Gulan 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Nebûna nûçeyên li qadê û şerên li studyoyan, reçeteyên nûçevanîya bênavber

Bi dîruşmeyên xwe yên bi heytehol, dîmenên xwe yên qirase û galegalvanên xwe yên li studyoyan bicihkirî, kanalên nûçeyên bênavbera xeyalên me yên dîtbarî û hişî dagir kirine. Ev antenên di salên 1990î de li ser navê pirdengîyê û «wezîfeya agahdarîyê» berbelav bûn, nûçevanîya rapirsînî û ya li qadê di ser guhê xwe re davêjin. Ew li gorî jîyana sîyasî weşanê dikin.

Nûçevanîya bênavber tê wateya dagirtina lûleyên nû bi fikrên kevin. Fikir? Xirabîyên cîhanê ji kêmasîya ragihandina navbera mirovan wê peyde bûbin. Kanal? Ev kanalên taybet ku di destpêka salên 1980yî de zêde dibin, bi saya teknolojîyên nû û fînansalbûna medyayan. «Ji dema avakirina CNNê ve, wisa dest bi îzahê dike di 1997an de M. Robert «Ted» Turner, avakarê berî hivdeh salan ê Cable News Network, kanala pêşî ya «her nûçe» li Dewletên Yekbûyî, şer rawestîya, pevçûnên li Amerîkaya Navîn bi dawî bûn, li Afrîkaya Başûr aştî heye, li Rojhilata Navîn hewl didin aştîyê pêk bînin. Bi CNNê re nûçe diherikin tevahîya cîhanê û kes naxwaze bişibe ehmeqan. Ji ber vê yekê aştîyê pêk tînin, ji ber ku ev, zîrekî ye.» Di 1991ê de, kanala amerîkî şerê li Kendavê bir salona temaşevanên rojavayî: saet derbas bûn bi bendemayîna ku bûyerek dest werde li derewên generalên xanenişîn ên li platoyê bicihbûyî dema ku nûçegihanên veniştî li ser banê hoteleke luks a Bexdadî fîlmê asîmana dikşînin. Li pêşîya kamerayan tu tişt naqewime, lê belê weşan zindî ye. Ev awayê muameleyê wekî normeke nûçevanîya medyatîk ji bo bûyerên mezin ên navneteweyî wê xwe ferz bike.

Li Fransayê, cihdana vê formatê cara pêşî bû para La Cinq, kanala taybet a ji alîyê François Mitterrand ve di 1985an de hat avakirin û hat dewrkirin ji bo karsazê audivîzuel Sîlvio Berlusconî, ku hingê wekî kesekî nêzî sosyalîstên îtalî dihat dîtin û dû re jî radestî karsaz Jérôme Seydoux hat kirin, berîya ku ji alîyê Robert Hersant ve di 1987an de were kirîn. Di navbera saet 5 û 8ê sibê de, ew Bultena berdewam -Le Journal permanent- diweşîne. Konsept, ku îro êdî baş tê nasîn, ji nû ve sererastkirin û weşandina bultena bi qasî çarîkekê ye. Di kanûna pêşîn a 1989an de, La Cinq şoreşa Romanyayê dike rojev(1). «Weşana zîndî, pêşî cih da dîmenên teqîna coşa qelebalixa ku li ser banga ketina Nicolas Çawûşesko li qada Operayê li hev kom bûbû. Dû re gora komî ya tirsnak a qurbanîyên xwepêşandanên yekşema dawî nîşan dan», li gorî tabîra rojnameya Le Monde ku bi heyranî behsê dike (25 kanûna pêşîn 1989) gorên komî sexte bûn û ev «-nûçeyên sexte-fake news» ên berîya saeta xwe, li seranserî cîhanê belav bûn û piştî demeke kin hatin derewandin, îşaret hem bi hêz hem jî xetereyên vê medyaya kêlîyî dikin.

Şopa li pey «hevoka biçûk»

Guhertoya radyoyî ya vê modelê, France Info, di 1987an de pêk tîne û serketineke nepayî bi dest dixe. Amadekarê konseptê, Jérôme Bellay ku hingê midûrê bultena nûçeyan a Radio France bû, dixwaze «self-servîsa nûçeyan ji bo kesên leza wan heye» saz bike. Nûçeyên berdewam ku berî her kesî arasteyî berxuran tên kirin, hê ji destpêkê ve wekî berxwarineke girseyî hat fikirîn. Bi vî awayî, BFM TV wê pesnê xwe bide bi bûyîna «kanala nûçeyên berdewam ên herî zêde li cîhanê hatin bazarkirin », li gorî yek ji rêveberên edîtoryaya radyoyê, Laurent Drezner(2). Rojnamevan Jean-Jacques Bourdin, ku bernameyeke hevpeyvîna sîyasî çêdike, ma jixwe welatîyan wekî «pardarên» «şirketa France»(3) pênase nake?

Bi bicihbûna televîzyona dîjîtal a bejahî, di 2005-2006an de, nûçevanîya berdewam digihîje asta pîşesazîyî û tesîra xwe ya îro bi dest dixe. Fransa hingê xwedî çar kanalên televîzyonê yên belaş ên vî cureyî ne û sisê ji wan, yên operatorên taybet in: LCI, ya M. Martin Bouygues, di 1994an de hat sazkirin; i-Télé, ku 1999an de dest bi weşanê kir û wekî CNews ji nû ve hat binavkirin ji dema kirîna wê ya di 2014an de ji alîyê karsaz Vincent Bolloré ve; BFM TV, ku ji alîyê M. Alain Weill ve di 2005an de hat avakirin û ji 2015an ve ketîye destê M. Patrick Drahi, patronê SFRê; û ya dawî jî France 24 (ya bi awayekî esasî weşana navneteweyî dike). Eva dawî û herweha France Info (hemnavê radiyoyê), ku di 2016an de ava bû, xwedî statuyeke gelemperî, wekî heman statuya Kanala Parlemenê û Senatoya Gelemperî, du antenên dezgehî. Di asta navneteweyî de, hatina nava derdora audiovîzuel a Russia Today (RT), kanala rûsan a di 2005an de ji alîyê ajansa hikûmetê RIA-Novosti(4)yê ve avabûyî û kanala qeterî Al-Jazira International, ku di 1996an de avabû û di 2006an de jî dest bi weşana îngilîzî kir, kartên agahdarîya berdewam a cîhanîbûyî û ji nû ve dan belavkirin û olîgopolîya (komeke biçûk a karsazên herî dewlemend) rojavayî ya CNN, Korporasyona Weşana Brîtanî (BBC) û Euronewsê şikand. Li Fransayê nûçevanîya berdewam di 2019an de tenê ji sedî 4,5ê temaşevanan ber bi xwe ve dikişand: ji sedî 2,3 ji bo BFM TV, ji sedî 1 ji bo LCI, ji sedî 0,8 ji bo CNews, ji sedî 0,5 jî ji bo France Info(5). Gava bi muqeyeseyê tê nirxandin, TF1 xwe digihîne ji sedî 19,5ê temaşevanan û France 2, ji sedî 13,9ê wan. Ji bilî BFM TV, hemû xwedî valahîyekê ne.

Ev pêşbazîya ku têde ji teşwîqkirina kalîte û pirdengîyê zêdetir, herkes hewl dide para herî mezin a hatinên reklamê bi dest bixe, bû sedemê xirabûna şertên hilberînê û zêdebûna weşanên zindî yên li hundir û studyoyê.

Ji hev derxistina taybetmendîyên redaksîyonî yên her kanalê çavdêrîyeke hûrbîn dixwaze, ji ber ku kurteyên flaşên nûçeyan wekî ku kopî-pest hatibin kirin, xuya dikin. Sibeha 05.11. 2019an, tarîxa destnîşankirî li gorî derfeta xwegihandina arşîvan, France Info û LCI bi serdana wezîrê karê hundir a banlîyoyê piştî êrişeke polîsan dest bi vekirina bultena xwe ya nûçeyên serê sibê dikin. BFM TV û CNews jî vê mijarê bi biryara hikûmetê ya sererastkirina kotayên koçberîyê dixin rêza pêşî. Awayê nirxandina kanalekê ji ya kanala din pir kêm diguhere: şiroveyên daxuyanîyên sîyasî, nerazîbûnên hilbijartîyan li ser platoyan, «analîzên» «pisporan» li platoyê, «ji hev derxistina şîfreyan» ji alîyê edîtoran ve, gotûbêjên navbera kesayetên ji rastê û ji navendê, tevahîya rîtma bi «hişyarîyên» bi dorveger li binê ekranê tên weşandin. Ji van çar kanalan yek tenê jî wê mîkrofonê dirêjî niştecihên taxa banlîyoya mijara gotinê neke.

Ferqa navbera bernameyên serê sibê yên çar kanalan wekî detayekê tê teqdîrkirin, li dawîya bultena nûçeyan, li kêlîya ku mijarên «sar» bo nimûne «rapirsîneke» li ser kalîteya hewaya li dibistana ku pesnê hêjahîyên Véolia dide. An jî bi navgîna beşên sponsorkirî: «Rojeva Sporê-Actu Sport» li gel Euromaster li ser CNews an jî «Dengvedana Pietri-L’éco de Pietri» li gel Cerfrance a di LCÎyê de.

Gerûgeşta M. Emmanuel Macron a ji bo Şangayê û vekişîna Amerîkayê ji peymana Parîsê ya li ser avhewayê, wê rojê, bi awayekî zêde, astengî deranîn pêşîya bi temamî ji holêrakirina nûçeyên navneteweyî. Ji bo agahdarbûna ji beşên din ên cîhanê baştir e mirov zû ji xewê rabe: di 5an de, saeta bûltena nûçeyan a France 24, li ser ekrana France Info tê weşandin û têde behsa xwepêşandanên li Iraqê yên li dijî rejîma li ser kar (tenê BFM TV û France Info wê dûre bi kurtî di dawîya bultenê de behsê bikin) û behsa tevgerên civakî yên li Lubnan û Şîlîyê tê kirin. Ji bilî kanala gelemperî, ku herweha bultena Afrîkayê diweşîne, nûçeyên navneteweyî bi jîyana sîyasî ya amerîkî tê sînordarkirin û ew jî ji çend tweetên serokê wê yê berê pêk tên. Bi pêşbînîya ku ew ê «pir çavbirçî be di vê hilbijartinê de» (ya çirîya paşîn a 2020î), li gorî peyvên midûrê alîkar ê redaksîyona Matthieu Mondoloni, France Info (radyo) bi qasî deh rojnamevan li qadê bicih kirin, ji bilî van ên ku ji mêj ve ji alîyê servîsa navneteweyî ya Radio France ve hatibûn şandin. «Du pîvanên we hene ku tên cem hev ji bo ev yek baş bimeşe li ser kanalên agahdarkirina bênavber: ferdîkirineke xurt û fikrê kêlîyên dawî», li gorî çavdêrîya civakzanê medyayan Andrea Semprini.

Homojenîya zelal a nûçeyan dişibe bazarkirina agresîf a ji bo çêkirina nasnameyên cihêreng. Tevahîya rojê, dema spotên ku çawanîyên yekane yên antenê pîroz dikin dibin sedemê qutkirina bernameyan, peyamên promosyonî ji bo bernameyên sereke li kevîya ekranê xuya dikin. «Saet li derdora 18 an jî 20, hûn vedigerin malê, we her tişt fêm nekir û hûn dixwazin bizanin: li ser LCÎyê her êvar xwe bigihînin me. Pedagojî, bûyer, tenê bûyer, li gel  rojnamevanan, gotûbêja fikran -heta yên hêrs dikin- li gel mêvanên me û saet 19 û 30 pêşhikmên edîtorên kanalê, hûn ê bibin xwedî fikrek», wisa radigihîne David Pujadas bi spoteke reklama belavbûyî di saetên danê sibê de. Kesayet û weşanên li studyoyê zindî xuya dikin, di rastîyê de têra pêkanîna nasnameya van kanalan dikin. Bi vî awayî, lêgerîna ji bo pevçûnê ku «gotûbêjan» vediguherîna xirûcirê dibe nîşana CNewsê, dema ku BFM TV jî di gelek qeydîyan de bikaranîna studyoya televîzyonê red dike: panela pisporan, hevpeyvîn, gotûbêja navbera rojnamevan, sîyasetvan an jî profesyonelên muxalîf li ser mijarekê, nirxandina rojnamevanekî nava sazîyê, înfografîya ji bo destekê(6).

Du feraset xeta weşanê ya kanalên nûçeyan bi gewde dikin. Ji alîyekî ve, barîyereke monopolîzekirî ji alîyê weşanên gotûbêjê ve (ku têde pêşkêşvanek hewl dide «hevokeke biçûk» ji mêvanan wergire) û nûçeyên li ser bûyerên aktuel (ku hevoka biçûk vediguherîne nûçeyê). Ji alîyê din ve, zêdekirina bernameyên zindî û «weşanên taybet» ên barîyerê hildiweşînin û soza lezkirinê («Hemû bûyer wê zindî li ser BFM TV bên weşandin») û amadebûnê («Xwe noqî nava dilê bûyeran bikin»)(7) didin temaşevanan. Ev her du feraset xwe ferz dikin welew bibin sedema ji holê rakirina dokumanter û rapirsînan jî ku mirov dê bawer bikira ku li ser van kanalên ku xwe dane aktualîteyê û wextekî sînornenas li ber wan heye, temaşevan wê destekeke îdeal bibîne ji bo dilbijîya xwe ya «jihev derxistina bûyerên» ku medya wan bi awayê herî tevlîhev pêşkêş dike.

Li her derê hebûna «platoyê» xwe dispêre modela aborî ya bazara erzan. «Ev weşan ne tenê dimeşin, herweha ew pir bi erzanî tên çêkirin”, li gorî Antoine Genton, pêşkêşvanê berê yê i-Télé (Cnews a îro) û serokê Civata Rojnamevanên Kanalê. Dagirtina saeteke weşanê bi gotûbêjeke navbera sê an jî çar kesên ku ji bo her yekê 200 ewro tê dayîn -ew jî ku bê dayîn-, berdêla bernameyekê dibe 1 000 ewro, gava saeteke weşanê bi rapor û hevpeyvînên derve bê dagirtin, berdêla wê ya madî dibe deh an jî panzdeh qat. Ji ber vê yekê di tercîhkirina pêkanîna bernameyên gotûbêjê de sebebeke aborî jî heye û ez fêhm dikim çima xwedîyê sazîyê vê yekê dike(8).» Weşana «Face à l’info» a li saeteke herî zêde guhdar hene eyarkirî ku tê de her roj mafê gotinê dide polemîstê rasta tundrew Éric Zemmour, wê derfet dabe CNewsê ku para xwe ya şopîneran çar qet zêde kiribe di navbera saet 19 û 20an de di çirîya paşîn a 2020î de nîsbet bi sala berê (ji sedî 0,8 hilkişîya ji sedî 3,3 )(9). Ev zêdebûn bi awayekî mekanîk dibe sedemê zêdebûna hatinên reklamê jî ku ji sedî 14 bilind bûn, di 2019an de û gihîştin 24 mîlyon ewroyî(10), tevî ku xwedîyê nû, M. Bolloré, çavkanîyên diravî yên ji bo kanalê nîvî nîvî kêm kirin.

Bernameya gotûbêjê li nava dilê stratejîya nû cih digire. «Kes êdî ji bo zanibe çi diqewime li kanaleke nûçeyan mêze nake! Li ser smartfona her kesî hemû nûçe jixwe hene. Ferq di awayê îfadekirinê de ye. Eger em zêdetir serketî bin, ji ber ku rûbirûbûnek heye li gel civakeke ku pirsan ji xwe dike û di nava endîşeyê de ye. Platoyên me neynika rûdanên li kolanan e», bi heyecan wisa îfade dike M. Serge Nedjar, rêveberê CNews û dilsozê M. Bolloré(11). Neynik vê gavê deforme bûye, bi astengîyeke kevin a mîna şanoyê: ji bo îqnakirina temaşevanên televîzyonê da ku berê xwe bidin komek kesên ku li ser tiştên vala guftûgo dikin, divê xirecirê bikin, hev biperpitînin, tiştên sosret bikin. Ev tiştê sosret jî bi ferdîkirina bernameyan mimkin e: «Bourdin Direct» (BFM TV), «Le Live Toussaint» (li gel Bruce Toussaint, di BFM TVê de), «Brunet Direct» (li gel Éric Brunet, di LCÎyê de), «24h Pujadas» (LCI), «L’heure des pros» (navê ku yê pêşkêşvan, Pascal Praud tîne bîra mirov, di CNewsê de)…

«Jineke seksî ya aqilsivik, ronakbîrek…»

Kapasîteyên analîzê û çanda dîrokî li nava çawanîyên daxwazkirî cih nagirin. «Perwerdekarê Medyayê» ji bo INA Expert, navendeke perwerdeya meslekî, Emmanuel Vieilly bû şahidê derbasbûna zêdetirî pênc sed rojnamevan û pêşkêşvanên France Info, BFM TV, France 24, lê belê herweha yên RMC Sport û Public Sénat, ji 2016an û vir ve. «Bernameyek, çîrokek e, li gel kesayetan. Jixwe, gava Cyril Hanouna “Touche pas à mon poste-Dest nede karê min” difiroşe [li ser ekrana C8, televîzyona M. Bollor, hat weşandin], ew wê bi rizaya kesayetan difiroşe. Eger hûn jinên seksî yên aqilsivik tenê tevlî bernameyê bikin, li studyoyê tu polemîk çênabin, herkes wê hemfikir be. Pêdivî bi seksîyeke aqilsivik, tolazek, ronakbîrekî ku sê pirtûk nivîsandine heye… Hingê şer dest pê dike, helbet ev yek heyecanê diafirîne û mirov dixwaze lê temaşe bike, ji bo bizane ka kî di pevçûnê de wê bi serkeve. wekî pevçûneke li kolanê, mirov nikare lê mêze neke», wisa îzah dike bi teqlîdkirina mêvanên pêşeng ên bernameyê.

Ji ber vê yekê sedema çerxkirina CNewsê ber bi rasta tundrew ve hem kêmasîyên butçeyî ku hilberîna nûçeyên berdewam ferz dikin, hem jî bi berjewendîyên aborî û sîyasî yên M. Bolloré dikare were îzahkirin. Di deh salan de, pevçûna li studyoya gotûbêjê bû sedema ji holê rabûna tevahîya barîyerên bernameyan, ji bernameya «Informés-Agahdarbûyî» ya di France Info bigirin heta «Ça donne le ton – Rengê xwe zelal dike» a li ser ekranên LCI, ji bernameya «La Belle Équipe» a CNews bigirin heta bigihe «BFM Story», ku têde Natacha Polony (midûra redaksîyona Marianne), Sophia Chikirou (şêwirmenda ragihandinê) û Thomas Legrand (edîtorê sîyasî yê France Inter) guftûgo dikin li gel Alain Duhamel li ser mijarên cihêreng ên wekî «Gelo Fransa di mijara laîsîteyê de tecrît bûye?» (17 kanûna paşîn 2021), «Kî ji polîsan nefret dike li Fransayê?» (12.10.2020), «Tendirustî an jî azadî?» (13.10.2020), «Ji bo “êlekzeran” gelo dawîya rojê ye?» (14 îlon 2020).

Li ser vê tuwalê sonda adetî ya li ser objektîvbûna rojnamevanîyê hatîye çapkirin. «Li vê konteksta morkirî nexasim bi bilindbûna populîzmê, pêşketina “fake news”, ez baş zanim ku em xwedî roleke esasî ne: agahdarkirina bi baldarî, nirxandina bûyeran ji hemû alîyên wan ve û wate barkirina li wan bi saya deşîfrekirinê û raporên muazam», wisa radigihand Marc-Olivier Fogiel, hema piştî ku bû berpirsîyarê BFM TV, bi emaileke xwe ya ji bo xebatkaran di nîsana 2019an de û endamên redaksîyonê şaş mabûn ji ber hevdîtina wî ya li gel «êlekzeran». «Em redaksîyoneke wisa ne ku heqîqetê tînin ziman, bê şirove. Em nûçeyan şirove nakin, wan radest dikin, em berdevk in. Em neynika civakê ne, em nîşan didin ka di navê de çi diqewime», wisa ji me re îdîa dike ji alîyê xwe ve M. Mondoloni.

Ji bilî bi gewdekirina girseyeke erzan a temaşevanan, gotûbêjên zindî û hevpeyvînên li platoyê derfetê didin kanalan ku polemîkên li nava wan derdikevin veguherînin nûçeyan -ji ber çênekirina raporên nûçeyan ên li qadê-: kontrolkirî an jî na, şemitînek dibe mijara şiroveyan û tekraran di medyayên din de û ev medya nerazîbûnên din jî nîşan didin. «Awayên cihêreng hene ji bo bi qîmetkirina daxuyanîyên ku di ekranê de hatine weşandin, li gorî Céline Pigalle, midûra redaksîyona BFM TVyê: sernavên nûçeyan, tekrarên bernameyan an jî gotûbêjan. Bo nimûne, em pala xwe didin daxuyanîyeke ku hatîye kirin û wê ji nû ve guftûgo dikin bi wesîleya paneleke di rêzê de, heta em hewl didin wê bi pêş bixin.» Li bin navê şopandina «heqîqetê», pirsên rasterast ên Bourdin berî her tiştî ji bo sorkirina «hevoka biçûk» e ku em formeke nû didinê, vediguherîn gotaran, li ser malpera BFM TV, jê tweetan çêdikin û ji hemûyan hê baştir em wê didin medyayên din. Nimûneya hilberîna polemîkekê, 21ê çirîya paşîn a dawî, dema Ruth Elrief şaredara Parîsê dike mêvan:

Mme Anne Hidalgo, li ser cînayeta Samuel Paty: «Divê her kes zelal be bi têkilîya xwe ya li gel Komarê. (…) divê li ser beşeke çepê, li ser ekolojîstan zext were kirin, ji bo rizgarbûna ji vî fîkrî…»

Ruth Elkrief: «…ji nezelalîya wan…»

Mme Hidalg: «…ji nezelalîya wan.»

Der barê vê dîyalogê de çar gotar li ser malpera BFM TV hatin weşandin, wekî din di Paris Match, L’Express, Libération, Le Figaro, Le Monde, Le Point, Valeurs actuelles, Cnewsê de hat belavkirin… Zêdetirî bi mehekê şûnde, France Info hê jî behs dikir (29 kanûna pêşîn 2020).

«Dîyardeyeke ku rexnegiran bêlivûtevger dike heye: wisa dibêjin edîtorên li platoyê, li gorî tiştên ji nûçegihanên li sehayê fam dikin», ev e çavdêrîya Astrid, ku wekî alîkar û şefa weşanê ji bo BFM TV û i-Téléyê kar kirîye. Tevgera «êlekzeran», zivistana 2018-2019an, di hişê mirovan de adeta kola ev beşa di navbera platoya ku li plana pêşî şiroveyan dike û îmaja livûtevgera gelêrî. Ev rojnamevanîya rola sazkirina nîzamê dide xwe, îzaheke baş e ji bo pêşwazîya carna sert a rojnamevanên nûçegihan (JRI) li ber pîyê Arc de Triomphe dîmenan tomar dikin… «Mirov zehmetîyê dikşînin di têderxistina ferqa navbera rojnamevan û kesekî wekî Christophe Barbier de», bi xemgînî îfade dike, nûçegihaneke JRI ya BFM TV.

Protestoya bêfeyde ya rojnamevanên CNews(12) beramberî Zemmour raxist pêş çavan ka komên xebatê çendî bûne bîyanîyên karê xwe, ku gelek caran dadikeve asta nirxandinên edîtoran û şêwirmendan. Parvekirineke kar a bi awayê taylorîst a vê bêparmayînê hê xurtir dike. Raporên nûçeyan li Parîsê bi dîmenên ku kesên din şandine ji alîyê «deskers- rojnamevanên buroyê» ve tên montajkirin: dîmenên ji alîyê nûçegihanên JRÎyê ve kişandî û ji hêla alîkarên weşanê ve montajkirî berdewam di weşanên platoyê de tên nîşandan. Ev awayê parvekirinê berpirsîyarîyê sivik dike û rojnamevanîya li ser qoltixan a qutbûyî ji sehayê, teşwîq dike. «Ez di kanalên nûçeyan de dixebitîm û min ji şîdeta polîsan bawer nedikir, wisa ji me re vedibêje Astrid. Me tenê bi çavê polîsan li meseleyê mêze dikir, ji ber ku xuya ye ku ji bilî nûçegihanan û rojnamevanên JRÎyê, kes naçe ser qadê. Dema tê îdîakirin li taxekê bûyerek ji ber şîdeta polîsan rû daye, nûçegihanê pispor li ser“polîs-dadgerî” diçe qadê. Ew, bi taybetî bi polîsan re di nava danûstandinan de ye, lê belê dîsa jî karê xwe yê nûçegihanîyê dike: ew diçe herweha malbatê, parêzeran, û hwd. dibîne. Ew bi tedbîr e. Edîtor jî li şêwirmend guhdarî dikin. Ew guh didin Dominique Rizet, ku di hemû WhatsAppên polîsên Île-de-France de cih digire…»

Di destpêkê de, tevî vê yekê, BFM TV û i-Télé ji platoyê bêhtir giranî dida weşana zindî. Divê kanalên nûçevanîya 24 saet giranî bidana nûçeyên li wir, li qadê. Hingê ya mijara gotinê dijberîya li hemberî amblema rojnamevanîya rûniştî LCÎyê bû. Di salên 1990î de, kanala koma Bouygues partnerên xwe pir zêde kirin: li gel Les Échos, RTL û Le Monde ji bo «Le Grand Jury», bernameyeke sîyasî; li gel Le Monde, dîsa, midûrê wê yê karê nivîsaran ê wê demê, Edwy Plenel, ku hingê hembêza wî vekirîbû ji bo cazîbeyên «çapemenîya endustrîyê», her şemî bernameyeke danasîna wêjeyî, «Le Monde des idées – Cîhana fikran» çêdikir. i-Télé dixwest bibe neynika «France exacte- Fransaya tam» gava BFM TV «pêşikî dida bernameyên zindî- priorité au direct». Teknolojîyên teletransmîsyonê ji nû ve gîyan dida xeyalsazîyeke berê, ya qeydkirin û belavkirina «réel» li kêlîya ku têde hilberîn pêk tê, yekane derfeta zeftkirina «bûyeran-heqîqetan» û bêguhertin.

Ev îdeolojîya ku rehên xwe berdane nava rêveberîyên weşanê û herweha nava destekvanên «hemû nûçe» rastîyeke bingehîn paşguh dike: weşana zindî bûyerê ji ragihandinê bêhtir hildiberîne. Bes e ku bûyereke derî-norman rû bide (qet nebe normên televîzyonî…) ji bo ku bername şûna xwe bihêle ji weşanên taybet re.. Saet 16.00, roja şemîyê 31.10.2020, ji redaksîyona France Info têkildarî êrişeke li Lyonê hişyarîyek tê: «Di konteksta heyî de, em xwe dispêrin prensîba ku bûyer dibe ku êrişeke xwedî karaktera terorîst be, ji ber vê yekê em ji bo weşana taybet bi rê ketin, wê rewşê wisa vedibêje rojnamevanekî France Infoyê. Ji kêlîya ku me piştrast kir ku em bêhtir ji bo bûyereke doza hiqûqî dihatin şandin, me biryar da em derkevin: li vir, divê em rawestin, ji ber ku em girîngîyeke ku ne hêjayê wê ye didin vê bûyerê(13).» Dîsa plato ye ya ku weşana taybet saz dike: ji bo pêşîgirtina li saetên zindî li qada ku tu tişt lê naqewime, kanal bi serbilindî dikevin nava galegalê. «gava ku weşana taybet hebû me gelek kes vedixwendin weşana platoyê, me nikaribû tiştekî din bikira: divê weşan were xwedîkirin û hêmanên nûçeyan dilop dilop tên, an jî qet nebe têr ne bilez in ji bo nûkirina weşanê bi rîtma ku me dixwest pêk were», wisa ji me re mikur tê Benjamin, pêşkêşvanên berê yê i-Télé. Li hemberî vê laneta realîteyê ku red dike xwe veguherîne ser rîtma weşana zindî, plato bi «pisporan» tê dagirtin.

Ji bo her bûyerê weşana zindî ne pêwist e. Suîkast û şopandina terorîstan di vî warî de zîrweyê dikin, bi wê çendê ku LCI ji rehîngirtina firîna balafira Air France li balagirgeha Marsîlyayê, 24ê kanûna 1994an, belgeya xwe ya zayînê çêkir «hemleyeke xweşxeyalî ya şansê», li gorî gotinên Éric Revel, midûrê giştî yê kanalê ji 2010 heta 2015an. Lê belê bûyerên bi dîmenan zengîn û bi heyecan, ku dikarin bibin mijarên dramayê, bo nimûne tevgera «êlekzeran» an jî hilbijartina serokatîyê ya amerîkî, nayên weşandin. Gava bûyer tunebin, «weşana zindî tercîheke din li ber tune, ji bo parastina wextê xwe, ji bilî teşwîqkirina wan, heta sorkirina wan û carna jî afirandina wan parçe parçe», li gorî civakzan Andrea Semprini(14). Weşanên bi heytehol ên li ser ekranên kanalên nûçeyên anonsên ne piştrastkirî yên wekî mirina M. Martin Bouygues, 28ê sibata 2015an, girtina M. Xavier Dupont de Ligonnès, 11ê çirîya pêşîna 2019an, êrişa li dijî nexweşxaneya Pitié-Salpêtrière di dema xwepêşandana 1ê gulana 2019an, an jî pêşandana çekên şer ji alîyê bazirganên taxa Mistral ve li Grenoble, 26ê tebaxa 2020î, vê ferasetê dişopînin. Hema piştî ku tên tekzîbkirin, ev derew ên mayonezkirî dibin sos ji bo «fake news» ên bi kulîlkan xemilandî yên ji alîyê kesên wan îxbar dikin ve belavkirî.

Te divê bila bûyerên «serdanpê-nifta derî li ser» hilberînin an jî bikevin nava lîstika pêşbazîyê ya navbera kanalan ji bo ferzkirina peyamên xwe, ragihandêr û sîyasetvan ji vê ferasetê sûdê werdigirin. Serketina paraşutvan Félix Baumgartner ê xwe ji stratosferê avêt, 14 kanûna paşîn 2012 (operasyoneke ji alîyê Redbullê ve organîzekirî), mikurhatinên M. Jérôme Cahuzac, wezîrê ji butçeya hikûmeta M. Jean-Marc Ayrault berpirsîyar ê bi gendelîya bacê sûcbarkirî: gelek «nûçeyên» bi îhtîmam hatibûn lihevanîn ji alîyê servîsyenên ragihandinê ve. Di 2013an de, M. Cahuzac û şêwirmenda wî Anne Hommel bi vî awayî şertên xwe ferz dikin li ser BFM TV ji bo «hevpeyvîneke mikurhatinî». Li ser rojnamevanê wê hevpeyvînê bike (Jean-François Achilli, îro êdî anîmatorê bernameya «Les Informés» ya France Infoyê ye), cihê hevpeyvînê û saeta wê ya weşanê biryarê didin: saet 18, ji bo ku bultenên nûçeyan ên êvarê jê sûdê wergirin. Wekî din, «eger we dît ku mêvan di dema hevpeyvînê de têr tişt negotin, xem nake, hema piştî hevpeyvînê pirsên xwe yên we jê dipirsîn bidomînin. Hin kesên li platoyê dibêjin: “Mixabin di hevpeyvînê de, em li benda hin bersivan bûn, lê mêvan nexwest bersivê bide”», wisa destnîşan dike Céline Pigalle. Êdî şirove ya we ye.

Têkilîya navbera hilbijartîyan û kanalên nûçeyan pala xwe dide girêdaneke cotik. «Hin berpirsîyarên sîyasî (hilbijartî, rêveberên partîyan) pir heyranên platoyên me bûn. Vê yekê derfeta xuyabûneke ku berê bi destê wan nediket da wan. Me kursîyên xweîfadekirinê pêşkêşî wan dikirin û ragihandêran ev yek pir zû fehm kir. Feydeya kanaleke nûçeyan, ew e ku hûn tenê ne mêvan in, herweha gotina we an jî beşeke axaftina we gelek caran tê qutkirin û ji nû ve tevahîya rojê tê weşandin», li gorî tesbîta pêşkêşvanê berê yê i-Téléyê. Veguherandina LTCyê wekî hewşa TF1ê ji bo kêrên duyemîn ên jîyana gelemperî: fikir ji alîyê wergirê wê Christian Dutoit ve hat bi pêşxistin di dema afirandina kanalê di 1994an de. «Ev sîyasetvanên ku tu caran nikarin xwe bigihînin nûçeyên neteweyî wê bibin xwedî derfeta xwegihandina kanala me: şaredarên bajarên mezin, serokên konseyên giştî û herêmê, hin parlementer. Bi kurtî, hemû partnerên me», hingê wisa digot(15). Û ji bo xemilandinê, sponsorên muhtemel ên xebatên gelemperî yên ji alîyê Bouygues ve pêk hatine… Formul wekî din cih dide bernameyên bi kalîte, yên wekî hevpeyvîna sîyasî ya êvara yekşemê, ya ji alîyê rojnamevana ku li ser dosyayên xwe baş dixebite Amélie Carrouer ve tê pêşkêşkirin.

Bi hilbijartîyan re, girêdaneke cotik

Tevî rêzikên dîyarkirî ji alîyê Konseya Bilind a Audiovîsuelê (CSA) ve, «yeksanîya li pêş çavan tê raxistin ji sererastkirinên biçûk ne berîkirî ye, bi van gotinan li xwe mikur tê midûrê berê yê BFM TVyê di pirtûka xwe de. Di kanala infoyê de, galegalên kesên mîna Philippe Poutou, Eva Joly an jî Nathalie Artaud(16) gelek caran ji temaşevanên favorî yên rapirsînan bêhtir, wê ji bo temaşevanên wekî çûkên şevê tên pênaskirin bên pêşkêşkirin(17)». Bi wê çende yê ku, di kanûna borî de, pêşengê hawîrparêz Yannick Jadot, ku partîya wî li paş dema weşanê maye, hevpeyvîneke li ser ekrana LCYê ya nîvê şevê sî û yek carî li pey hev hatî weşandin dîtîye(18)…

Ji platoyên bi galegalvanên profes-yonel dagirtî yên polemîkên rojê sor dikin li bernameyên taybet ku têde hunera dagirtina valahîyê tê pêkanîn, mîrasgirên CNNê, pişt sî salên pêşketina bênavber, redeke muhteşem a prensîbê avakarê pîşesazîya medyatîk afirand: ji bo em baştir bên agahdarkirin, pêdivîya me bi zêdetir nûçeyan heye.

* Rojnamevan. Nivîskara berhema bi navê Bâtonner. Çawa pere rojnamevanîyê hildiweşîne, Éditions Amsterdam, Paris, 2020.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

 

________

1)  Christian Delporte, «Gava nûçe dibe kêlîyî», La Revue des médias, 20 kanûna paşîn 2016, https://larevuedesmedias.ina.fr

2) Cité par Thierry Devars, Sîyaeta berdewam. Ber bi “BFMisation”nek ragihandinê?, Les Petits matins, Paris, 2015.

3)  Jean-Jacques Bourdin, L’Homme libre-Mirovê azad, Cherche Midi, Paris, 2014.

4)  Binêrin li nivîsa Maxime Audinet, «Dengê Moskovayê konsera nûçeyên navneteweyî xira dike», Le Monde diplomatique, nîsan 2017.

5)  Chiffres: Médiamétrie.

6)  Cf. Maxime Friot, « BFM TV, awayê bikaranînê», Action critique médias, 30 hezîran 2020, www.acrimed.org

7)  Thierry Devars, «Hilbijartinên serokomarîyê û ragihandina bênavber: guherînên di televizyonê de li ser awayê ragihandina kampanyayê», Télévision, n° 8, Paris, 2017.

8)  Mathieu Deslandes, «“Rojnamevanî ne xwepêşandan e”: hevdîtina li gel poşmanekî kanalên nûçeyan», La Revue des médias, 14 çirîya pêşîn 2020.

9)  Benjamin Meffre, «Temaşevan: çawa CNews rekoran li pey hev rêz dike di serê vê demsalê de», Pure Médias, 04.11. 2020, www.ozap.com

10)  Jamal Henni, «CNews: Hatina Éric Zemmour reklamvan netirsandin…. heta vê gavê», Capital.fr, 31 tebax 2020.

11)  François Rousseaux, «Serge Nedjar, patronê CNews: “Em ji tu mijar û mêvanî xwe nadin alî”», Le Parisien, 27 hezîran 2020.

12) «Em, rojnamevanên CNews, ne Éric Zemmour in. Em redaksîyonek in», daxuyanîya çapemenîyê ya Civata redaktorên CNewsê, 01.10.2020.

13)  Sedemê kuştina keşeyekî otodoks vê rojê li Lyonê dozeke zinayê bû.

14) Andrea Semprini, CNN û mondîyalîzasyona xeyalî, CNRS Éditions, Paris, 2000.

15) Wergirtinên ji Pierre Péan û Christophe Nick, TFI, desthilatîyek, Fayard, Paris, 1997.

16)  Bi rêzê namzedê Partîya Nû ya Antîkapîtalîst (NPA) di hilbijartinên serokatîyê yên 2012 û 2017an de, dadgerê ekolojîst û berdevekê Lutte ouvrière- Têkoşîna karker.

17) Guillaume Dubois, Priorité au direct, Plon, Paris, 2015.

18) Pauline Bock, «LCI bi şev kotayên çepê dadigire», Arrêt sur images, 10.12.2020, www.arretsurimages.net

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
Social media & sharing icons powered by UltimatelySocial