Tîrmeh 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Nivîseke Memduh Selîm ji rojnivîska Kemal Sülker

Navbera xwe û herkesî xweşkirin ne-piçek lê gelekî şelaqîkirin e û serê xwe li ber herkesî xwarkirin e. Ev bi temamî dirûtîyek e. Yê ku bi herkesî re xweş dikin, bila riyakarîyê nekin, hela em binihêrin navbera wan ê xweş be an ne?

(Ev nivîsa jêrîn ji bîranîneke Kemal Sülker a bi navê “Hatay ve Okul Anıları (Hatay û Bîranînên Mektebê)” hatiye girtin. Kemal Sülker ji Antaqyayê ye. Dema ku Îskenderûn di bin destê fransizan de bû ew jî li wir di lîseyê de xwendekar bû û wê demê (1934) Memduh Selîm jî mamosteyê wî yê edebîyatê bû.  

Kemal Sülker di vê bîranîna xwe de qala dewra xwe ya Antaqya û xwendina xwe ya wê demê û qala mamosteyên xwe dike. Her weha wê demê wî deftereke bîranînê jî hebûye ku gelek caran mamosteyên wî jê re hin tişt nivîsîne. Yek ji wan kesên ku di deftera wî de nivîsîye mamosteyê wî yê edebîyatê Memduh Selîm bûye. Li vir min bi tenê qismê ku Memduh Selîm jê re nivîsîye wergerand kurdî û hin jêrenotên xwe lê zêde kirine. – Mahmûd Lewendî) 

 Hatay û  Bîranînên      Dibistanê

Mamosteyê edebîyatê Memduh Selîm kesekî aktîf, ciddî û xwedî perspektîfeke fireh bû. Wî jî şîretên xwe weha rêz kiribûn:

“Ji wan mirovan bin ku li gel hakim û şaîrê mezin Sa’dîyê Şîrazî

“Benî adem aza-yî yek dîgerend” (1) dibêjin û di dilê xwe de wek lêdana rehên ku têhnîyê, mezinatîyê, ne bi şîreta LamartinePartout où l’on pleurea mon âme a sa patrie”  yanê  “Her ciyê ku girîn lê hebe ew der  welatê ruhê min e” dijîn.

Pasteure dibêje:

“On ne demande pas â un malheureux de quel pays ou de quelle religion es-tu? Tu souffres, cela me suffit. Ta m’appartiens et je te soulageraix.”

“Ji felaketzadeyekî nayê pirsîn ‘tu ji kîjan milletî yî, ji kîjan dînî yî’. Tu istirabê dikişînî, ev besî min e. Tu yê min î û ez ê te tesellî bikim.”

Tu dikarî wilo bî? Roja ku tu wilo bî û ji dil û can wilo bî, wê demê mirovatîyê amanca xwe di te de dîtîye.

Gotinên Titus dinivîsin:

“Diem perdidi.”

“Min roja xwe wenda kir.”

Roja ku îmkan bi dest neketiye ku qencîyekê bike weha digot.

Şaîrekî îranî çawa van his û hestan ji dil û can his dike:

Ez, kîjan uzuv (endam) istirabê bikişîne, wek çavê gîryayî me. Her kî bi keder û êş be, xemgîn dibim.

Ev çend rêzên şaîrê mirov û mirovê mezin, ustadê min Dr. Abdullah Cevdet çiqas însanî ne:

Gönüllerle beraber gönlümüz şâd-ü mükedderdir

Dil-i tevhidimizde münferid hazz ü azap olmaz.(2)

Belê, ez welê hîs dikim û welê dibêjim. Berî her tiştî mirovê wisa… Her meslek, her sinif û her temen muhtacî vê ye. Ax ew muhtacî were hîskirin û ew kovan û hesret hebe. Alîyekî mezin ê raz û sira bextewerîyê di vir de ye.

Hê maye: Tu dev ji wan şîretên ku “mirovê ku nekeve ber bayî diweste” û “ger dem ne li gor te be, tu xwe li gor demê eyar bike” berde.

Berê di karûbarên hukumetê de derew, dek û dolab ne şerm bûn, ji xizmeta ebedîbûnê dihatin hesibandin. Makyavelîzm; durûtîya ku jê re dibêjin polîtîka, canbazî… Îro di karûbarê dewletê de jî neman. Êdî têkilîyên navneteweyî jî ku ji vê re dibêjin qahpetî, gelo di jiyana xwe ya şexsî û civakî de em dikarin vê wek wasite û şertekî serketinê bihesibînin?

Wekî ku hinek jî dibêjin, navbera xwe û herkesî xweşkirin, ne mezîyetek e. Navbera xwe û herkesî xweşkirin ne-piçek lê gelekî şelaqîkirin e û serê xwe li ber herkesî xwarkirin e. Ev bi temamî dirûtîyek e. Yê ku bi herkesî re xweş dikin, bila riyakarîyê nekin, hela em binihêrin navbera wan ê xweş be an ne? J. J. Rousseau gava ku rexne li Misanthrope ya Moliere digre, qala vî xuyê wî jî dike û bi şidet  bi ser de diçe û kêm-zêde weha dibêje:

Ew kesê ku dostê her kesî be, bi a min bêtir dijminê mirovî ye. Mirovê ku ji her tiştî kêfxweş e, her tim piştgirê hemû xerabîyan e, ji bêexlaqîyên ku serkanîya hemû bêserûberîyên civatê ne re şelaqîyê dikin… Ew kes dijminê mirovî ye.

Kaç çalipaya gerildi ruhum

Kaç Yuda busesi gördü yanağım (3)

Bi van rêzên xwe Abdullah Cevdet ku neheqîya bêwefadarîyê tîne zimên û bi van herdû çarînên xwe jî bi min rêyeke baş nîşanî me dide:

İştiyakım bir açık özlü, açık sözlü ere

Ah bilsen yüreğimde ne kadar çok ve derin!

En güzel maskeye tercih ederim bin kerre

Maskesiz çehre-i menfurunu ifritlerin.

Ölmüş arslanlığı tercih ile gör,

Ömr-ü mesudunu kıskanma itin

Yaşa vaziyet-i pür izzetini

Ölmeğe hazır olan bir yiğitin. (4)

Em di şerrê têkoşîna ji bo mirovayetîyê de ne. Piştî ku me xurûr û tahma vê têkoşînê dît şûn de, li tahmek din nagerin. Ji xwe însaniya kamil û welîtî  di vir de ye.”

(Ji kovara Yazko Edebiyat, no: 24 (Ekim 1982), Istanbul, r. 76-78 hatiye girtin)

Not:

1-Beni adem aza-yi yek digerend: Benî adem endamên yekûdu ne

2-Bi dilan re, li gel dilan dilê me şad û bi keder e. Di dilê me yê yekbûyî de kêfxweşî û êşa munferîd (yekane) tuneye.

3-Ruhê min bi çend çarmîxan ve hate girêdan, dêmên min çend ramûsanên Yuda dîtin.

4-Bi kurtî maneya vê helbestê weha ye: Di dilê min de bûye hesret û kovan daku bikaribim kesekî durust û rastgo bibînim. Ez hezar carî ruyê nexweşikê ifrîtên bê maske, tercîhî maskeya herî xweşik dikim.

Bi daxwaz bibîne mirina şêrane/Bi tercîh bimire wek şêr, hesûdiya jiyana bextewer a kûçik meke (mekşîne). Halê tijî hêjayî û mezinahî ya mêrxasekî li ber mirinê bijî.

 

Memduh Selîm

Sîyasetmedar û fîlozof û têkoşerê kurd di 1880an de li Wan ji dayik bûye.

Xwendina destpêkê li Wanê xwendiye, piştre li Stenbolê felsefe xwendiye.

Li Stenbolê di gelek komeleyên kurdan de wek rêveber kar kirîye. Di kovarên Rojî Kurd (1913), Jîn (1918) de berpirsyarê girtîye. Di avabûna Xoybûnê de jî roleke mezin lîstîye.

Memduh Selim bi kurdî, fransî, tirkî, ermenîkî û erebî dizanîbû.

Di 1976an de li  Şamê wefat dike.

Nivîskarê kurd Mehmet Uzun bi navê Siya Evînê romanek li ser jiyana Memduh Selîm nivisîye.

Kemal Sülker

 

Rojnamevan, nivîskar û sendîkavan

Di 1919an de li Antaqyayê ji dayik bûye.

Hiqûq û edebîyat xwendiye.

Di Partîya Karkerên Tirkîyê de (TIP) kar kirîye.

Ji 1968an heta 1975an Sekreterê Giştî yê DISKê bû.

Di 1995an de mirîye

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
Social media & sharing icons powered by UltimatelySocial