Sibat 2022 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Muqayeseya gefxurên deynan

Namzeda Partîya Komargeran, Mme Valérie Pécresse soz dide ku ew ê deynê gelemperî yê fransî ji sedî 100 ji hilberîna hundirîn a brut (PIB) daxe. Bi vî awayî bangên sazkirina «komîteyên bivir» ên nû, ji bo kêmkirina lêçûnên gelemperî jî tên bihîstin, li dema ku destwerdêrên Bankaya Navendî ya Ewropî hêza bi zirar a deyndêrên taybet hildiweşîne.

Nîsan 2020. Gerestêrk berfirehîya pandemîya Covid-19 keşf dike. Ji nîşka ve, derzên ku modelên civakî yên rojavayî dişkênin dertên holê. Hejeke wisa ku hin kes banga sazkirina «cîhana pişt re» dikin. Hêvîyên wan ên ji nû ve sazkirina xizmetên gelemperî û yên dewleta refahê li derveyî ferasetên bazarê tên xwedîkirin bi rijandineke dînane ya pereyan bi destê gelek bankayên navendî yên gerestêrkê ku, ji bo pêşîgirtina li krîzê, aborîyê li bin peqpeqok û fûrandina pereyê gelemperî bicih dikin. Serdestên ku heta niha bêguneh hatine hesibandin, nîşan didin ku ew dikarin her tiştî bikin, «berdêl çi dibe bila bibe».

Fona Diravî ya Navneteweyî (IMF) ku dîsa çavên wê li asoyê ne, tevî vê yekê hêvîyan dibarîne: «Li serdema şewba cîhanî, xwezahî ye ku hikûmet bidin ser xeta “berdêl çi dibe bila bibe” ji bo rizgarkirina jîyanan.» Lê belê divê ew bibin çavdêrên «parastina fatûreyan», li gorî tesbîta sazîyê.(1) Bi gotineke din, sistkirina butçeyê bi îhtîmala herî çakbîn moratoryumeke îdeolojîk e. Nîzama berê, divê ji nû ve xwe bigihîne mafên xwe û deyn jî vegere fonksîyona xwe ya debançeya fînansê, ku civakê ji xwe re dike hedef.

Li gel vê yekê jî, bi salan e, çerxa terbîyekirina raya giştî bi deynan wekî ku ji hev ketîye. Eger envanter zêde dibin, bi firikandina navserên ku tu caran negihîştibûnê ji bilî serdemên şer, niha digihîjin nêzî ji sedî 144ê hilberîna hundirîn a brut (PIB) ku ji bo 2022an tê texmînkirin, rêjeya faîzê jî dikeve (ew di 2020î de bi navînî gihîştibû heta ji sedî 1,3yê PIBê): rêjeyên deh salane nêzî ji sedî sifir bûne û malîyeta deynan jî tu caran ewçend qels nebûbû ji zêdetirî çil salan ve(2): ew li bin mîqtara salên 1970yî ye, dema ku deynên gelemperî jî nêzî ji sedî 20ê PIBê dibe. Ji 2016an ve, destwerdanên bi rûkûpêk ên Bankaya Navendî ya Ewropî (BNE) -ku pereyan enjekte dike bi kirîna senedên deynên gelemperî li bankayan- ji bo hêzên gelemperî yên şertûmercên fînansmanê yên xeyalkirî pêşkêş dikin.. Dîyardeyeke nedîtî derket holê bi krîza Covid-19 re. Lezgînîya tijekirina qul û qewarên pergaleke aborî û diravî ku av vedikişand ji her alîyî ve, xwedî tesîra sererastkirina rêjeyên faîzê ye(ev prîmên xetere yên divê dewletên serwer wan radestî deyndêran bikin). Doh hatin radestkirin li bazarên ku rîska girêdayî filan an jî bêvan sermayeyê dinirxandin, va «hatin pahnkirin» bi aksiyona sazîya Frankfurdê, ku misoger dike ku yek ji wan tenê jî berhewa nabe.

«“Êlekzer”? Nîşaneke erênî!»

Ev qutbûna navbera rêjeya dendarîyê û hecma deyn (pîvandî ji ber vê yekê, nexasim, ji alîyê rêjeya deynê nîsbet bi PIBê, pîvana bingehîn a ortodoksîyê), pirsgirêkekê pêk tîne ji bo parêzvanên nîzama deynan û perwerdeya wê. Bêyî vê gefxwarinê (ji ber ku tu berdêla xwefînansekirinê tune), çawa mirov dikare bide «fêmkirin bi mirovan» ku divê teserûfê bikin û lêçûnên xwe yên gelemperî jî kêm bikin? Rêjeyên qels û neyînî yên derdikevin holê bi aksîyona bankayên navendî, ji ber vê yekê rewşeke ecêb teşkîl dikin û berê ad vitam yê sîyasetên van ên ne kevneşopî wê bibe îşareta vegera li cîhaneke ku têde deyn wê êdî nebe çeka gefxwarinê di destê deyndêran de. Bi kurtî, ev rewş dibe xeyaleta rêjeyên birêvebirî û kontrolkirî ji alîyê sîyasî ve, ku têde fînansekirina dewletê tu caran ne pirsgirêkek e.

Ev yek wê bibûya pênaskirina tam a zîvirîna çerxa asayî ya cîhanê, li gorî neolîberalan: gerdûneke bi teserûfên taybet birêvebirî, bi ji hev cudakirin û neqandina dewletên ku fînanse dike di berdêla rêzgirtina wan a ji bo rêzikên ku ferz dike. Wê girîng bûya ku deyndêr ji nû ve li textê xwe bihata rûniştandin û ji nû ve çalakkirina qanûna erz û taleba deynan, yekane xwedî hêza terbîyekirina sîyasetê û sererastkirina civakê bi hêzeke xweber: ya belavkirina li dewletan rêjeyên ku heq dikin.

Çi kêfxweşî ye ji bo gefxurên deynan ku transformasyonên BNEyê vê gavê bi tu şoreşa qesrê re refaqatê nakin. Wisa ye rewşa dudilîyên Mme Christine Lagarde, seroka BCEyê, ku di adara 2020î de piştrast dikir ku sazîya wê eger li wê derê bû, ev yek ne ji bo «zeftkirina spreadan»(3) bû, bi gotineke din ji bo çarçovekirina bi awayekî îdarî ferqên rêjeyên faîzê li navbera dewletên cuda yên deyndar ên herêma ewro. Peyam zelal e: divê mirov li benda tu taahudê nemîne ji bo firotina deynê gelemperî; bername dikare bê vegerandin û bi tu awayî nayê wateya daxwaza hêsankirina jîyana butçeyî ya dewletan.

Nexasim, bahaneya barkirî li şertûmercan û tedbîran, a kirîna BNEyan -ji bilî Covid-19 û pêdivîya xwegihandina hedefa enflasyonê (ku hê berîya demeke nêz zêde kêm bû)-, yek ji beşên bingehîn ên cîhana biçûk a deynan danexist jêr. Ya ku bazara yekemîn (kêlîya helandina deynan ku hingê banka wan dikirin «bi awayekî yekpare») û bazara duyemîn ji hev cuda dike (gava eva duyemîn ji alîyê bankayan ve bi firotinê pêşkêşî şirketên mezin ên rêveberîya tasarûfê hat kirin). Di rastîyê de, BNE xwe dûr digire ji destwerdana li bazara yekemîn, ku ev ê bihata wateya fînansekirina rasterast dewletan, diravîkirina deynan bêyî derbasbûna di geryana bankavanîya taybet re. Ji ber ku pêkanîna vê yekê wê bihata wateya daxistina perdeya li ser dikên bingehîn ên şanoya kredîya dewletê: firotinên bi îhaleyên ewlekirî. Paşdegavavêtinên li bazara duyemîn kapasîteya bazarên diravî dihêlin di rewşeke destlênedayî de ji bo, di gava yekemîn de, destnîşankirina nirxê «birra» yê dewletan, ango ji bo derkeve holê ka ew vê kredîya taybet a werdigirin heq dikin an na.

Ji ber ku firotina bi îhaleya ewlekirî, tiştekî wisa ye ku tê amadekirin. Ji dema ku fînansmana birêvebirî (û nîv-otomatîk) ya deynan hatîye betalkirin û avansên rasterast ên bankaya navendî hatine perçekirin li dawîya salên 1970yî, rayedarên payebilind ên fînansê xwe kirine pispor li cem veberhênerên cîhanê, di mijara misogerkirina promosyonên wesaîtên bicihkirina serweta taybet a pir daxwazkirî de: ango deynên dewletê, lê belê yên bêparmayî ji nezelalîya ku divê mil bi mil bi demokrasî û hêza gelemperî re bimeşe.(4)

«Avantaja me ya baştir bersivandina daxwaza veberhênanan e», wisa carekê piştrast dikir di 2016an de M. Anthony Requin, mufetişê fînansan û gerînendeyê Agence France Trésor (AFT, ji 2015 ta 2021ê), servîsa ku li Bercyê, berpirsîyar e ji fînansekirina valahîyên di butçeyê de (ferqên navbera lêçûnan û hatinan, bi çûna ji bo berhevkirina pereyan) û komarê temsîl dike -«îxrackara» deynan. Ev hostetîya serwer bi taybetî ji gera li qadên fînansên cîhanê pêk tê (New York, London, Tokyo, Sîngapûr û hwd.) ji bo raxistina, di dema konferansên gerûgeştê de (road shows), bi awayê «şirketekê», koleksîyona xwe ya îhaleyên ewlekirî li ser navên «mişterîyên xwe yên potansîyel» (ev têgeh di 1987an de ji alîyê gerînendeyê Xezîneyê Daniel Lebègue ve hatine bikaranîn).

Li jora civînên bazaran, ku li hotelên mezin ên luks, burokratên xezîneyê lîsteyeke mijarên ku li ser wê bên jêpirsînkirin werdigirin: endîşeyên veberhêneran bi hêmanên teknîk ne sînorkirî ne; ew herweha, bi guftûgoyên sîyasî, kapasîteya dewletê ya komkirina bacan (ji bo xizmetkirina ji faîzên deynan re) didin ber xwe û tercîhên şirketan ferz dikin, bi bikaranîan hêza gelemperî be jî.

Li New Yorkê, di 1987an de, eger endîşeya me hebûya ji «sîyaseta fransî di mijara enflasyonê de» û me meraq bikira ka «berdêla kar li Fransayê zêde dibe an na?», bi lezûbez endîşeyên îhtîmala pêkhatinên alternatîf an jî bernameyên hilweşîner derdiketin holê: «Gelo mimkin e ku Fransa ji Pergala diravî ya ewropî derkeve? Hûn sîyaseteke diravî ya “sosyalîst” çawa pênase dikin? Hûn çi difikirin li ser dîyardeya ku Partîya komunîst têra xwe destekê werdigire ji bo parvekirina desthilatîyê?»(5) Li nava parçeyên din ên biryaran ên belavkirî ji alîyê xezîneyê ve an jî bankayên ku refaqeta wê dikin di vî karûbarî de: pêşketina rêjeya greva li Fransayê, rêjeya sendîkabûnê, îhtîmalên serketina partîyeke serhildêr.

Madem ku veberhêner aramîya dezgehî dixwazin, her tişt dide bawerkirin ku tevgera civakî ya berî çendekê ya Êlekzeran bûye sedemê peydebûna endîşeyê. Û dîsa jî: «êlekzer, ev yek dikare ji her du hêlan ve jî were dîtin, wisa ji me re îzah dike bankavanekî fransî. Mirov dikare bibêje: “Başe, ev çi xirecir e li Fransayê?” Lê belê mirov dikare ji xwe re weha jî bibêje: “Dibe ku mêrik [M. Emmanuel Macron], bi rastî jî hewl dide li vî welatî hin tiştan biguherîne.” Amerîkîyek, rebeno, li hêla otêla Brîstol bû, tam li destpêka livûtevgera êlekzeran ku hingê gelek şer û pevçûn diqewimîn û erebe dihatin şewitandin, ji min re weha gotibû: “ez îqna nebûm ku reformên civakî dihatin pêkanîn li Fransayê. Niha ez îqna bûme..” Her tişt lîstikek e».(6) 

Her çendî hêza hingavtinê ya BNEyê ji niha û şûn ve xwedî karîna cemidandina hêza bazarên deynan be jî, sermayedarîya diravî û burokrasîya ku bi wezîfeya destekê radibe, zemînê saz dikin, berdêl çi dibe bila bibe, ji bo fîksîyona fînanseke taybet a ku dikare çerxa xwe bizîvirîne (ku wê qet ne deyndara pereyê gelemperî be) û bi tenê ew ê bibe rewa ji bo tehsîskirina kredîya ji bo aborîyê û nexasim, xwedî kapasîteya nirxandina tercîhên sîyasî yên rewa. Rayedarên payebilind ên pere û deynan (arîstokrasîya xezîneya fransî, ku yên herî bi wezîfeyên girîng radibin li nava bankayên navendî), çi yên kevin çi jî yên nû, xetê diparêzin: li ser navê berjewendîya giştî, astengîyên li «bazara serbest» divê ji holê rabin. Wê maqûl be ku amadekarî were kirin ji bo ji nû ve sazkirina hêza tasarûfan û veberhênaran wekî xwedîyên nirxên aborî û civakî.

  1. Jacques de Larosière -ku hemû payeyên esaleta fînansê yên dewletê di şexsê xwe de li hev gihandine, dîrektorê berê yê Xezîneyê (1974-1978), serokê berê yê IMFê (1978-1987), dû re jî gerînendeyê berê yê Bankaya Fransayê (1987-1993) û ji niha û pêve jî endamê komîteya stratejîk a AFTê- bi awayekî hê cambazane vê rewşê pênase dike, bi berevajîkirina sebeb û encamê: ji holê rakirina bernameyên helandina pereyên BNEyê ji bo ji nû ve tesîskirina kontrola bazaran ne mijara gotinê bû, lê belê ji nû ve îtaetkirina ji bo tercîhên nû yên veberhênanan ji ber ku BNE wê nikaribe aksîyonê bidomîne: «Divê mirov bawer neke ku “garantîya” kirîna ewlehîyên serwer ji alîyê Bankaya Navendî ve wê her îhtîmala nirxandin û analîzê ya bazaran ji holê rake», çunku «Bankaya Navendî wê nikaribe hertim her tiştî bikire. Û kalîteya îmzeya dewletekê hêmaneke pêbawerîya bingehîn e ku divê were parastin bi her berdêlî ji bo siberoja welêt».(7) Tevî vê yekê jî, her tişt îşaret pê dike ku şêweyên nû yên aksîyona BNEyê wê karibin bibin xweragir ji bilî bêparhiştina bazaran ji hêza wan a sîyasî.

Sazûmana fînansekirina dewletê xwe dispêre xêzeke nûnerîyên wê yekê ku (ne)rewa ye pêkanîna, bi dubarekirinên rêkûpêk û hetta rojane -li gorî road shows ango konferansên gerûgeştan, peyamên ji navendên diravî re hatine şandin- karûbarên pêbawerîyê û piştrastkirina dezgehî: ne diravîkirineke rasterast; ne destwerdaneke rasterast a dewletê li aborîyê (dewlet wekî «dayîkeke baş a malbatê» tê birêvebirin û nabe ku bi krêdîyan bijî), ne destwerdana demokrasîyê li karûbarên diravî û malî; rêzgirtina ji bo peymanên ewropî; derbasbûna mecbûrî bi navgîna sazûmanîyeke tekno ya fînansî ya bi awayekî fermî serbixwe ji dewletê (Bankaya Navendî û ajansên helandina deynan ên nîv-xweser ên sîyasetê, bo nimûne AFT), lê belê girêdayî bazarên pereyan û serbixwe ji civakê; fînanseyîbûna sazîyên ku hişmendîya wan a gelemperî hatîye pûçkirin; rojevkirina reformên sazûmanî (jihevxistina statuya meaşan û xanenişînîyê bi ji nû ve belavkirinan) û veguherandina ferdan, bi navgîna sazkirina teqewîdîyên bi fonan, wekî «pardarên biçûk ên hîseyan» ên çanda fînansorên mezin parve dikin.

Yek ji van hêmanan bila ji hev bikeve, êdî deyn «nameşe»: bi gotineke din, şertên ji nû ve fînansekirina dewletê wê êdî li gorî heman şertan neyên misogerkirin. Lîkîdîte û cazîbîya senedekî deynan, statuya wê ya pardarîya bê rîsk a li navsera pîramîda paran bicihkirî, ev «qûtê girêdayî axê ku pêdivîya bazaran pê heye»(8), dikare ji nû ve bibe, di encama serûbinbûneke civakî û sîyasî de, xwarineke kerafî ku fînans wê red bike û ceza bike.

Lê belê bi delîlan li ber çavan hat raxistin ku êdî tu tişt me neçarî senaryoyeke wisa nake.

* Civakzan. Nivîskarê berhema Demokrasîya dîsîplînkirî bi deynan, ku di sibata 2022yan de ji alîyê Weşanxaneya La Découverte wê were çapkirin.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

___________

1  ) «Keeping the Receipts: Transparency, Accountability, and Legitimacy in Emergency Responses», Special Series on Fiscal Policies to Respond to COVID-19. Fiscal Affairs, International Monetary Fund (IMF), Waşîngton, 12 nîsan 2020.

2) Jérôme Creel û al. «Deynê gelemperî: guherîneke paradîgmayî û şûnde?» OFCE, Policy brief, n° 92, Paris, 6 çirîya pêşîn 2021.

3) Civîna çapemenîyê, Francfort-sur-le-Main, 12 adar 2020.

4) Cf. Benjamin Lemoine, Nîzama deynî, Lêpirsîna li ser malûmilkên dewletê û refaha li bazarê, La Découverte, Paris, 2016 (weşana nû ya pirtûkên berîkan wê 3yê sibata 2022an derkeve).

5) «Çima li Fransayê vebernêhan were kirin?», pêşkêşkirina ji alîyê Bankaya Bazirganî ya Amerîkî JP Morgan ve, 23 çirîya pêşîn 1987.

6  ) Danûstanina ji alîyê nivîskar ve pêk hatî, îlon 2021.

7  ) «Deyn û îluzyona diravî» in Philippe Dessertine (li bin rêveberîya.), Deynê îksîra sêhrî an jî jehra kujer, Éditions Télémaque, Coll. Turgot, 2020.

8  ) Li gorî îfadeya rojnamevan Philippe Mabille, wergirtî ji Benjamin. Lemoine, Nîzama deynî, op. cit.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar