Çirîya paşîn 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Nêrîneke analîtîk li ser otorîteyê an jî “Hesar û kûçikên bavê min”

Di çirîya pêşînê de li Gurcistanê hilbijartinên şaredarîyê li bin hîmayeya Yekîtîya Ewropî pêk tên. Tê payîn dengdan bibe pêşbirkeya navbera du enîyên sîyasî yên lihevneker, ku ev salek e li bin banê parlemenê nayên cem hev û hevûdin bi pêlistokbûna di destê Rûsyayê de sûcbar dikin. Li demeke ku pirsgirêka rûsî serêşîyeke qada sîyasî ye, civaka gurcî jî êdî bi dudulî nêzî cîranê xwe yê Bakur dibe.

Şêrzad Hesen ji nivîskarên kurdan yê navdar yek e. Demên dirêj e di nav wêjeya kurdî de ye û berhemên gelekÎ serkeftî dane edebîyata me. Di vê nivîsê de ez dixwazim li ser berhemeke wî bisekinim ku yek ji serkeftîtirîn berhema wî ye; Hesar û kûçikên bavê min [Hesar û segekanî bawkim].

Di format û şêwazên nivîsîna edebî de rasteqînîya efsûnî bi awayekî herî serkeftî ji alîyê nivîskarê latînî Gabriel Garcia Marquez ve hatîye temsîlkirin. Bi berhemên xwe yên curbicur şêwazeke profesyonelî pêşkeşî xwendekaran kirîye û bi vê teknîka xwe serkeftina xwe heya girtina Nobelê jî domandîye.

Di nav kurdan de jî ev şêwaz ango nivîsîna bi şêwaza rasteqînîya efsûnî bi du nivîskarên me yên soran dest pê kirîye. Şêrzad Hesen û Bextîyar Elî. Ev herdu nivîskarên hêja, ne tenê di nav kurdan de, di nav gelek welatan de bi nav û deng in û pirtûkên wan wergerîyane gelek zimanan.

Niha ez dixwazim li ser vê romana birêz Şêrzad Hesen çend nêrîn û nirxandinên xwe bi we re parve bikim. Hesar û kûçikên bavê min bi fikra xwe ya bingehîn di eslê xwe de dixwaze lêpirsînê li ser têgehên wek serdestî, bindestî, azadî û derûnîya bindestîyê bike. Ez berîya ku bi mînakan û pasajan nîşanî we bidim divê bêjim ku bi rastî jî di warê derûnîya mirovî de gelekî bi ser ketîye û romana xwe bi hostatî hûnaye. Di vê romanê de bi gelemperî li ser derûnîya însên rawestîyaye û hemû kûrahî û şikeftên tarî yên mirovane derxistîye pêşberî xwendekaran. Di vir de têkilîyên ensest, lezbîyenî, tirs, bêşexsîyetbûn, wêrekî, serdestî, nakokîya navxweyî û lêpirsîna azadîyê mijarên sereke ne. Kerem kin werin em niha ji romanê hinek pasajan bidin û li hest û şêwaza birêz Hesen rawestin. Lê berîya ku em dest pê bikin divê em vê yekê bêjin; ev roman bi awayekî alegorîk hatîye nivîsîn û sembol û mecaz tê de hatine bikaranîn. Wekî mînak “hesara bavê min”, “Goristan û notirvanê wê”, “Kumbet”… Ev tev jî alegorîk in û di eslê xwe de ji van hersê peyvan jî sînor û dîwarê însên hatîye mebestkirin. Hesara bav civak û exlaqê civakê, qedexe û sînordarkirinên civakê, ol û olperestîya civakê temsîl dike, Goristan û notirvanê wê dewlet û îqtidarê sembolîze dike, Kumbet jî sînordarkirina navxweyî ango superegoyê sembolîze dike.

Roman bi zulm û zulmkarîya bavê dest pê dike ku çawa dixwaze wan bêkesayet û bêşêxsîyet bike, di bin sîya xwe de wan bêînsîyatîf û bê liv û libat bihêle.

“Hesara bavê min, ango zindana kur û keçên wî, tewleya hesp û hêstirên wî, qefesa bilbilên wî, pîn û koxika kûçik, pisîk, kîvroşk û kevokên wî…Menzîlgeha yekem û dawî a jinên wî…” R. 15

Piştî ku keleh û hesara ku bavê wan ji wan re çêkirîye û hemû dê û dêmarî û xwişk û birayên wî tê de mehkûm kirine û xedrê li wan dike, fikra kuştina wî pê re çêdibe lê newêre.

Di vir de bi taybetî jî zehmet û zehmetkêşîya jinê û nêzîktêdayîna civakê ya li hemberî jinê di gelek cihan de bi awayekî bêsansur dinivîse. Wekî mînak li ser sunetkirina jinê disekine; “Wey hesret, şerm û şikestina wê êvarê ku her dayik û dêmarîyeke min bi dorê li derdora bîrê şeqên keçên xwe vedikirin. Jina ku ji hemûyan pîrtir bû bi dest û tilîyên xwe yên ku dilerizîn, bi gûzaneke kevin yek bi yek ew sinet dikirin. Hesara me li ser qêrîn û hawara xweşikên min wêran dibû. Min tenê karî du ji wan xwişkên xwe, yekê di koxika mirîşkan de yekê jî di govê de veşêrim.” R.20

Dîsa di warê pişt perdekirina jinê de vê yekê dinivîse: “Zîbaya nazdar lêvziwa û çavxumar şeveke çardehşevî bû, dema dît ku memikên wê derketine bi dizîka çûbû ser ban. Sîng û berê xwe tazî kiribû. Herdu memikên xwe yên ku bi qasî du hilûyan bûn dabû ber ronahîya heyvê. Bêyî ku haya wê ji hesar, dinya û xezeba bavê min hebe li ser ban xwe dabû ber ciwanîya heyvê û xwe li ba dida… Me hemûyan dît ku bavo porê Zîbaya ku xwe li ber ciwanîya heyvê berdabû li pey xwe dikişand. Sond ji me hemûyan girtibû ku heya mirinê bêxwarin wê di jêrzemînê de be. Heyv wekî mêrekî çavhîz bû. Bavo gelek ji rojê hez dikir. Rojê dişewitand, dibirijand û dikeland. Rojê ser ditewandin û çav didan girtin” r. 28-29

Gava behsa zulma bavê xwe û bindestîya malbatê dike û şûnde divê wî bikuje, malbat tev vê daxwazê jê dike lê newêre her tim. Dawîya dawî ji ber jinbava xwe ya biçûk ku bixwe jî dil berdayê biryarê dide ku bavê xwe bikuje û wan kêlîyan bi van hevokan rave dike; “Dema ku bi şehwet karê xwe dikir min baz da û ez li benda kêlîyên wî yên dawî bûm. Bi wêrekî min xwe gihand ser pişta wî û min nehişt di kêlîyên dawî yên jîyana xwe de wê lezetê tam bike… Wî avika xwe ya jehrîn dixist nav Rabîyê û min jî heyfa xwe jê hildianî. Xwîn jê dipijiqî. Wey li wê demê ku xweşî û mirin tevlîhev dibe…Daxwaza şehwetê û mirin tevlihev dibûn.”

Wekî me li jor jî got tevahîya romanê bi awayekî alegorîk dimeşe. Di kuştina bavê wî de serê ewil herkes spasîya wî dike û şabaşê lê dike ji bilî kûçikan. Kûçik di vir de ji ber ku temsîla sedaqatê ne ew tenê lê diewtin û dibin ruhê bavê wî, heya dawî jî dev jê bernadin. Piştî kuştinê hesar û keleha bavê xwe hildiweşîne û dixwaze tevî xwişk û dêmarî û birayan herkes azad be. Hemû heywanan jî serbest berdide. Serê ewil hemû heywan diçin derve bicoş lê piştî demekê vedigerin. Ne tenê heywan xwişk û bira û dêmarî jî hinek ji wan vedigerin hinek ji wan diçin bi mêran re radizên. Di vir de dubendî û nakokîya azadîxwazîyê radixe pêş çavan. Dixwaze bêje her çiqas azadî ji her tiştî xweştir be jî bêpergalî dihêle ku dudilî di dilê gîyaneweran de hebe. Lewre mirov her çiqas azadîyê bixwaze ewqas kontrolekê jî dixwaze. Ji ber vê yekê jî hêdî hêdî malbat lê dibe dijmin û ne tenê malbat hemû heywan jî dijminatîyê pê re dikin, bi taybetî jî kûçik pê re dijminatîyê dikin ku wî kûçik wekî ruhê bavê xwe yê li vê dinê daye nîşandan.

Di vir de me got bi taybetî bi sê tiştan qeyd û bendên însên sembolîze dike. Yek hesara bavê wî ku ji civak û bawerîyan pêk tê û wan sembolîze dike, dudu notirvanê goristanê ku dewlet û otorîteyê sembolîze dike, sê kumbet ku kesayeta wî ye. Ya ku bi wî xedar tê xwişka wî diçe û dibe xwedabera notirvanê goristanê ku jê qirêjtir tuneye. Derûnîya xwişka xwe û notirvanê goristanê bi awayekî înstropektîf (ketina kûrahîya derûnîya takekesî) rave dike.

Piştî ku otorîteyê dikuje û diçe ku xwişka xwe ya li goristanê û heywanên revîyayî vegerîne, bi ser nakeve û wexta vedigere tê dibîne ku hemû heywan, xwişk û bira bi hev ketine. Bi kêran, xenceran û her bi çi bikarin. Ev jî alozîya bêkontrolîyê rave dike. Tunebûna otorîteyê çawa di xwe de alozîyê disitirîne, çawa mirov û heywan gava bêyî otorîte dimînin dikevin nava alozîyê, raveya wê yekê tê kirin di rûpela 69an û pêve. Tenê yên ku helwesta xwe li hemberî wî naguherînin tenê kûçik in. Kûçik di serî de jî belaya serê wî û tirsa wî bûn. Notirvan û parastvanê bavê wî bûn û dû re jî her wisa berdewam dikin û tu carî ji wî nagerin.

Nirxandineke giştî li ser romanê;

Bi awayekî giştî dikarim vê yekê bêjim ku ev roman li ser tevn û bingeheke xurt hatîye avakirin. Di romanê de tu çîrok belasebeb nehatîye vegotin û her çîrokek wî teqabulî alîyekî însên dike. Li gorî civakê gelekî bi wêrekî hatîye nivîsîn û binhişîya însên ya herî tarî, ango bi awayekî profesyolî hatîye nîşandan. Alîyê kûr û tarî yê mirovan di vê romanê de bi wêrekî hatîye hunandin. Nakokîyên mirovan yên navxweyî yên kevnar bi sembol û alegorîyan hatine nîşandan. Daxwaza azadîyê û reva ji azadîyê gelekî bi profesyonelî hatîye vegotin. Derûnîya serdestan û serdestîyê jî gelekî baş hatîye ravekirin. Bav, ango îqtidar çima dixwaze îqtidarê di dest xwe de bihêle û bi çi peyvan îqtidara xwe diparêze, gava hûn li vê nêzîktêdayîna nivîskêr dinêrin hûn dibînin ku di her demê de serdestan serdestîya xwe bi heman peyv û gotinan parastine. Tirsa bindestan jî di hemû deman de heman tirs bûye û derûnîya bindestîyê neguherîye, naguhere. Gava yek xwe ji qeyd û bendên bindestîyê rizgar bike pêşîyê çepik jê re lêdikevin lê dûre dibe sedema nefretê. Çawa ku Frantz Fanon di “Nehletîyên Serzemînê” de raveya şexsîyeta kesên azad û bindest kirîye heman rave di romana birêz Şêrzad Hesen de jî tê pêşberî me.

Wekî peyvên dawî dikarim bêjim ku ji alîyê nivîskêr ve berhemeke têr û tije bû û divê teqez were xwendin. Ji alîyê weşanxaneyê ve ji bilî hinek rastnivîs û edîtorîyê de zêde jî kêmasî nehatîye kirin lê dikarîbûn piçekî din jî bi taybetî li redaksîyonê haydar bûyana. Wergêrê romanê Memê Mala Hine û İmad Shukur Mahmood jî dikarim bêjim ku heqê wergera wê dane.

Bi hêvîya xwendina berhemê.

* Wergêr

___________

1) Eynî wekî Transnîsîtrîya li Moldav-yayê, ev dewletên serbixwe yên de facto, wekî Krima ukraynî di 2014an de, li Federasyona Rûsî nehatin zêdekirin.

2) «Georgia : behind barbed wire: Human rights toll of “borderization” in Georgia», Amnesty International, London, 2019.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar