Tebax-îlon 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Nêzîkbûna bi hesab ya bi Îsraîlê re

Di 3yê sibatê de serokê konseya bilind ya Sûdanê Abdulfetah Burhan û serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netenyahû ji bo “normalîzekirina peywendîyên” di navbera her du welatan de, li Ûgandayê li bajarê Entebeyê hatin bal hev. Civîn li hefteyên pêş bi alikarîya serokkomarê Ûgandayê Yowerî Mûsevînî ve hat lidarxistin. Ji bo dewleta cîhû ya ku hewl dida dewletên li çola sehrayê ji rê derbixe, (1) ev fermîkirina nêzîkbûnê serfirazîyeke dîplomatîk a girîng e, ji ber ku wekî Misrê, Urdunê an jî monarşîyên petrolê yên kendavê bi awayekî eşkere boykotê dişkêne.

Li cenahê Sûdanê, ev hewadis ji bo hikûmeta federal ya serokwezîr Abdûlah Hamdok wekî surprîz hat dîtin da ku sê roj şûn de berdevkê wî daxuyanîyek da û peyandina [teşebus] General Burhan wekî “derbasbûna destûrmendîyê” bi nav kir û tebîeta peyandina wî ya “yekalî” şermezar kir. Yekem ji bo xwe mafdar bide nîşan û duyem jî ji bo qanîkirina muxalefeta Sûdanê ya ku vê bûyerê bi tundî rexne dike, wî bi awayekî nedîyar “ewlehîya niştîmanî” wekî sedem dest nîşan kir. Bi rastî, du armancên serokê konseya bilind hene.

Ji bo wî ya herî girîng ew e ku, bi pêwendîyên xwe bi Amerîkaya (DYA) ku 150 mîlyar dolar (132 mîlyar ewro) deynê derve yê Xortumê yê ku bi nîsbeta % 160 beramberî hatinîya hilberîna safî ya navwelatî ye, bi paş ve nexe û pêwendîyên xwe pêşve bixe.

Li Waşîngtonê, Sûdan herdem di lîsteya dewletên piştgirê terorîzmê de ne. Gazinên Amerîkayê pir in û koka van gazinan digîhîje salên 1990î da ku rayedarên sûdanî bi alikarîya êrîşên El-qaîdeyê yên li hemberî balyozxaneyên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yên li Kenyayê, Tanzanyayê (1998) û USS Coleyê pêk hatine tên tawanbarkirin. Mijarek din jî ev e, radestkirina çekan ya ji bo Hamasa Filîstînê ya ku di çileya paşî ya 2009an de bû sedema êrîşa hewayî ya Îsraîlê ya li hemberî karwaneke kamyonan (119 kuştî) a ku ji keştîgeha Sûdanê ya Behrasor derketibû. Herweha hikûmeta Sûdanê ya berê bi biryara di adara 2015an de razîbûna tevlêbûna opozîsyona Siûdîyan ya li dijî hêzên Hûtî yên Yemenê bi avayekî leşkerî tevdigere û di çileya pêşî ya 2016an de bi pejirandina biryara qutkirina têkilîyên xwe yên dîplomatîk ên bi Îranê re, xwe nêzîkê monarşîyên Kendavê yên ku parastina doza Waşîngtonê hildane ser xwe dibû. Herweha rêveberîya amerîkî, kirdarîyên ku ji 1993an vir ve li ser Sûdanê disepand di 2017an de bi qismî rakir, lê daxwaza wê ya cirmê ji bo mirovên ku di erîşên 1998 û 2000î de hatine kuştin û hîn xwestekên wê yên din berdewam dikin. Sûdan dixwaze bi Îsraîlê re têkilîyên fermî çêbike da ku bikaribe ji merîfetên parêzerê jêhatî sûdê werbigire û wekî din, bi lobîya çalak ya evanjelîkên ku bi rêveberîya birêz Donald Trump re têkilîyeke xurt danîne û piştgirîya serxwebûna Sûdana Başûr a di sala 2011an de kirine re navbera xwe xweş bike.

Helbet, encamên polîtîk yên hundurî yên vê hewildana alîkarîya navneteweyî jî hene. Birêz Abdulfetah Burhan û akranên wî yên leşkerî di ferqê de nin ku îzolasyona navneteweyî, di rûxandina Omer El Beşîr ya nîsana 2019an de roleke çawa leyîstîye. Hesabê generalê Sûdanî hêsan e. Nîzameke bi alîkarîya aborî ya monarşîyên Kendavê û qet nebe bêalîtî û nexwazîya amerîkî ya hevalbendekî ereb da ku Îsraîl hez dike wê darizîne û herweha peydakirina aktorên -ger ku navbera wê û mixalefeta hundurîn xirab bibe- ku bikaribe bi wan bawer bibe û pişta xwe bide wan. Birêz Burhan, di mînaka serokdewletê Misrê Mareşal Abdulfetah El Sîsî de jî em dibînin çawa ku temamîya mixalefetê diperçiqîne û ev perçiqandin qet bala şansolye û wezîrên rojavayî nakişîne, bi avayekî çavên xwe digre. Lê ev hesabekî pir xeternak e, ji ber ku tu tişt garantî nake ku efserên payebilind -ne hewceye behsa yên din bên kirin- nêzîkbûna bi Îsraîlê re qebûl dikin.

 

(1)Bixwîne: Alhadji Bouba Nouhou, «Lenteprogression d’Israël en Afrique», (Li Afrîkayê pêşveçûna hêdî ya Îsraîlê)LeMonde diplomatique, kanûna paşî 20171

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar