Gulan 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Murtaza Lakhani yê Pakistanî nefta Kurdistanê difroşe dinyayê

Dema ku Rêveberîya Herêmî ya Kurdistanê (RHK) di nava sîstema navneteweyî de ji Bexdadê serbixwe bi tena serê xwe hereket dikir, bi taybetî serpêhatîyên wekî; desteserkirina nefta wê ya ji alîyê DYAyê ve, dozên ji bo wê hatin vekirin û dervemayîna wê ya ji sîstema bankavanîya navneteweyî bûyerên neyînî bin jî, tecrube û ezmûnên gelek girîng in.

Hikûmeta Bexdadê di 2014an de % 17yê budçeyê ku para RHKyê (Rêveberîya Herêma Kurdistanê) bû, bloke kir. Li dû vê geşepêdanê êdî hikûmetê nikaribû mûçeyê karmend û pêşmergeyan bida. Ji bilî vê yekê li dû êrîş û dagirkirina Daîşê, ji Sûrîye û Iraqê bi mîlyonan penaber hatin herêma Kurdistanê, mesref û lêçûnên van penaberan jî li ser RHKyê ma. Ji ber vê yekê RHKyê biryar girt ku nefta Kurdistanê bifroşe bazarên navneteweyî.

Lê di derheqê firotina nefta Kurdistanê ya li bazarên navneteweyî de tu agahdarî û ezmûna RHKyê tunebû.

Tecrûbeya RHKyê tenê bi rêya tanker û xetên borîyan, îxracata neftê bo welatên cîran bû. Di 2014an de di navbera Kurdistana Başûr û Tirkîyeyê de xeta borîya Kerkûk-Ceyhanê hat temamkirin û pompekirina neftê dest pê kir. Ji bo firotina nefta ku bo Ceyhanê  dihat pompekirin divîyabû Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê mişterî peyda bikira. Ev jî dihat vê wateyê; li gorî mîqdara nefta ji Kurdistanê dihat pompekirin, keştîyeke mezin a neftê ji du rojan carekê ji bendera  Ceyhanê berê xwe dida deryayê.

Aştî Hewramî wê demê di Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê de Wezîrê Serwet û Samanên Xwezayî yên Kurdistanê  (Wezîrî Samane Sirûştîyekanî  Kurdistan) bû. Hewramî, di hevpeyvîna xwe ya bi Reutersê re kiribû de dibêje di derheqê keştîvanî û sewqîyata deryayê de em tu tiştekî nizanin. RHKyê di derheqê bazirganîya deryayê, hiqûqa vê bazirganîyê û kirêkirina keştîyan de xwedîyê tu tecrubeyê nebû, ji ber vê sedemê dest bi lêgerîna kes û şîrketên pispor kir.

RHK bi tucarekî Pakistanî yê bi navê Murtaza Lakhani -ku tucarekî bi tecrûbe ya madeyên xam û neftê ye- têkilî danî. Lakhani salên 2000î, di dema Sedam Huseyîn de ku wê demê li ser Iraqê ambargoya Neteweyên Yekbûyî hebû, li Iraqê li ser navê şîrketa Glencore ya îngiliz û swîsrîyan -ev şîrket li dinyayê herî zêde xam madeyan difroşe- di çarçoveya programa li miqabilî neftê, xurek de dixebitî. Sedam ji kes û şîrketên navbeynkar ên ku li Iraqê dixebitîn, ji derveyî qaîdeyên NY (Neteweyên Yekbûyî) komîsyon dixwast, Murtaza Lakhani li dijî vê kiryara Sedam derket û di derheqê vê rewşê de NY agahdar kir. Lakhani belgeyên di destê xwe de ewilî bi NY re û dûre jî bi DYAyê re parve kir.

Murtaza Lakhanî yê 59 salî, li Pakistanê li bajarê Karaçîyê ji dayik bûye, li Kanada û Îngilistanê mezin bûye.  Wî karîyera xwe ya bazirganîyê bi sîmsarîya firotin û standina madeyên wekî neft, madeyên xam, beqlîyatê û hwd. kirîye. Ger mecbûr nemîne tu car dernakeve pêşberî çapamenîyê. Di çapemenîya dîtbar de bi tenê çend wêneyên wî hene.

Dema RHKyê bi şîrketa Lakhanî re ji bo firotina nefta Kurdistanê peyman îmze kir, hikûmeta Bexdadê reaksîyoneke mezin û bi tundî li dijî plana firotina nefta Kurdistanê bo bazarên dinyayê nîşan da. Bexdad, daxuyand ku dê di derheqê kesên petrolê difroşîn, dikirin û navbeynkarî dikin de prosesa ‘’qanûnî’’ bide destpêkirin. Li dû vê reaksîyonê kirîyarên potansîyel, ji bo metirsîya li pêşberî gefên Bexdadê kêm bikin, şertek danîn pêşîya RHKyê. Li gorî vê şertê divîyabû RHK keştîyên kargoyê kirê bikira û veguhestina neftê bi van keştîyan çêbûya.

Di dawîyê de RHK ji bo operasyona lojîstîkî ya firotina nefta Kurdistanê bo bazarên dinyayê, bi şîrketa Murtaza Lakhani ya bi navê IMMS Pte Ltd. ya li Komara Qibrîsê qeydkirî ye, peyman îmze kir.

Li gorî vê peymanê; ji bo birêvebirina programa barkirinê ya nefta xam a Kurdistanê li bendera Ceyhanê, şopandina tankên depokirinê, ji bo pêşîlêgirtina hewlên Bexdadê ya bo astengkirina firotina nefta Kurdistanê, divîyabû koordînasyonek di navbera şîrket, bazirgan, armator, mifetîş, Botaş (sazîya berpirsîyarê xeta borîyên neftê ya Tirkîyeyê) û Wezareta Serwet û Samanên Xwezayî yên Kurdistanê hebûya.

Peydakirina bazirganan karê Lakhani bû, lê li gel vê yekê şertên peymanê û selehetîya îmzeyê aîdê  Wezareta Serwet û Samanên Xwezayî ya RHKyê bû. Aştî Hewramî ji bo Lakhanî digot ‘’kî dê bi me re têkildar be an jî nebe bi tenê wî dizanibû. Yê ku derî ji me re vedikirin ew bû û şîrketên veguhestinê yên dixwestin bi me re bixebitin ji alîyê Lakhanî ve dihatin tesbîtkirin’’

Nefta Kurdistanê rasterast ji alîyê dewletan ve nehat standin. Lê şîrketên taybet, fîrmayên navbeynkar û bazirganan bi destûra dewletan nefta Kurdistanê standin. Agahdarîya derheqê nefta Kurdistanê ji alîyê şîrket û bazirganên kîjan dewletan ve hatîye standin tu car ji alîyê RHKyê ve bi awayekî fermî nehat aşkerekirin. Lê di serî de Îsraîl û ji dehî zêdetir dewletên ku Rusya, Macaristan, Japonya û Tirkîye jî di nav de nefta Kurdistanê standin. Ji van dewletan Îsraîl, Japonya û Rusya bi awayên curbicur daxuyandin ku nefta Kurdistanê standine. Aştî Hawramî bi gotina xwe ya “neft biherike kirîyarê xwe jî dibîne” girîngîya hilberîna neftê tesbît dikir.

Veguhestina nefta Kurdistanê ya bi macera

Ji bo RHKyê û Murtaza Lakhani veguhestina nefta Kurdistanê ya bi rêya deryayê bi serê xwe dişibe sehneyên fîlmeke macerayê ya bi heyecan. Çunku sazîya dewletê ya ji nefta Iraqê berpirsîyar SOMO, firotina nefta Kurdistanê ya bi rêya deryayê teqîp dikir û bi armanca destdanîna ser keştîyan serlêdan û çalakîyên ‘’qanûnî’’ dikir. Ji ber vê sedemê rawestgeha yekem a nefta ji Cehyanê dihat veguhestin bendera (lîmana) Ashkelon a Îsraîlê dibû. Sedema vê yekê jî ev bû; ji bo neft bigihîje kirîyarên xwe veşartina guzergahê (rêya keştîyê) û bi hêsanî veguherandina rotayê. Herweha ji ber ku Iraq Îsraîlê wekî dewlet nas nedikir, pêkanîna çalakîya ‘’qanûnî’’ û gihîştina encamê jî gelek zehmet dibû. Ger em nêzîkbûn û piştgirîya Îsraîlê ya bo Kurdistanê jî lê zêde bikin hema hema bê îmkan dibû.

Taqtîkek din jî ev bû: derxistina rêya keştîyeke duyem a vala, ev keştî wekî dublorekê dihat bikaranîn. Keştîya duyem a vala li derdora Maltayê disekinî an jî li avên navneteweyî  bi awayekî berbiçav rêwîtîya xwe didomand û li bendê dihat sekinîn ku keştîya bi neftê dagirtî jî radarên xwe bigre, bigihîje navnîşanê û barê xwe vala bike. Taktîka sêyem jî li avên navnetewehîyê valakirina neftê bo keştîyek din bû.

Şîrket û bazirgan bo transfera nefta Kurdistanê hêdî hêdî dest bi bikaranîna keştîyên xwe kirin. Ev rê, di warê lêçûnê (mesrefê) de jî ji bo kirîyaran erzantir bû. Di heman demê de şopandina tund ya Bexdadê jî berdewam dikir. Bi hewlên Bexdadê, li Fas û DYAyê dest tê danîn ser du keştîyên bi nefta Kurdistanê dagirtî. Ji  ber ku biryara DYAyê dê li ser firotina nefta Kurdistanê ya li bazarên dinyayê tesîreke neyînî bikira, careke din jî nefta Kurdistanê nehat şandin bo wêdetirî Atlantîkê. Êdî nefta Kurdistanê bi şîrketeke deryavanî a Yûnanistanê, Marine Management Servicesê tê veguhestin. Bexdad, ji sedema veguhestina nefta Kurdistanê û piştgirîya bo îxracatê di derheqê şîrketa armator de doz vekir.

Mehrûmmayina RHKyê ji hesabên bankayên navneteweyî

Murtaza Lakhani, ji bo RHKyê karekî serkeftî kir û herdu alî jî ji vê pêşveçûnê kêfxweş in. Heta 2017an Rêveberîya Herêmî ya Kurdistanê, ji bo qezenca ji firotina neftê bidestxistî du hesabên bankayê yên li ser navê RHKyê qeydkirî bi kar dianî. Yek ji van bankayan li Hewlêrê ku bi Commerzbank AGya Almanyayê re têkildar e, ya din jî Halkbanka li Tirkîyeyê ye.

DYAyê bi sedema şikandina ambargoya li ser Îranê di derheqê Halkbankê de lêpirsîn da destpêkirin 200 mîlyon dolarê RHKyê bloke kir, cemidand. Li gorî Wezareta Serwet û Samanên Xwezayî yên Kurdistanê, Commerzbank jî ji sedema endîşeyên xwe yên sektora bankavanîya Iraqê nedixwest bi RHKyê re kar bike.

Dahatîyên fîrmayên li Kurdistanê neftê derdixin û karên lojîstîkî dimeşînin, li herdu hesabên bankayên navborî top dibûn û deyn tê dayîn. RHK, bi carekê de ji hesabên xwe yên bankayê ku li pîyaseyên navneteweyî bikaribe pê karên xwe yên bankavanîyê bimeşîne, mehrûm dimîne. Li gorî grûba fînans û medyayê, Bloombergê, RHK bi Murtaza Lakhanî li hev kir, li gorî vê mitebaqatê, şîrketa Lakhanî IMMS dê li welatekî bîyanî li ser navê xwe hesabek vekira û bi rêya vî hesabî tenê karên bankavanîyê yên RHKyê bihata çêkirin. Ev peyman, dê ji bo RHKyê heta çareserkirineke mayînde bihatana dîtin, derbasdar û muteber bûna.

Şîrketa Lakhani IMMS bi tesdîqa RHKyê li BankMedê ku navenda wê li Lubnanê ye hesabekî vedike. Xwedîyê BankMedê serokwezirê kevn ê Lubnanê Saad Harîrî û malbata wî ye.

Di vê navberê de şefê şirketa Rosneftê Igor Sechin -Rosneft ji nêz ve mitefîka Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin e- di sibata 2017an de bi armanca standina nefta Kurdistanê bi RHKyê re peyman îmze dike. Li gorî peymanê Rosneft, dê miqabilî nefta Kurdistanê 3,5 mîlyar dolar kredîya bilez bide,  5 blokên hilberîna neftê çêbike û binesazîya îxracata gazê pêşve bibe. Li ser vê geşepêdanê dê Serokwezîrê RHKyê yê wê demê Nêçîrvan Barzanî  û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin li St. Petersburgê li hev bicivîyana û li ser derfetên din ên hevkarîyê bipeyivîyana.

Li gorî şertên peymanê û bi tesdîqa RHKyê Rosneft ji hesabê Trading a li Gazprombank JSC a Zurîhê di 13ê kanûna pêşîn a 2017an de bi navbeynkarîya Citibankê 800 mîlyon dolar razand ser hesabê IMMS BankMed a li New Yorkê. Li ser peyama SWIFTê ji bo vî pereyî nota ‘’Li miqabilî kirîn û firotina nefta xam di çarçoveya CNTR REF 2016 / KRG RN001 de berdêla awansê ye’’, dinivîsand.  Herweha ji bo bankayên têkildar, hatibû piştrastkirin ku ev kiryar bi temamî bi mueyîdeyan re li hev hatîye.

Di nav demê de herikîna pereyan a li ser hesabê IMMS BankMedê bi zêdebûnê dewam dikir. Ji kanûna paşîn a 2017an heta dawîya 2019an IMMS, bi navbeynkarîya bankayên New Yorkê -ku muxabira bankaya Lubnanê BankMedê ne- Citibank, JPMorgan Chase & Co. Bank of New York Mellon Corp. û Standard Chartered Plc. ji 6 mîlyarî zêdetir danûstandinên bankavanîyê pêk anîne.

Di 2019an de li Lubnanê di warê aborî û sektora bankavanîyê de krîzeke mezin dest pê kir. Li ser vê geşepêdanê Murtaza Lakhani, xwest ku mevduatên IMMSyê yên li BankMedê bikşîne. Lê banka destûr nade vê yekê û IMMS di aleyhê BankMedê de doz vekir. Li du vekirina vê dozê, pereyên ku ji firotina nefta Kurdistanê hatibûn berhevkirin û di navbera IMMS û BankMedê de hatibûn transferkirin jî dê yek bi yek derketana holê.

Fonên ku li ser kaxezan hatibûn blokekirin, her çiqas wekî aîdî IMMSa Lakhani bê xuyakirin jî rewş ne wisa bû. Dema pere hatin blokekirin RHKyê êdî nikaribû deynên xwe bida û ket nava krîzeke cidî ya aborîyê.

Şîrketa serbixwe ya kontrolkirina malî, Deloitte, li ser dahatîyên nefta Kurdistanê lêkolînek kir. Di encama vê lêkolînê de derket holê ku di dawîya 2019an de li bankeyeke Lubnanê nêzîkî 318 mîlyon dolarê RHKyê hatîye blokekirin.

Îdîayek jî ji şîrketa Rosneftê ya neft û gazaxwezayî ya Rusyayê; 800 mîlyon dolar kredîya ku di 17ê kanûna pêşîn a 2017an de ji RHKyê re hatibû şandin du roj şûnde ji alîyê IMMSyê ve 725 hezar dolar li ser hesabeke bankayê ku tu eleqeya wê bi RHKyê re tuneye, hatîye veguhestin. Berdevkê Lakhani daxuyand ku tu bingeha vê îdîayê tuneye û ev îdîa neheqî ye.

Herweha berdevkê Murtaza Lakhanî dibêje, “bi armanca em cudahîya di navbera fonên IMMSê û RHKyê biparêzin, me sîstemeke kontrolî ya qanûnî bi kar dianî.” Gelek analîstên aborîzan îdîa dikin ku di encama asêbûna RHKyê de Murtaza Lakhanî bi mîlyar dolaran pere qezenc kirîye. Ji alîyê din ve RHKyê li ser vê mijarê tu şirove nekir û daxuyand ku ‘’ev haesaba ku dahatîyên neftê tê de dihat berhevkirin, hesabeke bê faîz bû.’’

Şîrketa Lakhanî IMMS û BankMed di nîsana 2020î de bi rêya aştîyê li hev kirin û doza ku hatibû vekirin jî ket. Berdevkê Lakhani  dibêje,  têgeha  çalakîyên aborî yên IMMSê li Kurdistanê bûye sedema krîza aborîyê “bi temamî çewt e” Di vê navberê de RHK, di destpêka 2020î de li Citibankê li ser navê xwe hesabekê vedike. Li gel ku ev hesab vebûye jî tê destnîşankirin ku dê hin çalakîyên hesaban bi destê IMMSyê bên çêkirin.

Bi destê Rêveberîya Herêma Kurdistanê firotina nefta xwe ya li bazarên dinyayê, ligel erênî û neyînîyên xwe tecrûbe û ezmûneke girîng e. Herweha firotina nefta Kurdistanê ji bo bazarên navneteweyî gaveke girîng bû ku rê li ber referandûma serxwebûnê vekir.

Ger careke din têkilîyên bi Bexdadê re bi temamî qut bibe, bê guman organîzasyoneke di vê çarçoveyê de dê bi metodeke hîn profesyoneltir û bi organîze bê çêkirin. Tiştê ku li vê derê ji Rêveberîya Herêma Kurdistanê tê hêvîkirin şefafî, bawerî û hesabdayîna li hember gelê Kurdistanê û sazîyên navneteweyî ye.

Di vê nivîsê de, em ligel ezmûna RHKyê ya firotina nefta Kurdistanê bo bazarên navneteweyî, dahatîya ku ji firotina neftê bi dest dixist û di mijara dayîna deynan de zehmetîyên ku di nava sîstema bankavanîya navneteweyî de rû bi rû dima, dibînin. Ji ber ku RHK sê salên di navbera 2017-2020î de nikaribû li ser navê xwe di nava sîstema bankavanîya navneteweyî de hesabekê veke, mecbûr mabû ku hesabê nefta bi mîiyar dolaran li ser hesabê şîrketeke taybet bimeşîne.

Dema ku RHK di nava sîstema navneteweyî de ji Bexdadê serbixwe bi tena serê xwe hereket dikir, bi taybetî serpêhatîyên wekî; desteserkirina nefta wê ya ji alîyê DYAyê ve, dozên ji bo wê hatin vekirin û dervemayîna wê ya ji sîstema bankavanîya navneteweyî bûyerên neyînî bin jî, tecrube û ezmûnên gelek girîng in. Ji ber vê yekê ger rewşek bi vî rengî careke dinê biqewime, Rêveberîya Herêma Kurdistanê ji bo bikaribe pêşî li ber van zehmetî û astengîyan bigre, divê dorpêçkirin û ambargoyên li dû referandûma 2017an jî berbiçav bigre û çareserîyên alternatîf biafirîne…

Wergera ji tirkî: Nedim Baran

_________

Çavkanî:
https://www.reuters.com/article/uk-iraq-kurdistan-oil-idUKKCN0T61HL20151117?edition-redirect=uk
https://www.bloomberg.com/news/articles/2020-07-16/billion-dollar-broker-how-one-man-managed-a-nation-s-oil-wealth

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
Social media & sharing icons powered by UltimatelySocial