Çirîya paşîn 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Ev dîwarên ji qûmê yên li Sahrayê bilind dibin

Tevî peymanên agirbesta di îlona 1991ê de li bin hîmayeya Neteweyên Yekbûyî mohrkirî, mihendizên leşkerî yên fasî dîwarekî din ê nû yê 14 km dirêj heta sînorê morîtanî lê kirin. Ya dihat xwestin pêşîgirtin bû li xitimîna rêya bi qîr a wêdetirî Sahrayê û qedexekirina li Enîya Polîsario xwegihandina okyanûsa Atlantîk.

Yûsuf ku ji welatê xwe Gineyê li gel cîranê xwe bêyî ku bizane diçe ku derê terk kir, di Malîyê re ku di şer de ye derbas bû, xwe li sînorên Cezayirê da, li nava qûma sotîner a çola Lîbyayê meşîya û xwe avêt nava pêlên Derya Spî, berîya ku lingê xwe deyne ser parzemîna ewropî, piştî sefereke ku zêdetirî neh mehan dewam kir. Nûgihîştîyê 16 salî bi zehmetî canê xwe rizgar kir ji mayînên li ser rêya ku bajarê Gaor (Malî) bi sînorê Cezayirê ve girê dide, karî xwe veşêre ji polîsên cezayirî yên bi qebatîya xwe tên naskirin û herweha ji mîlîsên lîbyayî jî ku bi berdêla pereyan nêçîra mirovan dikin li Trablûsê. Ew neçar ma xwe berdewam veşêre, bala tu kesî nekişîne û di hemû noqteyên kontrolê re derbas bibe. Lê belê tiştê muhtemelen ew herî zêde şaş  û mat hiştîye, ev dîwarê ji qûmê ye ku ew neçar hiştine, ew û hevalên wî yên seferê, sê rojan û sê şevan bimeşin li nava çolê ji bo derbaskirina sînorê navbera Cezayir û Lîbyayê. «Pir bi tesîr bû, tîne bîra xwe li bajarê biçûk ê Başûrê Fransayê ku li wir ew êdî bûye şagirtê dibistanê. Bi carekê, em dibînin ku em dîsa hatine pêşberî rizdeyeke ji qûmê ya jê derbasbûn bi erebeyê ne mimkin e. Rêberê me em li wir hiştin û ji me xwest em bimeşin heta em bigihin dîwêr. Piştî hilkişînê, me xwe gihand Lîbyayê».

Hemû koçberên ji Afrîkaya sahraya jêrîn hatî, gava sînorê Cezayirê derbas kirine çav bi vî dîwarê ji qûmê ketine. Bazirgan û qaçaxçîyên sahrayî fêrî derbasbûna vê derê bûne. Niştecihên bajarên li kevîyên welêt neçar mane fêrî vê yekê bibin. Lê belê kêm ji wan zanin ku nêzî temamîya xaka wan a sahrayî îro êdî dorpêçkirî ye bi şerîteke mezin a qûma çêkirî ku digihe heta 2 metreyan û li hin deveran jî 5 metre bilind dibe. «Li paytext Cezayirê, tu kes an jî hema hema tu kes behsa vê dîwarlêkirinê nake», wisa balê dikşîne ser vê rewşê lêkolînerê sîyaseta erdnîgarîyê Raûf Ferah ku li Cezayira-başûr lêkolînek pêk anîye.(1) Avakirina dîwarekî an jî bendekê ji bo parastina sînor li her derê cihanê êdî bûye tiştekî berbelavbûyî, çi li nava rejîmên zordar çi jî yên demokratîk.(2)

Li Eniya Polîsario qedexekirina xwegihandina okyanûsê

Dîyarde heta niha dişibîya tiştekî wisa wekî ku Afrîkaya Bakur û Rojava jê bêparmayî bû. Lê belê rewş êdî ne wisa ye. Analîza dîmenên peykan bi awayekî zelal gelek dîwarên ji qûmê radixin pêşçavan.(3) Sahra, ku gelek caran ji bo pênasekirinê, dibêjinê qadeke fireh a çolî ya bêdawî, hetta «mintiqîyeke grî» ku dibe warê kirîn û firotina çekan, firotina madeyên hişbir, çixare an jî benzînê, û li navê, herweha eşqîya, îsyankar, şervanên cîhadî û koçber digerin, di rastîyê de bi bendên qûmê yên qirase ji okyanûsa Atlantîk heta Derya Sor tê parçekirin.

Yê herî nas ew e ku di bakur re dirêj dibû heta başûrê Sahrayê, xaka dagirkirî ji alîyê Fasê ve ji dema çûna Îspanyolan a  1975an ve, ku tevgera serxwebûnxwaz a Cezayirê destek didayê, Enîya Polîsario jî doz û dawa wê dikir. Ev «dîwarê veqetandinê», ku herweha wekî «kembera ewlekarîyê», tê binavkirin, ji alîyê Rabatê ve di salên 1980yî de li ser qadeke 2 500 km hat bilindkirin.(4) Ji hingê ve, bi alîkarîya cîhazên elektronîk ên roj bi roj zêdetir pêşketî, lê belê herweha berfirehbûyî jî, ew berdewam tê zeximkirin.

 

Tevî peymanên agirbesta di îlona 1991ê de li bin hîmayeya Neteweyên Yekbûyî mohrkirî, mihendizên leşkerî yên fasî dîwarekî din ê nû yê 14 km dirêj heta sînorê morîtanî lê kirin. Ya dihat xwestin pêşîgirtin bû li xitimîna rêya bi qîr a wêdetirî Sahrayê û qedexekirina li Enîya Polîsario xwegihandina okyanûsa Atlantîk. Di adara 2021ê de, dîwarekî nû yê ji qûmê yê bi qasî pêncî kîlometre li devera herî dûr a bakurê Sahraya rojavayî, li nêzî sînorê bi Cezayirê re hat çikandin. Ev dîwarê ku çapemenîya fasî wekî amûrê pêşîgirtina li Enîya Polîsario da ku nikaribe xwe bigihîne kampên Tîndûf, ên li Cezayirê, hat nîşandan, derbasbûna ber bi başûr bi temamî qedexe nake, wekî ku dîmenên peykan jî vê yekê radixin pêş çavan.

Ev dîwarê ku demeke dirêj wekî îstîsnayekê hat nirxandin, niha êdî bûye modeleke teqlîtkirî ji alîyê dewletên din ve, ku van jî dest pê kir bi desteka bûldozeran sînorên xwe bi dîwarên mezin asê kirin. Tûnis û Misir ji dema hilweşîna Lîbyayê ya 2011an û vir ve balê dikşînin ser pêwistîya xweparastina ji pêla şexsên çekdar.  Tûnis ku xwedî pergala elektronîk a çavdêrîyê ya bêkêmasî ye, bi saya hevkarîya diravî  û teknîk a Dewletên Yekbûyî, bi vî awayî kete nava hewldana avakirina dîwarekî ji qûmê yê ku li nêzî derîyê sînor ê Dehîba dirêjahîya wî gihîşt 200 kîlometreyî. Ji alîyê xwe ve, Qahîre jî rabû, bû wergirê rola ji nû ve sazkirina «têlên rêsayî yên sînor» li ser dirêjahîya 270 km ku Îtalyaya faşîst li navbera Derya Spî û çolên Sîwa û El Caxbûbê di 1931ê de bi kar dianî.(5)

Misir jî ji desteka amerîkî sûdê werdigire ji bo zeximkirina pergala çavdêrîyê ya elektronîk a sînorên xwe yên xerbî û başûrî yên li gel Lîbya û Sûdanê. Dîmenên peykan  dîwarekî din ê ji qûmê li ser sînorê Sûdanê ji peravên Derya Sor ber bi hundir ve (li ser sî kîlometreyî) nîşan didin û bi vî awayî dagirkerîya misirî ya xaka mijara guftûgoyê ya li «sêgoşeya» Helaîb, piştrast dikin.

Lê belê ev lêkirina zêde ya dîwarên ji qûmê berî her tiştî tesîrê li Cezayirê dike. Ev amûrê bi tesîr ê ji sîper, çeperên ji qûmê û dîwarên beton pêk tê, ji niha û şûn ve êdî hema hema tevahîya xaka Cezayirî, ango 6 700 kmyî dorpêç dike. Zêdetirî 50 000 leşker, tenê li beşeke sahrayî wekî dewrîye digerin. Dîwarê ji qûmê ê li sînorê Lîbyayê bilind bûye di 2015an de hatîye lêkirin û dû re li sînorên li gel Malî, Nîjer û Morîtanyayê dirêj bûye. Ev xendekeke xwedî bilindahîya di navbera 2 û 5 metre de ye û li kêleka wê bendek û rêyek (an jî carna rêyeke qîrkirî) dirêj dibe û baregehên bi dehan kîlometre ji hev dûr, digihîne hev. Dîmenên peykan nîşan didin ka ev xendek dikare çend kîlometre ji xeta sînor dûr bikeve ji bo adaptebûna li girekî û dibe ku ji holê were rakirin li hin cihên ne pêwist ji ber hebûna girên ji qûmê (erg), çîyayan an jî zozanên bilind (hamada) ên nahêlin erebeyên bi motor derbas bibin.

wekî her dîwarekî, ew bi temamî nikare berê avê bigire û derbasbûnên qaçax ên şevgerên peyayî, wekî ku Yûsuf şahidîyê dike, mimkin in. Lê belê dîwêr dîsa jî derbasbûn zehmettir û ji ber vê yekê xeteretir jî kirîye. Yekîtîya Ewropî, bi rêya ajansa Frontex, û Rêxistina Navneteweyî ya Koçberîyan (OIM) kêfxweş dibe ji ber kêmbûn berbiçav a hejmara koçberên di 2017an de ji Nîjerê hatine:  ji sedî 79 kêm bûye rêjeya pêla koçberîya ji herêmên Arlît û Segedîn nîsbet bi rêjeya 2016an. Ew vê kêmbûnê bi tesîrbûna çalakîyên xwe û qanûneke ku Nîjerê di 2015an de derxist û koçberîya qaçax sûç dihesibîne, îzah dikin, lê belê qet behs nakin ji tesîra dîwarê ji qûmê yê Cezayirî ku di 2016an de li ser sînorê Nîjerê hatîye çêkirin. Tevî ku ev dîwar xizmeteke mezin û bi îhtîyat dike ji bo sîyaseta li derve çareserkirina pirs-girêkên koçberîyê yên Ewrûpayê.

Vê berhemê wekî din zirar da danûstandinên bazirganî yên ku xelkê xwecihî yê Tûareg û bazirganên ereb pê debara xwe dikin. Bi taybetî jî niştecihên bajarên cêwî yên bêserûber ku li her du alîyên sînorê navbera Cezayir, Nîjer û Malîyê hatine sazkirin. Li alîyê Nîjerê, qereqola ser sînor a Assamakka, ku hêzên leşkerî, gumrukvan û nîjerî  û OIM lê hene, dibe ku ya herî baş be. Xelkê bi bazirganîya wêdetirî sînor debara xwe dike, taxeke qaçax a bi navê EL Akla ava kirîye. Ev taxa xwedî depoyên vekirî û bazara servekirî ji destpêka salên 2000î ve heye, lê belê ji 2013an ve zêde mezin bûye.

Bi xêra destûrên biçûkxer û rezîl a derbasbûna ji bo nava rojê, şûnewarbûna li gund tê parastin û bazara nîv-qaçax jî bi pêş dikeve. Rewş hê tevlîhevtir e li Xelîl a li Malî: ev gundê di sala 2000î de ji alîyê ereban ve li gelîyê malîyî yê Tîlemsî hatîye avakirin, îro bûye cihê geryaneke girîng, nexasim a çekan û ji ber vê yekê dibe sedemê gelek operasyonên leşkerî yên artêşa Cezayirê. Ji hingê ve, rêveberîya Cezayirê bi afirandina bi muhefezeyên sêber ji bo pêşîgirtina li derbasbûnê, dîwar zexim kirîye. Tenê rêyeke derketinê hat sazkirin li dema lêkirina van avahîyên ku qismen li ser xaka malîyî hatine bicihkirin (eynî wekî li bajarê ku qismen li ser xaka Cezayirî hatîye lêkirin). Dû re jî bazar pelişî.

Niştecihên ciwan ên bajarê cêwî yê Cezayirî Burc Bacî Muxtar behsa hesteke «fetisînê» dikin. Ev bajar ji warekî danûstandinê veguherî kuçeyeke asê yê kor. Mîlîtarîzasyona minteqeyê ya her cure livûtevgera di ser sînor re  -bazirganî, bazirganîya mirovan, lê herweha sewalvanî- asteng dike, li lêkirina dîwêr zêde bû.

«wekî ku em li cem xwe di hepsê de bin, wisa gazinan dike Muhamed, bazirganekî ereb ê li alîyê malîyî bicihbûyî û naxwaze navê wî were eşkerekirin. Berê, bê zehmetî, me dikaribû ji welatekî herin yekî din. Lê belê niha êdî ev zehmet bûye. Em nema dikarin bixebitin». Niha êdî rewş gelek zehmettir e ji ber ku wekî ku bibîr dixe rojnamevanekî malîyî ku ew jî ku naxwaze navê wî were nivîsandin û dide zanîn ku ew bi rêkûpêkî diçe vê mintiqeyê, «li vir, em sewalan xwedî dikin, bazirganîyê an jî barkêşîyê dikin. Jixwe tiştekî din jî tune ji bo em pê debara xwe bikin. Tevî ku ji bo her yek ji van aktîvîteyan, livûtevger zarûrî ye». Gelek ciwanên xwedî kamyonetekê bi taybetî bi îxrackirina ber bi Malî ya berhemên Cezayirî yên subvansîyonkirî ku dijîn (Irmîk, makarna, ava bacanan). «Eger vê jî ji destê me derînin, tu derfeta me ya têrkirina zikê me namîne», bi xemgînî wisa dibêje Muhemed.

Ev haletî rûhîya ketina nava xefikê hestekî hevpar ê niştecihên Tin Zawtîn e. Ev bajarê li vê hêlê û wê hêlê yên sînorê Cezayirî-Malîyî bicihkirî -xêzkirî li nîvê gelîyekî pirî caran reqûrût- mintiqeyeke hesas e: cihê derbasbûna koçberan û herweha keleha M. Îyad Ag Xalî ye. Ev ê dawî  yek ji şefên sereke yên komên cîhadî yên sahelo-saharî ye, ku Fransa wî wekî «dijminê rêza pêşî» dibîne.

Beşa Cezayirê ku lê 10 000 kes dijîn, bi taybetî hatîye îzolekirin ji bajarê herî girîng ê başûrê Cezayirê Tamanrassetê, ji bo xwegihandina wê di wextekî zêdetirî neh saetan de divê mirov berê xwe bide rêyên asê. Beşa malîyî, ji xizmeta herî biçûk ya gelemperî bêparhiştî, li vir bi xwe, tenê bîst sî malbat dijîn. Ji alîyê dewletê ve terkkirî, ew ketîye bin kontrola Koordînasyona Tevgerên Azawad (CMA), koalîsyoneke komên çekdar ên îmza xwe danîne ser peymana aştîyê ya li paytext Cezayirê bi hararet hat gotûbêjkirin û li Bamakoyê di 2015an de hat îmzekirin.

Piştî bi awayekî fermî girtina sînorê li gel Malî di kanûna paşîn a 2013an de, li ser navê ewlekarîya neteweyî, hêzên çekdar ên Cezayirê, di 2008an de, dîwarê ji qûmê yê bi leqebê «El Pipe» heta kevîtaxên bajêr dirêj kirin. Bi maqaleyeke xwe ya di 2020î de weşandî, Raûf Fera tesbît dike ku «fikrê welatîyan tu caran li ser vê projeyê nehatîye pirsîn». Tevî ku, wisa li gotinên xwe zêde dike, «bêyî desteka welatîyên xwecihî, bêyî xebata qezenckirina ciwanên ku rêyên çolê pir baş nas dikin, bêyî xemxurîya ji bo ekolojîya însanî ya Sahrayê, her hewldaneke ewlekarîyê, herçendî rewa be jî, dibe çavkanîya xeyalşikestineke ku dibe tovê fikrê biçûkxistina dewletê û tengezarîyên li gel servîsên ewlekarîyê».(6) 

Cezayîr li pişt xendekan asê maye

Ev xeyalşikestin di hezîrana 2020î de veguherî teqînê, dema ku rayedaran dîwarê li ser xeta gelî vedizele dirêj kir û êdî bû nîşana sînorê ku bi têlên rêsayî bilind dibe û bi vî awayî rê li welatîyan digire, nexasim jî li sewalvanan ji bo nikaribin bigihîjin bîr, bexçe û mêrgên xwe yên li ser xaka Malîyê, herweha madenên zêr ên li wir tên derxistin. Ciwanên hêrsbûyî hewl dan têlên rêsayî ji hev bixin û bi hêzên ewlekarîyê re ketin nava şer û pevçûnan. Û ciwanekî nêzî 20 salî, M. Eyûb Ag Acî, bi guleyê hat kuştin. Du roj şûnde, şefê herêma leşkerî talîmata rakirina têlên rêsayî û vekirina noqteyên derbasbûnê ji bo terşkar û sewalvanan radigihand.

Li beşên saharî yên welatên mexrîbî, dîwarên ji qûmê bi vî awayî veguherîn materyalîzekirina fonksîyona herî dijwar -ya bendan, amûrên ewlekarîyê, cîhazên parastinê- a li ser sînor. Di rewşa şerûpevçûnan de, ew dibin tevkarên parastina statukoyê. Li Sahraya Rojhilatî, rewş hinek cihêreng e. Ji derbaseka Salvadorê (navbeyna Nîjer û Lîbyayê) heta dûrahîya çend hingaftinên berkanîkan nêzî derya Sor (navbeyna Sûdan û Misirê), geryanên wêdetirî sînoran wekî ku nîsbeten bi hêsanî pêk tên. Bo nimûne vegirtina serhildêrên Enîya ji bo guherîn û ahengê ya li Çadê (FACT) ji Fezana lîbyayî heta Kanema çadî, ku bû sedemê mirinê li cepheya serokê berê yê Çadê Idrîs Deby Îtno di nîsana dawî de.

Ji bo kontrolkirina bîrek, wargehek pîşesazîyî an jî balafirgehekê

Li gel vê yekê jî, dîwarên ji qûmê hê jî li wir hene.(7) Bi kêmtir îhtîşam û kêmtir çavdêrîkirî bin jî, gelek ji van dîwaran dimînin û hin ji wan zêdetirî sed kîlometre dirêj dibin. Ji rêzbûna li ser sînoran bêhtir, ew çeprast li ser xakê vedizelin. Ew ne ji alîyê hêzên artêşa neteweyî ve lê belê ji alîyê komên çekdar ve ku ji bo çavdêrîkirina her livûtevgerekê jê sûdê werdigirin (û baca wê distînin) tên lêkirin. Bilindkirî li derdorên noqteyên kontrolê, ev bend dibin zemîna ewlekarîya bidestxistina gayrî resmî ya wargehên madenên zêr -gelek ji wan li başûrê Lîbaya û bakurê Çadê-, çavdêrîkirina rêyekê an jî rêyeke qîrkirî û herî dawî jî kontrolkirina derbasbûna bîrekê, wargeheke pîşesazîyî, balafirgehek an jî bajarekî. Bo nimûne, rêya ku Ûbarî bi Xata li başûr-rojavayê Lîbyayê ve girê dide dikeve bin kontrola qereqoleke kontrolê bi navgîna dîwarên qûmê heta quntarên çîyayên ku wê dorpêç dikin. Kûfra, li başûr-rojhilatê Lîbyayê, bi dîwarê fireh ê qûmê ku her cure sefera qaçax qedexe dike, hatîye dorpêçkirin. Bajar (bi balafirgehên xwe ve) ji niha û şûn ve êdî girtî ne, hetta bi dîwaran dopêçkirî ne: Ne tenê Kûfra, herweha Nûadhîbû û Zûerat li Marîtanya, Tîndûf, Borc Mûxtar û În Gezam li Cezayirê, În Xelîl, Kîdal, Agulhok û Gao li Malîyê, Sîrte li Lîbyayê…

Li vî welatî, dîwarê ji qûmê ê niha tê lêkirin li bakurê welêt di navbera Sîrte û herêma Cufra de berhema neteweyî ya herî dirêj (zêdetirî ji 100 km di destpêka 2021ê de) û herî stratejîk e. Ew ê ji alîyê koma rûs Wagner li ser hesabê Artêşa neteweyî ya lîbyayê (ANL) ya mareşal Xelîfe Hefter bihata çêkirin.(8) Ev dîwar bersivê dide xeta enîyê ya navbera hikûmetên Trablûs û Tobrûk, ya dîyarkirî piştî serneketina fetha Trablûsê ji alîyê ANLê ve di 2020î de.

Sazkirina hikûmeteke derbasek di destpêka salê de bêguman girîngîya wî kir mijara guftûgoyê: ji serê sibata 2021ê ve dîwar ber bi başûr ve tenê çend kîlometre hatîye çêkirin. Lê belê endîşeyek hê jî heye: di demeke dirêj de, eger pêvajoya sîyasî ya lîbyayê bi ser nekeve, ev dîwarê ji qûmê wê karibe bibe sînor û bi vî awayî gelo wê bi kêrî «cemidandina» pevçûnê were û hê jî wêdetir gelo wê bibe sedemê parvekirina xaka Lîbyayê? Senaryoyeke wisa wê bişibe ya li Sahraya xerbî ya berî çil salan rû dabû.

* Rojnamevan û erdnîgar.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

___________

1) Bixwîne, nexasim nivîsa Raouf Farrah, «Algeria’s migrations dilemma :  Migration and human smuggling in south Algeria», rapora Global Initiative against Transnational Organized Crime, New York, kanûna pêşîn 2020.

2) Stéphane Rosière, Sînorên ji hesin. Parçekirina cîhanê, Syllepse, Paris, 2020

3) Laurent Gagnol (wê were weşandin), «Xetên mêtîngehî yên xêzkirî bi ben heta parçebûna bi dîwarên ji qûmê: mîrasa binaxkirî ya sînorên koçerên li Sahraya Navendî», Bultena Komeleya erdnîgarîyan a fransî-Bulletin de l’Association des géographes français, Paris.

4)  Karine Bennafla, «Çavxapînera nexşeyî ya Bakur, rizdeya ji qûmê li Rojhilat: sînorên guhêrbar yên Sahraya Rojavayî», Espace politique, n°20, Reims, 2013.

5)  Constantino Di Sante, «“Paîfîkasyona” îtalî ya Cyrenayîka (1929-1933)», Revue d’Histoire de la Shoah, n°189, Paris, 2008.

6)  Raouf Farrah, «Tin Zaouatine, talîkirina û mîlîtarîzasyon li ser sînorên Cezayirî», Jadalîyya, Waşîngton-Beyrouth, 15 tîrmeh 2020.

7) Jérôme Tubiana û Claudio Gramizzi, «Lost in Trans-Nation: Tubu Tubu and other armed groups and smugglers along Libya’s southern border», rapora komeleya Small Arms Survey, Cenev, kanûna pêşîn 2018; Jérôme Tubiana û Claudio Gramizzi, «Tabûyên li nava tofanê: hebûn û nebûna dewleta li nava sêgoşeya Çad-Sûdan-Lîbyayê», Small Arms Survey HSBA Working Paper, n° 43, Cenev, sibat 2018.

8) Binêrin li nivîsara Akram Kharief, «Lîbya, pêla dîrokî ya leşkerên kirêkirî», Le Monde diplomatique, îlon 2020.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
+ Hemû gotarên nivîskar