôme bac +5: un bachelier général sur deux; un bachelier technologique sur dix; trois bacheliers professionnels sur cent. / Yek li ser du mezûnên lîseya giștî; yek ji mezûnê lîseya teknolojîk li ser dehan; sê mezûnên lîseya meslekî li ser sedî: dê dîplomayeke lîsans û masterê (bac+5) bigrin. Li. «Parcours dans l’enseignement supérieur: devenir des bacheliers 2008 / Parkura di warê perwerdeya bilind de: di 2008an de ji lîseyê mezûn bûn» binêre, Note d’information du SIES / Nota agahdarîyê ya SIES, n°6, ministère de l’enseignement supérieur, de la recherche et de l’innovation / Wezareta xwendina bilind, a lêkolîn û nûjenkirinê, Paris, îlona 2018an.

8) Gotara Serge Cospérec û Frédéric Le Plaine, a bi sernavê «Introuvable démocratisation de la philosophie / Demokratîzasyona nayê dîtin a felsefeyê», Le Monde diplomatique, ilona 2019an.

9) Li nivîsa Jean-Pierre Terrail (sous la dir. de), Pédagogies de l’exigence. Récits de pratiques enseignantes en milieux populaires / Pedagojîyên mecbûrîyetê. Çîroka pratîkên mamosteyan di qada gelêrî de binêre, La Dispute, Paris, 2020.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar